AYETA KUBRA

  AYETA KUBRA 

  (Ayetul Kubra) 

  ŞUEYA HEFTAN 


  Bedîuzzeman 

  Seîdê Nûrsî   ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ

   Deh sal berê, Dadgeha Cezayê Giran a Denizliyê û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, pênc sed nusxeyên vê Rîsaleyê digel Pêveka wê, tam du salan tedqîq kirin û pêv, wan bi yekdengî biryara berata me û vegerandina wan a li me, da. Ev yek nîşan dide ku ev berhem li hember texrîbata bidehşet a niha, heqîqeteke Quranî ye û mezintirîn bendek e. Lewma em pêşkeşî adliyeya vî bajarê mubarek, meqemê wî yê wilayetê û daîreya wî ya ewlehiyê dikin. Heger minasib bê dîtin bila bi herfên nuh bête weşandin ku bibe wesîleya xelaskirina welatiyan a ji talûkeyên manewî yên ku ji derve tên.

   Vê carê, min ev Rîsale bi baldarî mutala kir. A rast min di radeya eynelyeqînê de zanî ku, liyaqa vê Rîsaleyê heye ku Îmamê Elî (R.E.) û ewliya bi îşa-retên xwe yên xeybî îmza avetine meqbûliya wê. Û min got: "Tengasiya me ya niha bi sed qatî zêde bibe jî, dîsa erzan e. Ne bi xem, êş û azar, gilî û gazin belkî divê bi dilfirehî, bi sebir û şikur were pêşwazîkirin."

  Seîdê Nûrsî 

   Nîşe: 

   Ev rûpel, eynî ji eslê nivîsa berê hate wergirtin, ya ku bi makîneya teksîrê hatibû zêdekirin. Qeydên "pênc sed nusxe" û "deh sal berê" yên li risteyên pêş in, xasî bi wê [demê] ne.    BIBÎRXISTINEKE GIRÎNG Û ÎFADEYEKE MEBESTÊ 

   Her kes, her meseleyeke vê Rîsaleya girîng fêm nake; lê belê bêpar jî namîne. Çawa, kesekî ku dikeve bexçeyekî mezin, destên wî nagihêjin hemû fêkiyên wî bexçeyî. Lê qasî ku ketine destên wî, jê re bes in. Ew bexçe ne tenê ji bo wî ye, belkî payên ku destên wan dirêj in jî hene.

   Pênc sebeb hene, ku fêmkirina vê Rîsaleyê muşkîl û dijwar dikin:

   Ê Yekem: Min muşahedeyên xwe li gorî fehma xwe û ji bo xwe nivîsandin. Min mîna pirtûkên din, li gorî fehm û têgihîna kesên dî, nenivîsî.

   Ê Duyem: Ji ber ku tewhîda heqîqî, bi cîlweya Îsmê E'zam, di awayekî azamî de hatiye nivîsandin û ji ber ku meseleyên wê hem gelek fireh hem têra xwe kûr in û carinan pir dirêj bûne, her kes nikare di derbekê de, yekser îhata bike, bîr bibe.    Ê Sêyem: Ji ber ku her meseleyek bixwe heqî-qeteke mezin û dirêj e, ji bo ku heqîqet neyê parçe-kirin carinan rûpelek an pelek dibe tek hevokek. Tê de gelek muqaddeme hene ku di hukmê tek delîlekî de ne.

   Ê Çarem: Ji ber ku gelek delîl û huccetên her yekê yên piraniya meseleyan hene; carinan deh car caran bîst delîl ji egera ku bibin wekî tek delîlek, mesele dûvdirêj dibe; yên kêmfehm tênagihin.

   Ê Pêncem: Ez, digel ku bi feyza meha Remezanê bûme mezherê nûrên vê Rîsaleyê, [lê] di wê demê de ku halê min ji çend hêlan ve perîşan bûbû û wucûda min ji ber çend nexweşiyan didehibî, bi lezayî hate nivîsandin, me qîma xwe bi reşenivîsa pêşî anî. Hem, dema min dinivîsî ji ber ku min hîs kir ku ne bi îrade û îxtiyara min e, ji ber ku min minasib nedît ku ez bi fikra xwe tenzîm an tîmar bikim, parîkî ket weziyeta ku dê fêm-kirinê dijwar bike. Hem fiqre û bendên bi Erebî zêde ketin navê. Hetta "Meqamê Yekem" ji ber ku sertaser bi Erebî bû, jê hat derxistin, serbixwe hat nivîsandin.

   Digel van pênc sebebên ku sedemên dijwarî û qusûrê ne [dîsa] wisa ehemmiyeta vê Rîsaleyê heye ku; Îmamê Elî (R.E.) di kerametên xwe yên xeybî de navên "Ayetul Kubra" û "Esaya Mûsa" li vê Rîsaleyê kirine. Di nav rîsaleyên ji Rîsaleyên Nûr de xusûsî li vê nihêrtiye û bal kişandiye vê.

{Haşiye: Belê, ew xebera ku Îmamê Elî (X.j.r.) derheqê Ayetul Kubra de dabû, bi temamî "Bûyera Denizliyê" tes-dîq kir. Çimkî çap û weşana veşartî ya vê Rîsaleyê bû sebebekî vê girtina me. Û serkeftina heqîqeta wê ya pîroz û gelek xurt, bû sebebekî girîng ê beraet û xelasiya me. Û kerameta xeybî ya Îmamê Elî, nîşanî koran jî da û qebûlbûna duaya

 ﻭَ ﺑِﺎْﻻ َﻳَﺔِ ﺍﻟْﻜُﺒْﺮَﻯ ﺍَﻣِﻨِّﻰ ﻣِﻦَ ﺍﻟْﻔَﺠَﺖْ

ê ku derheqê me de bû/ye îspat kir.}

Ev "Rîsaleya Ayetul Kubra" ku tefsîreke heqîqî ya "El Ayetu'l Kubra" [ya Qur'anê] ye, bi gotina Hezretî Elî kitêba "Şueya/Tîrêja Heftan" ku bi navê "Esaya Mûsa" ye.    Ev "Şueya Heftan" pêşgotinek e û du meqam e. Pêş-gotina wê, çar meseleyên muhîm; Meqamê wê yê Yekem, ji tefsîra Ayetu'l Kubra ya qismê bi Erebiya wê; û Meqamê wê yê Duyem, burhanên wê û tercume û meala wê beyan dikin.

   Ev pêşgotina ku dê bê, digel ku ji hedê xwe zedê hatiye ravekirin, hinekî dûvdirêjbûna wê, bê îrade çêbûye. Nexwe pêwîstî heye ku wisa hat nivîsandin. Belkî jî, hin insan vê dûdirêjiyê kurt bibînin...

  Seîdê Nûrsî 

  ***     PÊŞGOTIN 

 ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ

 ﻭَﻣَﺎ ﺧَﻠَﻘْﺖُ ﺍﻟْﺠِﻦَّ ﻭَﺍْﻻ ِﻧْﺲَ ﺍِﻻ َّ ﻟِﻴَﻌْﺒُﺪُﻭﻥِ

   Bi raza vê Ayeta gewre, amanc û hîkmeta şan-dina mirovan a bo vê dinyayê: Naskirina Xaliqê kaînatê ye û jê re îman anîn e û jê re îbadetkirin e. Û wezîfeya fitretê û ferîzeya zimmetê ya wî insanî; marîfetullah e û îmana billah e û bi îz'an û yeqîn tesdîqkirina wucûd û wehdeta wî ye.

   Belê, ji bo insanê bêçare yê ku ji ber fitreta xwe heyateke daîmî û jiyîneke ebedî dixwaze û emelên wî yên bêhed û elemên wî yên bêdawî hene, helbet kemal û tiştên xeynî îmana bi Xwedê û marîfetullahê ku bingehên heqîqî yên wê heyata ebedî ne û mifteyên wê ne û ji xeynî tiştên ji wan re wesîle ne, li gorî wî insanî berbijêr in. Belkî qîmeta pirê wan tune ye.

   Ev heqîqet, ji ber ku di Rîsaleyên Nûr de bi bur-hanên xurt hatiye îspatkirin, em vê heqîqetê hewaleyî Rîsaleyên Nûr dikin û tenê Du Warteyên/Gîteyên ku di vê sedsalê de wê yeqîniya îmanê dide-hibînin û tasewasiyê didinê, di nav Çar Meseleyan de beyan dikin.   ÇAREYA XELASIYA JI GÎTEYA YEKEM: 

   Du mesele ye.

   Meseleya Yekem: 

   Mîna ku di Lem'eya Sêzde-hem a Nameya Sî û Yekem de bi berfirehî hatiye peyitandin: Di meseleyên giştî de li hember îsbat-kirinê qîmeta nefiyê tune ye û qeweta wê pir hindik e.

   Wek mînak; di serê meha Remezana Şerîf de di babeta dîtina hîvikê de du şahidên jirêzê, heke hîvikê bipeyitînin û bi hezaran kesên giregir û alim bibêjin "Me ew nedît." û nefî bikin; nefiya wan bêqîmet û bê qewet e. Lewra di îsbatê de qewet didin hev; piştgiriya hev û îcma heye. Lê di nefiyê de yek be, hezar bin ferqa wan tune ye, her kes bi tena serê xwe dimîne, înfiradî dibe.

   Çimkî; yê ku îspat dike li xaricê dinihêre û li gorî nefsul emrê [heqîqeta wê] hikum dide. Mesela, mîna ku di wê mînaka me de heke kesek bibêje: "Li asîmên heyv/hîv heye." Hevalê wî pêçiya xwe datîne ser û herdu digihîjin hev û xurt dibin.    Îca di nefî û înkarê de li nefsul emrê nanihêre û nikare binihêre. Lewra "Nefiyeke ku ne xusûsî ye û li cihekî xas nanihêre nayê îspatkirin." destûreke binavûdeng e. Mesela ez bibêjim û îsbat bikim ku "Li dinyayê filan tişt heye." tu jî heke bibêjî "Li dinyayê nîne." ew tiştê ku bi îşareteke min bi hêsanî dikare bê îsbatkirin ji bo ku tu nefiya wî ango tunebûna wî îspat bikî lazim e ku li hemû dinyayê bigerî û li hev dî û nîşan bidî; belkî divê her aliyê demên borî jî bibînî. Dûre tu dikarî bibêjî: Tune ye, neqewimiye.

   Madem, yên ku nefî û înkar dikin li nefsul emrê nanihêrin; belkî li nefsên xwe, li eqlên xwe û li çavên xwe dinihêrin û didarizînin. Helbet nikarin qewetê bidin hevdu û nabin piştevanê hev. Lewra perde û sedemên ku dibin astenga dîtin û zanînê, cihê cihê ne. Her kes dikare bibêje: "Ez nabînim, li ba min û di eqîda min de tune ye." An na nikare bibêje: "Di heqîqetê de jî tune ye." Heger bibêje -bi taybetî di meseleyên îmanê de, ku li hemû gerdûnê dinihêrin- dibe dereweke mezin a bi qasî dinyayê, ku nikare bibêje rast e û nayê rastkirin.

   Welhasil di îspatê de encam yek e, wahid e, piştgirî dibe. Ku di nefiyê de ne yek e, gelek in. Bi pirbûna qeyd û bendên mîna "Li ba min û di nêrîna min de tune ye." yan "Di eqîda min de tune ye." yên ku li gorî her kesî gelek in encam jî dibin gelek [û cihê]. Êdî piştgirî çênabe.    Nexwû ji ber vê xala heqîqetê, qîmeta kesret û zêdeyiya kafir û înkarkeran; û li gorî ku dixuye pirbûna wan -ku li dijî îmanê ne- tune ye. Diviyabû ku tu xuşûşî nedaba îman û yeqîniya mumînan; lê di vê sedsalê de nefî û înkarên feylesofên Ewrûpî dudilî daye hinek dildayiyên wan ên bextreş û yeqîniya wan îzale/xera û seadeta wan a ebedî mehû kiriye. Mirin, mewt û ecelê ku di her rojê de ji insanan îsabetî sî hezar mirovî dike, ji maneya terxîsbûnê derxistiye û veguhertiye sûretê îdama ebedî. Gora ku deriyê wê nayê girtin, tim û daîm ji wî înkarkerê re îdama wî bi bîr dixe û bi vê yekê heyata wî ya biçêj, bi elemên êşdar bi jehrê dixe. Ha tu fêm bike ku îman nîme-teke çiqas mezin e û heyata heyatê ye..!

   Meseleya Duyem: 

   Di meseleyeke ilm û fennekê yan hunerekê de ya ku bûye sebebê nîqaşê, mirovên derveyî wê fen û wê hunerê, çiqas mezin, alim û sin'etkar bin jî, gotinên wan di wê de pere nakin, hukmên wan nabin delîl; ji civîna alimên wê fennê nayên hesibandin.

   Bo nimûne: Di kifş û tedawiya nexweşiyekê de qîmeta hukmê endazyerekî mezin, bi qasî nûjdarekî piçûk nîne. Û bi taybetî, peyva înkarkerane ya feylesofekî herî mezin ê ku di maddiyatê de zehf tewexxul dike û her ku diçe ji manewiyatê dûr dikeve û li hember nûrê dibe xebî û qeba û eqlê wî daketiye çavê wî, di manewiyatê de li ber çavan nayê girtin û bê qîmet e.    Va bi sed hezaran ehlê heqîqetê yên mîna Şêxê Geylanî (Q.S.) -ku ji erdê erşa mezin temaşa dike û xwediyê dehayeke qudsî ya nuwaze ye û not salî di manewiyatê de teraqqî kiriye û xebitiye û heqîqetên îmanê bi awayê ilmelyeqîn, eynelyeqîn hetta heqqelyeqînê kifş kirine- di meseleyên tewhîdî, pîrozwer û manewî de tifaqî kiriye. Îca ka di van meseleyan de gotinên wan feylesofan çend pere dike, ku xêreveyê teferruata herî lihevketî û tevlîhev a maddiyatê û herî cuz'î ya kesretê bûne û gêj bûne û xenîqîne; û ma înkar û îtirazên wan li hember xurmîna asîman weke dengê kelmêşê dewixî nîne?

   Mahiyeta kufra ku ji heqîqetên îmanê re dijber e û pê re mubareze dike; înkarek e, cahiliyek e, nefiyek e. Li gorî ku xuye dibe îspat û wucûdî bê dîtin jî, maneya wê edem e, nefî ye.

   Ku îman, ilm e, wucûdî ye, îsbat e, hukm e. Her meseleyeke wê ya menfî jî unwan û perdeya heqîqeteke musbet û îsbatkirî ye.

   Heger ehlê kufrê yên ku li dijî îmanê mubarezeyê dikin, bixebitin ku eqîdeyên xwe yên menfî di awayê "qebûla edem" û "tesdîqa edem" de îspat û qebûl bikin; ew kufr, awayek ji awayan dikare ilmekî xelet û hukmekî xeta bê hesibandin. An na, tenê "edema qebûl û înkar û edema tesdîq" ên ku îrtîkaba wan gelek hêsan e; cahiliya mutleq e, bêhukmî ye.    Welhasil, eqîdeya kufrê du beş e:

   Yek jê: 

   Li heqîqetên Îslamî nanihêre. Tesdîqeke xelet û eqîdeyeke batil û qebûleke xeta û hukmekî zalim e ku xasî wî [kesî] bixwe ye. Ev qism derveyî behsa me ye. Ew têkilî me nabe, em jî tev nadin.

   A duyemîn: 

   Li hember heqîqetên îmanê radibe, muaraza dike. Ev jî du qism e:

   Yek jê: Edema qebûl e. Tenê, tesdîqnekirina îspatê ye. Ku ev, cehlek e, bêhukmî ye û hêsan e. Ev jî ji behsa me der e.

   Ê duduyan: Qebûla edemê ye. Bi dil tesdîqkirina edema wê [heqîqetê] ye. Ku ev qism, hukmek e, îtiqadek e, îltîzamek e. Hem, ji bo îltîzama wê, neçar e ku nefiya wî tiştî îspat bike.

   Nefî jî du qism e:

   Yek jê: 

   Dibêje ku: "Di cihekî xas û di cîhetekî xusûsî de tune ye." Ku ev qism, dikare were îspat-kirin. Ev qism jî derveyî behsa me ye.

   Ku qismê duyemîn: 

   Nefî û înkarkirina mesele-yên îmanî, qudsî, giştî û muhît/bergeh ên ku li dinyayê, li kaînatê, li axîretê û li sedsalan dinihêrin. Ku ev nefî -wekî ku me di Meseleya Yekem de beyan kiribû- bi tu awayî nayê îspatkirin. Belkî çavekî ku dikare gerdûnê dorhêl bike û axîretê bibîne û her aliyê her zemanî temaşa bike lazim e ku nefiyên weke wan, bikaribe îsbat bike.   WARTEYA DUDUYAN Û ÇAREYA XELASIYÊ: 

   Ev jî du mesele ye:

   Ya Yekem: 

   Eqlên ku di xal û mijarên "ezamet û mezinahî û bênîhayetî" de teng bûne ji ber jixwe-veçûna xefletê yan ji ber xêrevebûna masiyet û gunehan an maddiyatê; ji ber ku nikarin meseleyên mezin têbigihîjin, bi quretiya ilmî dadiherizin înkarê, û nefî dikin. Belê, meseleyên îmanî yên ku gelek fireh û kûr û şamil in, ji ber ku nikarin di eqlên xwe de hilên, ku ji hêla manewî ve asê û hişk bûne û di qelbên xwe de bi cî bikin, ku mirine û xera bûne di manewiyatê de, xwe davêjin kufr û dalaletê, û dixeniqin.

   Heger bi baldarî li rûyê eslê kufrên xwe û li mahiyeta dalaletên xwe bikaribin binihêrin dê bibînin ku; ligel ezameta ku maqûl û layîq û lazim e ya ku di îmanê de ye, sed derece muhalî û nepêkanî û îmtina' li bin wê kufrê ye û tê de ye.    Rîsaleyên Nûr, bi sedan mêzîn û pîvanî, ev heqîqet di dereceya "du caran du dike çar" de qethî îsbat kiriye. Bo nimûne, mirovê ku Wucûba Wucûd û ezeliyeta Cenabê Heq û sifatên biîhata yên wî, ji ber mezinahiya wan nikare qebûl bike; divê Wucûba Wucûd û ezeliyeta wî, sifatên ulûhiyeta wî bide çêkiriyên bêhed belkî bide zerreyên bênîhayet da ku bikaribe kufra xwe îtiqad bike. An jî wekî sofestayiyên ehmeq hem xwe hem wucûda kaînatê înkar û nefî bike û divê bi vê yekê, ji aqil îstîfa bike.

   Ha, mîna vê yekê hemû heqîqetên îmanê û Îsla-mê, pêwîstî û şe'nên xwe -bi palpiştiya ezameta ku muqtezaya wan e- rizgar dikin ji muhaliyên bidehşet û xurafeyên biwehşet û cahiliyên bitarî yên kufra ku li dijî wan e; û bi kemala îz'an û teslîmiyetê di qelbên selîm û eqlên musteqîm de bi cih dikin.

   Belê di piraniya şîarên Îslamî yên wekî bang û nimêjê de, her dem zêde zêde îlankirina ezamet û mezinahiyê ya

   hem fermana hedîsa qudsî ya

 ﺍَﻟﻠّﻪُ ﺍَﻛْﺒَﺮُ ٭ ﺍَﻟﻠّﻪُ ﺍَﻛْﺒَﺮُ ٭ ﺍَﻟﻠّﻪُ ﺍَﻛْﺒَﺮُ ٭ ﺍَﻟﻠّﻪُ ﺍَﻛْﺒَﺮُ

 ﺍَﻟْﻌَﻈَﻤَﺔُ ﺍِﺯَﺍﺭِﻯ ﻭَ ﺍﻟْﻜِﺒْﺮِﻳَٓﺎﺀُ ﺭِﺩَﺍﺋِﻰ

hem beyana munacata Ehmedî (E.S.M) a gelek zanakî ya wekî  ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻻ َ ﻣُﻠْﻚَ ﺍِﻻ َّ ﻣُﻠْﻜَﻪُ ٭ ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻻ َ ﻳُﺤْﺼِﻰ ﺍﻟْﻌِﺒَﺎﺩُ ﺛَﻨَﺎﺋَﻪُ ٭ ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻻ َ ﺗَﺼِﻒُ ﺍﻟْﺨَﻼ َٓﺋِﻖُ ﺟَﻼ َﻟَﻪُ ٭ ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻻ َ ﻳَﻨَﺎﻝُ ﺍْﻻ َﻭْﻫَﺎﻡُ ﻛُﻨْﻬَﻪُ ٭ ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻻ َ ﻳُﺪْﺭِﻙُ ﺍْﻻ َﺑْﺼَﺎﺭُ ﻛَﻤَﺎﻟَﻪُ ٭

 ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻻ َ ﻳَﺒْﻠُﻎُ ﺍْﻻ َﻓْﻬَﺎﻡُ ﺻِﻔَﺎﺗَﻪُ ٭ ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻻ َ ﻳَﻨَﺎﻝُ ﺍْﻻ َﻓْﻜَﺎﺭُ ﻛِﺒْﺮِﻳَٓﺎﺋَﻪُ ٭ ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻻ َ ٭ ﻳُﺤْﺴِﻦُ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥُ ﻧُﻌُﻮﺗَﻪُ ٭ ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻻ َ ﻳَﺮُﺩُّ ﺍﻟْﻌِﺒَﺎﺩُ ﻗَﻀَٓﺎﺋَﻪُ ٭ ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﻇَﻬَﺮَ ﻓِﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻰْﺀٍ ﺍَﻳَﺎﺗُﻪُ

 ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻚَ ﻳَﺎ ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّٓ ﺍَﻧْﺖَ ﺍْﻻ َﻣَﺎﻥُ ﺍْﻻ َﻣَﺎﻥُ ﻧَﺠِّﻨَﺎ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻨَّﺎﺭِ

ku di uqdeya heştê û şeşem a munacata "Cewşenu'l Kebîr" de ye, nîşan didin ku: Ezamet, kibriya û mezinahî perdeyên pêwîst in.

  ***     Ayetul Kubra 

  Dîtinên geştyarekî ne, yê ku ji kaînatê, Xaliqê xwe dipirse. 

 ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ

 ﺗُﺴَﺒِّﺢُ ﻟَﻪُ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕُ ﺍﻟﺴَّﺒْﻊُ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽُ ﻭَﻣَﻦْ ﻓِﻴﻬِﻦَّ ﻭَ ﺍِﻥْ ﻣِﻦْ ﺷَﻲْﺀٍ ﺍِﻻ َّ ﻳُﺴَﺒِّﺢُ ﺑِﺤَﻤْﺪِﻩِ ﻭَﻟَﻜِﻦْ ﻻ َ ﺗَﻔْﻘَﻬُﻮﻥَ ﺗَﺴْﺒِﻴﺤَﻬُﻢْ ﺍِﻧَّﻪُ ﻛَﺎﻥَ ﺣَﻠِﻴﻤًﺎ ﻏَﻔُﻮﺭًﺍ

   Ev Meqamê Duyem, digel tefsîrkirina vê ayeta muezzem; burhan û huccetên Meqamê Yekem û wergera wî û mealeke kurt a wî Meqamê bi Erebî ku hatiye hilanîn û qevastin beyan dike.

   Wiha ye:

   Mîna vê ayeta gir û gewre gelek ayetên Quranê ji ber ku di hêla agahdarkirina Xaliqê vê gerdûnê de, di herî serî de ji asîmanan behs dikin, ku rûpelên tewhîdê yên herî biriqok û geş in ku her dem, her kes herî zêde bi heyret lê dinihêre û bi zewq lê hûr dibe, lewma guncav e ku di herî pêşî de jê [ji esman] were destpêkirin.    Belê her mêvanekî ku tê vî memleket û vê mêvanxaneya dinyayê, dema ku çavê xwe vedike û her ku dinihêre, dibîne ku: Ev dinya ziyafetgeheke gellek bi keremkarî û pêşangeheke gellek bi sen'etkarî ye û artêşgeh û te'lîmgeheke gellek heşmetkarane û seyrangeh û temaşageheke gellek heyretkarane û şewqengizane û vekolîngeheke gellek watedar û hîkmetperwerane ye. Wî geştyarî dema ku ji bo nasîn û zanîna Xwediyê vê mêvangeha xweşik û Nivîskarê vê kitêba mezin û Sultanê vî welatê muhte-şem bi şîddet meraq dikir; di herî serî de wechê xweşik ê asîmanan xuya dibe, ku bi avzêrên nûr hatiye nivîsandin, û jê re dibêje: "Li min bini-hêre, ez ê ji te re rabigihînim ê ku tu lê digerî." Ew jî lê dinihêre, dibîne ku:

   Tezahur û xuyabûna Rubûbiyetekê heye ku ew Perwerdigarî;

   Bi sed hezaran cismên asîmanî yên ku qismek jê, ji erda me bi hezar carî mezin in û ji wan mezinan qismek [jî] ji gulleya topê bi heftê dereceyî lezgîntir in, bêstûn û bêyî ku wan bixe disekinîne    û bêyî ku ew lihevkevin, bi hev re û bi lezayiya raserî hed û taqetê wan digerîne

   û wan lembeyên bêhed, bê don(ê gazê) bêyî ku bitefîne, misêwa vêdixe

   û wan gumletên mezin ên bêhejmar, bêyî ku tu hengame û tevliheviyê derxînin, îdare dike

   û qet rê nade ku ew mexlûqên gelek mezin îsyan bikin; û wan mîna rêkûpêkiya wezîfeyên Tav û Hîvê bi wezîfeyan dide xebitandin

   û di nav dûrayiyeke bêdawî de, ku jimareyên hisabê yên di daîreya du qutban de hilnayên, di eynî demê de, bi heman qewet û eynî terz û eynî sîkkeya fitretê û bi heman awayî, wan bi hev re bê kêmanî teserrûf û îdare dike.

   û nahêle û bernade ku ew cismên mezin bikaribin êrîş bikin, ku bi wan re qewetên êrîşkar ên gelek mezin hene; û wan ji qanûna xwe re dide îtaetkirin

   û rê nade wan gihûrên mîna xirbên wê qelebalixa bênîhayet, ku dikarin rûyê ezmên qirêj bikin, bi ser de jî zehf rewnaq û zehf xweşik dide paqijkirin

   û mîna manewraya artêşeke birêkûpêk bi manewrayê digerîne

   û bi gerandina erdê bi awayekî din teherên heqîqî û xeyalî yên wê manewraya biheşmet, her şev û her sal, mîna lewheyên sînemayê ji mexlûqên xwe yên temaşevan re dide nimandin. Ha ev xuyabûna Rubûbiyetê û ev heqîqeta ku ji tesxîr, tedbîr, tedwîr, tenzîm, tenzîf û tewzîfê pêkhatiye û di nav fealiyeta wê Rubûbiyetê de dixuye; bi vê ezamet û îhateya xwe, mîna ku tê dîtin, ji wucûba wucûda Xaliqê asîmanan û wehdeta wî re şahidiyê dikin û bi eynî awayî şehadet dikin ku hebûna wî ji hebûna asîmanan bêtir diyar e.

   Bi maneya vê şehadetê di Pêlinga Yekemîn a Meqamê Yekem de

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕُ ﺑِﺠَﻤِﻴﻊِ ﻣَﺎ ﻓِﻴﻬَﺎ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺘَّﺴْﺨِﻴﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺪْﺑِﻴﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺪْﻭِﻳﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﻨْﻈِﻴﻢِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﻨْﻈِﻴﻒِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﻮْﻇِﻴﻒِ ﺍﻟْﻮَﺍﺳِﻌَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻜَﻤَّﻠَﺔِ ﺑِﺎﻟْﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺓِ

hatiye gotin.

   Dûre, fezaya ku cewwa semayê tê gotin û mehşera ecêban e, bi wî meriv û mevanî re ku hatiye dinyayê, bi dengdanê dipeyive û jê re diqîre, dibêje ku: "Li min binihêre! Tu bi min re dikarî bizanî û vebi-bînî wî Zatê ku tu bi meraq lê digerî û tu şandiyî vê derê." Ew mêvan, li wechê wê yê tirş lê yê bimer-hemet dinihêre; dengdana wê ya erjeng lê ya bimiz-gînî guhdarî dike, dibîne ku:    Ewrê ku di navbera zemîn û ezmên de di vala-yiyê de hatiye sekinandin, bi teherekî gelek hekî-mane û rehîmane, avdana bexçeyê zemînê dike û ava heyatê tîne şêniyên zemînê û heraretê (ango tunda agirê jiyînê) diedilîne û li gorî îhtiyacê, digihêje hawara her derî. Û gelek wezîfeyên wekî van wezîfeyan jî dibîne. -Digel vê, çawa ku artêşeke muntezem li gorî fermanên eceleyî, bi lez xuya dibe û vedişêre- mîna vê ji nişka ve ew ewrê girs [jî] yê ku ceww tije kiriye, vedişêre; hemû eczayên wî bêhna xwe vedidin, tu şopa wî namîne, naxuye. Piştre, dema ku emrê "Bimeşe ji bo karê baranê!.." distîne, qederê saetekê, belkî di nav çend xulekan de kom dibe û cewwê tije dike, mîna ku li benda emrê fermandarekî ye, radiweste.

   Piştre ew geştyar, li bayê dinihêre, ku di cewwê de ye, û dibîne ku: Hewa bi ew qas wezîfeyên zêde, gelek hekîmane û kerîmane tê xizmetkarkirin ku goya her yek zerreya ji zerreyên bêhiş ên wê hewaya bêcan, fermanên ku ji Sultanê vê kaînatê tên guh-darî dike, dizane û bêyî ku tu tiştî/karî di paş de bihêle bi qeweta wî Fermandarî dike û bi rêkûpêk bi cih tîne; bi vê rewşê di gelek wezîfe û xizmetên kullî de yên wekî "bêhndayîna hemû gelheyên zemînê û guhastina maddeyên weke germî û ronahî û kareba/elektrîk ku ji bo xwedîjînan lazim in û neqilkirina dengan û wesitebûna tamandina dar û beran" ji aliyê destekî xeybî ve gelek hişmendane û alimane û heyatperwerane tê xizmetkarkirin.    Piştre li baranê dinihêre, dibîne ku: Di wan dilo-pan de ku letîf û zelal û şîrîn in û ji hîçiyê û ji gencîne-yeke rehmetê ya xeybî tên, ew qas xelat û wezî-feyên rehmanî hene ku; tu dibê qey "Rehmet tecessum kiriye û ji xezîneya Rebbanî di sûretê dilopan de dibare". Ji ber vê maneyê, baran bi navê "Rehmet"ê hatiye binavkirin.

   Paşê, li brûskê dinihêre û re'dê (gurmîna ezmên) guhdarî dike, dibîne ku; ew, di xizmetên gelek ecêb û xerîb û nebînayî de tên xebitandin.

   Di pey de çavên xwe vedikşîne, li eqlê xwe dinihêre, xwe bi xwe dibêje: "Ev ewrê mîna pem-bûyê jendî yê bêcan û bêhiş, helbet bi me nizane û ber me nakeve û xwe bi xwe nabeze hawara me û bê emir xuya nabe û venaşêre; bel(ê)kî bi emrê Fermandarekî gelek Qedîr û Rehîm tevdigere ku; bêyî ku şopek bihêle xwe vedişêre û ji nişka ve derdikeve meydanê hema dest bi kar dike û bi ferman û qeweta Sultanekî gelek feal û muteal/mezin û gelek bicîlwe û biheş-met, dem bi dem alema mehwayê tije dike û vala dike û misêwa vediguherîne texteya "bi hîkmetê dinivîse û bi paydosê reş dike" û lewheya "mehw û îsbatê" û sûreta "heşir û qiyametê" û bi tedbîra Hakimekî Mudebbîr ê ku gelek xêrxwaz û îhsan-perwer û gelek keremkar û rubûbiyetperwer e, suwarî bayê dibe û xezîneyên baranê ku mîna çiyê ne, suwar dike û ji ciyên muhtac re digihêje. Tu dibêjî qey, ber wan dikeve û digrî û bi hêsrên çavan, wan bi kulîlkan dikenîne, tunda tîna tavê hênik dike û mîna sungêr, avê direşîne bexçeyên wan û rûyê zemînê dişo û paqiş dike."

   Hem ew rêwiyê tatêldar, ji eqlê xwe re dibêje: "Bi sed hezaran kar û îhsan û îmdadên hekîmane û rehîmane û sen'etkarane yên ku bi perde û sûretê zahirî ya vê hewaya bêcan, bêheyat, bêhiş, misêwa diçeliqe, ya bêqerar, bibahoz, bixirecir, bêsebat/bêti-rûş û bêhedef, tên wucûdê; bi aşîkarî îsbat dikin ku tu hereketeke vî bayê xebatkar û vî xizmetkarê şipil a ku bi serê xwe bike tune ye, belkî bi emrê Fermandarekî gelek Qedîr û Elîm û gelek Hekîm û Kerîm, tevdigere.

   Her yek zerreya wî, tu dibêjî qey, mîna neferekî ku bi her karekî dizane û emrê wî Fermandarî fêm dike û guh dide wî û li her yek emrê Rebbanî ku di nav hewayê de diqewime guhdarî dike, îtaet dike ku; ew hewa, dibe wesîleya "bêhnve-dan û jiyîna hemû heywanan û tamandin û mezin-bûna dar û beran û gihîştandina maddeyên ku ji heyata wan re lazim in û sewq û îdareya ewran û ger û geşta keştiyên bêagir û nexasim gihandina dengan, bi taybetî ragihandina axaftinên bi telefo-nên bêtêl û telgraf û radyoyan"."    Û dibêje ez dibînim ku "Ji xeynî xizmetên giştî û kullî yên weke van xizmetên [navborî], zerreyên hewayê ku ji du maddeyên besît û xwerû yên wek azot û muwellîdulhûmûza (oksîjen)ê pêk tên, tevî ku dirûvê hev didin, li ser rûyê zemînê di sen'etên Rebbanî ku bi sed hezaran teherî de ne bi întizama kemilî, ji aliyê "destekî hîkmetê" ve tên xebitandin."

   Û dibêje, hukum dide ku: "Nexwe bi aşkerekirin û tesrîha ayeta

 ﻭَﺗَﺼْﺮِﻳﻒِ ﺍﻟﺮِّﻳَﺎﺡِ ﻭَﺍﻟﺴَّﺤَﺎﺏِ ﺍﻟْﻤُﺴَﺨَّﺮِ ﺑَﻴْﻦَ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ

ê

   Yê ku bayê bi serifandinê di xizmetên bêhed ên Rebbanî de dişixulîne û ewran bi tesxîr û xizmetkar-kirinê, di karên bêhed ên Rehmanî de dixebitîne û hewayê bi wî awayî îcad dike, ancax Rebbekî Zulcelalî Welîkram ê ku Wacibul Wucûd û Qedîrê Kullî Şey' û Alimê Kullî Şey' e."

   Piştre li baranê dinihêre, dibîne ku: Tê de bi hejmara dilopên baranê menfaet û bi ededê qetreyên wê, cîlweyên Rehmanî û bi qederê reşhayên wê hîkmet hene. Hem ew çipikên şîrîn û letîf û muba-rek, ewqas muntezem û xweşik tên xuliqandin; û zîpika ku nexasim di demsala havînê de tê, ewqas bi mîzan û întizam tê şandin, dadikeve û dibare ku; bayên tund ên ku bi bahozan diçeliqin û tiştên mezin li hev diqelibînin, muwazene û întizamên wan xera nakin, wan dilopan li hev naqelibînin û nagihînin hev û nakin wan gumletên bizerar. Û ev ava ku di karên gelek hekîmane yên wekî navborî de, bi taybetî di xwedîheyatan de tê xebitandin û ji du maddeyên besît/xwerû yên wekî muwellîdulma û muwellîdul-humuza (hîdrojen-oksîjen) ên besît û bêcan û bêhiş, pêk hatiye di xizmet û sen'etên bi sed hezaran hîkmet-dar, hişmend û cihêreng de tê xizmetkarkirin. Nexwe ev barana ku rehmet bixwe ye ya cîsimgirtî ancax di xezîneya xeybî ya rehmetê ya Rehmanê Rehîm de tê çêkirin û bi nazilbûna/barîna xwe ayeta

 ﻭَﻫُﻮَ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﻳُﻨَﺰِّﻝُ ﺍﻟْﻐَﻴْﺚَ ﻣِﻦْ ﺑَﻌْﺪِ ﻣَﺎ ﻗَﻨَﻄُﻮﺍ ﻭَﻳَﻨْﺸُﺮُ ﺭَﺣْﻤَﺘَﻪُ

yê ji hêla maddî ve tefsîr dike.

   Paşê xurmîna asîmên guhdarî dike û li berqê (brûskê) dinihêre, dibîne ku ev du hedîseyên ecêb ên mehwayê bi temamî, ji hêla maddî ve digel tefsîrkirina van ayetên  ﻭَﻳُﺴَﺒِّﺢُ ﺍﻟﺮَّﻋْﺪُ ﺑِﺤَﻤْﺪِﻩِ

û

 ﻳَﻜَﺎﺩُ ﺳَﻨَﺎ ﺑَﺮْﻗِﻪِ ﻳَﺬْﻫَﺐُ ﺑِﺎْﻻ َﺑْﺼَﺎﺭِ

yê, hatina baranê xeber didin û mizgîniyê didin hewcedaran.

   Belê, bi weziyetên hîkmetawer û nebînayî yên wekî "ji hîçiyê û ji nişka ve, bi xirecireke nuwaze axaftandina cewwê/mehwayê û bi nûr û nareke/agirekî derî adetê, bi roniyê dagirtina mehwaya tarî û dadana ewrên ku weke çiya û mîna pembû ne û di hukmê tulumbeya zîpik û berf û avê de ne" mîna mîrkut, serberjêr li serê insanê xafil dixe û îxtar dike ku:

   "Serê xwe rake! Li karên nuwaze yên Zatekî feal û xwedîqudret binihêre, yê ku dixwaze xwe bide naskirin. Çawa ku tu, ne beredayî yî ev hedîse jî nikarin serberdayî bibin. Her yek jê li pey wezîfeyên gelek hîkmetawer, tên bezandin. Ji aliyê Mudeb-birekî Hekîm ve, tên xizmetkarkirin."   

   Ha ev rêwiyê bimeraq, şahidiya heqîqeteke bala û aşîkar dibihîse, ya ku di vê cewwê de, terkîb û pêkve bûye ji tesxîrkirina êwr û ji tesrîfkirina bayê û ji daxistina baranê û ji tedbîrkirina hedîse-yên mehwayê; û dibêje: "Amentu Billah." Ev fiqre  ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﺍﻟْﺠَﻮُّ ﺑِﺠَﻤِﻴﻊِ ﻣَﺎ ﻓِﻴﻪِ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺘَّﺴْﺨِﻴﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺼْﺮِﻳﻒِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﻨْﺰِﻳﻞِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺪْﺑِﻴﺮِ ﺍﻟْﻮَﺍﺳِﻌَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻜَﻤَّﻠَﺔِ ﺑِﺎﻟْﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺓِ

ya di Mertebeya Duyemîn a Meqamê Yekem de; derbarê cewwê de çavdêrînên navborî yên vî rêwiyî îfade dike.

{Îxtar: Ya rast min dixwest ku ez Sî û Sê Mertebe-yên tewhîdê yên ku di Meqamê Yekem de dibihurin, hinekî rave bikim. Lê belê, ji ber weziyeta min a niha û rênedana rewşa min, ez mecbûr mam ku qîma xwe bînim tenê bi burhanên wê yên kurt û bi wergera meala wê. Ji ber ku di sî rîsale belkî sed rîsaleyên Rîsaleya Nûrê de, ev sî û sê mertebe û pêlik digel delîlên wan, di awayên cihê cihê de -di her rîsaleyekê de hin mertebe- hatine beyankirin, tefsîl û raveya vê, hewaleyî wan hatiye kirin.}

   Dûre, kureya erdê bi zimanê halê xwe, ji wî mevanê mutefekkir ê hînbûyiyê seyaheta fikrî re dibêje ku: "Ma tu li asîmên, li fezayê, li hewayê çi digerî? Were, ez ê bi te bidim naskirin ê ku tu lê digerî. Li wezîfeyên min ên ku ez dikim binihêre û rûpelên min bixwîne." Ew jî dinihêre, dibîne ku:    Erd, mîna mewlewiyekî cizbeketî, bi du here-ketên xwe, daîreyeke ku dibe wesîleya qewi-mîna roj, sal û demsalan, li derdora meydana heşrê xêz dike. Û erd, keştiyeke Rebbanî ya muhteşem û musexxer e ku sed hezar celebên jîndarî, tevî hemî erzaq û lazmatiyên wan digre nava xwe û di behra fezayê de bi muwazene û nîzama kamil digerîne û li derdora tavê geşt û guzar dike.

   Piştre li rûpelên wê dinihêre, dibîne ku: Her rûpeleke di babet û beşên wê de, bi hezaran ayetên xwe Rebbê erdê dide naskirin. Ji ber ku wextê wî rêwiyî tune bû ku tevahiya wan bixwîne, tenê li îcad û îdareya xwedîjînan a di demsala biharê de dinihêre, ya ku bes rûpelek e; muşahede dike ku:

   Sûretên ferdên bêhed ên sed hezar celebî, [bi awayekî] gelek muntezem ji maddeyeke besît vedibin û ew, gelek rehîmane tên terbiyekirin û bi awayekî gellek mucîzeyî, baskik tên dayîn wan toximên hinekan û ew bi hewa tên xistin, bi vî awayî tên belavkirin û zehf bi tedbîrdarî tên îdarekirin û gelek bi şefqetkarî tên xweyîkirin, îaşe û ît'am kirin û gelek rehîmane û rezzaqane, rizqên wan ên bêhed û curbicur û bitehm û şîrîn, ji hîçiyê, ji axa hişk, ji kok û dendikên mîna hestiyan ên ku dirûvê hev in û ferqa wan pir hindik e û ji dilopên avê tên hilberandin û gihandin. Bi hezaran xwarin û lewazimên ji xezîneya xeybê, bi întizama kamil -wekî ku vagon tên barkirin- di her biharê de tên barkirin û ji xwedîjînan re tên şandin. Û bi taybetî konserveyên şîrî yên ku di hundirê wan paketên erzaq de ji çêlikan/zarokan re tên şandin û şandina tulumbayokên şîr ên bişekir ên ku di singên bişefqet ên dayikan de ne, [di van karan de] ew qas şefqet û merhemet û hîkmet dixuye ku: Bi aşkerayî îspat dike ku cîlweyeke rehmet û îhsanê ya gelek bi şefqetkarî û bi perwerdekarî ya Rehmanê Rehîm e.

   Welhasil, ev rûpela heyatî ya biharê, bi nîşan-dana sed hezar nimûne û mîsalên mezintirîn heşrê, çawa ku ayeta

 ﻓَﺎﻧْﻈُﺮْ ﺍِﻟَٓﻰ ﺍَﺛَﺎﺭِ ﺭَﺣْﻤَﺖِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻛَﻴْﻒَ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﺍِﻥَّ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﻤُﺤْﻴِﻰ ﺍﻟْﻤَﻮْﺗَﻰ ﻭَﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ

ê

ji hêla maddî ve gelek rewnaq tefsîr dike; her wisa ev ayet jî maneyên vê rûpelê, bi awayekî mucîzeyî, îfade dike.

   Û wî rêwiyî fêm kir ku erd, bi hemû rûpelên xwe, li gorî mezinahiya xwe û bi qeweta mezinahiya xwe dibêje:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ

   Rûpelên mezin ên kureya erdê ji bîstî zêde ne. Ha, hem di wateya şehadeta kurt a yek wechekî ya ji bîst wechên yek rûpelekê de hem di maneya çavdêrînên wî rêwiyê yên di rûpelên wechên din de hem jî, ji bo vegotina wan çavdêriyan, di Mertebeya Sêyemîn a Meqamê Yekem de wiha hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍْﻻ َﺭْﺽُ ﺑِﺠَﻤِﻴﻊِ ﻣَﺎ ﻓِﻴﻬَﺎ ﻭَ ﻣَﺎ ﻋَﻠَﻴْﻬَﺎ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺘَّﺴْﺨِﻴﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺪْﺑِﻴﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺮْﺑِﻴَﺔِ ﻭَ ﺍﻟْﻔَﺘَّﺎﺣِﻴَّﺔِ ﻭَ ﺗَﻮْﺯِﻳﻊِ ﺍﻟْﺒُﺬُﻭﺭِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﺤَﺎﻓَﻈَﺔِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺩَﺍﺭَﺓِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﻋَﺎﺷَﺔِ ﻟِﺠَﻤِﻴﻊِ ﺫَﻭِﻯ ﺍﻟْﺤَﻴَﺎﺓِ ﻭَ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﺎﻧِﻴَّﺔِ ﻭَ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻤِﻴَّﺔِ ﺍﻟْﻌَﺎﻣَّﺔِ ﺍﻟﺸَّﺎﻣِﻠَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻜَﻤَّﻠَﺔِ ﺑِﺎﻟْﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺓِ

   Dûre, ew geştyarê mutefekkir, her ku her rûpelê dixwîne, îmana wî ya ku mifteya seadetê ye xurt dibe û me'rîfeta wî ya ku mîfteha teraqqiya manewî ye zêde dibe û heqîqeta îmana billahî ku bingeh û jêderka hemû kemilînan e hinekî din jî lê vedibe û her ku diçe gelek zewq û tehmên manewî didê lewma meraqa wî bi tundî tehrîk dibe. Ji ber vê, wî geştyarî tevî ku dersên têkûz û qet'î yên asîman û ceww û erdê guhdarî kiribûn jî, dîsa bi dubareyî digot:

 ﻫَﻞْ ﻣِﻦْ ﻣَﺰِﻳﺪٍ

hingê zikrên cizbe-karî û biçoş û biçeliqînî û dengên zîz û lezîz/çêjdar ên behran û çemên mezin dibihîse. Ew, bi zimanê halî û zarê qewlî dibêjin: "Tu li me jî binihêre, me jî bixwî-ne!" Ew jî dinihêre, dibîne ku:

   Deryayên ku jîndarane tim û daîm diçeliqin û xwedî taybetmen-diya belavbûn, rijîn û îstîlakirinê ne, tevî ku erd dorhêl kiriye û digel erdê gelek bi lez û bez di salekê de di daîreya bîst û pênc salan de tên bezan-din, ne belav dibin ne dirijin û ne jî êrîşî axê dikin, ku cîrana wan e. Nexwe bi emr û quwweta Zatekî gelek biqudret û xwedî mezinahî disekinin, digerin, tên parastin.

   Piştre li nava behran dinihêre, dibîne ku; ji xeynî [rêkûpêkbûn û tekûzbûna] gewherên wan ên xweşik û xemilî û muntezem; xweyîkirin û îdare-kirina bi hezaran celebên heywanî û welidîn û mirina wan, ew qas muntezem in; erzeq û tayînên wan ên ku ji xîzeke asayî û ji aveke şor û tehl tên dayîn, ewqas tekûz in; bi aşkereyî îsbat dikin ku ev hemî bi îdare û îaşeya Qedîrekî Zulcelal, Rehîmekî Xwedîcemal çêdibin.

   Di pey de ew mêvan, li robaran dinihêre, dibîne ku: Mifayên wan û wezîfeyên wan, dahat û daçûnên wan ewqas hekîmane û rehîmane ne, bi aşkereyî îsbat dikin ku; hemû çem, kanî, çay, best, û rohên mezin, ji xezîneya rehmeta Rehmanekî Zulcelal ê Wel-îkram derdikevin û diherikin. Hetta ew qas derî adetê tên danhev û tên serifandin ku hatiye rîwayetkirin: "Çar robar ji Cennetê tên." Yanî ji ber ku ew, gelek raserî sebebên xuyayî ne, tê vê wateyê: "Ji xezîneya cenneteke manewî û tenê ji feyza çavkani-yeke xeybî û bêpayan diherikin."

   Bo nimûne, Nîla mubarek ku şorezora Misrê veguhartiye cennetekê, ji hêla başûr ji çiyayekî ku "Cebelê Qemer" tê gotin, tim û daîm mîna behreke biçûk, bêyî ku biqede diherike. Heger serfiyat û daçûna wê ya şeş mehî, di şiklê çiyê de kom bibe û qeşem bigre, ji wî çiyayî mezintir dibe. Halbûkî cî û mexzena ku ji wî çiyayî jê re hatiye hilanîn, ji şeş qismê wî beşek jî nabe. Îca dahata wê, barana ku li wê herêma germ gelek hindik dibare û ji ber ku axa tîbûyî bi lez dadiqurtîne loma hindik digi-hêje mexzenê, helbet nikare wê mêzîna berfireh mu-hafeze bike. Ji ber van egeran, wateya ji rîwayetê ku "Ew Nîla mubarek raserî adet û qanûna erdê, ji cenneteke xeybî derdikeve." heqîqeteke gelek manîdar û xweşik, îfade dike.

   Ha wî geştyarî, ji hezaran heqîqet û şehadetên mîna derya-yan ên behr û çeman yekê dît û fêm kir ku ew tevde, bi îcmayî/yekrayî bi qeweteke bi qasî mezi-nahiya behran

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ

dibêjin û ji vê şahidiyê re bi qasî hejmarên mexlûqên behran şahidan nîşan didin.    Erê, ji bo îfade û vegotina mebestkirî ya hemû şahidiyên behr û çeman di Mertebeya Çare-mîn a Meqamê Yekem de

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺍﻟْﺒِﺤَﺎﺭِ ﻭَ ﺍْﻻ َﻧْﻬَﺎﺭِ ﺑِﺠَﻤِﻴﻊِ ﻣَﺎ ﻓِﻴﻬَﺎ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺘَّﺴْﺨِﻴﺮِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﺤَﺎﻓَﻈَﺔِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺩِّﺧَﺎﺭِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺩَﺍﺭَﺓِ ﺍﻟْﻮَﺍﺳِﻌَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻨْﺘَﻈَﻤَﺔِ ﺑِﺎﻟْﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺓِ

hatiye gotin.

   Dûre, çiya û sehra bangî wî rêwiyê dikin, yê ku di seye-heta fikrî de ye, û jê re dibêjin: "Rûpelên me jî bixwîne!" Ew jî dinihêre, dibîne ku:

   Wezîfeyên kullî û xizmetên giştî yên çiyayan ew qas bi ezamet in û hîkmetawer in ku aqilan di heyretê de dihêlin. Mesela, çiya bi emrê Rebbanî ji zemînê derdikevin; bi vê derketina xwe kelecan û xezeb û hîddetê disekinînin, ku ji ber înqilabên hundirîn ên di nava zemînê de der tên; her wiha zemîn ji ber pijiqîna çiyayan û ji qulêra wan dihelmije û ji lerzên xesardar û ji zel-zeleya zerarde xelas dibe û bi vî awayî di wezîfeya xwe ya dewri-yeyî de îstireheta şêniyên xwe xera nake.    Nexwe çawa ku ji bo hêvişandina keştiyan a ji lerzan û ji bo parastina hevsengên wan, dîrekên wan li ser wan hatine çikandin; wisan jî çiya ji keştiya zemînê re bi vê mebestê mîna dîrekên xezî-nedar in. Qurana Mucîzu'l Beyan, vê yekê bi gelek ayetên mîna

 ﻭَ ﺍﻟْﺠِﺒَﺎﻝَ ﺍَﻭْﺗَﺎﺩًﺍ ٭ ﻭَﺍَﻟْﻘَﻴْﻨَﺎ ﻓِﻴﻬَﺎ ﺭَﻭَﺍﺳِﻰَ ٭ ﻭَﺍﻟْﺠِﺒَﺎﻝَ ﺍَﺭْﺳَﻴﻬَﺎ

yan ferman dike.

   Hem mesela, di nava çiyayan de her cure çav-kanî, av, maden, madde û dermanên ku ji xwedî-jînan re lazim in; ew qas hekîmane, tedbîr-karane, kerîmane û îhtiyadkarane hatine depokirin, amade-kirin û îstîfkirin ku ew rêwî bi vî awayî fêm dike: "Bi aşkereyî îsbat dikin ku ew, xezîne û embar û xizmetkarên Qedîrekî xwedî qudreta bênihayet û Hekîmekî xwedî hîkmeta bêhed in."

   Û ew rêwî, ji wan du gewherên ku ji wezîfe û hîkmetên bi qasî çiyê yên sehra û çiyayan re gewherên din qiyas dike. Şahidiya ku çiya, pesar û sehreyan bi hemû hîk-metên xwe nemaze ji aliyê depokirina îhtiyatî ve kiriye; û tewhîda

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ ê ku wan gotiye, di qewet û tebata çiyayan de û di ferehî û mezinahiya sehrayan de dibîne; û dibêje: "Amentu Bîllah"

   Ha, ji bo îfadekirina vê maneyê di Mertebeya Pêncemîn a Meqamê Yekem de

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﺟَﻤِﻴﻊُ ﺍﻟْﺠِﺒَﺎﻝِ ﻭَ ﺍﻟﺼَّﺤَﺎﺭَﻯ ﺑِﺠَﻤِﻴﻊِ ﻣَﺎ ﻓِﻴﻬَﺎ ﻭَ ﻋَﻠَﻴْﻬَﺎ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍْﻻ ِﺩِّﺧَﺎﺭِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺩَﺍﺭَﺓِ ﻭَ ﻧَﺸْﺮِ ﺍﻟْﺒُﺬُﻭﺭِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﺤَﺎﻓَﻈَﺔِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺪْﺑِﻴﺮِ ﺍْﻻ ِﺣْﺘِﻴَﺎﻃِﻴَّﺔِ ﺍﻟﺮَّﺑَّﺎﻧِﻴَّﺔِ ﺍﻟْﻮَﺍﺳِﻌَﺔِ ﺍﻟْﻌَﺎﻣَّﺔِ ﺍﻟْﻤُﻨْﺘَﻈَﻤَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻜَﻤَّﻠَﺔِ ﺑِﺎﻟْﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺓِ

hatiye gotin.

   Dûre, ew rêwî gava li çiya û pesaran bi fikra xwe digeriya, deriyê alema dar û beran [eşcar û nebatat] ji fikra wî re vebû. Wan ew gazî hundir kir. Wan got: "Were, li daîreya me jî bigere, nivîsên me jî bixwîne." Ew jî ketê, wî dît ku:

   Wan, meclîs û civa-teke tehlîl û tewhîdê ya gelek heşmetî û rewşandî û xelekeke zikir û şikrê ya bi heman awayî, pêk aniye. Ji zimanên wan ên halî fêm kir ku hemû celebên dar û beran, bi îcmayî, digel hev dibêjin: "La îlahe îllellah". Lewra hemû dar û berên fêkidar, bi zimanên pelên xwe yên bimêzîn û fesîh; bi gotinên kulîlkên xemilî û bicezalet; û bi peyvên fêkiyên rêkûpêk û bibelaxet digel hev, bi xwendina "subhanellah"ê şehdeyî tînin û "La îlahe îlla Hû" dibêjin. Wî rêwiyî dît ku sê heqîqetên kullî, giştî yên mezin hene, ku delîlî û şahidiya vê yekê dikin:

   A Yekê: 

   Çawa ku di her yekê de mane û heqîqeta în'am û îkrameke qesdî û îhsan û îmtînaneke zanayî, bi awayekî gelek zahir tê hîskirin wisa jî, îca di tevahiya wan de mîna şewqa tava naverojê dixuye.

   A Duduyan: 

   Di wan celeb û ferdên bêhed de wate û heqîqeta temyîz û tefrîqeke qesdî û hekîmane; tezyîn û teswîreke hişmendane û rehîmane, mîna royê bi aşîkarî dixuyin, ku ji tu aliyî ve ne pêkan e ku hewaleyî tesadufê bên kirin; û nîşan didin ku ew bixwe berhem û neqşên Sani'ekî Hekîm in.

   A Sisêyan: 

   Wî rêwiyî pê derxist ku; sûretên wan masnûên bêhed ên ku bi sed hezaran cure ne û di teher û şeklên cihê cihê de ne, bi awayekî gelek muntezem, bimîzan û bixeml, ji dendik û hebbeyên ku mehdût/hindik, jimartî, mislê hev, xwerû, bêcan in, eynî wekhev an piçek cihê ne û tevlîhev in, di weziyeteke veqetiyayî, birêkûpêk, cihê cihê, hevsengî, jîndar, hîkmetdar, bêşaşî û bêxeletî fetih û vebûna sûretên hemû ferdên du sed hezar celebî heqîqeteke wisa ye ku ji tavê bêhtir birqok e; û bi qasî hejmarên kulîlk, fêkî û pel û çêkiriyên biharê, şahid hene, yên ku wê heqîqetê îsbat dikin. Ji ber vê, got:

 ﺍَﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﻋَﻠَﻰ ﻧِﻌْﻤَﺔِ ﺍْﻻ ِﻳﻤَﺎﻥِ

   Va ye, ji bo vegotina van heqîqet û şehadetên nav-borî, di Mertebeya Şeşemîn a Meqamê Yekem de

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺟْﻤَﺎﻉُ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺍَﻧْﻮَﺍﻉِ ﺍْﻻ َﺷْﺠَﺎﺭِ ﻭَ ﺍﻟﻨَّﺒَﺎﺗَﺎﺕِ ﺍﻟْﻤُﺴَﺒِّﺤَﺎﺕِ ﺍﻟﻨَّﺎﻃِﻘَﺎﺕِ ﺑِﻜَﻠِﻤَﺎﺕِ ﺍَﻭْﺭَﺍﻗِﻬَﺎ ﺍﻟْﻤَﻮْﺯُﻭﻧَﺎﺕِ ﺍﻟْﻔَﺼِﻴﺤَﺎﺕِ ﻭَ ﺍَﺯْﻫَﺎﺭِﻫَﺎ ﺍﻟْﻤُﺰَﻳَّﻨَﺎﺕِ ﺍﻟْﺠَﺰِﻳﻼ َﺕِ ﻭَ ﺍَﺛْﻤَﺎﺭِﻫَﺎ ﺍﻟْﻤُﻨْﺘَﻈَﻤَﺎﺕِ ﺍﻟْﺒَﻠِﻴﻐَﺎﺕِ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍْﻻ ِﻧْﻌَﺎﻡِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﻛْﺮَﺍﻡِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺣْﺴَﺎﻥِ ﺑِﻘَﺼْﺪٍ ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔٍ ﻭَ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺘَّﻤْﻴِﻴﺰِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺰْﻳِﻴﻦِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺼْﻮِﻳﺮِ ﺑِﺎِﺭَﺍﺩَﺓٍ ﻭَ ﺣِﻜْﻤَﺔٍ ﻣَﻊَ ﻗَﻄْﻌِﻴَّﺔِ ﺩَﻻ َﻟَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﻓَﺘْﺢِ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺻُﻮَﺭِﻫَﺎ ﺍﻟْﻤَﻮْﺯُﻭﻧَﺎﺕِ ﺍﻟْﻤُﺰَﻳَّﻨَﺎﺕِ ﺍﻟْﻤُﺘَﺒَﺎﻳِﻨَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺘَﻨَﻮِّﻋَﺔِ ﺍﻟْﻐَﻴْﺮِ ﺍﻟْﻤَﺤْﺪُﻭﺩَﺓِ ﻣِﻦْ ﻧُﻮَﺍﺗَﺎﺕٍ ﻭَ ﺣَﺒَّﺎﺕٍ ﻣُﺘَﻤَﺎﺛِﻠَﺔٍ ﻣُﺘَﺸَﺎﺑِﻬَﺔٍ ﻣَﺤْﺼُﻮﺭَﺓٍ ﻣَﻌْﺪُﻭﺩَﺓٍ

hatiye gotin.    Dûre, ew geştyarê dinyayê yê meraqdar ku di geşt û guzara fikrî de ye û ji ber pêşveçûnê zewq û şewqa wî zêde dibe; gava ku ji bexçeyê biharê, guldesteyeke marîfet û îmanê ya bi qasî biharê werdigirt û dihat, deriyê alema heywan û teyran, ji eqlê wî yê heqî-qetbîn û fikra wî ya marîfet-aşîna re vebû. Wan, ew bi dengên cihê cihê û bi zimanên curbicur ên bi sed hezarî, bangî hundir[ê alema xwe] kir. Wan got: "Ka kerem bike." Ew jî ketê û dît ku:

   Hemû celeb û taîfe/ber û milletên hemû heywan û çûkan bi yek-dengî bi zimanên qal û zimanên halên xwe dibêjin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ

û wan bi vî awayî rûyê erdê veguhartiye zikirxaneyekê û meclîseke tehlîlê ya gewre. Her yek ji wan, bixwe, wekî yeko yeko qesîdeya Rebbanî, yekeyek kelîmeya Subhanî û yeko yeko herfa Rehmanî ya watedar, Sani'ê xwe diwesifîne û jê re hemd û sena dike. Goya hest, quwa [hêz û hîs], cihaz, aza û alavên wan heywan û çûkan, bêjeyên menzûm û mewzûn in û gotinên muntezem û tekûz in. Ew, bi van ji Xellaq û Rezzaqên xwe re şikur û ji wehdaniyeta wî re şahidiyê dikin. Wî rêwiyî sê heqîqetên gewre û dorhêl dîtin, yên ku ji şahidiya wan re qetî delalet dikin:

   A Yekê: 

   Heqîqeta îcadkirina hekîmane û îbda'-ki-rina sen'etperwerane ya ji hîçiyê; û xuliqandin û înşakirina îxtiyarkarane û alîmane ya ji tunebûnê ye ku bi tu awayekî ne mumkun e ji tesadufa serserî, qeweta kor û siruşta bêhiş re were hewalekirin; û heqîqeta biruhkirin û îhyakirinê ye ku ji bîst aliyî ve cîlweya ilim û hîkmet û îradeyê nîşan dide. Ev heqîqet ku wekî burhaneke aşîkar a bi qasî hejmarên xwedîruhan şahidên wê hene, ji wucûba wucûda zatê Heyy û Qeyyûm û heft sifatên wî û wehdeta wî re şahidiyê dike.

   A Duduyan: 

   Ji ber temyîz, tezyîn û teswîra ku di wan mesnu'ên ji aliyê rûdênê ve bi terzekî jevcuda û ji hêla şikil ve bi teherekî bi xeml û xişr û ji rexê mîqdarê ve bi awayekî bi wezn û pîvan û ji aliyê sûretê ve lewnekî birêkûpêk de ne, heqîqeteke wisa mezin û zexm xuya dibe ku, ji bilî Qadirê her tiştî û Alimê kullî şey tu tişt nikarin bibin xwediyê vî karê biîhata ku ji her aliyî ve bi hezaran xarîqe û hîkmetî nîşan dide; û tu îmkan û îhtîmala vê nîne.    A Sisêyan: 

   Sûretên wan ajalên bêhed ên ku di teherên bi sed hezar celebî de ne û her sûretek yeko yeko mîna mucîzeya hîkmetê ye, ji hebûb, hebû-bikan û ji qetreyên avê yên nutfe dibêjinê, yên dorpêçkirî û mehdud ên ku mislê hev in û wekhev in an piçek ji hev cuda ne û dirûvpêketiyê hev in, di hey'et û awayekî xayet birêkûpêk, bihevseng û bêxeta de vekirin û fetihkirina wan sûretan, heqî-qeteke wisa rewnaq e ku; piştek û delîlên bi hejmara heywanan wê heqîqetê ronî dikin.

   Va ye, wî rêwiyî dît ku bi tifaqiya van sê heqî-qetan, hemû celebên heywanan, digel hev "La îlahe îlla Hû"yek wisan dibêjin û şehdeyî tînin ku tu dibêjî qey zemîn bixwe mîna insanekî gewre, li gorî mezinahiya xwe dibêje "La îlahe îlla Hû" û ji şêni-yên asîmanan re vedihesîne. Wî rêwiyî bi vî awayî dît û tam jê ders wergirt. Di Mertebaya Heftemîn a Meqamê Yekem de ji bo vegotina van heqîqetên navborî hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺗِّﻔَﺎﻕُ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺍَﻧْﻮَﺍﻉِ ﺍﻟْﺤَﻴَﻮَﺍﻧَﺎﺕِ ﻭَ ﺍﻟﻄُّﻴُﻮﺭِ ﺍﻟْﺤَﺎﻣِﺪَﺍﺕِ ﺍﻟﺸَّﺎﻫِﺪَﺍﺕِ ﺑِﻜَﻠِﻤَﺎﺕِ ﺣَﻮَﺍﺳِّﻬَﺎ ﻭَ ﻗُﻮَﺍﻫَﺎ ﻭَ ﺣِﺴِّﻴَّﺎﺗِﻬَﺎ ﻭَ ﻟَﻄَٓﺎﺋِﻔِﻬَﺎ ﺍﻟْﻤَﻮْﺯُﻭﻧَﺎﺕِ  ﺍﻟْﻤُﻨْﺘَﻈَﻤَﺎﺕِ ﺍﻟْﻔَﺼِﻴﺤَﺎﺕِ ﻭَ ﺑِﻜَﻠِﻤَﺎﺕِ ﺟِﻬَﺎﺯَﺍﺗِﻬَﺎ ﻭَ ﺟَﻮَﺍﺭِﺣِﻬَﺎ ﻭَ ﺍَﻋْﻀَٓﺎﺋِﻬَﺎ ﻭَﺍَﻻ َﺗِﻬَﺎ ﺍﻟْﻤُﻜَﻤَّﻠَﺔِ ﺍﻟْﺒَﻠِﻴﻐَﺎﺕِ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍْﻻ ِﻳﺠَﺎﺩِ ﻭَ ﺍﻟﺼُّﻨْﻊِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺑْﺪَﺍﻉِ ﺑِﺎْﻻ ِﺭَﺍﺩَﺓِ ﻭَ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺘَّﻤْﻴِﻴﺰِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺰْﻳِﻴﻦِ ﺑِﺎﻟْﻘَﺼْﺪِ ﻭَ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺘَّﻘﺪِﻳﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺼْﻮِﻳﺮِ ﺑِﺎﻟْﺤِﻜْﻤَﺔِ ﻣَﻊَ ﻗَﻄْﻌِﻴَّﺔِ ﺩَﻻ َﻟَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﻓَﺘْﺢِ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺻُﻮَﺭِﻫَﺎ ﺍﻟْﻤُﻨْﺘَﻈَﻤَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺘَﺨَﺎﻟِﻔَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺘَﻨَﻮِّﻋَﺔِ ﺍﻟْﻐَﻴْﺮِ ﺍﻟْﻤَﺤْﺼُﻮﺭَﺓِ ﻣِﻦْ ﺑَﻴْﻀَﺎﺕٍ ﻭَ ﻗَﻄَﺮَﺍﺕٍ ﻣُﺘَﻤَﺎﺛِﻠَﺔٍ ﻣُﺘَﺸَﺎﺑِﻬَﺔٍ ﻣَﺤْﺼُﻮﺭَﺓٍ ﻣَﺤْﺪُﻭﺩَﺓٍ

   Dûre, gava wî rêwiyê mutefekkir xwest ku bikeve alema insanan û dinyaya mirovan, da ku di mertebeyên bêhed û zewq û nûrên bêdawî yên marî-feta Îlahî de bêtir bi pêş keve, di serî de pêxemberan ew bangî hundir kir. Ew jî ketê; serê pêşî li menzîla zemanê berê nihêrî, dît ku:

   Hemû pêxemberên ku (Eleyhîmusselam) kesên herî nûranî û herî kamil ên mirovahiyê ne, bi tevahî digel hev dibêjin "La îlahe îlla Hû" û zikir dikin, bi bîr tînin û bi qeweta mucîzeyên xwe yên bêhed ên ku rewnaq û tesdîqkar in, angaşt û da'wa tewhîdê dikin û ji bo ku mirovan ji mertebeya heywaniyê derxînin û bigihînin asta milyaketiyê, wan vedixwî-nin "îmana billah" û tevî vê, dersa wan didin. Ewî jî, li wê medreseyê çok danî û rûnişt dersê. Dît ku:

   Di destê her yek ji wan ustadan de ku herî mezin û hêja ne û herî binavûdeng in ji nav navdarên mirovahiyê, mucîzeyên wekî nîşaneya tesdîqê hene, yên ku ji aliyê Xaliqê gerdûnê ve hatine dayîn; lewma bi agahdarkirina her yekî ji wan, taîfeyeke mezin û ummetek ji mirovahiyê, tesdîq kirine û hatine îmanê. Ji ber vê ji wî geryarî hat ku bikaribe qiyas bike ka heqîqeteke ku wan zatên jidil, pêewle û rastgo yên bi sed hezarî bi îcma û îttifaqê hukum û tesdîq kiriye çi qas biqewet û vebirî ye; û fam kir, ehlê dalaletê ku, wê heqîqeta bi vê qewetê ye û ev qas saloxdêrên rastgo digel mucîzeyên xwe yên bêhed îmze û îsbat kiriye, înkar dikin; xetayek û cinayeteke bêhed dikin û her wiha dibin musteheqê ew çend ezabekî bêhed; û zanî ku, yên wan tesdîq dikin û bi wan îman pê tînin çiqas xwedayî, mafdar û heqîqetdar in. Her wiha ji wî geryarî re mertebe-yeke mezin a pîrozweriya îmanê xuya bû.

   Belê ji bilî mucîzeyên bêhed ên ku ji aliyê Cenabê Heq ve ji bo nebiyan (Eleyhîmusselam) tesdîqeke fiîlî ne; û gelek şîmaqên semawî yên ku nîşaneya heqbûna nebiyan in ku tên serê dijminên wan; û kemalatên wan ên şexsî û talîmkirinên wan ên heqîqetî ku delîliya wan a heqbûnê ne; û ji xeynî qeweta wan a îmanê, ciddî û jidilbûna wan a tam û fidakariya wan a heta tu bibêjî; û kitêb û sahîfeyên pîroz ên di destê wan de ne, ku şahidên rastbûna wan in; û şagirdên bêhed ên ku bi tebaiyeta wan gihîştine heqîqet, kemalat û nûrê şehadet dikin ku riya wan rast û heq e; [ha, ji xeynî van] di meseleyên îsbatkirî de îcma, ittîfaq û tewatura wan peyamhinêr ên rasteqîn û jidil; û di îsbatkirinê de tewafûq, tesanud, piştevanî û tetabuka wan hucceteke wisan e û qeweteke wisa ye ku li dinyayê tu qewet nikare derkeve hemberî wê û tu şik, guman û dudilî nahêle.

   Û ji ber ku di ruknên îmanê de tesdîqkirina hemû nebiyan (Eleyhîmusselam) jî heye, wî geryarî fêm kir ku ew tesdîq, kan û jêderka qeweteke mezin e. Ji dersên wan gelek feyzên îmanê wergirtin.

   Ha, ji bo îfadekirina dersa navborî ya vî geryarê ha di Mertebeya Heştemîn a Meqamê Yekem de wiha hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺟْﻤَﺎﻉُ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺍْﻻ َﻧْﺒِﻴَٓﺎﺀِ ﺑِﻘُﻮَّﺓِ ﻣُﻌْﺠِﺰَﺍﺗِﻬِﻢُ ﺍﻟْﺒَﺎﻫِﺮَﺓِ ﺍﻟْﻤُﺼَﺪِّﻗَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺼَﺪَّﻗَﺔِ    Dûre, gava ew geştyarê dilxwaz ê ku ji qeweta îmanê zewqeke bilind a heqîqetê wergirtiye, gava ku ji meclîsa nebiyan (Eleyhîmusselam) dihat, alim û muheq-qîqên mutebehhîr û muctehîd ên ku esfiya û siddiqîn tên gotin û bi awayekî ilmelyeqîn bi delîlên qetî û têrqewet dawayên nebiyan (Eleyhî-mus-selam) îsbat kirine, ew vexwend dersxaneyên xwe. Ew jî ketê û dît ku:

   Dahî û zîrekên bi hezaran û ehlê tehqîq û lêko-lerên mudeqqîq, bala û mezin ên bi sed hezaran, bi vekolînên hûr û kûr ên ku bi qandî mûyekê jî guman nahêlin, meseleyên îmanî yên musbet û îsbatkirî, di serî de wekî wucûba wucûd [wacibiya hebûna Xwedê] û wehdeta wî, îsbat dikin. Belê, tevî ku îstîdat û meslekên wan ji hev cuda ne, tifaqiya wan a hevgirtinî ya di ûsil û riknên îmanê de û palpiştiya wan a bi burhanên hêzdar û yeqînî ya her yek ji wan, hucceteke wisa ye tu kes nikare li hember der-keve û bisekine. Ancax heke pêkan be, kesên wilo pêwîst in ku xwedî zîrekî û dirayeteke bi qandî wan hemûyan bin û ew, burhaneke bi qasî hemû burhanên wan bibînin ancax/tenê bi vî awayî dê bikaribin derkevin hemberî wan. Naxwe ew înkarker tenê bi cahilî û echeliyê û bi înkarê û bi awayê rikoyî û çavgirtinî ya di meseleyên menfî de ku nayên îsbatkirin, dikarin derkevin hemberî wan. Yê çavê xwe digre, royê tenê li xwe dike şev.    Vî geştyarî pê zanî ku di vê dersxaneya biheşmet û fireh de nûrên ku van ustadên giramîdar û mute-behhîr belav kirine, nîvê kureya zemînê ji hezar salî zêdetir ronî kiriye; û wisa hêzeke manewî dît û bi dest xist ku heke hemû ehlê înkarê bicivin jî, wî hema bi qasî mûyekî nabehitînin û nahejînin.

   Va ye ji dersa ku vî geştyarî ji vê dersxaneyê wergirtibû, wekî îşareteke kurt, di Mertebeya Nehemîn a Meqamê Yekem de

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺗِّﻔَﺎﻕُ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺍْﻻ َﺻْﻔِﻴَٓﺎﺀِ ﺑِﻘُﻮَّﺓِ ﺑَﺮَﺍﻫِﻴﻨِﻬِﻢُ ﺍﻟﻈَّﺎﻫِﺮَﺓِ ﺍﻟْﻤُﺤَﻘَّﻘَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺘَّﻔِﻘَﺔِ

hatiye gotin.

   Dûre ew rêwiyê mutefekkir ku gelek arzûmend û dilbijê dîtina nûr û zewqan e, yên ku di zêdetir xurtbûn û kawdana îmanê de hene û di pêşveçûna îmanê ya ji asta îlmelyeqînê bal bi mertebeya eynel-yeqînê de hene, gava ji medreseyê dihat, bi hezaran û bi mîlyonan murşîdên qudsî yên ku li tek-keyek, xangehek, zikirgehek û îrşadgeheke gellek bifeyz, binûr a di firehiya sehrayê de ku bi tevîbûna tekya û zawiyeyên biçûk ên bêhed, fireh bûye û li bin siya papûra mezin a Muhammedî (E.S.M.) û mî'raca Ehmedî (E.S.M.), ji bo heqîqetê dixebitin û digihîjin heqqî û digihîn asta eynel-ye-qînê, ew rêwî bangî dergehê kir. Ew jî ket û dît ku:    Ew murşîdên xwedî kifş û keramet, bi palpiştiya kifş û muşahede û kerametên xwe bi 'îcmayî, yek-devkî û bi tifaqî dibêjin "La îlahe îlla Hû" û wucûba wucudê û wehdeta Rebbanî îlanî gerdûnê dikin. Hem bi eynelyeqînê muşahede kir: Heqîqe-teke ku ew dahiyên qudsî û arifên nûranî yên pêgirên "rengên binûr ên cihê cihê û lewn/gonên ronîdar ên curbicur û terîqetên heqîqetdar ên cuda cuda û meslekên rastîn ên cihêreng û meşrebên rasteqîn ên gûnagûn" ên ku ji ronahiya Şemsa Ezelî tecellî dikin -mîna ku naskirina tavê ya bi heftren-gên di ronahiya tavê de ye, heta bi heftê rengî hetta belkî bi qederê Esmayê Husna- bi 'îcma û tifaqiyê îmza lê dikin çiqas [heqîqeteke] zahir û eşkere ye. Û dît û qebûl kir ku îcmaya nebiyan (Eleyhîmusselam) û tifaqiya esfiyayan û tewa-fûqa weliyan û îttifaqa van sê îcmayan bi carekê, ji ronahiya rojê ku tavê nîşan dide ronaktir e.

   Ha ji bo feyza ku vî mêvanî ji tekyayê wergirtibû wekî îşareteke kurt a di Mertebeya Dehemîn a Meqamê Yekem de wesa hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺟْﻤَﺎﻉُ ﺍْﻻ َﻭْﻟِﻴَٓﺎﺀِ ﺑِﻜَﺸْﻔِﻴَّﺎﺗِﻬِﻢْ ﻭَ ﻛَﺮَﺍﻣَﺎﺗِﻬِﻢُ ﺍﻟﻈَّﺎﻫِﺮَﺓِ ﺍﻟْﻤُﺤَﻘَّﻘَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺼَﺪَّﻗَﺔِ    Dûre ew rêwiyê dinyayê ku, dizane ku muhab-betullah ji îmana billahî û ji me'rîfetullahê dertê û herî girîng û herî mezin a kemilînên insanî ye belkî pêkve jêderk û hîmê kemalata insanî ye, bi hemû hêz û letîfeyên xwe, bi fikr û daxwaza ku di hêza îmanê de û di geşedana me'rîfetê de zêdetir pêşve biçe serê xwe rakir û li asîmanan nihêrî. Ji eqlê xwe re got ku:

   Madem di kaînatê de tişta herî biqîmet heyat e û bûnewerên di gerdûnê xizmetkarên jiyanê ne û madem di nav jîndaran de, yên herî biqîmet xwedî-ruh in û herî qîmetdarên xwedîruhan, yên xwedîşiur in û madem ji ber vê qîmetdariyê kureya zemînê misêwa ji bo ku xwedîjînan zêde bike her qirn û her sal tije dibe û vala dibe. Helbet û bivê nevê ji nav xwedîjîn, xwedîruh û xwedîşiuran, cemawer û rûniştvanên van asîmanên muhteşem û xemlandî jî -li gorî wan- hene ku bûyerên mîna dîtina milya-ketan û axaftina bi wan a wekî "temessula Hezretî Cebraîl (E.S.) ku di hafa Muham-medî (E.S.M.) de ji sehabiyan re dinimiya" bi awayê tewatûrî ji mêj ve tên neql û rîwayetkirin. Nexwe xwezî min bi ehlê asîmanan re jî gotûbêj kiriba û min bizanîba ka ew çi difikirin. Lewra derheqê Xaliqê kaînatê de gotina herî girîng, ya wan e." Tam gava wisa dihizirî ji nişka ve wiha dengekî asmanî bihîst; ew dibêjin:

   "Madem ku tu dixwazî bi me re guftûgo bikî û guh bidî dersên me, wî çaxê bizanibe ku: Herî pêşîn me, îman aniye bi meseleyên îmanî ku -di serî de Hezretî Muhammed Eleyhîsselatû Wesselam û Qurana Mucîzû'l Beyan- ji hemû pêxemberan re bi wesîteya me hatine. Hem hemû erwahê tayyîbe [ruhên paqij] ku ji mirovan re temessul dikin, dixuyin û ji me ne; bêawarte û bitifaqî ji wacibiya wucûda Xaliqê vê kaînatê re, ji wehdeta wî û wesfên wî yên pîroz re şahidiyê dikin û bi awayekî guncanî hev û bi yekdevkî saloxî dane we. Tewafûq û guncanbûna van xeberên bêhed ji bo te rêbereke wek tavê ye." Hay jê çêbû; pê, nûra îmana wî rêwiyî biriqî, ji zemînê çirisî, derket ber bi asîmanan.

   Va ye di Mertebeya Yanzdehan a Meqamê Yekem de ji bo dersa ku vî rêwiyî ji melekan wergirtiye wekî îşareteke kurt wisa hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺗِّﻔَﺎﻕُ ﺍﻟْﻤَﻠَٓﺌِﻜَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺘَﻤَﺜِّﻠِﻴﻦَ ﻟِﺎَﻧْﻈَﺎﺭِ ﺍﻟﻨَّﺎﺱِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﺘَﻜَﻠِّﻤِﻴﻦَ ﻣَﻊَ ﺧَﻮَﺍﺹِّ ﺍﻟْﺒَﺸَﺮِ ﺑِﺎِﺧْﺒَﺎﺭَﺍﺗِﻬِﻢُ ﺍﻟْﻤُﺘَﻄَﺎﺑِﻘَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺘَﻮَﺍﻓِﻘَﺔِ    Dûre wî mêvanê pirmereq û pir-bişewq, ji ber ku di alema şehadetê de û ji aliyê cismanî û maddî ve ji ziman û helwesta taîfeyên xusûsî ders wergir-tiye, xwest ku di alema xeybê û alema berzexê de jî bi vekolîna kûr û dûr, ger û geştekê û lêgerîneke heqîqetê bike. Hema wê hingê deriyê eqlên muste-qîm û ronakbîr û qelbên selîm û nûranî vebû, yên ku di nav her taîfeyên insanan de hene; û mîna ne dendikên mirovî ku meyweyê kaînatê ye; û digel biçûkiya xwe ji hêla manewî ve dikarin bi qasî kaînatê fireh bibin.

   Lê niherî ku; ew, di nav alema xeybê û alema şehadetê de, berzexên insanî ne; û dît û têgi-hîşt ku temas û miameleyên herdu aleman li gorî insên di wan nuqte û ciyan de diqewime; loma ji eql û qelbê xwe re got: "Ha werin riya ku ji vî deriyê hevtayên we diçe heqîqetê kurttir e. Îca ne mîna ku me ji zimanên rêyên din ders stand, belkî ji wesf û îttîsafên wan û ji keyfiyet û rengên wan ên di nuqte û hêla îmanê de, em bi mitaleya xwe sûdê werbigrin" û dest bi mutalee û lêgerînê kir... Dît ku:    Îtiqadên îttîsafkarane û rasîxane/zexmane yên di îman û tewhîdê de yên wan hemû eqlên biîstîqamet û binûr tewafûq dikin, ku îstîdatên wan gelekî têvel û mezhebên wan ji hev dûr, cihêreng û dij in; û di îman û tewhîdê de qenaet û yeqînên wan ên bi sebatkarî û tetmînbûyî tetabuq dikin. Nexwe, xwe spartine heqîqeteke ku qet nagu-here û xwe pê girêdane; û reh û eslên wan ketine heqîqeteke metîn û zexm, naqete. Ku wisa ye, yekrayî û îcmaya wan a di nuqteya îmanê de, di wucûb û tewhîdê de; zincîreke nûranî ye, ku qet naqete û pencereyeke ronîdar e, ku li heqîqetê vedibe.

   Hem dît ku: Hemû qelbên selîm û nûranî yên ku meslekên wan ji hev dûr, meşrebên wan ji hev cuda û dijî hev in, lê kifş û muşahedeyên wan ên bi awayekî yekdengî, tetmînbûyî û cezbkirî yên di ruknên îmanê de, guncanî hev in û di [meseleya] tewhîdê de li hev tên.

   Nexwe ev qelbên nûranî yên ku li miqabilê heqîqetê ne, gihîştine wê, û wê diteyîsîne; û yeko yeko erşeke piçûçik a me'rîfeta Rebbanî û yekeyek eyneyeke camî û hewîner a Samedanî ne; pencereyên wisa ne ku li "tava heqîqetê" vedibin û ew bi tevahî neynikeke herî mezin a mîna behrê ye ku eynedariya tavê dikin. Ittîfaq û îcmaya [yekdengî û yekrayiya] van a di wucûba wucûd û wehdetê de; rêbereke herî kamil û murşîdeke herî mezin e ku qet şaş nabe û şaş nake. Lewra ji tu aliyî ve, tu îmkan û dibetî nîne ku weh-meke ji xeynî heqîqetê, fikreke bêheqîqet û sifateke bêesl, bi awayekî ew qas domdar û hêzdar, yekcar van çavên gelek mezin û tûj û derbnas bi temamî bixapîne, tûşî xeletê hîssê bike.    Wî rêwî û mevanî fêm kir ku sofîstên ehmeq ên ku vê gerdûnê înkar dikin jî bi eqlekî xerabûyî û pûçbûyî razî nabin, yê ku îhtimal dide vê yekê; û wî û wê red dikin. Û wî, digel eql û qelbê xwe got: "Amentû Bîllah".

   Va ye, ji bo merîfeta îmanî ya ku vî rêwiyî, ji eqlên musteqîm û qelbên ronîkirî sûd wergirtiye, wekî îşareteke kurt di Mertebeyên Duwanzdeh û Sêzdehan ên Meqamê Yekem de hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺟْﻤَﺎﻉُ ﺍﻟْﻌُﻘُﻮﻝِ ﺍﻟْﻤُﺴْﺘَﻘِﻴﻤَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻨَﻮَّﺭَﺓِ ﺑِﺎِﻋْﺘِﻘَﺎﺩَﺍﺗِﻬَﺎ ﺍﻟْﻤُﺘَﻮَﺍﻓِﻘَﺔِ ﻭَ ﺑِﻘَﻨَﺎﻋَﺎﺗِﻬَﺎ ﻭَ ﻳَﻘِﻴﻨَﺎﺗِﻬَﺎ ﺍﻟْﻤُﺘَﻄَﺎﺑِﻘَﺔِ ﻣَﻊَ ﺗَﺨَﺎﻟُﻒِ ﺍْﻻ ِﺳْﺘِﻌْﺪَﺍﺩَﺍﺕِ ﻭَ ﺍﻟْﻤَﺬَﺍﻫِﺐِ ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺗِّﻔَﺎﻕُ ﺍﻟْﻘُﻠُﻮﺏِ ﺍﻟﺴَّﻠِﻴﻤَﺔِ ﺍﻟﻨُّﻮﺭَﺍﻧِﻴَّﺔِ ﺑِﻜَﺸْﻔِﻴَّﺎﺗِﻬَﺎ ﺍﻟْﻤُﺘَﻄَﺎﺑِﻘَﺔِ ﻭَ ﺑِﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺍﺗِﻬَﺎ ﺍﻟْﻤُﺘَﻮَﺍﻓِﻘَﺔِ ﻣَﻊَ ﺗَﺒَﺎﻳُﻦِ ﺍﻟْﻤَﺴَﺎﻟِﻚِ ﻭَ ﺍﻟْﻤَﺸَﺎﺭِﺏِ    Dûre ew rêwiyê ku ji nêz ve li alema xeybê dinihêre û di eql û qelbî de geşt dike, ji bo ku "Ka gelo alema xeybê çi dibêje?" bi meraq û bi fikreke welê li wî deriyî jî xist: Yanî, "Madem bi aşkerayî tê fêmkirin ku li hêla pişt perdeya xeybê Zatek heye ku di vê alema şehadetê ya cismanî de, bi mesnu'ên xwe yên bêhejmar ên ev qas xemilî û hunerî dixwaze xwe bide naskirin; û bi nîmetên xwe yên bêdawî yên ev qas şîrîn û xemlandî divêt xwe bide hezkirin; û bi berhemên xwe yên bêhesab ên ev qas mucîzeyî û hunerwer dixwaze kemilînên xwe yên nepenî ragihîne. Û diyar e ku ew Zat, bi awayekî ji qewl û kelimînê/axaftinê zelaltir, bi kar û kiryar dixwaze û bi zimanê hal radigihîne. Helbet û bivê nevê, mîna ji aliyê fiîl û hal ve, ji hêla qewil û kelimînê ve jî diaxive û xwe dide naskirin û hezkirin. Ku wisa ye, ji ber (aliyê) alema xeybê divê em Wî bi şan û elametên Wî, bizanin û nas bikin." Wisa got û qelbê wî rêwiyî kete hundir[ê wê alemê] û bi çavê êqil dît ku:

   Heqîqeta wehiyan, bi tezahur û diyardeyên gelek hêzdar, li her aliyê alema xeybê, di her demê de hukum dike. Ji Ellamê xuyub, şehadeteke wucûd û tewhîdê ya ji şahidiyên gerdûnê û mexlûqan xurttir, bi heqîqetên wehî û îlhaman tê. Ew, [delîlên hebû-na] xwe, wucûd û wehdeta xwe, tenê ji şahidiyên sen'etên xwe re nahêle. Ew bixwe, bi kelamekî ezelî ya layîqî xwe, diaxive. Kelamê Yê ku li her derî bi ilm û qudreta xwe hazir û nazir e jî, bêhed e û çawa ku wateya kelamê wî, wî radigihîne; kelimîna wî bixwe jî, wî bi sifatên wî radigihîne.

   Belê wî rêwiyî zanî ku: Teheqquq û peyitîna heqîqeta wehyê, bi tewatura [neql û xebera rastîn a] wan sed hezar pêxemberî (Eleyhîmusselam); û bi tifaqiya wan a ku xeber û agahiyên wan mezherê wehya Îlahî ne; û bi delîl û mucîzeyên kitêbên pîroz û sehîfeyên semawî yên ku ji aliyê piraniya mirova-hiyê ve tesdîqkirî ne, rêber û pêşewayên mirovaniyê ne, encamên wehyê ne û wehya meşhud in, gihîştiye radeya zipîzelaliyê. Û fêm kir ku "heqîqeta wehyê" pênc heqîqetên qudsî îfade û îfaze dike.

   A Yekem: 

   Bi vê

 ﺍَﻟﺘَّﻨَﺰُّﻻ َﺕُ ﺍْﻻ ِﻟَﻬِﻴَّﺔُ ﺍِﻟَﻰ ﻋُﻘُﻮﻝِ ﺍﻟْﺒَﺸَﺮِ

yê ku axaftina li gorî eql û têgihîna mirovan, tenezzuleke Îlahî ye. Erê Yê ku hemû mexlûqên xwe yên xwedîruh diaxivîne û bi axaftinên wan dizane, helbet pêdiviya rubûbiyetê ye ku Ew bixwe bi axaftina xwe mudaxeleyî wan axaftinan bike.    A Duyem: 

   Yê ku gerdûnê ji bo danasîna xwe bi ev qas mesrefên bêhed, seranser di nav xarîqeyan de dixuliqîne û kema-lên xwe bi hezaran zimanî dide gotin, helbet dê/divê bi gotinên xwe jî xwe bide naskirin.

   A Sêyem: 

   Çawa ku ji munacat û şikrên insanên heqîqî re, ku herî bijarte, herî muhtac, tewrî nazenîn û herî muştaq ên çêkiriyan in, ji aliyê fiîlî ve muqa-bele dike, her wisa muqabelekirina bi kelamê xwe jî pêdiviya Xaliqiyê ye.

   A Çarem: 

   Sifatê mukaleme û kelimînê ku lazimiyeke zarûrî û diyardeyeke ronîdar a ilm û heya-tê ye, helbet di Zatekî xwedî ilmekî dorhêl û heya-teke sermedî de bi awayekî biîhata û sermedî heye.

   A Pêncem: 

   Zatekî ku, neçarî û şewq, feqîrî û îhtiyac, metirsiya dahatûyê, hebandin û peristin dane bo mexlûqên xwe yên herî şîrîn û cirxweş, tewrî bihezkirin û herî bifikar in; û bo yên ku herî muhtacî nuqteya îstinadê ne û tewrî bêrîkerê dîtina Xwedî û Malikê xwe ne; û bo ewên ku li gel van hewce û pêdiviyan feqîr û neçar in; helbet pêwîstiya ulûhiyetê ye ku bi axaftina xwe, xwe ji wan re ragihîne, îş'ar bike.

   Va ye, wî rêwiyî fêm kir ku ji wucûd û wehdeta Wacibul Wucûd re, bi îcmayî/yekrayî delaletên we-hiyên giştî û asîmanî yên ku heqîqetên tenezzula Îlahî, tearrufa Rebbanî, muqabeleya Rehmanî, mukalemeya Subhanî û îş'ara Samedanî dihe-wînin, delîlekî wisa ye ku ji şahidiya tîrêjên tavê yên di naverojê de, ku şahidiya tavê dikin, xurttir e.    Piştre li aliyê îlhaman nihêrî, dît ku: 

   Îlhamên sadiq û rasteqîn her çendî ku ji aliyekî ve dişibin wehyê û ji cureya kelimîna Rebbanî ne, lê belê du ferq hene:

   A Yekemîn: 

   Piraniya wehya ku gelek raserî îlhaman e bi wesîteya melekan e; exlebê îlhaman bêwesîte ye.

   Mesela: Çawa ku axaftina padîşah û fermanên wî bi du awayî ye:

   Yek jê: 

   Bi navê heş-meta seltenat û hakimiya giştî, yawerekî xwe dişîne waliyekî. Ji bo nîşandana îhtîşama wê hakimiyê û girîngiya fermanê carinan digel wesîteyê civînekê li dar dixe. Piştre ferman tê teblîxkirin.

   A Duduyan: 

   Ne bi navnasê sultanî û bi navê giştî yê padîşahî, belkî li ser navê şexsê xwe, bi xizmetkarekî xwe yê xas yan jî bi tebayekî xwe yê jirêzê re, yê ku têkiliyeke wî ya taybet û miameleyeke wî ya cuz'î pê re heye, axaftina wî ya xusûsî ya bi telefoneke xwe ya xusûsî ye.

   Wisa jî, çawa ku bi navê Rebbê hemû aleman û bi nasnavê Xaliqê gerdûnê, mukalemeya Padîşahê Ezelî heye bi riya wehyê û bi riya îlhamên wî yên şamil ên ku xizmeta wehyê dikin; her wiha ji ber Rebb û Xaliqiya her nefer û ferdekî û her jîndarekî, bi awayekî xusûsî lê di pişt perdeyan de terzekî mukalemeyê yê li gorî qabiliyetên wan heye.

   Ferqa Duyemîn: 

   Wehî bê sî û sîber e, safî ye, xasî xawassan [xasên Xwedê y]e. Ku îlham, sîdar e ne zelal e, reng dike-vin nav hevdû, giştî ye. Îlham, bi gelek zêde cureyên xwe yên mîna îlhamên melekan, îlhamên merivan û îlhamên heywanan, zemîneke teksîrkirinê pêk tîne, ya ku wesîleya neşir û belavkirina kelîmeyên Rebbanî yên bi qasî dilopên behran e. Wî rêwiyî têgihîşt ku ev yek hêleke vê ayetê tefsîr dike:

 ﻟَﻮْ ﻛَﺎﻥَ ﺍﻟْﺒَﺤْﺮُ ﻣِﺪَﺍﺩًﺍ ﻟِﻜَﻠِﻤَﺎﺕِ ﺭَﺑِّﻰ ﻟَﻨَﻔِﺪَ ﺍﻟْﺒَﺤْﺮُ ﻗَﺒْﻞَ ﺍَﻥْ ﺗَﻨْﻔَﺪَ ﻛَﻠِﻤَﺎﺕُ ﺭَﺑِّﻰ

   Di pey de li mahiyet, hîkmet û şehadeta îlhamê nihêrî, dît ku: 

   Mahiyet, hîkmet û encama wê ji çar nûran pêk tên.

   A Yekem: 

   Tewedduda Îlahî tê gotinê, çawa ku xwe ji mexlûqên xwe re bi fiîlî dide hezkirin wisa jî pêdiviya wedûdî û rehmaniyetê ye ku xwe ji aliyê qewl, huzur û suhbetê ve jî bide hezkirin.

   A Duyem: 

   Mîna ku ji duayên ebdên xwe re bi fiîlî bersivê dide, îcabetkirina li pişt perdeyan a bi qewlî jî şe'na rehîmiyetê ye.    A Sêyem: 

   Çawa ku bi fiîlî digihîje hawar, feryad û zarebarên mexlûqên xwe yên ku ketine nav belayên giran û rewşên tund, wisa jî rubûbiyet divêt ku bi qewlên îlhamî jî, yên ku di hukmê cureyekî axaftina Wî de ne, bigihîje hawarê.

   A Çarem: 

   Çawa ku Xwedê, ji bo mesnuên xwe yên xwedîşiur ên ku gelek neçar, zehf zeyîf, pir feqîr û gellek hewcedar in; û ji bo ewên ku gelek zêde muhtac û muştaqên dîtin û gihîştina malikê xwe, hamiyê xwe, mudebbîrê xwe û hafizê xwe ne, wucûda xwe, huzûra xwe û hîmayeta xwe bi fiîlî dide hisandin; wisan jî di pişt perdeya hinek îlhamên sadiq de yên ku cureyek mukalemeya Rebbanî tên hesibandin û di wechekî de, bi awayekî xusûsî û di aliyekî xas de, ku li mexlûqekî dinihêre, li gorî qabiliyeta wî mexlûqî, bi telefona wî ya qelbî, bi qewil jî huzûra xwe û wucûda xwe dide hisandin. Wî rêwiyî fêm kir ku ev, pêwîstiyeke zarûrî û wacib a şefqeta ulûhiyetê û rehmeta rubûbiyetê ye.

   Paşê li şehadeta îlhamê mêze kir, dît: 

   Çawa ku -hesêba- hiş û heyata tavê hebûya û hingê heft rengên di roniya wê de bibûna heft sifatên wê; ji ber vî awayî, bi şue û cîlweyên ku di roniya wê de ne, dê awayek axaftina wê hebûya. Û di vê weziyetê de, dê bi çavnêrî bihata dîtin ku: Mîsal û eksa wê, di tiştên şeffaf de peyde dibe; û tav, bi her awêneyê û bi her tiştên birqok, bi parçeyên camê, bi bilqiq û dilopan hetta bi zerreyên şeffaf li gorî qabiliyetên her yekê ji wan diaxive û cewab dide pêdiviyên wan; û ew hemû ji wucûda tavê re şahidiyê dikin; û tu kar rê li ber tu karekî nagre, axaftineke wê zorayî nade axaftina dîtir. Eynî wisa jî: Bi zelalî tê fêmkirin ku muka-lemeya Şemsa Sermedî ku Sultanê zulcelal ê ezel û ebedê ye û Xaliqê şandayî yê zulcemal ê hemû çêkiriyan e jî; mîna ilm û qudreta wî bi awayekî kullî û muhît, li gorî qabiliyetên her tiştî tecellî dike; tu pirs û xwestek ji tu pirsekê re, karek ji karekî re, çu xîtabek ji çu xîtabekê re nabe manî û Ew, tevlîhev nake. Wî rêwiyî bi ilmelyeqîneke nêzî eynelyeqînê zanî ku ew hemû cîlwe, axaftin û îlham yeko yeko, digel hev, bi yekdengî ji huzûra Şemsa Ezelî û wacibiya wucûda wî re û ji wehdet û ehadiyeta wî re delalet û şehadetê dikin.

   Va ye, ji bo dersa wî ya marîfetê ya ku vî mêvanê mereqdar ji alema xeybê wergirtiye, wek îşareteke kurt, di Mertebeyên Çardeh û Panzdehan ên Meqamê Yekem de hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍَﻟْﻮَﺍﺣِﺪُ ﺍْﻻ َﺣَﺪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺟْﻤَﺎﻉُ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺍﻟْﻮَﺣْﻴَﺎﺕِ ﺍﻟْﺤَﻘَّﺔِ ﺍﻟْﻤُﺘَﻀَﻤِّﻨَﺔِ ﻟِﻠﺘَّﻨَﺰُّﻻ َﺕِ ﺍْﻻ ِﻟَﻬِﻴَّﺔِ  ﻭَ ﻟِﻠْﻤُﻜَﺎﻟَﻤَﺎﺕِ ﺍﻟﺴُّﺒْﺤَﺎﻧِﻴَّﺔِ ﻭَ ﻟِﻠﺘَّﻌَﺮُّﻓَﺎﺕِ ﺍﻟﺮَّﺑَّﺎﻧِﻴَّﺔِ ﻭَ ﻟِﻠْﻤُﻘَﺎﺑَﻼ َﺕِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﺎﻧِﻴَّﺔِ ﻋِﻨْﺪَ ﻣُﻨَﺎﺟَﺎﺓِ ﻋِﺒَﺎﺩِﻩِ ﻭَﻟِـﻠْﺎِﺷْﻌَﺎﺭَﺍﺕِ ﺍﻟﺼَّﻤَﺪَﺍﻧِﻴَّﺔِ ﻟِﻮُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻟِﻤَﺨْﻠُﻮﻗَﺎﺗِﻪِ ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍِﺗِّﻔَﺎﻕُ ﺍْﻻ ِﻟْﻬَﺎﻣَﺎﺕِ ﺍﻟﺼَّﺎﺩِﻗَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺘَﻀَﻤِّﻨَﺔِ ﻟِﻠﺘَّﻮَﺩُّﺩَﺍﺕِ ﺍْﻻ ِﻟَﻬِﻴَّﺔِ ﻭَ ﻟِـﻠْﺎِﺟَﺎﺑَﺎﺕِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﺎﻧِﻴَّﺔِ ﻟِﺪَﻋَﻮَﺍﺕِ ﻣَﺨْﻠُﻮﻗَﺎﺗِﻪِ ﻭَ ﻟِـﻠْﺎِﻣْﺪَﺍﺩَﺍﺕِ ﺍﻟﺮَّﺑَّﺎﻧِﻴَّﺔِ ﻟِﺎِﺳْﺘِﻐَﺎﺛَﺎﺕِ ﻋِﺒَﺎﺩِﻩِ ﻭَ ﻟِـﻠْﺎِﺣْﺴَﺎﺳَﺎﺕِ ﺍﻟﺴُّﺒْﺤَﺎﻧِﻴَّﺔِ ﻟِﻮُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻟِﻤَﺼْﻨُﻮﻋَﺎﺗِﻪِ

   Dûre wî seyyahê dinyayê, ji aqilê xwe re got ku: "Madem ez bi mewcûdên vê kaînatê li Xwediyê xwe. li Xaliqê xwe digerim, helbet beriya her tiştî ji bo ku ez Muhemmedê Erebî Eleyhîssaletu Wesselam ziyaret bikim, yê ku navdartirînê van mewcûdan e û bi tesdîqa neyarên wî jî, yê herî mukemmelê wan e û fermandarê wan ê tewrî mezin e û hakimê wan ê herî binavûdeng e û ji aliyê gotinê ve, yê bilindtirînê wan e û ji aliyê êqil ve, yê ronaktirînê wan e û wî, çardeh esr bi fezîleta xwe û bi Qur'ana xwe ronî kirine; û ji bo ku ez Yê ku lê digerim ji wî bipirsim, divê em pevre biçin Esrê Seadetê. Û rabû tevî aqilê xwe ket wê sedsalê û dît ku:    Ew esr, bi rastî jî bi wî zatî (e.s.w.) bûye esrekî seadeta mirova-hiyê. Lewre qewmekî herî bedewî û herî ummî, bi wesîteya nûra ku aniye, di demeke kurt de, kiriye ustad û hakimê dinyayê.

   Hem ji aqilê xwe re got: "Serê pêşî, divê em heta ciyekî bi qîmeta vî zatê fewqelade (e.s.w.) û bi heq-qaniyeta gotinên wî û bi rastiya îxbarên wî biza-nibin; peyre divê em Xaliqê xwe jê bipirsin." û dest bi lêkolînê kir. Ji wan delîlên qet'î yên bêhed ku dîtine, li vê derê, dê tenê ji neh kulliyên wan re bi kurtî yeko yeko îşaret bête kirin.

   A Yekem: 

   Bi nessa qet'î û qismek jê bi tewaturê, di destê wî (s.e.w.) de bi sed sed mucîzeyên wisa zahir bûne: "Di vî zatî (s.e.w.) de, -hetta bi tesdîqa neyarên wî jî- hemû xuy û xesletên xweş hene; û bi seraheta ayetên

 ﻭَ ﺍﻧْﺸَﻖَّ ﺍﻟْﻘَﻤَﺮُ ٭ ﻭَﻣَﺎ ﺭَﻣَﻴْﺖَ ﺍِﺫْ ﺭَﻣَﻴْﺖَ ﻭَﻟَﻜِﻦَّ ﺍﻟﻠَّﻪَ ﺭَﻣَﻰ

yê bi îşareta yek tiliyeke wî, heyv bûye du şeq; û piçek axa ku bi çengeke xwe avetibû artêşa neyarên xwe, ketiye çavên temamê wê artêşê û lewma dijmin reviyane; û ava ku mîna kewserê ji pênc tiliyên wî herikiye, bi artêşa xwe ya ku tî bûye daye vexwarin heta ku têrê bike..." Qismek ji van mucîzeyan, ku zêdetirî sê sed hebî ne, ji ber ku di rîsaleyeke nu-waze û bikeramet a bi navê Mucîzeyên Ehmedî (s.e.w.) de ku Nameya Nozdehan e, tevî delîlên wan ên qet'î hatine beyankirin, wî ew hewaleyî wê kirin û got:

   "Zatekî (s.e.w.) ku tevî ev qas exlaqê hesene û kemalan, xwedî ev qas mucîzeyên zelal e, helbet yê herî peyvrast û rastgo ye. Nabe ku tenezzulî hîle, derew û çewtiyê bike, yên ku karê bêexlaqan e."

   A Duyem ev e ku; di destê wî de fermaneke Xwediyê vê gerdûnê heye û ev ferman di her esrî de, ji aliyê zêdetirî sê sed milyon mirovî ve tê qebûl û tesdîqkirin û Qur'ana Ezîmuş-şan ku ew ferman e bi heft aliyan nuwaze ye. Di rîsaleyeke navdar de -ya ku taveke Rîsaleyên Nûr e û navên wê Peyva Bîst û Pêncemîn û Mucîzeyên Qur'anê ne- tevî delîlên wê yên xurt, bi kitekitî hatiye beyankirin ku ev Qur'an, ji çil aliyan ve mucîze ye û gotina Xaliqê kaînatê ye. Ji ber wê beyanê, wî rêwiyî ew [delîl] hewaleyî wê Rîsaleyê kirin û got:

   "Di zatekî (s.X.l.) wiha de, ku tercuman û teblîxkarê fermaneke wisa eynî heq û heqîqet e, qet nabe ku derew hebe, ya ku wekî cînayeta li fermanê ye û xiyaneta bi xwediyê fermanê ye; û ne pêkan e ku, derew bê dîtin."    A Sêyem: 

   Ew zat (s.X.l.) bi şerîetek, bi Îslami-yetek, bi ubûdiyetek, bi duayek, bi vexwendinek û bi îmaneke wisan derketiye meydanê ku ne mislê wan heye ne jî dibe; û ji wan tekûztir ne hatiye dîtin û ne jî tê dîtin. Lewra çardeh esran û ji pêncan yekê mirovahiyê, bi awayekî adil, li ser heqqaniyetê, bi mudeqqîqî, bi qanûnên wê yên bêhed, îdarekirina wê şerîeta ku di zatekî ummî de zuhur kiriye, emsal qebûl nake.

   Hem Îslamiyeta ku ji ef'al û eqwal û ehwalên zatekî ummî (s.X.l.) derketiye, di her esrî de, rêber û merciyê sê sed milyon mirovî ye û mamoste û mirşîdê aqilên wan û munewwîr û museffiyê dilên wan û murebbî û muzekkiyê nefsên wan e û ji bo ruhê wan mirovan, medar û sebebê înkîşafat û kawdanê, û kan û madena tereqqiyê ye. Lewma nabe ku mislê wê Îslamiyetê hebe û nekariye bibe...

   Hem di hemû cureyên hemû îbadetên dînê xwe de, yê herî li pêş ew e; û ji her kesî zêdetir di teqwayê de ye û ji Ellahu teala ditirse; û di nav mucahede û heyteholên fewquladetê de, tam bi temamî heta li sirrên herî hûr û kûr ên ubûdiyetê mureet dike; û bêyî ku tu kesî teqlîd bike, bi awayekî tam di cî de, wekî yekem kes yekem car dike lê belê bi awayekî herî mukemmel hem îbtîda/destpêk û întihayê/dawiyê digihîne hev; lewma helbet hemtayê wî zatî nayê dîtin û nehatiye dîtin.    Hem bi Cewşenu'l Kebîr ku yek ji dua û munacatên wî yên bi hezaran e, bi marîfeteke Reb-banî ya wisa, di dereceyeke wisan de Rebbê xwe tewsîf dike ku ehlê marîfet û ehlê welayetê yên ku ji wê hingê ve tên, digel tevîbûn û telahuqa fikran, ne karîne bigihîjin wê mertebeya marîfetê û ne jî karîne bigihîjin wê dereceya tewsîf û wesifandinê. Ev yek nîşan dide ku di duayê de jî, hevtayê wî nîn e. Mirovê ku li serê Rîsaleya Munacatê binihêre, ku mealeke kurt a fiqreyeke ji wan not û neh fiqreyên Cewşenu'l Kebîr hatiye beyankirin, dê bibêje ku mislê Cewşenê bixwe jî tune ye.

   Hem di teblîxa rîsaletê de û di vexwendina mirovan a ji bo heqqiyê de, di dereceyeke wisan de metînî, sebat û wêrekî nîşan daye, tevî ku dew-letên mezin û dînên mezin, hetta qewm û qebîleya wî û apê wî, bi tundî pê re dijminahî kirine jî, wî bi qasî misqalê zerreyê, nîşaneke tereddud û dudilî; metirsiyek, tirsokiyek nîşan nedaye; û bi tena serê xwe, li hember hemû dinyayê derketiye meyda-nê û ji heqqê wan jî derketiye; û Îslamiyet daniye ser serê dinyayê. Ev îsbat dikin ku di teblîx û vexwen-dinê de jî mislê wî nebûye û nabe ku hebe.

   Hem di îmanê de xwedî qeweteke wisa fewqela-de û yeqîniyeke wilo nuwaze û înkîşafeke halo mucîzeyî ye û xwediyê îtiqadeke wisan ulwî ye, ku cîhanê ronî dike; tevî ku hemû fikr û eqîdeyên ku hukumranê wî zemanî bûn û li gel ku hîkmetên hukemayan û ilmên reîsên ruhanî li dijî wî muariz, muxalif û înkarker bûn jî, wan nekariye ti gumanek, ti tered-dudek, çu qelsiyek, çu wesweseyek bidin çi yeqîniya wî, çi îtiqada wî, çi îtîmada wî û çi tetmîniya wî; û di serê pêşî de sehabî, yên ku di manewiyatê de û di mertebeyên îmanî de tereqqî dikin û hemû ehlê welayetê, her dem, ji mertebeya îmana wî feyz girtiye û wan ew di dereceya herî bilind de dîtiye; ev jî, bîlbedahe nîşan didin ku îmana wî bixwe jî, bêmanend e.

   Ha, êdî wî seyyahî fêm kir ku di xwediyê şerîe-teke wesa bêemsal û Îslamiyeteke wisan bêmisil û ubûdiyeteke wiha nuwaze û duayeke wilo fewqe-lade û vexwendineke halo cîhanpesendî û îmaneke welê mucîzeyî de, helbet ji tu aliyî ve nabe ku derew hebe û ew qet naxapîn; û eqlê wî rêwiyê jî ev yek tesdîq kir.

   A Çarem: 

   Îcma'a nebiyan (Eleyhîmusselam), çawa ku ji wucûd û wehdaniyeta Îlahî re delîlekî têra xwe xurt e, wisa jî, rastîtî û rîsaleta vî zatî re şahidiyeke heta bêjî saxlem e. Lewre çi qas sifatên qudsî, mucîze û wezîfeyên ku ji rastî û rastbêjiya nebiyan (Eleyhîmusselam) û pêxembertiya wan re sedem û delîl in, ji aliyê dîrokê ve tesdîqkirî ye ku di wî zatî de, lipêştirîn in. Nexwe, çawa ku wan, bi zimanê qalî di Tewrat, Incîl û Zebûrê de û di Suhûfên xwe de, agahiya hatina vî zatî (s.X.l.) daye mirovan û miz-gîn dane wan; ku qismekî zêdetirî bîstî û gelek zahir ê ji wan îşaretên mizgînî yên kitê-bên muqeddes, di Nameya Nozdehan de, bi aweyekî xweşik hatine beyankirin û îspatkirin. Wisa jî, bi zimanê halên xwe, ango bi nubuwwetên xwe û bi mucîzeyên xwe, wan ev zatê ku di meslek û wezîfeyên wan de yê herî lipêş û herî mukemmel e, tesdîq kiriye; û bi vî awayî ew li bin doza wî îmze dikin. Îca ew rêwî têgihîşt, çawan ku ew bi zimanê qalî û îcma'ê ji wehdaniyetê re delîliyê dikin, wisa jî bi zimanê halî û bi îttifaqî, ji sadiqiya vî zatî re şahidiyê dikin.

   A Pêncem: 

   Bi hezaran weliyên ku bi dustûrên vî Zatî û bi terbiye û tebaiyeta wî û bi çûyîna li pey wî gihîştine heq, heqîqet, kemilîn, keramet, keşfiyat û muşahedeyan, çawa ku ji wehdaniyetê re delîliyê dikin, ji sadiqiyet û rîsaleta vî zatî re jî, ku seydayê wan e, bi îcmayî û îttifaqî şahidiyê dikin. Û ew ewliya, qismekî agahiyên ku wî zatî, ji alema xeybê didan bi nûra welayetê dibînin û muşahede dikin û bi nûra îmanê, yan bi awayê ilmelyeqîn yan eynelyeqîn an jî heqqelyeqîn temamê agahiyên wî, îtîqad û tesdîq dikin. Wî geryarî dît ku ev yek, ast û dereceya heqqaniyet û sadiqiyeta vî Zatê ku seydayê wan e, mîna rojê nîşan dide.

   A Şeşem: 

   Bi milyonan esfiyayên mudeqqîq û siddîqên muheqqîq û hukemayên mumîn ên dahî ku bi ders û talîma heqîqetên qudsî yên ku vî zatî (s.X.l.) digel ummiyeta xwe ew anîne û ilmên 'alî yên ku wî cenabî dahênane, marîfetên Îlahî yên ku wî kifş kirine; di mertebeya ilmî de gihîştine meqamê herî bilind. Ew hemû, çawa "wehdaniyet"a ku doza wî ya uss-ul esas e, bi burhanên xwe yên qewîn, bi îttifaqî îsbat û tesdîq dikin, wisa jî bi yekdengî ji bo heqqaniyeta vî zatê ku mamosteyê ekber û seydayê e'zem e û ji heqîqetbûna gotinên wî re şahidiyê dikin. Ev yek ji rîsalet û sadiqiyeta wî cenabî re hucceteke mîna rojê ye. Mesela Kulliyata Rîsaleyên Nûr, bi sed parçeyên xwe, yek burhaneke sedeqeta vî zatî ye.

   A Heftem: 

   Taîfeya mezin a bi navê al û eshab ku piştî nebiyan, ji hêla feraset û dîrayetê û kemalatê ve, meşhûrtirîn, rêzdartirîn, navdartirîn û dîndarti-rînê mirovahiyê ye û xwedî nezereke herî bîrxurt e; bi mereqeke tam û bi dîqqeteke têra xwe zêde û bi ciddiyeteke heta tu bêjî, li hemû hal, fikir û weziyetên nepenî û penî yên vî zatî kolane û teftîş û tedqîq kirine û wan di encamê de bi îttifaq û îcmayê û bi tesdîqeke nehejek û bi îmaneke qewîn qebûl kiriye ku ev zat di dinyayê de yê herî sadiq û herî bilind e û yê herî heqawer û heqîqetdar e. Çawa ku (bi)ro ji roniya tavê re delîliyê dike her weha ew rêwî têgihîşt ku ev yek jî delîlekî wisan e.    A Heştem: 

   Ev kaînat bixwe, çawan ku delîliyê dike ji bo Sani' û Katib û Neqqaşê xwe yê ku wê îcad û îdare û tertîb dike û bi teswîr, teqdîr û tedbîrê, mîna qes-rekê, wekî kitêbekê, fena pêşangehekê, wek temaşe-gehekê teserruf dike; wisan jî [ji ber ku gerdûn] dixwaze, îqtîza û delîliyê dike ku bivê nevê û teqez dellalekî bala, keşşafekî rast, seydayekî muheqqîq û mamosteyekî sadiq hebe ku, bi wan meqsedên Îlahî yên di xîlqeta vê kaînatê de bizanibe û wan bide zanîn; û hîkmetên Rebbanî yên di guher-tina cî û rewşên kaînatê de fêr bike; û encamên di hereketên wê yên wezîfedaranî de ders bide; û qîmeta ku di mahiyeta wê de ye û kemalên çêkiriyên ku tê de ne îlan bike; û me'nayên wê kitêba kebîr îfade bike. Ji ber van wî rêwiyî zanî û pê derxist ku ev gerdûn helbet şahidiyê dike ji bo heqqaniyeta vî zatê ku bêguman ji her kesî zêdetir van wezîfeyan dike û tîne cih; û hem şahidiyê dike ku ew zat, memû-rekî herî bilind û sadiq ê Xaliqê vê gerdûnê ye.

   A Nehem: 

   Madem di pişt perdeyê de Yek heye ku dixwaze bi van mesnûên xwe yên hunerawer û hîkmetawer, hunerên xwe û kemalên sen'etkariya xwe teşhîr bike; û bi mexlûqên xwe yên xemilandî û rewşandî yên bêdawî, dixwaze xwe bide naskirin û hezkirin; û bi van nîmetên xwe yên lezîz û hêja yên bêhesab, divê ku jê re hemd û spasî were kirin; û bi vê terbiye û xweyîkirina şefqetî û hîmayetî ya giştî û bi van ezimandin û ziyafetên Rebbanî yên ku hatine amadekirin -hetta bi awayekî ku zewqên herî hûr û kûr ên dev û zimanan û her cûreyên îştîhayan têr û tetmîn bike- dixwaze ji rubûbiyeta xwe re bi minnetkarî, muteşekkirî û perestîşkarî bide îbadet-kirin; û bi teserrûf û îcraetên ezemetî û heşmetî û bi fealiyet û xellaqiyeta dehşetî û hîkmetî yên mîna "tebdîla demsalan û guhertin û îxtîlafa şev û rojan", ulûhiyeta xwe îzhar dike û dixwaze ji ulûhiyeta xwe re bide îman, teslîm, înqiyad û îtaetkirin; û ji ber ku her dem qencî û qencan hîmaye dike; xerabî û xera-ban îzale dike û bi şîmaqên ezmanî, zalim û derew-karan îmha dike, bi vî awayî dixwaze heqqaniyet û edaleta xwe nîşan bide.

   Helbet û bivê nevê, li cem wî Zatê xeybî, mexlû-qê herî xwoşewîst û ebdê wî yê herî rast, dê ev Zat (s.X.l.) be ku; ji wan meqsedên Wî yên navborî re tam xizmetê dike; û tilsim û muemmaya xîlqeta kaînatê hell, safî û keşif dike; û her tim li ser navê wî Xaliqî hereket dike; û hawarê ji wî dixwaze; û ji wî muweffeqiyetê divê; û ji aliyê wî ve dibe mezherê îmdad û tewfîqê; û yê ku jê re Muhemmedê Qureyşî (s.X.l.) tê gotin!..

   Hem ji aqilê xwe re got: 

   Madem ev neh heqî-qetên navborî, ji sidqa vî zatî re şahidiyê dikin; helbet ev adem, medarê şerefa benî-Adem e û sebebê îftîxara vê alemê ye. Û pir layiq e ku ji wî re bête gotin: "Fexrê Alemê û şerefa Ademîzadan". Û heşmeta selteneta manewî ya Qurana Mucîzu'l Beyan ku fermana Rehmanî ye û di destê wî de ye, nîvê erdê xistiye bin îstîlaya xwe. Ev vegirtina nîvê erdê û kemalata wî ya şexsî û xesletên wî yên bala, nîşan didin ku di vê alemê de muhîmtirîn zat ew e. Girîngtirîn gotina li ser Xaliqê me, ya wî ye.   

   Ha, were binihêre! Li ser qewweta bi sedan mucîzeyên qet'î yên xuya û aşkera yên vî zatê nuwaze; û bi palpiştiya bi hezaran heqîqetên 'alî û bin-gehîn ên di dînê wî de, diyar e ku hîmê hemî dozên wî û armanca heyata wî, ji wucûd û wehdet, sifat û esmayên Wacîbu'l Wucûd re delîlî û şahidî ye û îsbat, îlan û î'lamkirina wî Wacîbu'l Wucûdî ye.

   Nexwe rojeke manewî ya vê kaînatê û rewnaq-tirîn burhana Xaliqê me, ev zat e ku jê re Hebîbullah tê gotin. Sê îcmayên mezin hene ku naxapin û naxa-pînin û şahidiya wî zatî teyîd û tesdîq û îmza dikin:

   Ya Yekê: 

   Bi awayekî îcmayî tesdîqkirina cemae-ta nûranî ya bi navê Alê Muhemmed Eleyhîssaletu Wesselam e, ku ew civat şohret-şîarê alemê ye û tê de bi hezaran qutib û weliyên mezin ên nezerxurt û xeyb-bîn ên mîna Îmamê Elî (R.E.) hene, ku gotiye "Heke perdeya xeybê vebe, yeqîniya min dê zêde nebe." û yên wekî Xewsê E'zem (Q.S.) hene, ku ji erdê li Erşê E'zem û ezameta heykelê Îsrafîl temaşe kiriye.    Ya Duduyan: 

   Tesdîqa cemaeta meşhûr ku bi navê Sehabiyan li dinyayê navdar e, ku qewmekî bedewî bû û ew li muhîtekî ummî dijiyan, ji jiyana civakî û ji fikrên siyasî xalî û bê kitêb bûn û di tarîtiyên esrê fetretê de bûn; lê belê di zemanekî pir hindik de, bûn yên herî medenî û herî bimalûmat; û ji wan millet û hukûmatan re ku di jiyana civakî û siyasî de herî li pêş bûne, bûn seyda, rêber, dîplomat û hakimê adil; û ji şerqê heta xerbê, bi awayekî cîhanpesendî îdare kirin. Van sehabiyan, ew zat (E.S.M) bi awayekî îttifaqî û bi îmaneke qewîn a ku can û malên xwe, bav û eşîrên xwe pê dane fedakirin tesdîq kiriye.

   Ya Sisêyan: 

   Bi awayekî tewafûqî û di dereceya ilmelyeqîn de tesdîqkirina cemaeta mezin a wan alimên muheqqîq, lêkoler û mutebehhîr ên bêhed e, ku di her esrî de bi hezaran ferdên wan hene û di her fennî de dahiyane bi pêş de çûne û di meslekên cûr bi cûr de xebitîne û di ummeta wî de gihîştine.

   Wî rêwiyî wisa hukim kir: Nexwe şahidiya vî zatî ya ji wehdaniyetê re, ne şexsî û cuz-î ye; belkî şahidiyeke wisan e ku umûmî, giştî û kullî ye û nayê hejandin û hemû şeytan bicivin, bi tu awayî nikarin derkevin hemberî wê.    Wî mêvanê dinyayê û rêwiyê heyatê ku di Esrê Seadetê de tevî aqilê xwe seyahetê dike, ji wê medreseya nûranî dersek wergirt. Ha ji wê dersê re weke îşareteke kurt, di Mertebeya Şanzdehan a Meqamê Yekem de wiha hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍَﻟْﻮَﺍﺣِﺪُ ﺍْﻻ َﺣَﺪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﻓَﺨْﺮُ ﺍﻟْﻌَﺎﻟَﻢِ ﻭَ ﺷَﺮَﻑُ ﻧَﻮْﻉِ ﺑَﻨِﻰ ﺍَﺩَﻡَ ﺑِﻌَﻈَﻤَﺔِ ﺳَﻠْﻄَﻨَﺔِ ﻗُﺮْﺍَﻧِﻪِ ﻭَ ﺣَﺸْﻤَﺔِ ﻭُﺳْﻌَﺔِ ﺩِﻳﻨِﻪِ ﻭَ ﻛَﺜْﺮَﺓِ ﻛَﻤَﺎﻻ َﺗِﻪِ ﻭَ ﻋُﻠْﻮِﻳَّﺔِ ﺍَﺧْﻼ َﻗِﻪِ ﺣَﺘَّﻰ ﺑِﺘَﺼْﺪِﻳﻖِ ﺍَﻋْﺪَٓﺍﺋِﻪِ ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﺷَﻬِﺪَ ﻭَ ﺑَﺮْﻫَﻦَ ﺑِﻘُﻮَّﺓِ ﻣِﺎَﺕِ ﻣُﻌْﺠِﺰَﺍﺗِﻪِ ﺍﻟﻈَّﺎﻫِﺮَﺓِ ﺍﻟْﺒَﺎﻫِﺮَﺓِ ﺍﻟْﻤُﺼَﺪِّﻗَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺼَﺪَّﻗَﺔِ ﻭَ ﺑِﻘُﻮَّﺓِ ﺍَﻻ َﻑِ ﺣَﻘَٓﺎﺋِﻖِ ﺩِﻳﻨِﻪِ ﺍﻟﺴَّﺎﻃِﻌَﺔِ ﺍﻟْﻘَﺎﻃِﻌَﺔِ ﺑِﺎِﺟْﻤَﺎﻉِ ﺍَﻟِﻪِ ﺫَﻭِﻯ ﺍْﻻ َﻧْﻮَﺍﺭِ ﻭَ ﺑِﺎِﺗِّﻔَﺎﻕِ ﺍَﺻْﺤَﺎﺑِﻪِ ﺫَﻭِﻯ ﺍْﻻ َﺑْﺼَﺎﺭِ ﻭَ ﺑِﺘَﻮَﺍﻓُﻖِ ﻣُﺤَﻘِّﻘِﻰ ﺍُﻣَّﺘِﻪِ ﺫَﻭِﻯ ﺍﻟْﺒَﺮَﺍﻫِﻴﻦِ ﻭَ ﺍﻟْﺒَﺼَﺎﺋِﺮِ ﺍﻟﻨَّﻮَّﺍﺭَﺓِ    Ev seyyahê ku naweste, têr nabe û pê dizane ku "Li vê dinyayê, xayeya heyatê û heyata heyatê îman e." ji qelbê xwe re got ku:

   "Em serî li kitêba bi navê Qurana Mucîzu'l Beyan bidin, ku dibêjinê gotin û kelamê wî Zatî ye ku em Lê digerin û di vê dinyayê de kitêba herî navdar û herî ronak û herî hakim e û di her 'esrî de li hember her çi kesê ku teslîmî wê nabe meydanê dixwîne; ka ew Qurana Pîroz çi dibêje, em pê bizanin. Lê belê divê herî pêşî em îsbat bikin ku ev kitêb, Kitêba Pîroz a Xaliqê me ye." û bi vî awayî dest bi teherriyê kir.

   Vî geryarî -ji ber ku di vî zemanî de ye- berî her tiştî li Rîsaleyên Nûr ku lem'eyên manewî yên î'caza Quranê ne mêze kir û dît ku sed û sî rîsaleyên wê, nukte û roniyên ayetên Furqanê ne û tefsîrên wê yên biasas in. Rîsaleya Nûr, di 'esrekî ev çend rikdar û mulhîd de, ligel ku heqîqetên Quranê bi awayekî mucahîdane neşrî her aliyî dike, ji ber ku tu kesî nekariye derkeve hemberî wê, îsbat dike ku ev Qurana ku ustad, menbe' û mercî û tava wê ye, semawî ye; ne kelamê beşer e. Hetta Kelîmeya Bîst û Pêncan û dawiya Nameya Nozdehan ku yek huc-ceteke Quranî ya ji sedan huccetên Rîsaleyên Nûr e bi çil wechî, mucîzebûna wê wisan îsbat kiriye ku kê dîtibe, ne tenqîd û îtîraz; belkî ji îsbatkirina wan re heyran maye; digel teqdîrkirinê gelek sena kiriye.    Seyyahî, aliyê îsbatkirina wechê î'caza Quranê û rastiya ku Quran heq kelamullah e, hewaleyî Rîsaleyên Nûr kir û bi îşareteke kurt tenê dêhna xwe da çend nuqteyên ku mezinahiya wê nîşan didin:

   Nuqteya Yekemîn: 

   Çawan ku Quran, bi temamê mu'cîzeyên xwe û bi hemû heqîqetên xwe yên ku delîlên heqqaniyeta wê ne, mucîzeyeke Muhemmed Eleyhîssaletu Wesselam e. Wisan jî, Muhemmed Eleyhîssaletu Wesselam jî, bi temamê mu'cîzatê xwe û bi delîlên nubuwweta xwe û bi kemalata xwe ya ilmî, mucîzeyeke Quranê ye û hucceteke wê ya qat'î ye, ku Quran kelamullah e.

   Nuqteya Duyemîn: 

   Quranê, li vê dinyayê bi awayekî wisan nûranî û seadetdar û heqîqetdar, digel guhertineke heyata îctîma'î, hem di nefsên insanan de hem di ruhên wan de hem di dilên wan de hem di aqilên wan de hem di heyata wan a şexsî de hem di heyata wan a civakî de hem di heyata wan a siyasî de înqilabeke wisan kiriye û îdame kiriye û îdare kiriye ku di muddetê çardeh 'esran de, di her deqîqeyê de şeş hezar û şeş sed û şêst û şeş ayetên wê, bi rêzdariya kemilî, qet nebe bi zimanê zêdetirî sed milyon insanî tên xwendin û insanan terbiye dike û nefsên wan tezkiye û dilê wan tesfiye dike; ji ruhan re înkîşaf û teraqqî û ji aqilan re îstîqamet û nûr û ji heyatê re heyat û seadetê dide. Helbet mislê kitêbeke wiha tune ye, ew kitêb nuwaze ye, fewqelade ye, mucîze ye.    Nuqteya Sêyemîn: 

   Quranê, ji wî 'esrî hetta niha, belaxeteke wisan nîşan daye ku qesîdeyên şohretşîar ên bi navê "Mu'elleqatê Seb'e" ku aîdê edîbên herî navdar in û li dîwarê Ke'beyê bi zêran hatine nivîsandin, daxistine wê dereceyê ku gava keça Lebîd, qesîdeya bavê xwe ji Ke'beyê daxistiye, gotiye: "Li hember ayetan, qîmeta vê nema."

   Hem edîbekî bedewî, gava ayeta

 ﻓَﺎﺻْﺪَﻉْ ﺑِﻤَﺎ ﺗُﺆْﻣَﺮُ

hatiye xwendin bihîstiye, çûye secdeyê. Jê re gotine:

   "Ma tu bûy misilman?" Wî gotiye:

   "Na, min ji belaxeta vê ayetê re secde kir."

   Hem bi hezaran îmamên dahî û edîbên mute-fennîn ên mîna Ebdulqahirê Curcanî û Sekkakî û Zemexşerî yên ji dahiyên ilmê belaxetê, bi îcma û îttifaqê biryar dane ku "Belaxeta Quranê, raserî taqeta mirovan e, kes nikare bigihîjê."

   Hem ji wê hingê ve ew Quran, misêwa wan [mirov û cinnan] vedixwîne meydana qirêna sozî û pê li demarên edîb û belîxên qure û bienaniyet dike û bi awayekî ku xurûra wan bişkêne, dibêje: "Yan mislê tek yek sûreyekî bînin an jî li dinya û axîretê helaket û zilletê qebûl bikin!" û bi vî awayî îlan dike. Tevî vê, wan belîxên riko yên wê sed-salê, dev ji wê mu'arezeya anîna mislê yek sûreyekî ku rêyeke kin e berda; û riya herbkirinê ku rêyeke dirêj e û can û malên wan davêje tehlûkeyê bijart, îsbat dike ku çûna di wê rêya kin de, ne mimkun e.

   Hem dostên Quranê ku bi şewqa şibihîna Quranê û teqlîdkirina wê; û dijminên wê jî, bi sewqa liberra-bûna Quranê û rexnekirina wê, bi milyonan kitêbên Erebî ku bi telahuqa fikran tereqqî dikin, nivîsan-dine û têne nivîsandin; û ew kitêb li holê ne. Mirovekî herî jirêzê jî gava lê guhdarî bike, dê têbigihîje ku tew yek jî nikare bigihîje wê û helbet dê bibêje: "Ha Quran ne di dirûvê van de ye û ne di mertebeya wan de ye." Yan dê di bin wan hemûyan de be yan dê raserî wan giştan be. Li dinyayê tew yek ferdek, tu kafirek heta çu ehmeqek nikare bibêje ku di bin hemûyan de ye. Nexwe mertebeya belaxeta wê, raserî hemûyan e. Hetta mirovekî, ayeta

 ﺳَﺒَّﺢَ ﻟِﻠَّﻪِ ﻣَﺎ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ

yê xwend û got:

   "Ez, belaxeta vê ayetê nabînim, ya ku bi awayekî nuwaze tê telaqqîkirin." Jê re hat gotin:

   "Tu jî mîna vî geştyarî biçe wî zemanî, li wê derê guhdarî bike." Wî jî gava ku, xwe berî Quranê li wê derê texeyyul kir, dît ku:    Mewcûdatên alemê, bi awayekî perîşan, tarîdar, bê can, bê şi'ûr û bê wezîfe, di fezayeke xalî, bêhed û bêhudûd de; li dinyayeke bêqerar û fanî ne. Tavilê gava ji zimanê Quranê, li vê ayetê guhdarî kir, dît:

   Vê ayetê, li ser kaînatê di rûyê dinyayê de perde-yeke wisan vekir, ronî kir ku ev nutûqa ezelî û fermana sermedî, dersê dide kesên zîşi'ûr ên ku di rêzên 'esran de rêz bûne û nîşanî wan dide ku ev kaînat, di hukmê camiyeke kebîr [mizgefteke mezin] de, di serî de semawat û erd, mexlûqat gişt, di zikir û tesbîheke heyatdarane de û li ser wezîfeyan, bi coş û xiroş, di weziyeteke mes'ûdî û memnûnî de ne. Bi vî awayî muşahede kir. Dereceya belaxeta vê ayetê zewq kir û ayetên din li vê qiyas kirin û bi vê yekê, hîkmetek ji hezaran hîkmetî fêm kir ka zemzemeya belaxeta Quranê çawa nîvê rûyê erdê û pêncekê mirovahiyê îstîla kiriye û heşmeta selteneta wê, bi kemala îhtîram û rêzdari-yeke temam, çardeh 'esran bê navber îdare [kiriye û] dike.

   Nuqteya Çaremîn: 

   Quranê, helaweteke wisan biheqîqet nîşan daye ku, ew tekrara pir ku ji tiştekî herî bitehm jî dide bêzarkirin, ji bo kesên ku Quranê tîlawet dikin ne kerixandin; belkî ji bo mirovên ku dilên wan neriziyane û zewqa wan xera nebûye, tekrara xwendina wê, ji zemanê berê ve ji aliyê her kesî ve qebûlkirî ye û bûye derbê mesel ku "Tek-rara Quranê, helaweta wê zêde kiriye."    Hem tezetî û ciwantî û şebabet û xerabeteke wisan nîşan daye, digel ku çardeh 'esran jiyaye û bi hêsayî ketiye destê her kesî, mîna ku a niha nazil bûye, tezetiya xwe muhe-feze dike. Her 'esrî, ew di ciwantiyeke wisan de dîtiye, mîna ku xîtabî wan bixwe dike. Digel ku her taîfeya ilim, ji bo ku her wext jê îstîfade bike, bi kesret û bi mebzûliyetê, ew li cem xwe hazir girtiye û ji şêwaza îfadeya wê re îttîba' û îqtîda kiriye ew, wê bêhevtayiya xwe ya di şêwaza xwe û terzê beyana xwe de eynî diparêze.

   A Pêncemîn: 

   Hêleke Quranê li rabirdûyê; aliyekî wê li ayendeyê ye û koka wê û baskekî wê jî, heqîqetên biîttifaq ên pêxemberan e û çawan ku ev, wan teyîd û tesdîq dike û ew jî, bi zimanê halî yê tewafûqê, vê tesdîq dikin. Wisa jî fêkiyên wê yên mîna ewliya û esfiyayan ku jê heyatê digrin û temamê terîqetên heq ên welayetê û temamê ilmên biheqîqet ên Îslamiyetê ku di bin himayeya baskê wê yê duduyan de digihîjin û dijîn, bi tekemmulên xwe yên heyatdar, delalet dikin ku şecereya wan a mubarek; heyatdar, feyizdar û heqîqet-medar e û tevde şahidiyê dikin ku Quran, heq bixwe ye û mecma'ê heqîqetê ye û di cami'iyetê de nuwazeyeke bêmanend e.

   A Şeşemîn: 

   Şeş aliyên Quranê nûranî ne; sidq û heqqaniyyeta wê nîşan didin. Erê li bin wê, stûnên huccet û burhanê; li serê, lem'eyên sîkkeya mucîzebûnê; li pêşiya wê û di hedefa wê de xelatên seadeta dareyn; û li pişt wê nuqteya wê ya îstinadê, heqîqetên wehya semawî; li aliyê wê yê rastê, tesdîqên bidelîl ên eqlên musteqîm ên bêhed; li milê wê yê çepê, îtmînanên ciddî, încîzab û teslîmên samîmî yên qelbên selîm û wicdanên paqij, îsbat dikin ku Quran, keleheke semawî ya erdî ya fewqelade, nuwaze, metîn e û nabe ku êrîş lê bê kirin...

   Her wiha ji şeş meqaman jî, tê îmzakirin ku ew 'eynî heq bixwe ye û sadiq e û ne kelamê beşer e, ne xelet e û şaşiyên wê tune ne:

   Di serî de çawa ku ev Muteserrifê kaînatê ku li vê kaînatê her tim vî nerît û edetê "îzharkirina rindiyê, hîmayekirina qencî û rastiyê; mehf û tunekirina sextekar û nebûkaran" weke distûrekî fe'aliyetê îttîxaz dike, di vê 'alemê de ji Quranê re, meqameke hurmet û mertebeyeke muwaffeqiyetê ya herî meqbûl, herî bilind, herî hakimane daye, bi vê yekê, wê Quranê tesdîq û îmza dike...

   Wisa jî ji her kesî zêdetir jê re [ji Quranê re] bawerî û rêzdariya Zatê (Eleyhîssaletu Wesselam) ku kana Îslamiyetê û tercumanê Quranê ye; û di dema nazilbûna wê de, weziyeta wî ya naîmane ya mîna xewê; û gotinên wî yên din nekarîne bigihîjine wê û hinekî ji Quranê cudayî û neşibîna wan gotinan; û digel ummîtiya wî, hedîseyên kewnî yên heqîqî yên borî û yên bê, bi awayekî xeybiyane, bi Quranê, bê tereddut û bi îtmînanî beyan dike û ew tercumanê ku di bin nezera çavên gelek baldar de tu weziyeta wî ya hîleyî û xeletiyê nehatiye dîtin, bi temamê qewweta xwe, her hukmekî Quranê, bi awayekî wisan îman û tesdîq dike û tu tişt wî naşihitîne, ev hemû îmza dikin ku Quran semawî, heqqaniyetdar e û kelamê pîroz ê Xaliqê wî yê Rehîm e.

   Hem pêncekê Ademîzadan, belkî qismê wê yê e'zem, va li ber çavan bi wê Quranê bi awayekî muncezîbane û dîndarane pêwendîdar in û heqîqet-perestane û muştaqane guh didin wê û bi şahidiya gelek elamet û diyarde û keşfiyatan, cin, melek û rûhanî jî weqtê tîlawet û xwendina wê, mîna perperikê/pelîtankê li dora wê, bi awayekî heqperes-tane kom dibin. Ev yek îmza-yek e ku Quran, ji aliyê kaînatê ve meqbûl e û di meqamekî herî bilind de ye.

   Hem hemû çînên mirovahiyê, ji yên herî famekor û 'amî bigre heta yên herî zîrek û alim, her yek jê, ji Quranê tam hisseya xwe digrin û heqîqetên herî kûr fêm dikin; û muctehidên mezin ên bi sedan fen û 'ulûmê Îslamî û nemaze yên şerîeta kubra û muheqqîqên dahî yên usûlê dîn û ilmê kelamê û mîna van, her taîfe temamê hewce û cewabên xwe yên derbarê ilm û warên xwe de ji Quranê îstîxrac dikin. Ev yek jî îmzeyek e ku Quran, çavkaniya heq û me'de-na heqîqetê ye.    Hem edîbên 'Ereb ku ji aliyê edebiyatê ve herî li pêş in -yên ku nebûne musluman- heta niha tevî ku zaf zêde muhtacî mu'erezeyê ne, digel heft wechên ji î'caza Quranê hene jî, ji belaxeta wê ku tenê yek wechekî wê ye, xwe jê dûr dane ku misilê (yek sûreyekî) jê re biênin; û belîxên navdar û 'alimên dahî yên ku heta niha hatine û yên ku xwestiye bi mu'erezeyê navdar bibin, li hember tew yek wechekî wê yê î'cazî nekarîne derkevin û bi awayekî neçar bêdeng û beng mane. Ev rewşa ha jî îmzeyek e ku Quran, mucîze ye û raserî taqeta beşeran e.

   Erê, qîmet û 'ûlwiyet û belaxeta kelamekî ji aliyê bersiva van pirsan zahir dibe: "Ji kê hatiye û ji kê re hatiye û çima hatiye gotin?" Îca li gorî vê, nabe ku mislê Quranê hebe û tu kes nikare bigihîjê.

   Çimkî Quran, xîtab û axaftina Rebb û Xaliqê temamê 'aleman e û muka-lemeyeke Wî ye ku tu emareyek bi tu awayî ji teqlîd û tesenû'a wê re naxuye; û ew qasidê ku li ser navê hemû mirovan belkî li ser navê hemî mexlûqan hatiye şandin û muxatabê herî meşhûr û navdar ê [ji] mirovahiyê ye û hêz û berayiya îmana wî muxatabî, Îslamiyeta qerase aniye meydanê û xwediyê wê îmanê derxis-tiye meqamê Qabê Qewseynê û kiriye mezherê muxatabê Samedanî ku Quran bi vê mezheriyetê nazil bûye; û Qurana Mucîzu'l Beyan ku meseleyên derbarê seadeta dareyn de û yên li ser netîceyên xîlqeta kaînatê û meqsedên Rebbanî yên di wê de û îmana wî muxatabî ya herî bilind û herî fireh a ku hemû heqîqetên Îslamî hilgirtine/hewandine beyan û îzah dike û bi helwesta Sen'et-karê ku ev gerdûna qerase mîna nexşeyekê, saetekê, xaniyekî [hildaye dest û] her aliyê wê nîşan dide, dizivirîne û ew çêkiriye, îfade û talîm dike; helbet anîna [kitê-beke] mîna wê, ne pêkan e û tu kes nikare bigihîje dere-ceya î'caza wê.

   Hem bi hezaran alimên mutefennîn ên zekabilind û mudeqqîq ku Quran tefsîr kiriye û qismek ji wan, tefsîrên sî-çil hetta heftê cildî nivîsandine; meziyet, nukte, xasiyet û razên bêhed û wateyên bala yên Quranê bi sened û delîlên wan beyan kirine û gelek xeberên xeybî yên ji her cureyê karûbarên xeybî aşkere û îspat kirine û nemaze, sed û sî kitêbên Rîsaleyên Nûr ku her yek jê meziyetek û nukteyeke Quranê, bi burhanên qet'î îsbat dike û [ji wan rîsaleyan] nexasim Rîsaleya Mu'cîzeyên Quranê; [û yek jê] Meqamê Duyem ê Kelîmeya Bîstî ku gelek tiştên ji nuwazeyên medeniyetê yên mîna tirên û teyyareyê ji Quranê îstîxrac kirine; û Şûeya Yekem a bi navê Îşaretên Quranê ku îşaretên hin ayetan radigihîne, ku îşaretî Rîsaleyên Nûr û elektrîkê dikin; û heşt rîsaleyên piçûk ên bi navê Rumûzatê Semaniye ku nîşan didin bê ka herfên Quranê çendîn muntezem, razdar û watedar in; û rîsaleyeke piçûk ku bi pênc aliyan, di hêla îxbara xeybî de, mucîzebûna ayeta dawîn a sûreyê Fethê îsbat dike; û [mîna van] her beşeke Rîsaleyên Nûr, heqîqetek û nûreke Quranê îzhar dike; îmzeyek e ku mislê Quranê nîn e û ew, mucîze û newaze ye û li vê 'alema şehadetê, zimanê 'alema xeybê ye û kelamê "Ellamul Xuyûb"ekî ye.

   Va ye wî seyyahê dinyayê fêm kir ku ji ber meziyet û xasiyetên navborî yên Quranê, yên ku di şeş nuqteyan de û di şeş cîhetan de û di şeş meqa-man de hatine îşaretkirin; hakimiyeta wê ya nûranî ya biheşmet û seltenata wê ya qudsî ya bieze-met, rûyê sedsalan ronî kiriye û rûyê zemînê jî, hezar û sê sed salî bi nûr kiriye û her wiha bi kemala îhtîramê dewam dike; û hem ji ber wan xasiyetên wê Quranê ne ku bûye xwedî îmtiyazên qudsî yên mîna ku "Her herfeke Quranê, qet nebe deh xêrên wê, deh heseneyên wê hene û deh meyweyên baqî dide û hetta her herfeke qismek ayet û sûreyan, sed û hezar û hîna bêhtir mêweyan dide û di weqtên mubarek de, nûr û sewab û qîmeta her herfekê, ji dehan derdikeve sedî." Wî rêwiyî ji dilê xwe re got:

   "Ha vê Quranê -ku wiha ji her aliyî ve mucîzeyî ye- bi îcma'a sûreyên xwe û bi îttifaqa ayetên xwe û bi tewafûqa sir û nûrên xwe û bi tetabuqa semere û berhemên xwe, ji wucûd û wehdeta Wacibu'l Wucû-dekî tek û tenê re û ji sifat û esmayên Wî re, di awayê 'îspatkirina bi delîlan' de, wisan şahidî kiriye ku şahidiyên bêhed ên temamê ehlê îmanê, ji şahidiya wê derketine holê."

   Va ye, li ser dersa tewhîd û îmanê ku vî rêwiyî ji Quranê wergirtiye, weke îşareteke kurt di Merte-beya Hevdehan a Meqamê Yekem de wisa hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍَﻟْﻮَﺍﺣِﺪُ ﺍْﻻ َﺣَﺪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍﻟْﻘُﺮْﺍَﻥُ ﺍﻟْﻤُﻌْﺠِﺰُ ﺍﻟْﺒَﻴَﺎﻥِ ﺍَﻟْﻤَﻘْﺒُﻮﻝُ ﺍﻟْﻤَﺮْﻏُﻮﺏُ ﻟِﺎَﺟْﻨَﺎﺱِ ﺍﻟْﻤَﻠَﻚِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﻧْﺲِ ﻭَ ﺍﻟْﺠَﺎﻥِّ ﺍَﻟْﻤَﻘْﺮُﻭﺀُ ﻛُﻞُّ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﻓِﻰ ﻛُﻞِّ ﺩَﻗِﻴﻘَﺔٍ ﺑِﻜَﻤَﺎﻝِ ﺍْﻻ ِﺣْﺘِﺮَﺍﻡِ ﺑِﺎَﻟْﺴِﻨَﺔِ ﻣِﺎَﺕِ ﻣِﻠْﻴُﻮﻥٍ ﻣِﻦْ ﻧَﻮْﻉِ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥِ ﺍﻟﺪَّﺍﺋِﻢُ ﺳَﻠْﻄَﻨَﺘُﻪُ ﺍﻟْﻘُﺪْﺳِﻴَّﺔُ ﻋَﻠَﻰ ﺍَﻗْﻄَﺎﺭِ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَ ﺍْﻻ َﻛْﻮَﺍﻥِ ﻭَ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﻩِ ﺍْﻻ َﻋْﺼَﺎﺭِ ﻭَ ﺍﻟﺰَّﻣَﺎﻥِ ﻭَ ﺍﻟْﺠَﺎﺭِﻯ ﺣَﺎﻛِﻤِﻴَّﺘُﻪُ ﺍﻟْﻤَﻌْﻨَﻮِﻳَّﺔُ ﺍﻟﻨُّﻮﺭَﺍﻧِﻴَّﺔُ  ﻋَﻠَﻰ ﻧِﺼْﻒِ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَ ﺧُﻤْﺲِ ﺍﻟْﺒَﺸَﺮِ ﻓِﻰ ﺍَﺭْﺑَﻌَﺔَ ﻋَﺸَﺮَ ﻋَﺼْﺮًﺍ ﺑِﻜَﻤَﺎﻝِ ﺍْﻻ ِﺣْﺘِﺸَﺎﻡِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﺷَﻬِﺪَ ﻭَ ﺑَﺮْﻫَﻦَ ﺑِﺎِﺟْﻤَﺎﻉِ ﺳُﻮَﺭِﻩِ ﺍﻟْﻘُﺪْﺳِﻴَّﺔِ ﺍﻟﺴَّﻤَﺎﻭِﻳَّﺔِ ﻭَ ﺑِﺎِﺗِّﻔَﺎﻕِ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﺍﻟﻨُّﻮﺭَﺍﻧِﻴَّﺔِ ﺍْﻻ ِﻟَﻬِﻴَّﺔِ ﻭَ ﺑِﺘَﻮَﺍﻓُﻖِ ﺍَﺳْﺮَﺍﺭِﻩِ ﻭَ ﺍَﻧْﻮَﺍﺭِﻩِ ﻭَ ﺑِﺘَﻄَﺎﺑُﻖِ ﺣَﻘَٓﺎﺋِﻘِﻪِ ﻭَ ﺛَﻤَﺮَﺍﺗِﻪِ ﻭَ ﺍَﺛَﺎﺭِﻩِ ﺑِﺎﻟْﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺓِ ﻭَ ﺍﻟْﻌَﻴَﺎﻥِ

   Dûre, ew mêvan û rêwiyê jiyanê yê navborî ku pê dizane "Îman, ji insanekî xizan re ne tenê zevi-yekê, xaniyekî fanî û demborî belkî gerdûna qerase û mulkekî baqî yê bi qasî dinyayê dide qezenckirin; û ji merivekî fanî re lazmatiyên heyateke ebedî dide peydekirin; û bêçareyekî ku li benda sêdara ecelê ye, ji îdama ebedî rizgar dike." Û ew mêvan dizane ku "îman, sermayeya insanî ya herî hêja ye ku gen-cîneya seadeta sermedî vedike." Lewma wî mêvanî, xwe bi xwe got ku:

   "De haydê bimeşe! Ji bo ku em ji mertebeyên îmanê yên bêhed mertebeyeke din jî bi dest bixin, divê em serî li tevahiya [heyeta mecmûayê ya] gerdûnê bidin ew jî çi dibêje gelo, guh bidin wê û dersên ku me ji rukn û eczayên wê wergirtine tekmîl û tenwîr bikin." Bi vê hizrê bi dûrbîneke berfireh û dorhêl ku ji Quranê standiye nihêrî û dît:    Ev kaînat ew qas manedar û rêkûpêk e ku: Di awayê kitêbeke Subhanî ya cîsimbûyî, Quraneke Rebbanî ya cismanî, qesreke Samedanî ya xemlandî û bajarekî Rehmanî ya rêkûpêk de dixuye. Hemû sûre, ayet û kelîme hetta herfên wê kitêbê û bab, fesl, rûpel û rêzikên wê û her dem "mehû û îsbata" [jêbirin û nivîsandina] wan a watedarane û texyîr û tehwîla wan a hekîmane ya wan hemûyan; bi îcmayî, wucûd û mewcûdiyeta yek Alimê kullî şey, yek Qedîrê kullî şey, Senifîne-rekî û ya Neqqaşekî zulcelal û Katibekî zulcemal ê ku di her tiştî de her tiştî dibîne, têkiliya her tiştî ya bi her tiştî dizane û bi vî awayî karên xwe dike bi zelalî îfade dikin. Digel vê ew [kaînat] bi hemû erkan û enwayên xwe ecza û cuziyatên xwe sekene û muşte-mîlatên xwe warîdat û serfiyatên xwe; û bi wan guheran-dinên meslehetkarî û nuhkirinên hîkmetperwerî ya di wan de, bi tifaqî mewcûdiyet û wehdeta Hostayekî mezin û Sanî'ekî bêmanend ê ku bi qudreteke bêhed û bi hîkmeteke bênihayet kar dike bi me radigihîne. Şehadetên du heqîqetên mezin û berfireh ên muna-sibî mezinahiya kaînatê ne, vê şehadeta mezin a gerdûnê îsbat dikin.    Heqîqeta Yekem: 

   Heqîqetên hudûs û îmkanê ne ku alimên dahî yên usûlê dînî û ilmê kelamê û hukemayên Îslamî dîtine û bi burhanên bêhed îsbat kirine. Wan gotiye ku:

   "Madem li alemê û di her tiştî de texeyyur û tebeddul heye; helbet fanî ye, hadîs e, nabe ku qedîm be. Himin hadîs e, helbet Sanî'ek heye, ku ew tişt îhdas kiriye, ji hîçiyê çêkiriye. Û madem heke sebebek tunebe her tişt di eslê xwe de ji bo hebûn û nebûnê yeksan e; helbet tu tişt nikare bibe wacib û ezelî. Û himin bi burhanên qet'î hatiye îsbatkirin ku bi dewir û teselsulê -ku muhal û batil in- îcadkirina hevdû ne mumkîn e; helbet mewcû-diyeta Wacibu'l Wucûdekî wisa lazim e ku, manen-dê wî mumtenî, mislê wî muhal be, ji xeynî wî her tişt mumkîn be û masîwaya wî mexlûqên wî bin."

   Belê heqîqeta hudûsê gerdûn îstila kiriye. Pirê wê çav dibîne, qismê din aqil dibîne. Lewra li ber çavê me her sal di demsala payîzê de alemeke wisa wefat dike ku digel wê alemê bi sed hezaran celebên nebatan û heywanên biçûçik wefat dikin, yên ku her yek ji wan xwedî ferdên bêhed e û her yek jê di hukmê kaîna-teke jîndar de ye. Lê belê wefateke ew qas biîntizam e ku ew, wan dendik, tov û hebûbik ên ku dibin sebebên heşr û neşra wan û mucîzeyên rehmet û hîkmetê ne û nuwazeyên qudret û ilmê ne; di biharê de li şûna xwe dihêlin, defterên amelên xwe û bernameyên wezîfeyên ku bi cî tînin, didin destên wan, li bin hîmayeya Hefîzê Zulcelal, emanetî hîkmeta Wî dikin, piştre wefat dikin.    Û di demsala biharê de, ew dar û ber, reh û kok û beşek heywanik ên ku miribûn, wek bi sed heza-ran mînak, nimûne û delîlên heşra e'zam, eynen wek berê tên îhyakirin û vedijin. Û qismek ji wan jî, li şûna wan, mînanî wan û yên eynî dişibihe wan tên îcad û îhyakirin. Û bûnewerên bihara raborî, rûpelên wan amel û wezîfeyên ku kiribûn, wek daxu-yaniyê belav dikin û mînakeke ayeta

 ﻭَﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺼُّﺤُﻒُ ﻧُﺸِﺮَﺕْ

ê nîşan didin.

   Hem ji aliyê giştî [heyetê mecmuayê] ve di her payîzê de û di her biharê de, alemeke mezin wefat dike û alemeke teze tê vejandin. Û ew mirin û hudûs/nûvejîn ew qas birêkûpêk diqewime û di wê mirin û hudûsê de bi serûber û pîvana têra xwe, mirin û nûvejîna ew qas celeban dibe ku; mîna ku dinya mêvanxaneyeke wisa ye ku kaînatên jîndar dibin mêvanên wê û alemên gerîde û dinyayên gerok têne ba wê û wezîfeyên xwe dikin, diçin.

   Va ye wucûba wucûd, qudreta bêhed û hîkmeta bênihayet a Zatekî zulcelal ê ku di vê dinyayê de wiha din-yayên jîndar û kaînatên wezîfedar bi kemala ilim, hîkmet û pîvanê; û bi wezin, rêkûpêk û pergalê îhdas dike, ji nû ve vedijîne û îcad dike [û her wiha] di meqsedên Rebbanî de, di amancên Îlahî de û di xizmetên Reh-manî de qedîrane dixebitîne û rehîmane xizmetkar dike; bi aşkerayî mîna rojê li aqilan dixuye. Em meseleyên hudûsê hewaleyî Rîsaleyên Nûr û kitêbên muheqqîqên Kelamê dikin û devê wê mijarê digrin...

   Îca hêla îmkanê... Wê jî gerdûn vegirtiye û îhate kiriye. Lewra em dibînin ku her tişt, çi kullî çi cuz'î be, çi mezin çi biçûk be, ji erş heta ferşê ji zerreyan hetta gerstêrkan hema her tişt; bi zatekî xusûsî, sûretekî tayînkirî, şexsiyeteke bijarte û bi sifatên xas, keyfiyet û çawaniyên hîkmetdar û bi cîhazên bimeslehet û sûdewer tên şandin dinyayê.

   Hal şan ev e, ji wî zatê mexsûs re û ji wê mahiyetê re di nav dibetiyên bêhed de dayîna wê xusûsiyetê Hem di nav îmkan û îhtîmalên bi jimareya sûre-tan de, lêkirina wî sûretê tayînkirî yê nexşandî, bijartî/ciyawazî û guncav... Hem ji wê bûnewerê re ku di nav dibetiyên bi qederê kesên hemcureyên xwe de diçeliqe, bi awayekî bijare terxandina wê şexsiyeta layîq Hem di wê mesnû'ê re -ku di nav îmkan û dibetiyên bi hejmara cure û mertebeyên sifatan de bêşikl e û xuşûş e- bicihkirina wan sifatên bimeslehet û sûdewer ên xas û guncavî wê Hem -ji ber ku ew mexlûq, pêkan e ku di rê û rêbaz, teher û terzên bêhed de be- bi wê mexlûqê ve, ku di nav pêkanî û dibetiyên bêhed de heyirî, sergerdan û bê amanc e, pêvekirina wan keyfiyetên bihîkmet û cîhazên biînayet; her wiha techîzkirin û arastina wê mexlûqê...    Helbet ji bo wucûba wucûd, qudreta bêhed û hîkmeta bênihayet a Wacibul Wucûdekî texsîskar, tercihkar, tayînkar, çêker/vejîner; îşaret, delalet û şehadetên bi hejmara hemû mumkînên kullî û cuz'î û bi jimara dibetiya mahiyet, huwiyet, heyet, sûret, sifat û weziyeta navborî ya her mumkînî, ji heqîqeta îmkanê derdikevin. Her wiha ew qas îşaret, delalet û şehadetên ku ji heqîqeta îmkanê dertên baskekî vê şehadeta mezin a kaînatê pêk tînin ku tu tişt/şey û tu şe'n ji Wî venaşêre; û tu tişt jê re giran nayê; û tiştekî herî mezin mîna tiştekî herî piçûk jê re hêsan tê; û Ew, biharekê bi qasî darekê, darekê bi qederê dendikekê dikare bi hêsayî îcad bike.

   Ji ber ku beşên Rîsaleyên Nûr bi taybetî Peyvên "Bîst û Duyem" û "Sî û Duyem"; Nameyên "Bîstî" û "Sî û Sêyem", "şehadeta gerdûnê" digel "herdu bask û herdu heqîqetên wê" bi temamî îsbat û îzah kiriye me hewaleyî wan kir û me ev mijara gelek dirêj kurt kir.

   Heqîqeta Duyem ku baskê duyem ê şehadeta mezin û kullî îsbat dike, ya ku ji heyeta mecmuaya gerdûnê tê:    Li ser mexlûqên ku -misêwa di nav van înqilab, dagerîn û guherînan de diçeliqin- ji bo parastina hebûna xwe, xizmeta xwe û heke jîndar bin, ji bo jiyana xwe û bo bicihanîna wezîfeya xwe hewl didin heqîqeteke te'awûn û piştevanî dixuye, ku bi temamî der û dûrî qeweta wan e.

   Va ye gelek zêde mînakên heqîqeta piştevaniyê hene ku bi tesxîrkirina Rebbanî û xizmetkarkirina Rehmanî çêdibin: "Gihandina unsur/hêmanên gerdûnê ji hawara jîndaran re; bi taybetî kombûna ewran ji bo mededa dar û beran; şandina dar û beran jî, bonî alîkariya heywanan; îca bezandina hey-wanan jî, bona yarmetiya insanan; hinartina şîrên mîna ava kewserê yên pêsîr û guhanan bo xwedî-kirina zarok û çêlikan; gelek pêdivî û erzaqên jîndaran ên ku raserî şiyana wan in ji ciyên qet jê hêvî nayên kirin tên dayin û têne gihandin ber destên wan, hetta bezandina zerreyên xurekan jî, ji bo selihandin û veherandina hucre û şanikên laşan". Ev hemû rasterast rubûbiyeta giştî û rehîmane ya "Rebbu'l Alemîn"ekî nîşan didin, yê ku tevahiya gerdûnê weke qesrekê îdare dike.

   Belê, alîkar û piştevanên ku bê can, bê hiş, bê şefqet in lê ji hev re helwesta şefqetkarane û hişmendane digrin, helbet bi qewet, rehmet û fermana Rebbekî zulcelal ê gelek Rehîm û Hekîm tên bezandin bo piştevaniyê.    Va ye, heqîqetên gelek mezin ên mîna "pişteva-niya giştî ya di gerdûnê de rû dide; û pîvana tevahî û muhafezeya şamil ku ji gerstêrkan heta aza, cîhaz û zerreyên bedenê yên jîndaran bi rêkûpêkiyeke kemilî diqewimin; û xemlandina ku ji rûyê avzêrî yê asîmanan û wechê xemlandî yê zemînê heta rûçikên rewşandî yên kulîlkan qelemê dilivîne/dibe û tîne; û tenzîmkirina ku ji Kadizê û ji sîstema Tavê heta fêkiyên mîna garis/lazût û hinaran hukum dike; û peywirdarkirina ku ji Tav û Hîvê û ji hêmanan û ji ewran heya mozan her tiştî dike fermanber" [şehadetên van heqîqetên mezin] li gorî mezinahiya xwe, "baskê duyem ê şehadeta kaînatê" dipeyitînin û pêk tînin.

   Himin Rîsaleyên Nûr ev şehadeta mezin îsbat û rave kiriye, em li vê derê qîma xwe bi vê îşareta kurtikî tînin.

   Ha ji bo dersa îmanî ya ku geryarê dinyayê ji gerdûnê wergirtiye, wekî îşareteke kurt, di Merte-beya Hejdehan a Meqemê Yekemîn de halo hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟْﻤُﻤْﺘَﻨِﻊُ ﻧَﻈِﻴﺮُﻩُ ﺍَﻟْﻤُﻤْﻜِﻦُ ﻛُﻞُّ ﻣَﺎﺳِﻮَﺍﻩُ ﺍﻟْﻮَﺍﺣِﺪُ ﺍْﻻ َﺣَﺪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﻫَﺬِﻩِ ﺍﻟْﻜَﺎﺋِﻨَﺎﺕُ  ﺍﻟْﻜِﺘَﺎﺏُ ﺍﻟْﻜَﺒِﻴﺮُ ﺍﻟْﻤُﺠَﺴَّﻢُ ﻭَ ﺍﻟْﻘُﺮْﺍَﻥُ ﺍﻟْﺠِﺴْﻤَﺎﻧِﻰُّ ﺍﻟْﻤُﻌَﻈَّﻢُ ﻭَ ﺍﻟْﻘَﺼْﺮُ ﺍﻟْﻤُﺰَﻳَّﻦُ ﺍﻟْﻤُﻨَﻈَّﻢُ ﻭَ ﺍﻟْﺒَﻠَﺪُ ﺍﻟْﻤُﺤْﺘَﺸَﻢُ ﺍﻟْﻤُﻨْﺘَﻈَﻢُ ﺑِﺎِﺟْﻤَﺎﻉِ ﺳُﻮَﺭِﻩِ ﻭَ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﻭَ ﻛَﻠِﻤَﺎﺗِﻪِ ﻭَ ﺣُﺮُﻭﻓِﻪِ ﻭَ ﺍَﺑْﻮَﺍﺑِﻪِ ﻭ ﻓُﺼُﻮﻟِﻪِ ﻭَ ﺻُﺤُﻔِﻪِ ﻭَ ﺳُﻄُﻮﺭِﻩِ ﻭَ ﺍِﺗِّﻔَﺎﻕِ ﺍَﺭْﻛَﺎﻧِﻪِ ﻭَ ﺍَﻧْﻮَﺍﻋِﻪِ ﻭَ ﺍَﺟْﺰَٓﺍﺋِﻪِ ﻭَ ﺟُﺰْﺋِﻴَّﺎﺗِﻪِ ﻭَ ﺳَﻜَﻨَﺘِﻪِ ﻭَ ﻣُﺸْﺘَﻤِﻼ َﺗِﻪِ ﻭَ ﻭَﺍﺭِﺩَﺍﺗِﻪِ ﻭَ ﻣَﺼَﺎﺭِﻓِﻪِ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟْﺤُﺪُﻭﺙِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﻐَﻴُّﺮِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﻣْﻜَﺎﻥِ ﺑِﺎِﺟْﻤَﺎﻉِ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﻋُﻠَﻤَٓﺎﺀِ ﻋِﻠْﻢِ ﺍﻟْﻜَﻼ َﻡِ ﻭَ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺗَﺒْﺪِﻳﻞِ ﺻُﻮﺭَﺗِﻪِ ﻭَ ﻣُﺸْﺘَﻤِﻼ َﺗِﻪِ ﺑِﺎﻟْﺤِﻜْﻤَﺔِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﻧْﺘِﻈَﺎﻡِ ﻭَ ﺗَﺠْﺪِﻳﺪِ ﺣُﺮُﻭﻓِﻪِ ﻭَ ﻛَﻠِﻤَﺎﺗِﻪِ ﺑِﺎﻟﻨِّﻈَﺎﻡِ ﻭَ ﺍﻟْﻤِﻴﺰَﺍﻥِ ﻭَ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺘَّﻌَﺎﻭُﻥِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺠَﺎﻭُﺏِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺴَﺎﻧُﺪِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺪَﺍﺧُﻞِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﻮَﺍﺯَﻧَﺔِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﺤَﺎﻓَﻈَﺔِ ﻓِﻰ ﻣَﻮْﺟُﻮﺩَﺍﺗِﻪِ ﺑِﺎﻟْﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺓِ ﻭَ ﺍﻟْﻌَﻴَﺎﻥِ    Dûre, mirovê rêwî yê meraqdar û xwedî îştiyaq ê ku hatiye dinyayê û li Xaliqê dinyayê digere; û bi saya mî'raceke îmanî ya ku ji "hejdeh mertebe"yan dertê û digihîje erşa heqîqetê, ji merîfeta xeybane ber bi meqemê hazirane û muxatabane ve tereqqî dike ji ruhê xwe re got:

   Çawa ku di Fatîheya şerîf de ji serî heta kelîmeya

 ﺍِﻳَّﺎﻙَ

yê bi medh û senaya xeybane huzûrek tê û meriv digihîjin û derdikevin xîtaba huzûr a

 ﺍِﻳَّﺎﻙَ

yê, her wiha divê em jî, lêgerîna xeybane berdin û bihêlin; û rasterast Ê ku em lê digerin ji Yê em lê digerin bipirsin; roja ku her tiştî nîşan dide divê ji rojê bê pirsîn. Belê yê ku her tiştî nîşan dide, xwe, ji her tiştî bêtir nîşan dide. Ku wisa ye -mîna bi tîrêjên tavê dîtin û nasîna wê- bi esmayên husna û sifatên pîroz ên Xaliqê me, em li gorî qabiliyeta xwe ji bo nasîna wî dikarin hewl bidin.

   Em ê di vê rîsaleyê de, ji rêyên bêhed ên vê meq-sedê du rêyan û ji mertebeyên bêhed ên wan du rêyan du mertebeyan û ji gelek zêde heqîqet û zêde zêde kitekitên wan du mertebeyan tenê du heqî-qetan bi îcmal û kurtî beyan bikin:

   Heqîqeta Yekem: 

   -Bi muşahedeyî bi çavên me tê dîtin- Xuyabûna heqîqeta fealiyeta berbelav e ku hemû mexlûqên muhît, dorhêl, daîmî, birêkûpêk, bidehşet, asî-manî û erdî dizivirîne, diguherîne û teze dike û gerdûn rapêçandiye; û bi aşkerayî pêhisîna heqîqeta tezahura rubû-biyetê ya di nav heqîqeta fealiyetê ye ku ji her aliyî ve hîkmetmedar e; û bi zerûrî pêzanîna heqîqeta tebarûza ulûhi-yetê ya di nav heqîqeta tezahura rubûbiyetê ye ku ji her aliyî ve rehmetfeşan e.

   Va ye, ji ber vê fealiyeta daîmî ya hakimane û hekîmane û di pişt perdeya wê de, fiîl û karên Failekî Qedîr û 'Elîm mîna ku dixuye tên hisîn.

   Û ji van kar û kirinên Rebbanî yên murebbiyane û mudebbirane û ji paş perdeya wan, navên Xwedê yên ku di her tiştî de cîlweyên wan hene, di dereceya pêhisînê de bi aşkerayî tên zanîn.

   Û ji van esmayên husna yên ku celaldarane û cemalperwerane cîlweger in û di pişt perdeya wan de, heyîn û pêkhatina heft sifatên qudsî, di dereceya ilmelyeqîn belkî eynelyeqîn belkî heqqelyeqînê de tê fêmkirin.

   Û -bi şahidiya hemû mexlûqan- bi tecelliyên bi awayekî bênîhayet ên van heft sifatên pîroz ên ku hem heyatdarane hem qedîrane hem 'elîmane hem semîane hem besî-rane hem murîdane hem mutekellîmane tecellî dikin; bi aşkerayî, bi zerûrî û bi ilmelyeqîn hebûna mewsûfekî Wacîbu'l Wucûd û musemmayekî Wahî-dê Ehed û failekî Ferdê Samed, bi awayekî ji tavê aşkeretir û rewnaqtir, mîna ku li çavê îmanê yê di qelbî de ye bixuye, qet'î tê zanîn.    Lewra kitêbeke spehî û watedar û xaniyekî birêkûpêk, bi aşkerayî kirinên "nivîsîn û çêkirin"ê; û fiîlên "xweşnivîsîn û çêkirina birêkûpêk" jî bi aşîkarî navên "nivîsevan û durger/xerat"ê; ku inwanên "nivîsevan û xerat"ê bi bedahetê sen'et û sifatên "nivîsyarî û durgerî"yê û ev sen'et û sifat bi aşkerayî, bivê nevê "Zat"ekî gerek dike ku "mewsuf, sanî', musemma û fail" be. Çawa ku fiîleke bêfail û îsmekî bêmusemma ne pêkan e; sifatekî bêmewsûf, sen'etekî bêsen'etkar jî ne mumkun e.

   Ha ji ber vê heqîqet û qaîdeyê, çawa ku ev kaînat digel hemû mewcûdên xwe mîna kitêb û mektûbên bêhed ên watedar ku bi qelema qederê hatine nivî-sandin û mîna avahî û qesrên bêdawî yên ku bi çakûtê qudretê hatine çêkirin -her yek jê bi hezaran aliyî û digel hev ji aliyên bêhed ve- bi fiîlên bênihayet ên Rebbanî û Rehmanî û bi cîlweyên bêhed ên hezar û yek navên Îlahî ku jêdera wan fiîlan e; û bi tecelliyên bêdawî yên heft sifatên Subhanî ku cîderka wan navên xweşik in, ji wucûba wucûd û wehdeta Zatekî zulcelal ê ezelî û ebedî re, ku maden û mewsûfê wan heft sifatên muhît û pîroz e, îşaretên bêhed û şehadetên bênîhayet dikin; wisan jî, ew hemû husun/spehîtî, cemal/xweşikî, qîmet û kemalên ku di wan hemû mewcûdan de hene jî, ji cemal û kemalên pîroz re, yên ku layîq û muwafiqê van ef'alê Rebbanî û esmayê Îlahî û sifatê Samedanî û şuûnên Subhanî ne şehadet dikin û hemû bi hev re ji cemal û kemala qudsî ya Zatê eqdes re bi aşkerayî şahidiyê dikin.    Va ye, heqîqeta rubûbiyetê ku di nav heqîqeta fealiyetê de zahir dibe; bi şuûn û teserrûfên mîna "xelq û îcad û sun' û îbdakirina bi ilm û hîkmetê; teqdîr û teswîr û tedbîr û tedwîrkirina bi nîzam û mîzanê; tehwîl û tebdîl û tenzîl û tekmîlkirina bi qesd û îradeyê; ît'am û în'am û îkram û îhsankirina bi şefqet û rehmetê" xwe dinimîne û dide naskirin.

   Û heqîqeta tebaruza Ulûhiyetê ya ku di nav heqîqeta tezahura Rubûbiyetê de heye û bi aşkerayî tê pejinîn jî, bi cîlweyên rehîmane û kerîmane yên esmayê husna û bi tecelliyên bicelal û bicemal ên sifatên Heyat, Ilim, Qudret, Îrade, Sem', Beser û Kelam [Xweşî, Zanîn, Şîn/Şiyan, Vîn/Viyan, Bihîstin, Dîtin û Axaftinê] ku heft sifatên subûtî ne, xwe dide nasîn û zanîn.

   Belê çawa ku sifatê kelamê, bi wehî û îlhaman Zatê eqdes dide naskirin wisa jî, sifatê qudretê jî bi berhemên hunerawer ku di hukmê kelîmeyên mucessem de ne, wî Zatê eqdes dide zanîn û ger-dûnê, seranser di mahiyeta Furqaneke [Quraneke] cismanî de nîşan dide û Qedîrekî zulcelal diwesifîne û dinasîne.    Û sifatê ilim jî, bi qederê hemû mesnuyên ku bi hîkmet, bi rêkûpêk û bi mêzîn hatine çêkirin û bi hejmara hemî mexlûqên ku bi ilim tên îdare, tedbîr, tezyîn û temyîzkirin, tek Zatekî eqdes ê ku xwediyê wan wesfan e dide zanîn.

   Û îca sifatê heyatê; çawa hemû berhemên ku qudretê didin zanîn; û hemî suret û rewşên birê-kûpêk, bihîkmet, bipîvan û bixeml û xişr ên ku heyîna ilim didin zanîn, tevekê delîlên ku sifatên dîtir didin zanîn, -digel delîlên sifatê heyatê- ji tehaqquqa sifatê heyatê re delîliyê dikin; wisa jî heyat [bixwe] jî bi wan hemû delîlan, bi şahidgirtina tevahiya jîndaran ku neynikên Wî ne, Zatê Heyy û Qeyyûm dide zanîn. Û gerdûnê, her dem ji bo nîşandana cîlwe û nexşên teze teze û cihê cihê, sertaser vediguherîne sûretê eyneyeke mezintirîn a ku tim û daîm diguhere û tê tezekirin û ji eyneyên bêhed pêk hatiye. Bi vê qiyasê, sifatên "dîtin û bihîstin, bijartin û axaftin"ê jî, her yek jê bi qasî yeko yeko kaînatekê, Zatê eqdes dide zanîn û nasîn.

   Hem ew sifat, çawa ku ji hebûna Zatê zulcelal re delalet dikin wisa jî, ji heyîna heyatê û teheqquqa wê re û ji heyatdarî û saxbûna wî Zatî re jî bi aşke-rayî delalet dikin. Lewra zanîn, elametê heyatê; bihîstin emareya saxbûnê ye; dîtin, xasî bi zindiyan e; îrade dikare bi heyatê be; îqtidara îxtiyarî [şiyana viyanî] di jîndaran de heye; ku axaftin karê zindiyên zana ye.    Ha, ji van nuqteyan tê fêmkirin ku; delîlên sifatê heyatê hene ku heft caran bi qasî kaînatê ne û burhanên wî sifatî yên ku heyîna xwe û heyîna mewsûfê xwe didin zanîn hene ku sifatê heyatê bûye bingeh û cîdera hemû sifatan û jêderk û kaniya îsmê e'zam. Ji ber ku Rîsaleya Nûr ev Heqîqeta Yekem bi burhanên qewîn îsbat û heta dereceyekê rave kiriye, niha em qîma xwe bi vê dilopa navborî tînin, ku ji vê behr(a heqîqet)ê ye.

   Heqîqeta Duyem: 

   Tekelluma Îlahî ye ku ji sifatê kelamî tê. Bi sirrê ayeta

 ﻟَﻮْ ﻛَﺎﻥَ ﺍﻟْﺒَﺤْﺮُ ﻣِﺪَﺍﺩًﺍ ﻟِﻜَﻠِﻤَﺎﺕِ ﺭَﺑِّﻰ

yê: Kelamê Îlahî, bêdawî ye. Nîşaneya herî zahir a ku hebûna zatekî dide zanîn, axaftina wî ye. Nexwe ev heqîqet, bi awayekî bêdawî ji hebûn û yekbûna Mutekellîmê Ezêlî re şahidiyê dike.

   Vêga, ji ber ku du şehadetên qewîn ên vê heqî-qetê, ji aliyê wehî û îlhaman ve, ku di "Mertebeyên Çardeh û Panzdehan" ên vê Rîsaleyê de hatine beyankirin; û şehadeteke wê ya berfireh jî bi hêla kitêbên pîroz ên asîmanî, ku di "Mertebeya wê ya Dehemîn" de hatiye îşaretkirin; û şahidiyeke wê ya din a gelek rewnaq û camî'/hewîner jî, di "Mertebeya Hevdehan" de bi aliyê Qurana Mucîzu'l Beyan hatiye ravekirin, ew rêwiyê me be-yan û şehadeta vê heqîqetê hewaleyî wan merte-beyan dike. Û ji ber ku nûr û sirrên ayeta gewre ya

 ﻟَﻮْ ﻛَﺎﻥَ ﺍﻟْﺒَﺤْﺮُ ﻣِﺪَﺍﺩًﺍ ﻟِﻜَﻠِﻤَﺎﺕِ ﺭَﺑِّﻰ

ê ku wê heqîqetê, mucîzane îlan dike û şehadeta wê heqîqetê digel şehadetên heqîqetên din îfade dike heta tu bêjî têra vî rêwiyê me kiriye ku nekariye pêştir biçe.

   Va ye, ji bo mealeke kurt a dersa ku vî rêwiyî ji vî Meqamê qudsî wergirtiye wek îşaretekê di Mertebeya Nozdehan a Meqamê Yekem de:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟْﻮَﺍﺣِﺪُ ﺍْﻻ َﺣَﺪُ ﻟَﻪُ ﺍْﻻ َﺳْﻤَٓﺎﺀُ ﺍﻟْﺤُﺴْﻨَﻰ ﻭَ ﻟَﻪُ ﺍﻟﺼِّﻔَﺎﺕُ ﺍﻟْﻌُﻠْﻴَﺎ ﻭَ ﻟَﻪُ ﺍﻟْﻤَﺜَﻞُ ﺍْﻻ َﻋْﻠَﻰ ﺍَﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻓِﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﺍَﻟﺬَّﺍﺕُ ﺍﻟْﻮَﺍﺟِﺐُ ﺍﻟْﻮُﺟُﻮﺩِ ﺑِﺎِﺟْﻤَﺎﻉِ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺻِﻔَﺎﺗِﻪِ ﺍﻟْﻘُﺪْﺳِﻴَّﺔِ ﺍﻟْﻤُﺤِﻴﻄَﺔِ ﻭَ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺍَﺳْﻤَٓﺎﺋِﻪِ ﺍﻟْﺤُﺴْﻨَﻰ  ﺍَﻟْﻤُﺘَﺠَﻠِّﻴَّﺔِ ﺑِﺎِﺗِّﻔَﺎﻕِ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺷُﺆُﻧَﺎﺗِﻪِ ﻭَ ﺍَﻓْﻌَﺎﻟِﻪِ ﺍﻟْﻤُﺘَﺼَﺮِّﻓَﺔِ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺗَﺒَﺎﺭُﺯِ ﺍْﻻ ُﻟُﻮﻫِﻴَّﺔِ ﻓِﻰ ﺗَﻈَﺎﻫُﺮِ ﺍﻟﺮُّﺑُﻮﺑِﻴَّﺔِ ﻓِﻰ ﺩَﻭَﺍﻡِ ﺍﻟْﻔَﻌَّﺎﻟِﻴَّﺔِ ﺍﻟْﻤُﺴْﺘَﻮْﻟِﻴَﺔِ ﺑِﻔِﻌْﻞِ ﺍْﻻ ِﻳﺠَﺎﺩِ ﻭَ ﺍﻟْﺨَﻠْﻖِ ﻭَ ﺍﻟﺼُّﻨْﻊِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺑْﺪَﺍﻉِ ﺑِﺎِﺭَﺍﺩَﺓٍ ﻭَ ﻗُﺪْﺭَﺓٍ ﻭَ ﺑِﻔِﻌْﻞِ ﺍﻟﺘَّﻘْﺪِﻳﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺼْﻮِﻳﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺪْﺑِﻴﺮِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺪْﻭِﻳﺮِ ﺑِﺎِﺧْﺘِﻴَﺎﺭٍ ﻭَ ﺣِﻜْﻤَﺔٍ ﻭَ ﺑِﻔِﻌْﻞِ ﺍﻟﺘَّﺼْﺮِﻳﻒِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﻨْﻈِﻴﻢِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﺤَﺎﻓَﻈَﺔِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺩَﺍﺭَﺓِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﻋَﺎﺷَﺔِ ﺑِﻘَﺼْﺪٍ ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔٍ ﻭَ ﺑِﻜَﻤَﺎﻝِ ﺍْﻻ ِﻧْﺘِﻈَﺎﻡِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﻮَﺍﺯَﻧَﺔِ ﻭَ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍَﺳْﺮَﺍﺭِ   ﺷَﻬِﺪَ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍَﻧَّﻪُ ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ ﻭَ ﺍﻟْﻤَﻠَٓﺌِﻜَﺔُ ﻭَ ﺍُﻭﻟُﻮﺍ ﺍﻟْﻌِﻠْﻢِ ﻗَٓﺎﺋِﻤًﺎ ﺑِﺎﻟْﻘِﺴْﻂِ ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ ﺍﻟْﻌَﺰِﻳﺰُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ

hatiye gotin.

  ***    Bibîrxistin 

   Di Babê Yekem ê Meqamê Duyem ê bihurî de nozdeh heb mertebe hebûn. Her yek heqîqetên wan mertebeyên ku şahidiyê dikin, çawa ku bi pêkhatin, rastandin û wucudên xwe ji wucûba wucûdê re delaletê dikin wisa jî bi îhatayên xwe jî, ji wehdet û ehadiyetê re delaletê dikin. Lê belê di serî de ji ber ku bi aşîkarî "wucûd" îsbat kiriye, wek delîlên wucûba wucûdê hatiye hesibandin.

   Îca Babeta Duyem a Meqa-mê Duyem; ji egera ku di serî de û bi aşke-rayî "wehdet" û di navê de "wucûd" îsbat kiriye, jê re wek burhanên tewhîdê tê gotin. Yan na her du [Bab] herduyan îsbat dikin. Ji bo nîşandana ferqa wan di Babê Yekem de fiqreyên

 ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ

di Babeta Duyem de bonî zahiriya wekî ku wehdet dixuye fiqreyên

 ﺑِﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺓِ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ

tên dubarekirin. Min niyet hebû ku mertebeyên Babeta Duyem ên dê bên mîna yên Babê Yekem rave bikim. Lê belê ji ber manîbûna hinek rewşan ez neçar im bona kurtebêjî û puxteyê. Em beyanki-rina tam bi heq û têra xwe, hewaleyî Rîsaleyên Nûr dikin.

  ***     BABETA DUYEM 

  Derbarê burhanên Tewhîdê de ye 

   Geştyarê dinyayê ku ji bo îmanê hatiye şandin dinyayê û li hemû kaînatê ji aliyê fikir ve geşt û guzar dike û ji her tiştî Xaliqê xwe dipirse û li her derê li Rebbê xwe digere û di dereceya heqqelyeqînê de Îlahê xwe di nuqteya wucûba wucûdê de dibîne, ji eqlê xwe re got ku: Were, ji bonî temaşakirina bur-hanên wehdetê yên Xaliqê me yê Wacibul Wucûd, em ê dîsa digel hev biçin ger û geştekê.

   Bi hev re çûn... Wan di Menzîla Yekem de dît ku: "Çar Heqîqet"ên qudsî yên ku kaînat îstîla kiriye, wehdetê di dereceya zelaliyê de îstîlzam dikin û dixwazin.

   HEQÎQETA YEKEM: Ulûhiyeta Mutleq e. 

   Belê her taîfeya mirovan bi cure cure îbadetan mîna ku fitrî ye mijûl dibin; û xizmetên siruştî yên jîndarên din belkî yên heyberên bêcan jî di hukmê cure cure îbadetan de ne; û di gerdûnê de her yek ji [van] hemû nîmet û îhsanên maddî û manewî ji aliyê mabûdiyetekê ve tên wesîlekirin ji bo perestin û şikurdariya ku hemd û îbadetê dide kirin; û hemû pişkinînên xeybî û tezahurên manewî yên mîna wehî û îlhaman, mabûdiyeta yek Îlahekî îlan dikin; helbet ev hemî bi aşkerayî heqîqetbûna Ulûhiyeteke mutleq û serwerbûna wê îsbat dikin.

   Madem heqîqeteke wisa ya Ulûhiyetek[e wel]ê heye. Helbet ev, şirîkatiyê nikare qebûl bike. Lewra; yên ku li hember ulûhiyetê yanî mabûdiyetê bi şikur û îbadetê muqabele dikin [ev] meyweyên xwedîşiur ên ku li serê çiqilê dara kaînatê ne; îca ev rewşa ku yên dîtir[ê wê Ulûhiyetê] wan hişmendan memnûn û minetdar bikin û wech û berê wan bizivirînin bal xwe; û ji wan xwedîhişan re Mabûdê wan ê heqîqî bidin jibîrkirin -ku ji egera ku ew Mabûd naxuye dikare zû bê jibîrbirin- ji mahiyeta ulûhiyetê û meqsedên pîroz ên wê re dijberiyeke wisa ye ku [ulûhiyet] bi tu awayî nahêle, destûrê nade.

   Îca ji ber vê ye ku Quran bi gelek dubarekirinan û bi awayekî tund, şirîkiyê red dike, bi Cehennemê gef li muşrîkan dixwe.

   HEQÎQETA DUYEM: Rubûbiyeta Mutleq e. 

   Belê li hemû gerdûnê bi taybetî di jîndaran de û nemaze di terbiye û îaşeya wan de, teserrûfeke giştî ya ku li her hêlê bi heman teherî û bi awayekî qet jê hêvî nedihat kirin, wan tev bi hev re û di nav hev û din de, hekîmane, rehîmane ji aliyê destekî xeybî ve tê kirin, helbet elamet û çizirînên Rubûbiyeteke mutleq e û roniya wê ye û ji rastandina wê re burhaneke qet'î ye.

   Madem Rubûbiyeteke mutleq heye helbet şirk û şirîkahiyê qebûl nake. Lewra, meqsed û mebestên wê rubûbiyetê yên herî girîng ên mîna "aşkerakirina cemala xwe û îlankirina kemala xwe û pêşandina sen'etên xwe yên hêja û nîşandana hunerên nepenî" ji ber ku di cuz'iyan û jîndaran de kom bûne û civiyane [yên cuz'î û jîndar, jê re bûne navend], şirka ku bi serê xwe, têkilî tiştekî herî cuz'î û jîndarekî herî biçûk dibe, wan amancan diteribîne û wan meqsedan xera dike; û ji ber ku wechê xwedî-şiuran ji wan xayeyan û ji Yê ku wan xaye û amancan îrade dike, dizivirîne û ber dide sebeban; îca ji ber ku ev rewş û eger ji mahiyeta rubûbi-yetê re bi temamî dijberî û neyarî ye, helbet Rubûbi-yeteke mutleq a wiha bi tu awayî rê nade şirkê.

   Ji ber vê raza mezin e ku di Quranê de zêde zêde teqdîs û tesbîhkirin hene û Quran bi ayet û kelîme belkî bi herf û hey'etên xwe misêwa îrşada tewhîdê dike.

   HEQÎQETA SÊYEM: Kemalat e. 

   Belê hemû hîkmetên bilind, xweşikiyên nuwaze, qanûnên adilane, amancên hekîmane yên vê gerdûnê, bi awayekî aşîkar ji heyîna heqîqeta kemalatê re delaletê dikin; û bi taybetî ji kemalata wî Xaliqî re şehadetê dikin, Yê ku ev kaînat ji hîçiyê îcad kiriye û wê bi awayekî ku ji her aliyî ve bi mucizeyan û bi cemal îdare dike; û ji kemalata însên re ku eyneyê hişmend ê wî Xaliqî ye gelek zahir şahidiyê dikin.

   Madem heqîqeta kemalatê heye. Û madem kemalata Xaliqê ku gerdûnê di nav kemilînan de îcad dike, heq e û rastandî ye. Û madem kemalata insanê ku fêkiyê herî muhîm ê gerdûnê ye, xelîfeyê erdê ye, sen'et û xoşdiviyê herî girîng ê Xaliqî ye, heq e û bi heqîqet e...

   Helbet, şirka ku vê gerdûna bikemal û bihîkmet a ku em bi çavê serê xwe dibînin, dizivirîne rewşa ku di fena û zewalê de digindire û wekî bê encam diqulibîne awayê leyîstoka tesadufê, lîstgeha siruştê, selexaneya zalimane ya jîndaran, şînîgeha erjeng a hişmendan; û vî insanê ku bi berhemên wî, kema-latên wî dixu-yin, dadixîne radeya jêr a heywanekî herî bêçare, herî perîşan û herî kêm; û kemalata wî Xaliqê ku bi şahidiya hemû mewcûdan-ku eyneyên kemalata Xaliqî ne-kemilînên Wî yên qudsî yên bêdawî hene, dinixême û perdeyê dikşîne ser her wiha encamên fealiyetên Wî û xellaqiyeta Wî betal dike, nabe ku [ew şirk] hebe û bê heqîqet e.

   Ji ber ku di "Meqamê Yekem" ê rîsaleya "Şueya Duyem" ku derbarê sê meyweyên tewhîdê de ye bi delîlên qewîn û qet'î hatiye peyitandin û ravekirin ku şirk, dijberî van kemilînên Îlahî, insanî û kewnî/gerdûnî ye, hewaleyî wê dikin û li vê derê kurt dibêjin.    HEQÎQETA ÇAREM: Hakimiyet e. 

   Belê, yê ku bi baldariyeke berfireh li vê gerdûnê dinihêre, gerdûnê mîna welatekî gelek biheşmet û pir bifealiyet, belkî wek bajarekî îdareya wî gelek bihîkmet û hakimiyeta wî zehf qewîn e dibîne; û her tiştî û her celebî yeko yeko bi wezîfeyekê, bi awayekî girêdayî û îteatkar mijûl e dibîne. Li gorî mînaka ayeta

 ﻭَﻟِﻠَّﻪِ ﺟُﻨُﻮﺩُ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ

yê ku wateya leşkeriyê dide hisandin: Ji leşkerên Rebbanî yên ku ji artêşa pirîskan, ji firqeyên riwekan û ji tabûrên heywanan heta artêşa stêrkan ango di nav wan memûrên piçûçik de û di nav van eskerên mezin de, qewimînên emir û karûbarên tekwînî/gerdûnî yên hakimane, hukmên serdestane û qanûnên şahane, bi aşkerayî ji hebûna hakimiyeteke mutleq û amiriyeteke kullî û giştî re delaletê dikin.

   Madem heqîqeta hakimiyeteke mutleq heye, helbet heqîqeta şirkê nabe ku hebe. Lewra bi heqîqeta qet'î ya ayeta

 ﻟَﻮْ ﻛَﺎﻥَ ﻓِﻴﻬِﻤَﺎ ﺍَﻟِﻬَﺔٌ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﻟَﻔَﺴَﺪَﺗَﺎ yê, gelek dest, bi awayekî zordestî tevlî karekî bibin tev li hev dikin. Heke li welatekî du padîşah, hetta li nahiyeyekê du midûr hebin, pergal xera dibe û îdare serûbin dibe. Heçku ji baskên mêşan heta qen-dîlên asîmanan û ji hucrekikên bedenê hetta bircên gerstêrkan pergaleke wisan heye ku bi qasî zerreyê mudaxeleya şirkê nabe ku tê de hebe.

   Hem hakimiyet, meqamekî izzetê ye, qebûlkirina hevrik(an), izzeta wê hakimiyetê dişkîne. Belê, insanê ku ji ber bêgaviya xwe muhtacî gelek alî-karan e, ji bo hakimiyeteke xwe ya cuz'î, zahirî û demdemî, birayê xwe û kurê xwe bi zalimî dikuje. Ev yek nîşan dide ku hakimiyet hevrikan qebûl nake. Îca heke bêgavekî wisa, ji bo hakimiyeteke halo cuz'î, wilo bike û tevbigere, helbet bi tu awayî ne pêkan e ku Qedîrekî mutleq ê ku xwediyê hemû gerdûnê ye, ji hakimiyeta xwe ya pîroz re ku wesîleya rubûbiyet û ulûhiyeta Wî ya heqîqî û giştî ye, yê/yên dîtir bike hevkar û rê bide şirîkî/an.

   Ev heqîqet, ji ber ku di Meqamê Duyem ê Şueya Duyem de û di gelek ciyên Rîsaleyên Nûr de bi delî-lên qewîn hatiye îspatkirin em hewaleyî wan dikin.

   Va ye, geryarê me, bi dîtina van çar heqîqetan, wehdaniyeta Xwedê di dereceya şuhudê de zanî, îmana wî biriqî. Bi hemû hêza xwe got:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﻭَﺣْﺪَﻩُ ﻻ َ ﺷَﺮِﻳﻚَ ﻟَﻪُ    Ji bo dersa ku wî geryarî ji vê menzîlê wergirtiye di Babeta Duyem a Meqamê Yekem de wek îşareteke kurt

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺣِﺪُ ﺍْﻻ َﺣَﺪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭَﺣْﺪَﺍﻧِﻴَّﺘِﻪِ ﻭَ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺗَﺒَﺎﺭُﺯِ ﺍْﻻ ُﻟُﻮﻫِﻴَّﺔِ ﺍﻟْﻤُﻄْﻠَﻘَﺔِ ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺗَﻈَﺎﻫُﺮِ ﺍﻟﺮُّﺑُﻮﺑِﻴَّﺔِ ﺍﻟْﻤُﻄْﻠَﻘَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻘْﺘَﻀِﻴَّﺔِ ﻟِﻠْﻮَﺣْﺪَﺓِ ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ... ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟْﻜَﻤَﺎﻻ َﺕِ ﺍﻟﻨَّﺎﺷِﻴَﺔِ ﻣِﻦَ ﺍﻟْﻮَﺣْﺪَﺓِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟْﺤَﺎﻛِﻤِﻴَّﺔِ ﺍﻟْﻤُﻄْﻠَﻘَﺔِ ﺍﻟْﻤَﺎﻧِﻌَﺔِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﻨَﺎﻓِﻴَﺔِ ﻟﻠِﺸِّﺮْﻛَﺔِ

hatiye gotin.

   Dûre, wî geryarê bêsekin ji qelbê xwe re got: "Ehlê îmanê bi taybetî ehlê terîq her wext bi dubareyî dibêjin

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ

û tewhîdê yad û îlan dikin. Ev yek nîşan dide ku gelek zêde mertebeyên tewhîdê hene. Hem tewhîd, wezîfeyeke pîroz, ferîzeyeke fitrî û îbadeteke îmanî ya herî girîng, herî şîrîn û herî bilind e. Hemin wisa ye, were ji bo bidestxistina mertebeyeke din, divê em deriyekî dîtir ê menzîleke dî ya vê îbretxaneyê jî vekin. Lewra tewhîda heqîqî ya ku em lê digerin, ne ew marîfeteke ku tenê ji tesewwûrê pêk tê. Belkî tesdîqa ku di ilmê Mantiqê de bergîdana tesew-wûrê ye û ji merîfeta tesewwûrî bêtir qîmetdar e û encama burhanê ye û ew e ku jê re "ilim" tê gotin. Û tewhîda heqîqî, hukum, tesdîq, îz'an û qebûleke wisa ye ku; [kesê gihîştiye fama tewhîda heqîqî] dikare bi her tiştekî, Rebbê xwe bibîne û di her tiştî de rêya ku diçe Xaliqê xwe dibîne û tu tişt nabe manî ji huzûra wî/Wî re. Heke na ji bo dîtina Rebbê xwe divê her tim perdeya gerdûnê biçirîne, veke." [Lewma wî geryarî] got "Ku wisa ye, de haydê bimeşe!" û li deriyê Kibriya û Ezametê xist. Ket menzîla Ef'al û Asarê û alema Îcad û Ibda'ê, dît ku: Pênc Heqîqetên Muhît ên ku gerdûn istîla kiriye hukum dikin û bi aşkerayî tewhîdê îsbat dikin, dipeyitînin.

   A YEKEM: Heqîqeta Kibriya û Ezametê ye. 

   Ji ber ku ev heqîqet di Meqamê Duyem ê Şueya Duyem de û di gellek ciyên Rîsaleyên Nûr de bi burha-nan hatiye ravekirin, em li vê derê ev qasî dibêjin ku:

   Ew Zatê ku di heman kêliyê de stêrkên ku di mesafeyeke ji hev bi hezaran salî dûr de ne di eynî teherî de îcad û îdare dike; û ferdên bêhed ên eynî kulîlka ku li rojhilat, rojava, başûr û bakurê zemînê ne, di demekê de bi heman awayî dixuliqîne û disêwirîne; hem

 ﻫُﻮَ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺧَﻠَﻖَ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﻓِﻰ ﺳِﺘَّﺔِ ﺍَﻳَّﺎﻡٍ

yanî [ew Zatê ku] hedîseyeke borî, xeybî û gelek ecêb a mîna "di şeş rojan de xuliqandina asîmanan û erdê" bi hedîseyeke hazir/niha û li ber çavan, îsbat dike û mîna wê wek dirûvandineke ecêb, li ser rûyê zemînê, di demsala biharê de wekî ku mînakên ji sed hezarî zêde yên heşra mezin nîşan dide taîfe û tîrên riwekan û qebîle û berên heywanan ên ji du sed hezarî zêde di pênc-şeş hefteyan de înşa dike/çê dike û bi kemala întizam û mîzanê, bê tevlihevî, bê kêmanî, bê şaşitî, digel hev, di nav hevdû de îdare û terbiye dike, xwedî dike û temyîz dike û dixemilîne; hem eynî Zatê ku bi seraheta

 ﻳُﻮﻟِﺞُ ﺍﻟَّﻴْﻞَ ﻓِﻰ ﺍﻟﻨَّﻬَﺎﺭِ ﻭَ ﻳُﻮﻟِﺞُ ﺍﻟﻨَّﻬَﺎﺭَ ﻓِﻰ ﺍﻟَّﻴْﻞِ

yê zemînê dizivirîne û pê rûpelên şev û rojan çê dike, diqulibîne û bi qewamên rojane dinivîse û diguherîne; di eynî kêliyê de bîrhatiyên qelban ên ku herî nepenî û herî cuz'î ne jî dizane û bi îradeya Xwe îdare dike...

   Ha her yek ji fiîlên navborî ji ber ku yek fiîlek e, wek [encameke] pêwîst failê wan fiîlan jî yek Failekî Zulcelal ê ku wahid û qedîr e; û bi aşkerayî diyar e kibriya û ezameteke Wî ya wisa heye ku: Li tu derî, di çu tiştî de, bi tu awayî, çu îmkan û ti îhtîmala tu şirkê nahêle, ji binî dibirre.

   Madem kibriya û ezameteke wisan a qudretê heye û madem ew kibriya di radeya kemala bêhed de ye û îhata dike, helbet bi tu awayî ne pêkan e ku rê û destûr bide şirkeke ku ji wê qudretê re ecz û hewce û ji wê kibriyayê re qusûr û ji wê kemalê re kêmanî dide û ji wê îhatayê re dor û sînor datîne û ji wê bêdawitiyê re dawî tîne; qet misade nakê. Tu eqlekî ku fitreta xwe xera nekiriye vê yekê qebûl nake.

   Va ye şirk, ji ber ku dest li kibriyayê dide û gotin bi izzeta celalê ve dide û têkilî ezametê dibe cînayeteke wisa ye ku, qet rê nîne ji bo efûyê û ne liyaq e. Qurana Mûcîzul Beyan vê yekê bi gefa mezin ferman dike:

 ﺍِﻥَّ ﺍﻟﻠَّﻪَ ﻻ َ ﻳَﻐْﻔِﺮُ ﺍَﻥْ ﻳُﺸْﺮَﻙَ ﺑِﻪِ ﻭَﻳَﻐْﻔِﺮُ ﻣَﺎ ﺩُﻭﻥَ ﺫَﻟِﻚَ

   HEQÎQETA DUYEM: 

   Itleq û îhateya fiîlên Rebbanî ye ku di gerdûnê de teserrûfên wan xuya dibin û bi awayekî bênihayet zahirbûna wan fiîlan e. Û yên ku qeyd û bendan datînin wan fiîlan û wan bi sînor dikin bes hîkmet û îrade ne û qabiliyetên mezheran in. Û tesadûfa sergêj, siruşta bêhiş, hêza kor û sebebên bêcan û hêmanên bê qeyd û bend ên ku belavî her derî dibin û tev li hev dikin, nikarin mudaxele bikin wan fiîlên ku gelek bi wezn, bi hîkmet in û besîrane û jîndarane ne û birêkûpêk û zexm in; belkî bi emr, îrade û hêza Failê Zulcelal, wek perdeyeke qudretê ya zahirî tên bikaranîn.

   Ji mînakên wan ên bêhed sê mîsal: Di rûpeleke sûreyê Nehl de sê ayetên li pey hev, destnîşanî sê fiîlan dikin. Em ji nukteyên bêhed ên wan sê fiîlan "sê nukte"yan beyan dikin:

   Ya Yekem: 

 ﻭَ ﺍَﻭْﺣَﻰ ﺭَﺑُّﻚَ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻨَّﺤْﻞِ ﺍَﻥِ ﺍﺗَّﺨِﺬِﻯ ﻣِﻦَ ﺍﻟْﺠِﺒَﺎﻝِ ﺑُﻴُﻮﺗًﺎ

   Belê, mêşhungiv ji aliyê fitretê ve û ji hêla wezîfeyê ve, wisa mucîzeyeke qudretê ye ku sûreyê Nehl ê gewre bi navê wê hatiye binavkirin. Lewra, di serê hûrik ê wê makîneya hungiv a biçûçik de, nivîsandina bernameya tekûz a wezî-feya wê ya girîng; û di zikê wê yê piçûçik de, têxis-tin û pijandina ji xurekan, a herî şîrîn; û di şilfoka/singuyoka wê de, bêyî ku zerar bide wê organik/wesleyoka wê û cismê wê, bicihkirina wê jehra ku xwedî hêz û bandora xerakirin û kuştina wan aza-yên jîndar e; ji ber ku bi dêhn û ilmê heta tu bibêjî û bi hîkmet û îradeya gellek zêde û bi pergal û pîvaneke tam û temam pêk tê, helbet tiştên mîna siruşt û tesadûfê yên ku bêhiş, bêpergal, bêpîvan in, nikarin mudaxele bikin û têkil bibin.

   Va ye, li tevahiya rûyê zemînê di mozên bêhej-mar de, bi eynî hîkmetê, bi heman baldariyê, di eynî pîvanê de, di heman kêliyê de, di eynî teherî de zahirbûn û îhateya vê hunera Îlahî û vê fiîla Rebbanî ya ku bi sê aliyan ve mucîzeyî ye, bi aşkerayî wehdetê dipeyitîne.

   [Nukteyeke] Ayeta Duyem: 

   Ayeta

 ﻭَ ﺍِﻥَّ ﻟَﻜُﻢْ ﻓِﻰ ﺍْﻻ َﻧْﻌَﺎﻡِ ﻟَﻌِﺒْﺮَﺓً ﻧُﺴْﻘِﻴﻜُﻢْ ﻣِﻤَّﺎ ﻓِﻰ ﺑُﻄُﻮﻧِﻪِ ﻣِﻦْ ﺑَﻴْﻦِ ﻓَﺮْﺙٍ ﻭَ ﺩَﻡٍ ﻟَﺒَﻨًﺎ ﺧَﺎﻟِﺼًﺎ ﺳَﺎﺋِﻐًﺎ ﻟِﻠﺸَّﺎﺭِﺑِﻴﻦَ

yê fermaneke îbretfeşan e.

   Belê, di serî de wek çêlek, heştir, bizin û mih; di guhanên makan û pêsîrên dayikan de ku wek febrîkayên şîr in, di nav xwîn û fişqiyan de bêyî ku bilatimîne, bigemirîne û bi temamî berevajiyê wan, bicihkirina şîrekî xalis, paqij, safî, xweyîker û qûtî, xweş û sipî; û li hemberî çêliyên wan, şefqeteke hêja û cangorî ku ji wî şîrî bêtir xweş, şîrîn, bitehm e têxistina qelbên wan; helbet rehmetek, hîkmetek, ilmek, qudretek, vîn û baldariyeke wisan divê ku bi tu awayî nabe ku karên tesadûfên bibahoz, hêmanên tevdêr û hêzên kor bin.    Va ye, li ser temamê rûyê zemînê, di qelb û pêsîrên dayikan [guhanên makan] ên bêhed ên celebên bi sed hezarî de, di eynî demê de, di heman teherî de, bi eynî hîkmet û heman baldariyê; tecellî, teserrûf, (çê)kirin û îhateya vê hunera Rebbanî û vê fiîla Îlahî ya wiha gellek mucîzeyî û bîhîkmet, bi zelalî wehdetê îsbat dike.

   Ayeta Sêyem: 

 ﻭَﻣِﻦْ ﺛَﻤَﺮَﺍﺕِ ﺍﻟﻨَّﺨِﻴﻞِ ﻭَﺍْﻻ َﻋْﻨَﺎﺏِ ﺗَﺘَّﺨِﺬُﻭﻥَ ﻣِﻨْﻪُ ﺳَﻜَﺮًﺍ ﻭَﺭِﺯْﻗًﺎ ﺣَﺴَﻨًﺎ ﺍِﻥَّ ﻓِﻰ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﺎَﻳَﺔً ﻟِﻘَﻮْﻡٍ ﻳَﻌْﻘِﻠُﻮﻥَ

   Ev ayet, bal û dêhnê dikşîne ser xurme û tirî; û dibêje: "Di van herdu fêkiyan de, ji yên xwedî eqil re, ji bo tewhîdê ayetek, delîlek û hucceteke mezin heye."

   Belê ev herdu fêkî digel ku hem zad û qût hem fêkî û mêwe hem binaçeya gelek xurekên çêjdar in, [hem] ev darên ku di nav xîzika bêav û axa ziwa de dimînin, ew qas mucîzeyeke qudretê û xarîqeyeke hîkmetê ne û wisa fabrîkayeke şekir a helawîn û makîneyeke doşavê ya hungivîn in û sen'etên bi pîvaneke ew qas hessas û bi pergaleke ew çend tekûz û ewqas hîkmetdar û baldar in, merivê ku bi qasî misqalekî eqlê wî heye bêgav e ku bibêje: "Yê ku van halo çê dike helbet ew Zat e ku Wî ev gerdûn xuliqandiye."    Lewra mesela, va li ber çavê me di vê şiva mêwê ya bi qasî pêçiyekê de, bîst gûşî hene û di her gûşiyî de ji tulumbeyokên aqita/dimsê şekirîn bi sed sed hebûb hene. Ha li ser rûyê her hebûbê poşandina stareyek ziravoçk, xweşik, spehî û rengîn; û di qelbê wê yê nazik û nermik de, bicihkirina dendikên qaliksirt û kakilgûz ên ku di hukmê hêza bîr û hişê wê, bername û tarîxçeya jiyana wê de ne; û di zikê wê de çêkirina şîraniyeke mîna "Helawa Cennetê" û hungivekî mîna "Ava Kewserê"; û li temamê rûyê zemînê, di manêndên wê yên bêhejmar de, bi eynî baldariyê, bi heman hîkmetê, di heman demê de û di eynî terzê de xuliqandina eynî nuwazeya hunerê; helbet bi aşkerayî nîşan dide ku: Ewê ku vî karî dike Xaliqê hemû gerdûnê ye û ew fiîla ku qudreteke bêdawî û hîkmeteke bêhed divête, ancax fiîl û karê Wî ye.

   Belê hêz û siruşt û sebebên ku kor, sergêj, bêper-gal, bêhiş, bêamanc, vegirtox û tevdêr in, nikarin têkilî vê pîvana gelek hessas, vê hunera pir hunerwer û vê pergala zehf bihîkmet bibin û destên xwe dirêj bikin. Tenê di mefuliyetê de û di qebûlê de û di perdedariyê de, bi emrê Rebbanî tên xizmet-karkirin û xebitandin.    Va ye, çawa ev sê nukteyên sê heqîqetan ku sê ayet ji wan re îşaret dikin û rênîşanî tewhîdê dikin; cîlwe û teserrûfên bêhed ên fiîlên Rebbanî yên bêhed jî, bi yekdengî ji wehdeta Zatekî Zulcelal ê tek yek Wahidê Ehad re şahidiyê dikin.

   HEQÎQETA SÊYEM ev e ku: 

   Çêkirî bi taybetî riwek û heywan di nav lezayiya mutleq de bi kesret û piraniya mutleq û bi întizama mutleq tên çêkirin; û di nav hêsaniya mutleq de bi gelek xweşhunerî, destbikêrî, îttiqan û rêkûpêkî; û di nav mebzûliya mutleq û tevîhevbûna mutleq de bi hêjayiya pir zêde û bi imtiyaza/têveliya tam û temam têne îcadkirin.

   Belê çêkirina digel zehf piraniyê gelek lezayî, hem gelek bi hêsanî û rehetî, îcadkirina bi sen'et-karî, destbikaranî, baldarî û rêkûpê-kiyê; hem bi awayekî gelek hêja û bi ciyawazî xuliqandina di nav zêde zêde mebzuliyet, têvelî, boşayî û tevîhevî de bêyî ku tê bigere, tê bigerîne û bide gemirandin, ancax û ancax dikare bi qudreteke wisan a yek Zatekî wahid be ku ji wê qudretê re tu tişt giran nayê. Û li gorî wê qudretê, divê stêrk bi qasî pirîskan û yê herî mezin bi qandî ya herî biçûk û celebekî xwedî neferên bêhed bi qederê tek ferdekî û "kull"ekî muhît û xwedî ezamet bi qasî "cuz"ekî xas û hindik û îhya û vejandina zemîna qerase bi qandî darekê û înşa û çêkirina dareke mîna çiyê, bi qederê dendikeke wekî nenûkê, hêsa, rehet û asayî be. Da ku [ew qudret] bikaribe van îş û karan bike, yên ku li ber çavên me têne kirin.    Ha bi beyan, hel û safîkirin, kifş û îspatkirina vê mertebeya tewhîdê vê heqîqeta sêyem û vê raza girîng a kelîmeya tewhîdê -yanî kullekî herî mezin mîna cuzekî herî biçûk e û ferqa herî zêde û herî kêm tuneye-; hem bi beyan, safî, kifş û îspatkirina vê hîkmeta ecêbmayî û vê tilisma gewre û vê muemmeya derveyî helwesta/rewşa êqil û vê bingeha herî girîng ê Îslamiyetê û palpişteke herî kûr a îmanê û bingeha herî mezin a tewhîdê, tilsima Quranê vedibe û muemmeya herî nepenî û muxleq a xuliqîna gerdûnê tê zanîn û ewa ku felsefeyê ji têgi-hîştina wê tengezar dike tê zanîn û famkirin.

   Ji Xaliqê min ê Rehîm re bi sed hezar carî bi hejmara herfên Rîsaletun Nûr şikr û hemd bin ku Rîsaletun Nûr ev tilisma ecêb û ev muemmeya xerîb a nebînayî hel û safî, kifş û îspat kiriye. Û bi taybetî di behsa

 ﻭَﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ

ê ya di dawiyên Nameya Bîstî de; û di çêla "Fail, muqtedîr e." ya Peyva Bîst û Nehem a derbarê "heşr"ê de; û di [beşa] îsbat-kirina qudreta Îlahî ya ji mertebeyên

 ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﺍَﻛْﺒَﺮُ

ê ya Lem'eya Bîst û Nehem a bi Erebî de, bi burhanên vebirî -di dereceya du caran du dike çar de- hatiye îsbatkirin. Lewma ez ravekirinê hewaleyî wan dikim. Digel vê min xwest ku ez bi kurtayî wek fihrîsteyekê, hîm û delîlên ku vê razê vedikin vebêjim û wekî sêzdeh pêlingan destnîşanî sêzdeh razan bikim. Min razên yekem û duyem nivîsandin. Lê mixabin, hem maddî hem manewî du astengên qewîn, niha ez ji yên mayî qerandim.

   Raza Yekem: 

   Heke tiştek zatî be, dijberê wî tiştî, nikare li wî zatî ariz/peyde be. Lewra hingê îctîmau'z ziddeyn dibe [civîna du dijberan çêdibe] ew jî muhal e. Li ser vê razê, madem qudreta Îlahî zatî ye û [ew qudret] lazimiya zarûrî ya Zatê Eqdes e. Helbet neçariya ku dijberê wê qudretê ye, ne mumkun e ku li wî Zatê Qedîr ariz û peyde be.

   Û madem di tiştekî de peydebûna mertebeyan, di nav wî tiştî de bi muda-xeleya dijberê wî ye. Wekî mînak: Mertebeyên mîna "geş û qels" ên roniyê bi mudaxeleya tariyê; û radeyên "zêde û kêm" ên germahiyê bi tevlîbûna sermayê; û pîvanên "tund û kêm" ên hêzê bi bergirîkirin û astengkirina tirûşê der tên. Helbet di wê qudreta zatî de mertebe peyde nabin. Ew qudret, hemû tiştî mîna yek tiştekî îcad dike.

   Û madem di wê qudreta zatî de mertebe peyde nabin û ew qudret nabe ku qels û kêm bibe, helbet tu qeyd û bend nikarin li ber wê rabin û jê re bibin asteng, û tu îcadkirin jê re giran nayê.    Û hemin çu tişt jê re giran nayê, helbet mîna ku heşra mezin bi qasî biharekê hêsan îcad dike û biharekê bi qandî darekê asan û darekê bi qederê kulîlkekê bê zehmet çêdike, kulîlkekê bi qandî darekê bi sen'et, darekê bi qasî biharekê mucîzeyî û biharekê wekî heşrekê bi rêk û pêk û nuwaze dixuliqîne û va li ber çavê me dixuliqîne.

   Di Rîsaleyên Nûr de bi gelek burhanên qet'î û qewî hatiye peyîtandin ku: Heke wehdet û tewhîd nebûya kulîlkek dê bi qasî darekê belkî dijwartir bûya û çêkirina darekê dê bi qandî biharekê belkî çetintir bûya; bi ser de, ji aliyê qîmet û sen'etê ve jî dê bi temamî berejêr daketibana. Û jîndarekî ku niha di kêliyekê de tê çêkirin, ancax dê di salekê de bihata çêkirin, belkî jî qet nehatiba çêkirin.

   Va ye, li ser vê raza navborî ye ku: Ev fêkî, ev kulîlk, ev dar û ber û heywanokên ku digel bi gelek mebzûlî û zêdeyiyê gelek hêja ne û ligel ku bi gelek lezayî û hêsanî gelek bi huner in, bi awayekî rêkûpêk derdikevin meydanê û derbasî ser wezîfeyê dibin û tesbîhatên xwe dikin, diqedînin û toximên xwe di ciyên xwe de ji xwe re wekîl dihêlin û diçin.

   Raza Duyem: 

   Çawa ku bi razên "nûraniyet, şeffafiyet û îtaet"ê û bi cîlweyeke qudreta Zatî, yek hetavek sîtavka ronîdar dide yek eyneyekê; wisa jî eynî wê sîtavka ronîdar û tîndar ku ji wê fealiyeta berfireh a qudreta bêqeyd û bend e, bi emrê Xwedê dikare bi hêsanî bide eyneyên bêhed û tiştên birqok û dilopan. Çi hindik çi pir wekhev in, ferqa wan nîne.    Hem gava yek "peyv"ek bê gotin, ji ber berfi-rehiya bêhed a xellaqiyeta bênihayet, ew yek peyv çawa ku bê zehmet dikeve guhê yek merivekî; wisa jî bi îzna Rebbanî, bê zehmet dikeve guhên milyo-nek seriyî jî. Guhdarên bi hezaran û yek guhdarek wekhev in, ferq nakin.

   Hem yek nûrek wekî "çav" yan rûhaniyek nûranî mînanî "Cebraîl", ji ber berfirehiya kemilî ya fealiyeta Rebbanî ku di nav tecelliya rehmetê de ye, çawa ku çav bi asanî li yek ciyekî dinihêre û Cîbrîl diçe ciyekî û bi hêsanî di yek ciyekî de dibe wisa jî bi qudreta Îlahî bi hêsayî çav li hezaran ciyî dinihêre, Cîbrîl di hezaran ciyî de peyde dibe, dikeve wan ciyan; pir, hindik ferq nîne jê re.

   Îca eynî wisan jî: Qudreta Zatî ya Ezelî, ji ber ku nûreke herî letîf, herî xas e û nûra hemû nûran e; û ji ber ku mahiyet û heqîqetên her tiştî û wechên wan ên melekûtî şeffaf in û mîna eyneyê rewneq in; û ji ber ku ji zerreyan, ji riwekan û ji jîndaran hetta stêrkan, rojan û hîvan her tişt, ji hukmê wê qudreta zatî re wisa îtaetkar û stûxwar in nayê gotin û ji emrên wê qudreta ezelî re heta tu bibêjî serfirû û girêdayî ne, helbet her tiştî mîna yek tiştekî îcad dike û li cem wan [hemûyan] e. Karek nabe maniyê karekî din. Mezin û biçûk, pir û hindik, cuzî û kullî wekhev in. Tu tişt Jê re giran nayê.    Hem, çawa ku di Peyvên Dehem û Bîst û Nehem de hatiye gotin; [ew Qudret] bi razên "întizam, muwazene, îtaeta ji hukum re û rîayeta fermanan", keş-tiyeke mezin a bi qandî sed xênî -mîna ku zarokek bi tiliya xwe lîstoka xwe dizivirîne- diçe-rixîne, digerîne.

   Hem fermandarek, bi fermaneke "Bimeş!"ê çawa ku yek leşkerekî dide êrîşkirin wisa jî artêşeke birêkûpêk û îtaetkar jî bi wê yek fermana xwe dişîne êrîşê.

   Hem ser qisê gava li ser du tasikên teraziyeke hessas a gelek mezin, du çiya di hevsengê de bin; teraziyeke din a ku li ser du tasikên wê de du hêk hebin; îca çawa ku yek gûzek tasikeke vê radike jor, ya din dadixîne jêr; wisa jî ew yek gûz, bi qanûneke hîkmetê, dikare tasikeke wê teraziya din a mezin digel çiya rake serê çiyê û çiyayê din daxîne binê newalan.

   Eynî wisan jî: Qudreta Rebbanî ku bê qeyd û bend e, bêdawî, nûranî, zatî û sermedî ye û ji ber ku digel wê, hîkmeteke bênihayet heye, ku menşe/jêder, menba/kanî, medar û mesder/cîderka hemû întizaman, nîzaman û muwazeneyan e û pê re edaleteke Îlahî ya gelek hessas heye; û ji ber ku cuz'î û kullî, mezin û biçûk her tişt û hemû bûnewer ji hukmê wê qudretê re xizmetkar û ji teserrûfa wê re rîayetkar in helbet mîna ku zerreyan bi hêsanî dizivirîne û tevdigerîne, stêrkan jî bi raza nîzama hîkmetê, bi hêsayî diçerixîne, dizivirîne.

   Û di biharê de, çawan ku bi fermanekê, bi hêsayî mêşekê vedijîne; wisan jî birên hemû mêşan û tevekê riwekan û artêşên heywanokan jî, bi raza hîkmet û pîvana di qudreta Wî de, bi eynî fermanê, bi heman hêsaniyê vedijîne û dişîne meydana heyatê.

   Û mîna ku, darekê di biharê de lez vedijîne û heyatê dide hestîgiliyên wê, bi wê Qudreta mutleq a bihîkmet û biedalet, erda qerase û cenazeya zemînê jî, wek wê dara di biharê de, bi hêsanî vedijîne û mînakên heşrê yên bi sed hezar cureyî îcad dike.

   Û çawa ku bi emrê tekwînî "erdê" vedijîne; wisa jî, "Hemû insan û cinnan, heywan, rûhanî û melekan bi eynî fermanê bi heman hêsaniyê tîne meydana heşra ekber û diînite ber mêzîna e'zam." Karek nabe maniyê karekî. Ev yek bi raza mealên van sê ayetan hatiye gotin:

 ﺍِﻥْ ﻛَﺎﻧَﺖْ ﺍِﻻ َّ ﺻَﻴْﺤَﺔً ﻭَﺍﺣِﺪَﺓً ﻓَﺎِﺫَﺍﻫُﻢْ ﺟَﻤِﻴﻊٌ ﻟَﺪَﻳْﻨَﺎ ﻣُﺤْﻀَﺮُﻭﻥَ

yanî: "Hemû insan û cin, bi yek dengekî û emrekî, li ba me amade dibin ji bo meydana heşrê." Û fermankirina  ﻭَﻣَﺎ ﺍَﻣْﺮُ ﺍﻟﺴَّﺎﻋَﺔِ ﺍِﻻ َّ ﻛَﻠَﻤْﺢِ ﺍﻟْﺒَﺼَﺮِ ﺍَﻭْ ﻫُﻮَ ﺍَﻗْﺮَﺏُ

ku dibêje: "Kar û kirina qiyamet û heşrê bi qasî ku "çavê xwe bigrî û hema vekî" ye, belkî bêtir lez û nêzîktir e." Û ayeta

 ﻣَﺎ ﺧَﻠْﻘُﻜُﻢْ ﻭَﻻ َ ﺑَﻌْﺜُﻜُﻢْ ﺍِﻻ َّ ﻛَﻨَﻔْﺲٍ ﻭَﺍﺣِﺪَﺓٍ

ango: "Gelî mirovan! Îcad û îhyakirina we, heşr û neşra we mîna vejandina tek nefsekê hêsan e. Ji qudreta min re giran nayê."

   Ji razên sêyem û çarem heta raza sêzdehem, bêyî dil û daxwaza min taloqî wextekî din hat kirin.

   HEQÎQETA ÇAREM: 

   Ev "heqîqet" di radeya zipîzelaliyê de, di gelek nuqteyên cîheta wehdetê de "tewhîdê" îlan dike: "Wucûd û zuhura mewcû-dan, pevrebûna wan, yekîtiya wan a di nav hev û din de, dirûvîna wan a li hevdû, mînaka piçûkkirî û nimûneya mezintirîn a hev û dî ya wan mewcûdan, qismek jê kull û kullî beşa din cuz' û ferdên wê, di sîkkeya fitretê de şibîna wan a li êk û din, di nexşê sen'etî de pêwendiya wan a bi hev re, alîkarîkirina ji êkdû re, tekmîlkirina wezîfeya fitrî ya hev û din".Her wiha di van cîhetên wehdetê de bi awayekî zipîzelal "wahidbûna Sanî'ê wan mewcûdan" îsbat dike; û îzhar dike ku gerdûn di aliyê rubûbiyet û perwerdigariyê de mîna ye "kull û kullî"yeke ku tecezzî û inqîsamê qebûl nake.    Belê, bo nimûne: Di her biharê de, bi carekê û di heman kêliyê de, di teherekî de; bê şaşitî, bê xetayî, bi kemala hîkmet û xweşhuneriyê, bi hev re û di nav hevdû de îcad, îdare û îaşekirina neferên bêhed ên çar sed hezar celebî yên ji nebat û heywanan; hem ji mêşên ku mînakên piçûkkirî yên çûkan in hetta eyloyên ku numûneyên mezintirîn in, xuliqandina neferên wan ên bêhed; û dayîna cîhazên ku ji bo geşt û firîna wan û bo jiyîna wan a li alema hewayê alîkariyê dike û gerandina wan û bi wan şênkirina hewayê; digel van têxistina yeko yeko sîkkeya sen'etê ya mucîzane ya li ser wechên wan û lêxistina yekeyek xatema hîkmetê ya tedbîrdarane ya li ser cismên wan û têxistina yeko yeko mora ehediyetê ya perwerdekarane ya di mahiyeta wan de; hem bi awayekî hekîmane û rehîmane bezandin û hinarti-na zerreyên xurekan ji bo îmdada hucre û şaneyikên bedenê, riwekan bona hawara heywanan, hey-wanan bonî alîkariya insanan û hemû dayik û makan bo yarmetiya zarok û çêlikên bêşiyan; hem bi eynî rêkûpêkî û xweşhunerî, bi heman fiîl û kemala hîkmetê teserrûfkirina -di hukmê cuz'î û kullî de mîna daîreyên nav hevdû yên- ji "Daîreya Kadizê" û "Pergala Rojê" û "Hêmanên Erdî" hetta perdeyên bîbika çavan û perikên xwençeya/bişkoka gulan û îşlikên simbila garisan û dendikên petê-xan; helbet di radeya aşkerayî de îspat dikin ku:    Yê ku van karan dike wahid e, yek e, di her tiştî de sîkkeya wî heye.

   Hem jî çawa ku ne li tu mekanî ye wisa jî li her mekanî hazir e.

   Hem mîna ye tavê yanî her tişt jê dûr e lê Ew nêzî her tiştî ye.

   Hem çawa ku tiştên herî mezin ên mîna Daîreya Kakêşanê û Pergala Rojê jê re giran nayên wisa jî gilorikên di xwînê de û bîrhatiyên di qelbî de, xwe jê venaşêrin, derveyî teserrûfa wî namînin.

   Hem her tişt çiqas mezin û çendîn zêde dibe bila be mîna tiştê herî piçûk û yê herî hindik jê re hêsan e ku; mêşê di pergala eylo de û dendikê di mahiyeta darê de û darekê di awayê bexçeyekî de û bexçeyekî di sen'etê biharekê de û biharekê di rewşa heşrekê de bi hêsayî îcad dike.

   Û tiştên ji aliyê hunerê ve gellek hêja ne, gellek erzan dide me, ji me re îhsan dike. Îca buhaya ku dixwaze, "Bismîllah"ek û "Elhemdulîllah"ek e. Yanî nirxên meqbûl ên wan nîme-tên zehf hêja, gotina di serî de "Bismîllahîrreh-manîrrehîm" û di dawiya wê de "Elhemdûlîllah" e.    Ev "Heqîqeta Çarem" jî, ji ber ku di Rîsaleyên Nûr de hatiye ravekirin û îspatkirin em qîma xwe bi vê îşareta kurtikî tînin.

   HEQÎQETA PÊNCEM 

a ku geştyarê me di Menzîla Duyem de dîtî: Di tevahiya gerdûnê de û di rukn û beşên wê de û di her mewcûdên wê de întizameke herî kemilî heye û madde û wezîfe-darên ku dibin wesîleya tedwîr û îdareya wî memleketê berfireh, û pêwendîdarê temamê wî memleketî ne, yeko yeko wahid in û îsim û fiîlên ku di wê bajar û bazarê [di metnê de: şehir û meşherê] biheşmet de teserûf dikin, digel ku di nav hevdû de ne, yeko yeko ne, xwedî mahiyetek in, wahid in û li her derî eynî nav û heman fiîl in, her tiştî yan piraniya tiştan îhata dikin û şamîlî wan in û hêman û celebên ku dibin wesîleya tedbîr-kirin, şênkirin û avakirina wê qesra xemilandî, digel ku di nav hevdû de ne, yeko yeko ne, xwedî mahiyeteke wahid in û li her derî eynî hêman û heman celeb hene, li rûyê zemînê û piraniya wê belav dibin û wan dorpêç dikin Helbet ev hemû bi aşîkarî û bi zerûrî pêwîst dikin, delîliyê dikin û şahidiyê dikin û nîşan didin ku:

   Sanî' û Mudebbîrê vê gerdûnê û Sultan û Mureb-biyê vî memleketî û Xwedî û Avakarê vê qesrê yek e, tek e, wahid e, ehad e. Nabe ku dirûv û manendê wî hebe; û wezîr û alîkarê wî nîne. Şirîk û dijberê wî ne mimkun e ku hebe, neçariya wî û kêmaniya wî nîne.    Belê, întizam tam wehdetek e, yek Nezzamekî divê. Şirka ku sedema nîqaşê ye ranagre.

   Madem ji tevahiya [heyeta mecmuaya] gerdûnê, ji çerixîna rojanî û salî ya erdê hetta rûdêna insên û pergala sehekan a serê wî û gerîn û herikîna gilo-rikên spî û sor ên di xwînê de, çi kullî çi cuz'î di her tiştî de, întizameke hîkmetdar û baldar heye. Helbet ji bilî Qedîrekî mutleq û Hekîmekî mutleq tu tişt, bi awayê qesd û îcadê, nikare destê xwe dirêjî tiştekî bike û nikare têkilî tiştekî be. Belkî bes qabil in, qebûl dikin, dibin mezher û munfeîl/cîkar.

   Û madem tenzîmkirin, nemaze şopandina mebestan û întizamdayîna bi awayê berçavgirtina meslehe-tan, tenê bi ilim û hîkmetê dibin û bi îrade û îxtiyarê tên çêkirin. Helbet û bivê nevê, ev întiza-ma hîkmet-perwerî û ev întizamên mexlûqan ên mes-le-het-karî, cure cure û bêhed ên li ber çavên me; di radeya zipîzelal de delîlî û şahidiyê dikin ku Xaliq û Mudebbîrê van mewcûdan yek e, fail e, muxtar û vîndar e. Her tişt bi şiyana Wî tê wucûdê, tê îcad-kirin; bi vîna Wî yeko yeko weziyeteke xusûsî/xas distîne û bi îxtiyara Wî sûretekî birêkûpêk li xwe dike...    Hem madem lempeya sobayî ya vê mêvangeha dinyayê yek e û qendîla wê ya rojnivîsî/biteqwîm yek e û sungêra wê ya birehmet yek e û aşpêjê wê yê agirnak yek e û şirûba wê ya biheyat yek e û zeviya wê ya bihîmayet yek e Yek.. yek.. yek.. hetta bi qasî hezar û yekê... Helbet ev "yek.. yek.." bi aşîkarî şahi-diyê dikin ku Sanî' û Sahibê vê mêvanxaneyê Yek e. Hem gelek kerîm û mêvanhez e ku Wî ev memû-rên xwe yên hêja û mezin, ji rêwî û mêvanên xwe yên xwedîjîn re kirine xizmetkar û ji bo îstireheta wan dide xebitandin.

   Hem madem navên mîna Hekîm, Rehîm, Musewwîr, Mudebbîr, Muhyî, Murebbî û şe'nên wekî hîkmet, rehmet û înayet û fiîlên wek teswîr, tedwîr û terbiyeyên ku li her aliyê dinyayê teserrûf dikin û nexş û cîlweyên wan dixuyin yek in. Li her derî, eynî nav, heman fiîl di nav hevdû de ne hem di mertebeya bênihayet de ne hem biîhate ne. Hem nexşên hev û dî wisa dikemilînin ku tu dibêjî qey ew nav û ew fiîl dibin yek û qudret dibe hîkmet û rehmet bixwe; hîkmet dibe înayet û heyat bixwe.

   Bo nimûne: Di heman dema ku teserûfa navê "Jiyandêr" di tiştekî de xuya dibe; di eynî kêliyê de li her derî, di heman sîstemê de teserûfên gelek navan ên mîna "Xuliqî-ner, Sêwirîner û Rizqdêr" jî têne xuyanê. Helbet û helbet û bi aşîkarî şahidiyê dikin ku musemmayê/navlêdayiyê wan navên biîhate û failê wan fiîlên şamîl ên ku li her derî di eynî teherî de dixuyin, Yek e, Tek e, Wahid e, Ehed e. Amenna û seddeqna!.    Hem madem hêmanên ku madde û haveynên sen'etên Îlahî ne, zemînê dorhêl dikin. Û ji nav mexlûqan her celebekî ku li ser wî, sîkkeyên cur-bicur hene, yên ku wehdetê nîşan didin, her yek jê tevî ku yek e, li ser rûyê zemînê belav dibin û zemînê vedigrin. Helbet bi aşkerayî dipeyitîne ku ew hêman (tevî yên di nav de) û ew celeb (digel ferdên xwe) mal û mulkekî yek Zatekî ne. Û sen'et û xiz-metkarên Wahidê Qedîrekî wisa ne ku wan hêma-nên vegirtox û êrîşkar ên gewre mîna xizmet-karekî gelek îtaetkar; û wan celebên ku li her aliyê zemînê belav bûne wekî neferekî gelek birêkûpêk dixebitîne û dide xizmetkarkirin.

   Ev heqîqet jî, ji ber ku di Rîsaletun Nûr de hatiye îspatkirin û ravekirin, em li vê derê qîma xwe bi vê îşareta kin tînin.

   Geştyarê me bi dilşahiya feyza îmanî û zewqa tewhîdî ku ji van Pênc Heqîqetan wergirtî, çavnêrî-nên xwe xulase dike, hissên xwe radigihîne û ji dilê xwe re dibêje:

   Binêr li rûpelên rengîn ên kitêba kaînatê!

   Xameya zêrîn a Qudret, bibîn çi sêwirandine.

   Ji bo xwedî çavê dil, nemaye tu ciyek zulmetê

   Xwedê mîna ku ayetên xwe, bi nûr nivîsandine.    Hem pê bizane ku:

   Pelgên kitêba alemê ne, dûrahiyên bêsînor

   Rêzikên qewamên demê ne, berhemên bêhejmar

   Dezgehê lewhê mehfûz ê heqîqetê de nivîsandî

   Lefzê manedar ê mucessem e her heyîna di alemê.

   Hem guh bide:

 ﭼُﻮ ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺑَﺮَﺍﺑَﺮْ ﻣِﻴﺰَﻧَﻨْﺪْ ﻫَﺮْ ﺷَﻰْ ﺩَﻣَﺎﺩَﻡْ ﺟُﻮﻳَﺪَﻧْﺪْ ﻳَﺎ ﺣَﻖْ ﺳَﺮَﺍﺳَﺮْ ﮔُﻮﻳَﺪَﻧْﺪْ ﻳَﺎ ﺣَﻰْ

   Wî geştyarî got:

 ﻧَﻌَﻢْ ﻭَ ﻓِﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻟَﻪُ ﺍَﻳَﺔٌ ﺗَﺪُﻝُّ ﻋَﻠَﻰ ﺍَﻧَّﻪُ ﻭَﺍﺣِﺪٌ

Digel qelbê wî, nefsa wî jî tesdîq kir û wan got: "Belê, belê!.."   

   Va ye li ser Pênc Heqîqetên Tewhîdî yên ku mêvanê dinyayê û geştyarê gerdûnê di Menzîla Duyem de dîtibûn, wek îşareteke kurt, di Babeta Duyem a Meqemê Yekem de, derbarê Menzîla Duyem de wiha hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺣِﺪُ ﺍْﻻ َﺣَﺪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﻓِﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟْﻜِﺒْﺮِﻳَٓﺎﺀِ  ﻭَ ﺍﻟْﻌَﻈَﻤَﺔِ ﻓِﻰ ﺍﻟْﻜَﻤَﺎﻝِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺣَﺎﻃَﺔِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﻇُﻬُﻮﺭِ ﺍْﻻ َﻓْﻌَﺎﻝِ ﺑِﺎْﻻ ِﻃْﻼ َﻕِ ﻭَ ﻋَﺪَﻡُ ﺍﻟﻨِّﻬَﺎﻳَﺔِ ﻻ َ ﺗُﻘَﻴِّﺪُﻫَﺎ ﺍِﻻ َّ ﺍْﻻ ِﺭَﺍﺩَﺓُ ﻭَ ﺍﻟْﺤِﻜْﻤَﺔُ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍِﻳﺠَﺎﺩِ ﺍﻟْﻤَﻮْﺟُﻮﺩَﺍﺕِ ﺑِﺎﻟْﻜَﺜْﺮَﺓِ ﺍﻟْﻤُﻄْﻠَﻘَﺔِ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴُّﺮْﻋَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻄْﻠَﻘَﺔِ ﻭَ ﺧَﻠْﻖُ ﺍﻟْﻤَﺨْﻠُﻮﻗَﺎﺕِ ﺑِﺎﻟﺴُّﻬُﻮﻟَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻄْﻠَﻘَﺔِ ﻓِﻰ ﺍْﻻ ِﺗْﻘَﺎﻥِ ﺍﻟْﻤُﻄْﻠَﻖِ ﻭَ ﺍِﺑْﺪَﺍﻉُ ﺍﻟْﻤَﺼْﻨُﻮﻋَﺎﺕِ ﺑِﺎﻟْﻤَﺒْﺬُﻭﻟِﻴَّﺔِ ﺍﻟْﻤُﻄْﻠَﻘَﺔِ ﻓِﻰ ﻏَﺎﻳَﺔِ ﺣُﺴْﻦِ ﺍﻟﺼَّﻨْﻌَﺔِ ﻭَ ﻏُﻠُﻮِّ ﺍﻟْﻘِﻴْﻤَﺔِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﻭُﺟُﻮﺩِ ﺍﻟْﻤَﻮْﺟُﻮﺩَﺍﺕِ ﻋَﻠَﻰ ﻭَﺟْﻪِ ﺍﻟْﻜُﻞِّ ﻭَ ﺍﻟْﻜُﻠِّﻴَّﺔِ ﻭَ ﺍﻟْﻤَﻌِﻴَّﺔِ ﻭَ ﺍﻟْﺠَﺎﻣِﻌِﻴَّﺔِ ﻭَ ﺍﻟﺘَّﺪَﺍﺧُﻞِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﻨَﺎﺳَﺒَﺔِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍْﻻ ِﻧْﺘِﻈَﺎﻣَﺎﺕِ ﺍﻟْﻌَﺎﻣَّﺔِ ﺍﻟْﻤُﻨَﺎﻓِﻴَﺔِ ﻟﻠِﺸِّﺮْﻛَﺔِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﻭَﺣْﺪَﺓِ ﻣَﺪَﺍﺭَﺍﺕِ ﺗَﺪَﺍﺑِﻴﺮِ ﺍﻟْﻜَﺎﺋِﻨَﺎﺕِ ﺍﻟﺪَّﺍﻟَّﺔِ ﻋَﻠَﻰ ﻭَﺣْﺪَﺓِ ﺻَﺎﻧِﻌِﻬَﺎ ﺑِﺎﻟْﺒَﺪَﺍﻫَﺔِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻭَﺣْﺪَﺓُ ﺍْﻻ َﺳْﻤَٓﺎﺀِ ﻭَ ﺍْﻻ َﻓْﻌَﺎﻝِ ﺍﻟْﻤُﺘَﺼَﺮِّﻓَﺔِ ﺍﻟْﻤُﺤِﻴﻄَﺔِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻭَﺣْﺪَﺓُ ﺍﻟْﻌَﻨَﺎﺻِﺮِ ﻭَ ﺍْﻻ َﻧْﻮَﺍﻉِ ﺍﻟْﻤُﻨْﺘَﺸِﺮَﺓِ ﺍﻟْﻤُﺴْﺘَﻮْﻟِﻴَﺔِ ﻋَﻠَﻰ ﻭَﺟْﻪِ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ    Dûre, ew geştyarê alemê gava ku di sedsalan de digeriya, pêrgî medreseya muceddîdê elfê sanî Îmamê Rebbanî Ehmedê Farûqî hat, ketê; li wî guhdarî kir. Wî Îmamî, dema ku ders dida, digot:

   "Encama herî girîng a hemû terîqetan, înkî-şafa heqîqetên îmanê ye û bi awayekî aşkera înkîşafa yek meseleyeke îmanî, hêjayî hezar keramet û ezwaqî ye.

   Hem digot:

   "Di zemanê berê de, zatên mezin gotiye ku 'Dê yek ji mutekel-lîman û ji alimên Ilmê Kelamê bê; ew ê hemû heqîqetên îmanî û Îslamî, bi delîlên eqlî û bi aşîkariya kemilî îspat bike.' Min divê xwezî ez, bibim ew kes belkî

{Haşiye: Zeman îspat kir ku: Ew mirov, ne mirov e, Rî-saleya Nûrê ye. Belkî ehlê keşfê -di kifşên xwe de- Rîsaleya Nûrê di awayê tercuman û naşirê wê yê bêehe-miyet de dîtine, gotine "mirovek".}

ez ew mirov im." Û Îmamî bi vê dersê talîm dikir ku "Îman û tewhîd hîm, havên, nûr û heyata hemû kemilînên insanî ne û distûra

 ﺗَﻔَﻜُّﺮُ ﺳَﺎﻋَﺔٍ ﺧَﻴْﺮٌ ﻣِﻦْ ﻋِﺒَﺎﺩَﺓِ ﺳَﻨَﺔٍ ê aîdê tefekkurên îmanî ye û zikra xefî ji ber ku cureyeke vê tefekkura gelek qîmetdar e, di terîqa Neqşiyan de girîng e".

   Geştyarî bi temamî seh kir. Zivirî, wî ji nefsa xwe re got ku:

   "Madem ev Îmamê leheng wisa dibêje. Û madem bi qasî misqalekê zêdebûna qeweta îma-nê, ji batmanek merîfet û kemalatê hêjatir e û ji hungivê sed ezwaqî şîrîntir e. Û madem îtiraz û gumanên fîlozofên Ewrûpayê, yên ku ji serê hezar salî ne li dijî îman û Quranê kom bûne, niha rêyek dîtiye û ew êrîşî ehlê îmanê dikin. Û dixwa-zin ruknên îmanê ku mifte, wesîle û bingeha "seade-teke ebedî û heyateke baqî û Cenneteke daîmî" ne bihejînin û zerarê bidine wan. Helbet beriya her tiştî divê em îmana xwe ji "teqlîd"ê biqulibî-nin "tehqîq"ê û xurt bikin.

   Ku wisa ye, de haydê bimeşe! Were van Bîst û Neh Mertebeyên Îmanê yên her yek jê yeko yeko mîna çiyê zexm e ku me ew bi dest xistin, bi fikr û niyeta gihandina "Sî û Sê Mer-tebe"yan ku hejmara mubarek a tesbîheta mubarek a nimêjê ye, divê em ji bo dîtina menzîleke din a sêyem a vê îbretgehê, bi mifteya

 ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ

ê, li deriyê "îdare û îaşeya Rebbanî" ya di alema jîndaran de bixin û vekin." Û seyyahî, bi lavayîkirinê li deriyê vê Menzîla Sêyem xist, yê ku mehşera tiştên ecêb û civîn-geha tiştên nebînayî ye. Bi

 ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟْﻔَﺘَّﺢْ

ê vekir. Menzîla Sêyem xuya bû. Ketê, dît ku: Çar Heqîqetên muezzem û muhît, wê Menzîlê ronî dikin û tewhîda wekî tavê, mîna tavê nîşan didin.

   HEQÎQETA YEKEM: Heqîqeta "Fettahiyet"ê ye. 

   Yanî bi tecelliya navê "Fettah", ji madde-yeke besît, li her derî, di heman kêliyê de bi yek fiîlekê "vebûna sûret"ên birêkûpêk ên cihê cihê, cure cure û bêhed e.

   Belê çawa ku Qudreta Fatir, di baxistana hemû gerdûnê de, bi navê xwe yê Fettah, mewcûdên bêhed ên cihê cihê, mîna kulîlkan vekirine, terzekî rêkû-pêk û şexsiyeteke bijare -ya li gorî her yekê-daye wan. Eynî wisa jî lê bi awayekî bêtir mucîzeyî, di bexçeyê zemînê de ji çar sed hezar celebên jîndarî re jî -ji her yekê re- sûretekî pîvandî, xemilandî û bijartî ya gelek bihuner û bihîkmet daye

 ﻳَﺨْﻠُﻘُﻜُﻢْ ﻓِﻰ ﺑُﻄُﻮﻥِ ﺍُﻣَّﻬَﺎﺗِﻜُﻢْ ﺧَﻠْﻘًﺎ ﻣِﻦْ ﺑَﻌْﺪِ ﺧَﻠْﻖٍ ﻓِﻰ ﻇُﻠُﻤَﺎﺕٍ ﺛَﻼ َﺙٍ ﺫَﻟِﻜُﻢُ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺭَﺑُّﻜُﻢْ ﻟَﻪُ ﺍﻟْﻤُﻠْﻚُ ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ ﻓَﺎَﻧَّﻰ ﺗُﺼْﺮَﻓُﻮﻥَ ٭ ﺍِﻥَّ ﺍﻟﻠَّﻪَ ﻻ َ ﻳَﺨْﻔَﻰ  ﻋَﻠَﻴْﻪِ ﺷَﻲْﺀٌ ﻓِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﻻ َ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀِ ﻫُﻮَ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﻳُﺼَﻮِّﺭُﻛُﻢْ ﻓِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺣَﺎﻡِ ﻛَﻴْﻒَ ﻳَﺸَٓﺎﺀُ ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ ﺍﻟْﻌَﺰِﻳﺰُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ

   Bi îfadeya van ayetan delîlê herî xurt ê tewhîdê û mucîzeya herî heyretşiyar a qudretê, "vekirina sûretan" e. Li ser vê hîkmetê, heqîqeta "fetha suwerê [vekirina sûretan]" bi dubareyî -di çend sûretan de- di Rîsaleyên Nûr de û nemaze di Mertebeyên Şeşe-mîn û Heftemîn ên Babeta Yekem a Meqamê Duyem ê vê Rîsaleyê de hatiye îsbat û beyankirin. Lewma em hewaleyî wan dikin û li vê derê tenê evqas dibêjin ku:

   Bi şahidiya Fenna Nebatan [Botanîk] û Zanista Heywanan [Zoolojî] û bi vekolîna wan a hûr û kûr, di vê "fetha suwerê" de îhate, şamîlî û sen'etek wisa heye ku; ji bilî yek Wahidekî Ehed û ji xeynî Qedîrekî mutleq ê ku di her tiştî de dikare her tiştî bibîne û dikare her tiştî bike, tu tişt û ti kes nikare bibe xwediyê vê fiîla camî', hewîner û biîhate. Lewra ev fiîla "fetha suwer"ê, di nav qudreteke bêdawî de hîkmetek, baldariyek û îhateyeke heta bêjî dixwaze, ya ku li her derî û di her gavê de heye, xuyaye. Îca qudreteke wisa jî, ancax dikare di yek Zatekî de hebe ku Ew hemû kaînatê îdare dike.    Belê mesela: Mîna ku ayetên navborî ferman kiriye; heqîqeta fettahiyetê ku di hemû rehmên maderan [malzarokên dayikan] de -di nav sê tariyan de- vekirin û xuliqandina sûretên mirovan e ji maddeyeke besît, bi awayekî cihê cihê, pîvandî, bijartî, xemlandî û birêkûpêk, bêyî ku bê şaşkirin, xeletkirin û tevlîhevkirin; û ev heqîqeta fetha suwerê ku li ser temamê rûyê zemînê, bi eynî qudretê, bi heman hîkmet û eynî sen'etî hemû insan, heywan û nebatan dorhêl dike, burhanên herî xurt ên wehdaniyetê ne. Lewra îhatekirin tam "wehdet"ek e, cî nahêle şirkê.

   Û di Babeta Yekem de Nozdeh Heqîqetên ku ji wucûba wucûdê re şahidiyê dikin çawa ku bi "heyînên" xwe ji "wucûda" Xaliqî re delalet dikin wisa jî bi "dorhêlkirinên" xwe, ji "wehdetê" re şehadet dikin.

   HEQÎQETA DUYEM a ku geştyarê me, di Men-zîla Sêyem de dîtiye: Heqîqeta "Rehmaniyet"ê ye. 

   Yanî, em bi çavê serê xwe dibînin, Yek heye ku Wî, ji me re "rûyê zemînê" bi xelatên rehmetê yên bi hezaran dagirtiye, kiriye ziyafetgehek û kiriye sifreyek, ku li ser wê bi sed hezaran xurekên çêjdar ên cihê cihê yên Rehmaniyetê hatine raxistin; û "nava zemînê" kiriye embareke camî' û hewîner, ku tê de bi hezaran îhsanên hêja yên Rehîmiyet û Hekîmiyetê hatine hewandin; û "zemînê bixwe" di dewra saliya wî de kiriye mîna keştiyeke bazirganiyê, her sal ji alema xeybê wekî keşti-yek an tirênekê ku ji sed hezar cureyên lazmatiyên insanî û heyatî yên herî xweşik xistine hundirê xwe û hilgirtine; û "her biharê" kiriye wek vagoneke hilgir ku qût, erzeq û cilûbergên me lê ne, ji me re dişîne. Ew, me gelek re-hî-mane dide xwedîkirin. Û ji bo ku em ji wan xelatan, ji wan nîmetan îstîfade bikin, ji me re jî bi sedan û bi hezaran îştiha, îhtiyac, hest û hissiyat dane.

   Belê mîna ku di Şueya Çarem a ku derbarê "ayeta hesbiyeyê" de ye hatiye îzah û îspatkirin; ji me re "mîde"yeke wilo daye ku ji xurekên bêhed lezzetê distîne.

   Û "heyat"eke halo îhsan kiriye ku bi hestên xwe, -mîna sifreyeke nîmetê- di alema cis-ma-nî ya gewre de ji nîmetên Wî yên bêhed îstîfade dike.

   Û ji me re "insaniyet"eke wanî bi keremî daye ku bi gelek aletên wekî eqil û qelb ji xelatên bêdawî yên hem alema maddî hem a manewî zewqê distîne.

   Û ji me re "Îslamiyet"eke wisa ragihandiye ku; ji gencîneyên bêdawî yên alema xeybê û alema şehadetê nûrê werdigre.

   Û "îman"eke wisan hîdayet kiriye ku meriv ji nûr û xelatên nayên dorpêçkirin ên alemên dinya û axretê ronîdar dibe û jê sûdê wer-digre.    Tu dibêjî qey ev gerdûn qesrek e ku ji aliyê rehmetê ve, bi tiştên antîka, ecêb û hêja yên bêhed hatiye xemilandin. Û mifteyên ku dikarin hemû sindoq û menzîlên bêhed ên di temamê wê qesrê de ne vekin, hatine dayîn ber destên insên û îhtiyac û hestên ku ji wan hemûyan dide istîfadekirin di fitreta insên de hatine bicihkirin.

   Ha, rehmeteke ku wesa dor li dinya, axret û her tiştî girtiye, helbet (ew rehmet) di nav wahidiyetê de cîlweyeke ehadiyetê ye.

   Yanî çawa ku roniya rojê, bi dorhêlkirina hemû tiştên ku pêşberî wê ne, mîsaleke "wahidiyet"ê ye wisa jî her yek tiştên birqok û şeffaf/zîlal jî -li gorî qabiliyeta xwe- bi wergirtina hem ronî û tîna tavê hem heft rengên di roniya wê de hem sîtavka wê, mînakeke "ehadiyet"ê ye. Ji ber vê helbet, merivê ku wê roniya şamîl dibîne, hukim dide ku "Tava erdê wahid e, bes yek e." Û ew mirovê ku di her tiştê birqok de hetta di dilopan de, sîtavka ronîdar û tîndar a tavê dibîne, bi ehadiyeta tavê dizane, yanî "Tav bixwe -bi sifatên xwe- li ba her tiştî ye û di eyneya qelbê her tiştî de ye."

   Eynî wisan jî: Rehmeta berfireh a Rehmanê Zulcemal jî mîna roniyê hemû tiştan dorpêç dike. Ev yek, wahidiyeta wî Rehmanî û bi tu awayî tunebûna tu şirîkekî nîşan dide. Her wisa di her tiştî de bi taybetî di her jîndarekî de û nemaze di insên de, di bin perdeya wê rehmeta bicem'iyet de cureyek cîlweya zatî ya wî Rehmanî û roniyên piraniya navên Wî hene; û wî Rehmanî ji her ferdekî re cem'i-yet û hewîneriyeke heyatî daye, ya ku li hemû gerdûnê dide nihêrtin û bi temamê gerdûnê re têkildariyê datîne. Ev yek jî ehadiyeta wî Rehmanî îsbat dike û dipeyitîne ku; Yê ku li ba her tiştî amade ye û her tiştên her tiştî çê dike her "Ew" e.

   Belê çawa ku ew Rehman, bi wahidiyet û dorhê-liya wê rehmetê, di temamê gerdûnê de û li ser rûyê erdê, heşmeta "celal"a xwe nîşan dide. Wisa jî bi cîlweya ehadiyeta xwe, di her jîndarekî de, nemaze di insên de nimûneyên hemû nîmetên xwe di wî ferdî de dicivîne û li alet û cîhazên wî jîndarî dike û wan rêkûpêk dike, û hemû gerdûnê bi temamî û bêyî parkirinê ji wî yek ferdekî re, awayek ji awayan eynî weke xaniyê wî dide wî; û bi vî awayî jî şefqeta xusûsî ya "cemal"a Xwe îlan dike; û temerkuz û lev-kombûna îhsanên Xwe yên di insên de dide zanîn.

   Hem çawa ku, (mesela) di her dendikeke petê-xekê de ew petêx temerkûz dike, lê kom dibe. Û Zatê ku wê dendikê çê dike helbet Ew e ku wê petêxê çê dike dûre bi pîvana xusûsî ya ilmê Xwe û bi qanûna xasî bi Wî ya hîkmeta Xwe wê dendikê didoşe, jê derdixe, tê de kom dike, bi cism dike. Û ji bilî Hostayê tekane û wahid ê wê tek petêxekê, tu tişt nikare wê dendikê çê bike û çêkirina wê muhal e.    Eynî wisa jî, bi tecelliya "rehmaniyet"ê ji ber ku gerdûn mîna darekê, bîstanekê ye û zemîn wekî fêkiyekê, petêxekê ye û jîndar û insan wek dendikekê ne helbet Xaliq û Rebbê jîndarekî herî piçûk divê Xaliqê hemû zemîn û gerdûnê be.

   Wekî encam: 

   Çawa ku bi heqîqeta Fettahiyeta biîhate, ji maddeyeke besît çêkirin û vekirina sûretên rêkûpêk ên hemû heyîn û mewcûdan, bi aşkerayî wehdetê îsbat dike. Her wisa heqîqeta Reh-maniyeta ku her tiştî îhate dike jî hemû jîndarên ku tên wucûdê û dikevin heyata dinyayê û nemaze yên ku nuh tên bi întizama kemilî xwedî dike û laz-matiyên wan digihîjîne û tu kesî ji wan ji bîr nake û heman rehmet li her derî, di her kêliyê de digihîje ji bo her neferî. Bi van kiryaran bi aşkerayî hem weh-detê hem di nav wehdetê de ehadiyetê nîşan dide.

   Rîsaleya Nûrê ji ber ku mezhera navê Hekîm û navê Rehîm e, di gelek ciyên Rîsaleyên Nûr de nukte û cîlweyên heqîqeta rehmetê hatine ravekirin û îsbatkirin, em li vê derê bi vê dilopê, îşaretî wê behrê dikin û wê qisseya gelek dirêj kin dibêjin.

   HEQÎQETA SÊYEM a ku seyyahê me di Men-zîla Sêyem de muşahede kiriye: Heqîqeta "Mudeb-bîriyet û Îdare"yê ye. 

   Yanî ev heqîqet e ku, qeba-reyên asîmanî yên gelek erjeng û lezgîn û hêmanên gelek vegirtox û tevhevker û mexlûqên erdê yên gelek hewcedar û bêmecal, bi pergal û pîvana kemilî tên îdarekirin û alîkarê hevdû tên kirin û bi îmtî-zackarî tên rêvebirin û tedbîra wan tê dîtin û ev ale-ma qerase mîna welatekî tekûz, bajarekî muhteşem, qesreke xem-landî tê çêkirin.

   Va ye, em ê daîreyên mezin ên vê îdareya cebba-rane û rehmanane bihêlin tenê sehîfe û sefheya wê îdareya ku di biharê de li ser rûyê erdê diqewime -ji ber ku Rîsaleya Nûrê di rîsaleyên muhîm ên mîna Peyva Dehem de rave û îsbat kiriye- em dê sûretekî wê yê kurt bi temsîlekê nîşan bidin. Wiha ye:

   Mesela û feraza: Zatekî nuwaze û cîhangir, heke ji çar sed hezar millet û taîfeyên cihê cihê artêşekê pêk bîne û ew fermandarê xwedî mucîzeyan heke cilûbergên aîdê neferên her milletî û her taîfeyê digel çekên wan hem xwarinên wan hem talîmat û terhî-satên wan hem xizmetên wan bide wan; heke wan hemû cîhazên cihêreng ên jev cuda cuda hem cure cure lê bê noqsanî, bê kêmanî, bê xeletî, bê xetayî tam di wextê wê de, bêyî ku bi derengî bikevin û bêyî ku tevlîhev bike, bi kemala întizamê û bi teherekî gelek têkûz bide helbet ji bilî qudreta derî adetê ya wî fermandarê nuwaze tu sebep nikarin destê xwe dirêj bikin wê îdareya gelek ber-fireh, tevlîhev, hûr û kûr, bipîvan, biboşayî û biedalet. Heger destê xwe dirêj bikin muwazeneyê xera dikin û tevlîhev dikin.    Eynî wisa jî; em bi çavê serê xwe dibînin ku, "destekî xeybî" di her biharê de, artêşeke muhteşem a ku ji çar sed hezar celebên cihêreng pêk hatiye, îcad dike û îdare dike. Di demsala payîzê de, ku nimûneya qiyametê ye, ji wî çar sed hezarî sê sed hezar celebên nebatî û heywanî di awayê wefatan de û bi navê "mirin"ê "terhîs" dike û ji wezîfeyên wan paydos dike. Û di biharê de, ku nimûneya heşr û neşrê ye, sê sed hezar mîsalên heşra e'zam -di nav çend hefteyan de- bi kemala întizamê çê dike, hetta tenê di yek darekê de çar heşrên piçûk yanî wê darê bixwe, pelên wê, kulîlkên wê û fêkiyên wê, heşr û neşrên wan ên eynî mîna bihara çûyî nîşanî çavên me dide, dûre rizqên cihê cihê yên xas û guncanî her celeb û her taîfeya wê artêşa Subhanî ku gihîştî çar sed hezar celebî û çekên wan ên parastinê yên çeşîd çeşîd û kincên wan ên cuda cuda û talîm û terhîsên wan ên texlît texlît û hemû cihaz û lazmatiyên wan ên cihê cihê bi pergala kemilî, bê xelet, bê xeta, bêyî ku tevlîhev bike û bêyî ku yekê jî ji bîr bike û ji ciyên qet jê hêvî nedihatin kirin, tam di wextê de dide û digihîne wan. Bi vê yekê di nav kemala rubûbiyet, hakimiyet û hîkmetê de, wehdaniyet, ehadiyet û ferdiyeta xwe û şiyana xwe ya bêdawî û rehmeta xwe ya bêhed îsbat dike her wiha vê fermana tewhîdê li ser rûyê erdê di her rûpela biharê de bi qelema qederê dinivîse.    Geştyarê me tenê di biharekê de piştî xwendina yek rûpeleke vê fermanê, ji nefsa xwe re got:

   "Madem Qedîrekî Cebbar û Qehharekî Zulcelal heye, ku wiha di her biharê de, ji "heşra ekber" ecêbtir bi hezaran heşrî çê dike; û ji hemî pêxemberên xwe re bi hezar carî wehd kiriye û sond xwariye ku dê ji bo mukafat û mucazatê [xelat û celadê] heşr û neşrê bike, ya ku li gorî qudreta wî hêsantir e ji biharekê, û dê qiyametê bîne; û di Quranê de ji bo rûdana heşrê digel bi hezaran îşaretî di hezar heb ayetên xwe de hukim dide û bi aşkerayî tehdîd û teahhud dike, gef dixwe û soz dide... Îca "înkara heşrê" wekî kezibandin û derewandina wad û sozên wî zatê Qedîr û Qehharî ye û mîna înkarkirina qudreta wî ye." Ji ber vê, geryarê me hukim da: "Ji bo wan kesên ku xetaya "înkara heşrê" îrtîkab û qebûl dikin "Ezabê Cehennemê edalet bixwe ye." Û nefsa wî jî got: "Amenna..."

   MERTEBEYA SÎ Û SÊYEM KU HEQÎQETA ÇAREM e û rêwiyê dinyayê di Menzîla Sêyem de dîtiye: Heqîqeta "Rehîmiyet û Rezzaqiyet"ê ye. 

   Yanî ev heqîqet e ku li ser temamê rûyê zemînê di nava wê de di hewaya wê de û di behra wê de, hemû rizqên hem maddî û mîdewî hem manewî yên hemî jîndaran bi taybetî yên xwedîruhan, nemaze yên neçar û lawazan, nexasim yên çêlikan, û xurekên bi hezaran weqiyî/kîloyî ku bi şefqetkarî ji axake zuha, hişk û besît û ji perçeyên êzingan ên bêcan û yên mîna hestiyan hişk, tên çêkirin -nemaze ya herî letîf ku ji nava xwîn û fişqiyê tê- û ji yek dendikeke mîna hestiyî ku bi qasî dîrhemekê ye tên çêkirin; tam di wextê xwe de, bi aweyekî muqannen/qanûnî, bêyî ku yekî/ê ji bîr bike û bêyî ku şaş bike, li ber çavên me -ji aliyê destekî xeybî ve- tên dayîn.

   Belê, çawa ku ayeta

 ﺍِﻥَّ ﺍﻟﻠَّﻪَ ﻫُﻮَ ﺍﻟﺮَّﺯَّﺍﻕُ ﺫُﻭ ﺍﻟْﻘُﻮَّﺓِ ﺍﻟْﻤَﺘِﻴﻦُ

"Îaşe û înfaqê ji Cenabê Heq re texsîs dike û diterixîne." eynî wisan ayeta

 ﻭَﻣَﺎ ﻣِﻦْ ﺩَٓﺍﺑَّﺔٍ ﻓِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﺍِﻻ َّ ﻋَﻠَﻰ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺭِﺯْﻗُﻬَﺎ ﻭَﻳَﻌْﻠَﻢُ ﻣُﺴْﺘَﻘَﺮَّﻫَﺎ ﻭَﻣُﺴْﺘَﻮْﺩَﻋَﻬَﺎ ﻛُﻞٌّ ﻓِﻰ ﻛِﺘَﺎﺏٍ ﻣُﺒِﻴﻦٍ

ê jî "Hemû rizqên insan û heywanan digre bin teahhud û tekeffula Rebbanî û dide ser misoge-riya wî". Hem çawan ku ayeta

 ﻭَﻛَﺎَﻳِّﻦْ ﻣِﻦْ ﺩَٓﺍﺑَّﺔٍ ﻻ َ ﺗَﺤْﻤِﻞُ ﺭِﺯْﻗَﻬَﺎ ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻳَﺮْﺯُﻗُﻬَﺎ ﻭَﺍِﻳَّﺎﻛُﻢْ ﻭَ ﻫُﻮَ ﺍﻟﺴَّﻤِﻴﻊُ ﺍﻟْﻌَﻠِﻴﻢُ

îsbat û îlan dike ku "Wî, rizqên bêçareyên zeîf ên ku nikarin riziq peyde bikin û bê hêz û bê şiyan in; ji ciyê qet hêvî nedihat kirin, belkî ji xeybê, belkî ji hîçiyê mesela ji bo kêzikên di bin behrê de ji hîçiyê û ji hemû çêliyan re ji ciyên qet hêvî nedihatin kirin û ji hemû heywanan re di her biharê de tu dibêjî qey bes ji xeybê riziqdayîn û xweyîkirina wan bi fiîlî girtiye ser Xwe; û bi dayîna nefeqeya wan ku em bi çavê serê xwe dibînin dubare dipeyitîne ku ji mirovên sebeb-perestan re jî di bin perdeya sebeban de dîsa Ew riziq dide", wisan jî gellek ayetên Quranê û şahidên kewnî/gerdûnî yên bêhed, bi yekdengî nîşan didin ku her zîheyatek bi rehîmiyeta yek Rezzaqekî Zulcelal tê xwedîkirin.

   Belê, darên ku awayek ji awayan riziq dixwazin, ji ber ku bê şiyan û bê viyan in, ew digel ku li ciyên xwe bi tewekkulî disekinin rizqên wan ji bo wan dibezin û tên; û nefeqeyên çêlikên neçar ji tulum-bekikên heyretnima diherikin devên wan; û piştî ku pariyek îqtidar/şîn û piçek îxtiyar/vîn dikeve destê wan, dayikên wan ji şîr ve dibin, nemaze ji zariyên miro-van re şefqeta dayikên wan wekî alîkar tê dayîn. Ev hemû bi aşkerayî îspat dikin ku rizqê helal ne li gorî şiyan û viyanê ye, belkî ew, li gorî zeîfî û neçariyê tê, yên ku wesîleyên tewekkulê ye.

   Di hinek edîban de şiyan, viyan û zîrekî ku çav-çilûsiyê tehrîk dikin, ya ku bi piranî sedema xesarê ye, bûne sedem ku ew edîb kaşî parsekiyê kirine; û bêşiyaniya tewekkulwarî ya gelek merivên jirêzê yên bêjîrî û qeba jî ew gihandine dewlemendiyê; û  ﻛَﻢْ ﻋَﺎﻟِﻢٍ ﻋَﺎﻟِﻢٍ ﺍَﻋْﻴَﺖْ ﻣَﺬَﺍﻫِﺒُﻪُ ﻭَ ﺟَﺎﻫِﻞٍ ﺟَﺎﻫِﻞٍ ﺗَﻠْﻘَٓﺎﻩُ ﻣَﺮْﺯُﻭﻗًﺎ

ku bûye gotineke pêşiyan, dipeyitînin ku rizqê helal bi qeweta şiyan û viyanê nayê qezenckirin, nayê peydekirin. Belkî ji aliyê merhemetekê ve tê dayîn, ya ku xebat û lebatên wan qebûl dike; û ji hêla şefqetekê ve tê îhsankirin, ya ku bi pêdiviyên wan tê şefqet û rihmê

   Lê belê "riziq" du qism e.

   Yek jê: 

   Rizqê heqîqî û fitrî yê ji bo jiyînê ye ku di bin teahhuda Rebbanî de ye. Hetta ew qas rêkûpêk e, ew rizqê fitrî ku di laşê mirovî de bi awayê bez û hwd de hatiye embarkirin û bicîkirin, qet nebe ji bîst rojî zêdetir bêyî ku tiştek bixwe dide jiyandin, heyata wî didomîne. Nexwe yên ku berê bîst-sî rojî û beriya ku rizqê fitrî yê ku di laşî de embarkirî ye biqede, ji aliyê zahirî ve ji ber birçîtiyê dimirin; ne ji ber bêrizqî ye belkî ji ber nexweşînekê wefat dikin, ya ku ji hînbûyînên nebaş û ji terkandina adetan çê dibe.

   Beşa duyem a riziq: 

   Rizqê mecazî û sun'î ku meriv bi hînbûyîn û îsrafê û bi kirinên nelirê tiryakî dibe û wek zerûrî dihesibîne. Lê ev qisim, ne di bin teahhuda/misogeriya Rebbanî de ye, belkî girêdayî îhsanê ye, geh dide geh nade.

   Di vî rizqê duyem de, yê bextewar ew e ku xeba-ta helal a bi îqtîsat û qenaeta ku kana seadet û lezzetê ye, mîna cureyeke îbadetê dihizire û wê xebatê, ji bo riziq wek duayeke fiîlî dizane û bi spasdarî û minnetdarî wê îhsanê qebûl dike û jiyana xwe bi bextewarî derbas dike.

   Û yê bextreş ew e ku ji ber îsraf û çavçilûsiya ku sedema şeqawet, xesaret û êşan e, dev ji xebata helal berdide, destê xwe vedike û serî li her deriyî dide û jiyana xwe bi tiralî, zalimî û gazindekarî diborîne, belkî dikuje.

   Çawa ku mîde rizqekî dixwaze wisa jî letîfe û hestên mirovî yên mîna qelb, ruh, aqil, çav, guh û dev jî, ji Rezzaqê Rehîm rizqên xwe dixwazin û bi spasdarî distînin. Ji bo her yeke ji wan, rizqên cihê cihê û layîqî wan û yên ku wan kêfxweş û çêjdar dikin, ji xezîneya rehmetê tên îhsankirin. Belkî Rezzaqê Rehîm, ji bo ku ji wan re daîreya riziq berfirehtir bike û bo ku rizqê wan fireh be, her yek ji wan letîfeyên wek çav û guh; qelb, xeyal û aqil, di hukmê yeko yeko mifteyên gencîneya rehmetê de xuliqan-diye. Mesela; çawa ku çav, mifteyeke gencîneyên gewherên qîmetdar ên mîna husn û cemala li ser rûyê gerdûnê ye, letîfeyên din jî (her yek jê) mifteya alemekê ye; mirov bi îmanê ji wan sûdê werdigre Dîsa em vedigerin ser mijara xwe.    Zatê Qedîrê Hekîm ku ev gerdûn afirandiye, çawa ku ji gerdûnê, jiyan wek puxteyeke hewîner xuliqandiye û Ew, hemû mebestên xwe û cîlweyên navên xwe di wê [heyatê] de temerkûz dike, hevdicivîne. Wisa jî di alema heyatê de jî, riziq kiriye wek navendeke şuûnatê [karûbaran] a hewîner; û di jîndaran de pêdiviya îştehê û zewqa rizqî xuliqan-diye; û her wiha bi spasdarî, minnetdarî û perestiş-kariyeke daîmî û giştî ku amancek û hîk-meteke herî girîng a xîlqeta gerdûnê ye, ji rubûbiyeta xwe re û ji danhezkirina xwe re muqabele dide kirin.

   Hîkmeteke şuûnata rubûbiyetê ev e: Bo nimûne çawa ku her aliyê memleketê Rebbanî ku gellek berfireh e, nexasim asîman bi melek û ruhaniyan, û alema xeybê bi erwah û giyanan şên kirine; her wisa her aliyê alema maddî jî nemaze hewa û erdê, her dem bi heyîna ruhbaberan nemaze bi ya çivîk û çûkikan bi hîkmeta şênkirin û ruhdarkirinê pêdiviya rizqî û zewqa riziq wek qamçiyeke gelek qewîn daye hey-wan û insanan û Ew, wan li pey riziq dibezîne, dilivîne û pê ji zexelî û tiraliyê xelas dike û digerîne. Heger hîkmetên girîng ên mîna vê hîkmetê nebûna; çawa ku rizqên daran ji wan re dibezîne her wisa erzaq û tayînên muqannen/tertîpkirî yên heywanan û pêdiviyên wan ên fitrî jî dê bi awayekî bêzehmet ji wan re bibezanda.    Ji bo tam û têkûz dîtina cemalên navên Rehîm û Rezzaq û şahidiya wan a ji wehdaniyetê re, heke çavek hebe ku temamê rûyê erdê yekcar dorhêl dike û muşahede dike, dê bibîne Rezzaqê Rehîm ji bo qefleya heywanên/jîndarên ku di dawiya zivistanê de erzaqê wan li ber xelasbûnê ye, wek hawara xeybî û îhsana Rehmanî xurek û nîmetên xayet çêjdar, gelek zêde û zehf cure cure dide destên riwekan û datîne serên daran û bi singên dayikan ve datîne û bes ji gencîneya xeybî ya rehmetê dişîne. Dê jê re xuya bibe ku di vê cîlweya şefqeta Rezzaqê Rehîm de çi qas xweşikahiyeke şîrîn, çendîn cemaleke şêrîn heye; û dê jê bizane:

   Yê ku tek sêvekê çêdike û ji tek merivekî re wekî rizqekî heqîqî, mun'îmane dide tenê Zatekî wisa çê dike û dide ku; demsalan, şev û rojan dizivirîne û kureya erdê wek keştiyeke bazirganiyê birêve dibe û bi vê gerandinê ber û berhemên demsalan tîne ji bo mêvanên xwe yên hewcedar ên di zemînê de. Lewra, sîkkeya fitret, xatema hîkmet, turraya samediyet û muhra rehmetê ku li ser rûyê wê sêvê ye, di hemû sêvan de û di fêkiyên din de û di tevekê riwek û ajalan de heye. Ji ber vê, helbet û bivê nevê Malik û Sanî'ê heqîqî yê wê yek sêvekê ancax Malikê Zulcelal û Xaliqê Zulcemal e ku hemû şêniyên erdê yên ku manend, hemcins û birayên wê sêvê ne û zemîna qerase ya ku bexçeyê wê ye û dara ku febrîkaya wê ye û demsala ku dezgehê wê ye û bihar û havîna ku terbiyegeha wê ye xuliqandine... Bi awayekî din nabe û ji bilî Wî yekî din nikare bibe Malik û Xaliq.

   Nexwe her fêkiyek wisa mohreke wehdetê ye ku; Katib û Sanî'ê dinyaya ku dara wê fêkiyê ye radigihîne û kitêba kaînatê ku bexçeyê wê ye diagihîne û wehdeta Wî nîşan dide; û îşaret dike ku bi qasî hejmara fêkiyan fermanên wehdaniyetê hatine morkirin.

   Rîsaletun Nûr ji ber ku mezherê navê Rehîm û navê Hekîm e û ji ber ku (Rîsaletun Nûr) di gelek beşên xwe de gelek lem'eyên vê heqîqeta rehîmiyetê û gelek sirrên wê beyan û îspat kirine; em hewaleyî wan dikin û -ji ber ku rewşa min rê neda- ji wê xezîneya gelek mezin qîma xwe bi vê îşareta kurt tînin.

   Va ye seyyahê me dibêje ku: "Elhamdulîllah min "Sî û Sê Heqîqet" dîtin û guhdarî kirin, ku şahidiyê dikin ji bo wucûba wucûd û wehdeta Xaliq û Malikê min ê ku ez li her derî Lê digeriyam û min Ew ji her tiştî dipirsiya. Her heqîqetek mîna tavê rewneq e tariyê nahêle; mîna çiyê qewîn e naheje. Û her yek jê bi teheqquqa xwe ji wucûda Wî re gelek qetî şahidiyê dike û bi îhateya xwe ji wehdeta Wî re gelek aşkera delîliyê dike. Û her heqîqetek digel ku ruknên dî yên îmanê jî bi awayekî qewîn îspat dike bi îcma û tifaqiya tevekê heqîqetan, îmana me ji teqlîdê digihîne ber bi tehqîqê û ji tehqîqê jî ber bi ilmelyeqînê û ji ilmelyeqînê ber bi eynelyeqînê û ji eynelyeqînê digihîjîne ber bi heqqelyeqînê ve."

 ﺍَﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﻫَﺬَﺍ ﻣِﻦْ ﻓَﻀْﻞِ ﺭَﺑِّﻰ

 ﺍَﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﻫَﺪَﻳﻨَﺎ ﻟِﻬَﺬَﺍ ﻭَﻣَﺎ ﻛُﻨَّﺎ ﻟِﻨَﻬْﺘَﺪِﻯَ ﻟَﻮْﻻ َٓ ﺍَﻥْ ﻫَﺪَﻳﻨَﺎ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﻟَﻘَﺪْ ﺟَٓﺎﺀَﺕْ ﺭُﺳُﻞُ ﺭَﺑِّﻨَﺎ ﺑِﺎﻟْﺤَﻖِّ

   Va ye ji bo enwara/nûrên îmanê yên ku vî rêwiyê pirmeraq ji "Çar Heqîqet"ên muezzam ên ku di Menzîla Sêyem de raçavî kirine, wek îşareteke gelek kurt, derbarê heqîqetên Menzîla Sêyem a di Babeta Duyem a Meqamê Yekem de wiha hatiye gotin:

 ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺍﻟْﻮَﺍﺣِﺪُ ﺍْﻻ َﺣَﺪُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺩَﻝَّ ﻋَﻠَﻰ ﻭَﺣْﺪَﺗِﻪِ ﻓِﻰ ﻭُﺟُﻮﺏِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻩِ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟْﻔَﺘَّﺎﺣِﻴَّﺔِ ﺑِﻔَﺘْﺢِ ﺍﻟﺼُّﻮَﺭِ ﻻ َﺭْﺑَﻊِ ﻣِﺎَﺓِ ﺍَﻟْﻒِ  ﻧَﻮْﻉٍ ﻣِﻦْ ﺫَﻭِﻯ ﺍﻟْﺤَﻴَﺎﺓِ ﺍﻟْﻤُﻜَﻤَّﻠَﺔِ ﺑِﻼ َ ﻗُﺼُﻮﺭٍ ﺑِﺸَﻬَﺎﺩَﺓِ ﻓَﻦِّ ﺍﻟﻨَّﺒَﺎﺕِ ﻭَ ﺍﻟْﺤَﻴَﻮَﺍﻥِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﺎﻧِﻴَّﺔِ ﺍﻟْﻮَﺍﺳِﻌَﺔِ ﺍﻟْﻤُﻨْﺘَﻈَﻤَﺔِ ﺑِﻼ َ ﻧُﻘْﺼَﺎﻥٍ ﺑِﺎﻟْﻤُﺸَﺎﻫَﺪَﺓِ ﻭَ ﺍﻟْﻌَﻴَﺎﻥِ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍْﻻ ِﺩَﺍﺭَﺓِ ﺍﻟْﻤُﺤِﻴﻄَﺔِ ﻟِﺠَﻤِﻴﻊِ ﺫَﻭِﻯ ﺍﻟْﺤَﻴَﺎﺓِ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﻨْﺘَﻈَﻤَﺔِ ﺑِﻼ َ ﺧَﻄَٓﺎﺀٍ ﻭَ ﻻ َ ﻧُﻘْﺼَﺎﻥٍ .. ﻭَ ﻛَﺬَﺍ ﻣُﺸَﺎﻫَﺪَﺓُ ﻋَﻈَﻤَﺔِ ﺍِﺣَﺎﻃَﺔِ ﺣَﻘِﻴﻘَﺔِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻤِﻴَّﺔِ ﻭَ ﺍْﻻ ِﻋَﺎﺷَﺔِ ﺍﻟﺸَّﺎﻣِﻠَﺔِ ﻟِﻜُﻞِّ ﺍﻟْﻤُﺮْﺗَﺰِﻗِﻴﻦَ ﺍﻟْﻤُﻘَﻨَّﻨَﺔِ ﻓِﻰ ﻛُﻞِّ ﻭَﻗْﺖِ ﺍﻟْﺤَﺎﺟَﺔِ ﺑِﻼ َٓ ﺳَﻬْﻮٍ ﻭَ ﻻ َ ﻧِﺴْﻴَﺎﻥٍ ﺟَﻞَّ ﺟَﻼ َﻝُ ﺭَﺯَّﺍﻗَﻬَﺎ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ ﺍﻟْﺤَﻨَّﺎﻥِ ﺍﻟْﻤَﻨَّﺎﻥِ ﻭَ ﻋَﻢَّ ﻧَﻮَﺍﻟُﻪُ ﻭَ ﺷَﻤِﻞَ ﺍِﺣْﺴَﺎﻧُﻪُ ﻭَ ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ

 ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻚَ ﻻ َ ﻋِﻠْﻢَ ﻟَﻨَٓﺎ ﺍِﻻ َّ ﻣَﺎ ﻋَﻠَّﻤْﺘَﻨَٓﺎ ﺍِﻧَّﻚَ ﺍَﻧْﺖَ ﺍﻟْﻌَﻠِﻴﻢُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ  ﻳَﺎ ﺭَﺏِّ ﺑِﺤَﻖِّ ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ ﻳَﺎ ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻳَﺎ ﺭَﺣْﻤَﻦُ ﻳَﺎ ﺭَﺣِﻴﻢُ ﺻَﻞِّ ﻭَﺳَﻠِّﻢْ ﻋَﻠَﻰ ﺳَﻴِّﺪِﻧَﺎ ﻣُﺤَﻤَّﺪٍ ﻭَﻋَﻠَﻰ ﺍَﻟِﻪِ ﻭَﺍَﺻْﺤَﺎﺑِﻪِ ﺍَﺟْﻤَﻌِﻴﻦَ ﺑِﻌَﺪَﺩِ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﺣُﺮُﻭﻑِ ﺭَﺳَٓﺎﺋِﻞِ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ ﺍﻟْﻤَﻀْﺮُﻭﺏِ ﺗِﻠْﻚَ ﺍﻟْﺤُﺮُﻭﻑُ ﻓِﻰ ﻋَﺎﺷِﺮَﺍﺕِ ﺩَﻗَﺎﺋِﻖِ ﺟَﻤِﻴﻊِ ﻋُﻤْﺮِﻧَﺎ ﻓِﻰ ﺍﻟﺪُّﻧْﻴَﺎ ﻭَﺍْﻻ َﺧِﺮَﺓِ ﻣَﻊَ ﺿَﺮْﺏِ ﻣَﺠْﻤُﻮﻋِﻬَﺎ ﻓِﻰ ﺫَﺭَّﺍﺕِ ﻭُﺟُﻮﺩِﻯ ﻓِﻰ ﻣُﺪَّﺓِ ﺣَﻴَﺎﺗِﻰ ﻭَﺍﻏْﻔِﺮْﻟِﻰ ﻭَﻟِﻤَﻦْ ﻳُﻌِﻴﻨُﻨِﻰ ﻓِﻰ ﻧَﺸْﺮِ ﺭَﺳَﺎﺋِﻞِ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ ﻭَﻛِﺘَﺎﺑَﺘِﻬَﺎ ﺑِﺼَﺪَﺍﻗَﺔٍ ﺑِﻜُﻞِّ ﺻَﻼ َﺓٍ ﻣِﻨْﻬَﺎ ﻭَ ﻟِﺎَﺑَﺎﺋِﻨَﺎ ﻭَﻟِﺴَﺎﺩَﺍﺗِﻨَﺎ ﻭَﺷُﻴُﻮﺧِﻨَﺎ ﻭَ ﻟِﺎَﺧَﻮَﺍﺗِﻨَﺎ ﻭَﺍِﺧْﻮَﺍﻧِﻨَﺎ ﻭَﻟِﻄَﻠَﺒَﺔِ ﺭِﺳَﺎﻟَﺔِ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ ﺍﻟﺼَّﺎﺩِﻗِﻴﻦَ ﻭَﺑِﺎﻟْﺨَﺎﺻَّﺔِ ﻟِﻤَﻦْ ﻳَﻜْﺘُﺐُ ﻭَﻳَﺴْﺘَﻨْﺴِﺦُ ﻫَﺬِﻩِ ﺍﻟﺮِّﺳَﺎﻟَﺔَ ﺑِﺮَﺣْﻤَﺘِﻚَ ﻳَﺎ ﺍَﺭْﺣَﻢَ ﺍﻟﺮَّﺍﺣِﻤِﻴﻦَ ﺍَﻣِﻴﻦَ

 ﻭَ ﺍَﺧِﺮُ ﺩَﻋْﻮَﻳﻬُﻢْ ﺍَﻥِ ﺍﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﺭَﺏِّ ﺍﻟْﻌَﺎﻟَﻤِﻴﻦَ   Hişyarî 

   Ji ber ku li devera vî memleketê ku cîderk û xu-yangeha vê Rîsaleyê ye, rîsaleyên din ên Rîsale-yên Nûr tune ne û ji ber ku li vê derê wekî bêyî viyanê hat nivîsandin; di rîsaleyên mîna "Ayetul Kubra" de bi awayekî dubarekirineke xuyayî, hinek mesele û mijarên girîng ên "Peyv" û "Lem'e"yên din hatine behskirin û ji bo şagirdên li van deran bi hîkmeta ku her yek jê bibe mîna "Rîsaletun Nûr"eke biçûk, bi vî awayî hatine nivîsandin.

   Zatekî mubarek yekem car ev reşenivîs tebyîz kir. Me di wê nusxeyê de, ku wî zatî nivîsandiye, -tevî ku hay ji tewa-fûqê nîne- wiha tewafûqeke letîf û watedar dît, ya ku hêjayî nivîsînê ye: Di serê rêzi-kên wê nusxeyê de "elîf" bi qasî "şeş sed û şêst û şeş" heban hatine nivîsandin. Ev rewş ku heye, ji ber ku bi temamî muwafiq, mutabiq û guncav dibe bo jimareya "şeş sed û şêst û şeş"an ku meqamê cifrî û ebcedî ya navê Ayetul Kubra ye, ku ji aliyê Hezretî Îmamê Elî (R.A.) ve li vê Rîsaleya xusûsî hatiye dayîn, nîşan dide ku ev Rîsale sezayî vî navî ye. Hem ji ber tewafûqa sê mertebeyên ji çar mertebeyên "şeş hezar û şeş sed û şêst û şeş" ku jimareya ayetên Quranê ye, em wisa têgihîştin ku ev yek nîşaneyek e ku ev Rîsale lem'eyeke ayetan e.

  Seîdê Nûrsî 

  ***     Di van rojan de, min di guftûgoyeke manewî de li pirs û bersivekê guhdarî kir. Ji we re puxteyeke wê beyan bikim: 

   Yekî got: 

   Ji bo îman û tewhîdê, tehşîdên mezin û techîzên kullî yên Rîsaleyên Nûr her ku diçe zêde dibin. Û tevî ku ji bo setimandina bêdînekî herî rikdar [jî] ji sedî yekê wan têrê dike, çima hê ev çend lê germ dibe û hê tehşîdên agirîn nû dike.

   Jê re wekî bersiv gotin: 

   "Rîsaleya Nûrê tenê texrîbateke cuzî û xaniyekî piçûk tamîr nake; belkî texrîbateke kullî tamîr dike, û keleheke muhît veher dike, ya ku Îslamiyetê digre nava xwe û hîmên wê hene ku mîna çiyê mezin in. Û bes ji bo îslehkirina qelbekî xusûsî û wicdanekî xas hewl nade; belkî ji bo tedawiya qelbên umûmî û hizrên giştî dixebite, yên ku bi aletên fesadîker -ên serê hezar salî ye hatine tedarik û levkomkirin- bi awayekî erjeng hatine derizandin; û bi mucîzeyiya Quranê û bi dermanên Quran û îmanê ji bo tamîr û tedawiya wicdanê tevayî xîret dike, yê ku ber bi xerabûnê ve diçe ji ber şikîn û hejîna hîm, bizav û şîarên Îslamî -ku penahgehên tevekê muslimanan û bi taybetî yên awamê mumînan in-; û bi heman awayî hewl dide ku wan birînên fireh ên wê wijdanê [wan misilmanan] tedawî bike. Helbet ji bo texrîbat, derizîn û birînên wisa giştî û erjeng, divê huccet û cîhazên di radeya heqqelyeqînê de, di hêza çiyayan de hebin; û divê îlacên ceribandî û dermanên bêhed ên di hasiyeta hezar tîryaqî de hebin ku, di vî zemanî de Rîsaleya Nûrê ku ji î'caza manewî ya Qurana Mucîzu'l Beyan derketiye digel ku wê wezîfey[a tamîr û tedawiy]ê tîne cih di mertebeyên bêhed ên îmanê de jî dibe sedema teraqqî û înkîşafan." Gotûbêjeke dirêj a bi vî rengî qewimî. Min jî bi temamî seh kir, hemdê bêhed kir. Kurt dibêjim

  Seîdê Nûrsî 

  ***    PESINNAME 

   Ev berhem e berhema jîriyeke agirîn

   Ha ev deha ye sedsal bi tevî bûne payîn

   Temamê van Nûran in, nûrên feyyaz ên alema mirovîn

   Tecelliya Heq e, a di van heqîqetan de diteyise. Guman nîn!

   Seydacan! Mirov giştî, heyran in li feyza te, li Nûra te sertaser

   Jîrên ku bi berhemên te gihîştin Heqî jî dibêjin: "Ne pêkan e dîtina kêmaniyan!"

   Xwînerên van Nûran dibînin bi lutfa Heq, alemek nipnû, rewneq

   Ê pêlên ji Nûrê dafrîne li ser dilan bê şik, ancax Xweda ye elheq

  Şagirdê cenabê we 

  Xusrew    Em wekî erêkirineke vê pesinnameya mezinê me, bi rih û canê xwe dibêjin ku: 

   Ev e maniyê hatina şik û guman û dilwasiyan

   Ev e mezher bo heyreta fen û zanist û felsefeyan

   Nemaye ciyek tarî ji bo xwediyê çavên aqilan

   

   Ev e sedem xuyana feyzan û ya bo geşbûnan

   Ev e mezher bo teqdîra terîqet û heqîqetan

   Nemaye ciyek tarî ji bo xwediyê çavên qelban

  Ji Şagirdên Nûrê 

  Tahirî, Zibeyr, Ceylan, 

  Bayram, Ebdulmuhsîn     PIRS - BERSIV 

   Keys çêbû ku li vê derê em bersiveke gellek girîng binivîsînin, ku ji pirseke gellek muhîm re hatibû dayin. Lewra beriya çil salî, Seîdê Berê di wê dersa xwe de bi hîssa qeblelwuqu [pêhisîna beriya qewimînê] mîna ku ders û tesîrên nuwaze yên Rîsaleya Nûrê ditîne vedibêje; behsa wê dike. Lewma em ê wê pirs û bersivê binivîsînin. Wiha ye:

   Gellek kesan hem ji min hem ji birayine min ên Nûrê ev pirs pirsiye û va dipirsin ku:

   "Gelo çima Rîsaleya Nûrê li hemberî ev çend dijberan; li ber fîlozofên rikdar û ehlê dalaletê têk naçe û mexlûb nabe? Tevî ku [dijminan] heta ciyekî, rê li ber weşandina bi mîlyonan kitêbên îmanî û Îslamî yên hêja û heqîqî girtine; û tevî ku [ew] bi riya sefahet û gunehan û bi lezzetên jiyana dinyayê gellek ciwanên bêçare û mirovên neçar ji heqîqetên îmanê mehrûm dihêlin; û tevî ku êrîşên herî tund û miameleyên herî xeddar li ser Rîsaleya Nûrê ne û bi ser de jî herî zêde bi derewan û bi propagandayên li dijberî wê hewl didin da ku 'erz û bandora Rîsaleya Nûrê bişkînin, mirovan jê bitirsînin, bibizdînin, jê dûr bixin û mirov dev jê berdin; lê belê -tevî van- em dibînin bi awayekî ku di tu berhemî de nehatiye dîtin, Rîsaleyên Nûr tên weşandin û belavkirin; hetta nusxeyên rîsaleyan ên şeş sed hezarî -piraniya wan destnivîskî ne- bi dilxwaziyeke tam û temam bi awayekî veşartî belav dibin; û çi di hundirê welêt de û çi li derveyî welêt bi dilxwaziyeke tam û tekûz, xwe didin xwendin. Hîkmeta vê yekê çi ye? Sebebê wê çi ye?"

   Em ji bo gellek pirsên di vê wateyê de ne, elcewab dibêjin:

   Rîsaleya Nûrê ku bi raza î'caza Qurana Hekîm tefsîreke wê ya heqîqî ye, di vê dinyayê de, di dalaletê de çawa ku cehennemeke manewî nîşan dide; her wisa îspat dike ku di îmanê de jî, di vê dinyayê de cenneteke manewî heye. Hem di nav gunehan, pîsîtiyan û lezzetên heram de azarên elemnak ên manewî nîşan dide; hem jî dipeyîtîne ku di xêr û bêran de, di xisletên spehî de û di amelkirina bi heqîqetên şerîetê de lezzetên manewî yên mîna lezzetên cennetê hene. Ehlê sefahetê û yên ku ketine riya dalaletê û -ji ber vê hêlê- yên hiş di serî de ne, xelas dike. Lewra di vî zemanî de du rewşên bidehşet hene:

   A yekê: 

   -Di vî zemanî de- hissiyatên insan ên ku aqûbetê nabînin û lezzeteke berdest a dîrhemekê ji lezzetên batmanî yên li pêş çêtir dibînin, zora aqil û fikir biriye. Ji ber vê, çareya tekane ya xelaskirina ehlê sefahetê ji sefahetên wan: Nîşandana wê êş û azarê ye, ku di eynî wê lezzetê de heye û têkbirina hest û hissiyatên wan e. Bi îşareta ayeta

 ﻳَﺴْﺘَﺤِﺒُّﻮﻥَ ﺍﻟْﺤَﻴَﺎﺓَ ﺍﻟﺪُّﻧْﻴَﺎ ﻋَﻠَﻰ ﺍْﻻ َﺧِﺮَﺓِ

yê jî di vî zemanî de -ehlê îmanê- tevî ku bi nîmet û lezzetên mîna almast ên axîretê dizanin, parçeyên şûşeyên dinyewî yên mehkûmê şikestinê ne, tercîh dikin; digel bawermendiya xwe ji bo wê hezkirina dinyayê û bona wê razê, dibin tabiyê ehlê dalaletê. Çareya yekane ya xelaskirina ji vê xetereyê, "di dinyayê de jî, nîşandana ezab û azarên cehennemê ye" ku Rîsaleya Nûrê di wê riyê de diçe û bi vê rêbazê vedibêje.

   Heke na, di vî zemanî de, li hember rika kufra mutleq û li ber rikberiya dalaleta ku ji fenn û zanistê tê û tîryakîtiya ku ji sefahetê dertê; bi rêbaza "danasandina Cenabê Heq, îspatkirina hebûna Cehennemê û tirsandina bi ezabê wê" ji pîsîtî û gunehan vegerandina mirovan [gelek zehmet e]; ji "deh"an belkî ji bîstî [ancax] kesek dikare jê dersê bistîne. Piştî ku ders distîne jî dibêje: "Cenabê Heq Xefûr-ur Rehîm e, hem Cehennem gellek dûr e." dîsa dikare li ser sefaheta xwe dewam bike. Qelbê wî, rihê wî li ber hestên wî têk diçin.

   Ha, piraniya muwazeneyên di Rîsaleyên Nûr de, encamên biêş û bizdîner ên kufr û dalaletê yên di dinyayê de nîşan dide; bi vê yekê wan mirovên herî rikdar û nefsperest jî, ji wan lezzet û sefahetên bêyom û nemeşrû dinefirîne û disilikîne û wan kesên ku li ser hişê xwe ne, sewqî tobeyê dike. Ji wan muwazeneyan, muwazeneyên piçûk ên di Peyvên Şeşan, Heftan û Heştan de ne û muwazeneya dirêj a di Mewqîfa Sêyem a Peyva Sî û Duduyan de ye; merivekî herî sefîh û yê ku di riya dalaletê de diçe jî dibizdînin; dersa xwe pê didin qebûlkirin.

   Mesela, em ê gellek bi kurtî îşaret bikin wan weziyetên ku bi seyehata xeyalî ya di Ayeta Nûr de [min] wekî heqîqet dîtine. Yê ku berfirehiya wê dixwaze bila li rûpelên ji 256an heta 259an ên di dawiya Sîkkeya Xeybî de ne, binihêre.

   Wekî mînak: 

   Di wê seyehata xeyalî de, dema ku min alema heywanan a hewcedarî riziq e dît bi [nêrîna] felsefeya maddî nihêrt. Wê felsefeyê, digel pêdiviyên wan ên bêhed û birçîbûna wan a tund zeyîfî û neçariya wan; alema jîndaran bi awayekî gellek dilsoj û kedernak nîşanî min da. Ji ber nêrîna min a bi çavê ehlê dalalet û xefletê min kir qîrîn. Ji nişka ve min bi hîkmeta Quranê û bi dûrbîna îmanê dît: Navê Rehman di birca Rezzaq de mîna taveke rewneq hilhat; ew alema jîndaran a birçî û neçar, bi roniya "rehmet"ê avzêrî kir, biriqand.

   Dûre, min di nav alema heywanan de alemeke din dît ku tê de çêlik di nav zeyîfî, neçarî, muhtacî de diperpitîn; û ew alem di nav tarîtiyeke hezîn û elîm de ye û tariya di wê alemê de wisa dike ku her kes pê bişewite û dilêş bibe. Ji ber vê nihêrtina xwe ku bi çavê ehlê dalaletê bû, min got: Heywax!.. Yekcar, îmanê berçavkek da min, min dît ku: Navê Rehîm di birca "şefqet"ê de hilhat. Bi awayekî ew qas xweşik û şîrîn, ew alema dilêş bi alema dilgeş veguhart û ronî kir ku; hêsrên çavên min ên ku ji ber gilî û gazinan, ji ber dilşewitîn û xemgîniyan diherikîn, veguherandin rondikên ku ji ber lezzetên dilşayî û şikirdariyê tên.

   Piştre mîna [vebûna] perdeya sînemayê, alema mirovan bi min xuya bû. Min bi dûrebîna ehlê dalaletê nihêrî. Min ew alem, ew çend tarîdar û bidehşet dît ku ji herî kûrahiya dilê xwe, min kir qîrîn, got: Heywax!.. Lewra di mirovan de; arezû û xwestekên ku diçin digihêjin ebedê; û sêwirîn û hizrên ku gerdûnê dorhêl dikin; û hîmmet û qabiliyetên fitrî yên ku beqaya ebedî, saedeta ebedî û Cennetê gellek ji dil û can dixwazin; û quwweyên ku ji aliyê fitretê ve nehatine dorsînorkirin û serbest hatine hiştin; û pêdiviyên ku aresteyî meqsedên bêhed in; mûsîbet û dijminên bêhed ên ku mirov tevî zeyîfî û neçariyên xwe tûşî êrîşa wan dimînin hene. Digel van, mirov di nav temenekî gellek kurt de û di jiyaneke zehf bixirecir de, ku her roj û her saet li bin fikara mirinê û di nav debareke zêde zêde perîşan a bo jiyînê de belaya zewal û veqetîna domdarî dikşîne, ya ku ji bo qelb û wicdanê rewşa herî elemnak û herî erjeng e dikşînin; û di nav vê rewşê de li qebrê û li goristanê dinihêrin, ku ji bonî ehlê xefletê di sûretê deriyê tarîtiya ebedî de dixuye. Hem yeko yeko hem jî tayfe tayfe, têne avêtin wê bîra taritiyê.

   Ha gava min ev alema mirov, di nav vê taritiyê de dît; digel qelb, rih û eqlê min hemû letîfeyên min ên insanî belkî tevekê zerreyên laşê min tam amadeyê girîna bi qîrînî bûn lê yekcar "nûr û qewet"a îmanê ya ku ji Quranê hatî; ew berçavka dalaletê şikenand, çavek da serê min. Min dît ku:

   Navê Adil ê Cenabê Heq di birca Hekîm de, navê Rehman di birca Kerîm de, navê Rehîm di birca -ango di wateya- Xefûr de, îsmê Baîs di birca Waris de, navê Muhyî di birca Muhsîn de, îsmê Reb di birca Malik de yeko yeko mîna tavê hilhatin. Temamê wê alema mirovan a tarî ku tê de gellek alem hene, ronî kirin û şên kirin. Rewşên dojehî bela wela kirin, ji alema axîretê ya nûranî pencere vekirin; û nûr reşandin ji wê dinyaya mirovan a perîşan re. Min bi hejmara zerreyên kaînatê got: Elhemdûlîllah, Eşşukrûlîllah. Û min bi eynel-yeqînê dît ku di îmanê de cenneteke manewî û di dalaletê de cehennemeke manewî di vê dinyayê de jî heye, min bi yeqînî pê zanî.    Di pey de alema kureya erdê hat xuyanê. Di wê seyehata min a xeyalî de, qanûnên ilmî yên tarî yên felsefeya ku îtaeta dîn nake, alemeke erjeng nîşanî xeyala min da. Rewşa kureya erdê ku bi tevgera xwe ya heftê carî lezgîntir e ji gulleya topê, dûrahiya bîst û pênc hezar salî di salekê de digere û dewr dike û behredar e ku her dem bela wela be û perçe wesle be û hundirê wê hejîner e û gellek extiyar û gellek pîrejin e; û rewşa wan mirovên neçar ên ku di nav wê kureyê de û li ser wê keştiya bidehşet, di valahiya bêhed a kaînatê de geşt û guzar dikin ji bo min di nav tarîtiyeke biwehşet de xuya bû. Ez Gêj bûm, dinya li dora min geriya û çavên min tarî bûn. Min berçavka felsefeyê avêt, li erdê da û şikand. Ji nişka ve bi çavekî ku bi hîkmeta Quranê ronî bûye nihêrt û dît ku:

   Navên "Qedîr, 'Elîm, Reb, Ellah, Rebbu's Sema-watî wel Erd, Musexxîru'ş Şemsî wel Qemer" ên Xaliqê erd û asîmanan di bircên "Rehmet, Ezamet, Rubûbiyet"ê de wekî rojê hilhatin. Wan navan, ew alema bitarî, biwehşet û bidehşet, wisa ronîdar kir ku; di wê haletê de, kureya erdê li çavê min mîna keştiyeke geştê xuya bû, ku birêkûpêk, xizmetkar, girêdayî, tekûz, xweş û ewledar e, hewînera rizqên her kesî ye. Û min ew di hikmê keştiyek, teyyareyek û tirênekê de dît ku ji bo tenezzuh, kêf û tîcaretê hatiye amadekirin; û ruhbaberan li dora tavê di memleketê Rebbanî de digerîne; û mehsûlatên havîn, bihar û payîzê ji bo yên ku riziq dixwazin tîne. Min bi jimara zerreyên kureya erdê got: Elhemdûlîllahî 'ela nî'metî'l îman.    Ha bi vê qiyasê, di Rîsaleyên Nûr de bi gellek berawirdkirinan [hatiye îspatkirin ku] ehlê sefahet û dalaletê di vê dinyayê de jî, di nav dojexeke manewî de ezabê dikşînin; û ehlê îman û selahetê di dinyayê de jî di hundirê cenneteke manewî de, bi madeya Îslamiyet û insaniyetê û bi tecellî û cîlweyên îmanê, lezzetên cenneteke manewî dikarin bitami-jin. Belkî, li gorî dereceyên îmanên xwe dikarin jê sûdê wergirin.

   Lê belê bizavên vî zemanê bibahoz ku hestan betal dikin, nêrîna mirovan belavî asoyê dikin, dixeniqînin; û wan bizavan sergêjiyeke mîna "betal-kirina hestan" daye mirovan ku ehlê dalaletê bi awayekî demdemî, bi ezabê xwe yê manewî tam nahesin. Ehlê hîdayetê jî dikevin xewa xefletê bi qîmeta lezzeta xwe ya heqîqî nizanin; û nikarin wê çêjê, tam teqdîr bikin.

   Rewşa erjeng a duyem a di vê sedsalê de: 

   Di zemanê berê de kufra mutleq û dalaletên ku ji "fen û zanist"ê dihatin û serhişkiya ku ji kufra rikdariyê derdiçû li gorî vî zemanî gellek kêm bûn. Lewma ders û huccetên muheqqîqên Îslamê yên berê, di wan zemanan de tam têra wan dikir. Kufra bişek û guman zû ji holê radikirin, tune dikirin. Ji ber ku baweriya bi Xwedê giştî bû di nav gel de, bi dana-sandina Xwedê û bi bîrxistina ezabê Cehennemê gelekan dikarîbû dev ji sefahetan û ji dalaletan berdin.    Lê niha, berevajiyê zemanê berê, ku li welatekî kafirekî temam hebû, di vî zemanî de li bajarokekî dibe ku sed heb hebin. Berê, li gorî wan kesên ku bi fen û ilim diketin riya dalaletê û bi rikdarî û serhişkiyê li hember heqîqetên îmanê radibûn niha sed qatî zêde bûne. Ev rikoyên serhişk, ji ber ku bi quretiyeke di radeya fîr'ewntiyê de û bi dalaletên erjeng li ber heqîqetên îmanê radibin û dikevin nîqaş û qirênê; helbet li hember wan, heqîqeteke pîroz a mîna bombeya atomê -ku dê di vê dinyayê de hîmên wan, ji binî perçe wesle bike- lazim e ku êrîşên wan bisekinîne û hinekên ji wan bîne ser îmanê.

   Şikrên bêhed ji Cenabê Heq re bin ku, va ye Rîsaleya Nûrê ku mucîzeyeke manewî ya Qurana Mucîzu'l Beyan e û ew rîsale çiriskên wê ne, wekî tîlyaqekê ku tam li gorî birînên vî zemanî ye; bi gellek muwazeneyan serhişkên riko yên herî bidehşet, bi şûrê almast ê Quranê dişkîne, jê dibe. Û huccet û delîlên bi hejmara zerreyên kaînatê, ji bo wehdaniyeta Îlahî û heqîqetên îmanê nîşan dide ku ev serê bîst û pênc salan e li hember êrîşên herî tund têk neçûye, bi ser ketiye û bi ser dikeve.    Belê di Rîsaleyên Nûr de "Muwazeneyên Îman û Kufrê" û "Muqayeseyên Hîdayet û Dalalet"ê, vê heqîqeta navborî bi muşahedeyî îspat dikin. Bo nimûne:

   Burhan û Lem'eyên Du Meqamên Peyva Bîst û Duduyan; û Mewqîfa Yekem a Peyva Sî û Duduyan; û Pencereyên Nameya Sî û Sisêyan; û Yanzdeh Huccetên Asayê Musa bi muwazeneyên din re bêne berawirdkirin û heke bi baldarî bêne nihêrtin dê bê fêmkirin ku di vî zemanî de, ya ku dê kufra mutleq û rika dalaleta serhişk bişkîne û parçe wesle bike, heqîqeta Quranê ye ku di Rîsaleyên Nûr da tecellî dike.

   Înşaellah, çawa ku di Berhevoka Tilisman de hin beş hatine berhevkirin, ku tilismên muhîm ên "dîn"î û muemmayên xuliqîna alemê kifş dikin. Eynî mîna wê, beşên Nûrê yên wekî wan ku cehennemên ehlê dalaletê yên di dinyayê de jî û lezzetên cennetên ehlê hîdayetê yên di dinyayê de jî berçav dikin; û yên nîşan didin ku îman dendikeke manewî ya Cennetê ye û kufr toximeke ziqqûmê ya Cehennemê ye, dê bi awayekî kurtî wekî "berhevok"ek bê nivîsandin û înşaellah dê bê weşandin.

  ***     Ev beş "Çar Nuqte"yên Behsa Pêşî ya Peyva Bîst û Sisêyan e. Ew "Peyv" delîlek e ku di îmanê de, di dinyayê de jî dendika Cennetê heye. 

 ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ

 ﻟَﻘَﺪْ ﺧَﻠَﻘْﻨَﺎ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥَ ﻓِٓﻰ ﺍَﺣْﺴَﻦِ ﺗَﻘْﻮِﻳﻢٍ ٭ ﺛُﻢَّ ﺭَﺩَﺩْﻧَﺎﻩُ ﺍَﺳْﻔَﻞَ ﺳَﺎﻓِﻠِﻴﻦَ ٭ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻭَ ﻋَﻤِﻠُﻮﺍ ﺍﻟﺼَّﺎﻟِﺤَﺎﺕِ

  BEHSA PÊŞÎ 

   Em dê ji wan bi hezaran mehasîn û xweşikahiyên îmanê, tenê pênc heban jê, di nav Pênc Nuqteyan

{(*): Ev "Peyv" du beş e. Li vê derê, ji ber peywendiya meqêm tenê Çar Nuqteyên Behsa Pêşî ya Kelîmeya Bîst û Sisêyan hatin nivîsandin.}

de beyan bikin.

   Nuqteya Yekê: 

   Meriv, bi nûra îmanê derdikeve alayê îlliyîn; qîmeteke ku layiqî Cennetê ye digre. Lê belê ji ber zulûmat û tarîtiya kufrê, dadikeve esfelê safilîn; dikeve rewş û weziyeteke wisan ku dibe ehlê Cehennemê. Lewre îman, têkiliya merivan, bi Sani'ê Zulcelal re datîne. Îman, întîsabek û pev-girêdanek e. Nexwe, ji ber xatirê wê îtîbara sen'etên Îlahî û neqşên îsmên Rebbanî ku bi xêra îmanê di merivan de zahir dibin, meriv bi qîmet dibe.

   Kufur, wê nîsbet û têkiliyê, ji binî dibire. Ji ber wê birrînê, ew sen'etên Rebbanî nepenî dibin, tên veşartin; qîmeta meriv jî, tenê ji hêla maddî ve dimîne. Îca madde ku heye, ji ber ku hem fanî, hem zaîl e, hem jî, jiyaneke heywanî ya demborî ye, qîmeta wê jî, di hukmê hîçî û tunetiyê de ye.

   Em dê vê razê, bi temsîlekê beyan bikin, mesela:

   Di nav hunerên merivan de, çawa ku qîmeta madde û qîmeta hunerê/sen'etê, cihê cihê ye; yekca-ran wek hev e, carcaran madde bêhtir bi qîmet e, carinan jî, di maddeyeke hesinî ya bi pênc qurûşî de, hunereke bi qasî pênc lîreyî heye. Belkî ew car heye, digel ku sen'etekî entîke hêjayî milyonekê ye, maddeya wî, ne hêjayî pênc qurûşî ye jî. Îca, sen'e-tekî wiha entîke, gava meriv biçe sûka entîkevanan û bi navê wî sen'etkarê wî yê kevn ê hunerawer bête nasandin, ku pîşeya wî, tim û daîm çêkirina wan tiştên gelek nuwaze ye; û navê wî sen'etkarê mezin bête yadkirin; û ew sen'etê entîke, bi navê huner-mendê xwe bête pêşandan, bi bihayê milyonekê tê firotin. Lê belê heke meriv biçe sûka wan hesinkarên qebe, dibe ku bi bihayê hesinekî bi pênc qurûşî bête kirrîn.    Ha insan, sen'etekî wiha yê entîke yê Cenabê Heq e û mûcîzeyeke herî nazik û nazenîn a qudreta Wî ye ku Wî ev meriv, di sûretekî wisan de xuliqandiye ku ji cîlweyên temamê îsmên Wî re mezher e û ji neqşên Wî re medar e û ji kaînatê re, weke mîsaleke biçûk e.

   Heke nûra îmanê bikeve nava wî [merivî], temamê wan neqşên watedar ku li ser wî hene, bi wê roniya îmanê tên xwendin. Ew mumîn, bi şuûrê dixwîne û bi wê întîsabê dide xwendin. Ango, bi wateyên mîna "Ez mesnû'ê Sani'ê Zulcelal im, mexlûqê Wî me, ez mezherî rehmet û kerema Wî me." ew sen'etên Rebbanî yên li ser însên, derdikevin ber çavan.

   Nexwe îman ku ji întîsabbûna bi Sani'ê xwe pêk tê, temamê wan eser û berhemên sen'etî ku di merivan de hene, derdixe holê. Îca qîmeta meriv, li gor wî sen'etê Rebbanî çê dibe û ji aliyê wê eynika Semedanî ve tê hesibandin. Wê gavê, ev merivê ku ne girîng e, ji ber wê eyniktiyê, derdikeve dereceya raserî hemû mexlûqan û dibe muxetebekî Îlahî û dibe mêvanekî Rebbanî yê ku layiqî Cennetê ye.

   Ew kufra ku ji qet'a întîsabê pêk tê û têkiliyê dibire, gava bikeve nava meriv, wê gavê temamê wan neqşên watedar ên îsmên Rebbanî, dikevin tarîtiyê; nayên xwendin. Lewre gava Sanî' bête jibîrakirin, ew aliyên manewî ku berê çavê wan, li Sani'ê wan e jî, nayên famkirin; hema hema ber bi serserkî berejêr dikevin xwarê. Piraniya wan sen'etên qedirbilind ên watedar û ew neqşên 'alî yên manewî, xef û nepenî dibin; ew qismê ku li ber çavan dimînin û bi çavan tê dîtin jî, hewaleyî wan sebebên suflî û tebîetê tên kirin û weke tesaduf tên hesibandin û dawiya dawî, heta tu bêjî suqût dibin û berejêr dikevin. Her yek ji wan ku almasteke ronak bû, îca yek bi yek dibin şîşeyeke tefandî. Girîngiya wan, tenê li maddeya heywanî dinihêre. Îca xaye û meyweya maddeyê jî, çawa ku me got, di imrekî kin û kurt de, digel ku di nav heywanan de, dibe yekî herî aciz, neçar û herî muhtac û herî bi keder, tenê ew dimîne ku jiyaneke cuz-î ji xwe re derbas bike. Peyre dirize, xera dibe û diçe. Va ye kufur, mahiyeta merivan, wiha ji binî xera dike; ji almastê werdigerîne komur û rijikê.

   Nuqteya Duduyan: 

   Îman, çawa ku nûrek e, merivan ronî dike û temamê wan nameyên Semedanî ku li ser merivan hatine nivîsandin dide xwendin, her wisa kaînatê jî ronî dike; dike ku zemanê berê û ayende, ji zulûmat û tarîtiyê xelas bibin. Min ev sirr, di bûyerekê de, li ser sirrekî vê ayeta kerîm a

 ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻭَﻟِﻰُّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻳُﺨْﺮِﺟُﻬُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻈُّﻠُﻤَﺎﺕِ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ

yê dît û ez wê bi temsîlekê beyan dikim. Wiha ye:    Min di bûyereke xeyalî de dît ku du çiyayên bilind hene, li hemberî hev in. Li ser wan, pireke bidehşet hatiye danîn. Di binê pirê de, newaleke gelek kûr heye; ez li ser wê pirê me. Bi ser dunya û her tiştî de, tarîtiyeke giran vegirtibû û her dever di nav tarîtiyê de mabû. Min li rastê xwe nihêrt, min dît ku goreke ekber, di nav tarîtiyeke bênîhayet de ye; ango min ew xeyal kir. Min li çepê xwe mêze kir, wisan li min çê bû, mîna ku di nav pêlên tarîtiyên bidehşet de, bahoz, xirecir û felaket tên amadekirin. Min bala xwe da binê pirê, wisan ji min re zenn çê bû ku kendalekî gelek kûr heye. Li hember vê tarîtî û zulûmata bidehşet, fanoseke min a melûl û zelûl hebû. Min ew bi kar anî. Min bi wê roniya wê ya kiz mêze kir, rewşeke zaf zêde bi dehşet ji min re xuya bû. Hetta wisan bû ku, li serê wê pira ber min û li derdora wê, ejderha, şêr, cinawirên wisa bidehşet xuya bûn ku min got: "Xwezî ev fanûsa min a berîkê tunebûya û ez çav bi van dehşetan neketima." Min berê wê fanûsê da ser kê derê, ez ketim dehşetên wisan giran. Min got: "Hey wax, ev fanûs li serê min bela ye." Ez ji wê hêrs bûm; min ew fanûs li erdê da; şikand. Şikandina wê, ji min re wisan çêbû, mîna ku min tiliya xwe danîbe ser lembeyeke elektrîkê ku temamê dunyayê pê ronî dibe, ji nişka ve ew tarîtî, ji hev belav bû. Her alî, bi nûra wê lembeyê tije bû; wê bixwe, heqîqeta her tiştî nîşan da.    Ez çi bibînim, min bala xwe dayê, ew pira ku min dîtibû, rêcaddeyek e û li ciyekî gelek muntezem, di nava deştê de ye.

   Û ew gora ekber ku min li rastê xwe dîtibû, ji min re wisan xuya bû ku meclisên îbadet, xîzmet, sohbet û zikir in ku ji serî heta binî xweşik in û tije baxçeyên hêşîn in û di bin îdareya merivên nûranî de ne.

   Ew firênek, kendal, zinar û lûtkeyên ku min li aliyê xwe yê çepê dît û min zenn dikir ku bi geremol û xirecir in û di nav bahoz û bagerê de ne, îca min bi awayekî ji awayan, wisa xeyal-meyal dît ku li pişt wan çiyayên ku cirxweş, cazîbedar û xemilandî ne, ziyafetgeheke 'ezîm, seyrangeheke xweşik, ciyekî xweş û bilind ê ger û seyranê heye.

   Îca ew mexlûqên ku min ew weke cinawir û ejderhayên bidehşet zenn dikirin, min dît ku ew heywanên malî/kedî yên mîna hêştir/deve, ga, mî/mêşin û bizinên sernerm û hînbûyî ne. Min got:

 ﺍَﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﻋَﻠَﻰ ﻧِﻌْﻤَﺔِ ﺍْﻻ ِﻳﻤَﺎﻥِ

û min ayeta kerîm a

 ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻭَﻟِﻰُّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻳُﺨْﺮِﺟُﻬُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻈُّﻠُﻤَﺎﺕِ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ

xwend û ez ji wê bûyerê hişyar bûm.

   Ha, ew her du çiya, destpêka jiyanê û dawiya heyatê ne, ango alema erdê û alema berzexê ne.    Ew pir ku hebû, rêya jiyanê ye.

   Ew aliyê rastê, zemanê bihurî ye.

   Aliyê çepê, ayende/îstîqbal e.

   Ku ew fanûsa destan, ezeziya merivan e ku xwedbîn e û bi "zanetî"ya xwe îtîmad dike û li wehiya esmanî guhdarî nake.

   Ew tiştên ku weke cinawir dihatin zennkirin jî, bûyerên alemê û mexlûqên ecêb ên wê alemê ne.

   Ha, ew merivê ku îtîmad bi ezezî û enaniyeta xwe tîne, dikeve zulûmata xefletê û dibe mubtelayê wê tarîtiya dalaletê û dişibe rewşa min a pêşî ya di wê bûyerê de ku bi wan malûmatên kêm û tije dalalet ku di hukmê wê fanûsa destan de ye ku zemanê bihurî, di sûretê goreke ekber de û di nav zulûmateke nebûnaloz de dibîne. Ew fanûs, îstîqbalê/ayendeyê, wehşetgeheke gelek bibahoz û bager ku bi tesadufê ve girêdayî ye nîşan dide.

   Hem, bûyer û mewcûdên ku her yek ji wan, memûrekî musexxer ê Hekîmekî Rehîm in, weke ku yeko yeko di hukmê cinawirekî zerarkir de ye dide zanîn. Û ji hukmê

 ﻭَﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﻛَﻔَﺮُٓﻭﺍ ﺍَﻭْﻟِﻴَٓﺎﺅُﻫُﻢُ ﺍﻟﻄَّﺎﻏُﻮﺕُ ﻳُﺨْﺮِﺟُﻮﻧَﻬُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻈُّﻠُﻤَﺎﺕِ

re dike mezher.    Heke hîdayeta Îlahî bigihîjê, îman bikeve dilê wî, fîrewûniya nefsê bête şikandin, li Kîtabûllahê guhdarî bike, di wê bûyerê de dê bikeve dirûvê rewşa min a duduyan. Wê gavê, tafilê, kaînat dikeve rengê taverojê, bi nûra Îlahî tije dibe û alem, wê ayeta

 ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻧُﻮﺭُ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ

yê dixwîne. Wê demê, dê bi çavê dil bibîne ku zemanê rabirdû/bihurî, ne goreke ekber e; belkî her sedsalek, di bin reîstî û îdareya nebiyekî yan jî weliyekî de ye, ew cemaetên wan ruhên paqij, wezîfeya ebdîtiyê tînin cî û wezîfeya xwe ya jiyanê diqedînin, dibêjin "Ellahu Ekber" û ber bi meqamên bilind ve difirin û derbasî wan aliyên musteqbelê/dahatuyê dibin.

   Li aliyê xwe yê çepê dinihêre ku: Bi nûra îmanê, ji dûredûr ve lê diwarqile ku li pişt hin ji wan înqilabên berzexî û axretî yên ku mîna çiyayan in, ziyafeteke Rehmanî, di serayên seadetê yên wan rezên Cennetê de hatiye danîn. Îca her yek ji wan bûyerên mîna bahoz, bager, erdhej û taûnê/webayê jî, weke memûrekî musexxer dizane. Wan bûyerên mîna bagera beharê û bûyerên baranê, ji aliyê şeklî ve heşîn; lê belê ji aliyê manayî ve, medarê gelek hîkmetên letîf dibîne. Hetta mirinê bixwe jî, weke muqeddîme û destpêka wê heyata ebedî û gorê jî, weke deriyê wê seadeta ebedî dibîne. Êdî aliyên dî, tu qiyas bike; heqîqetê bi temsîlê tetbîq bike.    Nuqteya Sisêyan: Îman hem nûr e hem qewet e. 

   Erê, yê ku îmana heqîqî bi dest bixe, dikare li ber kaînatê rabe û li gor qeweta îmanê, dikare ji pêkutiya bûyeran xelas bibe. Dibêje:

 ﺗَﻮَﻛَّﻠْﺖُ ﻋَﻠَﻰ ﺍﻟﻠَّﻪِ

û di keştiya jiyanê de, bi ewlehiyeke tam û temam, di nav wan pêlên çiyawarî yên bûyeran de seyran dike. Temamê giraniyên xwe, emanetî wî destê qudreta Qedîrê Mutleq dike, bi dilekî rehet ji dunyayê derbas dibe, li berzexê îstrehet dike; peyre ji bo bikeve seadeta ebedî, dikare hilfire Cennetê. Heke na, tewekkul neke, ew giraniyên dunyayê, ciyê ku rê bidin hilfirîna wî, wî ber bi esfelê safilîn ve dikşînin. Nexwe îman, tewhîdê; tewhîd, teslîmê; teslîm, tewekkulê; tewekkul jî, seadeta dareyn [du cîhanan] divê.

   Lê belê, bi xeletî fam meke! Tewekkul ne ew e ku sebeb, bi temamî bêtin reddkirin. Belkî divê ku sebeb, weke perdeya destê qudretê bêtin zanîn û rîayet li wan bête kirin; û îca teşebbusa li ser sebeban, bi awayekî ji awayan, divê weke duayeke fîîlî bête famkirin û musebbeb jî, divê tenê ji Cenabê Heq bên xwestin û encam jî tenê divê ji wî bên hêvîkirin û minnetdarî jî, divê tenê ji wî re bête nîşandan.

   Mîsala wî yê ku tewekkul dike û yê ku nake, di dirûvê vê hîkayeyê de ye:    Weqtakî, du meriv, barên giran hem didin ser pişta xwe hem didin ser serê xwe, bilêtekê dikirin û li keştiyeke mezin siwar dibin. Yek jê, dikevê nakevê, barê xwe di keştiyê de datîne û li serê rûdine, lê dinihêre û lê miqate dibe; yê dî, ji ber ku hem ehmeq, hem qure ye, barê xwe danayne.

   Ji wî re hat gotin:

   -Barê xwe yê giran dayne keştiyê û ji xwe re rehet bibe.

   Wî got:

   -Na, ez dê daneynim. Dibe ku wenda bibe. Ez bi qewet im. Ez dê malê xwe, li ser pişta xwe û li ser serê xwe biparêzim.

   Dîsa ji wî re hat gotin:

   -Ev keştiya sultanî ya biewle ku me jî te jî radigre, bêhtir bi qewet e; çêtir baş diparêze. Dibe ku tu gêj bibî, dunya li dora te bigere û tu tevî barê xwe bikevî behrê. Bi ser de jî, her ku diçe, tu dê ji qewetê bikevî. Ev pişta te ya xulbûyî, ev serê te yê bêaqil, her ku zeman pê bikeve, dê di bin vî barî de ku bere bere giran dibe, nikaribe taqet bîne û dê nikaribe xwe ragre. Qaptan jî, gava te di vî halî de bibîne, yan dê bibêje ev dîn e û dê te berê bide, biqewêre; yan jî, dê ferman bike bibêje: "Xayîn e, keştiya me di bin tohmetê de dihêle, feskê xwe bi me dike, bila bête girtin." Hem tu dê ji her kesî re bibî mesqere. Çunkî li ber çavê ehlê dîqqetê, bi wê quretiya xwe ya ku qelsiyê nîşan dide û bi wê xurûra xwe ya ku ecz û neçariyê dide xuyakirin û bi wê sûn'îtiya xwe ya ku riya û zelîliyê raber dike, te xwe kir pêkenokê xelkê; her kes bi te dikene.

   Piştî ku ev jê re hatin gotin, hişê wî bêçareyî hat serê wî, barê xwe danî erdê, li serê rûnişt û got:

   -Ox! Xwedê ji te razî be. Ez ji zehmetê, ji girtinê û ji mesqeretiyê xelas bûm.

   Ha, hey mirovê bêtewekkul! Tu jî mîna vî mirovê ha, aqilê xwe bide serê xwe, tewekkul bike; da ku tu, ji parsekiya hemû kaînatê û ji rihilîna li hember her bûyerê û ji xwefiroşiyê û ji mesqeretiyê û ji şeqawet û zehmetiyên axretê û ji hebsa wan tengasî û tengijînên dunyayê bifilitî.

   Nuqteya Çaran: Îman, merivan dike insan, belkî dike sultan. 

   Nexwe wezîfeya eslî ya merivan, îman û dua ye. Kufur, merivan dike heywanekî cinawir ê gellek acîz.

   Bi sedan delîlên vê meseleyê hene. Hema tenê ew ferqa rewşa meriv û heywanan a di hatina dunyayê de, ji wê meseleyê re delîlekî aşkera û zelal e. Û burhaneke qet'î ye.

   Belê, ev meriv û heywan ku ne bi awayên mîna hev tên dunyayê, nîşan dide ku merivahî, bi îmanê dibe insaniyet. Çunkî heywan, gava tê dunyayê, tu dibêjî qey mîna ku li alemeke dî gihîştibe kemalê, li gor qabiliyeta xwe, bi awayekî mukemmel tê; ango tê şandin. An di nav du saetan de, yan du rojan an jî, di nav du mehan de hînî hemû şert û mercên jiyana xwe dibe û bi wan munasebet û têkiliyên navbera xwe û kaînatê dielime, hînî wan qanûnên jiyanê dibe û pê re meleke/hutbûnî çê dibe. Ew îqtîdara jiyanî û melekeya li ser îş û kar ku meriv, ancax di nav bîst salî de dikare bi dest bixe, heywanekî mîna çivîka beytik û moz, di nav bîst rojî de tehsîl dike; ango jê re tê îlhamkirin.

   Nexwe wezîfeya eslî ya heywanan ne ew e ku bi ilm û hewldanê bigihîjin kemilînê û ne ew e ku marîfetê bi dest bixin û tereqqî bikin, neçariya xwe nîşan bidin û bi vî awayî jî hewarê bixwazin û dua bikin. Belkî, wezîfeya wan ew e ku li gor îstîdat û qabiliyeta xwe bixebitin û 'emel bikin. Wezîfeya wan ew e ku ubûdiyeta fiîlî bikin.

   Meriv ku heye, gava tê dunyayê, muhtac e ku hînî her tiştî bibe, li hember qanûnên jiyanê nezan e, hetta ancax di bîstsaliyê de jî baş nikare bi temamî hînî wan şert û mercên jiyanê bibe. Belkî heta dawiya imrê xwe, muhtacî hînbûnê ye. Hem di şiklekî gelek taqetkêm û zeîf de tê şandin dunyayê û di salekê du salan de, ancax dikare rabe ser lingan. Di nav panzdeh salan de, ancax zerar û menfîetê ji hev derdixe û bi xêra alîkariya wê jiyana civakî ya merivahiyê, ancax dikare xwe li menfîetan bikşîne û xwe ji zeraran dûr bigre.    Nexwe, wezîfeya eslî ya meriv ew e ku bi hîn-bûnê bigihîje kemalê û ew ubûdiyeta bi duayê ye. Ango wezîfeya meriv ew e ku vê bizanibe: "Ka ez bi merhemeta kê wiha bi awayekî hekîmî têm îdarekirin? Gelo ez bi kerema kê wiha bi şef-qetkarî têm terbiyekirin? Ez bi lutfên yekî çawa wiha bi nazenînî têm xwedîkirin û îdarekirin?" û dîsan wezîfeya meriv ew e ku ji bo pêdiviyên xwe yên ku ji hezarî destê wî/wê nagihîje yekî jî, bi zimanê ecz û feqra xwe, bi Qadîûl hacat re zare-barkirin e û xwestin e û duakirin e. Ango wezîfe ew e ku meriv, wan her du aliyên xwe yên ecz û feqrê, ji xwe re bike per û bask û bi wan hilfire wî meqamê bilind ê ubûdiyetê.

   Nexwe, xuya ye ku meriv, ji bo ku bi wesîteya ilim û duayê bigihîje kemalê hatiye vê alemê. Ji hêla îtîbara mahiyet û qabiliyetê ve her tişt, bi ilim ve girêdayî ye. Îca esas, kan, maden, nûr û ruhê hemû ilmên heqîqî, Marîfetullah e. Ussul esasê wê jî, îmana Bîllah e.

   Hem meriv, tevî wê ecza xwe ya bênîhayet, marûzî belayên bêhed û mubtelayê êrîşên wan neyarên bêhed e û digel wê feqra xwe ya bêdawî, girîftarî îhtiyacên bênîhayet e û muhtacî daxwazên bêserûber e, ha ji ber van egeran, wezîfeya eslî ya fitrî ya meriv, di pey îmanê de, dua ye. Dua jî, esasê ubûdiyetê ye. Çawa ku zarokek, gava meramek û daxwazake ku destê wî nagihîje, ji bo bidestxistina wê, yan digrî yan jî dixwaze; ango bi zimanê fiîlî yan jî bi zimanê qewlî yê kêmtaqetî û neçariya xwe dua dike û bi vî awayî digihîje meqsedên xwe. Eynî wisan jî meriv, di nav temamê xwedîjiyanan de, di hukmê zarokekî nazik, narîn, nazenîn û nazdar de ye. Li ber dergehê Rehmanurrehîmîn, an bi zeîfî yan jî bi ecza xwe, divê bigrî yan jî, bi feqir û îhtiyacên xwe, divê dua bike; da ku meqsedên wî jê re musexxer bibin an jî, karibe şikra tesxîriyê eda bike. Ku wisan neke, mîna zarokekî ehmeq û şûm û netebitî ku ji ber mêşekê waweylayê dike, bibêje: "Ez, van tiştên ecêb ku tesxîrkirina wan ne îmkan e û wan tiştên ecêb ku hezar carî ji min bêhtir bi qewet in, bi qeweta xwe ji xwe re tesxîr dikim. Û ez wan, bi fikir û tedbîra xwe, ji xwe re didim îtaetkirin." û bi vî awayî jî, ji rê derkeve, bikeve kufrana nîmetê, hem dijayetiya fitreta eslî ya merivahiyê dike, hem jî xwe dike musteheqê ezabekî şedîd.

  ***     (Ji Peyva Sî û Duyemîn) 

  MEBHESA DUDUYAN 

  A 

  NUQTEYA DUDUYAN 

   Wekîlê ehlê dalaletê, gava tu tiştekî ku xwe pê bigre û karibe dalaleta xwe li ser wê ava bike nikare bibîne û dema ku têk diçe, wiha dibêje:

   "Ez dema li ser axretê nafikirim û Xwedê nas nakim û ji dunyayê hez dikim û bawerî bi azadbûnê tînim û bi xwe ewle dibim, hingê li gor xwe, ez bi seadeta dunyayê, bi lezzeta jiyanê û bi pêşveçûnên medeniyetê û bi kemala sen'etê ditamijim. Ji ber vê, min bi himmeta şeytên, piraniya merivan sewqî vê rêyê kir û dikim."

   Bersiva wê: 

   Em jî li ser navê Quranê dibêjin ku: Hey merivê bêçare! Aqilê xwe bide serê xwe, li wekîl û nûnerê ehlê dalaletê guhdarî meke. Heke tu guhdarî bikî, xesareta te, wisa mezin dibe ku ji ber tesewwura wê, rehilîn bi ruh, aqil û dil dikeve û ew disilikin. Li pêşiya te, du rê hene:

   Yek jê, ew rêya bişeqawet e ku nûnerê ehlê dalaletê, wê nîşan dide.    A din, ew rêya biseadet e ku Qurana Hekîm wê tarîf dike.

   Va ye, te gelek muwazeneyên zêde yên wan her du rêyan, di gelek "Peyv"an de, nemaze di "Peyvên Biçûk" de dîtin û te fam kir. Vêga, ji ber munasebeta meqam, ji hezaran yekê wan muwazeneyan, dîsa bibîne, têbigihîje:

   Rêya şirk û dalaletê; rêya fisq û sefîhiyê, dike ku meriv, wisa ji qîmetê bikeve ku tu hedd û hesabê wê bêqîmetiyê tuneye. Di nav wan elemên bêhed de, barekî ku bêhed û bêhesab giran e, li wê pişta zeîf û kêmtaqet dide barkirin. Çunkî, gava meriv Xwedê nas neke, tewekkuliya xwe nede ser wî, êdî meriv dikeve hukmê heywanekî fanî yê bielem û bikeder ku gelek zêde acîz û zeîf e, zaf zêde muhtac û feqîr e û duçarî musîbetên bêhed e. Û derdê wê elema ku ji ber veqetîna ji hemû hezkiriyên xwe û ji ber kedera wê dûrketina ji her tiştê ku pê re eleqedar e, misêwa êş û bela, dixe dilê wî, heta ku bere bere êdî dawiya dawî, temamê wan hezkiriyên xwe jî, di nav veqetîneke tije êş û elem de dihêle û bi tena serê xwe, diçe zulûmat û tarîtiya qebrê.

   Hem, di wî muddetê jiyana xwe de, bi îxtiyareke/vîneke gelek cuz-î û bi îqtîdareke piçûk, bi jiyaneke gelek kurt, bi imrekî hindik û bi fikreke çilmisokî, li hember wan elem û emelên bêhed û hesab, bi awayekî bêfeyde têdikoşe, radiperike û ji bo bidestxistina wan daxwaz û amancên bêhed, wisa bêyî ku bigihîje encamekê, beredayî û li haşê dixebite.    Hem digel ku qewet û taqeta wî nagihîje barê wucûda wî, radibe wî barê giran ê dunyayê li wê pişta xwe ya bêçare û li serê xwe yê neçar bar dike. Hîna berî ku biçe Cehennemê, ezabê Cehennemê dikşîne.

   Erê, ji bo ku bi vê elema elîm û bi vî ezabê manewî yê bidehşet nehise, ehlê dalaletê, xwe li betalkirina hestan datîne û bi serxweşiya xefletê, bi awayekî demborî, pê nahise. Çi heye dema pêhisînê yanî gava nêzî gorê dibe, ji nişka ve pê dihese. Çunkî heke ji Cenabê Heq re nebe ebdê heqîqî, îca dê wisa zenn bike ku ew bixwe malikê xwe ye. Hal ku hal e, bi wê îxtiyara xwe ya cuz-î, bi wê îqtîdara xwe ya piçûk, li vê dunyaya bibahoz, nikare wucûda xwe îdare bike. Ji wê mîkroba ku ji jiyana wî re muzir e bigre, heta erdhej û zelzeleyan, ew wan bi hezaran taîfeyan, weke di rewşa wan dijminan de dibîne, yên ku li hember jiyana wî, li ber êrîşkirinê ne. Di nav dehşeteke sawnak a elîm de, her kêlî û her gavê, li deriyê wê gorê dinihêre, ya ku jê re bidehşet dixuyê.

   Hem çawa ku di vî halî de ye, tevî ku ji aliyê însanbûnê ve bi merivahî û dunyayê re eleqedar e jî, ji ber ku ew, vê dunyayê û merivan, di bin teserrûfa Zatekî Hekîm, 'Elîm, Qedîr, Rehîm û Kerîm de tesewwur nake û nabîne; û ji ber ku ew, wan hewaleyî tesaduf û tebîetê dike, ew tirsên dunyayê û hal-hewalên merivan, tim û daîm wî/wê aciz dikin, ditengijînin. Tevî elema xwe, îca elema merivan jî dikşîne. Her yek ji wan zelzele, weba, tofan, qeht û xelaya dunyayê û, fena û zewala dunyayê, jê re dikeve şiklê yeko yeko musîbeteke bêyom û tarî û wî dide azabdan.

   Hem merivê di vê rewşê de, ne layiqî merhemet û şefqetê ye. Lewre ew, bi şexsê xwe, xwe dixe vê weziyeta bidehşet. Çawa ku di Kelîmeya Heştan de, li ser muwazenekirina rewşa wan her du birayên ku ketibûn bîrê, hatiye gotin, merivek, çawa ku gava li baxçeyekî xweş, li ser ziyafeteke xweş, di nav ehbabên xweş û baş de, qenaet bi lezzet û kêfxweşiyeke paqij, şîrîn, biîffet/binamûs, xweş û meşrû neyîne û ji bo lezzeteke ne-meşrû û qirêj a mulewwes, rabe şerabeke kirêt û necis vexwe, serxweş bibe û xwe wisa xeyal bike ku di nîvê/nava zivistanê de, li ciyekî pîs e û hetta, xwe di nav cenawiran de bihesibîne û bi ser de jî, birehile, bilerize û bike qîreqîr û qareqar, diyar e ku ne musteheq û hêjayî merhemetê ye. Çunkî ew, wan ehlê namûsê û wan hevalên xwe yên mubarek, weke cenawiran tesewwur dike û li wan heqaretê dike. Hem ew, wan teamên lezîz û wan teyfikên tahir ên di ziyafetê de, weke kevirên necisbûyî û pîs tesewwur dike û radibe dest bi şikandina wan dike. Hem ew, wan kitêbên muhterem û wan nameyên watedar ên li wê meclîsê, weke neqşên bêwate û beredayî tesewwur dike û wan diqelêşe û dide bin lingan û her wekî din... Şexsekî wiha, çawa ku ne hêjayî merhemetê ye, belkî bi ser de, musteheqê şîmaqê ye.

   Eynî wisa jî, bi wê serxweşiya kufrê û dînîtî û dîwanetiya dalaletê ya ku ji îrade û fikirîna xerab dertê, zenn û tewehhum dike ku ev mêvanxaneya dunyayê ya Sani'ê Hekîm, pêlîstoka tesaduf û tebîetê ye; û wan mesnû'ên ku cîlweyên îsmên Îlahî nû û teze dikin, bi bihûrîna demê, wezîfeya wan jî diqede û derbasî alema xeybê dibin, ew bi wê wehma xwe, tesewwur dike ku ew diçin 'edem û 'îdamê; û ew bi dalaleta xwe, xeyal dike ku ew dengên tesbîhan, waweyla ne ku ji ber wê êşa zewal û fîraqa ebedî tên; û ew li van pelên/sehîfeyên mewcûdan ku nameyên Semedanî ne, bi çavê ku ew tiştên bêwate, tevlîhev û geremolî ne dinihêre; û wî deriyê gorê ku ji bo alema rehmetê rê vedike, weke devê tarîtiya tunebûnê tesewwur dike; û ecel, digel ku vexwendnameya gihîştina wan ehbabên heqîqî ye jî, tesewwur dike ku nobeta veqetîna ji ehbaban e. Ha ji ber van sedeman, bela ku ew, hem xwe di ezabekî elîm ê bidehşet de dihêle, hem mewcûdan û wan îsmên Cenabê Heq, hem jî wan nameyên wî, înkar dike, biçûk dibîne û li wan heqaretê dike lewma çawa ku ne layiqî merhemet û şefqetê ye û bi ser de, ew musteheqê ezabekî şedîd e û bi ti awayî ne layiqî merhemetê ye.

   Ev e, hey gelî ehlê dalalet û sefahetê yên bed-bext! Li hember vê suqût û berejêrketina bidehşet û vê bêhêvîtiya pelaxtker, ka kîja tekemmula we, kîjan fennên we, kîja kemala we, kîja medeniyeta we, kîjan pêşveçûnên we dikarin xwe ragrin? Ew teselliya heqîqî ku ruhê beşer, bi îhtiyaceke gelek zêde muhtacî wê ye, ka hûn dê li kê derê bibînin?

   Hem ka kîja tebîeta we, kîjan sebebên we, kîja şirîkê we, kîjan keşfiyatên we, kîja milletê we, kîja mabûdê we yê batil ku hûn bi wan piştrast û bi ewle ne û hûn wan berhem û eserên Îlahî û îhsanên Rebbanî, îsnadî wan dikin, ka gelo ew çawa dikarin we, ji wê tarîtiya mirinê -ku li gor we, îdama ebedî ye- xelas bikin û we ji hudûdê qebrê, ji sînorê berzexê, ji tixûbê mehşerê, ji pira siratê, bi awayekî hakimane derbas bikin û we bikin mezherê seadeta ebedî?

   Hal ku hal e, ji ber ku hûn nikarin deriyê gorê bigrin, bi awayekî qet'î, hûn rêwiyên wê rêyê ne. Îca rêwiyekî wiha, xwe dispêre yekî wisa ku temamê vê daîreya mezin û ev hudûdên ha yên berfireh, di bin ferman û teserrufa wî de ne.    Hem dîsa hey gidîno ehlê dalalet û xefletê yên bextreş! Li gor sirrê vî qeydeyê "Encama hezkiri-neke ne-meşrû, kişandina ezabekî bêmerhemet e." wê îstîdata muhebbet û marîfetê û wan cîhazên şikur û îbadetan ku di fitreta we de hene, diviya ku we, li ser zat, sifat û îsmên Cenabê Heq serf bikira; lê belê we ew, ji bo nefsa xwe û li ser dunyayê, bi awayekî ne-meşrû serf kir, lewre we heq kiriye ku hûn, cezayê wî dikşînin. Çunkî we ew muhebbeta ku eydê Cenabê Heq e, da nefsa xwe; îca ji ber wê, hûn jî, wan belayên bêhed ên wê nefsa we ya ku mehbûbê we ye, dikşînin. Lewre hûn rehetiyeke heqîqî, nadin wî mehbûb û hezkiriyê xwe. Hem bi tewekkulê, hûn wê, teslîmî wî Qedîrê Mutleq ku mehbûbê heqîqî ye, nakin; hûn daîma êşa elemê dikişînin.

   Hem we, ew muhebbeta ku eydê wan esma û sifatên Cenabê Heq e, da dunyayê û we, ew eser û berhemên hunera wî, li wan sebebên alemê dabeş kirin; îca hûn jî belaya wê dikşînin. Çunkî beşek ji wan mehbûbên we yên bêhed, ji we re nabêjin "Bi xatirê we!"; bi ser de jî, berê pişta xwe didin aliyê we û we dihêlin û diçin. Beşek ji wan, jixwe qet we nas nakin, heke we nas bikin jî, ji we hez nakin, hez bikin jî, feydeyekê nadin we. Lewre hûn ji ber wan veqetînên bêhed û ji ber wan zewalên bêhêvî yên daneger, tim û daîm ezab dikşînin.    Ev e, mahiyet û esehiyên wan tiştên ku ehlê dalaletê, ji wan re dibêjin "seadeta jiyanê, kemilîna merivahiyê, xweşiyên şaristaniyê û lezzeta hurr-bûn û azadiyê", ev in. Sefîhî û serxweşî, perdeyek e, dibe mani' û bi awayekî dembihurî, [bi merivan] nade hisandin. De tu bibêje "Wey tûk li aqilê wan!.."

   Îca caddeya nûranî ya Quranê ku heye, temamê wan êşên birînên ku ehlê dalaletê dikşîne, bi wan heqîqetên îmanî tedawî dike. Wê tarîtiya li ser rêya berê, hemû bi yek carekê ji hev belawela dike. Wan hemî deriyên dalalet û helaketê, gişt digre. Çawa:

   Zeîfî û ecîzî; feqîrî û îhtiyaciya merivan, bi wê tewekkula li ser Qedîrê Rehîm, tîmar û nojdar dike. Wî barê jiyan û wucûdê, teslîmî qudret û rehmeta wî dike, li xwe bar nake û wisa dike, mîna ku ew, li wê jiyan û nefsa xwe siwar bibe, ji xwe re meqamekî rehet dibîne. Bi xwe dihese û dizane ku ew, "Ne heywanekî natiq e." belkî, "Merivekî heqîqî û mêvanekî meqbûl ê Rehman e". Dunyayê jî, weke mêvanxaneyeke Rehman nîşan dide; wan mewcûdên li dunyayê jî, weke ku eynikên wan îsmên Îlahî bin dibîne û wisa dizane ku ew mesnûên ha jî, ew nameyên Semedanî ne ku her gav, nû û teze dibin û bi vî awayî, êdî wan birînên ku ji ber fenabûna dunyayê û ji ber zewala tiştan û ji ber hubba faniyan tên, bi awayekî xweşik tedawî û nojdar dike û ji tarîtiya dilwasewasiyan xelas dike.    Hem mirin û ecel jî, weke destpêka mulaqat û wîsala bi wan ehbaban re nîşan dide, ewên ku çûne alema berzexê û li alema baqî ne. Ha bi vî awayî, wan birînên mirinê ku di çavê ehlê dalaletê de, ji hemû ehbaban veqetîneke ebedî ye û ew wisa qebûl dikin, bi vî awayî tedawî dike. Bi ser de jî îsbat dike ku ew veqetîn, bihevgihîştin bixwe ye.

   Hem îsbat dike ku gor, deriyekî wisa ye ku bi aliyê alema rehmetê, bi hêla dara seadetê, bi milê baxistanê bihuştê û nûristana Rehman ve vedibe, wisa dike ku ew tirsa herî bidehşet a merivahiyê, ji holê radike; û wê seyaheta berzexê ku herî zêde ew bi elem e, bi tengasî û xemgînî ye, nîşan dide ku seyaheteke herî bilezzet, tijedost(anî) û dilfireh e. Devê wê gorê û wî ejderhayî digre; ji baxçeyekî xweşik re derî vedike. Ango nîşan dide ku qebir, ne devê ejderha û ziyayan e; belkî deriyek e ku bi aliyê wan baxçeyên rehmetê ve vedibe.

   Hem [Quran] ji mumînan re dibêje: Ku vîna te cuz-î be, karûbarê xwe, li hêviya wê îradeya kullî ya Malikê xwe bihêle. Ku îqtîdara te piçûk be, ewlehî bi qudreta wî Qadirê Mutleq bîne. Ku jiyana te hindik be, hişê xwe bide ser wê heyata baqî. Ku imrê te kin û kurt be, imrekî te yê ebedî heye; mereq meke. Heke fikra te tefiyayî be, bikeve bin tava Quranê; bi nûra îmanê binihêre ku li şûna wê fikra te ya ku gûstêrk e, her ayeteke Quranê, mîna stêrkekê dê ronî bide te. Hem heke bêhed emel û elemên te hene, xêreke bênîhayet û rehmeteke bêhed li benda te ye. Îca ku daxwaz û amancên te yên bêhed hebin, li ser wan meponije, muzderîb mebe û pê neêşe. Ew, di vê dunyayê de, naheşirin. Ciyên wan, diyarekî dî ye û yê ku wan dide jî, Yekî din e.

   Hem dibêje: Lo merivo! Tu, ne malikê xwe yî. Tu, memlûkê Zatekî Zulcelal ê wisa yî ku Qedîr e, qudreta wî bênîhayet e û Rehîm e, rehmeta wî bêhed e. Nexwu, tu jiyana xwe, li xwe bar meke û zehmet mekşîne. Çunkî yê jiyanê dide Ew e, yê ku îdare dike jî Ew e. Ka jixwe dunya, ne bêxwedî ye ha! Lewma tu barê dunyayê li serê xwe bar meke û li ser hal û hewalên wê, ji ber tirs û xofên wê meponije û mekeve mereqan. Lewre xwediyê wê, Hekîm e, 'Elîm e. Tu jî, mêvan î; wisa beredayî û fuzûlî têkil mebe, tev mede.

   Hem mewcûdên mîna merivan, heywanan, ne wisa serîberdayî ne; belkî ew jî, fermanber û karmendên wezîfedar in; di bin çavdêriya Hekîmekî Rehîm de ne. Îca tu ku heyî, wisa li ser elem û zehmetiyên wan meponije û ruhê xwe mexe bin barê eleman û wisa şefqeteke xwe ya ku ji rehmeta wî Xaliqê wan ê Rehîm zêdetir be, dernexe pêş. Hem dezgîna wan hemû tiştan, ji mîkrobê heta weba, tofan, qeht, xelayê û wan erdhejên ku li hember te ketine weziyeta neyaran, di destê wî Rehîmê Hekîm de ye. Ew, Hekîm e; tiştê beredayî nake; Rehîm e, rehîmtiya wî pir e. Di her kar û barê wî de, ku ew dike, ji awayekî ve, lutf heye.

   Hem dibêje: Ev alem, her çendî fanî ye; lê belê lazimatiyên alemeke ebedî digihîne, encam dide. Her çiqas zaîl û dembihurî ye; lê meyweyên baqî dide û cîlweyên wan îsmên baqî yên Zatekî baqî nîşan dide. Û çendan lezzetên wê hindik, elemên wê zêde ne; lê ew îltîfatên wî Rehmanê Rehîm, lezzetên heqîqî yên bêzewal in. Îca ew elemên ku hene, ji aliyê xêrê ve, lezzeta manewî digihîjîne, ber digre. Himin daîreya meşrû û rewa, têra hemû lezzet, sefa û kêfa ruh, dil û nefsê dike, mekeve daîreya ne-meşrû. Lewre yekcaran, hezar elemên yek lezzeteke wê daîreyê hene. Hem jî, dibin sedem ku ew îltîfatên Rehmanî ku lezzeta heqîqî û daîmî ne, wenda bibin.

   Hem çawa ku berê jî hatiye vegotin, di rêya dalaletê de, merivan wisa dadixîne esfelê safilîn ku tu medeniyet, çu felsefe, çawa ku nikarin çare jê re bibînin, wisa jî, digel ku çu pêşveçûneke beşerî, tu kemilîneke fennî, nikare merivan ji wê bîra kûr a zulûmat û tarîtiyê derxîne, Qurana Hekîm, bi îman û 'emelê salih, ji wê daketina berejêr a esfelê safilîn, [merivan] derdixe alayê îlliyîn. Bi ser de jî, ew vê derxistinê, bi wan delîlên qet'î îsbat dike û wê bîra kûr, bi nêrdewanên wan tereqqiyên manewî û bi wan cîhazên kemilînên ruhî, tije dike.

   Hem wê rêya merivahiyê ku bi aliyê ebedê ve diçe û dirêj e, bi bahoz e û tije metirsî û fikar e, gelek zêde rehet û hêsa dike. Wesaîtên wisa nîşan dide ku bi wan, meriv dikare, wê mesafeya ku hezar, belkî pêncî hezar salî ye, di yek rojekê de biqedîne.

   Hem wî Zatê Zulcelal ê ku Sultanê ezel û ebedê ye dide naskirin her wiha meriv dixe rewşa mêvanekî wî yê wezîfedar û ebdekî wî yê memûr. Hem li vê mêvanxaneya dunyayê, hem li wan menzîlên berzexî û axretî, seyaheteke bi dilekî rehet jê re temîn dike. Çawa ku memûrekî musteqîm û rast ê padîşahekî, li daîreya welatê wî û ji hudûdên bajarên wî, bi wan wesaîtên seyaheta bisur'et ên mîna teyyare, keştî û tirênê, bi rehetî û hêsayî digere, derbas dibe. Wisa jî, merivekî ku bi îmanê, bi Sultanê Ezelî ve xwe girê bide û bi 'emelê salih, îtaet bike, ji menzîlên vê mêvanxaneya dunyayê û ji daîreyên alema berzex û alema mehşerê û mîna van, di wan hudûdên fireh ên hemû alemên piştî qebrê de, mîna lezûbeziya birq, birûsk û buraqê derbas dibe, diçe digihîje heta seadeta ebedî dibîne, bi dest dixe. Û vê heqîqetê, qet'î îsbat dike û nîşanî esfiya û weliyan dide.    Hem heqîqeta Quranê dibêje ku: Lo mumîno! Tu wê qabiliyeta xwe ya bênîhayet a hezkirinê, mede wê nefsa xwe ya emmare ku çirkîn, noqsan û şerûr e û zerarê dide te. Wê ji xwe re meke mehbûb û hewaya wê, ji xwe re meke mabûd. Belkî, ew qabiliyeta te ya bêdawî ya hezkirinê bide Zatekî ku layiqî muhebbeteke bêdawî ye; û dikare bi awayekî bêhed û bêhesab li te îhsanan bike; û hem li dahatuyê, bi awayekî bêdawî, te mesûd dike; û hem temamê wan zatên ku têkiliya te bi wan re heye û tu, bi seadeta wan dilxweş dibî, ew bixwe, bi îhsanên xwe, wan mesûd dike; û hem kemalên Wî yên bênîhayet hene; û hem cemal pê re heye ku bi awayekî bêhed qudsî, ulwî, munezzeh, bêqusûr, bênoqsanî ye û bêzewal e; û hemû îsmên wî, bi awayekî bênîhayet xweşik in; û di her îsmekî wî de, gelek nûrên husn û cemalê hene; û Cennet, bi temamê xweşikî û rindiyên xwe, bi temamê nîmetên xwe, cemala rehmeta Wî û rehmeta cemala Wî nîşan dide; û temamê wan husn, cemal, mehasin û kemalên cirxweş û xwînşîrîn ku di kaînatê de ne, îşaretî cemal û kemala wî dikin û jê re delîlî dikin û jê re nîşan û elamet in. Va ye, vî Zatê hanê ji xwe re bike mehbûb û mabûd û wisa qebûl bike.    Hem dibêje: Hey însan! Wê îstîdata muhebbetê ku eydê îsm û sifatên Wî ne, mede wan mewcûdên ne-baqî yên dî û wisa bi awayekî bê mifa li ser wan mexlûqên bêmifa belav meke. Çunkî eser û mexlûq, fanî ne. Lê îca ew Esmayê Husna ku neqiş û cîlwe-yên wan, di eser û mesnûan de dixuyên, baqî ne, daîmî ne; û di her yek wan îsm û sifatên Wî de, bi hezaran mertebeyên îhsan û cemalê û bi hezaran tebeqeyên kemal û muhebbetê hene. Hema tenê, tu li navê Rehman binihêre ku Cennet, yek cîlwe-yeke wî ye û seadeta ebedî, yek lem'eyeke wî ye û hemû riziq û nîmetên li dunyayê, yek dilopeke wî navî ne.

   Va ye tevî vê muwazene û daneberheviyê, bala xwe bide ser van ayetan:

 ﻟَﻘَﺪْ ﺧَﻠَﻘْﻨَﺎ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥَ ﻓِﻰ ﺍَﺣْﺴَﻦِ ﺗَﻘْﻮِﻳﻢٍ ٭ ﺛُﻢَّ ﺭَﺩَﺩْﻧَﺎﻩُ ﺍَﺳْﻔَﻞَ ﺳَﺎﻓِﻠِﻴﻦَ ٭ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻭَ ﻋَﻤِﻠُﻮﺍ ﺍﻟﺼَّﺎﻟِﺤَﺎﺕِ

yê ku îşaretî mahiyetên ji aliyê wezîfe û heyata navbera ehlê dalalet û ehlê îmanê dike. Hem ayeta,

 ﻓَﻤَﺎ ﺑَﻜَﺖْ ﻋَﻠَﻴْﻬِﻢُ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﻭَ ﺍْﻻ َﺭْﺽُ

yê ku îşaretî encam û dawiya wan dike. Li van binihêre, bibîne bê ka, bi awayekî çendîn ulwî, mûcîzane, vê muwazeneyê îfade dikin, ya ku me ew beyan kir.    Ji ber ku di Kelîmeya Yanzdehan de, ew heqîqeta ku ayeta pêşî, bi kitekitî û bi awayekî î'cazkarî û îcazkarî îfade dike, hatiye beyankirin, em hewaleyî wê Kelîmeyê dikin.

   Îca em dê tenê, bi îşareteke piçûk nîşan bidin ku ew ayeta duduyan, heqîqeteke çiqas ulwî îfade dike. Ew jî wiha ye:

   Ev ayet, bi vegotineke guncanî mefhûm û têgî-hînê wiha ferman dike: "Gava ehlê dalaletê dimre, esman û zemîn, li ser wan nagirîn." Îca bi vegoti-neke cihêreng û cihêwazê mefhûmê delîlî û îşaret dike ku: "Gava ehlê îmanê, ji dunyayê diçe, esman û zemîn, li ser wan digirîn." Ango madem ehlên dalaletê, wan wezîfeyên esmanan û erdê înkar dikin û bi wateyên wan nizanin û qîmeta wan bê hukum dikin, Sani'ê wan nas nakin û ji ber ku li hember wan, heqaretek û neyartiyekê dikin, helbet esman û erd, ciyê ku li ser wan bigirîn, ji wan nefret dikin û bi geberbûna wan, îca hê kêfxweş dibin.

   Hem bi vegotineke dijberî mefhûmê dibêje: "Esman û erd, li ser mirina ehlê îmanê, digirîn." Çunkî ehlên îmanê ku hene, bi wan wezîfeyên esmanan û erdê dizanin. Rastiyên wan ên heqîqî tesdîq dikin. Bi ser de jî, bi rêya îmanê, ji wateyên ku ew îfade dikin, fam dikin. Ehlê îmanê dibêje: "Çiqas xweşik hatine çêkirin, çiqas xweşik xîz-metê dikin!" Bi vî awayî, qîmeteke layiqî wan, didin wan û hurmetê nîşanî wan didin. Li ser hesabê Cenabê Heq, ji wan hez dikin û ji wan îsmên ku ew ji wan esmayê/navan re bûne eynik jî hez dikin. Ha ji ber vê razê ye ku esman û zemîn, mîna ku li ser zewala ehlê îmanê bigirîn, dilê wan diêşe.

  ***     PESINNAME 

   (Ev, parçeyeke nameya rehmetiyê mamoste Hesen Feyzî ye, ku bi vê munasebetê nivîsandibû: Nusxeyên Ayeta Kubra dikana ku tê de bûn ji şewateke bidehşet a li Emîrdaxê xelas kiribû.)

 ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ

   .........

   Rîsaleyên Nûr her agirî û her şewatî vedimirîne. Agirê îsrafê yê di insanan de bi nûra "Rîsaleya Iqtîsad"ê; û agirê nexweşînê yê nexweşên reben ku di nav agir û pêtan de ne, bi ava heyat û şîfayê ku ji kaniya "Bîst û Pênc Derman"î ya ji "nûr"ên "Rîsaleya Nexweşan" dipijiqe, diherike; û arê erjeng ê şewata "wehim û xeyal, weswese û metirsî, tirs û mereq"ê ku qelb û serî û hemû wesle, esab û rehikan radipêçin û dihejikînin, bi nûr û feyza "Rîsaleya Wesweseyan"; û agirê gur û geş ê nexweşînên "riya û sum'a, kibir û xurur"ê bi hewar û înayeta "Rîsaleya Îxlasê" ditemirîne. Ku hilwe-şandina keleha "xwe-bûn û hebûn, zorbazî û bêarî"yê jî bi îrşada "Peyva Sihî" ya bi navê "Ene"yê û "Peyva Şeşan" pêkan e.    Wan kesên kor, sergêj û beredayî ku nikarin ji kortalên madde û zerreyan ên siruştê derkevin jî, ancax destên bihêz û biqewet, dirêj û rêjedar, binûr û bişiur ên rîsaleyên bi navê "Siruşt" û "Zerre û Madde" yên Rîsaleyên Nûr dikarin derxînin.

   Ji bo vemirandina agirê tirsa mirinê yê "pîrû-kalan" û tunekirina tasewas û êşên wan jî, tesellî û hewar, macûn û tîlyaq, feyîz û nûra "rîsaleya" bi wî navî têr û bes dike. Her wiha li hember agir û ezabê êşdar û sojdar ê berzexê [û alema din] jî, rîsaleyên bi navê "Mucîzeyên Quranê" û "Mucîzeyên Ehmedî" û "Îmana bi Axîretê" yên ku bi ava heyatê dagirtî ne, yeko yeko hewzeke mezin e.

   Çawa ku ji bo arê hemû "hizrên şirk"ê yên li ser rûyê erdê, nûra mezin a berhema mubarek a bi navê "Ayetul Kubra = Asayê Musa" têra xemirandinê kir wisa jî em dibînin ku li hember wê pêta "sor/bolşewîk" a dûmana reş ku îro ro asoyên dinyayê rapêçandine û niha dest bi gefa Alema Îslamê kiriye ev "Nûr" hiltê û geştir dibe; û em ji dil û can pê bawer in ku dê fitne û şewata wan "sor"ên erjeng bixemirîne.

   Welhasil: 

   Mutaleya Rîsaleya Nûrê û feyza wê ya manewî ya daîmî digihêje tefandina agirê nefsa emmareyê, kuştina wesfên çavsor, har û dijwar, serkutkirina leşkerên zahir û batin ên xwînxwar û peritîner. Jixwe Rîsaleya Nûrê memûra tefandina van fitne û fesadan û van şewatan e. Û em dibêjin ji bo vê yekê hilavêtiye û hatiye.    Ev milletê mubarek û bimeymenet, egîd û esîl ê ku li vî welatê pîroz gihîştiye, yê ku warê qenc û weliyan, şehîd û fatîhan e; bi îşareta

 ﻓَﺴَﻮْﻑَ ﻳَﺎْﺕِ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺑِﻘَﻮْﻡٍ

yê em pişta xwe didin ku -li ba Xwedê- çiqas ecibandî, hebandî û cengawer e.

   Di wan kesan de, ku dibin xwedî û waqifê Rîsa-leyên Nûr, hêrs û qehirîn ber bi tunebûnê ve diçe, zulmet û şehwet dihele. Agirê nezanî û rêbiriyê ditefe. Xewa siruştê kêm dibe. Xewa xefletê namîne. Xwînên rêş û kirêt, xera û tiral diedilin. Bêhn û dil dixebitin. Borî û rehên xwînê yeko yeko dibin borîne û cihokên Nûrê. Hibba dinyayê û meyla masîwayê namîne. "Ene/Ez" û "Ente/Tu" diçe. Perdeyên ku tê gotin bi qasî heftê hezarî ne, dest bi vekişînê dikin, "Çiyayê Hebûnê" dest bi qulbûnê dike. Ji

 ﺍِﺭْﺟِﻌِﻰ ﺍِﻟَﻰ ﺭَﺑِّﻚِ

ê deng tên. Riya wislatê/pevgihînê vedibe. Mîsk û ember belav dibin. Ew, bi

 ﻓَﺎﺩْﺧُﻠِﻰ ﻓِﻰ ﻋِﺒَﺎﺩِﻯ

yê dibin memûr û peywirdar, bi nîşana

 ﻭَ ﺍﺩْﺧُﻠِﻰ ﺟَﻨَّﺘِﻰ

yê dibin me'cûr û perrûdar.  ﺍَﺭِﻧَﺎ ﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﺍَﻃْﻔَﻰ ﺍﻟﻨَّﺎﺭَ ﺑِﻨُﻮﺭِﻩِ ٭ ﻭَﻳَﺎ ﻣَﻦْ ﺻَﻠَّﻰ ﻋَﻠَﻰ ﺣَﺒِﻴﺒِﻪِ

   .........

   Puxte ye Rîsaleya Nûrê: Ew bixwe lewheyeke "Ya Hafiz", rûpeleke Maşaellah, nusxeyeke Bare-kallah, gerdeniya diya zarokan e; ji bo şewatê tilûm-bayeke Nûrê, ji derdkêşan re reçeteyeke hîkmetê, ji bo bîneran eyneyeke îbretê, ji misilma-nan re mohreke nubuwwetê, ji gunehkaran re wesîqeyeke xelasiyê, ji bonî yê jirêderketî riya hîdayetê, ji bêke-san re sîgorteya parastinê, ji bo antîkevanan gencî-neyeke sermediyetê, ji bona yê bêmal û hal kaşane û qesreke ebediyetê, ji înkarkeran re sîlleyeke poşma-niyê, ji kafiran re sêpêyeke adaletê, ji arifan re suh-beteke qudsiyetê, ji aşiqan re serayeke wislatê ye

  Li ser navê hemû şagirdên Denizliyê û hawirdorê wê 

  HESEN FEYZΠ

  (Rehmetullahî aleyhî ebeden daîmen) 

  ***     Parêznameya Ceylanî ye. 

   Ji Dadgeha Cezayê Giran a Afyonê re:

   Meqamê îddiayê piçekî dike deh piç û ji ber xizmeta min a bo seydayê min û Rîsaleyên Nûr ku ez bi pesindarî qebûl dikim, min wekî dîplomatekî mezin û zilamekî dekbaz nîşan dide û di sûcê mewhûm ê li ser Nûran de parake mezin dide min. Li hember vê, dibêjim ku:

   Ez bi seydayê xwe Bedîuzzeman re ji nêz ve têkildar im, ku min bi xwendina berhemên wî yên dînî, îmanî û exlaqî bi qasî ku di wê oxirê/riyê de heyata xwe, bê dudilî fida bikim jê sûd wergirtiye. Lê belê ev têkilî, ne wekî bi gotina meqamê îddiayê ye ku ji welat û millet re bizerar e û bo handana gel e li dijî dewletê; belkî têkiliyeke wisa ye ku nabire û dê nebire û girêdaneke wanî ye ku ji bo xelaskirina xwe ya ji îdama ebedî ya qebrê ye, ku dê tu mirov nikaribe xwe jê bifilitîne; û ji bo xelaskirina îmana xwe û îmana birayên xwe yên dînî ye ku ew jî wekî min di vî zemanê xeternak de muhtacî rizgarkirina îmana xwe, rast û başkirina exlaqê xwe ne û muhtac in ku ji bo welat û millet bibin yeko yeko endamekî mifadar.

   Ez ji yên nêzîkî cenabê wî me. Qederê çar salan min carinan bi pesindarî xizmetkariya wî kiriye. Di nav vê maweyê de ez, ji bilî fezîleta wî ya ji serî heta binî, ne şahidê tiştekî wî yê dî me. Min ji devê wî carekê jî derheqê mehdîtiya wî û muceddîdiya wî de gotinek nebihîst. Nusxeyên Nûran ên ku ji sed heza-ran borîne û şagirdên Nûrê yên bi sed hezaran ku bi xwendina wan Nûran îmana xwe rizgar kiriye şahid in ku ew, di kemala/lûtkeya tewazû' û nefsbiçûkiyê de ye.

   Ew seydayê min ê mubarek, xwe, wekî me şagir-dekî "Nûr"ê dibîne û doza wî li ser vê yekê ye.

   Bi hêsanî pêkan e ku ev yek di gellek nameyên wî de bê dîtin -nemaze di Rîsaleya Îxlasê ku di nav berhema Asayê Musa de ye ku ev li ber destê we ne-. Ew bixwe di rîsale û nameyên xwe de bi dubareyî vedibêje "Heqîqetên baqî û mîna tavê û wekî almasan, li ser şexsên fanî nayên danîn, li wan nayên spartin û şexsên fanî nikarin xwedî li wan heqîqetên hêja derkevin." Tevî vê, hikimdayîna li ser xwepe-sinîna wî zatî û îddiakirina hebûna doza wî ya mehdîtî û muceddîdiyê, ne karê tu aqlekî selîm e. Lewra heke hûn hemû rîsale û mektûbên wî bi insaf û baldariyê bixwînin hûn ê jî bibin xwedî qenaeta qet'î ku ev allameyê zeman ê rêzdar, alimekî dînî yê wisan e ku ji serê sedsalan e em li kesekî mîna wî rast nehatine; û xelaskarekî îmanê ye ku em qet rastî yekî wek wî nayên; û welatparêzekî wesa ye ku ji welat û millet re ji artêşekê bêtir mifa û bereketa wî heye di zemanekî wisa de ku pêtikên sor ên "Bolşe-wîzm"ê divên rîşikên me rapêçin. Va ye, ez xemgîn im ji ber ku serê ewilî ez nebûm xwendevanê berhe-meke wisa û şagirdê seydayê rêzdar ê ku ew berhem nivîsandiye.    Gelî lijneya hakiman a rêzdar!

   Ha, min li Eskîşehîrê bi destûra fermî, Rêbera Ciwanan a ji Rîsaleyên Nûr ku min mifayên wan ên bêhed li ser xwe ceribandibûn, ji bo sûdeya zarokên welêt ên wekî min, bi fikra xizmeta gelêrî û millî ya pîroz, da çapkirin. Ev xizmeta yekî bêçare yê mîna-nî min a ji bonî Rîsaleyên Nûr ku tefsîreke heqîqî û nayê pûçkirin a Quranê ye û her wiha bi vê sedemê xizmeta min a ji bo îmanê, diviya bi pîrozkirin û teqdîrkirinê bihata pêşwazîkirin û gellek hewcedar e ku bête teşwîqkirin; lê em miameleyên wisa giran dibînin. Ev yek çendîn berevajiyê heqîqeta edaletê ye? Îca em ji lijneya we dipirsin.

   Û ez ji dadgeha we ya adil, biryara serbestiya rîsaleyên Nûr tika dikim, ku qûtên rihê me, sebe-bên xelasiya me ne û mifteyên saedeta me ya ebe-dî ne. Heger ew rewşên ku min li jorê qismekî wan vegotin û jimartin, li gorî nêrîna we sûcek bê hesi-ban-din, ez bidim zanîn ku cezayê herî giran ê ku hûn ê bidin, ez ê bi razîbûna temam a qelbî, qebûl bikim.

  CEYLAN ÇALIŞKANê Emîrdaxî ku 

  girtî ye di Girtîgeha Afyonê de 

  *** 


Ayeta Kubra - 5


Kommentare

Beliebte Posts aus diesem Blog

FSP Vorbereitung