Kelîmeya 23 yan

 


  Ji Kulliyata Rîsaleyên Nûr 

  Kelîmeya 

  Bîst û Sisêyan 


  Muellif: 

  Bedîuzzeman 

  SEÎD NÛRSΠ   Kelîmeya/Peyva 

  Bîst û Sisêyan 

  (Du Beşên vê Kelîmeyê hene) 

 ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ

{Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm}

 ﻟَﻘَﺪْ ﺧَﻠَﻘْﻨَﺎ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥَ ﻓِﻰ ﺍَﺣْﺴَﻦِ ﺗَﻘْﻮِﻳﻢٍ ٭ ﺛُﻢَّ ﺭَﺩَﺩْﻧَﺎﻩُ ﺍَﺳْﻔَﻞَ ﺳَﺎﻓِﻠِﻴﻦَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻭَ ﻋَﻤِﻠُﻮﺍ ﺍﻟﺼَّﺎﻟِﺤَﺎﺕِ ٭

{Sond be ku, Me mirov, di sûretê herî xweşik de xuluqand. Peyre, Me ew avêt ciyê herî jêr/xwar. Tenê yên ku îman tînin û 'emelên salih dikin, ne tê de ne. (Tîn: 4-6)}

 

  BEHSA PÊŞÎ 

   Ji wan bi hezaran mehasîn û xweşikahiyên îmanê, em dê tenê pênc heban jê, di nav "Pênc Nuqteyan" de beyan bikin.    NUQTEYA YEKÊ: 

   Mirov, bi nûra îmanê derdikeve/hildikişe alayê îllîyîn; qîmeteke ku layiqî Cennetê ye digre. Lê belê ji ber zulûmat û tarîtiya kufrê, dadikeve esfelê safilîn; dikeve rewş û weziyeteke wisan ku dibe ehlê Cehenemê. Lewre îman, têkiliya mirovan, bi Sani'ê Zulcelal re datîne. Îman, întîsabek û pevgirêdanek e. Nexwe, ji ber xatirê wê îtîbara ku sen'etên Îlahî û neqşên wan îsmên Rebbanî ku bi xêra îmanê di mirovan de zahir dibin, mirov bi qîmet dibe. Kufur, wê nîsbet û têkiliyê, ji binî dibire. Ji ber wê birrînê, ew sen'etên Rebbanî nepenî dibin, tên veşartin; qîmeta mirov jî, tenê ji hêla maddî ve dimîne. Îca madde ku heye, ji ber ku hem fanî, hem zaîl, hem jî, jiyaneke heywanî ya demborî ye, qîmeta wê jî, di hukmê hîçî û tunetiyê de ye.

   Em dê vî sirrî/razî, bi temsîlekê beyan bikin:

   Mesela, di nav hunerên mirovan de, çawa ku qîmeta madde û qîmeta hunerê/sen'etê, cihê cihê ye; yekcaran wek hev in, carcaran madde bêhtir bi qîmet e, carinan jî, di maddeyeke hesinî ya bi pênc qurûşî de, hunereke bi qasî pênc lîreyî heye. Belkî ew car heye, digel ku sen'etekî entîke, hêjayî milyonekê ye, maddeya wî, ne hêjayî pênc qurûşî ye jî. Ha, sen'etekî wiha entîke, gava mirov biçe sûka entîkevanan û bi navê wî sen'etkarê wî yê kevn ê hunerawer ku pîşeya wî, tim û daîm çêkirina wan tiştên gelek nuwaze ye, bête danasîn û nave wî sen'etkarê mezin bête yadkirin û ew sen'etê entîke, bi navê hunermendê xwe bête pêşandan, bi bihayê milyonekê tê firotin. Lê belê heke mirov biçe sûka wan hesinkarên qebe, dibe ku bi bihayê hesinekî bi pênc qurûşî bête firotin.

   Ha weke vê, însan, sen'etekî wiha yê entîke yê Cenabê Heq e û mûcîzeyeke herî nazik û nazenîn a qudreta Wî ye ku Wî ev mirov, di sûretekî wisan de xuluqandiye ku ji cîlweyên temamê îsmên Wî re mezher e û ji neqşên Wî re medar e û ji kaînatê re, weke mîsaleke biçûk e.

   Heke nûra îmanê bikeve nava wî [mirovî], temamê wan neqşên watedar ku li ser wî hene, bi wê roniya îmanê tên xwendin. Ew mumîn, bi şuûrê dixwîne û bi wê întîsabê dide xwendin. Ango, bi wateyên mîna "Ez mesnû'ê Sani'ê Zulcelal im, mexlûqê Wî me, ez mezherî rehmet û kerema Wî me." ew sen'etên Rebbanî, derdikevin ber çavan. Nexwe îman ku ji întîsabbûna bi Sani'ê xwe pêk tê, temamê wan eser û berhemên sen'etî ku di mirovan de hene, derdixe holê. Îca qîmeta mirov, li gor wî sen'etê Rebbanî çê dibe û ji aliyê wê eynika Semedanî ve tê hesibandin. Wê gavê, ev mirovê ku ne girîng e, ji ber wê eyniktiyê, derdikeve dereceya raserî hemû mexlûqan û dibe muxetebekî/e Îlahî û dibe mêvanekî/e Rebbanî yê/a ku layiqî Cennetê ye.

   Ew kufra ku ji qet'a întîsabê pêk tê û têkiliyê dibire, gava bikeve nava mirov, wê gavê temamê wan neqşên watedar ên wan îsmên Rebbanî, dikevin tarîtiyê; nayên xwendin. Lewre gava Sanî' bête jibîrakirin, ew aliyên manewî ku berê çavê wan, li Sani'ê wan e jî, nayên famkirin; hema hema ber bi serserkî berejêr dikevin xwarê. Piraniya wan sen'etên qedirbilind ên watedar û ew neqşên 'alî yên manewî, xef û nepenî dibin; ew qismê ku li ber çavan dimînin û bi çavan tên dîtin jî, hewaleyî wan sebebên suflî û tebîetê tên kirin û weke tesaduf tên hesibandin û dawiya dawî, suqût dikin û berejêr dibin. Her yek ji wan ku elmaseke ronak bû, îca yek bi yek dibin şîşeyeke tefandî. Girîngiya wan, tenê li maddeya heywanî dinihêre. Îca xaye û meyweya maddeyê jî, çawa ku me got, di imrekî kin û kurt de, digel ku di nav heywanan de, dibe yekî herî aciz, neçar û herî muhtac û herî bi keder, tenê ew dimîne ku jiyaneke cuz'î ji xwe re derbas bike. Peyre dirize, xera dibe û diçe. Va ye kufur, mahiyeta mirovan, wiha ji binî xera dike; ji elmasê werdigerîne komur û rijikê.

   NUQTEYA DUDUYAN: 

   Îman, çawa ku nûrek e, mirovan ronî dike, wan hemû nameyên Semedanî ku li ser mirovan hatine nivîsandin dide xwendin, wisa jî, kaînatê jî ronî dike; dike ku zemanê berê û ayende, ji zulûmat û tarîtiyê xelas dike. Min ev sirr, di bûyerekê de, li ser sirrekî vê ayeta kerîm a

 ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻭَﻟِﻰُّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻳُﺨْﺮِﺟُﻬُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻈُّﻠُﻤَﺎﺕِ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ

{Xwedê, dostê mumînan e. Ew, wan ji tarîtiyên kufrê derdixe û digihîne ronahiya hîdayetê. (Sûreyê Beqere: 257)}

dît û ez wê bi temsîlekê beyan dikim:

   Min di bûyereke xeyalî de dît ku du çiyayên bilind hene, li hemberî hev in. Li ser wan, pireke bidehşet hatiye danîn. Di binê pirê de, newaleke gelek kûr heye; ez li ser wê pirê me. Bi ser dunya û her tiştî de, tarîtiyeke giran vegirtibû û her dever di nav tarîtiyê de mabû. Min li rastê xwe nihêrt, min dît ku goreke ekber, di nav tarîtiyeke bênîhayet de ye; ango min ew xeyal kir. Min li çepê xwe mêze kir, wisan li min çê bû, mîna ku di nav pêlên tarîtiyeke bidehşet de, bahoz, fîxan û felaket tên amadekirin. Min bala xwe da binê pirê, wisan ji min re zenn çê bû ku firênekeke gelek kûr heye. Li hember vê tarîtî û zulûmata bidehşet, fanoseke min a melûl û zelûl hebû. Min ew bi kar anî. Min bi wê roniya wê ya kiz, li pêşiya xwe temaşe kir; rewşeke zaf zêde bi dehşet ji min re xuya bû. Hetta wisan bû ku, li serê wê pira ber min û li derdora wê, ejderha, şêr, cenewarên wisa bidehşet xuya bûn ku min got: "Xwezî ev fanûsa min a berîkê tunebûya û ez çav bi van dehşetan neketima." Min berê wê fanûsê da ser kê derê, ez ketim dehşetên wisan giran. Min got: "Hey wax, ev fanûs li serê min bela ye." Ez ji wê hêrs bûm; min ew fanûs li erdê da, şikand. Şikandina wê, ji min re wisan çê bû, mîna ku min tiliya xwe danîbe ser lembeyeke elektrîkê ku temamê dunyayê pê ronî bûbe, ji nişka ve ew tarîtî, ji hev belav bû. Her alî, bi nûra wê lembeyê tije bû; wê bi xwe, heqîqeta her tiştî nîşan da. Ez çi bibînim, min bala xwe dayê, ew pira ku min ew dîtibû, rêcaddeyek e û li ciyekî gelek muntezem, di nava deştê de ye. Û ew gora ekber ku min li rastê xwe dîtibû, ji min re wisan xuya bû ku meclisên îbadet, xîzmet, sohbet û zikir in ku ji serî heta binî xweşik in û tije baxçeyên hêşîn in û di bin îdareya mirovên nûranî de ne. Ew firênek, terîş, kendal, zinar û lûtkeyên ku min li aliyê xwe yê çepê dît û min zenn dikir ku bi geremol û şemete ne û di nav bahoz û bagerê de ne, îca min bi awayekî ji awayan, wisa xeyal-meyal dît ku li pişt wan çiyayên ku cirxweş, cazîbedar û xemilandî ne, ziyafetgeheke 'ezîm, seyrangeheke xweşik, ciyekî xweş û bilind ê ger û geşt û seyranê heye. Îca ew mexlûqên ku min ew weke cenewar û ejderhayên bidehşet zenn dikirin, min dît ku ew heywanên malî/kedî yên mîna hêştir/deve, ga, mî/mêşin û bizinên sernerm û hînbûyî ne. Min got:

 ﺍَﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﻋَﻠَﻰ ﻧُﻮﺭِ ﺍْﻻ ِﻳﻤَﺎﻥِ

{Hemd ji wî Xwedayî re be ku nûra îmanê daye.}

û min ayeta kerîm a

 ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻭَﻟِﻰُّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻳُﺨْﺮِﺟُﻬُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻈُّﻠُﻤَﺎﺕِ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ

{Xwedê, dostê wan ên ku îman anîne ye. Ew, wan ji tarîtiyên kufrê derdixe ronahiy(a hîdayet)ê. (Sûreyê Beqere: 257)}

xwend û ez ji wê bûyerê hişyar bûm.

   Ha, ew her du çiya, destpêka jiyanê û dawiya heyatê ne, ango alema erdê û alema berzexê ne. Ew pir ku hebû, rêya jiyanê ye. Ew aliyê rast, zemanê bihurî ye. Aliyê çep, ayende/îstîqbal e. Ew fanûsa destan, ezeziya mirovan e ku xwedbîn e û bi zanetiya xwe îtîmad dike û li wehiya esmanî guhdarî nake. Ew tiştên ku weke cenewar dihatin zennkirin jî, bûyerên alemê û mexlûqên ecêb ên wê alemê ne. Ha, ew mirovê ku îtîmad bi ezeziya/enaniyeta xwe tîne, dikeve zulûmata xefletê û dibe mubtelayê wê tarîtiya dalaletê, dişibe rewşa min a di wê bûyera pêşî de ku bi wan malûmatên têrqusûr û tije dalalet ku di hukmê wê fanûsa destan de ye ku zemanê bihurî, di sûretê goreke ekber de û di nav zulûmateke e'dem-alûd de dibîne. Ew fanûs, îstîqbalê/ayendeyê, weke tevlîtunetî, wehşetgeheke gelek bibahoz û bager ku bi tesadufê ve girêdayî ye nîşan dide. Hem, bûyer û mewcûdên ku her yek ji wan, memûrekî musexxer ê Hekîmekî Rehîm in, weke ku di hukmê cenewarekî zerarkir de ye dide zanîn. Û ji hukmê

 ﻭَﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﻛَﻔَﺮُﻭﺍ ﺍَﻭْﻟِﻴَﺎﺅُﻫُﻢُ ﺍﻟﻄَّﺎﻏُﻮﺕُ ﻳُﺨْﺮِﺟُﻮﻧَﻬُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻈُّﻠُﻤَﺎﺕِ

{Dostên kafiran, taxût in, ew wan ji nav roniyê derdixin û dibin dixin nava tarîtiyê. ( Sûreyê Beqere: 257)}

re mezher dike. Heke hîdayeta Îlahî bigihîjê, îman bikeve dilê wî/wê, fîrewûniya nefsê bête şikandin, li Kîtabûllahê guhdarî bike, di wê bûyerê de dê bikeve dirûvê rewşa min a duduyan. Wê gavê, tafilê, kaînat dikeve rengê taverojê, bi nûra Îlahî tije dibe û alem jî, wê ayeta

 ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻧُﻮﺭُ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ

{Xwedê, nûra esmanan û erdê ye. ( Sûreyê Nûr: 35)}

dixwîne. Wê demê, dê bi çavê dil bibîne ku zemanê rabirdû/bihurî, ne goreke ekber e; belkî her esrek, di bin reîstî û îdareya nebiyekî yan jî weliyekî de ye, ew cemaetên wan ruhên paqij, wezîfeya ebdîtiyê tînin cî û wezîfeya xwe ya jiyanê diqedînin, dibêjin "Ellahu ekber", ber bi meqamên bilind ve difirin û derbasî wan aliyên musteqbelê/dahatuyê dibin. Li aliyê xwe yê çepê dinihêre, bi nûra îmanê, ji dûredûr ve lê diwarqile ku li pişt hin ji wan înqilabên berzexî û axretî yên ku mîna çiyayan in, ziyafeteke Rehmanî, di serayên seadetê yên wan rezên Cennetê de hatiye danîn. Îca her yek ji wan bûyerên mîna bahoz, bager, erdhej û taûnê/webayê jî, weke memûrekî musexxer dizane. Wan bûyerên mîna bagera biharê û bûyerên baranê, ji aliyê şeklî ve heşîn/sext; lê belê ji aliyê manayî ve, medarê gelek hîkmetên letîf dibîne. Hetta mirinê bi xwe jî, weke muqeddîme û destpêka wê jiyana ebedî û gorê jî, weke deriyê wê seadeta ebedî dibîne. Êdî aliyê dî, tu qiyas bike; heqîqetê bi temsîlê tetbîq bike.

   NUQTEYA SISÊYAN: 

   Îman hem nûr e hem qewet e. Erê, yê ku îmana heqîqî bi dest bixe, dikare li hember kaînatê derkeve meydanê û li gor qeweta îmanê, dikare ji pêkutiya bûyeran xelas bibe. Dibêje:  ﺗَﻮَﻛَّﻠْﺖُ ﻋَﻠَﻰ ﺍﻟﻠَّﻪِ

{Min tewekkuliya xwe da ser Xwedê. (Sûreyê Hûd: 56)}

, di keştiya jiyanê de, bi ewlehiyeke tam û temam, di nav wan pêlên çiyawarî yên bûyeran de, seyran dike. Temamê giraniyên xwe, emanetî wî destê qudreta Qedîrê Mutleq dike, bi dilekî rehet ji dunyayê derbas dibe, li berzexê îstrehet dike; peyre ji bo bikeve seadeta ebedî, dikare hilfire Cennetê. Na, heke tewekkul neke, ew giraniyên dunyayê, ciyê ku rê bide hilfirîna wî/wê, ew wî/ê ber bi esfelê safilîn ve dikşîne. Nexwe îman, tewhîdê; tewhîd, teslîmê; teslîm, tewekkulê; tewekkul jî, seadeta dareyn divê.

   Lê belê, bi xeletî fam meke! Tewekkul ne ew e ku sebeb, bi temamî werin reddkirin. Belkî divê ku sebeb, weke perdeya destê qudretê bêtin zanîn û rîayet li wan bête kirin -teşebbusa li ser sebeban, bi awayekî ji awayan, divê weke duayeke fiîlî bête famkirin- û musebbeb jî, divê tenê ji Cenabê Heq bên xwestin û encam jî tenê divê ji Wî bên hêvîkirin û minnetdarî jî, divê tenê ji Wî re bête nîşandan.

   Mîsala wî yê ku tewekkul dike û yê ku nake, di dirûvê vê hîkayeyê de ye:

   Weqtakî, du mirov, barên giran hem didin ser pişta xwe, hem didin ser serê xwe, bilêtekê dikirin û li keştiyeke mezin siwar dibin. Yek jê, dikevê nakevê, barê xwe di keştiyê de datîne û li serê rûdine, ji xwe re disekine; yê dî, ji ber ku hem ehmeq, hem qure ye, barê xwe danayne.

   Ji wî re hat gotin:

   "Barê xwe yê giran dayne keştiyê û ji xwe re rehet bibe."    Wî got:

   "Na, ez dê daneynim. Dibe ku wenda bibe. Ez bi qewet im. Ez dê malê xwe, li ser pişta xwe û li ser serê xwe biparêzim."

   Dîsa ji wî re hat gotin:

   "Ev keştiya/sefîneya sultanî ya biewle ku me jî te jî radigre, bêhtir bi qewet e; çêtir baş diparêze. Dibe ku tu gêj bibî, dunya li dora te bigere, dewxa te here û tu tevî barê xwe bikevî behrê. Bi ser de jî, her ku diçe, tu dê ji qewetê bikevî. Ev pişta te ya xulbûyî, ev serê te yê bêaqil, her ku zeman pê bikeve, dê xwe di bin vî barê ku bere bere giran dibe de, nikaribe taqet bike û dê nikaribe xwe ragre. Qaptan jî, gava te di vî halî de bibîne, yan dê bibêje ev dîn e û dê te berê bide; biqewêre, yan jî, dê ferman bike bibêje: "Xayîn e, keştiya me di bin tohmetê de dihêle, feskê xwe bi me dike, bila bête girtin." Hem tu dê ji her kesî re bibî mesqere. Çunkî li ber çavê ehlê dîqqetê, bi wê quretiya xwe ya ku qelsiyê nîşan dide û bi wê xurûra xwe ya ku ecz û neçariyê dide xuyakirin û bi wê sûn'îtiya xwe ya ku riya û zelîliyê nîşan dide, te xwe kir pêkenokê xelkê; her kes bi te dikene." Piştî ku ev jê re hatin gotin, hişê wî bêçareyî hat serê wî, barê xwe danî erdê, li serê rûnişt û got:    "Ox! Xwedê ji te razî be. Ez ji zehmetê, ji girtinê û ji mesqeretiyê xelas bûm."

   Ha, hey mirovê bêtewekkul! Hey mirova ku bê tewekkul e! Tu jî mîna vî mirovê ha, aqilê xwe bide serê xwe, tewekkul bike; da ku tu, ji parsekiya hemû kaînatê û ji rihilîna li hember her bûyerê û ji xwefiroşiyê û ji mesqeretiyê û ji şeqawet û zehmetiyên axretê û ji hebsa wan tengasî û tengijînên dunyayê bifilitî.

   NUQTEYA ÇARAN: 

   Îman, mirovan dike însan, belkî dike sultan. Nexwe wezîfeya eslî ya mirovan, îman û dua ye. Kufur, mirovan dike heywanekî cenewar ê gelek acîz.

   Bi sedan delîlên vê meseleyê hene. Hema tenê ew ferqa di hatina mirov û heywanan a dunyayê de, ji wê meseleyê re delîlekî aşkera û zelal e. Û burhanekî qet'î ye.

   Belê, ev mirov û heywan ku ne bi awayên mîna hev tên dunyayê, nîşan dide ku mirovahî/însaniyet, bi îmanê dibe însaniyet. Çunkî heywan, gava tê dunyayê, tu dibêjî qey mîna ku li alemeke dî gihîştibe kemalê, li gor qabiliyeta xwe, bi awayekî mukemmel tê; ango tê şandin. An di nav du rojan de, yan du hefteyan an jî, di nav du mehan de hînî hemû şert û mercên jiyana xwe dibe û bi wan munasebet û têkiliyên navbera xwe û kaînatê di'elime, hînî wan qanûnên jiyanê dibe û pê re ew meleke/hutbûnî çê dibe. Ew îqtîdara jiyanî û melekeya li ser îş û kar ku mirov, ancax di nav bîst salî de dikare bi dest bixe, heywanekî mîna çivîka beytik û mêş, di nav bîst rojî de tehsîl dike; ango jê re tê îlhamkirin. Nexwe wezîfeya eslî ya heywanan ne ew e ku bi ilm û hewldanê bigihîjin kemilînê û ne ew e ku marîfetê bi dest bixin, tereqqî bikin, neçariya xwe nîşan bidin û bi vî awayî jî hawar bixwazin û dua bikin. Belkî, wezîfeya wan ew e ku li gor îstîdat û qabiliyeta xwe bixebitin û 'emel bikin. Jixwe wezîfeya wan ew e ku ubûdiyeta fiîlî bikin.

   Mirov ku heye, gava tê dunyayê, muhtac e ku hînî her tiştî bibe, li hember qanûnên jiyanê nezan e, hetta ancax di bîstsaliyê de jî baş nikare bi temamî hînî wan şert û karûbarên jiyanê bibe. Belkî heta dawiya imrê xwe, muhtacî hînbûnê ye. Hem di şiklekî gelek taqetkêm û zeîf de tê şandin dunyayê û di salekê du salan de, ancax dikare rabe ser lingan. Di nav panzdeh salan de, ancax zerar û menfîetê ji hev derdixe û bi xêra alîkariya wê jiyana civakî ya mirovahiyê, ancax dikare xwe li menfîetan bikşîne û xwe ji zeraran dûr bigre. Nexwe, wezîfeya eslî ya mirov ew e ku bi hînbûnê, bigihîje kemalê û ew ubûdiyeta bi duayê ye. Ango wezîfeya mirov ew e ku vê bizanibe: "Ka ez bi merhemeta kê wiha bi awayekî hekîmî têm îdarekirin? Gelo ez bi kerema kê wiha bi şefqetkarî têm terbiyekirin? Ez bi lutfên yekî çawa wiha bi nazenînî têm xwedîkirin û îdarekirin?" û dîsan wezîfeya mirov ew e ku ji bo pêdiviyên xwe yên ku ji hezarî destê wî/wê nagihîje yekî jî, bi zimanê ecz û feqra xwe, bi Qadîûl hacat re zarebarkirin e û xwestin e û duakirin e. Ango wezîfe ew e ku mirov, wan her du aliyên xwe yên ecz û feqrê, ji xwe re bike per û bask û bi wan hilfire wî meqamê bilind ê ubûdiyetê.

   Nexwe, xuya ye ku mirov, ji bo ku bi wesîteya ilim û duayê bigihîje kemalê hatiye vê alemê. Ji hêla îtîbara mahiyet û qabiliyetê ve her tişt, bi ilim ve girêdayî ye. Îca esas, kan, maden, nûr û ruhê hemû ilmên heqîqî, Marîfetullah e. Ussul esasê wê jî, îmana Bîllah e.

   Hem mirov, tevî wê ecza xwe ya bênîhayet, marûzî belayên bêhed û mubtelayê êrîşên wan neyarên bêhed e û digel wê feqra xwe ya bêdawî, girîftarî ihtiyacên bênîhayet e û muhtacî daxwazên bêserûber e, ha ji ber van egeran, wezîfeya eslî ya fitrî ya mirov, di pey îmanê de, dua ye. Dua jî, esasê ubûdiyetê ye.

   Çawa ku zarokek, gava meramek û daxwazake ku destê wî/wê negihîjê, bixwaze, yan digrî, yan jî dixwaze ango, bi zimanê fiîlî yan jî bi zimanê qewlî yê ecza xwe dua dike û bi vî awayî digihîje meqsedên xwe. Eynî wisan jî mirov, di nav temamê xwedîjiyanan de, di hukmê zarokekî/zarokeke nazik, narîn, nazenîn û nazdar de ye. Li ber dergehê Rehmanurrehîmîn, an bi zeîfî yan jî bi ecza xwe, divê bigrî yan jî, bi feqir û ihtiyacên xwe, divê dua bike; da ku meqsedên wî jê re musexxer bibin an jî, karibe şukra tesxîriyê eda bike. Ku wisan neke û mîna zarokekî/zarokeke ehmeq û şûm û netebitî ku ji ber mêşekê waweyla dike, bibêje: "Ez bi qeweta xwe, van tiştên ecêb ku tesxîrkirina wan ne îmkan e û wan tiştên ecêb ku hezar carî ji min bêhtir bi qewet in, ji xwe re tesxîr dikim. Û ez wan, bi fikir û tedbîra xwe, ji xwe re didim îtaetkirin." Û bi vî awayî jî, ji rê derkeve, bikeve kufrana nîmetê, hem li dijî fitreta eslî ya mirovahî dike, hem jî xwe dike musteheqê ezabekî şedîd.

   NUQTEYA PÊNCAN: 

   Îman, çawa ku weke wesîleyeke qet'î, duayê îqtîza dike û fitreta însanî, bi awayekî şedîd duayê dixwaze, Cenabê Heq bi xwe jî, di vê ayeta ha de, bi wateya meala: "Heke ne ji duaya we be, ka çi ehemmiyeta we heye?" wiha ferman dike:

 ﻗُﻞْ ﻣَﺎ ﻳَﻌْﺒَﺆُﺍ ﺑِﻜُﻢْ ﺭَﺑِّﻰ ﻟَﻮْﻻ َ ﺩُﻋَﺎﺅُﻛُﻢْ

{Sûreyê Furqan: 77}    Hem, wiha emir dike:

 ﺍُﺩْﻋُﻮﻧِﻰ ﺍَﺳْﺘَﺠِﺐْ ﻟَﻜُﻢْ

{Ji min re dua bikin; ez bersivê bidim we. (Sûreyê Mumîn: 60)}

   Heke tu bibêjî: Em gelek caran dua dikin, qebûl nabe. Îca ev ayet umûmî/giştî ye; îfade dike ku: "Ji her duayê re bersiv heye."

   Bersiva wê: Bersivdayîn tiştek e; qebûlkirin tiştekî dî ye. Ji bo her duayê bersiv heye; lê belê qebûlkirin û dayîna heman xwestekê, tabi'ê hîkmeta Cenabê Heq e. Mesela, zarokekî/e nexweş, gazî dike:

   "Ya hekîm! Li min binihêre."

   Hekîm, dibêje: "Lebbê" "Ka tu çi dixwazî?" û bi vî awayî bersiv dide.

   Sebî, dibêje: "Ha vî dermanî bide min."

   Hekîm ku heye, yan eynî wî dermanê ku ew dixwaze didê; yan jî, dermanekî ku ji wî/wê re hîna çêtir baş e didê, yan jî dizane ku dayîna derman, ji wê nexweşîna wî/wê re ne baş e, qet nade.

   Eve, ji ber ku Cenabê Heq, Hekîmê Mutleq e, hazir û nazir e, bersivê dide duaya ebdê/ebda xwe. Ew wê dehşeta wehşet û bêkesîtiyê, bi huzûr û bersiva xwe, werdigerîne bêhnderxistinê. Çi heye ku ne bi zorpêdana mirov a hewaperestî û heweskarî; lê belkî bi pêdiviya wî hîkmetê Rebbanî, yan wî tiştê ku mirov dixwaze, bi xwe dide, yan jî, tiştekî ji wî çêtir û baştir dide yan jî hîç nade.

   Hem dua, ubûdiyet[ebdîtî] e, ubûdiyet ku heye, fêkî, meywe û encamên wê, axretî ne. Îca ew meqsed û amancên dunyayî, weqt û demên wan cûre dua û îbadetan in; ew meqsed, ne amancên wan in. Mesela Nimêja Baranê û duaya wê, îbadetek e. Bêbaranî, weqtê wî îbadetî ye; amanc, ne ew e ku ew îbadet û ew dua, baranê bîne. Heke sirf bi wê niyetê bête kirin, ew dua û ew îbadet, ji ber ku ne xalis in, ne layiqî qebûlê ne. Çawa ku avabûna rojê, weqtê nimêja mexreb e, hem girtina rojê û girtina heyvê, weqtê wan du îbadetên mexsûsî ye ku ji wan re Nimêja Kusûf û Nimêja Xusûfê tê gotin. Ango gava ew her du ayetên nûranî yên şev û rojê ku tav û heyv in, tên perdekirin, ji îlana ezemeta Îlahî re dibin medar, lewre Cenabê Heq, di wan weqtan de, ji awayekî ve, îbadên xwe vedixwîne îbadetê. Yan na ew nimêj, ne ji bo vebûna Xusûfa heyvê û Kusûfa rojê ye. Jixwe bi hesabê muneccim û astrolog û stêrnasan, girtina heyv û rojê çiqas dê dewam bike û kengê dê vebe, belî ye.

   Eynî mîna wê, bêbaranî jî, weqtê Nimêja Baranê ye. Îca dema ku hin bela dest bi îstîlayê dikin û hin tiştên muzir dest bi nerehetkirin û acizkirina mewcûdan dikin, dîsa dema hin weqtên xusûsî yên hin duayan in ku di wan weqtan de mirov, bi neçarî û kêmqewetiya xwe dihese, ji xwe fam dike; bi duayê, bi niyazê radibe xwe dipenêhe dergayê Qadirê Mutleq. Heke dua zaf bên kirin; lê belê dîsa jî bela defi' nebin, divê neye gotin ku "Dua qebûl nebû." Belkî divê bête gotin ku "Weqtê duayê, nehat qezakirin." Heke Cenabê Heq, bi fezl û kerema xwe, belayê ji holê rake, "nûrun 'ela nûr"; wê gavê, weqtê duayê diqede, qezaya wê tê cî.

   Nexwe dua, sirrekî ubûdiyetê ye. Ubûdiyet ku heye, divê bi awayekî xalis lîwechîllah be. Divê ku mirov bêçaretiya xwe îzhar bike û bi duayê, xwe bipenêhe Wî; divê ku mirov têkilî Rubûbiyeta Wî nebe. Divê tedbîr, li hêviya Wî bête hiştin, îtîmad bi hîkmetê Wî were kirin û divê ku Rehmeta Wî neye îttîhamkirin.

   Belê, bi beyana wan ayetên beyyînî sabit e çawa ku hemû mewcûdat, her yek ji wan, bi tesbîheke xwe ya mexsûsî û bi îbadetekî xusûsî û bi secdeyeke xas diçin secdeyê û wisa jî, di rastî û heqîqeta halê xwe de, ev ji hemû kaînatê, ber bi dergayê Îlahî ve duayek e ku diçe. Yan bi zimanê îstîdatê ye. (Mîna temamê wan duayên nebatat û heywanan e ku her yek ji wan, bi zimanê îstîdat û behreya xwe, ji Feyyazê Mutleq, sûretekî/teşeyekî dixwaze û eyînedariyekê dixwaze ku bibe mezherê navên Wî.) Yan jî, bi zimanê wan îhtiyacên fitrî ye. (Hemû xwedîjiyan, ji bo wan ihtiyacên xwe yên zerûrî ku qeweta wan nagihîjê, dua dikin û her yek ji wan, bi zimanê wan ihtiyacên xwe yên fitrî, hin daxwazên ku di hukmê riziq de ne, ji bo berdewamiya jiyana xwe, ji Cewwadê Mutleq dixwazin.) Yan jî, duayeke bi zimanê izdirarî/neçarî û mecbûrî ye ku (her xwedîruhê ku bêçare maye, bi îltîcayeke qet'î dua dike, xwe dipenêhe Hamiyekî xwe yê mechul, belkî berê xwe dide aliyê Rebbê xwe yê Rehîm.) Ev her sê cûre dua, gava bendek/kelemek li pêşiya wan tune be, daîma meqbûl in. Cureyê çaran ê duayê ye ku ew jî, -ya herî navdar e û- duaya me ye. Ev jî du cûre ne:

   Yek jê, fiîlî û halî ye.

   Ya dî jî, qelbî û qalî ye.

   Mesela: Teşebbuskirina li sebeban, duayeke fiîlî ye. Îca lihevkomkirina sebeban, ne ji bo îcadkirina musebbeb e; belkî, mirov dikeve wê weziyeta ku Xwedê pê razî bibe; da ku mirov, bi zimanê halê xwe, musebbeb, ji Cenabê Heq bixwaze. Hetta cotkirina erdan, ew e ku mirov, li deriyê wê xezîneya rehmetê dide. Ev cûre duayên fiîlî, ji ber ku berê [çavê] wan, li nav û unwanên wî Cewwadê Mutleq dinihêrin, piraniya caran, dibin mezherê qebûlê.

   Qismê duduyan, duakirina bi ziman e, duakirina bi dil e û ew cûre xwestina wan daxwazan e ku destê mirovan nagihîje wan. Aliyê herî girîng ê vê û amanca wê ya herî xweşik û meyweya wê ya herî şîrîn ev e: Mirovê ku dua dike, fam dike ku Yek heye, xatireyên dilê wî, diçin digihîjin Wî, destê Wî digihîje her tiştî û dikare her daxwaza ber dilê wî bîne cî, Ew bi xwe, li wê kêmqewetiya wî merhemet dike, hawar û mededê ji feqîriya wî re dişîne.

   Ha, hey mirovê kêmqewet ê bêtaqet û hey beşerê feqîr! Wesîleyeke mîna duayê ku mifteha xezîneya rehmetê ye û medarê qeweteke naqede ye, ji destê xwe bermede, bi her du destan, xwe hişk pê ve bigre, derkeve alayê îllîyîn ê însaniyetê. Mîna sultanekî, rabe, temamê wan duayên kaînatê bigre, bixe nava duaya xwe; mîna ebdekî kullî û wekîlekî giştî û mîna nûnerekî giştî/umûmî, bibêje  ﺍِﻳَّﺎﻙَ ﻧَﺴْﺘَﻌِﻴﻦُ

{Em ancax ji Te alîkariyê dixwazin. (Sûreyê Fatîhe: 5)}

û bikeve teşe û awayekî xweşik û ehsenê teqwîm ê kaînatê.

  * * *   

  BEŞA DUDUYAN 

   ["Ji Pênc Nukte"yên ku behsa sebebên seadet û şeqaweta mirovan dikin pêk tê.

   Mirov, di ehsenê teqwîm de hatiye xuluqandin û ji ber ku îstîdateke gelek cami' jê re hatiye dayîn û li meydaneke îmtîhanê ya wisa hatiye avêtin ku dikare derkeve wan meqamat, meratîb û dereceyên bilind an jî, dikare berejêr dakeve binê wan derekatên ku ji esfelê safilîn heta bi elayê îllîyîn; ji ferşê heta bi erşê; ji zerreyê heta bi şemsê hatine rêzkirin. Mirov, weke mûcîzeyeke qudretê û netîceyeke xulqiyetê û ecûbiyeke sen'etê hatiye şandin vê dunyayê û du rê, li ber mirovan hatine vekirin ku ev rêyên ha, diçin suqût an jî suûdeke bêdawî. Va ye, em dê sirrê vê tereqqî û tedenniya bidehşet a mirovan, di "Pênc Nukte"yan de beyan bikin.

   NUKTEYA PÊŞÎ: 

   Mirov, muhtacê piraniya wan cûreyên kaînatê ye û bi wan re eleqedar e. Pêdivî û îhtiyacên mirov, li her aliyê alemê belav bûne; daxwazên mirov, gihîştine heta ebedê. Çawa ku mirov kulîlkekê dixwaze, biharekê jî bi tevî temamê heybeta wê, dixwaze. Çawa ku dilê mirov diçe baxçeyekî, wisan, daxwaza wê Cenneta ebedî jî dike. Çawa ku dilxwazê dîtina dostekî xwe ye, dilxwazê dîtina wî Cemîlê Zulcelal e jî. Çawa ku ji bo ziyaretkirina dostekî xwe yê ku li menzîleke dî dimîne, wisan jî, dilê wî dixwaze û muhtac e ku deriyê wê menzîlê veke wisan jî, ji bo ziyaretkirina wan ehbabên xwe yên ku ji sedî not û nehê wan, koçî berzexê kirine û ji bo ku ji veqetîna ebedî xelas bibe, muhtac e ku xwe bipenêhe dergayê Qedîrekî Mutleq ê ku Ew bi xwe, dê deriyê vê dunyaya qerase bigre û dê wî deriyê axretê ku mehşera tiştên ecêb e veke û dê dunyayê rake û li şûna wê, dê axretê damezrîne û dayne.

   Ha di vê rewşê de, tenê ew Qedîrekî Zulcelal, Rehîmekî Zulcemal, Hekîmekî Zulkemal e ku dezgîna her tiştî di destê wî de ye, xezîneya her tiştî li cem wî ye, li ba her tiştî nazir e, li her mekanî hazir e, ji cî û mekanan munezzeh e, ji kêmqewetî û neçariyê jî pak û berî ye, ji qusûran muqeddes e û dûrî kêmasî û noqsanan e, ji mirovan re bibe Mabûdê heqîqî. Çunkî, yê ku dikare wan hacetên bêdawî yên mirovan îfa bike, ancax Ew e ku xwedî qudreteke bênîhayet û ilmekî muhît e. Nexwe, yê ku layiqî mabûdiyê ye, tenê Ew e.

   Ha hey însan! Heke tu tenê ji Wî re bibî ebd, tu dê mewqiyekî wisan bi dest bixî ku raserî temamê mexlûqan e. Gava ku tu, berê xwe ji ubûdiyetê badî, îca tu dê ji wan mexlûqên neçar û bêqewet re bibî ebdekî/e zelîl. Îca heke tu pişta xwe bispêrî enaniyet û îqtîdara xwe û heke tu, bi wan ewle bibî û dest ji tewekkul û duayê berdî û [bi ser de jî] bikevî quretîyê û avegerî dawayê bibî, wê weqtê, di hêla qencî û îcadê de, tu dê dakevî dereceya rabinîya moz û morî û tu dê wisa bibî ku ji pîrepind û mêşê jî, zeîftir bikevî. Îca ji hêla şer û texrîbê ve, tu dê ji çiyayan girantir; ji webayê bizerartir bibî.    

   Ha, lo mirovo! Lê mirovê! Bi te re, du alî hene. Yek jê, aliyê îcad, wucûd, xêr, musbet û fiîlê ye. Aliyê dî jî, aliyê texrîb, hedimîn, 'edem, şer, neyînî û înfîalê ye.

   Di hêla wî aliyê pêşî de tu, ji mozê û ji çivîka nava malan berjêrtir; ji mêş û pîrepîrê qelstir î. Di hêla wî aliyê duduyan de tu, ji çiya, erd û esmanan derbas dibî. Wî barê ku çiya, erd û esmanan newêribûn xwe bidaya ber hilgirtina wî û li hember wî barî vekişiyan û wan, kêmqewetiya xwe diyar kir, tu wî barî radikî û hildigrî. Tu, daîreyeke wisan didî ber xwe ku ji ya wan berfirehtir û mezintir e. Çunkî dema ku tu qencî û îcadê bikî, tenê li gor nîsbeta xwe, li gor wê dereceya ku destê te digihîjê û li gor wê mertebeya ku qeweta te têr dike, tu qencî û îcadê dikî. Lê belê gava tu nebaşî û texrîbê bikî, ew nebaşiya te, dikeve rewşa êrîşkariyê; texrîba te jî, întîşar dike û ciyekî gelek zêde digre ber xwe.    Mesela, kufur, nebaşîyek e, texrîbek e, ne-tesdîqkirinek e. Feqet ew tek guneh, heqaretkirina li hemû kaînatê û piçûkxistina temamê wan Esmayê Îlahî û rezîlkirina mirovahiyê gişt, di xwe de dihewîne. Çunkî, meqamekî bilind û wezîfeyeke girîng a van mewcûdan heye. Lewre ew ku hene, nameyên Rebbanî, merayayê Subhanî û memûrên Îlahî ne. Îca kufur, gava ku wan ji wî meqamê eynedarî, wezîfedarî û watedariyê dadixîne xwarê û dike ku ew dakevin wê derekeya beredayîtî û pêlîstokiya tesadufê û wan dadixîne wê mertebeya bêehemmiyet, bêqîmet û hîçiyê û wan dadixîne maddeyên fanî û beredayî ku bi texrîba zewal û fîraqê, zû xera dibin, diguherin û wisan jî, wan neqiş, cîlwe û cemalên Esmayê Îlahî ku li ser temamê kaînatê û di eynikên mewcûdan de dixuyên, înkar û tezyîf dike. Bi ser de jî, [bi vê jî nasekine] îca wî xwediyê wê mertebeya xîlafeta erdê ku jê re mirovahî tê gotin û temamê cîlweyên wan Esmayê Qudsî yên Îlahî, bi awayekî xweşik îlan dike û qesîdeyeke manzûm a hîkmetê ye. û mûcîzeyeke qudretê ya bahîrî ku mîna ye dendikeke cami' û wan cîhazên dara baqî, di xwe de digre. û gava ku wê mirovahiyê, ew emanetê kubra da ser milê xwe, ji erd, esman û çiya rasertir/bilindtir bû û li hember milyaketan jî, bi ser ket; lê belê, îca kufur, radibe ha vê mezinahiyê, davêje derekeyeke wisan ku ji heywanekî herî zelîl ê fanîyê zaîl, zelîltir, zeîftir, neçartir û feqîrtir dibe û wê, dadixîne derekeya lewheyeke adî û beredayî ku bê wate ye, di nav geremolê de ye, zû xera dibe û dirize.

   Elhasil: 

   Nefsa emmare, ji hêla texrîb û şer ve, dikare bêhed û bêhesab cînayetan bike. Lê belê, qewet û îqtîdara wê, di îcad û xêrê de, gelek hindik û cuz-î ye. Belê, di yek rojekê de xaniyekî xera dike; di sed rojî de nikare ava bike. Îca gava dest ji enaniyetê berde, xêr û wucûdê, ji tewfîqa Îlahî bixwaze, ji şer û texrîbê biqere û êdî îtîmada xwe nede ser nefsê û bi ser de jî îstîxfar bike û bibe ebdekî/e baş, wê weqtê, dibe mezherê vî sirrê

 ﻳُﺒَﺪِّﻝُ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺳَﻴِّﺌَﺎﺗِﻬِﻢْ ﺣَﺴَﻨَﺎﺕٍ

{Xwedê, wan guneyên wan, werdigerîne qenciyan. ( Sûreyê Furqan: 70)}

   Ew qabiliyeta bênîhayet a şer ku bi wî/wê re heye, werdigere qabiliyeta bêdawî ya xêrê; qîmeta "Ehsenê Teqwîm" ji xwe re digre, derdikeve 'elayê îllîyîn.

   Eve, hey mirovê xafil! [hey mirova xafil!] Binihêre, li fezl û kerema Cenabê Heq. Digel ku edalet e gava ku guneh yek be, hezar bête nivîsandin, xêr jî yek bête nivîsandin an jî, qet neye nivîsandin, dîsa jî Cenabê Heq, yek guneyekî yek dinivisîne; yek xêrekê jî, deh, carcaran heftê, yekcaran jî heft sed; hetta carinan heft hezarî dinivisîne.

   Îca ji vê nukteyê fam bike ku ketina wê Cehennemê, cezayê 'emel e; edalet bi xwe ye; lê belê ketina Cennetê, fezl bi xwe ye.

   NUKTEYA DUDUYAN: 

   Di mirovan de, du alî hene: Yek jê, di aliyê enaniyet û ez-ezîtiyê de, li jiyana vê dunyayê dinihêre. Aliyê dî, di hêla ubûdiyetê de, li heyata ebedî dinihêre.

   Ji aliyê xwe yê pêşî ve, mirov mexlûqekî wisan bêçare ye ku sermiyanê/sermayeya wî, ji vîn û îradeyê, tenê bi qasî yek tayekî mû, cuz-eke ji cuz-ê îradeyê ye; îca ji îqtîdarê, kesb û kirineke qels e û ji jiyanê, şû'leyek e ku zû ditefe û ji imir, muddetokek e ku zû dibihure, ji mewcûdiyetê, cismekî pîçûk e ku zû dipete. Tevî wê rewşa xwe, weke ferdekî nazik û zeîf, di nav wan ferdên bêhesab ên celebên bêhed ên ku li kaînatê hatine raxistin de, cî girtiye.

   Ji aliyê duduyan ve, nemaze ji hêla wê neçarî û feqîriya ku berê wan li ubûdiyetê ye ve, xwedî ber û firehiyeke gelek mezin e, girîngiyeke wî ya gelek mezin heye. Çunkî, Fatirê Hekîm, neçariyeke mezin a bêdawî, feqîriyeke cesîm a bêhed, di mahiyeta manewî ya mirov de bi cî kiriye. Da ku ji tecelliyên bêhed ên zatekî ku Qedîrekî Rehîm e û qudreta Wî bêdawî ye û Xeniyyekî Kerîm e û xinaya Wî bê nîhayet e re bibe eynikeke berfireh û cami'.

   Erê, mirov, dişibe dendikekê. Çawa ku ji qudretê, cîhazên manewî û girîng; ji qederê jî, bernameya narîn û hêja jê re hatiye dayîn; da ku di bin axê de bixebite, ji wê alema teng derkeve, bigihîje wê alema fireh a hewayê û bi zimanê îstîdata xwe, ji Xaliqê xwe bixwaze ku bibe dareke mezin û bigihîje kemaleke layiqî xwe bibîne. Îca heke ew dendik, ji ber mîzaca xwe ya xerab, rabe wan cîhazên manewî ku jê re hatine dayîn, di bin axê de, ji bo cezbkirina hin maddeyên muzir serf bike, di wî ciyê teng de, di demeke kurt de, dê beredayî birize û xera bibe, biqete here. Lê belê gava ew dendik, wan cîhazên xwe yên manewî, bi sirrê  ﻓَﺎﻟِﻖُ ﺍﻟْﺤَﺐِّ ﻭَﺍﻟﻨَّﻮَﻯ

{Xwedayê ku tene û dendikê difeliqîne. (Sûreyê En'em: 95)}

li fermana tekwînî guhdarî bike, bi awayekî baş bi kar bîne, dê ji wê alema teng derkeve û dê bibe dareke meywedar û bi vî awayî, ew heqîqeta wê ya cuz-î ya piçûçok û ew ruhê wê yê manewî, dê sûretê heqîqeteke kullî ya mezin bigre.

   Ha eynî mîna wê, ji qudretê, cîhazên girîng; ji qederê jî bernameyên biqîmet, emanetî mahiyeta mirov hatine kirin. Heke mirov, li vê alema erdê, di bin axa jiyana dunyayî de rabe; wan cîhazên xwe yên manewî, ji hewesên nefsê re serf bike, mîna wê dendika ku dirize, ji bo lezzeteke cuz-î, di imrekî kurt de, li ciyekî teng û di rewşeke diltengî de, dê birize û ji hev belav bibe; îca bi ser de jî, ew mesûliyet û berpirsiyariya manewî, dê li ruhê wî/wê yê bextreş bête barkirin û dê ji vê dunyayê koç bike biçe. Lê gava ku wê dendika îstîdatê, bi ava Îslamiyetê, bi tîrêjên îmanê, di bin axa ubûdiyetê de terbiye bike û li gor fermanên Quranî tevbigere û berê wan cîhazên xwe yên manewî bide aliyê amancên wan ên heqîqî, helbet dê bibe dendikeke cami' a dareka baqî ku cîhazên heqîqeteke daîmî di xwe de dihewîne û wisan dibe ku li alema mîsal û berzexê, dê şax û gulî bide û li alema axret û li Cennetê, dê bibe medarê kemilîn û nîmetên bêhed û dê bibe medarê makîneyeke ronakdar û ronîdar û dê bibe meyweyeke mubarek û munewwer a dara vê kaînatê.

   Erê, pêşveçûn û tereqqiya heqîqî ew e ku mirov, berê rûyê wan quwweyên dil, raz, ruh, aqil hetta xeyal û quwweyên dî ku ji mirovan re hatine dayîn, bide aliyê heyata ebedî û her yekî ji wan quwweyan, bi wezîfeyeke xusûsî ya ubûdiyetê ku layiqî wan e, bide meşxulkirin. Îca li gor zenna ehlê dalaletê, tereqqî ew e ku mirov, ji bo ku bikeve hemû kitekiteyên vê jiyana dunyayî û her cûre zewqan tehm bike û hetta ji bo ku li wan zewqên herî suflî/sefîl bitamije, rabe hemû letîfeyên xwe, hetta dil û aqilê xwe, ji nefsa emmare re bike kole û bende û bixe bin alîkariya wê. Çi heye ku ev, ne tereqqî ye; belkî berejêr daketin bi xwe ye. Min di bûyereke xeyalî de, bi temsîlekê, ev heqîqet wiha dît:

   Ez dikevim bajarekî mezin. Dinihêrim ku li wî bajarî, serayên mezin hene. Ez bala xwe didim ser deriyê hin serayan, cazîbedarî û balkêşiyeke wisan şên a kêfxweşiyê heye ku mîna şanoyeke ronak, bala mirovan dikşîne ser xwe û dilê her kesî xweş dike. Ez baş bala xwe didimê ku efendiyê wê serayê, hatiye ber derî, bi segê ber derî re dilîze û bi kuçikê re alîkarî dike ku bilîze. Xanimên wê derê, bi ciwanên biyanî re sohbetên şîrîn dikin. Keçên xama/gihayî jî, lîstikên zarokan, bi keys dikin. Îca dergevan bi xwe jî, xwe li helwesta aktorekî wisan daniye ku ji wan re fermandariyê dike. Wê gavê min fam kir ku hundirê wê seraya qerase, veng û vala ye; wezîfeyên nazik jî, hatine terkkirin. Ser û sincê wan, exlaqê wan, berejêr bi serserkî hêla bûye ku li ber derî, wiha ketine vê rewşê.

   Peyre ez derbas bûm; rastî serayeke dî ya mezin hatim. Min dît ku segekî wefadar, li ber derî xwe dirêj kiriye û dergevanekî qebe, sert û sakin heye û rewşeke çilmisokî dixuye. Min mereq kir: Çima ew wisa ye û ev wiha ye? Ketim hundir û min bala xwe dayê ku hundirê wê, xweş e tije kêf û şahî ye. Daîre bi ser daîreyan re hene û ehlê serayê, bi wezîfe û peywirên cihê cihê yên nazik re, meşxûl in. Ew mirovên li daîreya yekê, li îdare û tedbîra serayê mêze dikin. Li daîreya raserî wê, qîz û zarok, dersê dixwînin. Li daîreya ser wê jî, xanim in, bi hunerên gelek letîf û henûn re, bi neqşên xweşik re bilî dibin. Li ciyê herî jor, efendî, bi padîşahî re muxebere dike, hevagahdariyê dike û ji bo temînkirina îstreheta gel û ji bo tereqqî û kemilîna xwe, bi wan wezîfeyên bala ku xasî bi wî ne, têkildar e. Ji ber ku ez ji wan ve nedihatim xuyakirin, wan negot "Qedexe ye!" û ji min hat ku ez ji xwe re tê de bigerim. Peyre derketim, min bala xwe dayê, li her aliyê wî bajarî, du qisim ji van serayan hene. Min pirs kir; wan got:

   "Ew serayên ku kêf û şahî li ber deriyê wan heye û hundirê wan veng û vala bûn, yên wan giregir û xuyaniyên kafiran û ehlê dalaletê ne. Yên dî, serayên wan mezinên binamûs ên Muslumanan in." Îca ez li quncikekî, rastî serayekê hatim. Min li ser wê, navê "Seîd" dît. Min mereq kir, min hêj zêdetir bala xwe dayê, ji min re wisan hat, mîna ku sûretê min li serê be. Ji ber ecêbgirtineke mezin, ez qêriyam û bi ser hiş û hemdê xwe ve hatim.

   Eve ez dê wê bûyera xeyalî, ji te re şîrove bikim. Xwedê teala xêr bike. Ha ew bajar, jiyana civakî ya mirovahiyê û bajarê şaristanî yê mirovahiyê ye. Her yek ji wan serayan, mirovek e. Ehlê wê serayê, letîfeyên mîna çav, guh, dil, raz, ruh û aqil û tiştên mîna nefs, hewa, quwweya şehwetê û quwweya xezebê ne ku di mirovan de hene. Di her yek mirovekî/ê de, ji her yek letîfeyekî re, wezîfeyên cihê cihê yên ubûdiyetê hene; elem û lezzetên wan ên cihê cihê hene. Nefs û hewa, quwweya şehwetê û quwweya xezebê, di hukmê dergevanek û segekî de ne. Eve gava mirov wan letîfeyên mezin û bala, bixe bin emrê nefs û hewayê û wezîfeyên wan ên eslî, bi wan bide jibîrakirin, helbet ev, berejêrdaketin bi xwe ye; ne pêşveçûn e. Îca wan aliyên dî, tu dikarî tabîr bikî.

   NUKTEYA SISÊYAN: 

   Mirov, ji hêla fiîl û 'emelan ve û bi aliyê îtîbara xebata fiîlî, heywanekî zeîf û mexlûqekî neçar e. Daîreya îdarekirinên mirov û malikiyeta wî ya ji wê hêlê ve wisan teng e, heke destê xwe dirêj bike, dikare bigihîjê. Hetta her yek ji wan heywanên kedî û ehlî ku wan, dezgînên xwe dane destê mirovan, ji wê qelsî, neçarî û zexeliya wan, hinek pay û hîsse girtine ku dema ew bi emsalên xwe yên kovî re tên qiyaskirin, ferqeke mezin di navbera wan de dixuyê. Mîna bizina kedî û pezkûvî; gayê ehlî û gakûvî..

   Lê belê ew mirov, ji aliyê înfîal, qebûl, dua û sualê ve, li vê xana dunyayê, rêwiyekî/e ezîz e. Îca bûye mêvanê Kerîmekî wisan ku Wî, xezîneyên bêserî û bêbinî yên rehmetê jê re vekirine û Wî ew mesnû û xîzmetkarên bedî' ên bêhed jê re musexxer kirine. Bi ser de jî, ji bo ger û geşt, temaşe û îstîfadeya wî, daîreyeke wisan mezin vekiriye û amade kiriye ku nîveçapê wê daîreyê, ango ji navendê heta xetta tixûbê, bi qasî ku çav dibîne û dibire, hetta belkî bi qasî wî ciyê ku xeyal diçê, fireh e û dirêj e.

   Ha, heke mirov bi enaniyeta xwe ewle bibe û jiyana dunyayê, ji xwe re bike amanca xeyalê û di nav derdê debarê de, ji bo hin lezzetên demborî bixebite, mirov, di hundirê daîreyeke gelek teng de difetise, diçe. Ew cîhaz, alet û letîfeyên ku jê re hatine dayîn, hemû gilî, gazin û şikayet ji wî dikin û li meydana heşrê jî, li dijî wî/wê, dê şahidiyê bikin û li hember wî/ê, dê bibin dawedar. Lê belê gava [mirov] xwe mêvan bizanibe, sermayeya imrê xwe, di daîreya îzna wî Zatê Kerîm ê ku ew mêvanê Wî ne de serf bike, wê çaxê dê di nav daîreyeke wisan fireh de, ji bo jiyaneke dirêj a ebedî û xweşik, bixebite û teneffus bike û îstrehet bike; bi ser de jî dikare derkeve hetta alayê îllîyîn. Îca temamê wan cîhaz û aletên ku ji mirovan re hatine dayîn jî, bi awayekî ku jê memnûn bin, li axretê, bi dilekî xweş, ji bo xêra wî/wê, dê şahidî bikin.

   Belê, ew hemû cîhazên ecêb ku ji mirovan re hatine dayîn, ne ji bo vê jiyana bêqîmet a dunyayê ne; belkî ji bo jiyanake gelek girîng a baqî hatine dayîn. Çunkî dema em mirovan [ji van aliyan ve] bidin ber heywanan, em dibînin ku mirov, ji aliyê cîhazat û aletan ve gelek zêde zengîn e, bi qasî sed dereceyî ji heywanan, zêdetir û hêjatir e. Lê belê di hêla wan lezzetên dunyayî û jiyana xwe ya heywanî de, sed dereceyî berejêr dadikeve. Çunkî di her lezzeta ku tehm dike de, rêç û şopa hezar elemî heye. Elemên zemanê berê û ew tirs û fikarên zemanê bê û elema zewala her yek lezzetekê jî, xêr di zewqên wî/wê de nahêle, xera dike û dike ku şop û şûna eleman di wan lezzetan de çê bibe. Îca heywan ku heye, ne wisan e; lezzeteke bêelem tehm dike, zewqeke bêkeder ji wan digre. Ne ew elemên zemanê berê wî tehl dikin, ne jî ew tirs û fikarên zemanê bê, wî hildiveciniqînin; bi rehetî dijî, vedikeve, ji Xaliqê xwe re şukur dike.

   Nexwe, ev mirovê/a ku di sûretê ehsenê teqwîm de hatiye xuluqandin, gava ku hemû giraniya xwe bide ser jiyana dunyayî, tevî ku sed derece ji aliyê sermiyanê xwe ve ji heywanan zêde ye jî, sed derece ji heywaneke mîna çivîka beytik, rabintir û rajêrtir dikeve. Di ciyekî dî de, min ev heqîqet, bi temsîlekê beyan kiribû. Munasebet hat, dîsa ez wê temsîlê dubare/carî dikim:   

   Zilamek, deh zêran dide xulamekî xwe û lê ferman dike: "Ji qumaşekî xusûsî, qatek/bedlekî cil ji xwe re bide dirûtin/girêdan." Îca hezar zêrî jî dide xulamekî xwe yê dî û pûsûlayekê -ku hin tişt li serê nivîsandî ne- dixe berîka wî û dişîne ciyekî bazarê. Xulamê pêşî, bi deh zêran, ji qumaşekî herî baş, kincekî gelek xweş dikire. Lê belê xulamê duduyan, dînîtî dike, li xulamê pêşî dinihêre, bala xwe nade ser wê "pûsûlaya hesab"ê ku wî mirovî kiribû berîka wî û rasterast diçe, hezar zêrî dide dikandarekî û qatek kinc jê dixwaze. Ew dikandarê bêînsaf jî, ji qumaşê herî qelp û sexte, qatekî kinc dide wî. Ev xulamê beredayî, tê huzûra mîrê xwe û tedîbeke şedîd dibîne û ezabekî bidehşet dikşîne.

   Eve çi kesê ku şuûreke wî ya besît jî hebe, fam dike, ew hezar zêrê ku ji wî xulamê duduyan re hatibû dayîn, ne ji bo kirîna yek qatekî cil e; belkî ji bo bazirganiyeke girîng e. Eynî mîna wê, ew cîhazên manewî û letîfeyên însanî ku ji mirovan re hatine dayîn û jixwe her yek ji wan, li ber heywanan, sed derece berfireh û bergehdarî bûne. Mesela, ev çavê mirov ku hay û bala wî ji hemû mertebeyên xweşikiyê heye, ev seheka li ser ziman ku tehmên teaman û hemû cûre zewq û tehmên xusûsî yên teaman ji hev derdixe û ev aqilê mirov ku dikare nufûzî temamê wan narîniyên heqîqetan bike û ew dilê mirov ku muştaqê hemû cûre kemilînan e û ew cîhazên din ên mirov ên mîna van li kû; ew haletên heywanan ku gelek zêde besît in û tenê du dereceyan/mertebeyan înkîşaf kirine li kû? Tiştê ku heye, tenê evqas ferq heye: Heywan, di karekî xwe yê, xasî bi xwe de, -cîhazekî xusûsî bi heywanan re heye ku xasê bi wan bi xwe ye- zêde xurt û zexm e. Çi heye ku ew pêşveçûn û xurtbûn jî, xusûsî ye.

   Dewlemendiya mirov a ji aliyê cîhazan ve, ji ber vê razê ye: Ji ber sedemê ku aqil û fikrê, hasse, sehek û hestên mirovan, gelek bi pêş ve çûne û berfireh bûne. Îca ji ber xatirê zafbûna îhtiyacan, di mirovan de, hest û sehekên gelek cûre bi cûre peyde bûne. Hem hessasiyeta mirov, bûye gelek cûre bi cûre û ji ber sedemê wê cami'iyeta mirov a fitrî, bûye medarê wan daxwazên ku berê wan, li gelek amancan e û ji ber xatirê ku gelek zêde wezîfeyên mirov ên fitrî hene, ew alet û cîhazat jî, zêde zêde gur û geş û berfireh bûne. Bi ser de jî, bela ku di wê fitreta qabiliyeta mirov de, bi awayekî ku ji hemû cûreyên îbadetan re îstîdat û qabiliyet hebe hatiye xuluqandin, îstîdat, behre û qabiliyeteke wisan ji mirovan re hatiye dayîn ku tovên temamê kemilînan di xwe de dihewîne.

   Ha, ev çend dewlemendiya ji aliyê cîhazan ve û evqas zêdehiya ji aliyê sermeyeyê ve, helbet ji bo bidestxistina vê jiyana negirîng û demborî ya vê dunyayê nehatiye dayîn. Belkî wezîfeya eslî ya mirovekî/miroveke wiha ew e ku wan wezîfeyên xwe yên ku berê wan li meqsed û amancên bêdawî ne bîne cî; wê neçarî, feqîrî û wan qusûrên xwe, di sûretê ubûdiyetê de îlan bike û bi nezer û çavê xwe yê kullî, li wan tesbîhên mewcûdan muşahede bike, wan bibîne û ji wan re şahidî bike û di nav nîmetan de, bibîne ku meded û gaziya Rehmanî, bi çi awayî tê hawar û gaziyê û şukur bike û bal û dêhna xwe bide wan mûcîzeyên qudreta Rebbanî ku li ser mesnû'an in temaşe bike û bi çavê îbretê li ser wan tefekkur bike.

   Hey mirovê/mirova dunyaperest ê/a ku evîndarê heyata dunyayê ye û ji sirrê Ehsenê Teqwîm xafil e! Seîdê Berê, heqîqet û rastiya vê heyata dunyayî, di bûyereke xeyalî de dîtiye. Li vê bûyera xeyalî ya ku wê, Seîdê Berê wergerandiye Seîdê Nû, guhdarî bike:    Min dît ku ez rêwîyek im, dikevim rêyeke dirêj; ango ez têm şandin. Wî zatê ku mezinê min e, ji wan şêst zêrên ku ji min re veqetandibû, hino hino miqdarek pere dida min. Min jî ew xerc kir û ez hatim xaneke gelek bikêf û şahî. Li wê xanê, di yek şevekê de, min deh zêr, da qumar-mumar û kêfxweşiyê û min di rêya şohretperestiyê de serf kir. Serê sibehê, di destê min de pere hîç nema; ji min nehat ku ez bazirganiyekê bikim û ji bo ciyê ku ez diçimê, min nekarî ku ez tu malekî jî bikirim. Ji wî pereyê çûyî, di destê min de, tenê elem, guneh û tenê ew kul û birîn û kederên ku ji rûyê wan kêfxweşiyan dihatin serê min mabûn. Dema ez di wê rewşa hezîn de bûm, ji nişka ve mirovek li wê derê derket hafa min. Ji min re got: "Te bi temamî, hemû sermiyanê xwe wenda kir. Te xwe kir musteheqê şîmaqê. Tu dê destvala, bi awayekî îflaskirî biçî wî ciyê ku tu diçêy. Lê belê heke aqilê te hebe, deriyê tewbeyê vekirî ye. Ji niha bi şûn de, panzdeh tene ji wan zêrên mayî ku ji te re dê bêtin dayîn, her ku ketin destê te, nîvê wan, bi hendazeyî û îhtiyatî muhefeze bike. Ango hin tişt, li wî ciyê ku tu diçêy, dê ji te re lazim bibin, bi wan zêran, wan tiştan ji xwe re bikire." Min bala xwe dayê ku nefsa min qîma xwe pê naêne. Wî mirovî got: "Ji sisêyan yekê." Çi heye ku nefsa min, îtaet bi wê jî nekir. Peyre got: "Ji çaran yekê." Min nihêrt ku nefsa min, nikare terka wî edetê xwe yê ku bûye mubtelayê wê bike. Wî mirovî, bi awayekî gelek hêrsbûyî berê xwe bada û çû. Ji nişka ve ew rewş guherî. Min mêze kir ku ez di trêneke wisan de me, mîna ku di tunelekê de be û bi awayekî zû, berejêr dadikeve. Ez ketim fikaran. Çi heye ku tu çare tuneye ku mirov bi aliyekî ve bireve. Ez qilqilîm. Li her du aliyên wê trênê, gelek kulîlkên balkêş û meyweyên bilezzet ên xerîb xuya dikirin. Min jî, mîna wan xişîm û ecemiyên bêaqil, li wan nihêrt û min destê xwe ber bi wan ve dirêj kir. Min hewl da ku ez wan kulîlkan biqurêfim û wan meyweyan jê bikim bigirim. Îca ji ber ku ew kulîk û meywe, bi jehrî bûn û drî û striyên wan hebûn, gava min destê xwe bi wan dikir, di destê min de diçûn xwarê, destê min xwîn dibû. Bi çûna trênê re, destê min ji wan vediqetiya û pê re jî parçe wesle dibû. Wan, zerarekî gelek zêde giran dida min. Ji nişka ve xedemeyekî ku di trênê de bû, got:

   "Pênc qurûşan bide, ji wan kulîlk û meyweyan tu çiqas bixwazî, ez bidim te. Ji ber ku destê te xwîn dibe, li şûna pênc qurûşan, tu sed qurûşî zerar dikî. Jixwe ceza jî heye; tu nikarî bê îzîn biqurêfî."

   Di vê rewşa diltengî de demildest min serê xwe derxist û li aliyê pêş nihêrt û min got ka gelo êdî ev tunel dê kengê biqede. Min dît ku di ciyê deriyê wê tunelê de, gelek qul û bexş dixuyên. Ji wê trêna dirêj, hinekan mirov tên avêtin wan qulikan. Min qulikek li hemberî xwe dît. Li du aliyên wê, du kêlikên gorê hatibûn danîn. Min bi çavên tije mereq baş bala xwe dayê. Ez çi bibînim, min dît ku bi herfên mezin, li ser kêlikên wê gorê, navê SEÎD hatiye nivîsandin. Ji ber teessuf û heyreta xwe, min got "Heywax!". Wê gavê, ha ku min dît, dengê wî zatê ku li ber deriyê xanê şîret li min kiribû, hat min. Wî got:

   "Hişê te hat serê te gelo?"

   Min got: "Erê, hat. Çi feyde taqet û mecal bi min re nema; çare tune.."

   Wî got: "Tewbe bike, tewekkul bike."

   Min got: "Min kir!"

   Bi ser hişê xwe ve hatim. Seîdê Berê wenda bûbû. Min dît ku ez bûme Seîdê Nû.

   Eve beşek du beşan, ji wê bûyera xeyalî, -Xwedê xêr bike- ez dê şîrove bikim; aliyên wê yên dî, tu tabîr bike.

   Ew rêwîtî, rêwîtiyeke wisan e ku ji alema ruhan, ji rehma maderê, ji ciwanîyê, ji pîrûkalîyê, ji gorê, ji berzexê, ji heşrê û ji pirê derbas dibe; ber bi aliyê ebedul abadê ve diçe.    Ew şêst zêrên ku hebûn, ew şêst salên imir/temen in ku dema min ev bûyer dît, bi texmîna min ez çil û pênc salî bûm. Di destê min de senedek tuneye; lê belê, ji bo ku ez ji wî panzdeh salên mayî, nîvî jê, ji axretê re serf bikim, tilmiz û telebeyekî xas ê Qurana Hekîm, ez îrşad kirim.

   Îca ew xan ku hebû, ji bo min Stenbol bûye.

   Ew trên, dem e. Her salek, wagonek e.

   Ew tunel jî, jiyana dunyayê ye.

   Îca ew kulîlkên bistrî û meywe ku hebûn, ew lezzetên ne-meşrû û lewhiyatên ne-mehrem in ku di wê gava mulaqatê de, wextê ku min dawîhatina wan dianî bîra xwe, elema wan wisan zêde dibû û wan eleman dilê min xwînî dikir. Ji ber veqetîna ji wan, dil diqelişe. Ceza jî pê dide kişandin.

   Wî xedemeyê trênê gotibû:"Pênc qurûşan bide min, tu çiqasî ji wan bixwazî, ez dê bidim te." Şîroveya wê ev e: Ew zewq û lezzetên ku mirov, bi keda xwe ya helal, di daîreya meşrû de tehm dike û dibîne, têra kêfa mirov dike. Pêdivî bi daketina nava heramiyan nahêle. Îca wan beşên dî, tu bi xwe dikarî şîrove bikî..

   NUKTEYA ÇARAN: 

   Dirûvê mirov, di nav vê kaînatê de dide zarokekî gelek nazik û nazenîn. Di zeîfiya wî de hêzeke mezin û di neçariya wî de qudreteke mezin û muezzem heye. Çunkî bi xêra hêza wê zeîfiyê û bi saya serê wê qudreta bêçaretiyê ye ku ev mewcûdat, jê re misexxer bûne.

   Heke mirov, ji zeîfiya xwe fam bike, bi awayê qalî, halî û bi helwestî dua bike û hay ji neçariya xwe hebe û îstîmdad bike, hem dê şukura wê musexxerbûnê eda bike hem jî, dê bi awayekî wisan xweş bigihîje wan daxwazên xwe û tiştên ku ew li pey bidestxistina wan e û di amancên xwe de, dê wisan bi rehetî muweffeq bibe; îca gava ku bi hêza xwe ya şexsî hewl bide, nikare bigihîje ji dehan yekê wan meqsedan. Îca çi heye ku di hin deman de, daxwazeke wî ya bi duaya wî ya zimanê halî hasil dibe, bi xeletî, radibe dike malê qewet û îqtîdara xwe.

   Mesela, ew qeweta ku di zeîfiya wê çîçika mirîşkê de ye, dike ku mirîşk, êrîşê bibe ser şêr. Ew têjikê şêr ku nû tê dunyayê, wî şêrê cinawir ê birçî, ji xwe re musexxer dike û wî şêrî, birçî dihêle; lê xwe têr dike. Ha, qeweteke ku di zeîfiyê de ya hêjayî baldariyê ye û cilweyeke rehmetê ya şayanê temaşekirinê ye..

   Çawa zarokekî/e nazdar, bi giriyê xwe, yan bi xwestina xwe, yan bi rewşa xwe ya hezîn, digihîje daxwazên xwe û ew qewîyên hêzdar ên wisa jê re musexxer dibin ku ew, hezar qatî bi wê qewetoka xwe, nikare bigihîje yekê ji hezarî. Wisan dixuyê ku ew zeîfî û bêçariya wan zarokan, dike ku şefqet û hîmayet, ji bo wan hişyar bibe û bikeve hereketê û bi vî awayî, ew bi wê tiliya xwe ya biçûçok, qehremanan ji xwe re musexxer dikin. A niha zarokekî/e wiha, gava ku wê şefqetê mandel û înkar bike û bi awayekî ku wê hîmayetê îttîham bike, rabe bi xurûreke ehmeqî bibêje: "Ez bi hêz û qeweta xwe, van ji xwe re musexxer dikim." Helbet dê şîmaqekê bixwe.

   Eve gava ku mirov bi xwe jî, bi awayekî ku rehmeta Xaliq înkar bike û hîkmetê Wî îttîham bike, rabe wisan kufranê nîmet bike û mîna Qarûn bibêje  ﺍِﻧَّﻤَﺎ ﺍُﻭﺗِﻴﺘُﻪُ ﻋَﻠَﻰ ﻋِﻠْﻢٍ

{Sûreyê Qeses: 78}

ango "Min bi ilmê xwe, bi qeweta xwe ev qezenc kir." helbet xwe dike musteheqê wê şîmaqa ezabê. Nexwe ev selteneta însanî, ew pêşveçûnên beşerî û ew kemilînên medeniyetê ku li ber çavan e û tên dîtin, ne bi celbê çê bûne, ne bi xelebeyê/serketinê ne û ne bi têkoşînê pêk hatine; belkî ji wî re, ji ber xatirê wê zeîfiya wî hatine tesxîrkirin; ji bo xatirê naçariya wî, alîkarî pê re hatiye kirin; bi sebeb wê feqîriya wî, jê re hatiye îhsankirin, ji ber wê nezaniya wî, jê re hatiye îlhamkirin û ji bo îhtiyacê wî/wê, jê re hatiye îkramkirin. Îca sedemê wê selteneta wî jî, ne bi hêz, qewet û îqtîdara ilmî ye; belkî ew şefqet û reifeta Rebbanî; ew rehmet û hîkmetê Îlahî ye ku wan ew eşya jê re tesxîr kirine.

   Belê, mirovên ku li hember heşeretên mîna dûpişkeke bêçav û marekî bêling mexlûb dibin, ew hêza ku ji kurmikekî biçûk, pê hevrîşim dide lixwekirin û ji mêşeke bijehr hingiv pê dide xwarin, ne îqtîdara mirov e; belkî ew tesxîra Rebbanî û îkrama Rehmanî ku meyweya wê zeîfiya mirovan e.

   Hey însan! Madem heqîqet ev e, dest ji xurûr û enaniyetê berde. Li ber dergayê Ulûhiyetê, neçarî û kêmtaqetiya xwe, bi zimanê hawarxwestinê; feqîrî û pêdiviyên xwe jî, bi zarebarê, bi tezerrû û bi duayê îlan bike û nîşan bide ku tu, ebd î. Bi ser de jî, bibêje  ﺣَﺴْﺒُﻨَﺎ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﻭَﻧِﻌْﻢَ ﺍﻟْﻮَﻛِﻴﻞُ

{Xwedê besî me ye. Ew çi xweşwekîlek e. (Sûreyê Alî Imran: 173)}

û bilind bibe. Jixwe qet mebêje ku: "Ez ne tu tişt im û ka çi girîngiya min heye ku ev kaînata ha, ji aliyê Hakimekî Mutleq ve, bi awayekî qesdî ji min re bête tesxîrkirin û [peyre jî] şukreke kullî ji min bête xwestin?" Çunkî tu, her çendî ji aliyê nefs û sûretê xwe ve, di hukmê hîçiyê de yî; lê di hêla wezîfe û mertebeyê de, tu bi xwe, mîna yî temaşevanekî/e haydar û baldar ê vê kaînata biheşmet. û tu, weke zimanekî belîx û natiq ê van mexlûqên bihîkmet î. û tu ku heyî, mîna mutaleevanekî cirxweş û xwînşîrîn ê vê kitêba alemê yî. û tu, li ser van mexlûqên ku tesbîh dikin nazir û çavdêrekî/e biheyret î. û tu bi xwe, di hukmê serhosteyekî/e hurmetkar ê van mesnû'ên ku îbadet dikin de yî.

   Erê mirovo, belê mirovê! Ji aliyê cismaniyeta xwe ya nebatî ve û ji hêla nefsa xwe ya heywanî ve tu, cuz-eke sexîr, cuz-iyeke heqîr, mexlûqekî feqîr û heywanekî zeîf î ku tu, di nav wan pêlên hemû mewcûdên seyyal ên bidehşet de diçerqilî û diçî. Lê belê ji aliyê însanîbûna xwe ya ku bi terbiyeyê Îslamiyeta ku bi nûra wê îmana ku muhebbeta Îlahî di xwe de dihewîne, munewwer dibe û dikemile û di hêla ebdbûna xwe de, tu sultanek î û di nav cuz-îtiya xwe de, kullî yî; di nav piçûkiya xwe de, alemek î û di nav heqareta xwe de, tu nazir û çavdêrekî wisan î ku meqamê te gelek zêde mezin e û daîreya te ya çavdêriyê jî, zaf berfireh e. Lewre tu dikarî bibêjî ku: "Rebbê min ê Rehîm, dunya ji bo min kiriye xane. Wî ev Heyv û Roj jî, di wê xaneya min de kiriye weke lembeyekê; bihar jî kiriye mîna destegulekê û havîn jî, kiriye sofreyeke nîmetan û wî ew heywan, ji min re kiriye xîzmetkar. Îca wî ev nebat jî, kirine weke lazimatiyên xweşik xemilandî, yên wê xaneya min."

   Encama vî kelamî: Heke tu li nefs û şeytanê xwe guhdarî bikî, tu dê berejêr serserkî gêndir bibî; bikevî esfelê safîlîn. Îca heke tu li Heq û Quranê guhdarî bikî, tu dê berejor derkevî alayê îllîyîn; tu dê bibî teqwîmeke xweşik a kaînatê.

   NUKTEYA PÊNCAN: 

   Mirov, weke mêvanek û memûrekî hatiye şandin vê dunyayê û behreyên gelek girîng ji merivan re hatine dayîn. Îca li gor wan îstîdatan, wezîfe û peywirên girîng lê hatine barkirin. Bi ser de jî, ji bo ku mirov, qabiliyetên xwe, di rêya wan amancan de û li ser wan wezîfeyan bide xebitandin, bi tundî teşwîq hatine kirin û gefên bidehşet li merivan hatine xwarin. Wan esasên ubûdiyet û wezîfeya însaniyetê ku me li ciyên dî îzah û rave kirine, li vê derê em dê bi îcmalî kurt bikin; da ku sirr û raza "Ehsenê Teqwîm" bête fehmkirin.

   Piştî ku mirov tê vê kaînatê, bi du aliyan ubûdiyeta wî/wê heye: Aliyek jê, ubûdiyetek û tefekkureke wî ya di sûretê xaîbane de heye. Aliyê dî, ubûdiyetek û munacateke wî ya hazirane ya di sûretê muxetebî de heye.

   Aliyê pêşî: Ew çavdêrî û nazirî ye ku wê selteneta rubûbiyetê ku di kaînatê de tê dîtin, bi awayekî îtaetkarî tesdîq dike û bi awayekî heyretkarî, li kemalat û mehasinên wê dinihêre.

   Peyre, ew e ku wan sen'etên bedî' ên ku ji neqşên wan îsmên qudsî yên Îlahî pêk tên, nîşanî nezera hev û dî didin û ji wan re dellalî û îlankarî dikin.

   Peyre, ew e ku wan cewherên Îsmên Rebbanî ku her yek ji wan, di hukmê xezîneyeke manewî ya nepenî de ye, bi mêzîna îdrakê bikşîne, biwezinîne û bi qîmetşînasiya dil, bi awayekî teqdîrkarî qîmetê bide wan.

   Peyre ew e ku bi tefekkura heyretkarî, li ser wan rûpelên wan mewcûdên ku di hukmê nameyên wê qelema qudretê de ne tefekkur bike û li ser wan pelên erd û esman mutalee bike.

   Peyre ew e ku li van zînetên ku di mewcûdan de ne û li wan sen'etên letîf, bi awayekî îstîhsankarî temaşe bike û ji wê marîfeta Fatirê wan ê Zulcelal hez bike û hewl û îştiyaq nîşan bide; da ku bikaribe bibe mezher û derkeve huzûra Sani'ê wan ê Zulkemal û bibe mezherê îltîfata wî.

   Aliyê Duduyan: Meqamê huzûr û xîtabê ye ku ji eserê, ber bi muessir ve derbas dibe, dibîne ku: Sani'ekî Zulcelal, bi mûcîzeyên sen'etên xwe, dixwaze xwe bide naskirin, ragihandin û daxuyandin. Îca ew jî, bi îmanê, bi marîfetê, muqabele dike.    Peyre dibîne ku: Rebbekî Rehîm, dixwaze bi meyweyên xweşik ên rehmeta xwe, xwe bide hezkirin. Ew jî, bi muhebbeteke tam û bi texsîskirina te'ebbudê, xwe bi Wî dide hezkirin.

   Peyre dibîne ku: Mun'îmekî Kerîm, bi wan nîmetên lezîz ên maddî û manewî, wî perwerde dike. Ew jî, di miqabilê vê de, bi fiîl û kirinên xwe, bi rewşa xwe, bi gotina xwe, hetta ku ji destê wî/wê bête, bi temamê hasseyên xwe, bi wan cîhazên xwe şukur, hemd û sena dike.

   Peyre dibîne ku: Celîlekî Cemîl, di van eynikên mewcûdan de, kibriya, kemal, celal û cemala xwe îzhar dike û bal, dêhn û berê çavan dikşîne ser wan. Ew jî li ber wan, dibêje: "Ellahu Ekber, Subhanellah" û di nav rewşa mehwiyetê de, bi heyret û muhebbetê diçe secdeyê.

   Peyre dibîne ku: Xeniyyekî Mutleq, di nav sexaweteke/camêriyeke mutleq de, serweta xwe ya bêdawî û xezîneyên xwe yên bêdawî nîşan dide. Ew jî, li ber wê rewşê, di nav te'zîm, hurmetkarî, hemd û senayê de, bi kemala îftîqarê, sual dike û dixwaze.

   Peyre dibîne ku: Wî Fatirê Zulcelal, ser rûyê erdê, di hukmê pêşangehekê de çê kiriye. Hemû sen'etên xwe yên entîke, li wê derê radixe û teşhîr dike. Ew jî, li ber wan disekine û dibêje: "Maşellah" û bi awayekî teqdîrkarî dibêje: "Barekellah" û bi tehereke tehsînî û xweşhalî dibêje: "Subhanellah" û tevî heyretê dibêje: "Ellahu Ekber" û bi îstîhsanê muqabele dike.

   Peyre dibîne ku: Wahidekî Ehed, di vê seraya kaînatê de, bi wan sikkeyên xwe yên ku nayin teqlîdkirin û bi wan xatemên xwe yên ku mexsûsê bi Wî ne, bi wan turreyên ku munxesirê bi Wî ne, bi wan fermanên ku xasî bi Wî ne, demxeya wehdetê, li ser temamê mewcûdan dixe û wan ayetên tewhîdê, [li ser wan] neqş dike. Bi ser de jî, li eqtarê afaqa alemê, ala wehdaniyetê datîne, çik dike û rubûbiyeta xwe îlan dike. Ew jî li ber wê, bi tesdîqê, bi îmanê, bi tewhîdê, bi îz'anê, bi şehadetê/eşhedê, bi ubûdiyetê muqabele dike. Eve bi van cûre îbadet û tefekkuran, dibe mirovekî/miroveke heqîqî. Nîşan dide ku di Ehsenê Teqwîm de ye. Bi yumna îmanê, bi awayekî ku layiqî emanetê be, dibe xelîfeyekî emîn û pêbawer ê erdê.

   Hey mirovê/mirova xafil ê/a ku di ehsenê teqwîm de hatiye xuluqandin; lê belê ji rûyê vîna xwe ya xerab, ber bi aliyê esfelê safîlîn ve digêndire! Li min guhdarî bike. Min jî mîna te, bi serxweşiya ciwantiyê di nav xefletê de, ev dunya, xweş û xweşik didît; lê belê gava wê deqîqeya ku ez, di sibeha pîrekaliyê de, ji wê serxweşiya ciwantiyê hişyar bûm, ew rûçikê dunyayê ku berê wê ne li axretê bû û min zenn dikir ku xweşik e, çawan min ew dît ku çirkîn û kirêt e; lê belê îca ew rûyê heqîqî yê dunyayê ku li axretê dinihêre, çiqas xweşik e, li du lewheyên heqîqetê ku di Meqamê Duduyan ê Kelîmeya Hivdehan de hene, binihêre; tu jî bibîne:

   Lewheya Pêşî: Wê rastî û heqîqeta dunyaya wan ehlê xefletê ku zemanê berê, min jî, berî ku serxweş bibim, mîna ehlê dalaletê, bi perdeya xefletê dîtibû, teswîr dike.

   Lewheya Duduyan: Îşaretî heqîqet û rastiya wê dunyaya ehlê hîdayet û huzûrê dike. Hema berê çawan hatibû nivîsandin, min ew wisan bi wî awayî hişt. Dirûvê helbestê dide wan; lê ne helbest in.

 ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻚَ ﻻ َ ﻋِﻠْﻢَ ﻟَﻨَﺎ ﺍِﻻ َّ ﻣَﺎ ﻋَﻠَّﻤْﺘَﻨَﺎ ﺍِﻧَّﻚَ ﺍَﻧْﺖَ ﺍﻟْﻌَﻠِﻴﻢُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ

{Em te ji hemû sifetên noqsan tenzîh dikin. Ji xeynî tiştê ku te hînî me kiriye, tu ilmekî me tuneye. Bê guman tu baş bi her tiştî dizanî û xwedî hîkmetê yî. (Sûreyê Beqere:32 )}

 ﺭَﺏِّ ﺍﺷْﺮَﺡْ ﻟِﻰ ﺻَﺪْﺭِﻯ ٭ ﻭَﻳَﺴِّﺮْ ﻟِﻰ ﺍَﻣْﺮِﻯ ٭ ﻭَﺍﺣْﻠُﻞْ ﻋُﻘْﺪَﺓً ﻣِﻦْ ﻟِﺴَﺎﻧِﻰ ٭ ﻳَﻔْﻘَﻬُﻮﺍ ﻗَﻮْﻟِﻰ ٭

{Ya Rebbî, tu dilrehetî bidî min. Tu îş û karê min ji min re rehet û hêsa bikî. Tu wê lalimteyiyê ji ser zimanê min rakî. Da ku gotinên min xweş bên famkirin. (Sûreyê Taha: 25-28)}  ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺻَﻞِّ ﻭَ ﺳَﻠِّﻢْ ﻋَﻠَﻰ ﺍﻟﺬَّﺍﺕِ ﺍﻟْﻤُﺤَﻤَّﺪِﻳَّﺔِ ﺍﻟﻠَّﻄِﻴﻔَﺔِ ﺍْﻻ َﺣَﺪِﻳَّﺔِ ﺷَﻤْﺲِ ﺳَﻤَﺎﺀِ ﺍْﻻ َﺳْﺮَﺍﺭِ ﻭَ ﻣَﻈْﻬَﺮِ ﺍْﻻ َﻧْﻮَﺍﺭِ ﻭَ ﻣَﺮْﻛَﺰِ ﻣَﺪَﺍﺭِ ﺍﻟْﺠَﻼ َﻝِ ﻭَ ﻗُﻄْﺐِ ﻓَﻠَﻚِ ﺍﻟْﺠَﻤَﺎﻝِ ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺑِﺴِﺮِّﻩِ ﻟَﺪَﻳْﻚَ ﻭَ ﺑِﺴَﻴْﺮِﻩِ ﺍِﻟَﻴْﻚَ ﺍَﻣِﻦْ ﺧَﻮْﻓِﻰ ﻭَ ﺍَﻗِﻞْ ﻋُﺜْﺮَﺗِﻰ ﻭَ ﺍَﺫْﻫِﺐْ ﺣُﺰْﻧِﻰ ﻭَ ﺣِﺮْﺻِﻰ ﻭَ ﻛُﻦْ ﻟِﻰ ﻭَ ﺧُﺬْﻧِﻰ ﺍِﻟَﻴْﻚَ ﻣِﻨِّﻰ ﻭَ ﺍﺭْﺯُﻗْﻨِﻰ ﺍﻟْﻔَﻨَﺎﺀَ ﻋَﻨِّﻰ ﻭَ ﻻ َ ﺗَﺠْﻌَﻠْﻨِﻰ ﻣَﻔْﺘُﻮﻧًﺎ ﺑِﻨَﻔْﺴِﻰ ﻣَﺤْﺠُﻮﺑًﺎ ﺑِﺤِﺴِّﻰ ﻭَﺍﻛْﺸِﻒْ ﻟِﻰ ﻋَﻦْ ﻛُﻞِّ ﺳِﺮٍّ ﻣَﻜْﺘُﻮﻡٍ ﻳَﺎ ﺣَﻰُّ ﻳَﺎ ﻗَﻴُّﻮﻡُ ﻳَﺎ ﺣَﻰُّ ﻳَﺎ ﻗَﻴُّﻮﻡُ ﻳَﺎ ﺣَﻰُّ ﻳَﺎ ﻗَﻴُّﻮﻡُ ﻭَ ﺍﺭْﺣَﻤْﻨِﻰ ﻭَﺍﺭْﺣَﻢْ ﺭُﻓَﻘَﺎﺋِﻰ ﻭَ ﺍﺭْﺣَﻢْ ﺍَﻫْﻞِ ﺍْﻻ ِﻳﻤَﺎﻥِ ﻭَ ﺍﻟْﻘُﺮْﺍَﻥِ ﺍَﻣِﻴﻦَ ﻳَﺎ ﺍَﺭْﺣَﻢَ ﺍﻟﺮَّﺍﺣِﻤِﻴﻦَ ﻭَ ﻳَﺎ ﺍَﻛْﺮَﻡَ ﺍْﻻ َﻛْﺮَﻣِﻴﻦَ

{Ya Rebbî, tu selatê li wî zatê letîf ê tekane Muhemmed bikî ku ew, roja esmanê wan razên ku mensûbê ehediyeta te ne û mezherê wan nûrên te ye û ji daîreya tecelliya wê sifeta te ya Celal re navendî dike û qutbê wê daîreya tecelliya wê birca sifeta te ya Cemal e.

   Ya Rebbî, tu bidî xatirêH wê raza wî ya ku li cem te ye û tu bidî qedrê wê seyra wî ya manewî ku ber bi te ve tê, tu tirs û fikarên min, wergerînî bixwebawerî û emniyetê. Tu xetayên min kêm bikî, xem û huzn û hirsa min (ji ser min ) bibî. Tu ji min re bibî alîkar, tu min ji min bigrî û bibî sewqî rêya xwe bikî, min bigrîy ba xwe. Tu fanîtiyê ji ser min rakî û bi vî awayî min bidî riziqandin.

   Tu min nekî ji wan kesan ku bi ber bayê nefsa xwe dikevin û li gor daxwaza dilê xwe tevdigerin û ji te dûr dikevin. Tu her razên xwe yên mektûm ji min re vekî. Ya Heyyu ya Qeyyûm, Ya Heyyu ya Qeyyûm, Ya Heyyu ya Qeyyûm. Li min merhemet bike, li heval û hogirên min merhemet bike, li wan ehlê îman û Quranê merhemet bike.. Amîn, ya Rebbê min ê ku bi dereceya merhemeteke herî mezin li her tiştî merhemet dike û bi awayekî herî layiq merhemet dike, di dereceya herî bilind a lutfê de, bi awayekî tam layiq, lutf û kerem dike!}  ﻭَ ﺍَﺧِﺮُ ﺩَﻋْﻮَﻳﻬُﻢْ ﺍَﻥِ ﺍﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﺭَﺏِّ ﺍﻟْﻌَﺎﻟَﻤِﻴﻦَ

{Duayên wan, bi van peyvan diqede: "Ji ezelê heta ebedê, her cûre hemd û sena; şukur û spas û minnet, xasî bi wî Xwedayî ne ku Rebbê aleman e. (Sûreyê Yûnus: 10)}

  * * *   

  Nameya Bîstî 

 ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ

{Bi navê Xwedayê ku ji her cûre kêmahiyî berî ye.}

 ﻭَﺍِﻥْ ﻣِﻦْ ﺷَﻲْﺀٍ ﺍِﻻ َّ ﻳُﺴَﺒِّﺢُ ﺑِﺤَﻤْﺪِﻩِ

{Tu tişt tune ye ku tevî pesindana Wî, ne di tesbîhkirina Wî de be. Îsra: 44}

 ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ

{Bi navê Xwedayê ku Rehman û Rehîm e.}

 ﻻ َ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﻭَﺣْﺪَﻩُ ﻻ َ ﺷَﺮِﻳﻚَ ﻟَﻪُ ﻟَﻪُ ﺍﻟْﻤُﻠْﻚُ ﻭَ ﻟَﻪُ ﺍﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﻭَ ﻳُﻤِﻴﺖُ ﻭَ ﻫُﻮَ ﺣَﻰٌّ ﻻ َ ﻳَﻤُﻮﺕُ ﺑِﻴَﺪِﻩِ ﺍﻟْﺨَﻴْﺮُ ﻭَ ﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ ﻭَ ﺍِﻟَﻴْﻪِ ﺍﻟْﻤَﺼِﻴﺮُ

{Ji xeynî Xwedê tu îlah tune ye. Ew yek e. Şirîkê Wî tune ye. Milk, ê Wî ye. Hemd, xasê bi Wî ve ye. Yê ku heyatê jî dide û mirinê jî dixuliqîne, Ew e. Ew, xwedî heyata ebedî ye. Her xêr di destê Wî de ye. Ew ê wisan e ku qeweta Wî digihîje her tiştî. Û vegerîn, tenê bi bal Wî ve ye. -Tirmizî, Deawat: 36, Darimî, Îstîzan: 57-}    [Yanzdeh bêjeyên vê cumleya tewhîdî ku piştî nimêja sibeh û êvarê, dubarekirina/carîkirina wan zaf bi fezîlet e hene

{Musned: 4/60; el-Heysemî, Mecmeuz-Zewaid: 10/107}

û li gor rîwayeteke sehîh, mertebeya Îsmê 'Ezem digre nava xwe.

{Bnr. Ibn Mace, Dua:9}

Di her yek bêjeyeke wê de, hem mizgînek û mujde, hem di her yek bêjeyekê de mertebeyeke tewhîda Rubûbiyetê, hem di hêla Îsmê 'Ezem de kibriyayeke wehdetê û kemaleke wehdaniyetê heye.

   Em îzah û raveya van heqîqetên mezin û ulwî, hewaleyî 'kelîme'yên dî dikin û li ser we'adekê, a niha bi awayê kurtebêjiyeke mucmel, êm dê Du Meqam û Muqeddîmeyekê, jê re bikin fihrîste.]

  MUQEDDÎME 

   Bi awayekî qet-î bizanibe ku xayeya herî bilind a xilqetê/xuliqînê û encama herî berz a fitretê, "îmana billah" e. Û mertebeya herî bala ya mirovahiyê û meqamê herî mezin ê beşeriyetê, ew "marîfetullah"a nava îmana billah e. Seadeta herî geş û ronak a cin û însan û nîmetê wan ê herî şîrîn, ew "muhebbetullah"a nava marîfetullahê ye. Û ji bo ruhê beşer, dilxweşiya herî xalis û ji bo dilê mirov, kêfxweşiya herî safî, ew "lezzeta ruhanî/giyanî" ya nava muhebbetullahê ye.

   Belê, hemû seadeta heqîqî û surûra/dilxweşiya xalis û nîmetê şîrîn û lezzeta safî, helbet di marîfetullah û muhebbetullahê de ye. Ew bê wî nabin.

   Yê/ya ku Cenabê Heq nas bike û jê hez bike, yan bilquwwe yan jî bilfiîl mezherî seadet, nîmet, enwar û razên bêdawî dibe. Yê/ya ku Wî heqîqî nas neke, jê hez neke, ji aliyê manewî û maddî ve, dibe mubtelayê dilnerehetî, elem û wehmên/tirsên bêhed.

   Belê, li vê dunyaya perîşan, di nav new-ê beşer ê 'eware de, mirovekî acîz û miskîn, di rewşeke bêxwedî, bêhamî û bêpişt de, di heyateke bêencam û bêdawî de, hema sultanê temamê dunyayê be jî, ka çend pere dike? Ha di nav vî new-ê beşer ê 'eware de, li vê dunyaya perîşan û fanî, heke mirov xwediyê xwe nas neke, malikê xwe nebîne, (êdî) her kes fam dike ku çi qas bêçare û serîlêgeriyayî ye.

   Heke xwediyê xwe bibîne, malikê xwe nas bike, wê wextê xwe dipenêhe rehmeta Wî û xwe dispêre qudreta Wî. Ew dunyaya wehşetgeh, vedigere tenezzuhgehek û ciyekî ger û kêfê û dibe ciyekî bazirganiyê.   Meqamê Yekê 

   Di her yek yazdeh bêjeyeke vî kelamê tewhîdê de, mizgînek heye û di her yek mizgîneke wê de, şîfayek û di wê şîfayê de, yeko yeko lezzeta manewî tê dîtin.

   BÊJEYA YEKÊ: 

 ﻻ َ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ

{Ji xeynî Xwedê, tu îlah tune ye.}

ê de mizgîneke wiha heye ku:

   Ruhê mirovî ku mubtelayê ihtiyacên bêhed e û ji êrîşa dijminên bêhesab re hedef e, di vê peyvê de ciyekî wisan [xweş] ê alîkarîxwestinê dibîne û deriyekî xezîneya rehmetê jê re vedike ku hemû hacetên xwe pê temîn bike.

   Û ciyekî wisan ê ku xwe bispêrê dibîne ku pê, Mabûdê xwe û Xaliqê xwe dide ragihandin û dide naskirin û xwediyê xwe nîşan dide û dide xuyakirin ku Malikê wî kî ye û dike ku ev Mabûdê wî yê ku xwedî qudreteke mutleq e, wî ji şerrê hemû dijminan, ewle û emîn bike. Û bi vê nîşandan û danezanînê, dilan ji wehşeta mutleq û ruhan jî, ji huzna elîm xelas dike û feraheke ebedî, surûreke daîmî temîn dike.    BÊJEYA DUDUYAN: 

 ﻭَﺣْﺪَﻩُ

Di vê bêjeyê de mizgîneke şîfadar û biseadet heye. Ha ew jî wiha ye ku:

   Ruhê beşer û dilê mirov ku bi piraniya cûreyên kaînatê re têkildar û eleqedar e û ji ber wê eleqedariyê di nav perîşanî û tevliheviyê de tê dikeve dereceya fetisandinê, di bêjeya/peyva  ﻭَﺣْﺪَﻩُde ciyekî penahiyê û xelaskarekî dibîne ku wî, ji temamê wê keşmekeşî/geremolî û ji wê perîşaniyê xelas dike. Ango  ﻭَﺣْﺪَﻩُji aliyê maneyê/wateyê ve dibêje:

   Xwedê yek e. Muracaetî ciyên dî meke û meweste. Xwe li ber wan zelîl meke û sitûyê xwe xwar meke. Mekeve pey wan û zehmetê mekşîne. Ji wan metirse û merehile. Lewre Sultanê kaînatê yek e. Mifteha her tiştî li cem Wî ye, dezgîna her tiştî di destê Wî de ye. Her tişt bi fermana Wî tê hellkirin. Heke te Ew dît, te her tiştê ku tu dixwazî dît û tu, ji minet û tirsên bêhed xelas bûy.

   BÊJEYA SISÊYAN: 

 ﻻ َ ﺷَﺮِﻳﻚَ ﻟَﻪُ

Ango çawan ku di ulûhiyet û selteneta Wî de şirîkê Wî tune ye; Xwedê tek e; nabe ku muteaddîd be, wisan jî di rubûbiyet û îcraeta Wî de û di îcadên Wî de jî şirîkê Wî tune ye. Carinan dibe ku sultan yek e, di selteneta wî de şirîkê wî tune ye; lê belê di îcraeta wî de, memûrên wî, weke şirîkên wî tên hesibandin û rê nadin her kesî ku derkevin huzûra wî, dibêjin "Muracaetî me jî bike."

   Îca Cenabê Heq ku Sultanê ezel-ebedê ye, çawan ku di selteneta Wî de şirîkê Wî tune ye, di îcraeta rubûbiyeta Wî de jî, ne muhtacî alîkar û şirîkan e. Heke ne ji ferman û hewl û qeweta Wî be, tu tişt nikare mudaxeleyî tu tiştî bike. Her kes, rasterast dikare muracaetî Wî bike. Ji ber ku şirîk û alîkarê Wî tune ye, ji wî mirovê/wê mirova muracaetvan re naye gotin "Qedexe ye, tu nikarî bikevî huzûra Wî." Ha, ev bêje, ji bo ruhê beşer, mizgîneke wiha dide ku:

   Ruhê beşer ê ku îmanê bi dest dixe, bê asteng, bê mudaxele, bê kelem, bê rêgirtin, di her rewşa xwe de, di her daxwaza xwe de, her tim, li her ciyî, dikare bikeve huzûra wî Cemîlê Zulcelal û Qedîrê Zulkemal ê ku malikê ezel, ebed e û xwediyê xezîneyên rehmetê ye û xwediyê defîneyên saedetê ye û bi vî awayî dikare, pêdivî û hacetên xwe Jê re erz bike. Û dikare rehmeta Wî bibîne û xwe bispêre qudreta Wî û kemala ferah û surûrê qezenc bike.    BÊJEYA ÇARAN: 

 ﻟَﻪُ ﺍﻟْﻤُﻠْﻚُ

Ango mulk, bi temamî, yê Wî ye. Tu, hem mulkê Wî yî, hem memlûkê Wî yî, hem di mulkê Wî de dixebitî. Ev bêje, mizgîneke wiha şîfadar dide û dibêje:

   Mirovo/mirovê! Tu xwe ji xwe re malik mehesibîne. Lewre tu nikarî xwe îdare bikî. Ew bar giran e, tu nikarî bi tena serê xwe muhefeze bikî, tu nikarî xwe ji belayan dûr bigrî û nikarî lazimatiyên xwe bînî cî. Nexwe beredayî mekeve izdiraban û ezab mekşîne. Mulk, ê yekî din e. Ew Malik, hem Qedîr e hem Rehîm e. Xwe bispêre qudreta Wî; rehmeta Wî di bin tohmetê de mehêle. Dest ji kederê berde, kêfa wê bikşîne. Zehmetê biavêje; sefayê bibîne.

   Hem dibêje ku: Madem ev kaînata ku tu jê hez dikî û pê re eleqedar dibî û ji perîşaniya wê muteessîr dibî û ji destê te naye ku tu wê îsleh bikî, mulkê Qedîrekî Rehîm e. Vî mulkî, teslîmî xwediyê wî bike. Jê re bihêle; cefaya wê na; sefaya wê bikşîne. Ew hem Hekîm e hem Rehîm e. Di mulkê xwe de çawan bixwaze, wisan teserruf dike, li hev dibe û tîne. Gava tu ketî dehşetê, mîna Îbrahîm Heqqî, bibêje: "Mewla bibînin çi dike. Çi bike rind dike." û di paceyan de temaşe bike, mekeve nava wan.    BÊJEYA PÊNCAN: 

 ﻭَ ﻟَﻪُ ﺍﻟْﺤَﻤْﺪُ

Yanî, hemd û sena, medih û minnet mexsûsê bi Wî ne, layiqî Wî ne. Nexwe nîmet ku hene, yên Wî ne û ji xezîneya Wî derdikevin. Îca xezîne ku heye, daîmî ye. Ha, ev peyv, wiha mizgîn dide û dibêje ku:

   Lo mirovo/lê mirovê! Bi ber zewala nîmetan mekeve, xwe meêşîne û xwe mexe ber êşa elemê, lewre xezîneya rehmetê, naqede. Jixwe zewala nîmetan, meêne bîra xwe û ji wê elemê feryad meke. Lewre fêkiyê wî nîmetî, semereya rehmeteke bênihayet e. Gava dara wê baqî be, heke meywe here jî, dîsan ên ku tên şûna wê hene. Di nav lezzeta nîmetan de, îltîfateke rehmetê ku ji wê lezzetê sed qatî zaftir bi lezzet e, bi awayê hemdê bifikire û bi vî awayî tu dikarî tehma lezzetê ji yek dereceyekê derxî sed qatî. Çawan dema ku padîşahekî xwedîşan, ji te re sêvekê diyarî bike, di tehma lezzeta wê sêvê de, lezzeteke îltîfatî ya şahane ku tehma wê, ji tehma sed sêvî, belkî ji tehma hezar sêvî zaftir xweş e bi mirov dide hisandin û îhsankirin. Wisan jî, bi peyva  ﻭَ ﻟَﻪُ ﺍﻟْﺤَﻤْﺪُango bi hemd û şukrê, ango ku di nîmetê de în'amê dide hisandin, ango ku Mun'îm nas dike û li în'amê difikire, ango gava li îltîfata rehmeta Wî û li teweccuha şefqeta Wî difikire û wan tîne bîra xwe ku în'ama Wî daîmî ye, deriyekî lezzeta manewî ku hezar qatî ji nîmetê lezîztir e, ji te re vedike.

   BÊJEYA ŞEŞAN: 

 ﻳُﺤْﻴِﻰ

Ango, yê ku heyatê/jiyanê dide Ew e. û yê ku heyatê bi rizqan îdare dike jî Ew e. û yê ku lazimatiyên heyatê jî dide amadekirin dîsan Ew e. û xaye û amancên bilind ên heyatê, 'eydê Wî ne û encamên wê yên muhîm, li Wî dinihêrin; ji sedî not û nehê fêkiyên wê, yên Wî ne. Ha, ev bêje, ji beşerê fanî û bêçare re wiha deng dike, mizgîn dide û dibêje:

   Lo mirovo/lê mirovê! Karûbarên giran ên heyatê hilmede ser milê xwe û mekeve zehmetê. Li fenaya heyatê mefikire û mekeve xemê. Hema tenê, berê çavê xwe mede ser wan fêkiyên bêqîmet ên dinyayî û ji ber hatina xwe ya dunyayê mekeve poşmaniyê. Belkî makîneya heyatê ya ku di sefîneya wicûda te de ye, eydê Heyyê Qeyyûm e. Wan mesref û lazimiyên wê, Ew tedarik dike. û gelek amanc û encamên wê heyatê hene û eydê Wî ne. Tu, di wê keştiyê de, neferekî wê yê dûmenvan î. Wezîfeya xwe baş bike, heqdestê xwe bigre, li kêfa xwe binihêre. Bifikire ku sefîneya wê heyatê çiqas bi qîmet e û feydeyên çiqas xweşik dide û ew Zatê ku xwediyê wê sefîneyê ye, çiqas Kerîm û Rehîm e, dilşad bibe û şukur bike. Û fam bike ku gava tu wezîfeya xwe bi îstîqametê bikî, hemû encamên ku ji wê sefîneyê hasil dibin, bi awayekî ji awayan, derbasî deftera te ya 'emelan dibin, ji te re heyateke baqî temîn dike, te ebedî îhya dike.

   BÊJEYA HEFTAN: 

 ﻭَ ﻳُﻤِﻴﺖُ

Ango, yê ku mewtê dide Ew e. Ango, ji wezîfeya heyatê terxîs dike, ciyê wî/wê, ji dunyaya fanî diguhêre, ji kulfeta xizmetê azad dike. Ango, te ji jiyana fanî digre heyata baqî. Ha ev peyv, bi vî awayî bi ser cin û insê fanî re diqêre, dibêje ku:

   Mizgîn li we! Mewt, îdam nîne, hîçtî nîne, fena nîne, inqiraz nîne, tefandin nîne, fîraqa ebedî nîne, 'edem nîne, tesaduf nîne, în'îdameke bêfaîl nîne. Belkî ji aliyê Faîlekî Hekîm ê Rehîm ve terxîsek e, cîguhertinek e. Bi aliyê seadeta ebedî ve, bi hêla welatê wan ê eslî ve sewqiyatek e. Ji alema berzexa ku ji sedî not û nehê hezkiriyan li wê derê kom bûne re, deriyekî wîsalê ye.

   BÊJEYA HEŞTAN: 

 ﻭَ ﻫُﻮَ ﺣَﻰٌّ ﻻ َ ﻳَﻤُﻮﺕُ

Ango, kemal, husun û îhsana ku di temamê mewcûdên kaînatê de dixuyê -ku ev jî, wesîleyên hezkirinê ne- di Mabûdekî Lemyezel de, bi awayekî bêhed ji van zaftir, cemalek, kemalek û îhsanek heye û li hember temamê mehbûb û hezkiriyan, yek cilweyeke cemala Wî Mehbûbê Layezal, têr dike û Ew ku heye, xwedî heyateke daîmî ya ezelî û ebedî ye ku ji şaîbeya zewal û fenayê pak û munezzeh e û ji halên kêmahî û ji qusûran bêrî û muberra ye. Ha ev peyv, ji cin û ins û hemû xwedîşiûran û ji ehlê muhebbet û eşqê re îlan dike ku:

   Mizgîn li we! Mehbûbekî we yê Baqî ku ew bi xwe, wan birînên we yên bêhed ên ku ji ber veqetîn û dûrketina mehbûbên we derketine, melhem dike û tedawî dike heye. Hemin Ew heye û baqî ye; yên din her çi bin jî, hûn mereq mekin. Belkî ew husun û îhsan; ew fezl û kemala ku di wan mehbûban de hene û dibin wesîle ku hûn ji wan hez bikin, ji cîlweya cemala baqî ya wî Mehbûbê Baqî, siya siyeke gelek qels e û di gelek perdeyan de derbas bûne. Zewalên wan, bila we tehl neke û we neêşîne. Lewre bi awayekî ji awayan ew, 'eyneyên wan in. Îca guherîna 'eyneyan ku heye, şaşa'aya cîlweyan teze dike, xweşik dike. Madem/hemin Ew heye, her tişt heye.

   BÊJEYA NEHAN: 

 ﺑِﻴَﺪِﻩِ ﺍﻟْﺨَﻴْﺮُ

Ango, her xêr, di destê Wî de ye. Her çi xêrên ku hûn dikin, derbasî deftera Wî dibin. Her çi kar û 'emelên salih ku hûn dikin, li cem Wî tên qeydkirin. Ha, ev peyv, li cin û insan nîda û deng dike û mizgîn dide. Dibêje ku:

   Gelî bêçareyan! Gava we koçî goristanê kir, mebêjin "Hey wax, mala me xera bû, ked û xebata me heba bû, em ji vê dunyaya xweşik û fireh çûn ketin axeke teng." û feryad mekin û bêhêvî mebin. Lewre her tiştê we tê muhefezekirin. Her kar û 'emelê we hatiye nivîsandin. Her xizmeta we, hatiye qeydkirin. Zatekî Zulcelal ku dê mukafata xizmeta we bide û her xêr di destê Wî de ye û dikare her xêrî bike, hûn celbkirin/kişandin û bi awayekî demdemî/demborî, we dide sekinandin; peyre dê we bigre huzûra xwe. Xwezî bi we ku we xizmet û wezîfeya xwe qedand. Zehmetê we qediya; hûn diçin rehet û rehmetê. Xizmet û meşaqqet qediya; hûn diçin ku hûn ucretê bigrin.

   Belê, Qedîrê Zulcelal ku wan toxum, tov û dendikên ku rûpelên deftera 'emelên bihara çûyî ne û sandoqçeyên xizmetên wan in, muhefeze dike û di bihara duduyan de, bi awayekî gelek biheybet, hetta belkî sed derece ji eslê wan bêhtir bi bereket diparêze û neşir dike, helbet encama heyata we jî, wisan muhefeze dike û dê bi awayekî gelek zêdebarî mukafatê bide xizmeta we.    BÊJEYA DEHAN: 

 ﻭَ ﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ

Ango Ew Wehîd e, Ehed e. Qadirê her tiştî ye. Tu tişt ji Wî re giran naye. Xuluqandina biharekê, bi qasî xuluqandina kulîlkekê ji Wî re rehet û hêsa ye. Xuluqandina bihuştê, mîna biharê ji Wî re rehet e. Mesnûên Wî yên bêhed ên ku her roj, her sal û her esrî, Ew wan ji nû ve îcad dike, ji qudreta Wî ya bênîhayet re, bi zimanên bêhed şahidiyê dikin. Ha ev peyv bi xwe jî, wiha mizgîn dide û dibêje ku:

   Mirovo/mirovê! Xizmeta ku tu dikî, ubûdiyeta ku tu tînî cî, li haşê naçe. Cî û diyarekî mukafatê, mehelleke seadetê, ji bo te hatiye amadekirin. Bergîdana vê dunyaya te ya fanî, Bihuşteke baqî li benda te ye. Îman û îtîmadê biêne bi wada Xaliqê Zulcelal ê ku tu jê re îbadet dikî û Wî nas dikî. Ne îmkan e ku Ew li ser wada xwe nesekine. Di qudreta Wî de, bi tu awayî noqsanî tune ye. Eciz û neçarî, nikare mudaxeleyî karûbarên Wî bike. Wî bi çi awayî ev baxçeyê te yê biçûk xuluqandiye, dikare Bihuştê jî, ji bo te bixuluqîne û xuluqandiye û ji te re wad kiriye. Û ji ber ku wad kiriye, helbet dê te bigre nava wê.

   Madem em bi çavê serê xwe dibînin ku her sal, li ser rûyê erdê, zêdetirî sê sed hezar cûreyên heywan û nebatan, tevî milletên wan, bi kemala întîzam û mîzanê û bi kemala sur'et û hêsahî heşir û neşir dike. Helbet Qedîrekî wiha Zulcelal, muqtedir e ku wada xwe bîne cî.

   Hem madem her sal, Qedîrekî wisan Mutleq, nimûneyên heşr û Cennetê, bi hezaran awayan îcad dike.

   Hem madem bi temamê fermanên xwe yên semawî/esmanî, seadeta ebedî wad dike û mizgîna Cennetê dide.

   Hem madem temamê îcraet û şanên Wî heq û heqîqet in û bi sidq û ciddîtiyê ne.

   Hem madem bi şahidiya eserên Wî, hemû kemalat, ji kemala Wî ya bênihayet re delîlî û şahidî dikin. Û bi tu awayî neqs û qusûr di Wî de tune ne.

   Hem madem xulfa wadê, xîlaf, derew û xapandin, xesletekî herî kirêt, çirkîn, neqs û qusûr e.

   Helbet û helbet ew Qedîrê Zulcelal, ew Hekîmê Zulkemal, ew Rehîmê Zulcemal, dê wada xwe bîne cî, dê deriyê seadeta ebedî veke û gelî ehlê îmanê, dê we bixe wê Cenneta ku welatê eslî yê bavê we yê Adem e.    BÊJEYA YANZDEHAN: 

 ﻭَ ﺍِﻟَﻴْﻪِ ﺍﻟْﻤَﺼِﻴﺮُ

Ango, mirovên ku ji bo bazirganî û memûriyê, bi wezîfeyên girîng, hatine şandin vê dunyaya ku ciyê îmtîhanê ye, piştî ku wan, bazirganiya xwe kir û wan, wezîfeyên xwe qedandin û xizmetên xwe temam kirin, dîsan dê vegerin aliyê Xaliqê xwe yê Zulcelal ê ku Wî ew şandine û dê bigihîjin Mewlayê xwe yê Kerîm. Ango dê ji vê dara fanî herin û li dara baqî, bi huzûra Kibriya muşerref bibin.

   Ango dê ji qelebalix û metirsiya sebeban û ji perdeyên tarî yên wasîteyan bifilitin û li meqerra selteneta ebedî ya Rebbê xwe yê Rehîm, dê bi awayekî bêperde bigihîjin Rebbê xwe. Rasterast, her kes dê bizanibe û bibîne ka Xaliqê wan, Mabûdê wan, Rebbê wan, Seyyîdê wan û Malikê wan kî ye. Ha ev peyv, di ser temamê mizgînan de wiha mizgîn dide û dibêje ku:

   Mirovo/mirovê! Gelo ka tu dizanî ku tu diçî kê derê û ber bi kê derê ve têy sewqkirin? Çawan ku di dawiya Kelîmeya Sî û Duduyan de hatiye gotin, "Heyata mesûdî ya hezar salî ya dunyayê, naye bergîdana saetek heyata Cennetê û hezar sal heyata wê Cennetê, naye bergîdana saetek rûyeta cemala Cemîlekî Zulcelal. Ha, tu diçî daîreya rehmet û mertebeya huzûra Wî. Husn û cemala ku di temamê mewcûdên dunyayî û di wan mehbûb û hezkiriyên mecazî de ye û hûn mubtela, meftûn û muştaqê wan in, tenê bi awayekî ji awayan, siya cilweya cemala Wî û husna îsmên Wî ye û Cennet gişt, bi hemû letefeta xwe, cilweyeke rehmeta Wî ye û hemû îştiyaq, muhebbet, încîzab û cazîbe, ji muhebbeta Wî, tenê yek lem-eyeke ye. Ha hûn diçin daîreya huzûra Mabûdekî Lemyezel, Mehbûbekî Leyezal ê wisan. Û bang li we tê kirin ku hûn biçin wê Cenneta ku ziyafetgeha Wî ya ebedî ye. Madem wisan e, ne bi girînê; belkî bi kenînê bikevin deriyê gorê/qebrê.

   Hem ev bêje wiha mizgîn dide û dibêje ku:

   Ey însan! Tewehhum mekin, mekevin fikaran û mefikirin ku hûn diçin fenayê, 'edemê, hîçtiyê, zilûmatê, nisyanê, petînê, rizînê, belavbûnê û fetisîna nava kesretê. Hûn naçin fenayê; hûn diçin beqayê. Hûn naçin edemê; hûn sewqî wicûda daîmî dibin. Hûn naçin zilûmatê; hûn dikevin alema nûrê. Hûn diçin aliyê Sahib û Malikê Heqîqî. Û hûn vedigerin payitexta Sultanê Ezelî. Hûn naçin, di nav kesretê de nafetisin; hûn dê di daîreya wehdetê de teneffus bikin. Hûn naçin fîraqê; berê we li wîsalê ye.

  * * *   

  PARÇEYEK JI WÊ KONFERANSÊ YE KU WAN XWENDEKARÊN NÛRÊ YÊN ZANÎNGEHÊ LI SER RÎSALEYÊ NÛR DAYE 

   Gelî birayên min ên hêja ku bûne tî-yê wê ava heyata îman û Îslamê!

   Serê pêşî: Dixwazim li xwe mikur werim ku tu firqeke min ji we tune ye ku ez vê gavê li ser kursiyê vê konferansê me. Ez jî birayekî we me. Jixwe ev konferans, derseke min a gelek sûdewar e ku ez gelek zêde muhtacî wê me. Muxeteb, ez bi xwe me. Ez dê ji we birayên xwe yên mubarek re, weke muzakereyekê bixwînim. Qusûr ku hene, ji ber min in. Îca kemal û xweşikî, eydê wan berhemên Rîsaleyê Nûr e ku ez ji wan îstîfade dikim. Ku kelemek, astengek dernekeve pêşiya me, em dê heftiyê carekê, berdewamî bidin konferansên dînî. Îro ji van, a pêşî, derbarê îmanê de ye. Çunkî, çawan ku Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, di Meclisa Pêşî ya Milletê de beyan kiriye, "Di kaînatê de heqîqeta herî bilind û mezin îman e, piştî îmanê, nimêj e." Ji ber vê yekê, me jî munasib dît ku konferansa me, li ser Quran, îman, pêxemberê me Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam be. Ya duduyan jî, înşellah dê li ser nimêj û îbadetê be.

   Em li berhemekê geriyan ku van mewzû û mijaran bi derskî bide me. Dawiya dawî, berhema ku li gor fehma esrê me, bi awayekî îqnakar ders dide û ev bû nêzî nîv esrî ye ku bûye mezherê îtîmadeke mezin û bi wê, xweş tê bawerkirin û eserekî/berhemeke dînî yê wisan e ku herî zêde pê tê îtîbarkirin dît. Ew jî, Rîsaleyê Nûr e ku me, ji bo wî îhtiyacê xwe yê heyatî û ebedî, ev berhem neqand û bijart. A niha, em dê îzah û rave bikin; bê ka çima ev konferansa me ya ewil, li ser mijara îmanê ye û em dê li ser muellifê wê jî, bi awayekî gelek kurt, hin malûmat û agahiyan bidin:

   Vî esrê ha, wan neyarên dîn û Îslamê, serê pêşî, ew planê zeîfkirin/qelskirin û xerakirina asasên îmanê, weke maddeya pêşî ya bernameyên xwe diyar kiriye. Nemaze, di nav vî bîst û pênc salên ha de, di bin rûpûşên cihê cihê de, bi awayekî munafiqî ku heta niha, di dîrokê de nehatiye dîtin, ew sû-î qesdên ku li riknên îmanê hatine kirin, gelek bi dehşet bûne; bi ser de jî, şikil û awayên gelek xerabkir hatine pêkanîn.

   Hal ku hal e, yek guman an jî, yek înkareke ku di yek riknekî îmanê de çê bibe, ji wan laqeydbûnên ku di teferruata dîn de tên pêkanîn, gelek zêde û bêhtir bi felaket û bi zerartir e. Ji ber vê ye ku a niha kar û barê herî girîng ew e ku îmana teqlîdî, li îmana tehqîqî bê wergerandin, qeweta îmanê bê zexmkirin, îman bê qewîkirin û îman bê xelaskirin. Êdî bûye zerûreteke wisan qet'î û îhtiyacekî wisan lezgîn ku divê mirov ji her tiştî zaftir, bi asasên îmanê re mijûl bibe, hetta ev êdî hatiye ketiye rewşa mecbûrbûnê. Îca ev yek, çawan ku li Turkiyeyê wiha ye, li temamê cîhana Îslamê jî, wisan e.

   Belê, gava temel û bingeha avahiyekê hatibe herişandin û li ber xerabûnê be, mirov rabe hewl bide ku odeyên wê tamîr bike û bixemilîne, ka ji bo hilne-weşandina wê avahiyê, bi kêrî çi tê? Darekê bifikirin, hewl tê dayîn ku kok û rehên wê, werin rizandin û petandin, îca mirov rabe pel û guliyên wê derman bike û bi vî awayî tedbîr bigre ku ew dar hişk nebe, ka gelo ev dikare tu feydeyekê bide jiyana wê darê?.

   Mirov, avahiyek e wisan e ku mîna serayekê; temelên wê jî, riknên îmanê ne. Mirov, darek e; reh û kokên wê jî, asasên îmanî ne. Îca di nav riknên îmanê de, riknê herî girîng, îmana Bîllah e, îmana bi Xwedê ye. Peyre nubuwwet û Heşr e. Ji ber vê yekê, serê pêşî, ilmê ku mirov hewl dide û dixwaze ku bi dest bixe, ilmê îmanê ye. Asasê ilman, şahê û padîşahê ilman ilmê îmanê bi xwe ye.

   Îman, tenê ji tesdîqeke îcmalî pêk naye. Ji îmanê re gelek mertebe hene. Îmaneke teqlîdî, bi taybetî li hember wan bahoz û firtûneyên dalalet û jirêderketinên vê dem û vê dewrê, zû ditemire. Îca îmana tehqîqî ku heye, qeweteke wisan e ku naheje û natefe. Mirovekî/miroveke ku îmana tehqîqî bi dest bixe, gava ku îman û Îslamiyeta wî/wê, marûzî qasirge û bablîsokên bidehşet ên bêdîniyê bibe jî, ew qasirge û bablîsok, mehkûm in ku li hember qeweta îmanê, bêtesîr bimînin. Yekî/yeke ku îmana tehqîqî qezenc bike, ew feylesofên herî bêdîn jî, nikarin wan bixin wesweseyekê yan jî gumanekê.

   Eva, ji ber van heqîqetan, me bi awayekî qet'î, lazim û elzem dît, em berhemeke ku dersa îmana tehqîqî dide û îmanê bi qewet dike û mirovan ber bi seadet û selameta ebedî ve dibe û heqîqetên Quran û îmanê di xwe de dihewîne, bi awayekî sebat, dewam û baldarî bixwînin. Heke em wisan nekin, şik û guman tune ye ku di vî zemanî de, ketina nava wan mûsîbetên bidehşet ên dunyayî û axretî, eyan beyan li ber çavan, weke rastiyekê xwe nîşan didin. Ji ber vê yekê, tekane çareya me ya xelasiyê ew e ku em, bi her du dest û lepan, bi tefsîreke mezin a Quranê ku ayetên îmanî yên Qurana Hekîm û wan ayetên wê yên kerîm ku li vî esrî dinihêrin, tefsîr dike, xwe pê ve hişk bigrin.

   A niha, ji wan sîma û rûyên we yên ku coş û peroşeke nûranî îfade dikin tê famkirin ku pirseke wiha, di dilê we de çê bûye: "Ka berhemeke wiha, di vî esrî de heye gelo?"       

   Erê, em, bi baldarî û îtînayeke gelek zêde, li berhemeke ku îhtiyacê me yê bi vî awayî bibîne, geriyan. Dawiya dawiyê, me qenaet anî, berhemeke ku dikare hem ji ciwanên Turkiye re hem ji hemû Musulmanan re û ji temamê mirovahiyê re bibe rêberekî Quranî û murşîdekî ekmel, [îro] ew berhemên Rîsaleyê Nûr ên Bedîuzzeman Seîd Nûrsî ne. Tevî me, bi sed hezaran ew kesên ku wan, bi saya serê Rîsaleyê Nûr îmana xwe xelas kiriye, ji vê rastî û heqîqetê re şahid in.

   Belê, me ji xwe re weke asas girt ku muellifê berhemeke Quranî ya ku di esrê bîstî de, karibe wezîfeya rêberekî kullî û giştî bike, divê ev xusûsiyetên ha, pê re hebin. Îca me bala xwe dayê û me dît ku ev xasiyetên ha, bi temamî di Rîsaleyê Nûr û muellifê wê, Bedîuzzeman Seîd Nûrsî de mewcûd in. Îca ev xusûsiyet jî ev in:

   Xusûsiyeta Pêşî: Divê ku muellifê wê berhemê, tenê Qurana Hekîm ji xwe re kiribe seyda û ustad..    A Duduyan: Qurana Hekîm, kitêbeke muqeddes a wisan e ku ilmên heqîqî, di nav xwe de dihewîne. Hem xutbeyeke ezelî ye ku di hemû esran de, xîtabî hemû tebeqeyên/çînên mirovan dike. Ji ber vê yekê, gava ku Quran bê tefsîrkirin, divê ku heqîqet, bi awayekî safî bê îfadekirin. Îca ji bo ku ev tefsîr, bibe tefsîreke heqîqî, divê ku nekeve bin tesîra meslek û meşreba xusûsî ya muellifê xwe û divê ku hewesa muellifê wê, nekeve nava wê tefsîrê.

   Bi ser de jî, ji bo tesbîtkirina wan heqîqetên Quranê ku bi keşfa wan wateyên Quranê derdikevin meydanê, elzem û lazim e ku ew zatê mufessir, di her yek fennekê de, bi awayekî pisporî, xwedî fikreke berfireh, çavdêriyeke hur û kûr be û divê 'ellameyekî wisan be ku pê re, îxlaseke tam hebe û divê ku xwedî dehayeke gelek mezin be û nufûza wî hebe û malikê îctîhadeke hûr û kûr be û divê ku quwweyeke qudsî bi wî re hebe.

   A Sisêyan: Divê ku tefsîra Quranê, bi îxlaseke tam hatibe telîfkirin û divê ku muellif, ji bilî rizaya Cenabê Heq, tu menfîeteke maddî-manewî, ji xwe re nekiribe hedef û amanc, hem jî, ev rewşa ha ya hêja û bilind, divê ku di wan bûyerên ku di jiyana muellif de qewimîne de, hatibin dîtin.

   A Çaran: Mûcîzeyeke herî mezin a Quranê ew e ku ciwantî û tezetiya xwe tim diparêze û mîna ku hîna nû di wî esrî de hatibe nazilkirin û aliyekî wê yê dî jî heye ku, pêdivî û îhtiyacên her esrî tîne cî.

   Eve, tefsîreke ku di vî esrî de hatibe meydanê, îca ew aliyên Qurana Hekîm ên ku li esrê me dinihêrin, divê bi şêwaz û uslûbeke wisan hatibe îzahkirin û îsbatkirin ku ji 'awaman heta xewasan, her tebeqe karibe jê îstîfade bike..

   A Pêncan: Mufessir, divê ku bi wan delîl û huccetên ku nayin cerhkirin, wan heqîqetên Quran û îmanê, îsbat bike û bi derskî bide. Ango divê ku wî mufessirî, pozîtîvîzmê [îsbatîtiyê] ji xwe re weke asas girtibe..

   A Şeşan: Heqîqetên Quranî ku ew ders dide, divê wisan bi qewet bin û gelek belîx bin û wisan nafîz û karîger bin ku hem eqil, hem dil, hem ruh û wicdanan ronî, têr û tetmîn bike û qendera karibe nefsê jî, musexxer bike; îca bi ser de jî, karibe şeytên jî îlzam bike..

   A Heftan: Divê wisan be ku karibe ji wan xesletên pîs ên mîna ez-ezî, xurûr, ucûb û enaniyetê ku li hember famkirina ji heqîqetan kelem û asteng in, mirovan xelas bike û wan bike xwedî exlaqê bilind û xweş ê mîna tewazû, nefsbiçûkî û mehwiyetê..    A Heştan: Ellameyekî ku Qurana Hekîm tefsîr dike, divê ku bi sunneta Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam îttîba kiribe û li ser mezhebê ehlê sunnet û cemaetê, bi ilmê xwe 'emel bike û divê ku bi wî re, zuhd û teqweyeke 'ezemî û îxlaseke mezin hebe û di xîzmeta dînê xwe de, şert e ku berxwedaneke ezemî; sidiq, sedeqet û fedakariyeke ezemî nîşan dabe û divê ku di jiyana wî de, îqtîsad û qenaeteke ezemî hebe.

   Bi kurtebêjî, mufessirê wê tefsîrê, divê zatekî wisan ê xadimê Quranê be ku bi wan rîsaleyên xwe yên Quranî, bûbe mezherê wê teqweya ezemî û ubûdiyeta ezemî ya Rîsaleta Ehmedî (e.s.w.) û bi quwweya xwe ya qudsî, divê ku bûbe mezherê wan lem'eyên Welayeta Ehmedî..

   A Nehan: Mufessir, dema ku meseleyên Quranî û Şer'î beyan dike, divê xwedî qeweta îmaneke wisan be ku xema vê yan jî wê tezyîq, îşkence û tehdeyê nexwe, di bin tu tesîrekê de fitwayan nede; qet guh nede mirinê; li hember hemû dunyayê derkeve meydanê û divê ku şecaet û wêrekiyeke Îslamî ya wisan bi wî re hebe ku bi awayekî bêtirs, heqîqetê bibêje.

   Îca di dewreke bidehşet a ku planên îdamê dihatin pêkanîn û rê nedidan ku tenê yek rîsaleyeke dînî bê neşirkirin de, nexasim di demeke wisan a ku çavê wan zaliman, li îmhakirin û tefandina wan asasên Quranî û Şer'î bû de, ew berhemên wî mufessirî ku li ser telîf û neşirkirina asasên Quran û Şer'î ne, li meydanê ne. Ev jî nîşan dide ku mufessir, divê murşîdekî kamil be û di vî esrî de, divê ku rêberekî ekmel ê Îslamê be û mufessirekî ezem û mûteber ê Quranê be.

   Ha bi îcma, tewatur û îttîfaqa wan alimên heqîqî û pispor ên Îslamê sabit e ku di vî zemanî de, ew her neh şert û xusûsiyetên ku li jorê behsa wan hat kirin, bi temamî di mueellîf Seîd Nûrsî û wan berhemên wî, Rîsaleyê Nûr de mewcûd in. Hem jî, ji aliyê vî milletê Îslamî yê ku bere bere hişyar dibe ve û ji aliyê Ewrûpa û Emerîkayê ve tê zanîn û hatiye tesdîqkirin.

   Ha gelî hevalan! Em li tefsîreke wiha ya Quranê digeriyan û me mufessirekî wiha dixwest.

  

Kelîmeya23yan - 4


Kommentare

Beliebte Posts aus diesem Blog

FSP Vorbereitung