Rêbera Ciwanan
Rêbera Ciwanan
Muellif:
Bedîuzzeman
Seîdê Nûrsî Nîşe:
Beşa meal û ravekirinên ayet û hedîsan û îbareyên bi Erebî ku di dawiya pirtûkê de ye û bêjeyên di kevaneka çarçik [] de ne di eslê metnê de nîn in, ji aliyê wergêr ve lê hatine zêde kirin. PÊŞGOTIN
Ev Rêbera Ciwanan digel ku bi tîpên Latînî hatibû çapkirin, bi herfên Erebî li Îspartayê jî hatibû teksîrkirin. Ji ber ku hukumet û zabita têkilî wê nebûne û ji ber ku li her derî bi şewq tê xwendin û weşandin, diyar e ku ji millet re bi taybetî ji ciwanan re gelekî mifaya vê "Rêber"ê heye. Tenê gerînendeyê ewlehiyê yê Ankarayê, bêyî ku hevoka "ji ber ku ji bo perwerdeya dînî destûr hatiye dayîn ji bo vekirina dersxaneyên taybet" ku risteya pêncan a rûpela pêncî û duduyan e, bixwîne; têkilî hevoka "heta ku jê tê divê li her derî dersxaneyeke Nûrê ya piçûk bê vekirin" a ku di risteya heştan de ye, bûbû. Nexwe dûre heqîqeta wê fam kiriye ku êdî nebû maniyê berbelavbûna wê. Bi rastî "Nukteya Huweyê" kûr e, her kes bi carekê tênagihêje. Lê belê ew nukte, çawa ku hîmê bingehîn ê siruştperestan û ehlê kufrê parçe wesle kiriye wisa jî feylesofên rikdar, di heyretê de hiştine û ji wan gelekan anîne îmanê. Hem bi mifteya seyaheta manewî ya di alema mîsalê de ku bi wê kilîta nukteyê vebûbû, sînemayeke axîretê bi awayekî "ilmelyeqîn" hatiye dîtin. Lê belê ji ber ku gelekî hûr û kûr e nehat weşandin.
Bedîuzzeman
Seîdê Nûrsî
* * *
ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢ
KELÎMEYA YEKÊ
Bismîllah, serê her xêrî ye. Em bi xwe jî, di serî de dest bi wê dikin. Bizane hey nefsa min! Ev kelîmeya mubarek, çawa ku nîşana Îslamê ye, wisa jî, wirdê ziman ê hemû mewcûdan e. Heke tu bixwazî fam bikî ku Bismîllah qeweteke çiqas mezin e ku naqede û çi bereketeke zaf e ku serî û dawî jê re tune ye, li vê hîkayekoka temsîlî binihêre, guhdarî bike. Wiha ye:
Ji bo merivê ku di çolên wan Erebên koçer de digere, lazim e ku navê sermiyanê qebîleyekê bigre û bikeve bin hîmayeya wî; da ku ji şerê rêbiran xelas bibe û bikaribe îhtiyacên xwe tedarik bike. Ku wisa neke, bi tena serê xwe, li hember neyarên bêhed û pêdiviyên bêsînor dê perîşan bibe.
Ha ji bo seyaheteke wiha, du meriv derdikevin çolê û diçin. Yek ji wan mutewazî/nefsbiçûk bû, yê dî qure... Yê nefsbiçûk, navê reîsekî ji xwe re girt; yê qure negirt... Yê ku girt, ji xwe re li her derî bi selametî geriya. Gava rastî rêbirekî dihat, digot "Ez bi navê filan reîsî digerim." Rêbir def'i dibû; nikaribû têkilî wî bibûya. Gava biketa konekî, bi xêra wî navî, hurmet didît. Îca wî yê qure, di temamê seyaheta xwe de wisa bela dîtin ku naye tarîfkirin. Daîma direhilî, daîma parsekî dikir. Hem zelîl bû hem rezîl...
Ha hey nefsa min a qure! Tu ew seyyah î. Ev dunya jî, çolek e. 'Ecz û feqîriya te bê hed e. Neyarên te, pêdiviyên te bênihayet in. Hemin wisa ye, navê Malikê Ebedî û Hakimê Ezelî yê vê çolê bigre; da ku tu ji parsekiya temamê kaînatê û ji rehilîna li hember her bûyerî xelas bibî.
Belê, ev kelîme, defîneyeke wisa mubarek e ku ew ecz û feqîriya te ya bênîhayet, te bi qudret û rehmeta bênîhayet ve girê dide û li ber dergayê Qedîrê Rehîm, wê ecz û feqîriyê dike şefaetkarekî herî meqbûl. Belê, dirûvê wî yê [wê ya] ku bi vê kelîmeyê tevdigere dide wî merivê ku ji eskeriyê re qeyd dibe, li ser navê dewletê hereket dike. Tirsa wî ji tu kesî namîne. Dibêje "Li ser navê qanûn, li ser navê dewletê" û her îş û karî dike; li hember her tiştî li ber xwe dide.
Me di serê pêşî de gotibû: "Hemû mewcûd, bi zimanê hal dibêjin Bîsmîllah." Gelo birra? Erê, çawa gava tu bibînî, merivek tenê hat û temamê şêniyên bajêr, bi darê zorê sewqî ciyekî kir û bi darê zorê di karûbaran de xebitand. Tu dê baş yeqîn û bawer bikî ku ew meriv, li ser navê xwe û bi qeweta xwe tevnagere. Belkî ew eskerek e. Li ser navê dewletê dibizive, pişta xwe dispêre padîşahekî. Eynî wisa jî, her tişt, bi navê Cenabê Heq tevdigere ku ew tovên mîna zerrekokan û ew dendik, wan darên qerase li ser serê xwe radigrin û wan barên ku bi qasî çiyayan in, radikin û hildigrin. Wer dixuyê ku her darek, dibêje Bîsmîllah; ji wan fêkî û meyweyên xezîneyên Rehmetê, destê xwe tije dike û ji bo me tablevanîtiyê dike. Her yek bostanek, dibêje Bîsmîllah û dibe sîtileke ji midbexa Qudretê ku gelek cûre bi cûre teamên lezîz ên cihêrengî tê de bi hev re tên pijandin/pehtin. Her heywaneke mubarek a mîna çêlek, hêştirk/deve, mî û bizinê, Bîsmîllah dibêjin; her yek ji wan, ji feyza Rehmetê dibe kaniyeke şîrê. Li ser navê Rezzaq, zad û qûtekî mîna ava heyatê ku herî letîf, herî nezîf e, ji me re pêşkêş dikin. Kok û rehên her yek nebat, dar û çêreyekî/giyayekî ku mîna hevrîşim nerm in, dibêjin Bîsmîllah û wan kevir û axên ku hişk in, qul dikin û di nav wan de derbas dibin. Dibêjin "Bi navê Xwedê, bi navê Rehman" û her tişt ji wan re musexxer dibe. Belê, ew şax û guliyên ku li hewayê belav dibin, meywe didin û îca ew kokên ku wisa bi rehetiyeke bêpayan di wan kevir û axên/erdên hişk de reh berdidin û belav dibin û di bin erdê de xurekan didin û bi ser de jî ew pelên nazik û kesk ku li hember wê germa şedîd, bi mehan ter û teze dimînin, bi awayekî tund dibêjin şîreq û şîmaqê li rûyê tabîiyyûnan didin û tiliya xwe dixin wî çavê wan ku bila korayî li wan be û dibêjin ku: "Ew selabet, hişkî û herareta ku herî zêde tu bi wan bawer î jî, di bin emr û fermanan de hereket dikin ku her yek ji wan rehên ku mîna hevrîşim nerm in, li gor fermana ﻓَﻘُﻠْﻨَﺎ ﺍﺿْﺮِﺏْ ﺑِﻌَﺼَﺎﻙَ ﺍﻟْﺤَﺠَﺮَ1 tevdigerin her wiha mîna Asayê Mûsa (e.s.) keviran şeq dikin. Îca her yek ji wan pelên ku mîna pelê çixareyê tenik û nazenîn in jî, li hember wê herareta ku agir jê dibare, mîna her yek azayekî Îbrahîm (e.s.) ayeta ﻳَﺎ ﻧَﺎﺭُ ﻛُﻮﻧِﻰ ﺑَﺮْﺩًﺍ ﻭَ ﺳَﻼ َﻣًﺎ2 dixwînin.
Madem her tişt ji aliyê manewî ve dibêje Bîsmîllah. Li ser navê Xwedê, nîmetên Xwedê tînin didin me. Em jî divê bibêjin Bîsmîllah. Divê ku em li ser navê Xwedê bigrin/bistînin. Nexwe ji wan merivên ku ne li ser navê Xwedê didin, divê em nestînin. Pirs:
Em, bihayekî/fiyetekê didin wan merivên ku li ber tableyê ne û mal û fêkiyan difroşin me. Gelo zatê ku xwediyê heqîqî/eslî yê wan mal û nîmetan e, ji me çi bihayî dixwaze?
Bersiv:
Belê, ew Mun'îmê Heqîqî di bergîdana wan nîmetên biqîmet û wan malan de, bihayekî dixwaze. Ew biha, sê tişt e: Yek, zikir, yek şukur, yek fikir e. Di serî de ku meriv bibêje "Bismillah" zikir e. Di dawiyê de [ku meriv bibêje] "Elhemdulîllah" şukur e. Di navê de yanî wextê ku meriv ji nîmetan îstîfade dike wiha bifikire û fam bike ku: Ev nîmetên ku nuwazeyên sinetê yên qîmetdar in; mûcîzeyên qudret û diyariya rehmeta Ehed û Samedî ne. Ha ev jî dibe fikir. Merivekî miskîn ku hediyeyeke hêja ya padîşahekî ji te re bîne û tu jî, rabî lingê wî ramûsî; lê belê xwediyê wî hediyeyî nas nekî, çiqas ehmeqî ye, 'eynî wisa jî, meriv wan ên ku li ber nîmetan in û ji aliyê zahirî ve nîmetan didin, rabe medih bike û ji wan hez bike; îca Mûnîmê Heqîqî jibîra bike, ji wê ehmeqiyê bi qasî hezar carî xirabtir ehmeqiyek e.
Ya nefsê, heke tu bixwazî wiha ehmeq nebî, bi navê Xwedê bide, bi navê Xwedê bistîne, bi navê Xwedê dest pê bike û bi navê Xwedê bixebite. Wesselam.
* * *
ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢ
MEQAMÊ DUDUYAN Ê KELÎMEYA SÊZDEHAN
Bi hin ciwanên ku di nav fitneyeke cazîbedar de ne û hîna aqilê wan li serê wan e û li ser hemd û hişê xwe ne re muhawereyek/hevpeyvînek e.
Qismek ji ciwanan hatin û wan got: "Li hember êrîşa lehwiyat û hewesên xapîner û cazîbedar, ka em dê axreta xwe bi çi awayî xelas bikin gelo?" û wan ciwanan, ji Rîsaleyên Nûr meded xwest. Min jî, li ser navê wî şexsê manewî yê Rîsaleyên Nûr, ji wan re got: Qebir/gor heye, tu kes nikare înkar û mandel bike. Her kes, bivê nevê dê bikeve wê derê. Ji ketina wê derê re jî, ji xeynî "sê rêyên" bi sê awayan pê ve, tu rê tune ne.
Rêya Yekê:
Ew gor, ji bo ehlê îmanê, deriyê 'alemeke wisa ye ku ji vê dunyayê xweştir e.
Rêya Duduyan:
Ji wan ên ku axretê tesdîq dikin; lê belê di sefahet û dalaletê de diçin re, girtîxaneyeke ebedî û hebseke munferîd e ku dûrî hemû dostên xwe ye û di nav tecrîdekê de ye û deriyê hebseke bi tena serê xwe ye. Ji ber ku ew wisa dibîne û îtîqad dike û bawer dike; lê belê digel baweriya axretê heye pê 'emel nake, dê bi wî awayî muamele bibîne.
Rêya Sisêyan:
Ji bo wan kesên ehlê dalalet û înkarê ku bi axretê bawer nakin, deriyê îdameke ebedî, ango sêdareke wisa ye ku dê hem wî/wê hem jî hemû hezkiriyên wan îdam bike. Ji ber ku wisa dibîne, weke ceza, dê eynî wisa bibîne. Ev her du vebijêrk, zipîzelal in. Delîlan naxwazin. Bi çavan tê dîtin. Madem ecel veşartî ye. Her weqt dibe ku mirin, ji bo birrîna serê te, bê. Îca ciwan û pîr, jê re ferq nake. Helbet, ew merivê bêçare, li hember meseleyeke wisa mezin û bidehşet, naçar e ku li çareya serê xwe bigere ku ji wê îdama ebedî, ji wê hebsa bêbinî ku hebseke bêdawî ye, xelas bibe û wisa bike ku ew deriyê qebrê/gorê, ji wî/wê re, wergere derîyekî ku ji alemeke baqî re, ji seadeteke ebedî re û ji alema nûrê re vedibe. Ev bûyera ha, ji bo merivan, meseleyeke wisa ye ku bi qasî dunyayê mezin e.
Ew sed û bîst û çar hezar enbiya (e.s.) ku muxbîrên/peyamhinartên sadiq in û di destê wan de, mucîzeyên ku nîşaneyên tesdîqê ne hene û bi agahdarkirinên xwe, radigihînin ku ev heqîqeta qet'î, li ser van her sê rêyan e û ev her sê rê jî, dê bi sê heqîqetan bin. Îca ew sed û bîst û çar milyon ewliya, bi keşf, zewq û şuhûdan, eynî wan agahiyên ku Nebî (e.s.) didin, tesdîq dikin û îmze li binê agahiyên wan didin û ji eynî heman heqîqetê re şahidî dikin û ew alimên ku hed û hesabê wan tune ye û karê wan ew e, li heqîqetan digerin û ew wan agahiyên enbiya (e.s.) û ewliyayan, bi rêya aqil, di dereceya îlmelyeqîn de, bi delîlên xwe yên qet'î, îsbat dikin
{* Yek ji wan, Rîsaleyên Nûr e. Li meydanê ye.}
û bi awayê îttîfaqî radigihînin ku bi îhtîmaleke qet'î ya ji sedî not û nehî, "xelasbûna ji wê îdam û zindana ebedî, tenê bi îman û îtaetê ye û tenê bi îman û îtaetê, ew rê, li seadeta ebedî tê wergerandin."
Gelo muxbîrek bibêje ku di vê rêya ha ya bitehlûke de, ji sedî not û neh, îhtîmala helak(et)ê heye û ev gotina muxbîr, bi girîngî li ber çavan bê girtin; lê belê merivek gava li vê gotina wî muxbîrî guhdarî neke û bikeve wê rêyê û here, ji ber tirsa elema manewî ya helak(et)ê, helbet madeyê wî, li xwarinê tê girtin. Îca ew bi sed hezaran muxbîrên sadiq û museddeq, wiha agahdar bikin ku bi îhtîmaleke ji sedî sed û qet'î ye ku sefahet û dalalet, dibe sedemê wê sêdara qebrê ya li ber çavan û dibe sedemê wê hebsa munferîd a hucreyî ya ebedî; lê belê îman û ûbûdiyet, bi îhtîmala ji sedî sed, wê darsêpêyê radike; wê hebsa munferîd digre û vê gora ku li ber çavan e, werdigerîne deriyekî wisa ku li xezîneyeke ebedî û serayeke seadetê vedibe. Bi ser de jî, ew muxbîrên sadiq, tevî ku rêç û şopên wê nîşan didin, îca ew merivê/a bêçare û baxusûs ew misilmanê/a ku li hember vê meseleya ecêb û xerîb a ku bi dehşet û bi ezemet e, gava bê îman be û ubûdiyeta wan tune be, hema wê seltenet û lezzeta temamê dunyayê jî bidin wî/wê, gelo ka îmkan heye ku bikaribe wê elema elîm a ku ji ber wê fikara ku li ber çavan e û her tim di dor û nobetê de ye û li bendê ye û her kêlî îhtîmal e ku bang li wî/wê merivî/ê bikin ji bo wê derê, ji holê rake? Ji we dipirsim.
Madem, pîrî, kalî, nexweşîn, musîbet û ew wefatên li her derî, wê elema bidehşet, kul û der dikin û dixin bîra meriv, helbet ew ehlê zelalet/dalalet û sefahetê, heke li sed hezar lezzet û zewqî bitamijin jî, dîsa Cehennemeke manewî, di dilê wan de dijî û wan dişewitîne. Lê belê ew keregêjiya pir giran a xefletê, bi awayekî demborî, nahêle ku pê bihesin.
Madem ehlê îman û ta'etê, vê qebra/gora ku li ber çavê xwe dibîne, ji bo xwe, weke deriyekî ku li xezîneyeke ebedî û li seadeteke layezalî vedibe dibîne û wisa bawer dike, mîna ku ji wê piyangoya ezelî ya muqedderatê, bilêteke ku bi milyaran zêr û almasan dide qezenckirin, bi wesîqeya îmanê, jê re derketiye û her gav û saetê, li bendê ye ku jê re bibêjin: "Were bilêta xwe bigre." Îca ew lezzeta heqîqî û zewqa manewî ya kûr û pejinbar ku ji vê bendewariyê tê, lezzeteke wisa ye ku gava bibe cismanî û ew dendik bibe darek, ji wî merivî re dikeve hukmê Cenneteke xusûsî. Ha digel vê yekê jî, yê/ya ku terka vê lezzeta mezin bike û bi saîqeya/ xirandina ciwantiyê, rabe lezzeteke ne-meşrû ku demborî ye û sefîhane û heweskarane ye û dişibe hingivekî bijehr ê ku tê de elemên bêhed û hesab hene, tercîh bike, sed dereceyî ji heywanan berejêr dadikeve. Mîna wan bêdînên biyanî jî nabe. Çimkî heke ew, pêxemberekî înkar bikin jî heye ku pêxemberên dî nas bikin. Heke bi rastiya pêxemberan nizanibin jî, dibe ku Xwedê nas bikin. Heke haya wan ji Xwedê tune be, dibe ku hin xesletên wan ên baş hebin ku rê li ber fezîlet û qenciyan vekin.
Îca misilmanek ku hem enbiya hem Rebbê xwe hem hemû fezîlet û qenciyan, bi wesîteya Muhemmedê Erebî (e.s.m.) dizane, gava ku dest ji terbiyeyê wî berde û ji zincîra wî derkeve, êdî ew tu pêxemberî (e.s.) nas nake. Heta ew Xwedê jî nas nake û di ruhê wî/wê de, tu asasekî ku pê, fezîlet û qenciyan muhefeze bike, nabîne. Çimkî yê/ya ku terbiyeyên asasî û usûlên dînî yên Zatekî (e.s.m.) ku axirtirîn û mezintirînê pêxemberan e û dîn û daweta wî, li temamê merivahiyê dinihêre û ji aliyê mucîze û dîn ve, raserî temaman e û ji hemû merivahiyê re, di hemû heqîqetan de seydatî dike û serê çardeh esran, bi awayekî zipîzelal îsbat dike û ew bi xwe, wesîleya îftîxara merivahiyê ye, terk bike, êdî ew bi tu awayî nikare nûrekê, kemalekê bibîne. Kesê/a wisa, dibe mehkûmê/a daketina berejêr a mutleq.
Ha, gelî bêçareyên ku bûne mubtelayê wê zewqa jiyana dunyayî û ji ber metirsiya îstîqbala xwe diqilqilin û hewl didin ku îstîqbal û jiyana xwe temîn bikin! Heke hûn lezet, zewq, seadet û reheta dunyayê bixwazin, bi kêfa ku di daîreya meşrû/ rewa de ye, îktîfa bikin û qîma xwe pê bînin; ew, têra kêfa we dike. Helbet we ji beyanên berê fam kir ku di xaricê wê de û di nav lezzeteke ku di daîreya ne-meşrû de ye, hezar elem hene. Çawa ku îro, bi sînemayê, wan bûyerên zemanê berê, nîşan didin, sînemayek hebûya ku wan bûyerên zemanê bê/ayendeyê, mesela halên piştî pêncî salî bihatina nîşandan, ehlê sefahetê, di ciyê ku a niha dikenin de, dê bi sed hezaran nefrîn û nefret bikirana û ji halê xwe re dê bigiriyana.
Yê/ya ku li dunya û axretê, surûra/dilrehetiya ebedî û daîmî bixwaze, divê wî terbiyeyê Muhemmedî (e.s.w.) ku di daîreya îmanê de ye, ji xwe re bike rêber.
* * * Zemanekî Ez Li Ber Paceya Girtîgeha Eskîşehîrê Rûniştî Bûm.
Keçên mezin ên lîseya ku li hember wê bû, di hewşa dibistana xwe de dikeniyan û direqisîn. Min ew di wê cenneta dunyayê de, weke ku horiyên cehennemê bin dîtin. Lê belê ji nişka ve, rewş û weziyeta wan a piştî pêncî salî ji min re xuya bû. Ew kenên wan, ketin sûretê giriyekî bielem. Ji wê jî, ev heqîqeta ku tê, înkîşaf kir/vebû. Ango min rewşên wan ên di pey pêncî salî de, bi sînemayeke manewî û xeyalî dît ku: Pêncîyê ji wan keçên ku dikeniyan, di qebrê de di ber ezab de bûn, bûbûn xwelî. Û deh hebên wan jî ketibûn heftêsaliya xwe, çirkîn û kirêt bûbûn; çavê nefretî ya her kesî dikşînin ser xwe. Ez jî ji halê wan re giriyam.
Mahiyeta wê fitneya axirzeman ji min re xuya bû ku ew belaya herî bidehşet û herî cazîbedar a wê fitneyê, ji wî rûyê bêrû yê jinan derdikeve. Hêza vînê, bi darê zorê ji destê meriv digre û ew, mîna perwaneyan, merivan davêje agirê sefîhiyê. Îca yek deqîqeyeke jiyana dunyayê, li hember gelek salên heyata baqî, tercîh dike. Rojekê dema ku min li kuçeyê/kolanê dinihêrt, min pêjna nimûneyeke bitesîr a wê fitneyê kir. Bi ciwanan pir êşiyam. Min got: "Ev ciwanên bêçare, ji agirê vê fitneya ku mîna miqnetîzê wan dikşîne, nikarin xwe xelas bikin." û ez ponijîm. Ji nişka ve şexsekî manewî yê îrtîdatkar ku agirê wê fitneyê gurr û geş dikir û talîm dida, li ber min bû şênber. Min jî, ji wî û ji wan mulhîdên/bêdînên ku ji wî ders digirtin re got:
Hey bêbextê ku dikeve wê rêyê, ji bo ku ji horiyên Cehennemê zewq bigre, di rêya zewqgirtina ji horiyên Cehennemê de, dînê xwe feda dike û bi kêfa dilê xwe dikeve wê dalaleta sefîhane û di rêya lezzeta wan hewesên nefsê de bêdînî û îlhadê/bêîmaniyê qebûl dike û dibe jiyanperest û bi awayekî şedîd ji mirinê ditirse û naxwaze qebrê bîne bîra xwe û rengê îrtîdatê daye serê!.. Bi awayekî bêşik û bêguman bizane ku: Ji aliyê bêdîniyê ve, ev dunyaya te ya muezzem, bi temamî ev kaînata te û rabirdû û ayendeya te û ew new'ê te û cinsê te yê çûyî ye û mexlûq û neslên ku dê bên û ew dunya û miletên ku çûne û ew meriv û taîfeyên ku dê bên, berî vê saetê û ji vê deqîqeyê bi şûn de, bi yek carekê tune û mirî ne. Ha ew hemû dunyayên seyyar û kaînatên seyyal ku ji aliyê meriviyê ve tu bi wan re eleqedar î, ji ber dalaleta te, misêwa/daîma wan mirinên xwe yên bidehşet ên bêhed û wan elemên xwe yên şedîd, bi ser serê te de dibarînin. Ku şiûra te hebe, dil li te diperitînin. Heke ruhê/giyanê te hebe, dişewitînin. Ku aqilê te netefiyabe, di nav xeman de difetisînin. Îca heke ew sefaheta te ya serxweşî ya yek-saetî û ew lezzeta te ya pîs, di bergîdana van xem, huzun û eleman de karibe bê, hema di wê sefaletê de bimîne. Na, ku nikaribe, îca aqilê xwe bide serê xwe! Ji bo ku tu ji wê cehennema manewî bifilitî û bikevî cenneteke ku îman, hîna li vê dunyayê, wê temîn dike û eger bixwazî ku seadeta jiyanî tehm bikî, li dersa Quranê guhdarî bike... Lezzeteke cuz-î ya fanî/demborî ku yek deqîqeyek tenê ye, bi wan lezzetên kullî, baqî, daîmî û îmanî
{* Erê, îman, li vê dunyayê jî dikare ji aliyê nanewî ve lezzetên Cennetî bide. Ji wan bi sedan zeraq û tîrêjên bilezzet tenê li yek feydeyeke wê binihêre: Çawa gava tu zatekî ku di nav talûkeyê de li ber mirinê ye û tu zaf jê hez dikî bibînî û wê kêliyê doqtorekî mîna Hekîmê Loqman û Xizir hat; ew newxeş ji nişkan ve bi xwe ve hat.. Tu dê çiqas kêf bikî, eynî wisa jî, îman, bi qasî hejmara wan miriyên ku tu ji wan hez dikî û bi wan re têkildar î, kêf û dilgeşiyan dide te. Çunkî li goristana rabirduyê, bi milyonan ew zatên ku tu ji wan hez dikî, ji mehf û mirinê, ji nişkan ve bi nûra îmanê li ber te tên vejandin/zindîkirin û dibêjin: "Em nemirine û em dê nemirin." û tên heyatê. Di şûna wan elemên bêhed ku ji ber wan veqetînan tên de, ew bihevgihaştin û zindîbûn dike ku bi awayekî bênîhayet lezzet û kêf, di hêla îmanê de bi merivan re çê bibin û ev jî nîşan dide ku: "Îman, dendikeke wisa ye ku ji ehlê îmanê re, bi temamê wan lezzet û xweşiyên xwe, li Cennetê simbil dide û dê bide."}
biguhêre. Hem mebêje ku: "Ez dê mîna heywanan jiyana xwe derbas bikim." Çunkî ji heywanan re, rabirdû û ayende/dahatû, di hukmê xeybê de ne. Cenabê Hekîm ê Rehîm ku xeybê bi wan nade zanîn, ew ji wan elemên bêhed xelas kirine. Hetta gava mirîşkek, ji bo serjêkirinê li erdê tê dirêjkirin, bi çu elem, azar û xemgîniyî nahise. Gava kêrik dibire, dike ku pê bihise; lê belê ew hîs/hest jî diçe û ji wê êş û elemê jî xelas dibe. Nexwe ew rehmet, reifet/ merhemet û şefqeteke gelek mezin û mukemmel a Cenabê Heq e ku xeybê pê nade zanîn. Nemaze ji heywanên masûm re, rehmeta wî, bêhtir tam e. Nexwe di lezzeta sefîhane de, tu nikarî bigihîjî wan. Tu dê bi hezaran dereceyî dakevî xwarê/jêrê. Çunkî li ber heywanan, aqilê te, wan tiştên xeybî dibîne; bi elema wan dihese. Ji wê îstreheta tam a ku di "setra xeybê" de ye, tu bi temamî marûm î.
Hem ew xuy û xesletên te yên xweşik ên mîna uxuwwet, hurmet û hemiyet/xîretkeşî ku ji te re medarê bixwepesinandinê ne, di demeke narînokî de ji çoleke mezin, xasî bi qasî yek tiliyekê ye û di demeke bêhed de, tenê xasî bi wê saeta hazir e. Îca ji ber vê yekê, sun'î, demborî, sextekar, bêesil û gelek cuz-î ye û meriviya te û kemalata te, li wê goriyê biçûk dibe; tê dadikeve hîçiyê. Lê belê uxuwwet, hurmet, muhebbet û dilgermiya ehlê îmanê, ji ber ku ji hêla îmanê ve wê rabirdû û ayendeya mewcûd digre nava xwe, merivî û kemalata wî, li wê goriyê tealî dike û bilind dibe.
Hem ew biserketina te ya dunyayî, mîna rewşa wî cihûyê elmasgêr ê dînbûyî ye ku parçeyên camê, bi bihayê elmasê dikire, tu jî bihayê jiyaneke dirêj, daîmî û fireh, bi zemanekî piçûçok û kurt didî û ji ber vê yekê jî, helbet li wê "daîreya hed"ê, tu dê bi ser bikevî. Tu ji bo yek deqîqeyekê, bi qasî hirs û muhebbet û tolhildana salekê, dipirpitî. Ji ber wê, bi awayekî demborî be jî, tu li hember ehlê îmanê, bi ser dikevî.
Hem ji ber ku ew aqil, ruh, dil û hestên te, ji wan wezîfeyên xwe yên ulwî/bilind dest berdidin û tevlî wan karên rezîl ên nefsa suflî û wê hewesa pîs dibin û alîkarî bi wan re dikin, li dunyayê tu li hember ehlê îmanê bi ser dikevî. Bi ser de jî tu xwînşîrîntir dixuyêy. Îca çi heye ku aqil, dil û ruhê te, gelek zêde berejêr û xwarexwar daketine û bêesil bûne û wergeriyane hewesa pîs û nefsa rezîl û bi ser de jî mesx bûne. Helbet di vê hêlê de, dê biserketineke te ya demborî hebe ku Cehennemê ji te re; Cennetê jî, ji ehlê îmanê re dide qezenckirin.
* * * Fiqreyeke Seydayê Me Ye Ku Divê Li "Rêbera Ciwanan" Bê Zêdekirin.
Ji wê Rêbera ku ji Mêrsînê hatiye, ew rûpelên "bîst û sisê û bîst û çaran" ku di wan de bi navê "Meseleya Girîng" heye, munasib e ku bê derxistin. Çunkî xuy û xesleteke girîng a Nûrê, şefqet bi xwe ye û ji mêran zaftir, -hem ji dil hem bi îxlasê- pîrek/ jin bi nûran re têkildar dibin. Ew şedîdî û tundiya ku di wan du rûpelan de heye, ew hemşîreyên me yên ku qehremanên şefqetê ne, bila bi wê (tundiyê) meşxul nebin û dilê wan neşkê. Lewre ev mesele, li ser beşek ji wan keçên Îslamê hatiye nivîsandin ku li ciyên mîna Stenbolê, çavê wan lê ye ku xwe bixin dirûvê wan keçên Rûm û Ermenî yên rût û nîv-tazî. Meqseda me pê ew bû ku em wan hişyar û îqaz bikin.
Îca li Stenbolê, wan munafiq û masonên li dijberî Rêberê û hin ji wan rojnameyên ku vê dawiyê bûne neyarê me, wateyeke xelet daye vê xalê û ev rojnameyên ha, ji îftîra û nebûkariyên wan re bûne navgîn da ku têkildariya hin ji wan pîrekan, bi xizmeta Rîsaleyê Nûr, qels û lawaz bikin. A niha bila ew du rûpel jê bên derxistin. Li şûna wan, ew Rêbera Pîrekan/Xaniman a bi navê Muhawere, bila bête bicîkirin...
Seîdê Nûrsî
Haşiye:
Çawa ku zemanekî, ew komîteyên nepenî ku li dijî terbiyeya Îslamiyetê bûn û wan dixwest ku ciwanan ji rê derxin, a niha jî, ji bo ku wan jinên bêçare ji rê derxin, hin komîteyên bêdîn û veşartî, hewl didin û dixebitin.
Ji bo ku rastî îftîra û nebûkariyên wan komîteyên îfsadê neyên, yên ku di destê wan de Rêbera Ciwanan hene, bila ji fiqreya jor, her yek ji wan bigre ba xwe.
Jin jî, li şûna wan her du rûpelên ku jê hatine derxistin, bila wê Rêbera Pîrekên Pîr û Ciwan a bi navê "Bi Jinan re Muhawere" bixwînin. Û di ciyê wan du rûpelên ku jê hatine derxistin, bila ev fiqreya jor a Seydayê me, bête bicîkirin. MESELEYEKE GIRÎNG E KU JI NIŞKAN VE HAT ÎXTARKIRIN
Ji rîwayetên hedîsê tê fêmkirin ku di fitneya axirzeman de rola herî erjeng, di destê taîfeya jinan de ye û erjengtirîn fitne, fitneya wan bi xwe ye. Belê çawa di dîrokan de tê neqilkirin ku zemanê berê, bi navê "Amazonan", taîfeyeke eskerî ya ku gelek sîlahşor, ji jinan pêk hatibûye û wan, herbên newaze kirine hebûye, eynî wisa jî, vî zemanî, dalaleta zindîqî, di herba xwe ya li dijî Îslamê de, bi planê nefsa emmare, firqeya herî bidehşet ku wan xwe daye bin fermandariya şeytan, ew xanimên nîvtazî ne ku tevî saq û çîmên xwe yên vekirî, bi kêrikên erjeng, misêwa êrîşê dibin ser ehlê îmanê. Hewl didin ku rêya nîkehê bigirin, rêya fuhuşxaneyê fireh bikin. Bi vî awayî, nefsên gelekan bi yek carekê dikin dîl û hêsîr û îca dil û ruhên wan jî, bi kebaîran birîndar dikin. Belkî ji wan dilan, beşekê jê dikujin. Tam weke cezayê wan çend salên ku wan, ew saqên xwe nîşanî wan hewesên nemahrem dane, ew saqên kêrdar/ kêrikdar, dibin êzingên Cehennemê û serê ewil dê ew saq bişewitin û li dunyayê, ji ber ku wan, ew emîntî û sedaqeta xwe jî wenda kiriye, îca mêrekî munasib -ku jin, ji aliyê xulqiyetê ve, pir dixwazin û ji aliyê fitretê ve zaf muhtacî mêrekî ne- nikarin ji xwe re bîbinin. Gava bibînin jî, ji serê xwe re bela dibînin. Heta weke encama vî halî, di axirzeman de, li hin ciyan, ji [ber] rûyê ku rexbet û riayet bi nîkehê naye kirin, ji rîwayeta hedîsa şerîf tê famkirin ku di axirzeman de jin, dê bikevin rewşeke wisa bêqîmet û dê wisa bêxwedî bimînin û bêqîmet bibin ku mêrikek, dê li çil jinî binihêre.
Madem heqîqet ev e û hemin/madem her xweşik, ji xweşikiya xwe hez dike û heta ku ji destê wê bê- dixwaze ku rindiya xwe biparêze û naxwaze ku ew bedewiya wê xera bibe û madem xweşîkî û keleşî, nîmetek e, îca gava ji vî nîmetê re şukur bê kirin, ew dilberî, ji aliyê manewî ve zêde dibe; lê belê ku şukur neye kirin, diguhere, çirkîn dibe... Helbet heke wê aqil hebe, bi temamê qeweta xwe, ew dê nehêle ku ew husn û cemala wê, ji dan qezenckirina/ kesibandina gunehan re bibe navgîn û ew xweşik, dê wê husn û cemalê, bi çu awayî çirkîn û kiret û bijehr neke û dê wî nîmetî, bi kufranê neke medarê ezabê û dê ji vê rewşê jî bi temamê hêza xwe bireve.. û ji bo ku wê cemala xwe ya ku ancax bi qasî pênc-deh salan dimîne, "baqî" bike, dê bi awayekî meşrû wê bi kar bîne û ji wî nîmetî re şukur bike. Ku wisa neke, di pîrûkaliyê de, dê demeke dirêj tûşî bargiraniyê bibe û dê bi awayekî bêhêvî bigrî.
Di hedîsa qet'î de sabit e ku: Heke di daîreya edeba Îslamî de, ew husn û cemal, bi zînetên Quranê bête xemilandin û rindkirin, ew husn û cemala fanî, ji aliyê manewî ve dê baqî bimîne û li Cennetê, husn û cemaleke ku ji cemala horiyan şîrintîr e, ji wê re bi awayekî hê xweşiktir dê bête dayin. Heke bi qasî zerreyê, aqilê wê xweşikê hebe, dê vê encama xweşik, ronîgeş û ebedî, ji destê xwe nerevîne.
* * * ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ ﻭَﺍِﻥْ ﻣِﻦْ ﺷَﻲْﺀٍ ﺍِﻻ َّ ﻳُﺴَﺒِّﺢُ ﺑِﺤَﻤْﺪِﻩِ
ﺍَﻟﺴَّﻼ َﻡُ ﻋَﻠَﻴْﻜُﻢْ ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔُ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻭَ ﺑَﺮَﻛَﺎﺗُﻪُ ﺍَﺑَﺪًﺍ ﺩَﺍﺋِﻤًﺎ
3
Gelî birayên min ên ezîz û siddîq!
Em fiqreyeke bi navê "Ji ciwanên ku di rewşa bitalûke de ne re, îxtarnameyek"ê dişînin. Da ku ji wan ciwanên heqîqî re careke din jî îsbat bike ku ew îstîqamet, îffet û îttîbaya bi Sunneta Seniye ya ku şagirtên ciwan ên Rîsaleyên Nûr tê de diçin, di hêla ciwantiyê de çiqas hêja ye; îca ew ciwantiya heqîqî, xweş û bitehm ku heye, ew ciwantiya wan ciwanan e ku bi awayê îstîqametê dijîn û dîsa nîşan bide; bê ka ew ciwanên Turk[iyeyê] yên heqîqî kî ne.
ﺍَﻟْﺒَﺎﻗِﻰ ﻫُﻮَ ﺍﻟْﺒَﺎﻗِﻰ
Birayê we
Seîdê Nûrsî HIŞYARKIRINEK, DERSEK Û ÎXTARNAMEYEK E KU JI ÇEND CIWANÊN BÊÇARE RE HATIYE DAYIN
Rojekê, çend ciwanên têrbedew û keleş hatin ba min. Van ciwanan dixwest ku ez ji wan re çend îxtarên bitesîr û karîger bibêjim; da ku bikaribin li hember wan talûkeyên ku ji aliyê jiyan, ciwantî û hewesan ve tên, xwe biparêzin. Çawa ku zemanê berê hin ciwanan, ji Rîsaleyên Nûr meded xwestibû û min ji wan re gotibû, min ji van re jî got ku:
Ev ciwantiya ku bi we re ye, bêguman dê biçe. Heke hûn, di daîreya meşrû de nesekinin, ew ciwantî, dê wenda bibe û hem li vê dunyayê, hem di gorê/tirbê de, hem li axretê, ji wê lezzeta xwe gelek zêdetir dê li serê we bibe bela û dê serê we bixe nava gelek êş û eleman. Îca heke ji wî nîmetê ciwantiyê re weke şukurkirinekê, hûn rabin wê ciwantiya xwe di daîreya îffet, namûsparêzî û taetê de serf bikin, ew ciwantî, dê ji aliyê xwe yê manewî ve baqî bimîne û dê ji qezenckirina ciwantiyeke ebedî re bibe wesîle.
Jiyan jî, gava îman tune be, yan jî gava ji ber îsyanê ew îman lê tesîr neke, tevî zewq û lezzeteke zahirî û kurt, îca ew jiyan, ji wê zewq û lezzetê, bi hezaran carî/qatî zêdetir elem û xemgînî û kederan dide. Çunkî di merivan de, ji ber ku aqil û fikir hene, berevajiyê heywanan, tevî zemanê hazir, bi wan demên rabirdû û ayendeyê re jî, ji aliyê fitreta xwe ve têkildar e. Ji wan dem û zemanan jî, dibe ku hem elem hem jî lezzet bigire. Îca heywan ku heye, ji ber ku ne xwedî fikir e, ne xemgîniyên ku ji rabirdûyê tên zerarê didin lezzeta wê ya hazir; ne jî ew tirs û fikarên ku ji ayendeyê tên, lezzeta hazir a heywanan xera dike. Însan ku heye, heke ketibe dalalet û xefletê, ew xemgîniyên ku ji rabirdûyê tên û ew fikarên ku ji ber ayendeyê tên, dikin ku ew lezzeta wî/wê ya hazir a cuz-î, bi awayekî jidil tehl û tûj bibe û xera bibe. Îca nemaze gava ku ew lezzeta wî/wê ne-meşrû be, êdî bi temamî dikeve delavê wî hingivê ku bi jehr e. Nexwe meriv, ji heywanan, sed dereceyî ji hêla wê lezzeta jiyanê ve, kêmtir dimîne. Belkî ew jiyana ehlê dalalet û xefletê, belkî hebûna wan, belkî kaînata wan tenê ew roja ku tê de ne. Ew hemû dem û kaînatên bihurî, di hêla dalaleta wan de tuneye û mirî ye. Ji ber ku meriv bi aqilê xwe re têkildar in, ew jî, îca zulûmat û tarîtiyan didinê. Bi ser de jî ew demên ku dê bên jî, ji ber bêîtîqadiya wan, dîsa "tune" ne û ew veqetînên ebedî ku bi tunebûnê re tên jî, tim û daîm bi rêya fikra wan, jiyanê li wan tarî dikin. Heke îman ji jiyanê re bibe jiyan, îca wê gavê hem demên rabirdûyê hem jî ew demên ayendeyê, bi nûra îmanê ronî dibin û tên wucûdê. Mîna zemanê hazir, di hêla îmanê de, wan zewqên bilind û manewî û wan nûrên wucûdî dide. Ravekirina vê heqîqetê, di Ricaya Heftan a Rîsaleya Pîrûkalan de heye, divê tu lê binihêrî.
Ha jiyan wiha ye. Heke hûn lezzet û zewqa jiyanê bixwazin, jiyana xwe bi îmanê zindî bikin û bi ferzan bixemilînin û bi xwedûrgirtina ji gunehan biparêzin. Îca ew rastiya bidehşet a mirinê ku mirinên her roj û li her ciyî û her gav li ber çavan wê nîşan didin, çawa ku min ji wan ciwanên dî re gotibû, ez bi temsîlekê beyan dikim. Mesela:
Li vê derê, li ber çavê me, darsêpêyek hatiye danîn; hema li ber kêleka wê jî, piyangoyek heye; lê belê daîreyeke wê ya ku bîletên îkramiyeyeke gelek mezin dide heye. Em panzdeh kesên li vê derê, em bixwazin nexwazin, li ser her kul û halî, tu çareyeke dî tuneye, dê me vexwînin wê derê. Dê gazî/bangî me bikin. Îca ji ber ku dem û wexta bangkirinê veşartî ye, em li bendê ne û her kêlî/ deqîqe dibe ku bangî me bikin û bibêjin: "Were bilêta xwe ya îdamê bigire; derkeve darsêpêyê" yan jî dibe ku bibêjin: "Were, bilêteke ku bi milyonan zêrên îkramiyeyê ji te re dide qezenckirin, ji te re derketiye, ha ji te re bigire." Va ye em ku wiha li hêviya wan in, du meriv ji nişka ve derdikevin ber derî. Yek ji wan, jineke nîvtazî, xweşik û xapînok e û di destê wê de hingivek heye ku ji aliyê zahirî ve gelek şîrîn dixuyê; lê belê jehrkirî ye, dixwaze ku bi me bide xwarin. Merivê dî jî, zilamekî jidil/ciddî ku naxapîne û naxape, di pey wê jinikê de hat û got:
"Min ji bo we, tilismek, dersek anî. Ku hûn vê bixwînin û wê helawê nexwin, hûn dê ji wê darsêpêyê xelas bibin. Hûn dê bi vî tilismê ha, wê bilêta bêemsal a îkramiyeyê bistînin. Jixwe hûn bi çavê serê xwe dibînin, yên ku di vê darsêpêyê de ne, ew kes in ku wan hingiv xwariye û ber bi wê derê ve diçin û di rê de jî, heta ku diçin digihîjin wê derê, ji ber jehra wê helawê, navêşeke bidehşet bi wan re peyde dibe. Îca wan kesên ku bilêta îkramiyeyê girtiye, her çendî nayên dîtin û ji aliyê zahirî ve dixuyê ku ew jî derdikevin wê darsêpêyê; lê belê bi milyonan şahid hene û agahî didin ku ew kes nayin xeniqandin; belkî ji bo ku bi hêsayî derkevin wê daîreya îkramiyeyê, ew vê darsêpêyê ji xwe re dikin pêlpêlik û nêrdewan. Ha di van paceyan de binihêrin. Ew karmendên herî mezin û ev zatên ku bi van karan re têkildar in, bi dengê bilind îlan dikin û agahî didin: Çawa hûn jî bi çavê xwe, 'eynelyeqîn dibînin, ew kesên ku diçin wê darsêpêyê, vê bilêta îkramiyeyê û tilismokan digirin, îca hûn jî bi awayekî bêşik û bêguman, mîna nava rojê qet'î bizanibin."
Va ye ha mîna vê temsîlê, ew zewqên sefahetkarî yên wê ciwantiya ku di daîreya ne-meşrû de ye û mîna hingivekî bijehr e û ji ber ku ew [ciwantî] wê îmana ku bilêt û wesîqeya wê xezîneya ebedî û seadeta sermedî ye; lê belê ew bi wê sefaheta xwe, wê îmanê wenda dike, ew mirina ku ji aliyê zahirî ve di hukmê darsêpêyê de ye û ew musîbeta gorê/ qebrê ku deriyê zilûmateke ebedî ye, jê re çawa dixuyên, eynî wisa, bi wî awayî dikevê. Ecel ku heye, ji ber ku nepenî ye, jê re ciwan-pîr ferq nake, her kêlî û her gav, ew ecelê ku celad e dibe ku bê û serê wî/wê bibire. Sed û bîst û çar hezar enbiya (eleyhîmusselam) û ew ehlê welîtî û ehlê heqîqetê û ehlê tehqîqê ku hed û hesabê wan tune ye, hemû bi hev re, bi muttefiqî agahî didin û eserên wê nîşan didin ku; gava ew ciwan, wan hewesên ne-meşrû ku di hukmê wî hingivê bijehr de bûn biterikînin û wî tilismê Quranî ku îman û feraîz in, bi dest bixin, ew, wê bilêta ku ji piyangoya muqedderata fewqelade ya merivahiyê derdikeve û wesîqeya seadeta ebedî ye, dê bigrin.
Elhasil: Ciwantî, dê biçe. Heke di sefîhiyê de derbas bûbe, hem li dunyayê hem li axretê, dibe sedemê bi hezaran bela û eleman. Îca heke hûn bixwazin hîn bibin ku ka piraniya wan ciwanên ku ciwantiya xwe di sefîhiyê de bihurandine û rastî bi hezaran bela û kederan hatine û ji ber ku wan, ciwantiya xwe di tiştên nebaş de xerc kiriye û ji ber nexweşînên biewham ên ku ji suî îstîmal û îsrafan çêdibin çawa ketine nexweşxaneyan û ji ber wan zêdegavî û jirêderketinên xwe, çawa ketine girtîxane yan jî sefîlxaneyan û ka ji ber wan diltengiyên xwe yên ku ji ber wan elemên xwe yên manewî, çawa ketine meyxaneyan, hûn herin ji wan xestexane, girtîxane û ji goristanan bipirsin. Helbet, hûn dê ji zimanê hal ê piraniya wan nexweşxaneyan bibihîsin ka ji ber wan îsrafat û sûîstîmalên ciwantiyê, çawa dikin "nalenal" û "heywax û heywa"yiya wan e. Hem jî hûn dê ji girtîxaneyan jî, dengê teessufî yê piraniya wan ciwanên bêbext ku wan, ciwantiya xwe di dilgermiya ciwantiyê de derbas kiriye û ji ber wan tevgerên xwe yên ku ne di daîreya meşrû de bûne, çawa şîmaqan dixwin, bibihîsin. Û bi muşahedeya ehlê keşfulqubûr û bi tesdîqa temamê ehlê heqîqetê, di wê goristanê de û li wê alema berzexa ku deriyên wê, ji bo wan kesên ku dikevin wê derê, misêwa vedibin û tên girtin, hûn dê pê derxin ku piraniya ezaban, ji ber wan kirin û kiryarên neçê yên ciwantiyê ne. Hem ji wan pîrekal û nexweşên ku piraniya merivahiyê ew bi xwe ne, bipirsin. Helbet bi piraniyeke mutleq, ew dê bi awayekî tije esef û hesret bibêjin: "Heywax, me ciwantiya xwe, beredayî, li haşê, belkî bi awayekî tije zerar wenda kir; nebî nebî hûn mîna me mekin." Çunkî ew merivê [meriva] ku ji bo zewqa ne-meşrû ya ciwantiya pênc-deh salan, li dunyayê gelek salan xem û kederan bikşîne û li berzexê jî bikeve ezab û zerarê û li axretê jî, îca dê rastî wê belaya Cehennem û wî seqerê [arê Cehennemê] bê, îca bikeve rewşeke çiqas dilşewat jî, bi sirrê/raza ﺍَﻟﺮَّﺍﺿِﻰ ﺑِﺎﻟﻀَّﺮَﺭِ ﻻ َ ﻳُﻨْﻈَﺮُ ﻟَﻪُ4 qet ne musteheq in ku dil bi wan biêşe. Lewre li wan kesên ku bi qîma dilê xwe dikevin zerarê, merhemet naye kirin û ew ne layiq in. Cenabê Heq, me û we, ji fitneya cazîbedar a vî zemanî xelas bike û biparêze. Amîn.
* * * BERSIVA PIRSEKÊ YE KU JI ALIYÊ TELEBEYÊN RÎSALEYÊN NÛR VE TÊ PIRSÎN
Me ji Seydayê xwe pirsî: "Di van rojên bidehşet ên vê Herba Cîhanê [ya 2'yan] de ku bi rastî jî bi muqedderata Alema Îslamê re têkildar e, lê va ye bû du sal, we ne ji me, ji wî Emînê ku her roj di xizmeta we de ye, hema tenê yek carekê be jî, we nepirsî. We girîngî neda vê herbê. Gelo qey heqîqeteke ku ji vê bûyerê hîna mezintir hebû û hukum dikir ku wê, girîngiya vê herbê kêm dikir? An jî gelo qey zerar heye ku meriv pê meşxûl bibe? Ew jî dibêje "Elcewab":
Erê, ji ber ku heqîqeteke ji vê Herba Cîhanê mezintir û bûyereke hîna ezîmtir hukum dike, ev Herba Cîhanê, li ber wê, bê ehemmiyet dibe û bê qîmet dimîne. Çunkî di vê Herba Cîhanê de, du hukûmet, ji bo hakimtiya ser rûyê erdê, li hember hev ketine şerê heqxwestin û doza muhekemeyê û di vê de jî, muhekemeya lihevkirin û sulha du dînên mezin û doza aştiyê vebûye û di vê hiyama ku ew têkoşîna/mucadeleya mezin a vê cereyana bidehşet a bêdîniyê, li hember dînên semawî dest pê kiriye de, ji wan dozên mezin ên merivahiyê ku di navbera çîna/tebeqeya sosyalîst û taîfeya burjuwayan de, li mehkemeya mezin vebûye, gelek mezintir, îca dozeke wisa vebûye û heqîqeteke wisa muezzem derketiye meydanê ku: Yek miqdarekî wê yê ku tenê îsabetî yek merivekî dike, ji vê Herba Cîhanê mezintir e. Ha ev doz jî, ev e ku:
Vî zemanî, ji bo her mumînî, belkî ji bo her kesî, doza qezenckirin an jî wendakirina zeviyeke baqî ya ku bi qasî ser rûyê erdê mezin e û ji serî heta binî baxçe hene û bi qesran xemilandî ne û mulkekî ebedî ye, vebûye. Nexwe li serê her merivekî [merivekê], dozeke wisa vebûye ku: Heke bi qasî serweta Ingilîz û Eleman serwet û qeweta wî/wê hebe û eqlê wan jî hebe, tenê ji bo qezenckirina wê dozê, ew dê hemû serf bike. Helbet yê/ya ku berî qezenckirina wê dozê, girîngî bide tiştên din, dîn û dîwane ye. Hetta ev doz, wisa ketiye talûkeyê ku (bi muşahedeya yekî ji ehlê keşfê) li ciyekî, ji çil merivên ku ji destê ecel, wan tezkereya xwe ya terxîsê girt, tenê yek merivekî karibûye qezenc bike. Ha, heke wekîlekî dozê [parêzerek] hebe ku karibe vê doza girîng û mezin bide qezenckirin û serê bîst salî ye; bi tecrubeyan sabit e, ji dehan heşt kes bi xêra wî parêzerî, wê dozê qezenc dikin, helbet her merivê [meriva] ku aqil di serî de hebe, berpirsiyar e ku ji her bûyerê zêdetir girîngiyê bide wê xizmeta ku wî wekîlê dozê/parêzer, sewqî ser kar û wezîfeyê dike. Ha va ye, yek ji wan wekîlê dozê belkî yê pêşî, Rîsaleyên Nûr e ku ji î'caza manewî ya Qurana Mucîzulbeyan daweriviye û derketiye û niziliye. Ji vê re jî, bi hezaran kesên ku wan ew doz qezenc kiriye hene û şahid in.
Belê, her çi merivê/a ku bi mamûrtî ji vê kureya erdê re hatiye şandin, bi awayekî qet'î û muheqqeq derketiye holê ku ew, li vê derê mêvan û fanî ye û berê mahiyeta wî/wê, li heyateke baqî ye. Bi ser de jî, vî zemanî, ew kelehên xwesipartinê ku meriv, dikare heyata xwe ya ebedî, bi xêra wan xelas bike, ji binî hejiyane. Îca a niha, dozeke wisa li serê her merivî vebûye ku tevî wendakirina vê dunyayê, îca fikar heye ku temamê wan hezkiriyên xwe yên li vê dunyayê jî, pê re ebedî terk bike û biçe. Ev jî ne bes, îca bi ser van hemûyan de, tirsa herî mezin ew îhtîmal e, mulkekî baqî yê ku ji vê dunyayê, bi hezaran caran mukemmeltir e, wenda bike. Ha qezenckirin an jî wendakirina vê dozê, li serê her kesî vebûye. Gava wesîqeya îmanê tune be û heke meriv bi awayekî saxlem/pêt wê îtîqada ku ji merivan re beraet û sened e, bi dest nexe, meriv dê wê dozê wenda bike. Gelo, ka çi heye ku bikaribe ciyê vî tiştê ku wenda kiriye bigre? Îca li ser vê heqîqetê, eql û fikra min û ya her yek birayekî min, sed derece zêde bibe jî, ji xizmeta vê wezîfeya qudsî ya muezzem re, ancax dikare ku têr bike. Nihêrtina li meseleyên dî, ji me re fuzûlî û malayanî/beredayî ye. Tenê ev heye, beşek ji şagirtên Rîsaleyên Nûr, di nav wan dozên dî de ne û car carinan, hin kesên bêaqil, bi awayekî bêsedem ku qet lazim nake, êrîş û tearuz dikin. Ha wê gavê, di dereceya zerûretê de, me bê hemdê xwe û ne bi dilê xwe, li wan nihêrtiye.
{* Bi aliyê wê parêznameya wî ya mehkemeyê ve îşaret e.}
Çi bi eqlê xwe be, çi bi fikra xwe be, çi jî bi dilê xwe be, ji xeynî vê doza heqîqî ku gelek mezin e, heke meriv bala xwe bide ser wan dozên dî û bi wan hevgijgijandinên dî re têkildar bibe, zerar heye. Çunkî ew merivê ku bal û dêhna xwe bide ser wan daîreyên fireh û siyasî yên ku heyecan di wan de hene û bi wan re mijûl û meşxûl bibe, bivê nevê, ji wan xizmetên xwe yên girîng ên daîreya teng, li paş dimîne; yan jî şewq û halana wî dişkê.
Hem jî, ew kesê ku bal û dêhna xwe bide ser wan daîreyên siyaset û gijgijandinên cazîbedar û fireh, carinan tê de xwe wenda dike. Çawa ku wezîfeya xwe nake, heke selameta dil û niyeta xwe ya baş û fikra xwe ya îstîqametê û îxlasa xwe ya di xizmetê de wenda neke jî, dibe ku di bin wê tohmetê de bimîne. Hetta derbarê vê de dema ku wan di mehkemeyê de êrîşî min kir, min got:
"Ew heqîqeta îman û Quranê ku mîna ye rojê, nabe ku bide pey cazîbeya wan roniyên demborî yên li erdê û qet ji wan re nabe halet û navgîn. Yê ku wê heqîqetê baş û jidil nas dike, ne ji wan bûyerên kureya erdê re, belkî ji kaînatê re jî, nikare wan bike alet." Û bi vî awayî min ew hiş kirin.
Va ye bersiva Seydayê me qediya. Me jî bi temamê qeweta xwe ev tesdîq kir.
Şagirtên Rîsaleyên Nûr
* * *
ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ
HAŞIYEYA MEQAMÊ DUDUYAN A KELÎMEYA SÊZDEHAN E KU JI MÎZANÊN RÎSALEYÊN NÛR E
Ew kesên girtî û hebsî, gelek muhtacî wê teselliya heqîqî ya Rîsaleyên Nûr in. Nemaze îhtiyacê wan girtiyên ku wan derbe ji ciwantiyê xwariye û îhtiyacê wan ciwanên ku wan ew imrê xwe yê terteze û şîrîn, di girtîxaneyê de bihurandiye, mîna nan, bi Nûran heye.
Erê, demarê ciwantiyê, ji aqilî zêdetir, li hest û pêjnan guhdarî dike. Îca hest û hewes ku heye, kor e; encamê nabîne. Ew, wê lezzeta hazir a bi qasî dirhemekê, tercîhî lezzeta li pêş a bi qasî batmanekê dike. Di ber lezzeta yek deqîqeyeke tolhildanê de qetlê dike û wan elemên wê qetlê ku ji qasê heştê hezar saetên girtîmayînê tên, dikşîne. Û ji ber yek saeteke sefahetê, di meseleyeke namûsê de, seadeta imrê wî, ji rûyê wê girtîmayîna bi hezaran rojan û ji ber wan metirsî û fikarên dijminan, mehf dibe. Ji aliyê qiyasa bi van ve, gelek talûke li pêşiya ciwanên bêçare hene ku ew, jiyana xwe ya herî şîrîn, dizivirînin jiyaneke gelek tûj û tehl. Jixwe li aliyê Bakur, dewleteke qirase rabûye û wê, ew hewesên ciwantiyê bi dest xistine û ew dewlet, vî esrê ha, bi bahozên xwe dihejîne. Çunkî ji wan ciwanên ku bi hewesên xwe yên kor ên ku aqûbet û dawiyê nabînin re, jin û keçên xweşik ên ehlê namûsê, helal dike. Belkî îzîn didin ku mêr û jin, tazî û tevî hev bikevin himaman û ew van fahşîtiyan teşwîq dike. Bi ser de jî, ji serserî û xizanan re, malê zengînan helal dike ku merivahî, li hember vê mûsîbetê direhile û diheje.
Ha di vî esrê ha de, ciwanên Îslam û Turk[iyeyê], divê bi awayekî qehremanî tevbigerin û li hember vê talûkeya ku ji du aliyan ve êrîş dike, bi wan şûrên tûj ên mîna "Meywe" û "Rêbera Ciwanan" ku ji Rîsaleyên Nûr in, xwe ragrin û li ber xwe bidin. Îca heke ew ciwanê bêçare wisa neke, hem îstîqbala/ayendeya xwe ya dunyayê, hem jiyana xwe ya mesûd, hem seadeta xwe ya li axretê û wê heyata xwe ya baqî, dê wergerîne ezab û eleman û dê mehf bike û ji ber sûî-îstîmal û sefîhiyê, îca dikeve nexweşxaneyan û ji ber zêdegaviyên hissiyatê, dikeve girtîxaneyan. Bi heywax û esefan, di pîrûkaliya xwe de, dê gelek bigrî. Îca heke, bi terbiyeyên Quranê û bi heqîqetên Nûrê, xwe muhefeze bike, dibe ciwanekî [ciwaneke] tam qehreman û merivekî mukemmel û Muslumanekî [Muslumaneke] mesûd û li ser wan xwedîjiyan û wan heywanan, bi awayekî ji awayan dibe sultan.
Erê, ciwanek, heke di hebsê de, ji wan bîst û çar saetê her rojê imrê xwe, tenê yek saetekê, li pênc wextê nimêjê serf bike, jixwe girtîxane, rê nade piraniya gunehan û bi ser de jî, rabe ji ber wî xetayê ku pê ketiye wê mûsîbetê jî, tewbe bike û ji wan guneyên dî yên bizerar û bielem xwe vekişîne, feydeyeke wî ya mezin, hem digihîje jiyana wî hem îstîqbala wî hem welatê wî hem gelê wî hem jî eqrebayên wî û di serê pêşî de Qurana Mûcîzul Beyan, hemû kutûb û suhûfên semawî, bi awayekî qet'î radigihînin û mizgîn didin ku, bi xêra wê ciwantiya fanî ya deh-panzdeh salî, ew dê ciwantiyeke ebedî ya ronak qezenc bike.
Belê, ji wî nîmetê wê ciwantiya şîrîn û xweşik re, heke bi îstîqamet û taetê şukur bike, hem zêde dibe, hem baqî dibe hem jî bi lezzet dibe. Ku wisa neke, hem dibe bi bela, hem dibe bi elem, bi xem û bi kabûs. Bi ser de jî dibe sedem ku ew ciwan, hem ji eqrebayên xwe re hem ji welatê xwe re hem ji gelê xwe re, bikeve hukmê serseriyekî muzir. Heke bi zulmî hatibe mehkûmkirin, bi şertê ku nimêja xwe ya ferz eda bike, çawa ku her saeteke wî, dibe bi qasî îbadetê rojekê, ew hebs, ji wî re dibe çilexaneyeke uzletê û dibe ku ew jî, mîna wan munzewiyên ku zemanê berê diketin şikeftan û bi îbadetan re mijûl dibûn bête hesibandin. Îca gava ku ew, girtiyekî feqîr û pîrekal be, nexweş û muştaqê wan heqîqetên îmanê be, bi şertê ku ferzên xwe bîne cî û tobe bike, her yek saeteke wî, dibe bi qasî îbadetê bîst saetî û girtîxane jî, ji wî re dikeve hukmê îstrehetxaneyê û ew girtîxane, ji bo wan dostên wî yên ku bi merhemetkarî li wî dinihêrin, dikeve hukmê muhebbetxaneyek, terbiyexaneyek û dersxaneyekê. Dibe ku ew mayîna wî ya li girtîxaneyê, ji bo wî, ji wê serbestiya derve ku ji her aliyî ve guneh bi ser de êrîş dikin û tevlîhev e, xweştir be. Ji hebsê, terbiyeyeke tam digre. Gava derdikeve, weke qatilekî, weke tolhildêrekî na; belkî weke merivekî tewbekar, bitecrube, biterbiye ku menfîeta wî ji gelî wî re heye derdikeve. Hetta hinek ji wan kesên eleqedar, gava wan dîtiye ku li Girtîxaneya Denizliyê di demeke kurt de, wan girtiyan, bi awayekî nebînayî, dersa exlaqê xweş ji "Nûran" girt, wan gotiye: "Ji bo terbiye, ciyê ku meriv wan girtiyan panzdeh salan bavêje hebsê, ew girtî panzdeh hefteyan dersa Rîsaleyên Nûr bigrin, dê hîna baştir wan îsleh bike."
Madem mirin namire û ecel nepenî ye, her wext dibe ku bê. Û madem gor naye girtin; ew kesên ku qifle bi qifle li pey hev tên, diçin wê derê û wenda/xeyb dibin. Û madem bi heqîqeta Quranê hatiye nîşandan ku mirin, ji ehlê îmanê re, ji îdama ebedî werdigere tezkereyê terxîsê; lê belê ji ehlê dalalet û sefahetê re, çawa ku bi çavan jî tê dîtin, îdameke ebedî ye û fîraqeke layezalî ye ku wan ji temamê ehbab û hezkiriyên wan û ji temamê mewcûdan diqetîne. Helbet û helbet, hîç şik û guman namîne, yê [ya] herî bextewar ew e ku di nav sebrê de, şukur dike û bi awayekî baş, ji vê mûsîbeta hebsê, îstîfade dike û ji "Nûran" ders digre û di daîreya îstîqametê de, hewl dide ku ji îmana xwe re û ji Quranê re xîzmet bike.
Hey merivê [û meriva] ku mubtelayê zewq û lezzetê ye! Ez di heftê saliya xwe de, bi tecrube, delîl û bûyerên bi hezaran, bi awayekî eynelyeqîn hîn bûm û dizanim ku: Zewqa heqîqî, lezzeta bêelem, dilxweşiya bêkeder û seadeta di jiyanê de, tenê di îmanê de ye û di daîreya heqîqetên îmanê de heye. Ku ne wisa be, di wê lezzeta dunyayî de, gelek elem hene. Yek heblûreke tirî dide xwarin; îca mîna ku deh şîmaqan daweşîne, tehm di lezzeta jiyanê de nahêle.
Gelî bêçareyên ku tûşî mûsîbeta hebsê bûne! Madem dunyaya we digirî û jiyana we tehlbû/bû bi êş, îca hûn jî bixebitin, bila axreta we jî negirî û bila heyata we ya baqî bikene, şîrîn bibe; de îca ji hebsê jî îstîfade bikin. Çawa ku carcaran di bin şert û mercên giran de, li hember dijminan, yek saeteke nobetê/pawînê, dikare bikeve hukmê saleke îbadetê. Wisa jî, di bin van şertên giran de, zehmetê yek saeteke we ya îbadetê, hêvî heye ku bibe gelek saet û wan zehmetan, wergerîne rehmetan.
* * * ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ
ﺍَﻟﺴَّﻼ َﻡُ ﻋَﻠَﻴْﻜُﻢْ ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔُ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻭَ ﺑَﺮَﻛَﺎﺗُﻪُ
Birayên min ên ezîz û siddîq!
Ji bo wan kesên ku tûşî mûsîbeta hebsê bûne û ji wan kesên ku bi awayekî merhemetkarî li wan dinihêrin û bal û dêhna wan li ser wan erzaqên ku ji derve tên û alîkarî bi wan re dikin, ez dê teselliyeke biqewet, di "Sê Nuqteyan" de beyan bikim:
Nuqteya Pêşî:
Her rojeke ji wî imrê ku di hebsê de derbas dibe, dikare îbadeta bi qasî deh rojan bide qezenckirin. Bi ser de jî, dikare wan saetên fanî, ji aliyê meyweyên wê ve, wergerîne saetên ebedî. Îca bi vî awayî, hêvî heye ku bi xêra pênc-deh salên girtin û cezayê, rê li ber xelasbûna ji girtîxaneyeke ebedî ya bi milyonan salî re vebe û ev hebs jê re bibe wesîle. Va ye şertê vê qezenc û kara gelek mezin û zaf hêja ji bo ehlê îmanê, ev e: Edakirina nimêja ferz, tobekirina ji ber wan guneyên ku bûne sebebê ketina girtîxaneyê û şukurkirina di nav sebirê de ye. Jixwe girtîxane, rê li ber gelek guneyan digre; rê nade wan.
Nuqteya Duduyan:
Zewala lezzetê, çawa ku elem e, zewala elemê, lezzet bi xwe ye. Belê, her çi kes be, gava wan rojên xwe yên bilezzet û têrxweşî yên zemanê berê bîne bîra xwe, tevî teessuf û hesretkêşanê, tûşî elema wan a manewî dibe û "Hey wax!" dibêje; îca gava wan rojên xwe yên bimûsîbet û bielem ên berê bi bîr bîne, ji ber ku ew roj qediyane, dê di dilê wî [wê] de lezzeteke manewî çê bibe û dê bibêje: "Elhemdulîllah şukur, wê belayê, xêr û sewaba xwe hişt û çû." û dê bi dilfirehî bêhneke xweş bikşîne. Nexwe elema demborî ya bi qasî saetekê, di pey xwe de lezzeteke manewî, di ruhan de dihêle; îca saeteke bilezzet berevajiyê wê, li pey xwe eleman dihêle.
Madem heqîqet ev e û madem saetên berê yên bimûsîbet, tevî elemên xwe hedimîne û tune bûne û ew rojên ku dê bên jî, a niha madûm û tune ne. Û ji tunebûnê elem tuneye û ji madûmê elem naye. Mesela gava îhtîmal hebe ku çend roj peyre, meriv dê tî û birçî bimîne û meriv ji niha ve dest pê bike, bi wê niyetê, misêwa li ser hev nan bixwe û av vexwe, çi derece dînîtî be, eynî wisa jî, heke meriv wan rojên berê û rojên bê, yên bielem bîne bîra xwe -ku hîç e, hedimiye û tunebûye- û ji niha ve bêsebrî bike û dest ji nefsa xwe ya biqusûr berde û rabe gilî û gazin ji Xwedê bike û bibêje "Of, of!" tev jî, dînîtî ye. Îca heke ew wê qeweta xwe ya sebrê, li çep û rastê ango, li ser zemanê berê û zemanê bê, belav neke û li hember saet û roja hazir xwe ragre, tam têr dike û tengahî, ji dehan dadikeve; tê yekê. Hetta bila ne gilî û gazin be, li vê medreseya Yusûfî ya sisêyan, di nav çend rojan de, ez rastî mûsîbeteke wisa zêde tije tengasiya manewî û nexweşînan hatim ku min di imrê xwe de, êş û azarên wiha nedîtibûn û nemaze, ji ber ku ez ji xizmet Nûran mahrûm mabûm, bêhêvîtiyeke wisa ecêb bi min re çê bûbû ku êdî, ji ber wan diltengî û ruhguvişînan, ez dieciqîm, dipelixîm. Ha tam di wan rojan de, înayeta Îlahî, ev heqîqeta ku li jorê behsa wê hat kirin, nîşanî min da. Êdî min jî qîma xwe bi vê nexweşîna xwe ya tengijiyane anî û ez bi girtina xwe qaîl bûm. Çunkî min got: "Bêçareyekî mîna min ku li ber derê gorê/tirbê ye, dêleva saeteke ku îhtîmal heye ku, di nav xefletê de derbas bibe; wergerîne deh saetên îbadetê, ji min re kareke mezin e." û min şukur kir.
Nuqteya Sisêyan:
Heke meriv, bi awayekî şefqetkarî, ji girtiyan re xîzmet bike û bi wan re alîkarî bike; û wî rizqê ku ew muhtac in, bigihîjîne ber destê wan; û wan birînên wan ên manewî, bi teselliyan melhem bike, meriv bi 'emelekî hindik, dikare qezenceke mezin bi dest bixe. Îca gava meriv wan xwarinên wan ên ku ji derve tên bide wan, eynî bi qasî mîqdar û giraniya wan xwarinan, ji bo qerdiyanan û ji bo wan kesên ku bi qardiyanan re, li derve û li hundir dixebitin, dikeve hukmê sedeqeyê û li deftera xêrên wan tê nivîsandin. Îca nexasim ew kesê girtî, gava mûsîbetzede, pîr, an jî nexweş, an jî feqîr be, yan jî xerîb be, xêra wê sedeqeya manewî, qat bi qat zêde dibe.
Ha, îca şertê vê kar û qezenca mezin ev e: Edakirina nimêja ferz e; da ku ew xizmet wî, sirf ji bo Xwedê be. Hem şertekî wê yê din jî ev e, gava bi wan girtiyan re alîkarî bike, divê bi sedaqat, şefqetkarî û dilxweşî be û bi ser de jî mineta xwe neke û heta ku jê bête, zû bigihîje hawara wan.
* * * ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ ﻭَﺍِﻥْ ﻣِﻦْ ﺷَﻲْﺀٍ ﺍِﻻ َّ ﻳُﺴَﺒِّﺢُ ﺑِﺤَﻤْﺪِﻩِ
ﺍَﻟﺴَّﻼ َﻡُ ﻋَﻠَﻴْﻜُﻢْ ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔُ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻭَ ﺑَﺮَﻛَﺎﺗُﻪُ ﺍَﺑَﺪًﺍ ﺩَﺍﺋِﻤًﺎ
3
Gelî hevalên min ên girtîxaneyê û birayên min ên dînî!
Ji qelbê min re hat îxtarkirin ku ez, heqîqeteke wisa ji we re beyan bikim ku we hem ji ezabê dunyayê hem jî ji ezabê axretê xelas bike. Ew jî ev e:
Mesela yekî, birayê yekî yan jî eqrebayekî yekî kuştiye. Qetlek, gava ku ji bo tehma yek deqîqeyeke tolhildanê tê kirin, wisa dike ku bi milyonan deqîqeyan, meriv hem dilteng bibe hem jî ezabê girtîxaneyê bikişîne. Bi ser de jî, ew eqrebayên kesê kuştî bi xwe jî, ji ber tirs û fikarên heyfhilanînê û ji ber ku tim neyarên wî di bîra wî de ne û dibe ku derkevin pêşiya wî, çu tehmek di jiyana wî de û tu lezzetek di imrê wî de namîne; karê wî ew e, hem ezabê hîddetê hem jî, cefayê tirsê dikişîne. Îca tek çareyeke vê heye: Ew jî, lihevhatin û sulh e ku Quran vê emir/ferman dike, heq, heqîqet û meslehet, feyde û însaniyet, hem jî Îslamiyet, vê divê, vê dixwaze û vê teşwîq dike. Belê, heqîqet, mifa û sûd ku heye, sulh û aştî ye. Çunkî ecel [ku heye] yek e; naye guhertin. Yê kuştî, hebe tune be, ji ber ku ecel hatibû, ew dê zêde nemaya; ew qetil jî, ji qezaya Îlahî re bûye wesîte. Gava sulh çê nebe, her du alî jî, daîma dê bikevin ber wî ezabê tirs û întîqamê. Ji ber wê yekê, emr û fermana Îslamiyetê ye ku: "Mumînek, ji sê rojan zêdetir, nikare bi mumînekî dî re xeyîdandî bimîne." Heke ew qetil, ne ji ber neyartî, yan jî ne ji ber kîn û xerezekê be û bi ser de jî, îca heke munafiqekî, fesadî kiribe û ew fitne qewimîbe, îlhez pêdivî bi lihevhatineke bilezûbez heye. Ku wisa nebe, ew mûsîbeta cuz-î, peyre mezin dibe, dewam dike. Lê belê gava ew li hev bên, yê ku qetlê kiriye, tafilê tewbe bike û ji wî yê ku hatiye kuştin re, her tim dua bike, wê gavê her du alî jî, kar û qezencê bi dest dixin û ji hev û dî re dibin mîna birayan. Di bergîdana wî tek birayê çûyî de, îca gelek birayên dîndar qezenc dike û bi vî awayî jî, teslîmî qeza û qedera Îlahî dibe û neyarê xwe jî efû dike. Bi ser de jî, nemaze madem wan li dersa Rîsaleyên Nûr guhdarî kiriye, helbet hem meslehet û feyde, hem îstreheta şexsî û îstreheta giştî/ûmûmî, hem ew uxuwweta di daîreya Nûrê de, îqtîza dike û pêdivî dibîne ku ew, dest ji temamê wê xeyda navbera xwe berdin. Li girtîxaneya Denizliyê, çawa temamê wan girtiyên ku neyarê hev û dî bûn, bi xêra dersên Nûran ji hev re bûn wek bira û bû sedem ku em bên beraetkirin û -hetta ji bêdîn û serseriyan re jî- derheqê girtiyan de da gotin "Maşellah, barekellah." û bêhna wan girtiyan jî fireh bû û êdî ew ji xwe re bi dilekî rehet û hêsa, derketin teneffusê. Min li vê derê dît ku: Ji rûyê yek merivekî ve, sed meriv ketine tengasiyê û bi hev re dernakevin teneffusê. Li wan zulm dibe.
Mumînekî merd û xwedîwicdan, ji ber xetayekî piçûk an jî, ji bo menfîeteke cuz-î, bi sedan zerarî nade ehlê îmanê. Gava xeta bike zerar bide, divê zû zû tewbe bike.
* * * ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ ﻭَﺍِﻥْ ﻣِﻦْ ﺷَﻲْﺀٍ ﺍِﻻ َّ ﻳُﺴَﺒِّﺢُ ﺑِﺤَﻤْﺪِﻩِ
ﺍَﻟﺴَّﻼ َﻡُ ﻋَﻠَﻴْﻜُﻢْ ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔُ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻭَ ﺑَﺮَﻛَﺎﺗُﻪُ ﺍَﺑَﺪًﺍ ﺩَﺍﺋِﻤًﺎ
3
Gelî birayên min ên ezîz ên nuh û gelî girtîyên berê!
Ji min re qenaeteke qet'î çê bûye ku ji aliyê înayeta Îlahî ve, sedemekî girîng ê ku em ketine vê derê, hûn in. Ango sedem ew e ku Nûr, bi teselliyên xwe, bi heqîqetên îmanê, dê we ji van tengahiyên vê mûsîbeta hebsê û ji wan zerarên zêde yên dunyayî xelas bike û dê nehêle ku ev jiyana we, bi wan xem û huznên beredayî, telef bibe û dê rê nede ku jiyana we, bi awayekî beredayî, li haşê, bêfeyde wenda bibe û dîsan Nûr dixwazin, çawa ku dunyaya we digrî, bila axreta we jî negrî û divê ku jiyana we, ji vê rewşa nexweş xelas bibe û çavê nûrê lê ye ku teselliyeke baş dide we.
Madem heqîqet ev e, helbet mîna wan girtiyên Denizlî û wan telebeyên Nûrê, hûn jî, divê ji hev û dî re bibin bira. Hûn dibînin, ji bo ku kêrikek nekeve nava we û ji bo ku hûn, êrîşî hev nekin, çi tiştên we yên ku ji derve tên, xwarin û nanê we, şorbeya we, li hev dixin, sehî dikin. Qerdiyanên/ pasbanên ku ji we re bi awayekî sadiq xîzmet dikin, gelek zehmet dibînin. Hem hûn nikarin bi hev re derkevin teneffusê; ji wan tirê mîna ku hûn dê weke canawar û wehşiyan, êrîşî hev bikin.
Ha a niha, hevalên mîna we nû ku demarê qehremaniya fitrî bi wan re heye, vî zemanî, bi qehremaniyeke mezin, ji wê hey-etê re bibêjin ku:
"Hûn ne kêrik, belkî hûn mawzer û rowelwerê jî bidin destê me û ferman jî bê dayin, em dê têkilî van hevalên xwe yên bêçare ku ew jî mîna me, mûsîbetzede ne, nebin. Her çendî zemanê berê, sed dijminahî û neyartî di navbera me de hebe jî, ji îro pê ve, ji ber emr û îrşada Quran û îman û uxuwweta Îslamê û ji bo xatirê feydeya me, me bi xwe biryar da û em dê hewl bidin ku em wan hevalên xwe helal bikin û xatirê wan neşkênin." û bi vî awayî, vê girtîxaneya ha, wergerînin dersxaneyeke mubarek.
* * * Zeyla Meqamê Duduyan a Kelîmeya Sêzdehan
MESELEYEKE GIRÎNG E KU DI LEYLETUL QEDRÊ DE HATIYE ÎXTARKIRIN.
Em dê bi awayekî gelek kurt û kin, îşaretî heqîqeteke gelek berfireh û dirêj bikin; ku ev heqîqet, di Leyletul Qedrê de hat qelbê min:
New'ê beşer/merivahî, bi vê zulma pir şedîd û bi vê zordestiya zêde şedîd/tund û bi van xerakirinên xwe yên bêmerhemet ên vê Herba Giştî ya Dawî ku ji rûyê yek dijminekî ve, bi sedan masûm û bêguneh perîşan kirin.. û bi van bêhêvîmayînên bidehşet ên wan dewletên ku di herbê de têk çûn.. û bi wan ezabên wicdanî yên wan dewletên ku di herbê de bi ser ketin; lê belê ketine metirsî û fikarên bidehşet û kûr û dûr diponijin; bê ka dê çawa hakimtiya xwe biparêzin û ka dê çawa wan texrîbên mezin tamîr bikin û nikarin tamîr bikin.. û çawa ji aliyê her kesî ve hat dîtin ku jiyana vê dunyayê, bi temamî fanî û demborî ye û ew fenteziyeyên medeniyetê jî, xapînok in û meriv dixin xewê.. û ew qabiliyetên mezin ên di fitreta merivahiyê de û ew mahiyeta merivahiyê ku çawa bi awayekî giştî û dehşetî birîndar bû.. û ew xeflet û dalalet û ew tebîeta hişk û hola ya kerr, di bin şûrê elmasî yê Quranê de çawa parçe bûn.. û ew rûçikê heqîqî yê wê siyaseta ser rûyê erdê ku pir kirêt û pir xeddar e û perdeya herî fetisîner û herî xapînok û herî fireh a xeflet û dalaletê ye çawa ku xuya bû, helbet û helbet, tu şik û guman tuneye, çawa ku li bakur, li rojava û li Emerîkayê jî nîşanên wan dixuyên, ev jiyana dunyayî ku maşûqa mecazî ya merivahiyê ye; belê ji ber ku wiha kirêt û demborî ye, merivahî, li wê heyata baqî ya ku fitret û xulqiyeta merivan, bi awayekî heqîqî jê hez dike, dê bi temamê qeweta xwe lê bigere.. û helbet û çu guman tune ye, ew Qurana Mucîzul Beyan ku di hezar û sê sed û şêst salî de, di her esrî de, sê sed û pêncî milyon şagirtên wê hene û ku bi milyonan ehlê heqîqetê, her hukmekî wê û her doza wê, bi îmzeyên xwe tesdîq dikin.. û her deqîqe, bi awayekî qudsî, di dilê bi milyonan hafizî de heye û bi zimanên xwe ders didin merivahiyê û çawa bi awayekî ku di tu kitêbî de emsalê wê tune ye, ji bo merivahiyê, mizgîniya heyata baqî û seadeta ebedî dide û temamê wan birînên merivan tedawî û derman dike, bi hezaran wan ayetên xwe yên dubareyî, şedîd û bi qewet, belkî bi awayekî zipîzelal û îşaretkî, bi deh hezaran caran dawe/doz dike û agahî dide.. û bi wan delîlên xwe yên qet'î ku qet ji ciyê xwe nalebitin/nahejin û bi wan huccetên xwe yên bêhed ku tu şubhe di wan de tune ne, bi awayekî qet'î mizgîna wê heyata baqî dide û dersa wê seadeta ebedî dide.. helbet heke merivahî, bi temamî aqilê xwe wenda neke, qiyameteke maddî yan jî manewî, bi serê wan de ranebe, mîna wan xatibên navdar ên Siwêd, Norwec, Finlandiya û Ingilistan ku hewl didin Quranê qebûl bikin û mîna wê cemiyeta girîng a Emerîkayê ku li dînê heq digere, ew parzemînên berfireh û ew hukûmetên mezin ên ser rûyê erdê, dê li Qurana Mucîzul Beyan bigerin û piştî ku ji heqîqetên wê fam bikin, dê bi temamê ruh û canê xwe, bi her du destan, xwe hişk pê ve bigrin. Çunkî derheqê vê heqîqetê de, bi tu awayî hevtayê/manendê Quranê tune ye û nabe ku hebe û tu tişt nikare ciyê vê mucîzeya herî mezin bigre.
Ê duduyan:
Madem di destê vê mucîzeya kubra de Rîsaleyên Nûr, mîna şûrekî almasî xizmet kiriye û wê, ew dijminên rikoyî, mecbûrî teslîmê kiriye. Bi awayekî ku hem dil, hem ruh, hem jî hest û sehekan tam ronî bike û dermanên wan bide, îca delêliya Quranê dike û ji xeynî Quranê, çu çavkanî û jêderên wê tune ne û Rîsaleyên Nûr, mucîzeyeke manewî ya Quranê ye û ew vê wezîfeyê, tam pêk tîne.. û li hember wan zindîqên rikoyî ku li dijberî Quranê, propogandayên bidehşet dikin, bi ser ketiye.. û wê, ew tebîeta ku keleha herî zerp û hêzdar a dalaletê ye, bi Rîsaleya Tebîetê parçe parçe kiriye.. û di daîreya afaqî ya herî berfireh û herî sitûr û herî fetisok a xefletê de, di nav wan paceyên herî fireh ên fennê de, bi Meseleya Şeşan a Rîsaleya Meyweyê û bi Delîlên Yekê, Duduyan, Sisêyan û Heştan ên ku di Asayê Mûsa de ne, bi awayekî gelek xweş û geş, xeflet ji hev belawela kiriye û nûra tewhîdê nîşan daye.
Helbet ji me û miletê re lazim û elzem e, ji ber ku a niha bi awayekî fermî îzîn hatiye dayin ku dersxaneyên xusûsî, ji bo tedrîsata dîn bên vekirin. Îca ew şagirtên Rîsaleyên Nûr, bi qasî ku îmkan hebe, divê li her ciyî dersxaneyên piçûçok ên Nûrê vekin. Her çendî her kes, xwe bi xwe, bi qasî qederekê jê îstîfade dike; lê belê her kes ji her meseleya wê tam fam nake. Ji ber ku ji heqîqetên îmanê re îzah û rave hene, hem ilim, hem marîfetullah, hem huzûr, hem îbadet e.
Li şûna panzdeh salên wan medreseyên berê, înşellah medreseyên nûrê, di nav pênc deh hefteyan de, dê heman encamê temîn bikin û ev bîst sal in dikin. Hem hukûmet, van lem'eyên Quranê û Rîsaleya Nûr a ku telala Quranê ye ku ji jiyana dunyayî, siyasî û axretî ya vî welatî û vî miletî re gelek zêde feydeyên wan hene, ne ku dengê xwe jê re bike, divê ku bi temamî, ji bo terwîc, rewac û neşra wê bixebite; da ku ji wan guneyên bidehşet [ên xwe] re bibe kefaret û ji wan belayên şedîd ên ku dê bên re û li hember enarşiyê, karibe bibe sedd û bendek.
Seîdê Nûrsî Ji Lem'eya Bîst û Şeşan
HÊVIYA HEFTAN
Zemanekî, di destpêka pîrûkalbûna min de, dema ku ew kenên Seîdê Berê werdigeriyan giriyên Seîdê Nû, wan ehlê dunyayê ku li Ankarayê bûn, zenna Seîdê Berê ji min kir û wan ez xwestim wê derê; çûm. Di dawiya demsala payizê de, derketim ser wê Keleha Ankarayê ya ku ji min zaftir pîr bûbû, herişîbû û kevn bûbû. Ew Keleh, di sûretê wan bûyerên dîrokî ku bûbûn kevir de, ji min re xuya bû. Demsala pîrîtî ya salê û pîrbûna min, pîrbûna kelehê, pîrbûna merivahiyê, pîrbûna wê dewleta bişan a Osmanî, wefata selteneta xîlafetê û pîrûkalbûna dunyayê, ha van hemûyan, ez xistim nav rewşeke wisa ku ez gelek zêde diltenik, dilzîz û xemgîn bûm û vê rewşa xurbetî, kir ku li serê wê keleha bilind, ez bala xwe bidim ser wan newalên dema rabirdûyê/berê û li wan çiyayên ayendeyê/ dahatuyê binihêrim. Di nav van pênc kalûpîrtiyên ku çar alî, dor li min girtibûn de, ez li Ankarayê ketim
{* Wê hingê ev rewşa ruhî bi awayê munacateke bi Farisî hat qelbê min û min nivîsand. Li Ankarayê di Rîsaleya Hubabê de hatibû çapkirin.}
haletekî gelek reş ê ruhî û ji ber vê jî, ez li nûrekê, li aştbûnekê/teselliyekê, li ciyekî ku ez xwe bispêrimê û jê bi hêvî bibim geriyam.
Dema ku min li aliyê rastê, ango li wê dema berê ku rabirdû ye nihêrt û ez ji xwe re li teselliyê geriyam, ew rabirdû, ji min re di Sûretê gora/mezelê herî mezin ê bav û ecdadê min û new'ê min de xuya bû. Li ciyê ku ez dê pê aşt bibûma, wê bi xwe, wehşet da min. Îca ji bo ku ez li derman bigerim, min berê xwe da aliyê çepê ku ayende ye. Min dît ku dahatû, di sûretê qebreke mezin û tarî ya min û emsalên min û nesla bê de xuya bû. Ciyê ku dê bêhna min derketa, wê jî ez xistim nava dehşetê. Ku ez ji rast û çepê xwe hilveciniqîm û ketim dehşetê, îca min berê bala xwe da ser roja xwe ya hazir. Li ber wî çavê min ê bixeflet û dîrokwarî, ew roja hazir, di sûretê darbesteke wisa de xuya bû ku ew darbest, wî cismê min ê ku nîvruhî ye, dimre û di ber ruhdayinê de ye êş dikşîne, hilgirtiye û dibe. Ku ji vî aliyî jî bêhêvî mam, îca min serê xwe bilind kir û min berê çavê xwe da ser serê wê dara imrê xwe. Min dît ku tenê yek meyweyeke wê darê heye; ew jî cenazeyê min e, li ser wê darê sekiniye; li min dinihêre. Ez ji wê hêlê jî, bizdiyam. Îca min serê xwe xwar kir û li jêra wê dara imir, li koka wê darê nihêrt. Min dît, ew axa jêr, axa hestiyên min û axa destpêka xuluqandina min, ketine nava hev û wisa di bin lingan de dieciqin. Wê jî ne derman; lê derd li ser derdê min zêde kir. Peyre ji ber mecbûriyê, min li aliyê piştî xwe nihêrt. Min dît ku ew dunyaya bêasas û fanî, di newalên hîçiyê û tarîtiyên tunetiyê de, gêndir dibe diçe. Li vê derê jî, ciyê ku ez ji derdê xwe re melhemê bibînim, vê jî jehr li derdê min zêde kir. Ji ber ku min ji vê hêlê jî xêr nedît, îca min li ber xwe nihêrt û min bala xwe şand aliyê pêş. Min dît ku deriyê gorê/qebrê, tam li ser rêya min, li ser piştê ye, devê xwe vekiriye; wisa li min dinihêre. Di pişt wê de, ew rêyên ku diçin aliyê ebedê û ew qafîleyên ku di wê rêyê de diçin, ji dûr ve li ber nezera çavê min in, dixuyên. Bi ser de jî, îca li hember dehşetên ku ji van şeş aliyan tên, ji xeynî cuz-ê îxtiyariyeke min a cuz-î, ti tiştekî din ê ku karibe ji min re bibe ciyê xwespartinê û bibe çek û sîleheke xweparastinê, di destê min de tune ye. Li hember ewqas neyarên bêhed û ewqas tiştên bêhesab ên bizerar, ew cuz-a ixtiyarî ku weke yek çekeke merivahî ye, ji ber ku hem naqis, hem kurt, hem bê qewet, hem bê îcad e, ji bilî kesbê, ti tiştek ji destê wê naye. Ne dikare biçe zemanê berê ku karibe wan xemgîniyên ku ji wê derê, bi ser min de tên hiş bike; ne jî dikare bikeve zemanê ayendeyê ku rê li ber wan tirsên ku ji wê derê tên bigre. Min dît ku êdî feydeyeke wê, ji wan emel û elemên min ên di rabirdû û ayendeyê de re tune ye. Dema ku ez di nav van dehşet, wehşet, tarîtî û bêhêviyên ku ji van şeş aliyan dihatin de dipirpitîm, diqilqilîm, ji nişka ve, ew nûrên îmanê ku li esmanê ronî yê Qurana Mucîzul Beyan dibiriqîn, gihîştin hawara min. Wan nûran, ew şeş alî, wisa ronî kirin, heke ew wehşet û tarîtiyên ku min ew dîtin, sed dereceyî jî zêde bibûna, ew nûr, dîsa dê ji wan re bes bûna. Wan nûran, temamê wan dehşetan yeko yeko wergerand teselliyê û wan ew wehşet jî, zivirand bêhnderxistinê. Wihareng:
Îmanê, sûretê wê gora/tirba ekber a wê dembihûrî ya biwehşet qelaşt û bi awayekî eynelyeqîn û heqqelyeqîn nîşan da ku ew der, mecliseke ronahî ya ciyê xweşhaliyê û ciyê kombûna hezkiriyan e.
Hem îmanê, ew dema ayendeyê ku li ber çavê xafilan weke mezelê ekber dixuya, bi awayekî ilmelyeqîn, di sûretê meclisa ziyafeteke Rehmanî ya wan serayên seadetê de nîşan da.
Hem îmanê, ew dema hazir ku ji nezera xefletê re di weziyeta şiklê tabûtê de dixuya û ew şiklê tabûtî yê roja hazir, şikand û wê ew roja hazir, di sûretê dikaneke bazirganiya axretî û mêvanxaneyeke Rehmanî ya birewş û şemildar de, bi awayekî bilmuşahede nîşan da.
Hem îmanê, ew tek meyweya li serê dara imir ku ji nezera xefletê re weke cenaze dixuya, bi awayekî ilmelyeqîn nîşan da ku ew, ne cenaze ye; belkî ew ruhê min e ku mezherê heyateke ebedî ye û namzedê seadeteke ebedî ye, îca ji bo ku di nav stêrkan de bigere, ji hêlîna xwe ya kevnbûyî derketiye.
Hem îmanê, bi raza îmanê nîşan da, ew axa ku hestiyên min, destpêka xulqiyeta min, ketiye nav dest û lingan, ne ew hestî ne ku bi awayekî bêqîmet mehf bûne; belkî ew ax, deriyekî rehmetê ye û perdeyeke eywana Bihuştê ye...
Hem îmanê, ew rewşên dunyayê ku ji ber nezera/çavê xefletê, li pey min, di hîçiyê de, di tariya tunetiyê de digêndirin, bi sirrê Quranê wisa nîşan da, ew dunyaya ku di wê tarîtiya zahirî de gêndir dibû, di eslê xwe de, hin nameyên Semedanî û rûpelên wan neqşên Subhanî ne ku wezîfeya wan qediyaye, wan êdî wateya xwe îfade kiriye û wan li şûna xwe, di wicûdê de encamên xwe hiştine. Bi vî awayî ragihand û bi awayê ilmelyeqîn da zanîn; bê ka mahiyeta dunyayê çi ye.
Hem îmanê, bi nûra Quranê nîşan da, ew qebra li pêşiya min ku çavê xwe vekiriye û li min dinihêre û ew rêya pişt qebrê ku diçe ebedê, ne deriyê bîrê ye; belkî deriyê wê alema nûrê ye. Îca ew rê jî, ne ew rê ye ku diçe 'edemistanê; belkî ew rê ye ku diçe hebûn, nûristan û seadeta ebedî. Ha ji ber ku îmanê, bi nûra Quranê ev rê, bi awayekî ku tam qenaetê bide, wisa xweş nîşan da, ji derdên min re hem bû derman, hem jî melhem.
Hem îman, li şûna wê ixtiyariya cuz-î ya gelek cuz-î ku di destê merivan de kesbeke gelek cuz-î ye, wesîqeyekê dide destê wê ixtiyariya cuz-î ku meriv, li hember wan neyar û tarîtiyên bêhed, xwe bispêre qudreteke ku dawî jê re tuneye û bibe tabi'ê rehmeteke bêhed. Jixwe belkî îman bi xwe, di destê wê ixtiyariya cuz-î de, dibe wesîqeyek. Hem ew çek û sîleha însanî ku ixtiyariya cuz-î ye, her çendî di eslê xwe de hem kurt, hem kêmqewet, hem noqsan e. Belê, çawa ku eskerek, gava wê qeweta xwe ya cuz-î, li ser hesabê dewletê bi kar tîne, karûbarên ji qeweta xwe bi hezaran carî zêdetir dike, wisa jî, bi sirrê îmanê, ew cuz-ê wê ixtiyariya cuz-î, gava li ser navê Cenabê Heq, di rêya Wî de bê bikaranîn, dikare Cenneteke ku bi qasî pênc sed salî fireh e, qezenc bike.
Hem îman, dezgîna wê cuz-a ixtiyarî ya ku nikare derbasî dema bihûrî û dema bê bibe, ji destê cisim digre; teslîmî dil û ruh dike. Îca daîreya heyatî ya ruh û dil, ji ber ku ne mîna ya cisim e û ne xasê bi dema hazir e, dikare daxilî nava daîreya wê jiyana gelek salên rabirdûyê û gelek salên ayendeyê bibe, ew cuz-a ixtiyarî, ji cuz-iyetê derdikeve kulliyetê bi dest dixe. Çawa ku bi qeweta îmanê dikare bikeve nava wan newalên herî kûr ên rabirdûyê û dikare wan tarîtiyên xemgîniyan def'i bike, bi nûra îmanê, derdikeve serê wan çiyayên herî dûr ên ayendeyê; tirsan ji holê radike.
Ha, gelî mêrên pîrûkal û hemşîreyên/xwişkên pîrejin ên ku mîna min, zehmeta pîrûkalbûnê dikşînin! Madem, elhemdulîllah em Musulman in, em ehlê îmanê ne û madem di îmanê de, ev çend defîneyên binûr, bilezzet, cirxweş û şîrîn hene û madem pîrûkalbûna me, me evqas hê zaftir sewqî nava vê defîneyê dike, helbet ji vê pîrbûna biîman, ne ku em gilî û gazinan bikin, divê em jê re bi hezaran spasiyan bikin.
* * * HÊVIYA HEŞTAN
Demekê, ew mûyên sipî ku elamet û nîşanên pîrbûnê ne, gava diketin porê min, wan teqereq û cirecirên Herba Giştî û wan tevlîheviyên esîrtiya min xewa kûr a ciwantiyê li min girantir dikir û peyre dema ku hatim Stenbolê, wê weziyet û rewşa şan û şerefê û dema ku ji Xelîfe, ji Şêxulîslam û ji Serfermandar bigre, heta wan şagirtên medreseyan ku bi çavekî gelek xweşbîn ê ku ji heddê min zêde bû li min dinihêrtin û îltîfat nîşanî min didan, li min wisa bûbû ku ew serxweşiya ciwantiyê û haletê ruhî yê wê weziyetê, xewa min wisa giran kiribû û min xwe di rewşeke wisa 'ecêb de didît; min wisan dihesiband, eynî mîna ku dunya daîmî be û ez jî, tê de nemir bim û min xwe jî, bi dunyayê ve wisa hişk girê dabû.
Ha wê hingê, ez di Remezana Şerîf de çûm Mizgefta Bayezîd a mubarek a Stenbolê; da ku li wan hafizên biîxlas guhdarî bikim. Qurana Mucîzul Beyan, bi wê xîtaba xwe ya semawî/esmanî ya bilind, ew fermana ﻛُﻞُّ ﻧَﻔْﺲٍ ﺫَﺍﺋِﻘَﺔُ ﺍﻟْﻤَﻮْﺕِ5 ku agahiya fanîtiya beşer û wefata xwedîjiyanan dide, bi awayekî gelek biqewet ku bi zimanên hafizan elam û îlan kir. Ket belegoşka min û di nav hundirê dilê min de bi cî bû û wê, ew tebeqeyên pir sitûr ên xeflet, xew û serxweşiyê, parçe wesle kirin. Ji mizgeftê derketim. Ji ber wê sersemiya xewa min a berê ku ji zû ve ye di serê min de bi cî bûbû, çend rojakî, min serê xwe, mîna keştiyeke ku di bahozekê de, ketiye nav duxaneke agirîn û pusûlaya xwe wenda kiriye dît. Her ku ez di eynikê de li porê xwe dinihêrim, ew tayên/mûyên sipî ji min re dibêjin: "Haydar be! Hişyar bibe!" Va ye bi şiyarkirina wan mûyên sipî, rewş derket holê. Min bala xwe dayê, ew ciwantiya ku ez zaf pê ewle û piştrast bûm û ez bi wan zewqên wê re zaf girêdayî bûm, elweda dike; xatir ji min dixwaze. Û ew jiyana dunyayî ku ez bi hezkirina wê ve gelek zêde têkildar im, dest pê kiriye, ditefe. Ew dunyaya ku ez pê re pir zêde eleqedar im û hema hema ez li ser wê evîndar im, ji min re dibêje "oxur be" û tîne bîra min û min şiyar dike ku ez, dê ji vê mêvanxaneyê herim. Û ew bi xwe jî, dibêje bi xatirê te û ew jî, ji çûyînê re xwe amade dike. Qurana Mucîzul Beyan, di kulliyeta vê ayeta ﻛُﻞُّ ﻧَﻔْﺲٍ ﺫَﺍﺋِﻘَﺔُ ﺍﻟْﻤَﻮْﺕِ5 de wateya wê ji îşareta ayetê, wiha li dilê min vedibû: New'ê meriv, nefsek e [xwedîheyat e]; ji bo ku bête vejandin, dê bimre. Û kureya erdê jî nefsek e; ji bo ku bikeve sûretekî baqî, ew jî dê bimre. Dunya bi xwe jî nefsek e; ji bo ku bikeve sûretê axretê, ew jî dê bimre.
Ha di vê rewşê de min li wezyeta xwe nihêrt, ew ciwantiya ku cîderk, çavkanî û sedema zewqan e, diçe; îca ew pîrûkaliya ku kan û çavkaniya xem û huznan e, tê ciyê wê û ew jiyana gelek xweş û nûranî diçe; îca ew mirina ku ji aliyê zahirî ve tarîtî ye û bi dehşet e, xwe amade dike ku bête şûna wê. Min dît ku: Ew dunyaya ku pir jê tê hezkirin û tê zennkirin ku daîmî ye û maşûqa xafilan e, bi lezûbeziyeke gelek zêde, digihîje zewalê. Ji bo ku ez xwe bi xwe bixapînim û dîsa serê xwe bixim nava xefletê, min berê xwe da ser wan zewqên meqamî yên civakî ku li Stenbolê, bi awayekî zêdeyî heddê min, didan pêşiya min; lê belê dîsa jî çu feydeyeke wan li min nebû. Ew hemû eleqedarî, îltîfat û teseliyên wan, ancax heta ber deriyê gorê/ qebrê dikarin bên, li wê derê ditefin. Îca di bin wê perdeya xemilandî ya wê şan û şerefa -ku ji bo kesên şohretperest, amanca xeyalê ye- de, min, riyayeke giran, xwefiroşiyeke sar û sersemiyeke demborî dît. Ji ber wî awayî, min ev fam kir: Ev kar û barên ku heta niha, wan ez dixapandim, bi tu awayî nikarin min aşt bikin, nikarin ti tesellîyekê bidin min û di wan de tu nûr tuneye...
Dîsa ji bo ku baş hişyar bibim, ez çûm Mizgefta Bayezîdê; da ku dengê dersa esmanî ya Quranê bête min. Min li hafizan guhdarî kir. Îca wê hingê, min ji wê dersa semawî bi fermanên qudsî yên mîna ﻭَ ﺑَﺸِّﺮِ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ6 mizgîn bihîstin. Bi wê feyza ku min ji Quranê girt ez ji dûr û derve na; belkî di nav wan ciyên ku dehşet, wehşet û bêhêvîtî werdigirt ez li tesellî, xweşhêvîtî û nûrê geriyam. Sed hezar şukur ji Cenabê Heq re be ku: Eynî di nava derdan bi xwe de, min derman dît. Di nav eynî zulmet û tarîtiyê de, min nûr dît. Di nav dehşetê bi xwe de, min tesellî dît.
Serê pêşî, min li rûyê wê mirina ku her kesî ditirsand û ew ku weke rûyekî herî tirsnak tê zennkirin, nihêrt. Bi nûra Quranê min dît ku her çendî peçe û xêliya ser rûyê mirinê tarî, reş û kirêt be jî, lêbelê ji bo mumîn, sîmayê wê yê eslî, nûranî ye, xweşik e. Îca me di gelek rîsaleyan de, ev heqîqet bi awayekî qet'î îsbat kiriye. Çawa ku me di gelek rîsaleyên mîna Kelîmeya Heştan û Nameya Bîstî de îzah û rave kiriye, mirin, ne îdam e; ne fîraq e; belkî muqeddîme û destpêka heyata ebedî ye.. û ji kulfet û zehmetiya wê wezîfeya heyatê, paydosek e, terxîsek e; cîguhertinek e. Gihîştina nav qafîleya wan dostên ku koçî alema berzexê kirine, bi xwe ye.. û mîna van. Min bi xêra heqîqetên mîna van, sîmayê/rûçikê xweşik ê mirinê dît. Îca ne bi tirsê; belkî bi awayekî ji awayan, min bi dilxwazî li rûyê mewtê nihêrt. Ez bi razekî wê rabiteya mewtê ku ji aliyê ehlê terîqetê ve tê kirin têgihîştim. Peyre min li wê ciwantiya ku gava diçe, her kesî li ser xwe bi girî dixe û her kesî dike meftûnê xwe û her kes li ser wê rihçûyî ye û li wê ciwantiya xwe ya bihurî ku bi guneh û xefletê derbas bûbû nihêrt. Min di nav wê çarşefa (libasa) xweşik û xemilandî de, rûyekî gelek kirêt, serxweş û sersem dît. Heke min bi mahiyeta wê nizanibûye, di bergîdana çend salên ku wê ez serxweş dikirim û wê ez dikenandim de, ez sed salî jî li dunyayê bimama, dîsa jî wê ciwantiyê, dê ez bi girî bixistima. Çawa yekî ji wan merivên wisa, giriyaye û gotiye:
ﻟَﻴْﺖَ ﺍﻟﺸَّﺒَﺎﺏَ ﻳَﻌُﻮﺩُ ﻳَﻮْﻣًﺎ ﻓَﺎُﺧْﺒِﺮَﻩُ ﺑِﻤَﺎ ﻓَﻌَﻞَ ﺍﻟْﻤَﺸِﻴﺐُ
Ango, "Xwezî ciwantiya min rojekê dageriya û bihata, pîrûkaliyê çi halên xemgîn anîne serê min, min dê yek bi yek jê re bigotina û gilîyê wê bikira."
Erê, pîrûkalên ku mîna vî zatî, bi mahiyeta ciwantiyê nizanin, li ser ciwantiya xwe difikirin, diponijin û bi hesret, heyf û xebînetî digrîn. Çi heye ku gava ciwantî, bi ehlê qelb, bi ehlê huzûrê re be û bi wan mumînan re be ku aqilê wan li serê wan e û dilê wan di cî de ye û gava ku ew ciwantî li ser îbadet, xêr û xêrat û bazirganiya axretî bête serfkirin, navgîneke herî qewî ya tîcaretê û wasîteyeke herî xweşik û şîrîn a xêran e. Bi ser de jî, ew ciwantî, ji bo wan kesên ku bi wezîfeya xwe ya dînî dizanin û ew, wê ciwantiyê, di rêya nebaş de bi kar naynin, nîmetekî gelek hêja û zewqawer ê Îlahî ye. Îca gava ku bi ciwantiyê re îstîqamet, îffet û teqwa tune be, gelek talûkeyên wê hene; bi sergermî û zêdegaviyên xwe, zerar û zede dide seadeta xwe ya ebedî û heyata xwe ya axretî. Belkî jiyana xwe ya dunyayê jî berbad dike. Di bergîdana salek-du salên wê zewqa ciwantiyê de, îca di pîrûkaliyê de dikeve bin kişandina wî barê bi salan ê xem û kederan.
Himin di piraniya merivan de ciwantî, bi zerar e. Em pîr û kal, divê ji Xwedê re şukur bikin ku em ji wan talûke û zerarên ciwantiyê xelas bûn. Mîna her tiştî, helbet dê lezzetên ciwantiyê jî biçin. Ku di îbadet û xêrê de hatibe serfkirin, meyweyên wê ciwantiyê, li şûna wê, dê baqî bimînin û dê ji wê/wî re bibe wesîle ku li wê heyata ebedî, ciwantiyekê qezenc bike...
Peyre, min li wê dunyaya ku piraniya merivan bûne evîndar û mubtelayê wê, nihêrt. Min bi nûra Quranê dît ku di nav hev û dî de, sê dunyayên kullî hene.
Yek li esmayê Îlahî dinihêre; eynika wan e.
Rûyê wê yê duduyan li axretê dinihêre; mezraya wê ye. Rûyê wê yê sisêyan li ehlê dunyayê dinihêre; qada lîstikê ye ji ehlê xefletê re.
Hem li vê dunyayê, ji herkesî re dunyayeke qirase heye. Eynî wisa ye, mîna ku bi qasî hejmara merivan, di nav hev de dunya hene. Îca dîrekê wê dunyaya xusûsî ya her kesî, jiyana wan bi xwe ye. Kengê gava cismê wê/wî bişkê, dunyaya wî/wê, bi serê wê/wî de hildiweşe; qiyameta wî/wê radibe. Ji ber ku ehlê xefletê, bi vê weziyeta vê dunyaya xwe ya ku dê zû xera bibe nizane, wan mîna wê dunyaya giştî û kurewî bi awayekî daîmî zenn kiriye û wan bi perestî, ji dunyayê hez kiriye. Îca ez wiha fikirîm: "Yê min jî, dunyayeke min a wisa xusûsî heye ku mîna dunyaya wan kesên din, zû xera dibe. Ev dunyaya min a xusûsî, ka çi feydeya wê ji vî imrê min ê kin û kurt re heye?" Min bi nûra Quranê dît ku:
Hem ji bo min hem ji bo her kesî ev dunya, ciyekî demborî yê bazirganiyê.. û mêvanxaneyek e; ku her roj tije dibe û vala dibe.. û bazarek e ku ji bo danûstandina wan ên ku tên û diçin, li ser devê rê hatiye danîn û vekirin.. û deftereke Neqqaşê Ezelî ye ku nû dibe, bi hîkmetê tê nivîsandin û xerakirin.. û her behar, nameyeke Wî ya avzêrî ye.. û her havînek, qesîdeyeke Wî ya menzûm e û 'eynikên Wî ne ku navên/îsmên Sani'ê Zulcelal di xwe de dibiriqînin û teze dikin.. û baxçeyek e ku ciyê fîdanên axretê ye.. û kulîlkdankeke rehmeta Îlahî ye.. û destgeheke demborî ye ku xasê bi gihandina wan lewheyên ku dê li alema beqayê/baqîtiyê bêtin nîşandan. Ji Xaliqê Zulcelal ê ku Wî ev dunya wiha bi vî awayî xuluqandiye re, min sed hezar carî şukur kir. Îca ez têgihîştim, ev hezkirina ku meriv ji vê dunyayê dike, ji bo wan rûyên hundirîn ên xweşik ên dunyayê ye ku li axret û îsmên Îlahî dinihêre hatiye dayin; mixabin merivan, li şûna vê muhebbetê, ev hezkirin bi nebaşî bi kar aniye û ji bo wî rûyê wê yê fanî, kirêt, bizerar û bixeflet serf kiriye; lewre jî merivahî bûye mezherê vê raza vê hedîsa şerîf:
ﺣُﺐُّ ﺍﻟﺪُّﻧْﻴَﺎ ﺭَﺍْﺱُ ﻛُﻞِّ ﺧَﻄِﻴﺌَﺔٍ
7
De gelî pîrek û zilamên pîrûkal! Bi nûra Qurana Hekîm û bi hişyarkirina pîrbûna xwe û bi xêra îmanê ku wê jî, çav li min da vekirin, min ev heqîqet dît û min di gelek rîsaleyan de bi burhan û delîlên qet'î îsbat kir. Min ji xwe re, aştbûn û teselliyeke heqîqî, hêvîdariyeke qewî û roniyeke geş dît. Û ez bi pîrûkalbûna xwe qaîl bûm û ji ber çûyîna ciwantiya xwe jî, ez kêfxweş bûm. Îca hûn jî megrîn û şukur bikin. Hemin îman heye û heqîqet wiha ye, bila ehlê xefletê bigrî, bila ehlê dalaletê bigrî.
* * * Ji Rîsaleya Meyweyê
MESELEYA ŞEŞAN
Ji wan bi hezaran delîlên kullî/giştî yên "îmana bîllah" ku di gelek ciyên Rîsaleyên Nûr de, îzah û delîlên wê yên bêhed ên qet'î hene, tenê ji yek delîlekî wê re bi kurtî îşaret e.
Li Qestamoniyê, hinek ji telebeyên lîseyê hatin ba min û wan got: "Xaliqê me bi me bide naskirin; mamosteyên me behsa Xwedê nakin."
Min got: "Her fenneke ji wan fennên ku hûn wan dixwînin, bi zimanê xwe yê xusûsî, misêwa behsa Xwedê dike û [ew şaxên zanistê] Xaliqê we, bi we didin naskirin. Îca hûn, ne li mamosteyên xwe; belê li wan guhdarî bikin.
Mesela çawa dermanxaneyeke mukemmel ku di her qewanoza wê de, macûn û tilyakên jiyandar ku bi pîvanên hessas û nuwaze hatine dagirtin hene. Ev ku heye, bê guman eczagêrekî hekîm û kimyagêrekî gelek bimeharet nîşan dide. Eynî wisa jî, di wan qewanozên çar sed hezar cûre nebatat û heywanên nava eczaxaneya kureya erdê de, ew macûn û tilyakên xwedîjiyan, ji vê eczaxaneya li vê çarşiyê, çiqas zêde mukemmel û mezin be, bi miqyasa fenna tibbê ku hûn dixwînin, wî Hekîmê Zulcelalê ku eczagêrê vê eczaxaneya mezin a kureya erdê ye, nîşanî heta wan çavên kor jî dide, bi wan dide naskirin.
Hem mesela, çawa fabrîqeyeke nuwaze ku bi hezaran cûre qumaşan/bestiran, ji maddeyeke besît dihûne; bê guman fabrîqetor û makînîstekî bimeharet dide naskirin. Eynî wisa jî, ev makîneya seyyar a Rebbanî ku jê re kureya erdê tê gotin û hezar serê wê hene û di her seriyekî wê de, bi sed hezaran fabrîqeyên mukemmel hene, çiqas ji vê fabrîqeya insanî/an mezintir û mukemmeltir be, ewqas, bi miqyasa wê fenna makîneyê ku hûn dixwînin, ew wî hoste û xwediyê vê kureya erdê dide zanîn û dide naskirin.
Hem mesela, çawa ku depo, enbara îaşeyê û dikaneke ku hezar û yek cure erzaq, bi awayekî gelek mukemmel, ji derdora wê hatibe kişandin û tê de, bi awayekî muntezem hatibe îstîfkirin û amadekirin, wisa bi awayekî bêşik, muluk, xwedî û memûrekî fewqelade yê wan îaşe û erzaqan dide nîşandan. Wisa jî ev kureya dunyaya ku di nav yek salekê de, di daîreyeke ku bîst û çar hezar salî ye de, bi awayekî muntezem digere.. û bi sed hezaran wan taîfeyên ku rizqên cihê cihê dixwazin, digre nava xwe.. û bi seyaheta xwe, serî li demsalan dide û beharê, mîna vagoneke mezin, bi teamên cihê cihê dadigre, tije dike û ji bo wan xwedîjiyanên bêçare yên ku zivistanê, erzaqê wan li ber qedandinê ye, tîne.. û ev enbara îaşeyî ya Rehmanî ku jê re kureya erdê tê gotin û ev depo û dikana Rebbanî ku sefîneyeke Subhanî ye û bi qasî hezar û yek cûre cîhazat û mal û pakêtên konserveyan hildigre, ji wê fabrîqeyê çiqas mezintir û mukemmeltir be, li gor miqyasa wê fenna îaşe ya ku hûn dixwînin an jî hûn dê bixwînin, di wê qet'îyetê de û di wê dereceyê de, xwedî, muteserrif û mudebbirê vê depoya kureya erdê, ji me re radigihîne, dide naskirin û wî dide hezkirin.
Hem çawa ku fermandarekî mucîzekar ê artêşeke ku tê de çar sed hezar milet hene û erzaqên ku dixwaze, çek/sîlehên ku bi kar tîne, kincên ku werdigre, talîmat û terxîsata her yek ji wan miletan cihê cihê ye, [ew fermandar] bi tena serê xwe, wan erzaqên cihê cihê yên wan miletan û sîlehên wan û kinc û cîhazên wan ên cihê cihê; bêyî ku yekî, yan jî tiştekî jibîra bike û bêyî ku şaş bike dide û ew artêş û artêşgeha ecêb, bê guman bi awayekî gelek zelal, wî fermandarê nuwaze nîşan dide û bi teqdîrkarî wî dide hezkirin. Eynî wisa jî, li artêşgeha ser rûyê zemînê/erdê û di artêşeke nû ya Subhanî ku her behar ji nû ve wan digre bin sîlehê de, kinc, erzaq, sîleh, talîm û terxîsên cûr bi cûr ên wan bi çar sed hezar cure miletên nebat û heywanan, bi awayekî gelek mukemmel û muntezem, bêyî ku yek hebekî jibîra bike û bêyî ku şaş bike, ji aliyê yek fermandarekî 'ezem ve tê dayin. Îca ev artêşgeha beharê ya kureya erdê, ji wê artêş û artêşgeha navborî ya merivan, çiqas mezintir û mukemmeltir be, bi miqyasa fenna eskerî ya ku hûn dê bixwînin, bi wan kesên ku hay ji xwe hene û aqilê wan li serê wan e, ewqas, Hakimê kureya erdê û Rebbê wê û Mudebbir û Fermandarê wê yê Eqdes, bi heyret û teqdîsan dide zanîn û bi tehmîd û tesbîhan dide hezkirin.
Hem çawa gava li bajarekî gelek nuwaze bi milyonan lembeyên elektrîkê hebin ku li ciyê xwe nasekinin û digerin û maddeya wan a sotemeniyê naqede, ew bi vê rewşa xwe, tevî lembe û fabrîqeyên xwe, bi awayekî ku çu şik û guman tune be û bi zipîzelalî, hosteyekî mucîzekar ê ku elektrîkê îdare dike, wan lembeyên gerok/seyyar çê dike û fabrîqeyê saz dike û maddeyên wan ên sotemeniyê tîne û bi ser de jî, îca elektrîkvanekî fewqelade ku gelek bi qewet e, bi heyret û pîrozkirinan dide naskirin; bi "her bijî"yan dide hezkirin. Eynî wisa jî, li vî bajarê alemê, beşek ji lembeyên wan stêrkên ku li banê vê qesra/qonaxa dunyayê ne, li gor ku kozmografya dibêje, digel ku ji kureya erdê, hezar carî mezintir in û heftê qat ji guleya topê bi leztir tevdigerin jî, întîzama xwe xera nakin. Li hev û din nakevin, natefin, ew maddeyên wan ê pêketin û sotinê naqedin. Li gor gotina kozmografyaya ku hûn dixwînin, ji bo pêketîmayîn û berdewamiya şewata vê roja/tava me ya ku ji kureya erdê, bi qasî milyonek qatî mezintir e û zêdetirî milyonek sal e ku dije û di yek mêvanxaneyeke rehmanî de lembe û sobe ye, her roj bi qasî wan behrên kureya erdê, donê gazê û bi qasî çiyayên wê, rijik/komir an jî bi qasî hezar qatê wê, lotên êzingan lazim e ku netefe. Ev lembeyên elektrîkê û îdarekirina wan ên li vê seraya dunyaya ku di bajarê muhteşem ê kaînatê de ye, bi tiliyên roniyê, qudreteke bênîhayet û selteneteke bêdawî ya Wî zatê ku wê tavê/rojê û wan stêrkên ku eynî mîna wê bilindin, li jorê ne û mezin in, bi awayekî bê donê gazê, bê êzing, bê komir pêdixe û natefîne/natemirîne û wan bi hev û din re, bi lez û bez digerîne û nahêle ku ew li hev û din bikevin, nîşan dide. Îca ev çiqas ji wê mînakê mezintir û mukemmeltir e, ewqas jî, li gor wê fenna elektrîka ku hûn dixwînin an jî hûn dê bixwînin, Sultan, Munewwîr, Mudebbîr û Sani'ê vê meşhera azam a kaînatê, bi şahidiya wan stêrkan dide naskirin û bi tesbîhat û teqdîsan dide hezkirin, dide perestîşkirin.
Hem çawa gava kitêbek hebe ku di her rêzika wê de, kitêbek wisa narîn û zirav hatibe nivîsandin û di her kelîmeyeke wê de, Sûreyekî Quranê, bi pênûseke zirav û narîn hatibe nivîsandin û hemû meseleyên wê yên gelek watedar, hev û din teyîd dikin û mecmûeyeke wisa ecêb be û nîşan bide ku katib û nivîskarê wê, gelek bi meharet/behre û xwedî îqtîdar e û bi awayekî bêşik û bêguman, eynî mîna nava rojê, ew kitêb, wî katib û musennifê xwe, tevî kemalat û hunerên wî radigihîne û dide naskirin û bi cumleyên/hevokên "Maşellah", "Barekellah" wî dide teqdîrkirin; eynî wisa jî, pênûsek heye ku ev kitêba kebîr a kaînatê ku di yek rûpelekî wê yê ku rûyê erdê ye de, di wê behara ku tenê yek formayekî wê ye de, sê sed taîfeyên nebatî û heywanî ku mîna sê sed hezar kitêbên cihê cihê ne, tevî hev, di nav hev de, ku wiha bê xeletî, bê xeta, bêyî ku li hev bixe, bêyî ku şaş bike, wisa mukemmel, muntezem û yekcaran jî, di kelîmeyeke mîna darekê de, qesîdeyekê û di nuqteyeke mîna dendikekê de, fihristeya temamê kitêbekê dinivisîne, îca em jî, van bi çavê serê xwe dibînin. Îca ev mecmû'eya kaînatê û ev Qurana ekber a alemê ku gelek zêde watedar e û di her kelîmeyeke wê de gelek zêde hîkmet hene, ji wê mînaka/mîsala navborî, çiqas zêde mezintir, mukemmeltir û watedartir be, ewqas jî, li gor miqyasên fireh ên wê fenna hîkmetul eşya ku hûn li dibistanê dixwînin û li gor wê fenna xwendin û fenna nivîsandinê ku hûn li dibistanê her tim pê têkil û mijûl dibin û li gor wan çavên dûrbîn ên wan fennan, ew vî Neqqaş û Katibê vê kitêba kaînatê, tevî wan kemalên Wî yên bêhed dide naskirin, bi cumleya "Allahû Ekber" dide zanîn û ragihandin û bi teqdîsa "Sûbhanellah" tarîf dike. Bi senayên "Elhemdûlîllah" dide hezkirin. Ha li gor qiyasa van fennan, her fenneke ji wan fennên bi sedan, bi wan miqyasên xwe yên fireh û bi eynika xwe ya xusûsî û bi wî çavê xwe yê ku dûrebîn li berê ye û bi wê nihêrîna xwe ya biîbret, Xaliqê Zulcelalê vê kaînatê, tevî îsmên wî dide ragihandin; pê re jî, sifet û kemalên wî, dide naskirin.
Va ye Qurana Mucîzul Beyan, vê delîla ku behsa wê, li jorê derbas bû û ku ew, delîlekî ronîgeş ê wehdaniyetê ye û muheteşem e, ji bo ku ders bide, bi gelek dubareyî û herî zêde bi van ayetên ﺭَﺏُّ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ8 û ﺧَﻠَﻖَ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽَ9 Xaliqê me bi me dide nasandin." Ha min ev gişt ji wan ciwanên mektebî re got. Wan bi xwe jî, bi temamî qebûl kir, tesdîq kir û wan wiha got: "Hemd û şukrên bêhed ji Rebbê me re be ku me derseke tam qudsî û heqîqet bi xwe bû, girt. Xwedê ji te razî be." Min jî got:
"Meriv, mexlûqekî wisa bêçare ye, mîna ye makîneyeke xwedîjiyan ku dikare ji ber bi hezaran eleman bikeribe û ji ber bi hezaran lezzetan dilxweş bibe.. û tevî wê kêmqewetiya wî ya zêde, neyarên wî yên bêhed ên maddî û manewî hene.. û tevî wê feqîriya wî ya bêserûber, îhtiyacên wî yên bêhed ên zahirî û batinî hene.. û misêwa/mutemadiyen ji destê zewal û fîraqê jî, sîleyan/şeqaman dixwe. Ha di rewşeke wiha zehmet de, ji nişka ve bi îman û ebdîtiyê, gava xwe dispêre padîşahekî wiha Zulcelal, li hember temamê dijminên xwe, ciyekî xwespartinê dibîne û ciyekî hawarxwestinê ku temamê îhtiyacên xwe bi wî temîn dike dibîne. Îca çawa ku her kes, bi şeref û meqamê wî mezinê xwe yê ku mensûbê wî ye dipesine, gava ku bi îmanê, xwe bispêre padîşahekî wiha bêhed Qedîr û Rehîm û bi ebdîtiyê jî, bikeve xizmeta wî û bi vî awayî bike ku ew îlana ecelê îdamê, wergere tezkereya terxîsê, dê çiqas memnûn û minetdar bibe û çiqas dê bi awayekî muteşekkirî îftîxar bike, qiyas bikin."
Çawan ku min ji wan ciwanên dibistanê re got, ez ji wan girtiyên/mehbûsên musîbetzede re jî, bi dubareyî dibêjim: Yê ku wî nas dike û jê re îtaet dike, di zindanê de be jî, dilxweş e. Yê ku wî jibîra bike, di qesr û qonaxan de be jî bextreş e.
Hetta dema ku mezlûmekî kamîran tê bidarvekirin, wî ji wan zalimên bextreş re gotiye: "Ez nayim bidarvekirin; belkî bi terxîsê diçim seadetê. Lêbelê, ji ber ku ez jî we, weke mehkûmê îdama ebedî dibînim, ez tam heyfa xwe ji we hiltînim. La îlahe îllellah" gotiye û bi kêfxweşiya dilê xwe, ruhê xwe teslîm kiriye.
ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻚَ ﻻ َ ﻋِﻠْﻢَ ﻟَﻨَﺎ ﺍِﻻ َّ ﻣَﺎ ﻋَﻠَّﻤْﺘَﻨَﺎ ﺍِﻧَّﻚَ ﺍَﻧْﺖَ ﺍﻟْﻌَﻠِﻴﻢُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ
10
* * * Zeyleke Girîng a Kelîmeya Dehan û Parçeyê Yekê yê Lehîqeya Wê
ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ
ﻓَﺴُﺒْﺤَﺎﻥَ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺣِﻴﻦَ ﺗُﻤْﺴُﻮﻥَ ﻭَﺣِﻴﻦَ ﺗُﺼْﺒِﺤُﻮﻥَ ٭ ﻭَﻟَﻪُ ﺍﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﻋَﺸِﻴًّﺎ ﻭَﺣِﻴﻦَ ﺗُﻈْﻬِﺮُﻭﻥَ ٭ ﻳُﺨْﺮِﺝُ ﺍﻟْﺤَﻰَّ ﻣِﻦَ ﺍﻟْﻤَﻴِّﺖِ ﻭَﻳُﺨْﺮِﺝُ ﺍﻟْﻤَﻴِّﺖَ ﻣِﻦَ ﺍﻟْﺤَﻰِّ ﻭَ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﻭَﻛَﺬَﻟِﻚَ ﺗُﺨْﺮَﺟُﻮﻥَ ٭ ﻭَ ﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِٓ ﺍَﻥْ ﺧَﻠَﻘَﻜُﻢْ ﻣِﻦْ ﺗُﺮَﺍﺏٍ ﺛُﻢَّ ﺍِﺫَٓﺍ ﺍَﻧْﺘُﻢْ ﺑَﺸَﺮٌ ﺗَﻨْﺘَﺸِﺮُﻭﻥَ ٭ ﻭَ ﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِٓ ﺍَﻥْ ﺧَﻠَﻖَ ﻟَﻜُﻢْ ﻣِﻦْ ﺍَﻧْﻔُﺴِﻜُﻢْ ﺍَﺯْﻭَﺍﺟًﺎ ﻟِﺘَﺴْﻜُﻨُٓﻮﺍ ﺍِﻟَﻴْﻬَﺎ ﻭَ ﺟَﻌَﻞَ ﺑَﻴْﻨَﻜُﻢْ ﻣَﻮَﺩَّﺓً ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔً ﺍِﻥَّ ﻓِﻰ ﺫَﻟِﻚَ َﻻ َﻳَﺎﺕٍ ﻟِﻘَﻮْﻡٍ ﻳَﺘَﻔَﻜَّﺮُﻭﻥَ ٭ ﻭَﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﺧَﻠْﻖُ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﺍﺧْﺘِﻼ َﻑُ ﺍَﻟْﺴِﻨَﺘِﻜُﻢْ ﻭَ ﺍَﻟْﻮَﺍﻧِﻜُﻢْ ﺍِﻥَّ ﻓِﻰ ﺫَﻟِﻚَ َﻻ َﻳَﺎﺕٍ ﻟِﻠْﻌَﺎﻟِﻤِﻴﻦَ ٭ ﻭَ ﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﻣَﻨَﺎﻣُﻜُﻢْ ﺑِﺎﻟَّﻴْﻞِ ﻭَ ﺍﻟﻨَّﻬَﺎﺭِ ﻭَﺍﺑْﺘِﻐَٓﺎﻭُٔ ﻛُﻢْ ﻣِﻦْ ﻓَﻀْﻠِﻪِ ﺍِﻥَّ ﻓِﻰ ﺫَﻟِﻚَ َﻻ َﻳَﺎﺕٍ ﻟِﻘَﻮْﻡٍ ﻳَﺴْﻤَﻌُﻮﻥَ ٭ ﻭَ ﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﻳُﺮِﻳﻜُﻢُ ﺍﻟْﺒَﺮْﻕَ ﺧَﻮْﻓًﺎ ﻭَ ﻃَﻤَﻌًﺎ ﻭَ ﻳُﻨَﺰِّﻝُ ﻣِﻦَ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀِ ﻣَٓﺎﺀً ﻓَﻴُﺤْﻴِﻰ ﺑِﻪِ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﺍِﻥَّ ﻓِﻰ ﺫَﻟِﻚَ َﻻ َﻳَﺎﺕٍ ﻟِﻘَﻮْﻡٍ ﻳَﻌْﻘِﻠُﻮﻥَ ٭ ﻭَﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِٓ ﺍَﻥْ ﺗَﻘُﻮﻡَ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽُ ﺑِﺎَﻣْﺮِﻩِ ﺛُﻢَّ ﺍِﺫَﺍ ﺩَﻋَﺎﻛُﻢْ ﺩَﻋْﻮَﺓً ﻣِﻦَ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﺍِﺫَٓﺍ ﺍَﻧْﺘُﻢْ ﺗَﺨْﺮُﺟُﻮﻥَ ٭ ﻭَ ﻟَﻪُ ﻣَﻦْ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻛُﻞٌّ ﻟَﻪُ ﻗَﺎﻧِﺘُﻮﻥَ ٭ ﻭَ ﻫُﻮَ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﻳَﺒْﺪَﻭُٔ ﺍﻟْﺨَﻠْﻖَ ﺛُﻢَّ ﻳُﻌِﻴﺪُﻩُ ﻭَ ﻫُﻮَ ﺍَﻫْﻮَﻥُ ﻋَﻠَﻴْﻪِ ﻭَﻟَﻪُ ﺍﻟْﻤَﺜَﻞُ ﺍْﻻ َﻋْﻠَﻰ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﻫُﻮَ ﺍﻟْﻌَﺰِﻳﺰُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ
11
Nukteyeke herî mezin a van ayetên mezin ên semawî ku 'qutbekî îmanê' nîşan dide û delîlekî 'ezem ê van burhanên uzma yên qudsî ku heşrê îsbat dikin, di vê "Şû'aya Nehan" de dê bête beyankirin. Înayeteke Rebbanî ya letîf e ku berî sî salî
{* Sî sal berê ku hatiye diyarkirin, sala 1911'an e. W.}
Seîdê Berê, di dawiya berhema bi navê Muhekemat ku -destpêka tefsîrê- nivîsandiye de, gotiye:
Meqseda Duduyan: Du ayetên ku di Quranê de îşaretî heşrê dikin, dê bên tefsîrkirin û beyankirin.
Nexwu û ﻧَﺨُﻮ ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِsekiniye. Êdî nenivîsandiye. Bi qasî hejmara delaîl û emareyên heşrê, şukur û hemd ji Xaliqê min ê Rehîm re be ku piştî sî salî, Wî tewfîq ji min re îhsan kir. Belê, berî neh-deh salan, ji wan du ayetan, ayeta pêşî ku
ﻓَﺎﻧْﻈُﺮْ ﺍِﻟَٓﻰ ﺍَﺛَﺎﺭِ ﺭَﺣْﻤَﺖِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻛَﻴْﻒَ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﺍِﻥَّ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﻤُﺤْﻴِﻰ ﺍﻟْﻤَﻮْﺗَﻰ ﻭَﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ
12 e, tevî wî ew "Kelîmeya Dehan" û "Kelîmeya Bîst û Nehan" ku tefsîr û huccetên gelek biqewet û ronak ên wan du fermanên Îlahî ne, în'am kir, wî ew înkarkir pê dan hişkirin.
Hem bi vê rîsaleyê, piştî neh-deh salan, tefsîra wê ayeta ekber di serê pêşî de hatibû zikirkirin û ayeta duduyan û ji du kelehên metîn û asê yên îmana bi heşrê ku qet tu êrîş nikarin bi ser wan de herin, îkram kir.
Va ye ev "Şû'aya Nehan", ji "Neh Meqamên" 'alî û "Muqeddîme"yeke girîng ên ku bi wan ayetên navborî hatine îşaretkirin, pêk tê.
* * *
MUQEDDÎME
Feydeyên ruhî/giyanî yên eqîdeya heşrê gelek in û encamên wê ku ji jiyanê re baş in hene. Em dê, bi kurtî/kinî, tenê yek encameke wê ya ku bergeha wê zaf fireh e, beyan bikin. Em dê derxin holê ku ji jiyana merivan re, nexasim ji bo jiyana civakî ya merivahiyê çendîn lazim e. Lewre em dê ji gelek delîlên îmana bi heşrê, tenê yek delîlekî wê yê kullî, bi îcmalî/hindikî nîşan bidin û em dê bi "Du Nuqte"yan îfade bikin; bê ka ew eqîdeya heşrê, çiqas bedîhî û bêgumanî ye.
NUQTEYA YEKÊ:
Bi sedan delîl hene ku eqîdeya axretê, ji jiyana civakî û şexsî ya merivan re, temel û bingeh e û ji wan seadet û kemilînên merivan re asas e. Ha em dê weke miqyasekê, ji van bi sedan delîlan, tenê îşaretî çar teneyan bikin:
Ê Pêşî: Zarok ku hema hema bi qasî nîvê nufûsa merivahiyê ne, tenê bi fikra Cennetê, li hember wan mirin û wefatên ku ji wan re bi dehşet tên û wan digrînin, dikarin li ber xwe bidin. Û tenê bi vê eqîdeyê, dikarin di wan wucûdên xwe yên ku gelek zeîf û nazik in de, quweyeke manewî ji xwe re bibînin. Û ew, di wan mîzacên ruhên xwe yên ku ji ber her tiştî zû digrîn û zaf zêde bê tirûş û bê muqawemet in de, ancax bi baweriya Cennetê, dikarin hêvîdar bibin û bi awayekî dilxweş bijîn.
Mesela bi fikra Cennetê dibêje: "Birayê/xwişka min ê/a biçûk an jî hevalê min mir; bû teyrikekî/ teyrikeke Cennetê, ji xwe re li Cennetê digere, ji me xweştir dijî." Îca ku ne wisa bûya, ew mirinên wan merivên mezin û mirinên wan zarokên ku mîna wan in, gava her wext li ber wan çavên wan ên tijemetirsî yên wan bêçareyên zeîf dikevin, dê wisa bikira ku tirûş û taqeta wan û quwweya wan a manewî zêr û zeber bikira û tevî çavên wan, dê bikira ku temamê letîfeyên/hestên wan ên mîna ruh, dil û aqil, hemû bi hev re, wisa bi girî bixistina ku yan dê ew mahû bibûna yan jî, dê bibûna mîna heywanekî bextreş ê dîn û dîwane.
Delîlê Duduyan:
Pîr û kalên ku ji awayekî ve nîvê merivahiyê ne, tenê bi xêra heyata axretê dikarin li hember wê qebra ku nêzî wan sekiniye, li ber xwe bidin û tehemmul bikin û dilê wan bar bide. Û di wê rewşa xwe ya ku jiyana wan a ku ew zaf pê re eleqedar in; lê belê ji wan ve xuya ye ku di demeke nêz de, dê bitefe û ew dunyaya wan a xweşik ku derê wê, li ber girtinê ye, ancax bi xêra jiyana axretê dikarin tesellî bibînin û aşt bibin. Îca ew ruhê wan pîr û kalan ku ketiye delavê zarokan û hema zû bi zû xemgîn dibe û ew mîzaca wan a ku ji ber wê mirin û zewalê ketiye bêhêvîtiyeke bidehşet û elîm, ancax bi bendewarî û baweriya wê heyata baqî, dikare muqabele bike. Ku ne wisa bûya, ew muhteremên ku layiqî şefqetê ne û ew dê û bavên ku ketine fikar û endîşeyan û gelek zêde muhtacî sukûnet û îstreheta dilî ne û diqilqilin, wan dê bi pêjneke wisa ecêb, waweylaya ruhî bikira û wan dê wisa bi giraniya xem û keder li wî dilê xwe yê tenik û narîn bar bikira ku ev dunya, bi carekê dê ji wan re bibûya zindaneke tarî û jiyan bi xwe jî, dê ji wan re bibûya ezabekî gelek giran û xedar.
Delîlê Sisêyan:
Ew ciwanên sengele ku ji bo jiyana civakî ya merivan çavkanî ne, tenê bi fikr û fikara Cehennemê, wan hestên xwe yên ku bi awayekî gelek şedîd, gur û geş dibin û wan nefs û hewayên xwe yên di kelekelê de ne û îfratkar in, ji êrîşkirin, zulumkirin û xerabkirinan didin sekinandin û bi xêra vê baweriyê, dikin ku jiyana civakî, bi awayekî xweş û delal bimeşe. Ku wisa tirs û fikara Cehennemê tune bûya, bi qeydeyê "Elhukmu lîlxalib" wan xort û sengeleyên serxweş, dê bidana pey hewesên xwe û li ser vê rêyê, wan dê dunya li wan kesên kêmqewet, bikira Cehennem. Û wan, dê ew merivahiya qedirbilind, wergeranda heywaniyeteke suflî.
Delîlê Çaran:
Di jiyana dunyayê de ji bo merivahiyê, navenda herî xweşhevgirtî û zenbereka herî biasas, ew jiyana malbatî ye ku ji bo xweşî û seadeta dunyayê Cennetek e û ciyekî xwespartin û xwepenihandinê ye. Mala her kesî, ji bo wî/wê, dunyayeke wî ya biçûk e. Û jiyan û xweşiya wê malê û jiyana wê malbatê jî, tenê bi wê hurmeta samîmî û jidil ku têrwefadarî ye û bi wê merhemeta heqîqî ku bi şefqet e û fedakarane ye dikare pêk bê. Îca ev hurmeta heqîqî û merhemeta samîmî jî, bi wê eqîdeya ku ji bo hevaltiyeke ebedî û dostaniyeke daîmî û bihevrebûneke sermedî ku di demeke bêhed de û di jiyaneke bêhudûd de, bi hev û din re, bi wê fikra ku têkiliyên wan, bi awayê pederî, ferzendanî, biratî, xwişkîtî, hevaltî dikare pêk bê.
Mesela, dibêje: "Ev hevsera min, li alemeke ebedî, di heyateke ebedî de, hevjiyaneke min a ebedî ye. A niha digel ku wiha pîr, kal û cirnexweş bûye jî, zerara wê tune ye, xem nake. Çunkî xweşikiyeke wê ya ku ebedî ye heye; dê bê. Û ji bo xatirê hevaltiyeke wiha daîmî, ez dikarim û divê bikaribim her fedakariyî û merhemetê bikim." Ha bi xêra vê baweriyê, dikare bi hezkirina ku ji horiyeke xweşik re nîşan bide, bi şefqet û merhemetê, li wê pîreka xwe ya pîrekal binihêre. Yan na, ku ne wisa be, ev hevaltiya kurt ku di pey saetek du saetên wê bihevrebûna sûretî de, rastî jihev-veqetîn û jihevcihêbûneke ebedî tê, helbet dê bikeve bin wateyeke gelek zahirî, demborî û bê asas û -mîna heywanan- dilêşeke rîqqeta cinsî û dikare ancax hema wisa merhemeteke mecazî û hurmeteke zahirî nîşan bide. Û çawa ku bi heywanan re heye, menfîetên din û ew hestên din ên xalib, zora wê hurmet û merhemetê dibin û wê Cenneta dunyayê, li wan dikin mîna Cehennemê.
Ha ji wan, bi sedan encamên îmana bi heşrê, tenê yek encamek jê, li jiyana civakî ya merivahiyê dinihêre. Tenê di vê encamê de jî, bi sedan hêl û feyde û mifa hene. Gava ku ev feyde, sûd û hêlên wê, bi van çar delîlên jor re bêtin qiyaskirin, dê bête famkirin ku eynî bi qasî wê heqîqeta giranqedir a merivan û bi qasî wan hacetên kullî yên merivan, qet'î ye ku ew heqîqeta heşrê, dê teheqquq bike û pêk bê. Belkî ew hebûna wan îhtiyacên ku ji mîdeyê/madeyê meriv tên, çawa ji hebûna teaman re delîlî û şahidî dike, ev heqîqeta heşrê, hîna ji wan zêdetir zahir e û ji wan zaftir diyar dike ku dê heşr teheqquq bike û dê rû bide. Îca gava ev encamên vê heqîqeta heşrê, ji nav merivahiyê derkevin biçin, ew mahiyeta merivahiyê ku gelek girîng, bilind û zindî ye, dê dakeve rewşa laşekî/mirarekî ku hêlîna murdar û mîkroban e. Ev jî, vê yekê dide îsbatkirin. Bila zingînî û şingînî bê ji guhê wan sosyolog, siyasetmedar û pedogogên ku bi îdare, exlaq û jiyana civakî ya merivahiyê re gelek eleqedar in. Bila bên, ka vê veng û valahiyê, dikarin bi çi dagrin û vê birîna kûr, ka ew bi çi dikarin derman bikin?
NUQTEYA DUDUYAN:
Ji nav wan delîlên bêhed ên heqîqeta heşrê, tenê yek delîlekî ku ji xulaseya wan şahidiyên wan ruknên din ên îmanê derdikeve tê, bi awayekî gelek muxteser beyan dike:
Temamê wan mucîzeyên ku ji resûlbûna/rîsaleta Hezretî Muhemmed eleyhîsselatu wesselam re delîlî dikin û temamê wan delîlên nebîtiya wî û temamê wan delîlên heqqaniyeta wî, bi carekê, şahidî dikin û îsbat dikin ku heqîqeta heşrê, dê pêk bê. Çunkî temamê daw û dozên di temamê jiyana vî zatî de, piştî wehdaniyetê, li ser heşrê temerkuz dikin, li ciyekî navendî tên cem hev û dî. Bi ser de jî, temamê wan mucîze û delîlên wî yên ku temamê pêxemberan tesdîq dikin û didin tesdîqkirin, ji eynî/ heman heqîqetê re şahidî dikin. Hem ew şahidiya "webîrusûlihî" ku wê şahidiya ku ji kelîmeya "wekutubihî" tê, derdixe dereceya bedîhiyê jî, ji eynî heqîqetê re şahidî dike. Çawa:
Di serî de hemû mûcîze, huccet û heqîqetên Quranê ku heqqaniyeta Qurana Mûcîzul Beyan îsbat dikin, ji teheqquq û wuqûtiya/bûyîna vê heqîqeta heşrê re, bi carekê, şahidî dikin û wê îsbat dikin. Çunkî hema hema sêyeka Quranê, heşr e û tiştê ku di serê pêşî yê piraniya Sûreyên kurt de tê, ew ayetên gelek bi qewet ên heşrê ne. Îca ji aliyê serîhî û îşarkî ve jî, Quran bi qasî bi hezaran bi ayetên xwe, eynî/heman heqîqetê radigihîne, îsbat dike û nîşan dide. Mesela, di serê bi qasî sî-çil Sûreyên mîna
ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺸَّﻤْﺲُ ﻛُﻮِّﺭَﺕْ ٭ ﻳَٓﺎ ﺍَﻳُّﻬَﺎ ﺍﻟﻨَّﺎﺱُ ﺍﺗَّﻘُﻮﺍ ﺭَﺑَّﻜُﻢْ ﺍِﻥَّ ﺯَﻟْﺰَﻟَﺔَ ﺍﻟﺴَّﺎﻋَﺔِ ﺷَﻲْﺀٌ ﻋَﻈِﻴﻢٌ ٭ ﺍِﺫَﺍ ﺯُﻟْﺰِﻟَﺖِ ﺍْﻻ َﺭْﺽُ ﺯِﻟْﺰَﺍﻟَﻬَﺎ ٭ ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﺍﻧْﻔَﻄَﺮَﺕْ ٭ ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﺍﻧْﺸَﻘَّﺖْ ٭ ﻋَﻢَّ ﻳَﺘَﺴَٓﺎﺀَﻟُﻮﻥَ ٭ ﻫَﻞْ ﺍَﺗَﻴﻚَ ﺣَﺪِﻳﺚُ ﺍﻟْﻐَﺎﺷِﻴَﺔِ
13 de, bi temamê qet'iyeta xwe, vê heqîqeta heşrê, weke heqîqeteke herî girîng û herî wacib a kaînatê, nîşan dide û ew ayetên wê yên din bi xwe jî, delîlên cûr bi cûr ên wê heqîqetê beyan dikin û îqna dikin. Tenê ev kitêba ku yek îşareteke yek ayeteke wê, li ber çavê me, di nav wan ilmên Îslamî de, meyweya wan ilmên muteeddîd û kewnî/xulqî dide, îca rabe, wiha bi hezaran bi şahidiyên xwe û bi daw û dozên xwe, vê îmana bi heşrê, eynî mîna rojê/tavê nîşan bide; lê belê meriv rabe; wê, bêheqîqet bibîne, eynî mîna înkara rojê, belkî mîna tunehesibandina kaînatê ku bi tu awayî ne mumkun e û ma qey sed derece muhal û batil nabe gelo? Ji bo ku tenê yek îşareteke sultanekî, weke derew neye dîtin, digel ku carcaran artêşek dikeve tevgerê û herb dike, ka bi ti awayî îmkan heye ku bi hezaran soz, wad, gef û gurên wî sultanê ku zaf ciddî/jidil û bi îzzet e, weke derew derkevin? Û ka tu îmkan heye ku ev, bê heqîqet be?
Gelo, tenê yek îşareteke wî sultanê xwedîşan ê manewî ku di sêzdeh esran de, bê navber, di daîreya heq û heqîqetê de, li ruh, aqil, dil û nefsên bêhed hukum dike, wan terbiye dike û îdare dike, ji bo îsbatkirina heqîqeteke wiha, digel ku bes e jî, piştî wan ravekirin û tesrîhên bi hezaran carî, wî ev heqîqeta heşrê nîşan da û ew îsbat kir, îca ji bo wî ehmeqê zêdecahil ê ku wê heqîqetê nas nake, ka ezabê Cehennemê lazim nake gelo û ev ezabê Cehennemê, ka ji bo wî ehmeqî, ne eynî edalet bi xwe ye gelo? Hem temamê wan rûpelên/sehîfeyên semawî û temamê wan kitêbên muqeddes ku her yek ji wan, li ser demek û dewrekê hukum dike jî û Quran ku hukumranê hemû ayendeyan û temamê zemanan e û bi awayekî berfireh û bi kitekitî, vê heqîqeta heşrê, bi îzah û dubarekirinan beyan û îsbat dike û ew suhûf û kitêbên berê ku li gor esr û zemanên xwe, wê heqîqetê, bi awayekî qet'î qebûl dikin; digel vê, bê tefsîlat û bi awayekî perdekirî û kurt beyan dikin lê bi awayekî gelek qewî îddîa û îsbat dikin jî, nîşan û delîl e ku ew gişt bi xwe jî, tevî bi hezaran îmzeyên xwe, daw û doza Quranê tesdîq dikin.
Ji ber munasebeta vê behsê, di dawiya Rîsaleya Munacatê de, delîlekî heşrê ku şahidiya wan riknên dî yên îmanê, nemaze jî riknê resûlan û kitêban ku ji riknê "îmanun bîl yewmîl axîrî"yê ye, bi awayê munacatî, hatiye zikirkirin û zaf zêde bi qewet e û gelek kurt e û dike ku hemû dilwasewasî ji holê rabin, hema rast ket vê derê. Di Munacatê de gotiye:
Ey Rebbê min ê Rehîm! Bi talîma Resûlê te yê Ekrem û bi dersa Qurana Hekîm min fam kir ku di serî de Quran û Resûlê te yê Ekrem, hemû kitêbên muqeddes û temamê pêxemberan, bi hev re, bi awayê îcmayî û bi îttîfaqî şahidî dikin û îşaret didin ku ew tecelliyên wan navên te yên bi celal û cemal ku li vê dunyayê, li her aliyî numûneyên wan tên dîtin, li ebedul abadê, bi awayekî hê bêhtir ronak, ronîgeş û zelal, dê dewam bike û ew îhsanên te yên ku li vê alema fanî, cilweyên wan ên rehîmane tên muşahedekirin, dê li dara seadetê, bi awayekî hê bêhtir bi heybet berdewam bikin û dê baqî bimînin û ew muştaqên wan ku li vê jiyana kurt a dunyayê, bi zewqî wan dibînin û bi hezkirineke têr, bi wan re hevaltî dikin, dê li ebedê jî, bi wan re bimînin.
Hem tevî wan bi sedan mucîzeyên xwe yên aşkere û ayetên xwe yên qet'î, di serî de Resûlê Ekremê te û Qurana te ya Hekîm, ew hemû pêxemberên ku sahibên/xwediyên hemû ruhên nûranî ne û ew weliyên ku qutbên hemû dilên nûranî ne û ew siddîqên ku kan û madena temamê wan aqilên jîr û binûr in û di hemû suhûfên semawî û kitêbên muqeddes de, li ser bingeha ku te, zaf bi dubareyî wad kiriye û gef xwarine, hem bi îtîmada wan sifetên te yên qudsî yên mîna qudret, rehmet, înayet, hîkmet, celal û cemalê ku pêdivî bi axretê dibînin û bi îtîmada wan şanên te û bi îtîmada îzzeta celala te û bi îtîmada selteneta rubûbiyeta te û ew ewliya, bi tevî wan keşf û muşahedat û bi îtîqadên xwe yên îlmelyeqîn û bi wan îtîqad û îmanên xwe, mizgîniya wê seadeta ebedî didin însanan. Û xeberê radigihînin û diyar û îlan dikin ku ji ehlê dalaletê re Cehennem/Dojeh heye.. û ew bi xwe jî, bi awayekî qewî, îman bi vê tînin û şahidî dikin.
Ey Qadirê Hekîm! Ey Rehmanê Rehîm! Ey Sadiqul We'dil Kerîm! Ey Qehharê Zulcelal ê ku xwedî izzet û ezemet û celalê ye!
Tu, sedhezar car dereceyî muqeddes î ku tu evqas dostên xwe yên sadiq, evqas wadên xwe û evqas sifat û ş'enên xwe derewîn derxî û tekzîb bikî û bêguman tu tam munezzeh î ku tu wan divêtiyên/muqteziyatên qet'î yên selteneta rubûbiyeta xwe tekzîb bikî û çê nekî/neynî cî û wan dua û dozên bêhed ên wan îbadên xwe yên meqbûl ên ku li axretê dinihêrin û ku tu ji wan hez dikî û ew bi xwe jî, bi tesdîq û îtaetê, xwe bi te didin hezkirin red bikî, li wan guhdarî nekî. Û Tu, bi awayekî bêhed munezzeh û 'alî yî ku di înkara heşrê de, ehlê dalalet û ehlê kufrê ku bi kufur û îsyanê, te di wadên te de tekzîb dikin û ev kufur û îsyana wan, li zora ezameta Kibriyaya te diçe û îzzeta Celala te tal dike û kela heysiyeta Ulûhiyeta te radike û şefqeta Rubûbiyeta te muteessir û kartêger dike, tu sed hezar carî muqeddes î ku tu wan [ehlê înkarê] tesdîq bikî! Ji zulmeke wiha bênîhayet û ji kirêtiyeke wiha bênîhayet, em wê edaleta ya bênîhayet û wê cemala te ya bênîhayet û rehmeta te ya bêhed, teqdîs dikin! Em bi temamê qeweta xwe îman tînin ku ew qasid û navbendkarên te yên sadiq ên bi sed hezaran û ew enbiya, esfiya û weliyên bêhed ku delêliyên/dellalên rast ên selteneta te ne, di sûretê heqelyeqîn, eynelyeqîn, îlmelyeqîn de, ji gencîneyên/xizneyên te yên axretî re û ji wan defîneyên te yên îhsana alema baqî re û ji wan cilweyên xweşik û nuwaze yên wan navên te yên spehî ku li dara seadetê, bi temamî aşkere/ zahir dibin re şahidî dikin û ew şahidiya wan, heq û heqîqet e.. û îşaretên wan, rast û mutabiq in.. û mizgînên ku ew didin, sadiq û waqî ne.. û ew bi xwe jî, îman tînin ku ew heqîqeta heşrê, şûayeke herî mezin e ji bo wî navê te yê Heq ê ku ciyê mureceetê ye û roj û hamiyê hemû heqîqetan e.. û ew ewliya, enbiya, bi fermana te, di daîreya heq de, ders didin îbadên te û weke eynê heqîqetê bi xwe, îbadên te talîm dikin.
Ya Reb! Tu bidî heq û xatirê ders û talîma van, îmana herî kamil û husnê xatîme bidî me û telebeyên Rîsaleyên Nûr.. û tu me bikî mezherê şefaeta wan. Amîn.
Hem çawa ew hemû delîl û huccetên ku heqqaniyeta Quranê, hetta belkî heqqaniyeta hemû kitêbên semawî îsbat dikin û ew hemû mûcîze û burhanên nubuwweta Hebîbullah heta belkî nubuwweta hemû nebiyan îsbat dikin, bi awayekî ji awayan, ji teheqquqa wê axreta ku angaşta/ muddeaya wan a herî mezin e re delîlî dikin. Eynî wisa jî, piraniya wan delîl û huccetên ku ji wucûda wî Wacîbul Wucûdî re û ji wehdeta Wî re, şahidî dikin û ji wê dara seadetê ku mezher û medarê herî mezin ê rubûbiyet û ulûhiyetê ye re û ji wucûda wê alema baqî re û ji vebûna wê re, bivê nevê şahidî dikin. Çunkî çawa ku di meqamê bê de, dê bête beyankirin û îsbatkirin, hem mewcûdiyeta wî Zatê Wacîbul Wucûd, hem temamê sifetên wî, hem piraniya navên/îsmên wî, hem wesf û şe'nên wî yên mîna "rubûbiyet, ulûhiyet, rehmet, înayet, hîkmet û edaletê" di dereceya luzûmê de, axretê îqtîza dikin û di dereceya wucûbê de, alemeke baqî, weke pêdivîyeke ferz û di dereceya zerûretê de, ji bo mukafat û mucazatê, [rasterast] heşr û neşrê divên û dixwazin.
Belê, madem Xwedayekî ezelî, ebedî heye, helbet ew axreta ku cî û navendeke sermedî ya seltenata Uluhiyetê ye, heye. Û hemin di vê kaînatê de û di nava van xwedîjiyanan de, rubûbiyeteke mutleq a gelek biheşmet, bihîkmet û bişefqet heye û dixuyê, helbet dê dareke ebedî ya seadetê hebe, dê çê bibe da ku wê heşmeta rubûbiyetê, ji qîmetxistinê û hîkmetê wê jî, ji bêwatetî û beredayîtiyê û şefqeta wê jî, ji xedrê xelas bike. Her kes, dê biçe wê derê. Madem ev în'am, îhsan, lutûf, kerem, înayet û ev rehmetên ha yên bêhed ku bi çavê seriyan tên dîtin, nîşanî wan aqilên ku netefiyane û nîşanî wan dilên ku nemirine dide ku di pişt perdeya xeybê de, Zatekî Rehman û Rehîm heye. Helbet heyateke baqî, li wê alema baqî heye û dê çê bibe; da ku nîmetdayinê, ji piçûkxistinê û îhsanê, ji xapandinê û înayetê, ji neyartiyê û rehmetê jî, ji ezabê û lutf û keremê ji îxanetê xelas dike û îhsanê dike îhsan; nîmetê jî, dike nîmet.
Hem madem qelemeke qudretê, di feslê demsala beharê de, li ser rûpelê teng ê zemînê, sed hezar kitêbî, bi awayekî bêxeta di nav hev de dinivisîne û li ber çavê me, bêyî ku biweste dixebite û dihûne. Îca xwediyê wê qelemê, sed hezar carî ehd û wad kiriye ku "Ez dê ji vê kitêba beharê ku li vî ciyê teng, bi awayekî tevlîhev û di nav hev û dî de hatiye nivîsandin, kitêbeke xweşik û daîmî hîna bêhtir bi hêsayî, li ciyekî firehtir, binivisînim û bi we bidim xwendin." û di hemû fermanên xwe de behsa wê kitêbê dike. Helbet û bêguman, eslê wê kitêbê hatiye nivîsandin û bi heşr û neşrê, dê haşiyeya wê bête nivîsandin. Û ew defterên 'emelê hemûyan, dê di wê de bête qeydkirin.
Hem madem ev erd, ji aliyê zafbûna mexlûqan ve û ji aliyê ku ji wan xwedîjiyan û ruhbaberên cûr bi cûr ên bi sed hezaran re mesken, çavkanî/ menşe , fabrîqe, meşher/pêşangeh û mehşer e ve, girîngiyeke wiha zêde mezin a vê erdê heye. Her wiha erd; wekî dil, navend, xulase, encam û sebebê xuluqandina kaînatê ye û girîngiyeke wê ya wisa mezin heye ku digel ku gelek biçûk e jî, li ber wî esmanê gir û qirase, weke denk û hevseng hatiye girtin. Di wan fermanên semawî de, daîma
ﺭَﺏُّ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ
8 hatiye gotin. Û madem li ser rûyê vê erdê, benî Adem heye û benî Adem, li her aliyê erda ku evqas xwedî van mahiyetan e, hukum dike û teserrufa wan, li ser piraniya mexlûqên li erdê heye û piraniya wan mewcûdên li erdê yên xwedîjiyan, ji xwe re tesxîr dike û wan li dora xwe dide komkirin û piraniya hunerên xwe, li gor hendeseya wan hewesên xwe û li gor wan dustûrên îhtiyacên xwe, bi awayekî gelek zêde xweşik tenzîm, teşhîr û tezyîn dike û gelek ji wan cûreyên hunerên xwe yên entîke, mîna lîsteyan, yek bi yek li ciyan dide hev û dixemilîne û wisa dike ku ne tenê bala îns û cinan, heta belkî bala ehlê wan esmanan û teqdîrkirinên wan û bala wî xwediyê kaînatê jî, bi awayekî ku biecibîne dikşîne û bi vî awayî, qîmet û girîngiyeke gelek mezin distîne û ji ber vê yekê jî, bi fen û sen'etên xwe, nîşan dide ku hîkmeta xuluqandina vê kaînatê û encama wê ya mezin û meyweya wê ya hêja û xelîfeyê erdê ew e û ji ber ku li dunyayê, ew benî Adem bi xwe, wan hunerên bimûcîze yên Sani'ê alemê, bi awayekî xweşik radixe û tenzîm dike; bi keys dike, ev benî Adem, tevî îsyan û kufra wî, li dunyayê tê hiştin û ezabê wî, tê texîrkirin û ji bo vê xizmeta wî, muhlet jê re tête dayin û muweffeqiyetê dibîne.
Û madem muteserrifekî gelek biqewet û bihîkmet û bişefqet heye ku wî, ji vî cûreyê benî Adem ê ku di vê mahiyetê de ye û ji aliyê mîzac û xuluqînê ve, ev benî Adem, digel ku gelek qels, kêmqewet û feqîr e û bêhed îhtiyac û elemên wî hene jî, bi awayekî ku gelek raserî qeweta wî û serdestî xwesteka wî be, wî muteserrifî, ev kureya qirase/muezzem ya erdê, ji her cûre kan û madenên ku pêdiviya new'ê merivan pê heye re kiriye mexzen û ji her tewir/celeb teamî re kiriye inbar û wî muteserrifî, ev kureya erdê, kiriye şiklê dikaneke wisa, her cûre malên ku li xweşa merivan diçin, tê de hene û ev muteserrif, li new'ê merivan dinihêre, wan xwedî dike û tiştên ku ew dixwazin, ew dide wan.
Û madem Rebbekî xwediyê vê heqîqetê ye, hem ji merivan hez dike, hem xwe bi merivan dide hezkirin; hem baqî ye, hem alemên wî yên baqî hene, hem bi edaletê, her îş û karî dike û her tiştî bi hîkmetê dike, hem li vê jiyana kurt a dunyayê û di vî imrê hindik ê beşer de û li ser vê zemîna demborî û fanî, heşmeta seltenet û sermediyeta hakimiyeta wî Hakimê Ezelî, têr cî nabîne ku bi cî bibe.. û zulm û îsyanên gelek mezin ên di merivan de, ku li hember întîzam û biserûberiya kaînatê û li dijber edalet û muwazeneyên wî û li dijberî husna cemala wî munafî û muxalîf in diqewimin.. û îxanet, înkar û kufurên meriv ku li hember welînîmetê wî û li hember wî yê ku meriv, bi awayekî şefqetkarî xwedî dike, li vê dunyayê bê ceza dimînin.. û ew zalimên xedar, li ser dilê rehet û hêsa, jiyana xwe derbas dikin; lê belê ew mezlûmên bêçare jî, di nav zorî û zehmetiyan de, imrê xwe derbas dikin.. û îca mahiyeta vê edaleta bêqusûr ku di temamê kaînatê de, berhemên wê tên dîtin, bi temamî li hember û dijber e ku ev zalimên xedar û ev mezlûmên bêhêvî, mîna hev bimrin û bi awayekî ku êdî careke dî neyin vejandin bimînin.. îca ev edaleta Îlahî, tiştekî wiha, qet û qet ranagre, ji vê re musade nake.
Û madem çawa ku xwediyê kaînatê, ji nav kaînatê, zemîn neqandiye û ji zemînê, new'ê însan bijartiye û meqamek û girîngiyeke gelek mezin daye merivan. Eynî wisa jî, ji nav new'ê merivan jî, Wî ew enbiya, ewliya û esfiya ku li gor meqsedên rubûbiyetê tevdigerin û bi îman û teslîmê xwe bi wî didin hezkirin û merivên heqîqî ne, bijartiye û Wî, ew ji xwe re kirine dost û muxeteb û bi mûcîze û tewfîqan îkram li wan dike û bi şeqamên esmanî jî, neyarên wan dide ezabdan.. û ji nav wan dostên xwe yên hêja û xwînşîrîn bi xwe jî, Wî ew Muhemmed eleyhîsselatu wesselamê ku îmam û sebebê pesindana wan e eyişandiye.. û ew xwediyê kaînatê, nîvê kureya erdê ya biehemiyet û yekê ji pêncan ê new'ê însan ê girîng, di esrên dirêj de, bi nûra wî dide ronîkirin. Eynî meriv dibêje qey, mîna ku ev kaînat ji bo xatirê wî hatibe xuluqandin, temamê amancên wê, bi wî, bi dînê wî û bi Qurana wî tezahur dike û diyar dibe.. û ucretên wan xizmetên wî yên bêhed ên gelek zêde biqîmet ku hêjayî heyateke bi qasî milyonan salan e û digel ku musteheq û layiqî standina ucreteke di dem û zemanekî bêhed de ye jî, imrekî kurt ê bi qasî şêst û sê salên ku di nav gelek zor û zehmetî û mucahedeyan de derbas bûye, jê re hatiye dayîn. Gelo, bi tu awayî, çu îmkanek û çu îhtîmalek heye û ka tê qebûlkirin ku ew zat, tevî temamê emsal û dostên xwe, neye vejandin, ji nû ve sax nebe û a niha jî, ew zat, ji aliyê ruhî ve ne zindî û heyy be; ka qet dibe ku ew, tevî dostên xwe, bi îdama ebedî mehf bibe? Haşa, sed hezar carî haşa û kella! Erê, hemû kaînat û ev heqîqeta alemê, daw û dozê dike ku ew zat, ji nû ve dê sax bibe û jiyana wî zatî, ji xwediyê kaînatê dixwaze. Û madem di Ayetul Kubraya ku Şû'aya Heftan e de, sî û sê heb îcmayên mezin ku her yek ji wan, di mezinahiya çiyayekî de ye, îsbat kiriye ku: Ev kaînat, ji yek destekî derketiye û tenê/bes milkê yek zatekî ye û wan, wehdet û ehediyeta wî ya ku medarê wê kemalata Îlahî ye, bi awayekî bedîhî/vekirî nîşan daye. Bi wehdet û ehediyetê, hemû kaînat, dikeve hukmê neferên fermanber û karmendên musexxer ên wî Zatê Wahid û bi hatina axretê, ew kemalên wî, ji daketina berejêr xelas dibin û ew edaleta wî ya mutleq, ji wê xedra mutleq a mustehziyane difilite û ew hîkmeta wî ya 'amme, ji wê beredayîtiya sefahetkarî rizgar dibe û ew rehmeta wî ya fireh, ji wî ezabê pêlistokane xelas dibe û ew îzzeta qudreta wî, ji 'ecza zelîlane difilitin û teqeddus dikin.
Helbet û helbet û bivê nevê, ji ber pêdiviya ferz a van heqîqetên ku ji van heşt mademên ku ji nukteyên bi sedan ên îmana billah in, diyar e ku dê qiyamet rabe, heşr û neşir dê bibe, ciyê cezadayin û mukafatdayinê, dê vebe. Da ku ew girîngiya erdê ku behsa wê hat kirin û navendîtiya wê û girîngî û qîmeta însan, karibe teheqquq bibe. Ew edaleta wî, hîkmeta wî, rehmeta wî û selteneta wî ya/yên navbihurî ya/ yên Wî Muteserrifê Hekîm ku Xaliqê erdê û Rebbê merivan e, karibe sabit bibe û ew dost, muştaq û dilxwazên heqîqî yên navbihurî yên wî Rebbê baqî, ji îdama ebedî rizgar bibin; û dostê herî hêja û herî mezin ê ji wan dostan, mukafata wan xizmetên qudsî yên ku pê temamê kaînatê memnûn û minetdar dibe, bibîne; û ew kemalên Sultanê Sermedî, ji kêmahiyê, ji qusûrê tenzîh û qudreta wî, ji neçariyê û hîkmetê wî, ji sefîhiyê pak bike û edaleta wî, ji zilmê pak û tenezzuh bibe, teqeddus bike û bêrî bibe.
Elhasil, madem Xwedê heye, helbet axret heye.
Hem çawa ku ew sê riknên îmanî ku navê wan li jorê derbas bû, tevî wan hemû delîlên xwe yên ku wan îsbat dikin, ji heşrê re şahidî û delîlî dikin; wisa jî, ev du riknên îmanî ku
ﻭَ ﺑِﻤَﻠَٓﺌِﻜَﺘِﻪِ ﻭَ ﺑِﺎﻟْﻘَﺪَﺭِ ﺧَﻴْﺮِﻩِ ﻭَ ﺷَﺮِّﻩِ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺗَﻌَﺎﻟَﻰ
14 jî, zêde zêde heşrê divên û bi awayekî gelek qewî, ji alema baqî re şahidî û delîlî dikin. Çawa:
Temamê wan delîlên wucûda melekan û wezîfeyên wan ên ebdîtiyê, îsbat dikin ku ew muşahede û mukalemeyên bêhed, bi awayekî ji awayan, bivê nevê, ji hebûna alema ruhan, alema xeybê, alema baqî, alema axretê û ji hebûna wê dara seadeta ku li pêş, dê bi cin û ins bête şênkirin re û ji Cennet û Cehennemê re delîlî dikin. Lewre melek ku hene, bi îzna Îlahî, dikarin van aleman bibînin û dişên ku biçin bikevin wan deran. Û mîna Hezretî Cebraîl, ew hemû melekên muqerrebîn ku wan û merivan hev û din dîtine, bi awayekî muttefiqî, ji wan alemên ku behsa wan hat kirin, agahî didin ku ew alem hene û ew bi xwe, li wan aleman digerin. Em bi hebûna kîşwera Emerîka ku me ew nedîtiye, bi agahdariya wan kesên ku ji wê derê tên, bawer dikin û bi awayekî zipîzelal pê dizanin. Eynî mîna vê, em bi wan agahdarkirinên melekan ku agahiyên wan, bi qasî sed tewaturî bi qewet in, divê em bi hebûna alema baqî û dara axretê û bi hebûna Cennet/Bihuşt û Cehennemê/Dojexê, di wê qet'iyetê de îman bînin, bawer bikin û bi wî awayî jî, em îman tînin.
Hem di "Rîsaleya Qederê" ku "Kelîmeya Bîst Şeşan" e de, temamê wan delîlên ku wî riknê îmana bi qederê îsbat dikin, bi awayekî ji awayan, ji heşr û neşra sehîfeyan re û ji mêzîna xêr û guneyan a mîzana ekber re delîlî dikin. Çunkî nivîsandina wan muqedderatên her tiştî, li ser lewheyên nîzam û mîzanê ku li ber çavên me ne û di quwweya hafize û dendikên wan de û di wan lewheyên din ên mîsalî de, nivîsandina serguzeşta jiyana her xwedîjiyanî û her xwedîruhî (rihbaberî), îca nemaze li ser lewheyên mehfûzî, tesbîtkirina wan defterên 'emel ên merivan û derbaskirina wan defterên 'emelên bi ser wan lewheyan de, helbet qedereke wisa muhît û teqdîreke wisa hekîmane û qeydeke wisa mudeqqîqane û kîtabeteke wisa hafîzane ye ku ancax dikare ji bo mukafat û mucazateke daîmî ya ku li mehkemeya kubra, di encama dadgehkirineke giştî de çê bibe. Ku ne wisa be, ew qeyd û muhefezekirina ku narîn, hûr, kûr û dûr e, bi temamî bê wate, bê feyde dimîne û ne li gor hîkmet û heqîqetê ye.
Hem heke heşr neye, temamê wan manayên/ wateyên muheqqeq ên vê kitêba kaînata ku bi qelema qederê hatiye nivîsandin, xerab dibin ku ev jî, bi tu awayî ne îmkan e.. û ew îhtîmal, eynî mîna înkarkirina hebûna vê kaînatê, wisa muhal e, belkî dibe hezeyanek.
Elhasil, pênc riknên îmanê, bi temamê wan delîlên xwe, ji bûyîna heşr û neşrê re û ji hebûna heşr û neşrê re û ji hebûna dara axretê re û ji vebûna dara axretê re delîlî dikin û wê dixwazin û jê re şahidî dikin û wê teleb dikin
Ha ji ber ku sitûn û burhanên wiha biezemet û pêt û zexm, ên ku ji heqîqeta heşrê re, tam muwafiq in hene ku hema hema, ji sisêyan yekê Qurana Mûcîzul Beyan, li ser heşr û axretê ye û wê, ji temamê heqîqetên xwe re, dike temel û bingeha eslî û her tiştî li ser wê ava dike. (Muqeddîme hat dawiyê)
* * * NUKTEYA HUWEYÊ
ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ ﻭَ ﺍِﻥْ ﻣِﻦْ ﺷَﻲْﺀٍ ﺍِﻻ َّ ﻳُﺴَﺒِّﺢُ ﺑِﺤَﻤْﺪِﻩِ
ﺍَﻟﺴَّﻼ َﻡُ ﻋَﻠَﻴْﻜُﻢْ ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔُ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻭَ ﺑَﺮَﻛَﺎﺗُﻪُ ﺍَﺑَﺪًﺍ ﺩَﺍﺋِﻤًﺎ
Gelî birayên min ên pir ezîz û siddîq!
Birano! Xwişkno! Di lefzê ﻫُﻮَya ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَû ﻗُﻞْ ﻫُﻮَ ﺍﻟﻠَّﻪُde heye, ez ketim seyaheteke xeyalî ya fikrî û ez li ser rûpelê hewayê, ketim mutaleeyê. Nukteyeke zerîf a tewhîdê, ji nişka ve li min xuya bû. Min di wê de dît ku mesleka îmanê, bêhed rehet û hêsa ye û di dereceya bi qasî wicûbê de, bi sehlî ye; lê belê di şirk û dalaletê de, bi awayekî bêhed pirsgirêk û problem hene û bi qasî bi hezaran muhalên astengkar mumtenî/pêşîlêgir hene. Bi îşareteke gelek kin û kurt, ez dê wê nukteya dirêj, beyan bikim:
Erê, çawa ku çengek ax, di qabê xwe yê ku ji bo bi hezaran kulîlkan, bi nobetê kulîlkdankî dike, heke ev yek ji tebîetê re, ji sebeban re, bête hewalekirin, lazim dike ku yan di wê kulîlkdankê de, bi miqyasa biçûk, bi sedan belkî, bi qasî hejmara kulîlkan, makîne û fabrîqe hebin an jî, her zerreyeke ku di wê çenga axê de ye, divê ku temamê wan kulîlkên cihê cihê, tevî xasiyetên wan ên cihê cihê û bi wan cîhazên wan ên jiyandar bizanibe; heta eynî mîna îlahekî, divê ku ilmekî bêhed û îqtîdareke wê ya bênîhayet hebe. Eynî wisa jî, her yek parçeyekî hewa û bayê ku her yek jê, erşekî emr/karûbar û îradeyê ne û di wê hewaya lefzê "huwe" ya ku bi qasî yek nefesek û yek neynokekê ye de, divê ku bi mîqyaseke biçûk, navend, santral, ahîze û naqîleyên temamê wan telefon, telgraf, radyo û axaftinên bêhed ên cûr bi cûr ên temamê dunyayê hebin; da ku temamê wan îş û karên bêhed, bi hev re û di heman demê de karibin bikin; an jî, ji her yek zerreyeke her yek parçeyekî hêmana hewayê re, ji wê hewaya ku di wê "huwe"yê de ye re, divê ku bi qasî hejmara temamê telefonvanan û bi qasî hejmara temamê wan telgirafvanên cihê cihê û bi qasî hejmara wan kesên ku bi radyo û telefonê dipeyivin, kesayetiyên manewî û qabiliyet hebin û bi temamê zimanên wan, bizanibin; da ku bikaribin bigihîjin wan zerreyên din û wan neşir bikin. Lewre ew weziyet, bîlfîîl bi qismî dixuyê û di temamê wan cuz-ên hewayê de, ew qabiliyet heye. Ha, di meslek û pîşeyên wan kesên ehlê kufr, tabîiyyûn û maddîyûnan de, ne tenê muhalek heye, belkî bi qasî hejmara zerreyan, tiştên muhal, nemumkînî û muşkîlat hene.
Îca gava ev yek, ji Saniê Zulcelal re bête hiştin, hewa, bi temamê zerreyên xwe, ji wî re dibe neferên fermanber. Mîna tek yek wezîfeyeke birêkûpêk a tek yek zerreyekê, ew wan wezîfeyên xwe yên kullî û bêhed, bi îzn û qeweta Xaliqê xwe û bi întîsab û îstînada Xaliqê xwe û bi wê cîlweya wê qudreta Sani'ê xwe, di yek kêliyekê de, di lezûbeziya brûskê de û di rehetî û hêsahiya "huwe" û mewcdana/ pêldana hewayê de, tê çêkirin. Ango, ji wan nivîsên bêhed, nuwaze û muntezem ên qelema qudretê re, dibe rûpelek. Û zerreyên wê, dibin seriyê wê qelemê; îca wezîfeyên wan zerreyan jî, dibin nuqteyên wê qelema qederê. Bi qasî tevgera tek yek zerreyekê, wisa bi rehetî dixebite.
Ha di wê seyaheta min a bi hereketa fikrî ya ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَû ﻗُﻞْ ﻫُﻮَ ﺍﻟﻠَّﻪُde dema ku min li alema hewayê temaşe dikir û min li ser rûpelê wê hêmanê, mutalee dikir, min bi eynelyeqînî, ev heqîqeta mucmel, bi awayekî tam vekirî û bi kitekitî dît û min bi awayekî îlmelyeqîn pê derxist ku di lefzê "huwe"yê de, di hewaya wê de, çawa delîlekî wiha ronak/biriqandî û lem'eyeke wehîdiyetê heye, di mana/wate û îşareta wê de, cîlweyeke gelek nûranî ya ehediyetê û huccetekî pir biqewet û "îşareta mutleq û nepenî ya zemîra/cînavka huwe, ka li kîjan zatî dinihêre" û ji wê îşareta wê re, ji ber ku qerîneyeke teeyyunê di wî delîlî de heye, hem Qurana Mûcîzul Beyan hem ehlê zikir, di meqamê tewhîdê de, vê kelîmeya qudsî, gelek dubare dikin.
Erê, mesela, di kaxîzekî yeknuqteyî de gava nuqteyek du nuqte bêtin danîn, li hev dikevin, ji hev û din nayin derxistin û gava merivek, gelek wezîfeyan bi hev re bike, dê xwe şaş bike û gava gelek wezîfe, li ser milê xwedîjiyaneke piçûk bêtin barkirin, ew di binî de dieciqe û gava ku li ber yek zimanek û yek guhekî, di heman demê de, gelek kelîme bi hev re derkevin û bikevinê, întîzama wan xera dike û ew peyv, li hev dikevin, geremol derdikeve, ha digel vî awayî jî, min bi çavê serê xwe dît ku bi mifteha huwe û bi pusûlaya wê, di wê hêmana/unsura hewaya ku min tê de seyahet dikir de, digel ku di nava her yek parçeyekî wê de, heta di her yek zerreyeke wê de, nuqte/xal, herf û kelîmeyên cûr bi cûr ên bi hezaran hebûn jî, dikaribûn ku bikevine nav wan jî, li hev nediketin, întîzama wan xera nedibû û digel ku wan gelek wezîfeyên zêde yên cihê cihê dikir jî, qet li hev şaş nedibûn û rast çê dikirin û digel ku gelek barên zêde giran, li wî parçeyî û li wê zerreyê dihat barkirin jî, wan hîç kêmqewetî nîşan nedida, li paş nediman û bi awayekî întîzamwarî, wan ew bar dida ser xwe û dikşand; bi ser de jî (hem) bi hezaran kelîmeyên cihê cihê, bi awayên cihê cihê û bi wateyên cihê cihê, bi întîzameke kamil, dihat wan guh û zimanê piçûçok ên merivan û ji wan derdiketin û bêyî ku li hev bikevin û xera bibin, diketin wan guhên piçûçok û ji wan zimanên ziravoçkî derdiketin û tevî ku her yek ji wan her zerre û her parçekokî, ew wezîfeyên ecêb dikirin, ew bi cî dianîn, pê re jî, bi serbestbûneke kamil û bi zimanê hal ê cezbedarî û bi şahidî û bi zimanê vê heqîqeta ku behsa wê hat kirin dibêjin ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَû ﻗُﻞْ ﻫُﻮَ ﺍﻟﻠَّﻪُdigerin û di nav wan pêlên bahozî, wan şîrqînên brûskan û berq û reqereqa ewr û esmanan ku hewayê li hev û din dixin de, ew wê întîzam û wan wezîfeyên xwe, qet xera nakin û şaş nabin. Û tu îşek têkilî îşekî nabe, ji hev û din re nabin asteng; min bi eynelyeqînî ev muşahede kir.
Nexwe yan divê ku di her yek zerreyekê de û di her yek parçeyekî hewayê de, hîkmetekî bêdawî û ilm û îradeyeke wê ya bênîhayet hebe û ji wê re qewet û qudreteke bênîhayet hebe û xwedî wan xusûsiyetan be, ku li ser temamê zerreyan hakimê mutleq be; da ku karibe ji van karûbaran re bibe sedem. Îca ev jî, bi qasî hejmara zerreyan muhal, bêîmkan û batil e. Çu şeytan bi xwe jî, peve/tew nikare vê bîne bîra xwe. Nexwe di wê dereceya gelek aşkera ya heqqelyeqîn, eynelyeqîn û îlmelyeqînê de xuya ye ku ev rûpelê hewayê, bi ilm û hîkmetê bêdawî û bênîhayet ê Zatê Zulcelal tê xebitandin, şixulandin û ev, rûpelekî guherok ê qelema qudret û qederê ye û di hukmê lewheyeke mehw û îsbatê ya wan şan û şirûtên mutebeddil ên lewheyeke mehfûz ên li alema texeyyurê de ye ku geh li serê dinivisîne geh jî xera dike.
Ha, çawa ku hêmana hewayê, tenê di wezîfeya neqla dengan de, wan cîlweyên navbihurî yên wehdaniyetê û wan tiştên ecêb ku behsa wan hat kirin, nîşan dide û wan bêîmkaniyên bêhed ên dalaletê nîşan dide, îca ji wan wezîfeyên girîng ên din ên hêmana hewayê, yek jî ew e ku di wan neqilkirinên mîna elektrîk, cazîbe/hêza kişandinê, dafî'e/hêza dafdanê, roniyê û wan tiştên din ên nûranî de, xwe şaş nake û bi awayekî muntezem, di wê kêliya ku wezîfeya neqilkirina wan dengan pêk tîne de, van wezîfeyan jî pêk tîne û di heman gav û saetê de, wan lazimatiyên mîna teneffus û telkîhê ku pêdiviya jiyana hemû nebatat û heywanan pê heye, bi întîzameke kamil, digihîjîne ber destê wan. Bi awayekî qet'î îsbat dike ku erşekî ferman, kar û bar û îradeya Îlahî ye û ew tesadufa serserî, ew qeweta kor, ew tebîeta kerr û ew sedemên tevlîhev û bêhedef û ew maddeyên acîz, camid û cahil, bi ti awayî nikarin têkilî wan kîtabet û wezîfeyên vî rûpelê hewayî bibin û ne îmkan e ku destê xwe pê bikin û min bi awayekî qet'î qenaet anî ku ev yek, vê, bi awayekî eynelyeqîn îsbat dike. Û ez pê hisiyam û min fam kir ku her yek zerreyek û her yek parçeyek, bi zimanê halê xwe, ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَû ﻗُﻞْ ﻫُﻮَ ﺍﻟﻠَّﻪُdibêjin û çawa ku bi mifteya vê huweyê, min ev ecaîb, di hêla maddî ya hewayê de dîtin, hêmana hewayê bi xwe jî, weke "huwe"yekê, ji alema mîsal û alema manayê re bû enexdarek.
Min dît ku alema mîsalê, fotografên bêhed dikşîne û her fotografek, wan bûyerên bêhed ên dunyayî, di eynî deqê de, bêyî ku qet tevlîhev bike, digre. Weke sînemayeke uxrewî ya bi qasî bi hezaran dunyayan mezin û fireh; û wan rewşên fanî û zaîl ên faniyan û rewşa wan û meyweyên jiyanên wan ên demborî, li temaşegehên sermedî û li Cennetê, ji bo ku ji ehl û hevalên seadeta ebedî re, wan macera û serpêhatiyên dunyayê û bîreweriyên berê, bi lewheyan nîşanî çavê wan bide, min ew, weke makîneyeke gelek zêde mezin a fotografan dizaniya.
{* Haşiye: Çi heye ku zeman û zemîn; hal û weziyetê, musade neda ku ez wan, mîna wan heqîqetên zahir, bi delîlên qewî îsbat bikim; lewre kurt hat birîn.} Du delîl û du numûneyên biçûk û du xalên lewha mehfûz û alema mîsalê, di wê quwweya hafize û quwweya xeyalî de hene ku di serê merivan de ne, digel ku bi qasî teneyê nîskê biçûk in jî, qet şaş nabin; bi întîzameke kamil, bi qasî pirtûkxaneyeke mezin, malûmat di wan de tê nivîsandin. Ha ev jî bi awayekî qet'î îsbat dike ku numûneyên herî mezin û 'ezem ên wan her du quwweyan, alema mîsal û lewhê mehfûz e.
Hêmanên hewa û avê, nemaze, ava nutfeyan/ zîgotan û hêmana hewayê, gelek raserî hêmana axê ye û bêhtir bi hîkmet û îrade ne û bi qelema qederê û bi qudretê tên nivîsandin û sed derece xelet e ku tesaduf, qeweta kor, tebîeta kerr û ew sebebên camid û bêhedef, têkilî wan bibin. Îca bi îlmelyeqîn û qet'î hat zanîn ku rûpelê qelema qeder û hîkmeta Hekîmê Zulcelal e.
(Berdewamiya wê, a niha nehat nivîsandin.)
Ji giştikan re bi hezaran selam.
* * * MEQAMÊ DUDUYAN Ê KELÎMEYA HIVDEHAN
{* Haşiye: Parçeyên di vî meqamî de, dişibin helbestê; lê belê ne şîîr in. Bi qesdî nehatine nezimkirin. Belkî di nav întîzama kamil a heqîqetan de hinekî ketine sûretê menzûmê.}
Dest ji feryada bêçare berde, were ji ber belayê tewekkul bike.
Lewre feryad, di nav bela û xetayê de bela ye bê guman bizane.
Gava te, yê ku bela dide dît, di nav lutf û xetayê de bela ye bizane.
Dest ji feryadê berde, şukur bike, mîna bilbilên ku ji kêfan tim dikenin, tu jî tim bikene.
Ku tu nebînî, dunya hemû di nav cefa û fenayê de, heba ye bizane.
Dunyayek bela li ser serê te ye, çi ye tu digerî ji ber belayeke biçûk, were tewekkul bike.
Bi tewekkulê li rûyê belayê bikene; da ku ew jî bikene. Her ku ew bikene, piçûk dibe diguhere.
Bizane hey xwexwaz, li vê dunyayê seadet di terikandina dunyayê de ye.
Ku tu Xwedabîn bî, ew bes e, tu dest ji wan berdî jî, hemû tişt li aliyê te ne.
Ger tu xwedbîn bî, helaket e, tu çi jî bikî, hemû tişt li dijî te.
Nexwe terikandina vê dunyayê lazim e di her du halan de.
Terka wê ku heye, ew e ku meriv bi îzna Wî, bi navê Wî li wan binihêre.
Bazirganî bixwazî tu, nexwe vî imrê xwe yê fanî wergerîne baqitiyê.
Heke tu talibê nefsa xwe bî, petiyaye ew, hem bê temel e.
Ku tu afaqê bixwazî îca ew mohra fenayê, li serê ye.
Nexwe ne hêja ye ku bête kirîn, tiştên li vê sûkê, malên riziyayî ne.
Madem wisa ye, derbas bibe.. malên baş hene li pişt wê rêzkirî ne... MEYWEYEKE TÛYA REŞ
(Li ser wê dara tûya mubarek, Seîdê Berê, bi zimanê Seîdê Nû wiha gotiye.)
Muxetebê min ne Ziya Paşa ye; meftûnên Ewrûpayê ne
Mutekellîm, ne nefsa min e; li ser navê tilmizê Quranê, dilê min e
Kelîmeyên navbihurî, heqîqet in; nebî tu xwe şaş bikî. Eman ji hudûdê xwe, nebî tu derbas bibî
Ji rê dernekeve û mede ser rêya biyaniyan. Dalalet e; guh medê; te poşman dike helbet
Heke tu bibînî yê herî ronîdar û di jîriyê de ilimdarê xwe
Ji ber wê heyretê daîm dibêje: Heywax ez, kî ji kê re gilî bikim.. Ez bi xwe jî şaş bûm
Quran dide gotin; ez jî dibêjim: Qet jî danepaşî nakim.
Ez her tiştî, ji Wî re gilî dikim mîna te şaş nabim Ez ji Heqq, ber bi Heqq ve feryad dikim; mîna te hed derbas nakim
Ji erdê heta esman daw û doz dikim; mîna te narevim
Ku di Quranê de tim daw û doz; ji nûrê heta nûrê ye mîna te jê naqerim
Di Quranê de ye heq hîkmet, îsbat dikim; felsefeyê bi pênc pereyan nahesibînim.
Di Fûrqanê de ye heqîqeta almast dercan dikim; mîna te nafiroşim
Ji xelqê heta Heqq seyeran dikim; mîna te ji rê dernakevim
Di rêya bistrî de teyeran dikim; mîna te pêl nakim.
Ji ferş heta erşê şukran dikim; mîna te danaleqînim
Li mewtê, li ecelê, mîna ku dost in dinihêrim; mîna te natirsim
Bi ken û kêfxweşî dikevim gorê; mîna te naveciniqim
Mîna te, weke ku devê ejder be, ciyê wehşetê be, neqeba tunetiyê be nanihêrim
Min digihîne ehbaban ew, ji gorê naxeyidim mîna te hêrs nabim Deriyê rehmetê, deriyê nûrê deriyê heq, ez ji wê natengijim; bi paş ve venakşim.
Dibêjim Bîsmîllah û li derî didim
{* Haşiye 1: Nabêjim heywax û narevim.}
li pey xwe nanihêrim. Nastînim dehşetê jî.
Dibêjim elhemdulîllah û ez dê rehetiyê bibînim û rakevim, zehmetê nabînim, di wehşetê de namînim
Dibêjim Ellahu ekber û ez dê azana heşrê bibihîsim û rabim,
{** Haşiye 2: Ez dê li fecra heşrê, bi azana Îsrafîl bihesim û bibêjim Ellahu ekber û rabim; ji nimêja kubra, xwe venakşînim, ji Mecmeul ekberê, xwe dûr nagrim û natirsim.}
ji mehşera ekber xwe nadim alî. Xwe ji mizgefta ezem venakşînim.
Bi xêra lutfa Yezdan, nûra Quran û feyza îmanê, qet xemgîn nabim
Ez dê ranewestim û baz bidim. Ez dê bifirim siha Erşê Rehman. Mîna te şaş nabim înşellah.
* * * ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ
Birayên min ên ezîz û siddîq,
Ewwela: Ev îd, di nav tebrîk-kirina îda mubarek a hemû nûrperweran de û bi îda wan şagirtên Nûrê ku li Heccul Ekberê ne û di nav îda wan alîgirên nûrê ku li Hecê ne de, ew welatên mezin ên alema Îslamê yên mîna Hindistan, Erebistan ku ji gelek zemanan ve ye di bin esîriyê de mane û wan serxwebûna xwe wenda kiriye, îca di şiklê dewleta Îslamî de, li Hindê, dewleteke Îslamî ya sed milyonî, li Cawayê, dewleteke Îslamî ya zêdetirî pêncî milyonî û li Erebistanê jî, çar pênc hukûmet, mîna Komarên Hevgirtî ku yekîtiya Ereb û yekîtiya Îslamê digihînin hev û di vê de jî, destpêka vê îda mezin a alema Îslamê ku tebrîk dike heye, mizgîneke mezin dide me.
Ê duduyan: Li Stenbolê, li gor ku Refet Beg û Mustefa Oruc dinivisînin, li ser eniya wê avahiya muezzem a ku wextakî demdirêj, ciyê îdarekirina wê artêşa Îslamê bûye û ciyê Wezîriya Herbê û Babê Sereskeriyê bû; lê belê peyre wan ew kiribû Darul Funûn, digel ku bi xetta Quranî, ew ayeta watedar ﺍِﻧَّﺎ ﻓَﺘَﺤْﻨَﺎﻟَﻚَ ﻓَﺘْﺤًﺎ ﻣُﺒِﻴﻨًﺎ ٭ ﻭَ ﻳَﻨْﺼُﺮَﻙَ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﻧَﺼْﺮًﺍ ﻋَﺰِﻳﺰًﺍ
15 hatiye nivîsandin jî, peyre, bi kevirên mermerî, ser wan ayetan hatibû girtin û wan ew nûr veşartibûn. A niha, ji nû ve, nimûneyeke misadekirinê, ji xettên Quranî re hatiye dayin ku ev jî, ji bo wê amanca Rîsaleyên Nûr a ku dide ser şopa wê, weke wesîleyekê ye.. û îşaret e ku zanîngeh, di rojên pêş de dê bibe medreseyeke nûrê. Îca eynî mîna vê jî, ji nûrperwerên Denizliyê Ehmed û hevalên xwe, ji fiqreyeke berhema Bîsmarkê ku alimekî navdar e û ji aliyê aqil ve herî mezin ê sedsala nozdehan e û di nav feylesofên civaknas de, yê herî li pêş e, hinek agahî girtine ku ew Bîsmarkê mezin wiha dibêje:
"Min ji her aliyî li ser Quranê lêkolîn kir. Min di her kelîmeyeke wê de, hîkmetekî mezin dît. Tu mînakeke mîna vê ku karibe merivahiyê îdare bike, tuneye û ne îmkan e ku bê."
Û xîtabî Pêxember dike û wiha dibêje:
"Ya Muhemmed (e.s.w.)! Ji ber ku ez ne hevdemê te me, ez gelek xemgîn im. Merivahiyê, qudreteke bijarte ya mîna te, yek carekê dîtiye; di pey te re jî dê nebîne. Lewre di huzûra te de, bi hurmeteke kamil ez xwe xwar dikim." Bîsmark û şanenavê xwe jî, li binî daye
{* Haşiye 1: Çawa ku min di nameya xwe ya ku ji Ehmed û hevalên wî re diyar kiriye de, ew fiqre, tevî vê nameya min, bikeve Rêberê, baş e.}
Ji ber ku wî, di wê fiqreya xwe de, gelek zêde kêmasiyên wan Kitêbên Munzelî ku hatine tehrîfkirin û nesixkirin, derxistine meydanê, divê ku ew cumle/hevok neyin nivîsandin.
Min jî destnîşan kir. Ew zat, feylesofê herî biaqil û mezin ê esrê nozdehan e.. û ew e yê ku xwedî kesayetiyeke herî muhîm û girîng a siyaset û civakzaniya merivahiyê ye.. îca alema Îslamê, hindik be jî, serxwebûna xwe bi dest dixe.. û ew hukûmetên biyanî, li heqîqetên Quranê digerin.. û li Rojava û Bakurê Rojava, cereyaneke mezin di lehê Quranê de heye. Bi ser de jî, Meystr Karlayl ku feylesofê herî mezin û binavûdeng ê Emerîkayê ye jî, eynî mîna Bîsmark gotiye:
"Kitêbên dî, bi çu awayî û ji tu aliyî ve nagihîjin Quranê. Peyv û gotina heqîqî ew e. Divê em li wê guhdarî bikin." û bi awayekî qet'î/birra biryar û qerar daye..
{** Haşiye 2: Ji Rîsaleyên Nûr, Tefsîra Îşaratul Î'caza Erebî, [berî sî salî] îşaretî vî hukmê wî yê hêja û heqperestane kiriye.}
û nûr jî ku li her deverê, dikevin futûhat û pêşveçûnê, nîşanên xêreke mezin e ku: Li nav biyaniyan, dê gelek Bîsmark û Meystir Karlayl derkevin. Û nîşane û elametên wê jî, hene. Ha em van jî, weke xelat û diyariyeke îdê, ji nûrperweran re teqdîm dikin. Û em fiqreya Bîsmark, bi awayê leffî, weke pêveke nameyê dişênin. Ji her kesî re selam.
ﺍَﻟْﺒَﺎﻗِﻰ ﻫُﻮَ ﺍﻟْﺒَﺎﻗِﻰ
Birayê we
Seîdê Nûrsî
* * *
Di Nameya Ehmed û wan de, Beyanên Bîsmark
Seyda û mezinê me yê biîzzet!
Em wan gotinên Prens Bîsmark ku hukumdarekî navdar ê Alman e û li ser dînên cihê cihê bi taybetî li ser Îslamiyetê gotiye, pêşkêşî we Seydayê xwe yê birêz dikin. Ev peyv, nîşan didin ku li Rojava, Îslamiyet dê çendîn bi pêş bikeve.
Prens Bîsmark, ji aliyê wan muşahedeyên min ên civakî yên azamî ve û nemaze jî, bi wan muteferrîkayên esrê nozdehan re muteweffa ye. Îca wî, li ser wan dînên ku mefsûx bûne û bêhukum mane, çend beyanat dane. Ew jî ev in:
"Min, bi hurbûnî, li temamê wan kitêbên ku di dewrên cihê cihê de, ji bo îdarekirina merivahiyê, ji aliyê Îlahî ve, ji esmanan nazil bûne û wirûda wan tê îddîakirin, nihêrt û min ew tedqîq kirin. Ji ber ku hatibûn tehrîfkirin, min di yekê de jî, ew hîkmetê ku ez lê digeriyam, bi dest nexist. Ev qanûnên ha, ji mahiyeta ku seadeta merivahiyê, pê bête temînkirin, gelek dûr in. Çi heye ku Qurana Muhemmediyan, ji vê qeydê azade ye. Min ji her aliyî ve li Quranê nihêrt û min ji her nuqteyî ve ew vekola. Min di her kelîmeyeke wê de, hîkmetekî mezin dît. Îca digel îddîa dikin ku ev kitêb, berhema teb'a Hezretî Muhemmed e jî, ev îddîa, tiştekî dûrî aqilan e. Yên ku îddîa dikin, ku ji dîmaxeke herî mukemmel jî, nuwazeyeke wiha derkeve, di heqîqeta xwe de, ev ew e ku çavê xwe digrin, ji kîn û xerezê re dibin alet. Îca ev ku heye, bi tu awayî li zanist û hîkmetê naye. Ez vê îddîa dikim ku Hezretî Muhemmed, qudreteke bijarte ye. Ji îhtîmalan gelek dûr e ku destgeha qudretê, cara duduyan, wucûdeke wiha bîne vê manaşa/qada heyînê.
Ya Muhemmed! Ji ber ku hebûna di dewra te de, bi destê min neket, ez gelek xemgîn im. Ev kitêba ku tu naşirê wê yî, ne ya te ye. Belkî, heke meriv înkar û mandel bike û îddîa bike ku ev kitêb ne Îlahî ye, meriv dikeve butlaneke wisan a mewzûata ilim ku meriv dibe mesqere. Merivahiyê, yek carekê qudreteke mîna te bijarte dîtiye; peyre dê nebîne. Bînaeneleyh, di huzûra te de, ez bi hurmeteke kamil xwe xwar dikim. Bîsmark
* * * (Ji Mecmûaya Mektûbatê)
Meseleya Pêncan
Dunya madem fanî ye.
Hem madem imir kin e.
Hem madem peywir û wezîfeyên ku gelek pêdivî bi wan heye, zaf in.
Hem hemin heyata ebedî jî, dê li vê derê bête qezenckirin.
Hem madem dunya, ne bêxwedî ye.
Hem madem mudebbîrekî gelek Hekîm û Kerîm ê vê mêvanxaneya dunyayê heye.
Hem madem ne, qencî bê mukafat; ne jî fenatî/ neqencî, dê bê ceza bimîne.
Hem madem li gor sirrê
ﻻ َ ﻳُﻜَﻠِّﻒُ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﻧَﻔْﺴًﺎ ﺍِﻻ َّ ﻭُﺳْﻌَﻬَﺎ
16 ew tiştê ku taqet nagihîjê tuneye.
Hem madem rêya bêzerar, tercîhî wê rêya ku zerar tê de heye tê kirin.
Hem madem dost û payeyên/rutbeyên dunyayî, heta ber deriyê gorê ne. Helbet, bextiyartirîn ew e ku:
Ji bo dunyayê, axreta xwe jibîra neke.
Axreta xwe ji dunyayê re feda neke.
Heyata xwe ya ebedî, ji bo jiyana dunyayî xera neke.
Bi tiştên beredayî û li haşê, imrê xwe telef neke.
Xwe mêvan bizanibe û li gor emr û fermanên wî xwediyê mêvanxaneyê tevbigere û hereket bike.
Bi selametî deriyê gorê veke û bikeve seadeta ebedî.
* * * (Ji Mecmûaya Mektûbatê)
Pirsa We ya Heftan
ﺧَﻴْﺮُ ﺷَﺒَﺎﺑِﻜُﻢْ ﻣَﻦْ ﺗَﺸَﺒَّﻪَ ﺑِﻜُﻬُﻮﻟِﻜُﻢْ ﻭَﺷَﺮُّ ﻛُﻬُﻮﻟِﻜُﻢْ ﻣَﻦْ ﺗَﺸَﺒَّﻪَ ﺑِﺸَﺒَﺎﺑِﻜُﻢْ
hedîs e gelo? Mebest bi vê çi ye?
Bersiva wê: Min wekî hedîs bihîstiye. Mirad jî pê ew e ku:
Bixêrtirîn ciwan ew e ku mîna pîr û kalan, li ser mirinê difikire, ji bo axreta xwe dixebite; nabe hêsîrê destê wan hewesên ciwantiyê û di xefletê de naxeniqe. Îca nebaştirîn pîr û kalê we jî ew e ku di xeflet û hewesan de, dixwaze ku xwe bike mîna ciwanan, mîna zarokan, dibe tabi'ê wan hewesên nefsanî.
Sûretê sehîh ê ku te di parçeyê duduyan ê lewheya xwe de dîtiye, ev e: Min ew li aliyê ber serê xwe, weke lewheyeke hîkmetê hilawestibû. Her sibeh û êvarê, li wê dinihêrim û dersa xwe digrim:
"Dost bixwazî, Xwedê bes e." Belê gava ew dost be, her tişt dost e.
"Yaran bivêy, Quran bes e. " Belê, bi awayekî xeyalî, ew û wan enbiya û milyaketên di wê de, hev dibînin û li wan bûyerên wan temaşe dike û bi wan re bêhna wî/wê derdikeve.
"Mal bixwazî, qenaet bes e." Belê, yê/ya ku qenaet bike, îqtîsad dike; ya/yê ku îqtîsad bike, îca bereketê dibîne.
"Neyar bivêy, nefs bes e." Belê, yê/ya ku xwe biecibîne, rastî belayê tê; dikeve zehmetê; îca yê/ ya ku xwe neecibîne, sefayê dibîne; dikeve rehmetê.
"Şîret bixwazî, mirin bes e." Belê, yê/ya ku li ser mirinê bifikire, ji hub û hezkirina dunyayê xelas dibe û li axreta xwe jidil dixebite.
* * *
(Ji Mecmûaya Lemeatê)
Dermanê Pêncan
Hey nexweşê/a ku mubtelayê merezê ye! Vê dewrê, bi tecrubeya min, qenaeta min çê bûye ku nexweşîn, ji hinekan re îhsaneke Îlahî ye, xelateke Rehmanî ye. Ev heşt neh sal e, digel ku ne layîq im jî, hinek ji zatên ciwan, ji ber nexweşînê, ji bo duayê hatin cem min. Me hev dît û min bal û dêhna xwe da wan, kîjan ciwanê ku min ew nexweş dît, li gor ciwanên din, min pê derxist ku ew hê bêhtir li ser axreta xwe difikire. Pê re serxweşiya ciwantiyê tuneye. Nexwe ji hewesên heywanî yên nava xefletê, wî/wê, dereceyekê xwe xelas dike. Min jî dinihêrt, min dianî bîra wan, ev nexweşînên ku meriv dikare xwe li ber wan ragire, ji wan re îhsanên Îlahî ne. Min digot: "Birayê min, ez ne li 'eleyhê/dijî vê nexweşîna te me. Ji ber vê nexweşînê, ka şefqetek di dilê min de peyda nabe û dilê min bi te naêşe ku ji te re dua bikim. Heta zemanê ku nexweşîn, te tam û baş hişyar bike, zorê bide sebrê û nexweşîn jî, piştî ku wezîfeya xwe biqedîne, Xaliqê Rehîm, înşellah şîfa dide te." Hem min digot: "Hinek ji kesên mîna te, ji ber belaya sihhetê dikevin xefletê, nimêjê terk dikin, qebrê naynin bîra xwe, Xwedê jibîra dikin, bi kêfa zahirî ya yek saeteke jiyana dunyayê, wê heyata ebedî ya bêhed dihejîne, zede didê, heta belkî jî, xerab dike. Bi çavê vê nexweşînê, li wê qebra xwe ya ku menzîleke te ye û bêguman, tu dê biçî wê derê û tu dê wan menzîlên axretî ku li pişt wê qebrê ne, bibînî û tu, li wê goriyê tevdigerî. Nexwe ji bo te nexweşîn sihhetek e. Îca ew sihheta ku bi hinek hevalên te re heye, nexweşînek e."
* * * (Ji Mecmûaya Lemeatê)
{* Haşiye: Feydeya vî parçeyî ji her kesî re heye.}
ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ
ﺍِﻥَّ ﺍﻟﻨَّﻔْﺲَ َﻻ َﻣَّﺎﺭَﺓٌ ﺑِﺎﻟﺴُّٓﻮﺀِ
Nukteyeke meala vê ayeta "Nefs, daîma sewqî tiştên nebaş dike." Û wateya şerîf a vê hedîsa
ﺍَﻋْﺪَﻯ ﻋَﺪُﻭِّﻙَ ﻧَﻔْﺴُﻚَ ﺍﻟَّﺘِﻰ ﺑَﻴْﻦَ ﺟَﻨْﺒَﻴْﻚَ
"Dijminê te yê herî bizerar, nefsa te ye." ye.
Ew merivê ku nefsa xwe li hember ketina nav guneyan terbiye nake ji ber vê yekê nefsa xwe diecibîne û ji nefsa xwe hez dike, nikare ji kesekî din hez bike. Heke ji aliyê zahirî ve hez bike jî, nikare jidil hez bike. Ku hez bike jî, ji ber xatirê wan menfîet û lezzetên ku di wan de hene hez dike. Daîma hewl dide ku xwe bide ecibandin û hezkirin û qusûrê nayne ser nefsa xwe; belkî mîna parêzeran, nefsa xwe mudafee dike û berî/pak digre. Bi mubalexeyan, belkî bi derewan, nefsa xwe medih û tenzîh dike. Hetta teqdîs dike û li gor dereceya xwe, şîmaqa vê ayeta ﻣَﻦِ ﺍﺗَّﺨَﺬَ ﺍِﻟَﻬَﻪُ ﻫَﻮَﻳﻪُ17 dixwe. Ew xwemedihkirin û daxwaza wî ya xwepêhezkirinê jî, bi awayekî bertekî, lê vedigere û bi xwe re, jêsarbûnê tîne û wisa dike ku meriv jê sar bibin. Bi ser de jî, di wan 'emelên axretî de, îxlasê ji dest dide, riyayê tev lê dike. Li hember wê hîs û hewaya nefsê ku aqûbetê nabîne, li ser encaman nafikire û mubtelayê lezzeta hazir e, têk diçe û ji ber fitwaya wê hîssa ku rêya xwe şaş kiriye, ji bo saeteke lezzetê, salekê di hebsê de radikeve. Ji rûyê yek deqîqeyeke xurûr an jî tolhildanê ve, deh salan ceza dikşîne. Hema hema eynî mîna zarokekî hewa-î ku cuzuya 'Immaya xwe ya ku dixwîne, bi yek şekirlemeyekê/noqileke difroşe, -ji bo ku dilê hîssa xwe xweş bike û hewaya xwe memnûn bike û hewesa xwe tetmîn bike- ew jî, wan xêrên xwe yên ku di qîmeta elmasê de ne, ji bo wan lezzet û enaniyetên ku di hukmê wan parçeyên bêqîmet ên camê de ne, dike navgîn û di karûbarên biqezenc de dixesire.
ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺍﺣْﻔَﻈْﻨَﺎ ﻣِﻦْ ﺷَﺮِّ ﺍﻟﻨَّﻔْﺲِ ﻭَﺍﻟﺸَّﻴْﻄَﺎﻥِ ﻭَﻣِﻦْ ﺷَﺮِّ ﺍﻟْﺠِﻦِّ ﻭَﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥِ
18
* * * (Ji Mesnewiya Nûrê)
Î'lem eyyuhel ezîz! Ez daxilê şumûla vê helbesta ha me
ﻭَ ﻋَﻴْﻨِﻰ ﻗَﺪْ ﻧَﺎﻣَﺖْ ﺑِﻠَﻴْﻞِ ﺷَﺒِﻴﺒَﺘِﻰ ﻭَ ﻟَﻢْ ﺗَﻨْﺘَﺒِﻪْ ﺍِﻻ َّ ﺑِﺼُﺒْﺢِ ﻣَﺸِﻴﺐِ
ku meala wê "Di hiyama wê ciwantiya min a ku dişibiya şevê de, çavên min raketibûn. Ancax bi sibeha pîrekaliyê hişyar bûm." Çunkî ji min tirê ku ez di ciwaniya xwe de, gihîştibûm lûtkeyeke hişyarbûnê ya herî bilind. A niha fam dikim ku ew hişyarî, ne hişyarî bûye. Ew tenê mabûneke di bîreke herî kûr a xewê de bûye. Ji ber vê yekê ew ronakbîriya ku kesên medenî, bi pesindarî ji xwe re behsa wê dikin, hebe tune be, divê cûreyek ji wê ronahîbûna fikrî ya dema ciwantiya min be.
Mesela wan, metela wî/wê yê xewarî ye ku di xewnê de qaşo rabûye, xewna xwe ji xelkê re hîkaye dike. Çi heye ku ew rabûna wî ya di xewnê de îşaret e ku ew perdeya zirav a xewê, wergeriyaye perdeyeke kûr û stûr. Xewarekî wiha, mîna ye miriyan. Îca yê ku di nîvexewekê de be, ka bi çi awayî dikare merivan îqaz û hişyar bike? Gelî kesên ku di xewê de ne û xwe hişyar zenn dikin! Di karûbarên dînî de, bi musamehe, yan jî, bi dirûvpêdanê, xwe nêzî medeniyan mekin. Çunkî newala navbera me û wan, gelek kûr e. Hûn nikarin wê dagrin û bigihîjin xetta hevgihîştinê. Yan hûn jî dê beşdarî wan bibin an jî, hûn dê bikevin dalaletê û bifetisin.
* * *
(Ji Mesnewiya Nûrê)
Remiza Sisêyan
Hey merivo! Lê merivê! Haletekî herî xerîb ê ku Fatire Hekîm xistiye mahiyeta te ev e: Carinan tu di dunyayê de bi cî nabî. Digel ku mîna wî merivê di zîndanê de ku bi qirika wî hatiye girtin û şidandin, tu dibêjî "of, of" û ciyekî hîna ji dunyayê firehtir dixwazî, îca tu dikevî nav hundirê karekî ku bi qasî yek zerrekokekê, yek bîreweriyekê û yek deqîqeyekê ye û tu, tê de bi cî dibî. Ew dil û fikra te ya ku di vê dunyaya mezin de bi cî nedibû, di wê zerrekokê de diheşire. Tu bi hestên xwe yên herî şedîd, di wê deqîqekokê de, di wê bîreweriyekokê de digerî.
Hem wisa cîhazên manewî û letîfeyên wisa, ji mahiyeta te re hatine dayin ku hin ji wan, dunyayê sax dabilînin, dîsa têr nabin. Hin ji wan jî, nikarin yek zerreyekê di xwe de bi cî bikin. Çawa ku "ser"î, dikare kevirekî bi qasî giraniya batmanekê rake, çav nikare yek mûyekî jî ragire, wisa jî, ew letîfe, nikare li ber giraniyeke bi qasî yek tayekî/mûyekî xwe ragire, ango nikare xwe bide bin barê haletekî piçûk ku ji xeflet û dalaletê tê. Hetta yekcaran ditefe û dimire. Madem wisa ye, xwe jê dûr bigre, bi baldarî û dêhndarî pê lê bike; ji xerqbûnê bitirse! Di yek loqme, yek kelîme, yek tene, yek lem'e, yek îşaretekê de, di yek ramûsanekê de meçe xwarê! Tu, wan letîfeyên xwe yên ku dikarin dunyayê dabilînin/daqurtînin, di wê de xerq meke. Çunkî tiştên gelek piçûk hene ku tiştên gelek mezin, ji aweyekî ve dadiqultînin. Çawa esman, tevî stêrkên xwe, dikeve nava parçeyekî piçûk ê camê û tê de xerq dibe, piraniya wan rûpelên 'emelê te û zafiya wan rûpelên imrê te, dikeve nava quwweya hefizeya te ya ku mîna teneyê xerdelê piçûk e. Ha, mîna vê, gelek tiştên cuz-î yên piçûk hene ku eşyayên wisa mezin, bi awayekî ji awayan dadilqultînin û digrin nava xwe.
* * * (Ji Lehîqeya Qestamoniyê)
Hafizekî ciwan ê ji nav telebeyên Rîsaleyên Nûr, çawan ku gelek meriv dibêjin, wî jî got: "Bi min re nexweşîna jibîrakirinê zêde dibe, ez çi bikim gelo?" Min jî got: "Heta ku îmkan hebe, li nemehreman menihêre. Çunkî, di rîwayetê de heye. Çawa ku Îmamê Şafîî gotiye "Nezera heram, jibîrakirinê dide." Erê, di nav ehlê Îslamê de, her ku nezera heram zêde dibe, hewesên nefsanî, dikevin coş, peroş û heyecanê; wucûd jî, bi sû-î îstîmalan dikeve îsrafê. Mecbûr dimîne ku heftiyê, bi çend carakî xusul bike. Ji ber wê yekê, bi ilm û zanista tibbê sabit e ku quwweya hafîze, qels û zeîf dibe. Belê, di vî esrî de, ji rûyê serqotî û milqotiyê; ji ber çîmrûtî û saqtazîtîyê, bi taybetî jî, li van welatên germ, ji ber wê nezara heram, nexweşîneke giştî/umûmî ya jibîrakirinê dest pê kiriye, dewam dike. Her kes, çi cuz-î çi kullî, ji vê bîrkoriyê gilî û gazinan dike. Ha, bi zêdebûna vê nexweşîna giştî, şîroveya agahiyeke bidehşet û erjeng ku hedîsa şerîf dide, di serê pêşî de, dixuyê. Ferman kiriye ku: "Di axirzeman de Quran, ji singê hafizan tê derxistin, veqetandin û jibîrakirin." Nexwu ev nexweşîn, dê bi dehşet bibe, sedd û bend, dê li ber hifz û jiberkirina Quranê bête kişandin û dê, tewîl û şîroveya vê hedîsê nîşan bide.
* * * (Ji Lehîqeya Qestamoniyê)
(Ev name, gelek girîng e.)
ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ
ﺍَﻟﺴَّﻼ َﻡُ ﻋَﻠَﻴْﻜُﻢْ ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔُ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻭَ ﺑَﺮَﻛَﺎﺗُﻪُ ﺍَﺑَﺪًﺍ ﺩَٓﺍﺋِﻤًﺎ
Gelî birayên min ên ezîz û siddîq!
Van rojan, li ser teqwa û 'emelê salih ku di nezera Qurana Hekîm de, piştî îmanê, herî zêde ew weke esas tên girtin, ez fikirîm. Teqwa, xwedûrgirtina ji menhiyat û gunehan e û 'emelê salih; hereketkirina di daîreya û emir de ye û qezenckirina xêran e. Çawa ku di her zemanî de def'a şer, li hember bidestxistina xêran tê tercîhkirin, îca di vî zemanê texrîbat, sefahet û hewesên cazîbedar de, ev def'a tiştên fesadî û terka kebaîran ku teqwa ye, bûye ussul esas û pê re jî, wê, ruchaniyeteke/ raserbûneke mezin girtiye ser xwe.
Vî zemanî, ji ber ku texrîbat û cereyana menfî, bi dehşet bûye, teqwa, li hember van texrîbatan, esasê herî mezin e. Yên ku ferzên xwe bikin û gunehên kebîr/mezin nekin, difilitin. Di nav van kebaîrên ezîm de, muweffeqbûna biîxlasî ya di 'emelên salih de, gelek hindik e. Hem jixwe 'emelekî hindik ê salih, di nav van şert û mercên giran de, di hukmê "zaf/pir" de ye.
Hem di teqwayê bi xwe de, jixwe bi awayekî ji awayan 'emelê salih heye. Çunkî terka heramekî, wacib e. Gava meriv yek wacibekî bîne cî, xêra wê, miqabilê gelek sunnetan e. Di demên wiha de ku bi hezaran guneh bi ser merivan de êrîş dikin, meriv li gorî teqwayê tevbigere û tenê hema ji yek gunehekî xwe dûr bigre û 'emelekî hindik bike, wisa ye, mîna ku meriv, terka bi sedan gunehan bike her wiha bi sedan waciban bîne cî. Ev xala girîng, bi niyetê, li ser navê teqwayê û bi amanca xwedûrgirtina ji gunehan, wisa 'emelekî salih ê girîng e ku ji îbadeta menfî tê.
Wezîfeya herî girîng a şagirtên Rîsaleyên Nûr, di vî zemanî de ew e ku li hember van texrîbat û gunehan, teqwayê esas bigrin û li wê goriyê tevbigerin. Madem tenê di her deqîqeyê de, di awayê jiyana civakî ya vî zemanî de, sed guneh bi ser merivan de tên, bi teqwayê û bi niyeta xwedûrgirtina ji gunehan, helbet meriv dikeve wê rewşê, mîna ku meriv sed 'emelên salih kiribe. Malûm e, serayeke ku yek merivekî, di yek rojekê de xera kiriye, bîst meriv, bîst rojî bixebitin, nikarin çê bikin. Îca li hember texrîbat û xerakirinên yek merivekî bîst meriv vî zemanî diviya bixebitiyana; lê belê, a niha, li hember bi hezaran texrîbatkaran, berxwedan û tesîra ev qas a tamîrvanekî mîna Risaleyên Nûr, gelek nuwaze ye. Heke ev her du hêzên miqabilê hev, di heman astê de bûna, bi rehetî dê bihata dîtin ku di tamîrkirinê de, muweffeqiyet û futûhateke wê ya çiqas mûcîzewar heye. Ji vê hevokê:
Ew hurmet û merhemeta ku di jiyana civakî de, du esasên herî girîng ên îdarekirinê ne, wisa gelek ji binî hejiyane. Li hin ciyan, ji bo wan pîrekal, dê û bavên ku gelek bi elem in û bêçare ne, ev rewş ketiye delavekî bidehşet. Ji Cenabê Ellah re şukur be ku Risaleyê Nûr, li hember vê texrîbata bidehşet, têdikoşe û li wan deran, berxwedaneke xweş nîşan dide û misêwa tamîr dike. Bi xerabûna Sedda Zulqerneyn, çawa ku Yecûc û Mecûc, dunyayê dibin helakê, bi hejîna sedda Quranî ku Şerîeta Muhemmedî (e.s.w.) ye re, enarşîtiyeke bi-zulûmat û bêdîniyeke bi-zilim ku di exlaq û jiyanê de, ji Yecûc û Mecûc bêhtir bidehşet e, wa ye dest bi fesad û îfsadê dike.
Di rûdan û qewimîneke wiha de, mucahedeyên manewî yên wan şagirtên Risaleyê Nur, înşellah mîna wî zemanê dewra sehabiyan, bi 'emelê hindik, ji xêrên gelek zêde mezin û emelên salih re, dibe medar.
Birayên min ên ezîz, ha di zemanekî wiha de, li hember van rûdan û qewimînên bidehşet, piştî îxlasê, hêza herî mezin ew e ku bi dustûrê îştîraka emelên axretî, em bi qeleman, li defterên hev ên emelên salih, xêran bidin nivîsandin û bi zimanên xwe, em qewet û alîkariyê bişînin keleh, meteris û kozika teqwayê. Bi ser de jî, ji şan û wesfên qehremanên mîna we wefadar û şefqetkaran e ku di van sêmehiyên mubarek de û di van rojên navdar de, hûn bên alîkariya vî birayê xwe yê feqîr û kêmqewet ku xusûsî bûye hedefê wan êrîşên bahozî. Bi temamê ruhê xwe, ji we, vê îmdada manewî rica dikim. Îca ez bi xwe jî, bi şertê îman û sedeqetê, telebeyên Risaleyê Nûr, bîst û çar saetan, bi dustûrê a'malê uxrewî, carcaran, zêdetirî sed carî, bi unwana "telebeyên Risaleyê Nûr", ji dua û qezencên xwe re, dikim hîssedar û şirîk. Seîdê Nûrsî
* * *
(Ji Tarîxçeya Jiyanê)
... Yên ku bi tarîxa jiyana min dizanin, jê haydar in. Berî pêncî û pênc salan, dema ku ez bîst salî bûm, li Bedlîsê, li ser îsrara Walî Emer Paşayê rehmetî û ji ber ku wî gelek ji ilim hez dikir, ez du salan li mala wî mam. Şeş keçên wî hebûn. Sisê ji wan biçûk; sisê jî mezin... Digel ku du salan ez tevî yên mezin, di yek xaniyekî de mam jî, min nedikariya ew ji hev û dî nas bikirina. Ka jixwe min ewqas bal û dêhna xwe nedida wan ku min bizanibûya kîjan kî ye. Hetta mêvanekî min ê alim hat ba min; di du rojan de, ew ji hev û din derxistin; bê ka kîjan kî ye û wî ew nas kirin. Her kes li ber vê rewşa min ma heyîrî/damayî û wan ji min pirsî: "Gelo tu çima nanihêrî?" Min ji wan re digot: "Ew niyet û qesda min a ku ez dixwazim îzzeta ilim biparêzim, nahêle ku binihêrim."
Hem berî çil salî, li Stenbolê, di rojeke xusûsî ya kêf û şahiya Kaxitxaneyê de, ku ji Pir-ê heta Kaxitxaneyê, li her du aliyên Xelîcê, bi hezaran jin û qîzên serqot û çîprût ên Rûm, Ermen û Stenboliyan rêzkirî bûn, ez û Mela Seyyîd Tahayê mebûs ê rehmetî û Hecî Îlyasê mebûs, bi hev re li kelekê/qeyîkê siwar bûn. Em di ber wan jinan de derbas dibûn. Qet hay û baya min jê tune bû. Hal ku hal e, Mela Taha û Hecî Îlyas, di nav xwe de biryar daye ku ew, dê min tecrube bikin. Lewre bi dorê, wan çavdêriya min kiriye. Piştî vê seyaheta me ya du-saetî, ew li xwe mikur hatin û wan got: "Em li ber vê rewşa te heyîrî man, te qet nenihêrt!" Min got: "Ji ber ku aqûbet û dawiya wan zewqên beredayî, demborî û gunehkarî, hemû tije elem û teessuf in, ez wan naxwazim."
* * * (Ji Mewqifa Sisêyan a Kelîmeya Sî û Duduyan)
MEBHESA DUDUYAN A NUQTEYA DUDUYAN
Wekîlê ehlê dalaletê, gava tu tiştekî ku xwe pê bigre û karibe dalaleta xwe li ser wê ava bike nikare bibîne û dema ku têk diçe, wiha dibêje:
"Ez dema ku li ser axretê nafikirim û Xwedê nas nakim û ji dunyayê hez dikim û bawerî bi azadbûnê tînim û bi xwe ewle dibim, hîna nû li gor xwe, ez bi seadeta dunyayê, bi lezzeta jiyanê û bi pêşveçûnên medeniyetê û bi kemala sen'etê, ditamijim. Ji ber vê, min bi himmeta şeytan, piraniya merivan sewqî vê rêyê kir û dikim."
Bersiva wê: Em jî li ser navê Quranê dibêjin ku: Hey merivê bêçare! [Hey meriva bêçare!] Aqilê xwe bide serê xwe, li wekîl û nûnerê ehlê dalaletê guhdarî meke. Heke tu guhdarî bikî, xesareta te, wisa mezin dibe ku ji ber tesewwura wê, lerzîn û rehilîn, bi ruh, aqil û dil dikeve û ew disilikin. Li pêşiya te, du rê hene:
Yek jê, ew rêya bişeqawet e ku nûnerê ehlê dalaletê, wê nîşan dide. A dî, ew rêya biseadet e ku Qurana Hekîm wê tarîf dike.
Va ye, te gelek muwazeneyên zêde yên wan her du rêyan, di gelek Kelîmeyan de, nemaze di Kelîmata Biçûk de dît û te fam kir. Vêga, ji ber munasebeta meqam, ji hezaran yekê wan muwazeneyan, dîsa bibîne, têbigihîje:
Rêya şirk û dalaletê; rêya fisq û sefîhiyê, dike ku meriv, wisa ji qîmetê bikeve ku tu hedd û hesabê wê bêqîmetiyê tuneye. Di nav wan elemên bêhed de, barekî ku bêhed û bêhesab giran e, li wê pişta zeîf û kêmtaqet dide barkirin. Çunkî, gava meriv Xwedê nas neke, tewekkuliya xwe nede ser Wî, êdî meriv dikeve hukmê heywanekî fanî yê bielem û bikeder ku gelek zêde acîz û zeîf e, zaf zêde muhtac û feqîr e û duçarî musîbetên bêhed e. Derdê wê elema ku ji ber veqetîna ji hemû hezkiriyên xwe û ji ber kedera wê dûrketina ji her tiştê ku pê re eleqedar e, misêwa êş û bela, dixe dilê wî, heta ku bere bere êdî dawiya dawî, temamê wan hezkiriyên xwe jî, di nav veqetîneke tije êş û elem de dihêle û bi tena serê xwe, diçe zulûmat û tarîtiya qebrê. Bi ser de jî, di wî muddetê jiyana xwe de, bi îxtiyareke/daxwazeke gelek cuz-î û bi îqtîdareke piçûk, bi jiyaneke gelek kurt, bi imrekî hindik û bi fikreke çilmisokî, li hember wan elemên bêhed û hesab, li hember emelan, bi awayekî bêfeyde têdikoşe, radiperike û ji bo bidestxistina wan daxwaz û amancên bêhed, wisa bêyî ku bigihîje encamekê, beredayî û li haşê dixebite. Îca digel ku qewet û taqeta wî nagihîje barê wucûda wî, radibe wî barê giran ê dunyayê li wê pişta xwe ya bêçare û li serê xwe bar dike. Hîna berî ku biçe Cehennemê, ezabê Cehennemê dikşîne.
Erê, ji bo ku bi vê elema elîm û bi vî ezabê manewî yê bidehşet nehise, ehlê dalaletê, xwe li betalkirina hestan datîne û bi serxweşiya xefletê, bi awayekî demborî be jî, pê nahise. Çi heye gava nêzî gorê dibe, ji nişka ve pê dihese. Çunkî heke ji Cenabê Heq re nebe ebdê heqîqî, îca dê wisa zenn bike ku ew bi xwe malikê xwe ye. Hal ku hal e, bi wê îxtiyara xwe ya cuz-î, bi wê îqtîdara xwe ya piçûk, li vê dunyaya bibahoz, nikare wucûda xwe îdare bike. Ji wê mîkroba ku ji jiyana wî re muzir e bigre, heta erdhej û zelzeleyan, ew wan bi hezaran taîfeyan, ji xwe re weke di rewşa wan dijminên ku li hember jiyana wî, li ber êrîşkirinê ne dibîne. Di nav dehşeta tirseke elîm de, her kêlî û her gavê, li deriyê wê gora ku jê re bidehşet dixuyê, dinihêre.
Hem çawa ku di vî halî de ye, tevî ku ji aliyê însanbûnê ve bi merivahî û dunyayê re eleqedar e jî, ji ber ku ew, vê dunyayê û merivan, di bin teserrufa Zatekî Hekîm, Elîm, Qedîr, Rehîm û Kerîm de tesewwur nake û nabîne û ji ber ku ew, wan hewaleyî tesaduf û tebîetê dike, ew tirsên dunyayê û hal-hewalên merivan, tim û daîm wî/ wê aciz dike. Tevî elema xwe, îca elema merivan jî dikşîne. Her yek ji wan zelzele, weba, tofan, qeht û xelaya dunyayê; fena û zewala dunyayê, dikeve şiklê musîbeteke tarî û wî/wê dide azabdan.
Hem merivê di vê rewşê de, ne layiqî merhemet û şefqetê ye. Lewre ew, bi şexsê xwe, xwe dixe vê weziyeta bidehşet. Çawa ku di Kelîmeya Heştan de, li ser muwazenekirina rewşî ya wan her du birayên ku ketibûn bîrê, hatiye gotin, merivek, çawa gava li baxçeyekî xweş, li ser ziyafeteke xweş, di nav ehbabên baş de, qenaet bi lezzet û kêfxweşiyeke paqij, şîrîn, biîffet/binamûs, xweş û meşrû neyîne û ji bo lezzeteke ne-meşrû û qirêj a mulewwes, rabe şerabeke kirêt û necis vexwe, serxweş bibe û xwe wisa xeyal bike ku di nîvê/nava zivistanê de, li ciyekî pîs e û hetta, xwe di nav cenawiran de bihesibîne û bi ser de jî, [ji tirsan] birehile, bilerize û bike qîreqîr û qareqar, ka gelo qet dibe musteheqê merhemetê? Çunkî ew, wan ehlê namûsê û wan hevalên xwe yên mubarek, weke cenawiran tesewwur dike û li wan heqaret dike. Bi ser de jî ew, wan teamên lezîz û wan teyfikên tahir ên di ziyafetê de, weke kevirên pîs û necisbûyî tesewwur dike û radibe dest bi şikandina wan dike. Hem ew, wan kitêbên muhterem û wan nameyên watedar, weke neqşên bêwate û beredayî tesewwur dike û wan diqelêşe û dide bin lingan û her wekî din... Şexsekî wiha, çawa ku ne musteheqê merhemetê ye, îca bi ser de jî, musteheqê şîmaqê ye.
Eynî wisa jî, bi wê serxweşiya xwe ya ku ji îradeya xerab dertê, bi wê dînîtî û dîwanetiya dalaletê, zenn û tewehhum dike ku ev mêvanxaneya Sani'ê Hekîm, pêlîstoka tesaduf û tebîetê ye.. û wan mesnû'ên ku cîlweyên îsmên Îlahî, nû û teze dikin, gava zemanê wan diqede, wezîfeya wan jî diqede û derbasî alema xeybê dibin, ew bi wê wehma xwe, tesewwur dike ku ew diçin 'edem û 'îdamê.. û ew bi dalaleta xwe, xeyal dike ku ew dengên tesbîhan, waweyla ne ku ji ber wê êşa zewal û fîraqa ebedî tên.. û ew li van pelên/sehîfeyên mewcûdan ku nameyên semedanî ne, bi çavê ku ew tiştên tevlîhev û geremolî ne dinihêre.. û wî deriyê gorê ku ji alema rehmetê re rê vedike, weke devê tarîtiya tunebûnê tesewwur dike.. û ecel, digel ku vexwendnameya gihîştina wan ehbabên heqîqî ye jî, tesewwur dike ku nobeta veqetîna ji ehbaban e. Ha ji ber van sedeman, bela ku ew, hem xwe di ezabekî elîm ê bidehşet de dihêle, hem mewcûdan û wan îsmên Cenabê Heq, hem jî wan nameyên Wî, înkar dike, biçûk dibîne û li wan heqaret dike, çawa ku ne layiqî merhemet û şefqetê ye û bi ser de jî, ew musteheqê ezabekî şedîd e; îca bi ti awayî ne layiqî merhemetê ye. Eve, hey gelî bêbextên ehlê dalalet û sefahetê! Li hember suqût û berejêrketina bidehşet û vê bêhêvîtiya pelaxtker, ka kîja tekemmula we, kîjan fennên we, kîja kemala we, kîja medeniyeta we, kîjan pêşveçûnên we dikare xwe ragre? Ew teselliya heqîqî ku ruhê beşer, gelek zêde muhtacî wê ye, ka hûn dê li kê derê bibînin? Îca ka kîja tebîeta we, kîjan sebebên we, kîja şirîkê we, kîjan keşfiyatên we, kîja milletê we, kîja mabûdê we yê batil ku hûn bi wan piştrast û bi ewle ne û hûn wan berhemên/eserên Îlahî û îhsanên rebbanî, îsnadî wan dikin, ka gelo ew çawa dikarin we, ji wê tarîtiya mirinê -ku li gor we, îdama ebedî ye- xelas bikin û we ji hudûdê qebrê, ji sînorê berzexê, ji tixûbê mehşerê, ji pira siratê, bi awayekî hakimane derbas bikin û we bikin mezherê seadeta ebedî? Hal ku hal e, ji ber ku hûn nikarin deriyê gorê bigrin, bi awayekî qet'î, hûn rêwiyên wê rêyê ne. Îca rêwiyekî [rêwiyeke] wiha, xwe dispêre yekî wisa ku temamê vê daîreya mezin û ev hudûdên ha yên berfireh, di bin ferman û teserrufa wî de ne.
Hem dîsa hey gidîno ehlê dalalet û xefletê! Li gor sirrê vî qeydeyê "Encama hezkirineke ne-meşrû, kişandina ezabekî bêmerhemet e." Wê îstîdata muhebbet û marîfetê û wan cîhazên şukur û îbadetan ku di fitreta we de hene, diviya ku we, li ser zat, sifet û îsmên Cenabê Heq serf bikira; lê belê we ew, ji bo nefsa xwe û li ser dunyayê, bi awayekî ne-meşrû serf kir, lewre we heq kiriye ku hûn, cezayê wî dikşînin. Çunkî we ew muhebbeta ku eydê Cenabê Heq e, da nefsa xwe; îca ji ber wê, hûn jî, wan belayên bêhed ên wê nefsa we ya ku mehbûbê we ye, dikşînin. Lewre hûn rehetiyeke heqîqî, nadin wî mehbûbê/ hezkiriyê xwe. Hem bi tewekkulê, hûn wê teslîmî wî Qedîrê Mutleq ku mehbûbê heqîqî ye, nakin; hûn daîma di nav ezabê elemê de dimînin. Hem we, ew muhebbeta ku eydê wan esma û sifetên Cenabê Heq e, da dunyayê û we, ew eser û berhemên hunera wî, li wan sebebên alemê dabeş kir; îca hûn jî belaya wê dikşînin. Çunkî beşek ji wan mehbûbên we yên bêhed, ji we re nabêjin bi xatirê we; bi ser de jî, berê pişta xwe didin aliyê we û we dihêlin û diçin. Beşek ji wan, jixwe qet we nas nakin, gava we nas bikin jî, ji we hez nakin, hez bikin jî, feydeyekê nadin we. Lewre hûn ji ber wan veqetînên bêhed û ji ber wan zewalên bêhêvî ku daneger in, tim û daîm ezab dikşînin.
Eve, mahiyet û esehiyên wan tiştên ku ehlê dalaletê, ji wan re dibêjin "seadeta jiyanê, kemilîna merivahiyê, xweşiyên şaristaniyê û lezzeta hurrbûnê/ azadbûnê", ev e. Sefîhî û serxweşî, perdeyek e; bi awayekî dembihurî, [xwe bi merivan] nade hisandin. De tu bibêje "Wey tûk li aqilê wan!" Îca caddeya nûranî ya Quranê ku heye, temamê wan birînên ku di ehlê dalaletê de hene, bi wan heqîqetên îmanî tedawî dike. Wê tarîtiya li ser rêya berê, hemû bi yek carekê ji hev belawela dike. Wan deriyên dalalet û helaketê, gişt digre. Çawa:
Zeîfî û ecîzî; feqîrî û îhtiyaciya merivan, bi wê tewekkula li ser Qedîrê Rehîm, tîmar û nojdar dike. Wî barê jiyan û wucûdê, teslîmî qudret û rehmeta Wî dike, li xwe bar nake û wisa dike, mîna ku ew, li wê jiyan û nefsa xwe siwar bibe, ji xwe re meqamekî rehet dibîne. Bi xwe dihese û dizane ku ew, "Ne heywanekî natiq e;" belkî, merivekî [meriveke] heqîqî û mêvanekî [mêvaneke] meqbûl ê [a] Rehman e. Dunyayê jî, weke mêvanxaneyeke Rehman nîşan dide; wan mewcûdên li dunyayê jî, weke ku eynikên wan îsmên Îlahî bin dibîne û wisa dizane ku ew mesnûên ha jî, ew nameyên Semedanî ne ku her gav, nû û teze dibin û bi vî awayî, êdî wan birînên ku ji ber fenabûna dunyayê û ji ber zewala eşyayan û ji ber hubba faniyan tên, bi awayekî xweşik tedawî û nojdar dike û ji tarîtiya dilwasewasiyan xelas dike.
Hem mirin û ecel jî, weke destpêka mulaqat û wîsala bi wan ehbaban re ye ku çûne alema berzexê û li alema baqî ne, nîşan dide. Ha bi vî awayî, wan birînên mirinê ku di çavê ehlê dalaletê de, ji hemû ehbaban veqetîneke ebedî ye û ew wisa fam dikin, bi vî awayî tedawî dike. Bi ser de jî îsbat dike ku ew veqetîn, bihevgihîştin bi xwe ye. Hem îsbat dike ku gor, deriyekî wisa ye ku bi aliyê alema rehmetê, bi hêla dara seadetê, bi milê baxistanê bihuştê û nûristana Rehman ve vedibe, wisa dike ku ew tirsa herî bidehşet a merivahiyê, ji holê radike. Bi ser de jî, wê seyaheta berzexê ku herî zêde ew bi elem e, bi tengasî û xemgînî ye, nîşan dide ku seyaheteke herî bilezzet û tijedost û fireh e. Devê wê gorê û wî ejderhayî digre; ji baxçeyekî xweşik re derî vedike. Ango nîşan dide ku qebir, ne devê ejderha û ziyayan e; belkî deriyek e ku bi alî wan baxçeyên rehmetê ve vedibe.
Hem ji mumînan re dibêje: Ku vîna te cuz-î be, karûbarê xwe, li hêviya wê îradeya kullî ya Malikê xwe bihêle. Ku îqtîdara te piçûk be, baweriya xwe bide ser qudreta wî Qadirê Mutleq. Ku jiyana te hindik be, hişê xwe bide ser wê heyata baqî. Ku imrê te kin û kurt be, imrekî te yî ebedî heye; mereq meke. Gava fikra te tefiyayî be, bikeve bin tava Quranê; bi nûra îmanê binihêre ku li şûna wê fikra te ya ku gûstêrk e, her ayeteke Quranê, mîna stêrkekê dê ronî bide te. Heke bêhed emel û elemên te hene, xêreke bênîhayet û rehmeteke bêhed li benda te ye. Îca ku daxwaz û amancên te yên bêhed hebin, li ser wan meponije û muzderîb mebe; di vê dunyayê de, ew naheşirin. Ciyên wan, diyarekî dî ye û yê ku wan dide jî, yekî din e.
Hem dibêje: Lo merivo! Lê merivê! Tu, ne malikê xwe yî. Tu, memlûkê Zatekî Zulcelal ê wisa yî ku Qedîr e û qudreta wî bênîhayet e, Rehîm e û rehmeta wî bêhed e. Nexwu, tu jiyana xwe, li xwe bar meke û zehmet mekşîne. Çunkî yê jiyanê dide Ew e, yê ku îdare dike jî Ew e. Ka jixwe dunya, ne bê xwedî ye ha! Tu barê dunyayê li serê xwe bar meke û li ser hal û hewalên wê, meponije û mekeve mereqan. Lewre xwediyê wê, Hekîm e, 'Elîm e. Tu jî, mêvan î; wisa beredeyî û fuzûlî têkil mebe, tev mede.
Hem mewcûdên mîna merivan, heywanan, ne wisa serîberdayî ne; belkî ew jî, fermanber û karmendên wezîfedar in; di bin çavdêriya Hekîmekî Rehîm de ne. Îca tu ku heyî, wisa li ser elem û zehmetiyên wan meponije û xwe mexe bin barê eleman, wisa şefqeteke xwe ya ku ji rehmeta wî Xaliqê wan ê Rehîm zêdetir be, dernexe pêş. Jixwe, dezgîna wan hemû tiştan, ji mîkrobê heta weba, tofan, qeht, xelayê û wan erdhejên ku li hember te ketine weziyeta neyaran, di destê wî Rehîmê Hekîm de ye. Ew, Hekîm e; tiştê beredayî nake; Rehîm e, rehîmtiya Wî pir e. Di her kar û barê ku ew dike de, ji awayekî ve, lutf heye. Hem dibêje: Ev alem, her çendî fanî ye; lê belê lazimatiyên alemeke ebedî digihîne ber destan. Her çiqas zaîl û dembihurî ye; lê meyweyên baqî dide û cîlweyên wan îsmên baqî yên Zatekî baqî nîşan dide. Û çendan lezzetên wê hindik; elemên wê zêde ne; lê ew îltîfatên wî Rehmanê Rehîm, lezzetên heqîqî yên bêzewal in. Îca ew elemên wê ku hene, ji aliyê xêrê ve, lezzeta manewî digihîjîne ber dest. Himin daîreya meşrû û rewa, têra hemû lezzet, sefa û kêfa ruh, dil û nefsê dike, mekeve daîreya ne-meşrû. Lewre yekcaran, hezar elemên yek lezzeteke wê daîreyê hene. Îca bi ser de jî, dibin sedem ku ew îltîfatên rehmanî ku lezzeta heqîqî û daîmî ne, wenda bibin.
Hem çawa ku berê jî hatiye vegotin, di rêya dalaletê de, merivan wisa dadixîne esfelê safilîn ku tu medeniyet, ti felsefe, çawa ku nikarin çare jê re bibînin, wisa jî, digel ku çu pêşveçûneke beşerî, tu kemilîneke fennî, nikare merivan ji wê bîra kûr a zulûmat û tarîtiyê derxîne, Qurana Hekîm, bi îman û 'emelê salih, ji wê daketina berejêr a esfelê safilîn, [merivan] derdixe alayê îllîyîn. Bi ser de jî, ew vê derxistinê, bi wan delîlên qet'î îsbat dike û wê bîra kûr, bi nêrdewanên wan tereqqiyên manewî û bi wan cîhazên kemilînên ruhî, tije dike. Hem wê rêya merivahiyê ku bi aliyê ebedê ve diçe û dirêj e, bi bahoz e û tije metirsî û fikar e jî, gelek zêde rehet û hêsa dike. Wesaîtên wisa nîşan dide ku bi wan, [meriv] dikare, wê mesafeya ku hezar, belkî pêncî hezar salî ye, di yek rojekê de biqedîne.
Hem wî Zatê Zulcelal ê ku Sultanê ezel û ebedê ye, dide naskirin her wiha meriv dixe rewşa mêvanekî [mêvaneke] wezîfedar û ebdekî memûr. Hem li vê mêvanxaneya dunyayê, hem li wan menzîlên berzexî û axretî, seyaheteke bi dilekî rehet jê re temîn dike. Çawa ku memûrekî musteqîm û rast ê padîşahekî, li daîreya welatê wî, bi wan wesaîtên seyaheta bisur'et ên mîna teyyare, keştî û trênê, di ser hudûdên bajarên wî de, bi rehetî û hêsayî digere, derbas dibe. Wisa jî, merivekî [meriveke] ku bi îmanê, bi Sultanê Ezelî ve xwe girê bide û bi 'emelê salih, îtaet bike, ji menzîlên vê mêvanxaneya dunyayê û ji daîreyên alema berzex û alema mehşerê û ji wan daîreyên mîna van... di wan hudûdên fireh ên hemû alemên piştî qebrê de, mîna lezûbeziya birq, birûsk û buraqê, derbas dibe, diçe digihîje heta seadeta ebedî dibîne. Û vê heqîqetê, qet'î îsbat dike û nîşanî esfiya û weliyan dide.
Hem heqîqeta Quranê dibêje ku: Lo mumîno! Lê mumînê! Tu wê qabiliyeta bênîhayet a hezkirinê, mede wê nefsa xwe ya emmare ku çirkîn, noqsan û şerûr e û zerarê dide te. Wê ji xwe re meke mehbûb û hewaya wê, ji xwe re meke mabûd. Belkî, ew qabiliyeta te ya bêdawî ya hezkirinê, layiqî muhebbeteke bêdawî ya zatekî wisa ye ku dikare bi awayekî bêhed û bêhesab li te îhsanan bike, hem li dahatuyê, bi awayekî bêdawî, te mesûd dike, hem temamê wan zatên ku têkiliya te bi wan re heye û tu, bi seadeta wan dilxweş dibî, ew bi xwe, bi îhsanên xwe, wan mesûd dike, hem kemalên Wî yên bênîhayet hene, hem cemal pê re heye; ku bi awayekî bêhed qudsî, ulwî, munezzeh, bêqusûr, bênoqsanî ye û zewala wê cemala wî tuneye û hemû îsmên wî, bi awayekî bênîhayet xweşik in û di her yek îsmekî wî de, gelek nûrên husn û cemalê hene û Cennet, bi temamê xweşikî û rindiyên xwe, bi temamê nîmetên xwe, cemala rehmeta Wî û rehmeta cemala Wî nîşan dide; û temamê wan husn, cemal, mehasin û kemalên cirxweş û xwînşîrîn ku di kaînatê de ne, îşaretî cemal û kemala wî dikin û jê re delîlî dikin û jê re nîşan û elamet in, îca zatekî ku bi vî awayî ye, ji xwe re bike mehbûb û mabûd.
Hem dibêje: Hey însan! Wê îstîdata muhebbetê ku eydê îsm û sifetên Wî ne, mede wan mewcûdên ne-baqî yên dî û wisa bi awayekî bê mifa li ser wan mexlûqên bêmifa belav meke. Çunkî eser û mexlûq, fanî ne. Lê îca ew Esmayê Husna ku neqiş û cîlweyên wan, di eser û mesnûan de dixuyên, baqî ne, daîmî ne. Jixwe di her yek wan îsm û sifetên Wî de, bi hezaran mertebeyên îhsan û cemalê û bi hezaran tebeqeyên kemal û muhebbetê hene. Hema tenê, tu li navê Rehman binihêre ku Cennet, yek cîlweyeke wî ye û seadeta ebedî, yek lem'eyeke wî ye û hemû riziq û nîmetên li dunyayê, yek dilopeke wî navî ne.
Va ye tevî muwazene û daneberheviyê, bala xwe bide ser vê ayeta
ﻟَﻘَﺪْ ﺧَﻠَﻘْﻨَﺎ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥَ ﻓِٓﻰ ﺍَﺣْﺴَﻦِ ﺗَﻘْﻮِﻳﻢٍ ﺛُﻢَّ ﺭَﺩَﺩْﻧَﺎﻩُ ﺍَﺳْﻔَﻞَ ﺳَﺎﻓِﻠِﻴﻦَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻭَ ﻋَﻤِﻠُﻮﺍ ﺍﻟﺼَّﺎﻟِﺤَﺎﺕِ
19 ku îşaretî wan mahiyetên ji aliyê wezîfe û heyata navbera ehlê dalalet û ehlê îmanê dike. Hem li vê ayeta
ﻓَﻤَﺎ ﺑَﻜَﺖْ ﻋَﻠَﻴْﻬِﻢُ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﻭَ ﺍْﻻ َﺭْﺽُ
20 ku îşaretî encam û dawiya wan dike binihêre. Bibîne bê ka, bi awayekî çendîn ulwî, mûcîzane, vê muwazeneya ku me ew beyan kir, îfade dikin. Ji ber ku di Kelîmeya Yanzdehan de, ew heqîqeta Ayeta Pêşî, bi kitekitî û bi awayekî î'cazkarî û îcazkarî hatiye beyankirin, em hewaleyî wê Kelîmeyê dikin. Îca em dê tenê, bi îşareteke piçûk nîşan bidin ku ew ayeta duduyan, heqîqeteke çiqas ulwî îfade dike. Ew jî wiha ye:
Ev ayet, bi vegotineke ku li gor mefhûmê be, wiha ferman dike: "Gava ehlê dalaletê dimre, esman û zemîn, li ser wan nagirîn." Îca bi vegotineke ku cihêreng û cihêwazê mefhûmê be delîlî dike ku: "Gava ehlê îmanê, ji dunyayê diçe, esman û zemîn, li ser wan digirîn..." Ango madem ehlê dalaletê, wan wezîfeyên esmanan û erdê înkar dikin û bi wateyên wan nizanin û qîmeta wan bê hukum dikin, Sani'ê wan nas nakin û ji ber ku li hember wan, heqaretek û neyartiyekê dikin, helbet esman û erd, ciyê ku li ser wan bigirîn, ji wan nefret dikin û bi geberbûna wan, îca hê kêfxweş dibin. Hem bi vegotineke ku dijberî wateyê be dibêje: "Esman û erd, li ser mirina ehlê îmanê, digirîn." Çunkî ehlê îmanê, bi wan wezîfeyên esmanan û erdê dizanin. Rastiyên wan ên heqîqî tesdîq dikin. Bi ser de jî, bi rêya îmanê, ji wateyên ku ew wan îfade dikin, fam dikin. Ehlê îmanê dibêje: "Çiqas xweşik hatine çêkirin, çiqas xweşik xîzmetê dikin..." Bi vî awayî, qîmeteke ku layiqî wan be didin wan û hurmetê nîşanî wan didin. Li ser hesabê Cenabê Heq, ji wan hez dikin û ji wan îsmên ku ew ji wan re bûne eynik jî, hez dikin. Ha ji ber vê razê ye ku esman û zemîn, mîna ku li ser zewala ehlê îmanê bigirîn, dilê wan diêşe. Pirseke Girîng:
Hûn dibêjin ku: Madem hezkirin, ne li gor daxwaza ber dilê meriv e. Hem ji ber xatirê wan îhtiyacên fitrî, ez ji teamên bilezzet û ji meyweyan hez dikim. Ez ji dê û bavê xwe û ji zarokên xwe hez dikim. Ji refîqeya heyata [hevsera/ hevserê] xwe hez dikim. Ji dost û ehbaban hez dikim. Ji enbiya û ewliya hez dikim. Ji jiyana xwe û ji ciwantiya xwe hez dikim. Ji beharê, ji tiştên xweşik û ji dunyayê hez dikim. Ka ez dê çawa ji wan hez nekim? Ka gelo ez çawa dikarim temamê van hezkirinan bidim zat, sifet û îsmên Cenabê Heq? Ka ev çi ye?
Bersiva Wê:
Li Çar Nukteyan guhdarî bike.
Nukteya Yekê:
Hezkirin, her çendî ne li gor îradeyê ye; lê belê bi xêra vînê dibe ku berê hezkirinê, ji ser mehbûbekî/hezkiriyekî bizivire ser mehbûbekî din. Mesela, gava kirêtiya/çirkîniya mehbûbekê bête nîşandan an jî bi awayekî ji awayan, bête nîşandan ku ev mehbûbê [mehbûba] ha, li ber mehbûbê ku esil layiqî hezkirinê ye, bûye 'eyne, wê hingê dibe ku berê rûyê hezkirinê, ji ser wî mehbûbê mecazî bizivire ser vî mehbûbê heqîqî.
Nukteya Duduyan:
Em nabêjin ku ji wan hezkiriyên xwe yên ku te ew hejmartin, hez meke. Belkî em dibêjin ku: Li ser hesabê Cenabê Heq û li ser navê Wî, ji wan hez bike. Mesela, ew hezkirin e ku meriv, ji ber ku teamên xweş û meyweyên xweşik, îhsana Cenabê Heq in û ji ber ku ew Rehmanê Rehîm, wan nîmetan dide, meriv ji wan hez bike û wekî ku meriv ji navê "Rehman" û "Mun'îm" hez bike. Ha ev jî, şukureke manewî ye. Îca nîşan û elametê vê hezkirinê jî ew e ku meriv, tenê ne li ser hesabê nefsê hez bike; lê belê li ser navê Rehman hez bike û meriv, di daîreya meşrû de bi awayekî qenaetkarî qezenc bike û bi awayekî mutefekkirane û muteşekkirane bixwe.
Hem hîkmet û rehmet e ku dê û bavan, bi şefqetê dide techîzkirin û bi wî destê wan ê ku bimerhemet e, dide terbiyekirin. Ha gava tu li ser vî hesabî ji wan re hurmet bikî û ji wan hez bikî, ev bi xwe, di rêya hezkirina Cenabê Heq de ye. Îca elametê ku ew hezkirin û hurmet û ew şefqet, lîllah sirf ji bo Xwedê tê kirin ev e ku: Dema ew dê û bav, pîr û kal dibin û êdî tu mifa û feydeyeke wan nagihîje te û bi ser de jî, ew te dixin nava zehmetî û tengasiyan, îca wê gavê esil ew e ku tu rabî, hîna bêhtir û zaftir ji wan hez bikî, li wan merhemet bikî û şefqetê nîşanî wan bidî.
Ayeta
ﺍِﻣَّﺎ ﻳَﺒْﻠُﻐَﻦَّ ﻋِﻨْﺪَﻙَ ﺍﻟْﻜِﺒَﺮَ ﺍَﺣَﺪُﻫُﻤَﺎ ﺍَﻭْ ﻛِﻼ َﻫُﻤَﺎ ﻓَﻼ َ ﺗَﻘُﻞْ ﻟَﻬُﻤَﺎ ﺍُﻑٍّ
21 ku pênc mertebeyan li ser hev û din, weledan vedixwîne hurmet û şefqetê, nîşan dide ku di nezera Quranê de û li ber çavê Quranê, heqên dê û bavan çiqas girîng e û neheqiya ku li dê û bavan bibe, çendîn derece kirêt e. Madem bav, ne kesekî din, tenê dixwaze ku weledê wî, hîna ji wî baştir be. Îca weled jî, li hember bavê xwe, nikare doza tu mafî bike. Nexwe di navbera dê, bav û zarokên wan de, ji aliyê fitretê ve, tiştekî ku bibe sedemê gengeşiyê tune ye. Lewre nîqaş ku heye, yan ji ber xwezîpêanîn û dexesiyê rû dide. Jixwe di dilê bavan de, li hember kurê wan, ew [dexesî] tuneye. Yan jî, munaqeşe, ji ber neheqiyê çê dibe. Îca ti mafekî zarokan tuneye ku li hember bavê xwe, doza heq û mafan bike. Gava bibîne ku bavê wî neheq e jî, nabe ku li hember wî serî hilde. Nexwe yê ku li hember bavê xwe serî rake û wî rencîde bike, dilê wî bişkêne, cinawarekî wisa ye ku ji sûretê merivan derketiye. Îca zarokên xwe, ji ber ku ew, diyariyên wî Zatê Rehîm û Kerîm in, meriv, bi şefqet û merhemeteke tam, ji wan hez bike û wan biparêze, dîsan ev 'eydê Xwedê ye. Elametê ku ev hezkirin [a ji zarokan], li ser hesabê Cenabê Heq tê nîşandan ew e ku meriv, di dema wefata wan de, sebir û şukur bike û bi awayekî bêhêviyane feryad neke û meriv, divê wiha bibêje: "Ew, mexlûqek û memlûkekî/e xwînşîrîn bû; Xaliqê min, ew dabû ber çavdêriya min. A niha hîkmetê Wî, pêdivî bi girtina wî/wê dît û Wî ew ji min stand û bir ciyekî xweştir. Heke pay û hîsseyeke min a zahirî di wî/wê memlûkekê/î de hebe, hezar pay û hîsseyên heqîqî, 'eydê Xaliqê wan e." û bi vî awayî meriv, divê bibêje "elhukmu lîllah" û teslîm bibe.
Hem dost û ehbab ku hene, heke ji aliyê îman û 'emelê salih ve ew jî, dostên Cenabê Heq bin, li gor sirrê "Elhubbu Lîllah"22 ew hezkirin bi xwe jî, 'eydê Heqq e.
Hem ji wê refîqeya heyata xwe [ku hevjîna te ye] û ew bi xwe jî, xelateke letîf û mûnîs a rehmeta Îlahî ye, hez bike û bi wê re muhebbet bike. Lê belê, wê hezkirina xwe, bi wê xweşikahiya wê ya şikl û şemalî ve girê mede. Belkî xweşikahiya herî balkêş û spehîbûna herî şîrîn a pîrekê, ew xweşiya xuy û exlaqê wê ye ku tevî/digel letîfî û nezaketeke xasî bi pîrektiyê ve ye. Îca cemala wê ya herî hêja û herî şîrîn jî, ew şefqeta wê ya ulwî, jidil, semîmî û nûranî ye. Ev cemala şefqetê û ew exlaqê xweş, heta dawiya jiyanê berdewam dike; zêdetir dibe. Îca mafê hurmeta wê mexlûqa zeîf û letîf, bi xêra wê hezkirinê tê parastin. Ku ne ji vê be, çawa gava ku dawî li wê rindiya şiklî û teşeyî tê, di demeke ku hê herî zêde muhtacî hezkirinê ye de, ew [rebena] bêçare, mafê xwe wenda dike. Hem hezkirina ji enbiya û ewliya, ji ber xatirê ku ew jî, îbadên meqbûl ên Cenabê Heq in, li ser hesabê Cenabê Heq çê dibe. Ji vê hêlê ve, ew hezkirin jî, 'eydî Wî ye.
Hem hezkirina ji jiyanê jî, wiha ye: Jiyan sermiyanek û defîneyeke herî hêja ya ku Cenabê Heq daye insanan û daye te û meriv dikare pê heyata baqî qezenc bike û xezîneyeke wisa ye ku cîhazên kemalên baqî, di xwe de dihewîne. Ha ji vî aliyî ve, heke meriv jê hez bike, wê biparêze, di xizmet Cenabê Heq de îstîxdam bike, dîsan ev hezkirin, ji awayekî ve, 'eydê Mabûd e.
Hem heke meriv, wê letîfî û spehîtiya ciwantiyê, weke nîmeteke letîf, şîrîn û xweşik a Cenabê Heq bibîne û ji vî aliyî ve li ciwantiyê binihêre û jê hez bike, wê biecibîne û bi awayekî baş bi kar biêne, ev bi xwe, ji awayekî ve muhebbeteke meşrû ye.
Hem heke meriv, beharê jî, weke rûpelê wan neqşên herî letîf û herî xweşik ên wan navên nûranî yên Cenabê Heq bibîne û wisa bifikire ku behar, pêşangeheke herî xemilandî û bişa'eşa'e ya wan sen'etên entîke yên Sani'ê Hekîm e û bi awayekî mutefekkirane jê hez bike, wisa diyar dibe ku meriv, ji wan navên Cenabê Heq hez dike.
Hem gava meriv dunyayê, weke mezra û zeviyeke axretê bibîne û bi çavekî wisa li dunyayê binihêre ku ev dunya, eyneya navên Îlahî ye û ev dunya, nameyên Cenabê Heq in û mêvanxaneyeke Wî ya demborî ye û ji ber xatirê van yekan meriv ji dunyayê hez bike, bi şertê ku nefsa emmare tevlê nebe, ev hezkirin bi xwe jî, dibe 'eydê Cenabê Heq.
Elhasil: Ji dunyayê û ji wan mexlûqên ku tê de ne, bi maneya herfî hez bike; bi maneya îsmî hez meke. Bibêje: "Çiqas xweşik hatiye çêkirin!" Mebêje "Çi xweşik e!" û rê mede ku ew hezkirinên dî bikevin batinê dilê te. Çunkî, batinê dil, eyneya Semed e û ji Wî re hatiye mexsûskirin. Bibeje:
ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺍﺭْﺯُﻗْﻨَﺎ ﺣُﺒَّﻚَ ﻭَ ﺣُﺐَّ ﻣَﺎ ﻳُﻘَﺮِّﺑُﻨَﺎ ﺍِﻟَﻴْﻚَ
23
Ha, temamê wan hezkirinên ku me ew [li jorê] hejmartin, gava bi vî awayî bin, hem lezzeteke bêelem didin, hem, ji awayekî ve, bihevgihîştineke bêzewal e jî. Hem dike ku ew muhebbeta Îlahî, zêde bibe. Hem hezkirineke meşrû û rewa ye. Hem şukreke wisa ye ku tehm û lezzet bi xwe ye. Hem fikreke wanî ye ku muhebbet bi xwe ye.
Mesela, çawa ku padîşahekî mezin,
{* Haşiye: Zemanekî, du serokeşîr, derdikevin huzûra padîşahekî. Eynî di vê rewşa ku tê nivîsandin de, ew serokeşîr tevgeriyane.}
gava sêvekê ji te re îhsan bike, li hember wê sêvê, du hezkirin çê dibin û di wê sêvê de, du tehm û lezzet hene. Yek jê: Sêv, ji ber ku sêv e tê hezkirin û di wê sêvê de tehmeke xasî bi wê sêvê heye û hezkirineke bi qasî wê sêvê heye. Ev hezkirin, ne 'eydê padîşah e. Belkî, ew merivê ku di huzûra wî de, wê sêvê davêje devê xwe û wê dixwe, ne ji wî padîşahî; belê ji wê sêvê hez dike û ji nefsa xwe hez dike. Carcaran wisa dibe ku padîşah, wê hezkirina nefsperwerane, naecibîne; [hetta] ji wê hezkirinê nefret dike. Hem tehm û lezzeta sêvê jî, cuz-î ye. Hem zewal jê re heye; piştî ku ew sêv tê xwarin, ew tehm û lezzet bi xwe jî diçe; ji wê û bi şûn de, teessuf dimîne.
Îca hezkirina duduyan, ew îltîfatên şahane ne ku di nav wê sêvê de hene û bi xêra sêvê tên nîşandan. Mîna ku ew sêv, "numûne û cisimbûneke wê îltîfata şahane be", ew meriv wê datîne ser serê xwe û [bi vî awayî] diyar dike ku ew bi xwe jî, ji padîşahî hez dike. Jixwe di wê meyweya ku qilifê îltîfatê ye de, tehm û lezzeteke wisa heye ku ji tehm û lezzeta hezar sêvî zêdetir e. Va ye ev tehm û lezzet, şukran bi xwe ye. Ev hezkirin, li hember wî padîşahî, muhebbeteke tije hurmet e.
Eynî mîna wê, heke ji bo wan, ji hemû nîmet û meyweyan bête hezkirin, tenê ji bo wê tehm û lezzeta wan a maddî, bi awayekî xafilî ew bêtin tamijandin, ew hezkirin, nefsanî ye. Ew lezzet jî, demborî û bi elem in. Heke meriv, bifikire ku ew meywe, îltîfatên rehmet û meyweyên wan îhsanên Cenabê Heq in û bi vî awayî li wan binihêre û ji wan hez bike û dereceya lutufî ya wan îhsan û îltîfatan teqdîr bike û bi îşteheke tam, tehm û lezzetê ji wan bistîne, ev hezkirin, hem dibe şukreke manewî, hem jî lezzeteke bêelem e.
Nukteya Sisêyan:
Ji wê muhebbeta ku meriv ji wan navên Cenabê Heq hez dike re, hin tebeqe hene. Çawa ku me berê jî beyan kir, yekcaran meriv ji eser û berheman hez dike û bi vî awayî ji navên Wî hez dike. Carinan, ji ber ku esma, ji wan kemalên Îlahî re dibin unwan, meriv ji wan hez dike. Yekcaran, meriv ji ber camîiyeta mahiyetê, ji ber ku îhtiyacên wî bê hed in û meriv, muhtac û muştaqê îsman dibe û ji ber vî îhtiyacî, ji wan hez dike. Mesela, gava wextekê, bi awayekî neçarî dilê te bixwaze ku tu bi temamê wan mexlûqên xisim, eqrebe, feqîr, zeîf û muhtac re, alîkarî bikî û tam wê wextê, gava yek derkeve meydanê û dilê te çawa bixwaze, ew jî eynî bi wî awayî bi wan re qencî bike, bê guman tu dê bibînî ku ew unwana "nîmetdayinê" ya wî zatî û navê wî yê kerîm, dê çiqas li xweşa te biçe û tu dê bi wê unwanê, çendîn ji wî zatî hez bikî. Eynî wisa jî, hema tenê li ser wan navên Rehman û Rehîm ên Cenabê Heq bifikire ku ew, temamê aba û ecdada te û wan eqrebe û ehbabên te yên mumîn ku tu ji wan hez dikî û li wan şefqet dikî, li dunyayê, bi cûre cûre nîmetan dide tamijandin û li Cennetê, bi wan tehm û lezzetên celeb bi celeb, kêfxweş dike û li seadeta ebedî jî, wan nîşanî te dide û ew, xwe bi xwe jî nîşanî wan dide û bi vî awayî, wan mesûd dike. Ha êdî bifikire; bê ka ew navê Rehman û ew unwana Rehîm, çendîn derece hêja û layiqî hezkirinê ne û ruhê beşer, çiqas muhtacî wan du navan e, tu dikarî qiyas bikî. Û
ﺍَﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﻋَﻠَﻰ ﺭَﺣْﻤَﺎﻧِﻴَّﺘِﻪِ ﻭَﻋَﻠَﻰ ﺭَﺣِﻴﻤِﻴَّﺘِﻪِ
24 çi derece di cî de ye, tu dê fêm bikî.
Hem tu gelek zêde bi vê dunyaya ha û bi wan mewcûdên tê de re eleqedar î û tu bi perîşanbûna wan muteessîr dibî. Hem ev dunya, ji te re mîna ye xaniyekî û ew mewcûdên tê de jî, ji bo te, mîna wan lazimatiyên bêhnfirehkirinê ne û mîna wan xeml û xêzên cirxweş in. Îca ew Zatê Hekîm û Murebbî, vê dunyayê tevî mewcûdên di wê de, bi hîkmeteke tam tenzîm dike û tedbîra wan dibîne û wan terbiye û perwerde dike. Ha, heke tu baş bal û dêhna xwe bidêy, tu dê fam bikî ku ka ruhê te çiqas muhtac û muştaqê navê Hekîm û unwana Murebbiyê wî Zatî ye ku Ew, vê dunyayê, tevî mewcûdên wê, wiha terbiye û tenzîm dike.
Hem bi temamê merivan re têkiliya te heye û tu ji ber zewala wan xemgîn dibî. Îca zatek heye ku wan merivan, di hengama mirina wan de, wan ji tarîtiya 'edemê/tunetiyê xelas dike û li ciyekî ku hîna ji vê dunyayê xweştir e bi cî dike. Îca gava tu rind hay û baya xwe bidî ser îsmên Waris, Ba'is û baş bala xwe bidî ser wan unwanên Baqî, Kerîm, Muhyî û Muhsîn, tu dê baş fam bikî; bê ka gelo ruhê te, çendî muhtacî wan e.
Ha, ji ber ku mahiyeta meriv, ulwî ye û fitreta meriv, bi şumûl e, bi sedema wan hewcetiyên xwe yên bi hezaran, meriv ji aliyê fitretê ve muhtacî hezar û yek navên Îlahî ye û pêdiviya meriv, bi gelek mertebeyên her yek navekî Îlahî heye. Îca îhtiyacê qatbiqatî, daxwaz û xwestek e. Ew daxwaz û xwesteka qatbiqatî jî, muhebbet e. Muhebbeta qatbiqatî, evîn e. Li gor wan mertebeyên kemilîna ruh, mertebeya muhebbetê jî, îca li gor wan mertebeyên îsman înkîşaf dibe û bi pêş ve diçe. Ew muhebbeta navan/îsman, -çunkî ew esma hemû, unwan û cîlweyên wî Zatê Zulcelal in- li muhebbeta zatî werdigerin. A niha, weke numûne, em dê hema yek mertebeyekê, ji wan hezar û yek mertebeyên hezar û yek navan, tenê yên 'Edil, Hekem, Heq û Rehîm, beyan bikin:
Heke tu, bixwazî ku navê "Heq û Rehmanur Rehîm" ê nava hîkmet û 'Edlê, di daîreyeke mezin de bibînî, li vê temsîlê binihêre: Çawa em ferz dikin ku di nav artêşekê de, çar sed taîfeyên cihêrengî hene û kincên her yek taîfeyekê ku jê hez dike, cihê ye û ew rizqên wan ên ku li xweşa wan diçe, cihê ye û ew çek û sîlehên wan ên ku ew dikarin bi rehetî bi kar bînin cihê ye û ew dermanên ku ji mîzaca wan re şîfa ye cihê ye. Ha tevî van cihêcihêbûnan jî, padîşahek heye ku temamê wan çarsed taîfeyan, cihê cihê ji hev venaqetîne û wan nake beş bi beş û digel ku ew hemû di nav hev de ne jî, ew padîşahê yekta û bêmînak, ji ber wê şefqet û merhemeta xwe ya têrbaş, ji ber xatirê wê îqtîdara xwe ya nuwaze û ji ber wî ilm û wê îhateya xwe ya mucîzane û ji ber xatirê wê edalet û wê hîkmeta xwe, gava bêyî ku hema yekî tenê ji wan jî, tevlîhev bike yan jî jibîra bike, temamê wan kinc, riziq, derman û sîlehên wan ên ku layiqî wan in, ew bi xwe bide wan, tu dê fam bikî ku gelo ew zat, ka çendîn derece muqtedîr, muşfîq, adil û kerîm e. Çunkî gava di tabûrekê de, ji deh milletan ferd hebin, pir zor û zehmet e ku cilên cihê cihê li wan bête kirin û ew bên techîzkirin. Îca ji ber vê mecbûriyetê, di wê de çi cûre cins hebin jî, bi yek awayekî tên techîzkirin.
Eve eynî wisa jî, heke tu bixwazî cîlweya navê Heq û Rehmanur Rehîm a Cenabê Heq a di nav 'edl û hîkmetê de bibînî, li wê artêşa muhteşem a nebatat û heywanat ku di demsala beharê de, konên wan, li ser rûyê erdê hatiye danîn û ji çarsed hezarî pêk tên, binihêre ku temamê wan milletan û wan taîfeyan, digel ku di nav hev û din de ne jî, libasa her yekî ji wan cihê, erzaqê wan cuda, çek û sîlehên wan cihê, teherê jiyana wan cihêrengî, talîmên wan cihê, terxîsên wan cuda ne jî û digel ku îqtîdareke wan a ku hewcedariyên xwe pê tedarik bikin û zimanekî wan ê daxwaziyên xwe pê bivên, tuneye jî, tu xweş bal û dêhna xwe bide wê mîzan û întîzama di nav daîreya hîkmet û 'edlê de û lê temaşe bike û bi çavê serê xwe bibîne; bê ka çawa yek hebekî tenê, ji wan şaş nake, jibîra nake, tevîhev nake û xweş terbiye dike, tedbîra wan dibîne û wan îdare dike.
De ka gelo tu îmkan heye ku tiliya tu kesî têkilî karûbarekî wiha bi întîzam û mîzaneke ku merivan dixe heyretê û gelek muhît e bibe? Ji bilî Wahidê Ehed, Hakimê Mutleq, Qedîrê Kullî Şey, ka heddê çi tiştî ye ku karibe destê xwe dirêjî vê hunerê, vê tedbîrê, vê rubûbiyetê, vê tedwîrê bike? Ka kîjan sedem dikare têkil bibe û mudaxele bike?
Nukteya Çaran:
Tu dibêjî: Ew hezkirinên min ên cihê cihê û muxtelîf ku ez ji teaman, ji nefsa xwe, ji hevsera xwe, ji dê û bavê xwe, ji zaroyên xwe, ji ehbabên xwe, ji weliyan, ji nebiyan, ji tiştên xweşik, ji beharê û ji wan tiştên dunyayî hez dikim, gava ku li gor wê terzê be ku Quran ferman dike, ka gelo encamên wê yên çawa hene û çi feydeyên wan hezkirinan hene? Bersiva Wê: Ji bo beyankirina hemû encamên wê, pêdivî bi nivîsandina kitêbeke mezin heye. Hema a niha, bi kurtebêjî, tenê dê du encamên wê bên destnîşankirin. Serê pêşî, ew encamên wê yên mu'eccel ên li dunyayê dê bên beyankirin. Dûre dê encamên wê yên li axretê diyar dibe/xuya dibe bên beyankirin.
Çawa ku berê jî hat beyankirin, di wan hezkirinên ehlê xeflet û ehlê dalaletê de -ku li ser hesabê nefsê ne- gelek zêde bela, elem û zehmetî hene; lê belê sefa, xweşî, lezzet û rehetiyên wan hindik in. Mesela şefqet, ji ber neçarî û kêmqewetiyê, dibe mûsîbeteke bielem. Muhebbet, ji rûyê veqetînê, dibe tiştekî dilpêşewitînê. Lezzet, ji rûyê zewalê, dibe şerbeteke bijehr. Axret ku heye, îca ji ber ku ew [hezkirin] ne li ser hesabê Cenabê Heq bûn, an bê feyde ne, yan jî ji bo wan ezab bi xwe ye. (heke ketibin gunehan).
Pirs: Ew hezkirina ji enbiya û weliyan, ka bi çi awayî bê feyde dimîne?
Bersiva Wê: Ew hezkirina ehlê teslîsê ku ji Îsa eleyhîsselam dikin û ew hezkirina ku rafizî, ji Hezretî Elî rediyellahu enhu dikin çawa bê feyde dimîne, mîna wan e. Heke ew hezkirin, li gor wî terz û teherî bin ku Quran wê îrşad dike û li ser hesabê Cenabê Heq bin û bi navê wê muhebbeta Rehman bin, wê gavê hem li dunyayê hem li axretê, encamên baş ji wan re hene.
Îca li dunyayê, ew hezkirina ji teamên xweş û ji meyweyên xweşik ku heye, nîmetekî bêelem e û lezzeteke wisa ye ku şukur bi xwe ye.
Hezkirina ji nefsê jî ew e ku meriv, li ser wê bi merhemet be, wê terbiye bike û wê ji wan hewesên bizerar, dûr bigre. Gava tu wiha bikî, nefs li te siwar nabe û ew te ji hewaya xwe re nake hêsîr; belkî îca tu li nefsa xwe siwar dibî. Wê hingê tu wê sewqî hewayê nekî; tu dê wê sewqî hudayê/hîdayetê bikî.
Ew hezkirina te ya ji hevsera te, madem li ser bingeha wê xweşiya exlaq û kana şefqetê û li ser ku ew ji te re xelateke rehmetê ye hatiye avakirin û danîn. Gava tu bi awayekî semîmî û jidil ji wê hez bikî û li wê merhemet bikî, ew jî dê bi awayekî jidil ji te re hurmet bike û dê ji te hez bike. Her ku hûn her du pîr û kal bibin, ew rewşa we ya li ser hurmet û muhebbetê, zêdetir dibe; bi vî awayî tu, li ser bingeheke mesûdî, jiyana xwe berdewam dikî. Lê belê, gava ne wisa be û ew hezkirina te, li ser wê xweşikahiya şikl û şemalê be û nefsanî be, ew muhebbet, zû xera dibe, bi ser de jî wisa tê serê we ku ew munasebet û têkiliyên navbera we jî, bê xêr û bêr dimînin. Ew hezkirina te ya ji dê û bavê te, ji ber ku li ser hesabê Cenabê Heq e, hem îbadet e, hem jî, her ku ew pîr û kal dibin, tu wê hurmet û muhebbeta xwe, ji wan re zêdetir dikî. Tu bi hesteke gelek zêde, bi hîmmet û xîreteke pir merdane, imirdirêjiya wan divêy/dixwazî û ji bo berdewamiya jiyana wan, tu dua dikî û bi ser de jî, tu wiha dibêjî: "Ez imrekî dirêj ji wan re dixwazim; da ku bi xêra serê wan, ez hîna bêhtir bibim xwedanxêr." û tu bi vê xêrxwaziyê, diçî destê wan radimûsî û tu ji vê jî, tehm û lezzeteke gelek mezin a ruhî distînî. Lê belê, gava tu bi awayekî nefsanî û dunyayî bifikirî û bînî bîra xwe ku ew [dê û bav], pîr û kal dibin, ji min re dibin bar û piştî û gava tu, bi çavekî xêrnexwaz li wan binihêrî û tu bi hesteke herî suflî û herî zikreşî, ji wan çavtengî bikî û li wan sergiranî bikî, xwe li hember wan sar bikî û ew zatên muhterem, digel ku wesîleya jiyana te ne, tu rabî, wisa bi awayekî xilêletî, mirina wan bixwazî, ha ev ku heye, elemeke wehşî û bikeder a ruhanî bi xwe ye.
Îca ew hezkirina te ya ji zarokên te ku heye, Cenabê Heq, ew mexlûqên xwînşîrîn û cirxweş emanetî çavdêrî û perwerdehiya te kirine. Ev hezkirina ha, ji bo te, hezkirineke biseadet e û nîmet bi xwe ye. Tu, ne zêde bi mûsîbetên wan dikeribî; ne jî bi mirinên wan zêde bêhêvî dimînî û feryad dikî. Çawa ku berê jî behsa wan hat kirin, ji ber ku Xaliqê wan, hem Hekîm e hem Rehîm e, tu wiha dibêjî: "Ji bo wan mirin, seadetek e." Îca tu bi xwe jî, li ser rehmeta zatê ku Wî ew dane te difikirî û bi vî awayî tu ji wê kerb û elema veqetînê, xelas dibî.
Ew hezkirina te ya ji ehbaban, madem lîllah e. Ew veqetîna ji ehbaban, hetta mirina wan, ji ber ku li pêşiya sohbet û uxuwweta te nabe kelem û asteng, tu ji wê hezkirina manewî û ji wê têkildariya ruhanî îstîfade dikî. Û tehm û lezzeta mulaqatê, dibe daîmî. Lê gava ne lîllah be, encama lezzeta yek rojekê, dibe sedemê elema sed rojên veqetînê.
{* Haşiye: Yek saniyeyeke mulaqatê, ji bo lîllah, salek e. Gava ji bo dunyayê be, salek tam, yek saniyeyek e.}
Ew hezkirina te ya ji enbiya û ewliya ku heye, ew alema berzexê ku ji ehlê xefletê re, weke wehşetgeheke zêde-tarî dixuyê, ji ber ku bi hebûna wan [merivên kamil û] nûraniyan, dikeve sûretê wan menzîlgehên ronîdar, tu ji ber çûna xwe ya wê alemê, nakevî tewehhuş û dehşetê; berevajiyê wê, bi te re hesta meyl û xwestinê çê dike û nahêle ku lezzeta vê jiyana te ya dunyayê bireve. Ku ne wisa bûya û gava ku ew hezkirina te ya ji wan, mîna wê hezkirina ehlê medeniyetê ku ji navdarên merivahiyê hez dikin bûya, tu dê bifikiriyay ku ew merivên kamil, fanî ne û diçin zewalê û dê di wî mezelê ekber ê rabirdûyê de birizin û ji ber van metirsî û fikaran jî, dê kedereke din jî, bi ser vê jiyana bielem de zêde bike. Ango difikire ku: "Ez jî dê biçim wî mezerê herî mezin ku ew bi xwe, wan kamilan dirizîne." Û bi çavekî tije şik û guman û fikar li goristanê dinihêre, axîn jê diçe. Îca gava bi wê nêrîna çavê pêşî binihêre, difikire ku wan merivên kamil, kinc û libasa xwe ya cisimî, li rabirdûyê hiştiye û ew, li wê alema berzexê ku salona ayendeyê/dahatûyê ye, bi rehetî û hêsahiyeke tam, îqamet dikin û êdî ew jî, gava li goristanê dinihêre, bêhna wî derdikeve.
Ew hezkirina te ya ji wan tiştên xweşik, madem li ser hesabê Sani'ê wan e û bi vî awayî ye ku dibêjî: "Çiqas xweşik hatine çêkirin!" Ha ev hezkirina te, digel ku tefekkureke lezîz e jî, berê çavê wê nêrîna te ya husunperest û cemalperest, dide ser defîneyên wan mertebeyên cemala balatir û muqeddestir ku bi hezaran caran hê xweşiktir e û li wan dide nihêrtin. Çunkî ji wan berhem û eserên xweşik, derbasî wan fî'îlên Îlahî dide kirin. Di wê de, rê ji xweşikahiya esma [navan/îsman] re vedike; ji wirê jî, rêya xweşikahiya sifetan vedike, di wirê de jî, îca bi aliyê wê cemala bêmîsal a Zatê Zulcelal ve, di dilan de rê vedike. Ha gava ev hezkirin bi vî awayî be, hem bi tehm û lezzet e, hem îbadet e û hem tefekkur e.
Îca ew hezkirina te ya ji ciwantiyê ku heye, madem te bi awayekî wisa hez kiriye ku ev ciwantî, nîmetekî xweşik ê Cenabê Heq e. Helbet tu dê wê ciwantiyê, di îbadetan de serf bikî û tu, wê ciwantiyê di sefîhiyê de nadî fetisandin û wê nakujî. Nexwe ew îbadetên ku di wê ciwantiyê de tu qezenc dikî, meyweyên baqî yên wê ciwantiya fanî ne. Her ku tu pîr û kal bibî, digel ku tu dê wan meyweyên baqî yên ku başî û qenciyên ciwantiyê ne, bi dest dixî; îca tu ji wan zerar û zêdegaviyên ciwantiyê jî difilitî. Jixwe di pîrûkaliyê de, tu difikirî ku ez, bêhtir di îbadetan de muweffeq dibim û bêhtir dibim layiqê merhemeta Îlahî. Bi ser de jî, çawa ku ehlê dalaletê, bi qasî pênc-deh salan li tehm û lezzeta ciwantiyê ditamije, peyre jî, îca pêncî salî heyfa xwe bi xwe tîne û dibêje "Hey wax! Ciwantiya min qediya çû" û li ser ciwantiya xwe digrî, îca tu dê wisa nekî û negrîy. Çawa yekî ji wan ên ku guneyê xwe bi xwe aniye û li ser ciwantiya xwe giriyaye û gotiye:
ﻟَﻴْﺖَ ﺍﻟﺸَّﺒَﺎﺑَﺔَ ﻳَﻌُﻮﺩُ ﻳَﻮْﻣًﺎ ﻓَﺎُﺧْﺒِﺮُﻩُ ﺑِﻤَﺎ ﻓَﻌَﻞَ ﺍﻟْﻤَﺸِﻴﺐُ
Ango, "Xwezî ciwantiya min rojekê vegeriya bihata, vê pîrûkaliyê çi aniye serê min, min dê jê re gilî bikira û min dê ew pê agahdar bikira."
Ew hezkirina ji tiştên bixeml û bixêz ên mîna beharê jî, madem ji hêla temaşekirina li wan sen'etên Îlahî ve ye. Wê gavê heke behar here jî, tehm û lezzeta temaşekirinê, wenda nabe. Çunkî behar, mîna nameyeke sîmkirî ye; lewre tu dikarî her gav li wan wateyên wê temaşe bikî. Xeyalê te û dem, her du jî, mîna wan şirîtên sînemayê, berdewamî didin tehm û lezzeta wê temaşekirinê û wisa dikin ku wate û rindiyên beharê, ji te re nû û teze bibin. Ha ji ber xatirê vê yekê ye ku esef, heyf û elema vê hezkirinê, nabe bi heyf, bi mixabinî û bi elemê û îca wisa demborî jî nîne; ev hezkirin dibe bi tehm, bi lezzet û bi sefa.
Hezkirina te ya ji dunyayê, madem li ser navê Cenabê Heq e. Wê hingê ew mewcûdên bidehşet ên dunyayê, ji te re dikevin hukmê wan hevalan ku bêhna te bi wan derdikeve. Ji ber ku tu dunyayê, weke mezreyeke axretê dibînî û bi wî çavî lê dinihêrî û jê hez dikî, tu dikarî di her tiştê wê de, sermaye û meyweyekê bibînî ku feydeya wan, ji axretê re hebe. Êdî ne mûsîbetên wê te dixin dehşetê; ne jî zewal û fenatiya wê, te dilteng dike. Tu bi rehetiyeke tam, li wê mêvanxaneyê, muddetê îqameta xwe derbas dikî. Lê belê, gava tu mîna ehlê dalaletê ji dunyayê hez bikî, me sed carî gotiye ku tu, dê di nav muhebbeteke diltengî, tehdekar, fetisokî ku mehkûmê fanîtiyê ye û çu encam û aqûbeteke wê tuneye de, bifetisî biçî.
Ha, hin hezkiriyên/mehbûbên te, dema ku bi wî awayî bin ku Quran wê îrşad dike, me ji her yekî ji wan, ji sedî tenê yek letîfiyeke wê nîşan da. Dema ku ne di wê rêyê de bin ku Quran wê nîşan dide, îca çawa te dît, jixwe me îşaretî ji sedî yekê zerarên wan kir.
A niha, heke tu bixwazî ku aqûbet û encamên ku Qurana Hekîm, bi wan ayetên xwe yên beyyîne, îşaretî wan dike ku ka ev mehbûb, li wê dara baqîtiyê û li axretê, çawan in, bibihîsî û fam bikî, va ye bal û dêhna xwe bide ser "Muqeddîmeyek" û "Neh Îşaretan"; bê ka aqûbeta wan hezkirinên meşrû, li dara axretê çawa ne. Em jî, dê bi kurtebêjî, ji sedî yek feydeyeke wê nîşan bidin.
Muqeddîme:
Cenabê Heq, bi ulûhiyeta xwe ya celîl, bi rehmeta xwe ya cemîl, bi rubûbiyeta xwe ya kebîr, bi refet û merhemeta xwe ya kerîm, bi qudreta xwe ya 'ezîm, bi hîkmeta xwe ya letîf, wucûda vî merivê piçûk, bi hawas û hissiyatên ewqas zêde û bi ewqas cewarîh û cîhazat; bi aza û aletên ew çend cihêrengî; bi letîfe û manewiyên wisa cûr bi cûr techîz û tezyîn kiriye; da ku bi wan, ew bi xwe, cûreyên bêhed ên nîmetên xwe û qismên wan îhsanên xwe û tebeqeyên rehmeta xwe, bi wî merivî [bi wê merivê] bide hisandin, ragihandin, danaskirin û tamijandin. Hem da ku wan cûreyên bêhed ên wan hezar û yek îsmên xwe, bi wan aletan nîşanî merivan bide; pê bide wezinandin û pê bide hezkirin. Îca ji bo wan her yek alet û cîhazên gelek zêde ku di merivan de hene, xîzmeteke cihê, ubûdiyeteke cihê heye, ji her yekî ji wan re, lezzet, elem, wezîfe û mukafateke cihê heye.
Mesela: Çav, li wan xweşikiyên ku di sûretan de hene û li cûreyên wan mûcîzeyên xweşik ên qudretê ku li alema mubsîratê ne û li ber çavan in, temaşe dike. Wezîfeya çav, ew e ku bi nezer û nêrîna îbretê, ji Sani'ê xwe re şukran bike. Îca ew tehm û lezzet an jî, ew elema ku xasî bi çav û nezerê ye, jixwe tê zanîn; ne hewceyê tarîfê ye.
Mesela: Guh, cûreyên dengan û newayên letîf dibihîse û bi wan letîfeyên rehmeta Cenabê Heq ku li alema mesmûatê [bihîstinê] ne, dihese. Ûbûdiyeteke wî ya cihê, lezzeteke wî ya cihê û mukafateke wî ya cihê jî heye.
Mesela: Seheka bêhnkirinê [quwweya şamme] bi letîfeyên rehmetê ku di taîfeya bêhnan de ne, dihese û pêjna wan dike. Wezîfeyeke wê ya şukranê û lezzeteke wê ya xasî bi wê heye. Helbet mukafata wê sehekê û wê quwweyê jî heye.
Mesela: Ew quwweya zaîqe [seheka tehmgirtinê], zewq ji hemû teaman distîne û bi vî awayî, bi şukreke manewî ya gelek cihêrengî, wezîfe dike. Û mîna van.. ji hemû cîhazên merivan re, nemaze ji wan letîfeyên mezin û muhîm ên mîna dil, aqil û ruh re, wezîfe, lezzet û elemên cihê cihê hene. Eve Cenabê Heq û Hakimê Mutleq ku di vî merivî de [di vê merivê de] cîhazên wiha dane îstîxdamkirin, helbet ucreteke ku layiqî her yekî ji wan be, dê bide wan. Her kes, bi wicdanê xwe, bi wan aqûbetên mueccel ên li dunyayê ku ji ber wan hezkirinên muteeddîd ku ew, berê jî hatin beyankirin, dihese û bi hedseke sadiq, bi awayekî rast û tam, tê îsbatkirin. Îca encam û aqûbetên wan ên li axretê jî, çawa ku bi îcmalî, hebûn û pêkhatina wan a qet'î bi duwazdeh heqîqetên qet'î yên rewneq/ ronîdar ên Kelîmeya Dehan hatiye îsbatkirin û bi şeş asasên zipîzelal ên Kelîmeya Bîst û Nehan hatiye îsbatkirin û peyîtandin, îca bi ser de jî, bi tefsîlî bi ayetên beyyînî yên Qurana Hekîm ku
ﺍَﺻْﺪَﻕُ ﺍﻟْﻜَﻼ َﻡِ ﻭَﺍَﺑْﻠَﻎُ ﺍﻟﻨِّﻈَﺎﻡِ ﻛَﻼ َﻡُ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟْﻤَﻠِﻚِ ﺍﻟْﻌَﺰِﻳﺰِ ﺍﻟْﻌﻼ َّﻡِ
25 hebûna wan û teheqqûqbûna wan, bi vegotineke fesîh, bi ravekirineke xweş û bi remzan hatiye destnîşankirin, bi awayekî qet'î sabit e ku dê ew pêk bên. Êdî pêdivî tuneye ku em, hîna delîl û burhanên ji van dirêjtir bînin. Jixwe di Kelîmeyên din de, di Meqamê Duduyan ê Erebî yê Kelîmeya Bîst û Heştan de ku li ser Cennetê ye û di Kelîmeya Bîst û Nehan de, gelek delîl hene. Îşareta Pêşî:
Ji bo wê hezkirina meşrû ya bi şukurdarî ji teamên lezîz û ji meyweyên xweşik, encam û aqûbeta axretî heye. Ev jî, ew e ku bi hukmê Quranê, teamên lezîz û meyweyên xweşik ên layiqî Cennetê ne. Û ew hezkirina bi awayekî îştahwarî ye ku ji wan team û meyweyan tê kirin. Hetta ew kelîmeya "Elhemdulîllah" ku tu li ser meyweyên ku li vê dunyayê tu wan dixwî û dibêjî, weke meyweya Cennetê, cisim li wan tê kirin û ji bo te, tên pêşkêşkirin. Li vê derê, tu meyweyan dixwî; li wê derê jî, tu "Elhemdulîllah" dixwî. Ji ber ku tu, di nîmetan de û di nav teaman de în'ama Îlahî û îltîfata Rehmanî dibînî, bi hukmê hedîsê û bi îşaretên Quranê, bi pêdiviya hîkmet û rehmetê sabit e ku ew şukra manewî ya bilezzet, bi awayê teamekî gelek bilezzet, li Cennetê, dê ji te re bête dayin.
Îşareta Duduyan:
Hezkirina te ya meşrû ku li dunyayê, tu ji nefsa xwe dikî, gava hezkirina te ya ji nefsa te, ne li ser hesabê wan xweşiyên nefsê be û tu bi xwe, rabî wan kêmasiyên nefsa xwe bibînî û hewl bidî ku bi şefqetê, wan kêmahiyan temam bikî û nefsa xwe terbiye bikî û wê sewqî xêr û qenciyan bikî, encam û aqûbeta vê ew e ku li Cennetê, ew hezkiriyên ku layiqî wê nefsê ne, dê jê re bêtin dayin. Bi vî awayî, madem nefsê, li dunyayê, ew hewa û hewesa xwe, di rêya Cenabê Heq de, bi awayekî baş û qenc, bi kar aniye... Û wê nefsê, ew cîhazên xwe, ew hest û sehekên xwe, bi awayekî spehî, kiriye ber xizmeta baş. Kerîmê Mutleq jî, weke aqûbeta vê muhebbeta wê ya meşrû û ubûdiyetkarî ku li dunyayê kiriye, bi gelek ayetan hatiye tesrîhkirin û îsbatkirin ku li Cennetê, heftê hulleyên cûr bi cûr ên Cennetê ku celebên xeml û xêzan in û numûneyên wan letafetên Cennetê ne, dê li wê bike û bi heftê cûreyên husn û xweşikiyê ku temamê wan hasseyên di nefsê de hene, dê wê qaîl bike û dê dilê wê xweş bike, dê wê wucûdê bixemilîne [bikemilîne] û dê wan horiyên ku her yek ji wan, di hukmê Cenneteke piçûk a biruh de ye, li dara baqîtiyê bide.
Hem li dunyayê, hezkirina ji ciwantiyê, ango gava ku meriv, hêz û qeweta ciwantiyê, di îbadetan de serf bike, encam û aqûbeta wê jî, li dara seadetê, ciwantiyeke ebedî bi xwe ye.
Îşareta Sisêyan:
Gava meriv, ji refîqeya/hevala heyata xwe di daîreya meşrû de hez bike ango ji wê şefqeta wê ya şîrîn û ji wî xesletê wê yê xweşik û ji wî exlaqê wê yê xweşik hez bike û meriv, bi muhebbeteke semîmî û jidil, refîqeya xwe ya heyatê, ji wan cirnexweşî, serhişkî û ji wan guneyên din biparêze, aqûbet û encama vê hezkirinê, li axretê ev e: Rehîmê Mutleq, wad kiriye ku dê wê refîqeya heyatê, bi awayekî ku ebedî be, ji horiyan spehîtir be, xemilandîtir û balkêştir be, li dara seadetê, weke muhîb û muhbûbeke ebedî bide û dê ew, wan macerayên berê ku li dunyayê çê bûbûn, bi awayekî ku tehm û zewq jê bistînin, ji hev re neqil bikin û dê wan bîreweriyên zemanê berê, bînin bîra hev û dê ji hev û dî re bibin heval û hogirên wisa enîs, letîf û ebedî ku dê bêhna wan gelek zêde xweş bi hev û din derkeve. Tiştê ku Wî ew wad kiriye, helbet û bê guman, tu şik û şubhe tuneye, dê bide.
Îşareta Çaran:
Îca gava meriv, bi muhebbeteke meşrû, ji dê û bavan û ji zarokan hez bike, hukmê Quranê heye ku, heke meqamên wan cihê û cuda be jî, Cenabê Erhemer-Rahîmîn, dîsan wê tehm û lezzeta sohbetê, bi awayekî safî, li wê dara baqîtiyê, bi şiklekî husn û muaşereteke ku layiqî Cennetê be, bi mukafata ebedî, li wan îhsan dike û ew zarokên ku berî ketina panzdehsaliyê, ango ew zarokên ku neketine heddê balixbûnê û wefat dikin, bi awayê ﻭِﻟْﺪَﺍﻥٌ ﻣُﺨَﻠَّﺪُﻭﻥَ26 ku weke zarokên Cennetê tên tarîfkirin, di teherekî layiqî Cennetê de, bi awayekî gelek xemilandî, xwînşîrîn, Cenabê Heq, wan li Cennetê dide hemêza dê û bavê wan û ew diçin ser milê dê û bavê xwe û Cenabê Heq, wê hest û pêjna dê û bavan a zarokperweriyê, têr û memnûn dike û wê zewq û lezzetê, ebedî dide wan. Lewre, ji ber ku zarok, neketine sinnê teklîfê [ango negihîştine wî imrê ku meriv, li ber ferman û nehyên dînî dibe berpirsiyar û dema balixbûnê], dê weke zarokên ebedî, xwînşîrîn û cirxweş bimînin. Çi tiştê xweş ê ku li dunyayê, bi tehm û lezzet hene, îca bi awayekî gelek ji wan zêde xweştir, li Cennetê hene. Lê belê, ji ber ku Cennet, ne ciyê zabûn û zêdebûnê ye, dihat zennkirin ku ew lezzeta hezkirina ji zarokan û şabûna bi wan, li Cennetê tuneye. Ha bi vî awayî ew bi xwe jî, li Cennetê heye. Bi ser de jî, bi awayekî herî zewqawer û herî şîrîn heye. Erê, mizgîn li wan be ku zarokên wan ên berî balixbûnê wefat kirine.
Îşareta Pêncan:
Bi delîlê Quranê sabit e ku bi hukmê "El Hubbu Fîllah", meriv gava li dunyayê, ji ehbabên salih hez bike, aqûbet û encama vê hezkirinê ev e: Bi awayê ku ﻋَﻠَﻰ ﺳُﺮُﺭٍ ﻣُﺘَﻘَﺎﺑِﻠِﻴﻦَ27 tê şîrovekirin, li ser wan îskemleyên ku li Cennetê, li hember hev hatine çêkirin, dê ji xwe re li hev rûnin û bi awayekî xweş, şîrîn û xweşik, têrlezzetî, dê bi hev re sohbet bikin û dê ji hev û dî re behsa wan macerayên dunyayê bikin û wan bîreweriyên xwe yên qedîm, dê bînin bîra hev û dê kêfa hev bînin û bi muhebbet û sohbeteke safî ya ku di wan de veqetîn û jihevdûrketin tuneye, ew û ehbabên xwe, dê hev bibînin. Îşareta Şeşan:
Encam û aqûbeta wê hezkirina ji enbiya û ewliya ku Quran, wê hezkirinê tarîf dike ew e ku meriv, dê ji şefaeta wan enbiya û weliyan, li berzex û heşrê îstîfade bike û meriv dê bi xêra wesîleya wê hezkirinê, ji wan meqam û feyzên wan ên gelek ulwî ku layiqî wan in, feyz bistîne. Belê, li gor sirrê ﺍَﻟْﻤَﺮْﺀُ ﻣَﻊَ ﻣَﻦْ ﺍَﺣَﺐَّ28 merivekî [meriveke] herî bêmeqam, dikare bi xêra wê tebaiyeta zatekî meqam-bilind ku jê hez dike, derkeve meqamekî herî bilind.
Îşareta Heftan:
Encam û aqûbeta wê hezkirina meşrû ku meriv, gava li wan tiştên spehî û li beharê binihêre, meriv bi çavê "Çiqas xweşik hatiye çêkirin" mêze bike û meriv, bala xwe bide ser wê xweşikî û întîzama wan fîîlên pişt wan eser û berheman û ji wan cîlweyên wan îsmên xweşik ên ku di pişt întîzama fîîlan de ne, hez bike û meriv, ji wan tecelliyên wan sifetên pişt wan îsmên xweşik hez bike, encam û aqûbeta hezkirinên mîna van ew e ku meriv, dê li dara baqî, bi awayekî ku hezar qatî ji van mesnû'ên ber çavan xweşiktir bin, li Cennetê, dê cîlweyên îsman bibîne û meriv dê wê cemal û sifeta wî ya ku di nava îsman de ye, bibîne. Hetta Îmamê Rebbanî rediyellahu enhu gotiye ku: "Xweşikiyên Cennetê, ew temesulên wan cîlweyên îsman in." De baş bifikire, kûr bal û dêhna xwe bidê.
Îşareta Heştan:
Gava meriv, di dunyayê de, bi awayekî mutefekkirane, ji wan her du rûyên xweşik ên dunyayê hez bike ku rûyekî wê ew e ku dunya, mezra û zeviya axretê ye û rûyê wê yê din jî, ew e ku dunya, eynika wan îsmên Îlahî ye û bi vî awayî jê hez bike, dê Cenneteke baqî ya ku bi qasî dunyayê mezin e; lê belê mîna dunyayê, ne fanî ye, ji merivî/ê re bête dayin. Îca ew îsmên ku li dunyayê, hema tenê ew sî-yên zeîf ên wan îsman ku tên nîşandan, jixwe di eynikên Cennetê de jî, dê bi awayekî herî debdebeyî, bên nîşandan ku çav li ber wan nikarin xwe ragrin. Hem gava meriv, ji aliyê wî rûyê ku dunya, zeviya axretê ye ve, ji dunyayê hez bike, encam û aqûbeta vê hezkirinê, ev e: Dunya, li ber axretê, ciyekî wisa ye ku hema tenê şitil û fîdan tê de tên danîn û mezinkirin. Ha ev hezkirina bi vî awayî, rehmet û hîkmet, hewce û lazim dibîne û bi hukmê hedîs û îşaretên Quranê sabit e ku, Cenneteke wisa, dê ji merivan re bête dayin ku ew sehek, hest û hissiyatên meriv, li vê dunyayê, mîna fîdanên piçûk in, îca li Cennetê, dê bi awayê herî mukemmel gur û geş bibin û ew qabiliyetên meriv ku li dunyayê, di hukmê toxumên piçûçok de ne, dê bi wan cûreyên lezzetan û kemilînan simbil bidin û bi vî awayî, dê ji merivan re bên dayin. Hem madem ew hezkirina sirf ji dunyayê ku hatiye şermezarkirin û weke ser û sedemê her xetayî hatiye dîtin, merivan dest jê berdaye û merivan, ji wan her du rûyên dunyayê ku rûyek, li îsmên Xwedê dinihêre rûyê dî jî, li axretê dinihêre, ji bo wan îsman û ji bo axretê, ji dunyayê hez kiriye û wan, bi fikra îbadetê, ew her du rûyên dunyayê şên û xweş kirine, hema hema wan wisa kiriye, mîna ku bi temamê dunyaya xwe, îbadet kiribin. Helbet pêdiviya rehmet û hîkmetê ye ku ew, mukafateke bi qasî dunyayê bistînin. Hem madem, ji ber xatirê ku dunya, zeviyeke axretê ye, wan jê hez kiriye û ji ber xatirê muhebbeta Cenabê Heq, ji wê dunyaya ku eynika wan navên Xwedê ye hez kiriye, helbet, mehbûbekî wisa dixwaze ku bi qasî dunyayê be. Îca ew jî, Cenneteke wisa ye ku bi qasî dunyayê ye.
Pirs: Cenneteke ewqas mezin û xalî, ka bi kêrî çi tê?
Bersiva wê: Çawa gava ku -heke îmkan hebûya- bi sur'eta xeyalê, tu, li temamê ser rûyê erdê û li piraniya stêrkan bigerî, tu dikarî bibêjî "Ev alem hemû, ya min e". Ew şirîkatiya melek, meriv û heywanan [en'aman], tu zerarê nade wî hukmê te. Eynî wisa jî, gava ew Cennet tije be jî, tu dikarî bibêjî "Ew Cennet, a min e." Ew raza ku di hedîsê de heye û dibêje "Ji hin ehlê Cennetê re, Cenneteke wisa tê dayin ku bi qasî pêncsed salî [berfireh û mezin] e" di Kelîmeya Bîst û Heştan de û di Lem'eya Îxlasê de hatiye beyankirin.
Îşareta Nehan:
Encam û aqûbeta îman û muhebbetullahê, bi îttîfaqa ehlê keşf û tehqîqê û bi hedîsa qet'î û bi hukmê Quranê sabit e ku muşahede û ruyeta Zatekî Zulcelal e ku xwedî cemal û kemaleke qudsî û munezzeh e. Îca hezar sal jiyana mesûdî ya dunyayê, ne hêjayê yek saeteke heyata Cennetê ye û hezar salên wê heyata li Cennetê, ne hêjayî yek saeteke wê ruyeta Wî Zatê Zulcelal e.
{* Haşiye: Bi hukmê hedîsê, "Ew şuhûd û temaşe, wisa zêde raserî temamê wan lezzetên Cennetê ye ku ew, wan dide jibîrakirin. Îca di pey wê şuhûd û temaşeyê de, husn û cemala wî ehlê ku wan ruyet dîtiye, wisa zêde û zaf dibe, dema ku ew vedigerin, ew malbatên wan ên li serayan, digel ku gelek zêde bal û dêhna xwe didin ser wan jî, bi zorê ancax dikarin wan nas bikin." Ev jî di hedîsan de warid bûye.}
Her kes, bi wicdanê xwe mereq dike; bê ka ew kemala muhteşem a zatekî mîna Hezretî Suleyman eleyhîsselam ku nav û deng daye çawa ne, bibîne û dîsan her kes di dilê xwe de dixwaze ku li zatekî bijarte yê mîna Hezretî Yusûf eleyhîsselam ku xwedî cemal e, temaşe bike. Îca, ruyeta Zatekî ku ew xweşikahî û kemalên Cennetê ku bi hezaran qatî ji temamê wan xweşikahî û kemalên dunyayê mezintir in û temamê wan xweşikahî û kemalên Cennetê jî, hema tenê ji yek cîlweyeke cemal û kemala Wî ne. Eve, li ruyeta Zatekî wiha, çiqas zêde tê rexbetkirin û çendîn derece mereqawer e û şuhûda/dîtina wî, çiqas divê bête xwestin û hêjayî mereqê ye, tu bikaribî qiyas bikî, bike.
ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺍﺭْﺯُﻗْﻨَﺎ ﻓِﻰ ﺍﻟﺪُّﻧْﻴَﺎ ﺣُﺒَّﻚَ ﻭَ ﺣُﺐَّ ﻣَﺎ ﻳُﻘَﺮِّﺑُﻨَﺎ ﺍِﻟَﻴْﻚَ ﻭَ ﺍْﻻ ِﺳْﺘِﻘَﺎﻣَﺔَ ﻛَﻤَﺎ ﺍَﻣَﺮْﺕَ ﻭَ ﻓِﻰ ﺍْﻻ َﺧِﺮَﺓِ ﺭَﺣْﻤَﺘَﻚَ ﻭَ ﺭُﻭْٔﻳَﺘَﻚَ
ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻚَ ﻻ َ ﻋِﻠْﻢَ ﻟَﻨَٓﺎ ﺍِﻻ َّ ﻣَﺎ ﻋَﻠَّﻤْﺘَﻨَٓﺎ ﺍِﻧَّﻚَ ﺍَﻧْﺖَ ﺍﻟْﻌَﻠِﻴﻢُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ
ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺻَﻞِّ ﻭَ ﺳَﻠِّﻢْ ﻋَﻠَﻰ ﻣَﻦْ ﺍَﺭْﺳَﻠْﺘَﻪُ ﺭَﺣْﻤَﺔً ﻟِﻠْﻌَﺎﻟَﻤِﻴﻦَ ﻭَ ﻋَﻠَﻰ ﺍَﻟِﻪِ ﻭَ ﺻَﺤْﺒِﻪِ ﺍَﺟْﻤَﻌِﻴﻦَ ﺍَﻣِﻴﻦَ
29
* * * MEQAMÊ DUDUYAN Ê LEM'EYA ÇARDEHAN
Ji wan bi hezaran razên ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِtenê behsa şeş razan dike.
Îxtar:
Di hêla rehmetê de, nûreke biriqandî ya Bîsmîllah, ji aliyê dûr ve, ji aqilê min re xuya bû. Min xwest ku ez wê nûrê, ji bo nefsa xwe, di şiklê notayê de qeyd bikim.. Û min xwest ku ez bi qasî bîst-sî razî, daîreyekê li dora wê nûrê bidim xêzkirin û bi vî awayî, nêçîra wê bikim û wê zebt bikim; mixabin heta niha, ez tam negihîştime wê daxwaza xwe. Ji bîst-sî razî, daket pênc-şeşan.
Dema ku ez dibêjim "Hey însan!" mebesta min pê, nefsa min e. Digel ku ev ders, xasî bi nefsa min bû jî, bi niyeta ku ev ders, ji bo wan zatên ku ji aliyê ruhî ve, bi min re têkiliya wan heye û nefsa wan, ji nefsa min hişyartir e, belkî bibe medarê îstîfadeyê, ez weke Meqamê Duduyan ê Lem'eya Çardehan, hewaleyî rastdîtina birayên xwe yên lêkolîner dikim. Ev ders, ji aqilan zêdetir, li dilan dinihêre; ji delîlan zaftir, li zewqê dinihêre. ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ
ﻗَﺎﻟَﺖْ ﻳَٓﺎ ﺍَﻳُّﻬَﺎ ﺍْﻟَﻤَﻠَﻮُٔ ﺍ ﺍِﻧِّٓﻰ ﺍُﻟْﻘِﻰَ ﺍِﻟَﻰَّ ﻛِﺘَﺎﺏٌ ﻛَﺮِﻳﻢٌ ﺍِﻧَّﻪُ ﻣِﻦْ ﺳُﻠَﻴْﻤَﻦَ ﻭَ ﺍِﻧَّﻪُ ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ
30
Di vî Meqamî de, dê behsa çend sirran/razan bête kirin.
Raza Pêşî:
Min cîlweyeke ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِwiha dît ku: Li ser sîmayê
kaînatê, li ser rûyê erdê û li ser sîmayê merivan, sê mohrên rubûbiyetê hene ku di nav hev de ne û nimûneyên hev nîşan didin.
Yek jê, ew mohra mezin a ulûhiyetê ye ku ji teawun, tesanud, hevhemêzkirin û tecawuba ku li ser temamê kaînatê ye derdikeve ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِku li wê dinihêre.
A duduyan, ew mohra mezin a rehmanî ye ku ji teşabuh, tenasub, întîzam, însîcam, lutûf û merhemeta ku di daîreya tedbîr, terbiye û îdareya wan nebatat û heywanên li ser sîmayê kureya erdê de ye derdikeve ku ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِli wê dinihêre. Peyre ew mohra bilind a rehîmiyetê ye ku ji letîfeyên refet û deqîqên şefqet û şûayên merhemeta Îlahî yên li ser sîmayê wê mahiyeta giştî ya merivan derdikevin ku ew ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِa di ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِde, lê dinihêre.
Nexwe ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِûnwana qudsî ya wan sê mohrên ehediyetê yên li ser rûpelê alemê, weke rêzeke nûranî çê bûye û xeyteke qewî û xetteke ronak a wan mohran e, ango ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِçawa ku ji jorê nazil dibe, serê wê, digihîje merivan; îca meriv ku heye, meyweya kaînatê ye û mînakeke biçûk a alemê ye. Ev ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِrêyeke wisa ye ku Ferşê bi Erşê re girê dide û dibe rêyeke wisa ku meriv, pê derdikeve Erşa însanî.
Raza Duduyan:
Qurana Mucîzulbeyan, ji bo ku di nav Wahidiyeta ku li ser kesreta mexlûqên bêhed tezahur dike de, aqilan nexeniqîne, daîma di nav wê Wahidiyetê de cîlweya Ehediyetê nîşan dide. Ango, mesela çawa ku tav, bi ronahiya xwe, tiştên bêhed îhate dike. Îca ji bo ku li ser zatê tavê ku di temamê ronahiya wê de heye, muleheze bête kirin, tesewwureke gelek fireh û nêrîneke biîhate lazim e. Lewre ji bo ku zatê tavê nede jibîrakirin, di her tiştekî ku dibiriqe de, zatê tavê, bi wesîteya teyisandina wê nîşan dide. Û her tiştê ku dibiriqe, li gor qabiliyeta xwe, tevî cîlweya zatî ya tavê, taybetiyên wê yên mîna roniya wê û germa wê nîşan dide. Û her tiştê ku dibiriqe, tavê, bi tevî temamê sifetên wê, li gor qabiliyeta xwe, çawa ku nîşan dide; îca her yek ji wan wesfên wê yên mîna ronahî, germ û ew heft rengên ku di ronahiya wê de hene jî, temamê wan tiştên ku li pêşberî wan in, îhate dikin. Wisan jî, "we lîllahî meselul ela" Ehediyet û Semediyeta Îlahî, di her tiştî de, bi taybetî di xwedanjiyanan de, nemaze di mahiyeta eyneya merivan de, bi temamê îsmên xwe, cîlweyeke wê heye. Her yek îsmekê Wî ku ji aliyê Wehdet û Wahidiyetê ve, bi mewcûdan re eleqedar e, temamê mewcûdan îhate dike. Ha ji bo ku di nav Wahidiyetê de aqilan nefetisîne û ji bo ku dil, Zatê Eqdes jibîra nekin, daîma sikkeya Ehediyeta ku di Wahidiyetê de ye, dide ber çavan ku ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِsê girêkên girîng ên wê sîkkeyê nîşan didin. Raza Sisêyan:
Ê ku vê kaînata bêhed şên dike, li ber çavan e ku rehmet bi xwe ye. Îca yê ku van mewcûdên di nav tarîtiyê de ronî dike, bi eşkerayî dîsan rehmet e.. û yê ku van mexlûqên ku di nav wan îhtiyacên bêhed de digêndirin terbiye dike, eyan beyan dîsa rehmet bi xwe ye.. û çawa ku dar, bi temamê hey-eta xwe, berê xwe dide meyweyên xwe, îca yê ku berê temamê kaînatê, dide ser meriv û li her aliyî, li merivan dide nihêrtin û dike ku bazdin alîkariya meriv, zipîzelal diyar e ku rehmet e.. û yê ku vê fezaya bêhed û vê alema vengî vala û xalî tije dike, ronî dike û şên dike, bîlmuşahede rehmet e.. û yê ku van merivên fanî, ji ebedê re dike namzed û ji zatekî ezelî û ebedî re dike muxeteb û dost, bîlbedahe rehmet e.
Hey însan! Madem rehmet, heqîqeteke mehbûbe ya wiha bihêz, balkêş, xwînşîrîn û mededkar e, tu jî bibêje ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِxwe hişk bi wê heqîqetê ve bigre, ji wê wehşeta mutleq û ji wan elemên wan îhtiyacên bêhed bifilite. Û xwe nêzî textê wî Sultanê Ezel û Ebedê bike û bi xêra şefqet û şûayên wê rehmetê, xwe ji wî Sultanî re bike muxeteb, xelîl û dost.
Erê, ku new'ên kaînatê, di daîreya hîkmetê de, li derdora merivan tên komkirin û ji ber ku hemû pêdiviyên meriv, wisa bi awayekî tam întîzamî, bi bayê bezê diçin alîkariya meriv, xweş diyar e ku ji du awayan yek e: Yan her cûre û new'ên kaînatê, xwe bi xwe merivan nas dikin, îtaeta merivan dikin û baz didin alîkariya merivan. Îca ev, sed derece dûrî aqilan e û bi xwe re jî, gelek muhalan tîne. Çunkî li gor vê, divê ku bi wan merivên ku ew bi xwe neçar û bêçareyên mutleq in re, qudreta sultanekî mutleq ê pir biqewet hebe.. Yan jî, ev alîkariya ku bi merivan re tê kirin, bi ilmê Qedîrekî Mutleq ku li pişt perdeya vê kaînatê ye, dibe. Nexwe, ew new'ên kaînatê, ne ku merivan nas dikin; belkî, ew bi xwe, delîlên naskirin û pêzanîna wî Zatî ne ku bi merivan dizane û li wan merhemet dike.
Lo merivo! Lê merivê! Aqilê xwe bide serê xwe. Ka qet mumkin e gelo ew Zatê Zulcelal ê ku berê temamê cûreyên wan mexlûqan, dide aliyê te û dike ku temamê wan mexlûqan, destê alîkariyê dirêjî te bikin û ji hacetên te re bibêjin lebbeyk; lê belê îca ew Zat ku heye, bi te nizanibe, ew bi xwe, te nas neke û te nebîne?
Madem ew bi te dizane, bi rehmeta xwe diyar dike ku ew, bi te dizane, tu jî, bi Wî bizanibe, bi hurmetkarî nîşan bide ku tu jî pê dizanî. Û bi awayekî qet'î fam bike ku helbet ew heqîqeta rehmetê ya ku hîkmet, înayet, ilim û qudretê di xwe de dihewîne bi xwe ye ku ji mexlûqekî mîna te yê ku zeîfê mutleq e û acizê mutleq e û feqîrê mutleq e, fanî û piçûk e re, wiha vê kaînata muhteşem, musexxer dike û dişîne hawar û gazina te. Ha, rehmeteke wiha, şukreke kullî û xalis; hurmeteke jidil û safî ji te dixwaze. Eve vê ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِku tercuman û unwana wê şukura xalis û wê hurmeta safî ye, bibêje, wê, ji wusûla wê rehmetê re bike wesîle û li ber dergayê wî Rehmanî, bike şefaetkar.
Belê, hebûn, rastbûn û teheqqûqa rehmetê, bi qasî rojê zahir e. Çunkî çawa ku neqşeke navendî, ji întîzam, tevn û hunandina wan atqî û benên ku ji her aliyî ve tên pêk tê, wisa jî, ew atqiyên nûranî ku di daîreya mezin a vê kaînatê de, ji cîlweyên hezar û yek navên Îlahî dirêj dibin tên, li ser rûyê kaînatê, di nav mohreke rehmetê ya wisa de, xatemeke rehîmiyetê û neqşekî şefqetê dihûne û xatemeke înayetê ya wisa nesc dike û çê dike ku ji rojê ronîtir, dibiriqe û ji rojê zaftir xwe nîşanî aqilan dide. Erê, ew Rehmanê Zulcemal ku roj û heyvê; unsur/ element û madenan; nebatat û heywanan, mîna benên wê atqiya neqşekî 'ezem, bi şûayên wan hezar û yek navan bi keys dike û ji jiyanê re dike qewraş, xulam û xizmetkar û bi wê şefqeta gelek şîrîn û fedakar a temamê wan walîdeyên heywanî, şefqeta xwe nîşan dide û xwedîjiyanan jî, dike musexxer û fermanberê jiyana merivan û bi vî awayî, neqşekî 'ezem ê gelek xweşik û şîrîn ê rubûbiyeta Îlahî û girîngiya merivan nîşan dide û rehmeta xwe ya herî ronak îzhar dike, helbet, li ber wê dewlemendiya xwe ya mutleq, ji wan xwedîjiyan û merivên ku di nav îhtiyacên mutleq de ne re, rehmeta xwe kiriye şefaetkarekî meqbûl.
Lo merivo! Lê merivê! Heke tu meriv bî, bibêje ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِû ji xwe re wî şefaetkarî bibîne. Erê, yê ku li ser rûyê zemînê, çar sed hezar taîfeyên muxtelîf ên nebatat û heywanan, wisa cihê cihê, tenê yek hebekî jî jibîra nake û şaş nake, tam di weqtê wan de, bi întîzameke kamil, bi hîkmet û înayetê terbiye dike, îdare dike û di sîmayê kureya erdê de, xatema ehediyeta xwe bi cî dike, bîlbedahe, belkî bîlmuşahede, rehmet bi xwe ye. Îca hebûna wê rehmetê, bi qasî hebûna wan mewcûdên ku li ser rûyê vê kureya erdê ne, qet'î ye û bi qasî hejmara wan mewcûdan, delîlên teheqqûqa wê rehmetê hene. Belê, çawa ku li ser rûyê zemînê, xatemeke rehmetê û mohreke ehediyetê ya wisa heye, li ser sîmayê wê mahiyeta manewî ya merivan jî, mohreke rehmetê ya wisa heye ku ji wê mohra merhemetê ku li ser sîmayê kureya erdê ye û ji wê xatema uzma ya ku li ser sîmayê kaînatê ye, ne biçûktir e [ne hindiktir e]. Meriv dibêje qey camiiyeteke wê ya wisa heye ku di hukmê nuqteyeke wê ya mîhrakî ya wan cîlweyên hezar û yek navan de ye. Hey însan! Ka hîç mimkun e gelo, Zatekî ku ev sîma daye te û di wî sîmayî de, Wî, wiha mohreke rehmetê û xatemeke ehediyetê bi cî kiriye, îca rabe te serîberdayî berde, girîngî nede te, bal û dêhna xwe nede ser tevger û hereketên te û bi ser de jî, temamê vê kaînata ku berê çavê wê li te ye, beredayî, li haşê çê bike; dara xulqiyetê jî, bike delavê dareke wisa ku meyweyên wê kurmî, petiyayî û bêqîmet bin? Hem [ka tu îmkan heye gelo] wê rehmeta xwe ya ku bi tu awayî şik û şubhe qebûl nake; eynî mîna rojê li ber çavan e û wî hîkmetê xwe yê ku mîna tîrêjên tavê dixuyê, bide înkarkirin û mandelkirin?
Hey însan! Bizanibe ku, ji bo ku meriv bigîhije erşê wê rehmetê, mîracek heye. Îca ew mîrac ku heye, ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِbi xwe ye. Gava tu bixwazî fam bikî ku ka ev mîrac çiqas girîng e, li serê wan sed û çardeh sûreyên wê Qurana Mûcîzul Beyan binihêre û li destpêka hemû kitêbên pîroz û li destpêka hemû karûbarên mubarek binihêre. Îca delîlekî herî qet'î, ji wî qedrî û wê qîmeta mezin a Bîsmîllah re ev e ku gelek muctehîdên mezin ên mîna Îmamê Şafîî (r.e.) gotiye: "Bîsmîllah, digel ku tek yek ayetek e jî, di Quranê de, sed û çardeh caran nazil bûye." Raza Çaran:
Tecelliya wahîdiyetê ku di nav kesreta bêhed de ye û meriv xîtaba ﺍِﻳَّﺎﻙَ ﻧَﻌْﺒُﺪُ31 dibêje, têra her kesî nake. Fikir, ji hev belav dibe. Ji bo ku meriv karibe li wî Zatê Ehediyetê ku di pişt wê wehdeta ku di temamê wê de ye, têrbaş bifikire û bibêje ﺍِﻳَّﺎﻙَ ﻧَﻌْﺒُﺪُ ﻭَ ﺍِﻳَّﺎﻙَ ﻧَﺴْﺘَﻌِﻴﻦُ32 divê dilekî meriv hebe; ku bi qasî berfirehiya kureya erdê be. Ji ber vê razê, çawa ku wê mohra ehediyetê, di cuziyatan de, bi awayekî zahir nîşan dide, ji bo ku di her yek new'î de jî, mohra ehediyetê nîşan bide û li ser Zatê Ehed, bi awayekî kûr, dûr û dirêj bifikire, di nav xatema rehmaniyetê de, mohreke ehediyetê nîşan dide. Da ku bi awayekî bêkulfet û bêzehmetî, her kes, di her mertebeyê de, bibêje ﺍِﻳَّﺎﻙَ ﻧَﻌْﺒُﺪُ ﻭَ ﺍِﻳَّﺎﻙَ ﻧَﺴْﺘَﻌِﻴﻦُû rasterast, berê xwe bide Zatê Eqdes û xîtabî Wî bike.
Ha ji bo ku Qurana Hekîm, vê raza mezin îfade bike, gava di nav daîreya mezin a kaînatê de, behsa xuluqandina esmanan û erdê dike, ji nişka ve, behsa daîreyeke herî piçûk û behsa cuz-eke herî deqîq jî dike; da ku bi awayekî zelal, wê xatema ehediyetê nîşan bide. Mesela di nav wê behsa xulqiyeta esmanan û erdê de, derî li behsa xulqiyeta merivan û ji dengê merivan û ji narîniyên nîmet û hîkmeta ku di sîmayê merivan de ne vedike. Da ku fikir belav nebe, dil nefetise, ruh jî, Mabûdê xwe, rasterast bibîne. Mesela, ayeta
ﻭَﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﺧَﻠْﻖُ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﺍﺧْﺘِﻼ َﻑُ ﺍَﻟْﺴِﻨَﺘِﻜُﻢْ ﻭَ ﺍَﻟْﻮَﺍﻧِﻜُﻢْ
33 vê heqîqeta ku behsa wê hat kirin, bi awayekî mûcîzeyî nîşan dide.
Belê, ew mohrên wehdetê ku di kesreteke bênîhayet de ne û li ser wan mexlûqên bêhed hene, mîna wan daîreyên ku di nav hev de bin, ji ya herî mezin heta mohra herî biçûk, cûre û mertebeyên wan hene. Lê belê, ew wehdet, çiqas be jî, dîsa di nav kesretê de, yek wehdetek e; wê xîtaba heqîqî bi temamî, nikare temîn bike. Ji ber wê, lazim e ku di pişt wehdetê de, mohra ehediyetê hebe; da ku kesretê, neyne bîra merivan û li hember Zatê Eqdes, rasterast ji dilan re, rê veke.
Hem ji bo ku berê çavan bide ser mohra ehediyetê û ji bo ku dilan celb bike, Wî, ew mohreke rehmetê û xatema rehîmiyetê ku neqşekî gelek balkêş û nûreke gelek ronak û helaweteke gelek şîrîn û cemaleke gelek xwînşîrîn û heqîqeteke gelek biquwet e, li ser wê mohra ehediyetê xistiye. Erê, hêz û qeweta wê rehmetê ye ku bal û dêhna çavê xwedîşuûran, bi aliyê xwe ve dikşîne û dibe digihîjîne mohra ehediyetê û Zatê Ehedî, dide mulahezekirin, fikirandin û ji wê jî, dike mezherê wê xîtaba heqîqî ku di ﺍِﻳّﺎﻙَ ﻧَﻌْﺒُﺪُ ﻭَﺍِﻳَّﺎﻙَ ﻧَﺴْﺘَﻌِﻴﻦُde ye.
Ha, ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِji aliyê ku fîhrîsteya Fatîheyê ye û kurtebêjiyeke xweşik a Quranê ye, ji vî sirrê ezîm ê ku behsa wî hat kirin re, bûye ûnwan û tercuman. Yê [ya ] ku vê unwanê bigre destê xwe, dikare di wan tebeqeyên rehmetê de bigere. Û yê ku vî tercumanî dide peyivandin, hînî wan raz û sirrên rehmetê dibe û wan nûrên rehîmiyetê û şefqetê dibîne.
Raza Pêncan:
Di hedîseke şerîf de warid bûye ku:
ﺍِﻥَّ ﺍﻟﻠَّﻪَ ﺧَﻠَﻖَ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥَ ﻋَﻠَﻰ ﺻُﻮﺭَﺓِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ
34 Hinek ji wan kesên ehlê terîqetê, ev hedîsa şerîf, bi awayekî ku ne li gorî eqîdeyên îmanî be, tefsîr kiriye. Hetta hinekan ji wan -ku ehlê eşqê ne- bi çavê ku ew, Sûretekî Rehman e, li wî sîmayê manewî yê merivan nihêrtiye. Îca ji ber ku di piraniya ehlê eşqê de, îstîxraq, jixweçûyîn û tevlihevxistin heye, belkî ew di vê fikra xwe -ku ne li gorî heqîqetê de ye-, mazûr bêtin dîtin. Lê belê, yên ku aqilê wan li serê wan in, wan wateyên ku ne li gorî eqîdeyên îmanê ne, nikarin qebûl bikin. Heke qebûl bikin, xeta dikin.
Belê, ji wî Zatê Eqdes ê ku temamê kaînatê, mîna serayekê, mîna malekê, bi awayekî muntezem îdare dike û stêrkan jî, mîna zerreyan, bi tehereke têrhîkmetî û rehet û têr-hêsa li hev dide zivirandin û digerîne û wan zerreyan jî, mîna memûrên muntezem îstîxdam dike re, çawa ku şirîk, nazîr, zidd û nidd tune ne, bi sirrê
ﻟَﻴْﺲَ ﻛَﻤِﺜْﻠِﻪِ ﺷَﻲْﺀٌ ﻭَﻫُﻮَ ﺍﻟﺴَّﻤِﻴﻊُ ﺍﻟْﺒَﺼِﻴﺮُ
35 îca nabe ku sûret, mîsil, mîsal û şebîhê wî hebe. Çi heye ku bi sirrê
ﻭَﻟَﻪُ ﺍﻟْﻤَﺜَﻞُ ﺍْﻻ َﻋْﻠَﻰ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﻫُﻮَ ﺍﻟْﻌَﺰِﻳﺰُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ
36 bi mesel û temsîlê, li şuunên Wî û li sifet û îsmên Wî tê nihêrtin. Nexwe mesel û temsîl, di hêla nuqteya nezera şuûnan de heye.
Meqsedek ji wan gelek amancên vê hedîsa şerîf ku behsa wê hat kirin, ev e: Meriv, di Sûretekî wisa de ye ku navê Rehman, bi temamî nîşan dide. Belê, çawa ku berê jî me beyan kir, li ser sîmayê kaînatê, navê Rehman, çawa ku ji hezar û yek şûayên navan derdikeve û tezahur dike, li ser sîmayê zemînê jî, navê Rehman, bi cîlweyên bêhed ên rubûbiyeta mutleq a Îlahî tezahur dibe. Îca di Sûretê camî' ê merivan de, bi qasî miqyaseke biçûk, wihareng e ku mîna sîmayê zemînê û sîmayê kaînatê, dîsa cîlweya etemm/mukemmel a wî navê Rehman nîşan dide.
Hem îşaret e ku ew mezherên mîna wan xwedîjiyan û merivan ku delîl û eynikên wî Zatê Rehmanûr Rehîm in, bi awayekî wisa qet'î û zipîzelal delîltî ji wî Zatê Wacîbul Wucûd re dikin ku mîna wê eynika li ber roniya rojê ye û dibiriqe. Îca gava meriv îşaretî ronahiya wê eynika ronak û wan delîlên wazih ku tîmsala rojê, di wan de dixuyê bike û meriv bibêje ku "Ew eynik, roj e." tê wê wateyê, mîna ku meriv, li ser wê zipîzelalbûna delîl û peywendiya bi vê gotina "Di merivan de, Sûretê Rehman heye." gotibe. Îca qismek ji wan ehlê wehdetul wucûdê yên mûtedîl û baş jî, ji ber sirrê "La mewcûde îlla hû"37 li ser eyan-beyanbûna delîliyê û kamiltiya peywendiya wan a bi hev û din re, weke unwanekê gotiye.
ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﻳَﺎ ﺭَﺣْﻤَﻦُ ﻳَﺎ ﺭَﺣِﻴﻢُ ﺑِﺤَﻖِّ ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ ﺍِﺭْﺣَﻤْﻨَﺎ ﻛَﻤَﺎ ﻳَﻠِﻴﻖُ ﺑِﺮَﺣِﻴﻤِﻴَّﺘِﻚَ ﻭَ ﻓَﻬِّﻤْﻨَﺎ ﺍَﺳْﺮَﺍﺭَ ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ ﻛَﻤَﺎ ﻳَﻠِﻴﻖُ ﺑِﺮَﺣْﻤَﺎﻧِﻴَّﺘِﻚَ ﺍَﻣِﻴﻦَ
38 Raza Şeşan:
Hey merivê [meriva] bêçare yê ku di nav neçariya bêhed û feqîriya bêdawî de digêndire! Bi vî fam bike ku rehmet, çi wesîleyeke hêja ye û şefaetkarekî çiqas meqbûl e: Ew rehmet, ji Sultanekî Zulcelal ê wisa re wesîle ye ku stêrk û zerre, tevî hev, bi îtaet û întîzameke kamil, di artêşa wî de xizmet dikin. Îca ew zatê Zulcelal û ew Sultanê Ezel û Ebedê, xwedî îstîxnayeke zatî ye jî. Bi ser de jî, Ew, di nav îstîxnayeke mutleq de ye. Ew, Xeniyyekî 'elel itlaq ê wisa ye ku bi tu awayî, hewcedariya wî bi kaînat û mewcûdan tuneye. Jixwe kaînat hemû, di bin ferman û îdareya wî de ye û ji wê heybet û 'ezemeta wî re, ji serî heta dawî di îtaetê de ye û li ber celala Wî, di zelîliyê de ye.
Eve rehmet, hey însan, te derdixe huzûra wî Mustexniyê elel itlaq û wî Sultanê Sermedî û te ji Wî re dike dost û te jê re dike muxeteb û te dixe rewşa ebdekî hezkirî. Îca çawa ku tu nikarî bigihîjî rojê û tu ji rojê gelek dûr î; lê belê roniya rojê, bi xêra wê eynika te, wê eks û cîlweya rojê dide destê te. Eynî wisa jî, her çendî em, bêhed û hesab ji wî Zatê Eqdes û ji wî Şemsê Ezel û Ebedê dûr in û em nikarin xwe nêzî Wî jî bikin. Lê belê ew roniya rehmeta Wî, Wî nêzî me dike.
Ha, hey însan! Yê [ya] ku vê rehmetê bibîne, xezîneyeke nûrê ya ebedî ku qet naqede, ji xwe re dibîne. Îca çareya dîtina wê xezîneyê jî, sunnet û tabi'bûna Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam e ku mîsal û mumessîlekî herî ronak ê rehmetê ye û lîsan û dellalekî herî belîx ê wê rehmetê ye û bi unwana "rehmeten lîlalemîn" di Quranê de hatiye binavkirin e. Îca ji wê rehmeta mucessem a ku ji rehmeten lîlalemîn re wesîle ye, selewat bi xwe ye. Belê, wateya selewatê, rehmet e. Îca ev selewata ku ji wê rehmeta mucessem a xwedîjiyanan re duaya rehmetê ye, ji bo gihîştina bi wî rehmeten lîl alemînî, wesîle ye. Nexwe, tu jî, ji bo ku bigihîjî wî rehmeten lîlalemînî, selewatê, ji xwe re bike navgîn û wî zatî jî, ji bo rehmeta Rehman, weke wesîle qebûl bike û wisa xwe pê bigre. Îca temamê ummetê, ku bi zêdehiyeke bêhed, li ser wî rehmeten lîlalemînî eleyhîsselatu wesselam, bi wateya rehmetê selewatan didin, bi awayekî gelek ronak îsbat dike ku rehmet, çi diyariyeke hêja ya Îlahî ye û daîreyeke çiqas fireh a wê rehmetê heye.
Elhasil: Pirlenteya herî hêja ya xizneya rehmetê û û dergevanê rehmetê, çawa ku ew zatê Ehmedê eleyhîsselatu wesselam bi xwe ye, mifteha herî pêşî, Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm e û enexdarekî herî rehet û hêsa jî, selewat e. ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺑِﺤَﻖِّ ﺍَﺳْﺮَﺍﺭِ ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ ﺻَﻞِّ ﻭَ ﺳَﻠِّﻢْ ﻋَﻠَﻰ ﻣَﻦْ ﺍَﺭْﺳَﻠْﺘَﻪُ ﺭَﺣْﻤَﺔً ﻟِﻠْﻌَﺎﻟَﻤِﻴﻦَ ﻛَﻤَﺎ ﻳَﻠِﻴﻖُ ﺑِﺮَﺣْﻤَﺘِﻚَ ﻭَ ﺑِﺤُﺮْﻣَﺘِﻪِ ﻭَ ﻋَﻠَﻰ ﺍَﻟِﻪِ ﻭَ ﺍَﺻْﺤَﺎﺑِﻪِ ﺍَﺟْﻤَﻌِﻴﻦَ ﻭَ ﺍﺭْﺣَﻤْﻨَﺎ ﺭَﺣْﻤَﺔً ﺗُﻐْﻨِﻴﻨَﺎ ﺑِﻬَﺎ ﻋَﻦْ ﺭَﺣْﻤَﺔِ ﻣَﻦْ ﺳِﻮَﺍﻙَ ﻣِﻦْ ﺧَﻠْﻘِﻚَ ﺍَﻣِﻴﻦَ
39 ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻚَ ﻻ َ ﻋِﻠْﻢَ ﻟَﻨَٓﺎ ﺍِﻻ َّ ﻣَﺎ ﻋَﻠَّﻤْﺘَﻨَٓﺎ ﺍِﻧَّﻚَ ﺍَﻧْﺖَ ﺍﻟْﻌَﻠِﻴﻢُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ
10
* * * KELÎMEYA/PEYVA BÎST Û SİSÊYAN
(Du Beşên vê Kelîmeyê hene)
ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ
ﻟَﻘَﺪْ ﺧَﻠَﻘْﻨَﺎ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥَ ﻓِٓﻰ ﺍَﺣْﺴَﻦِ ﺗَﻘْﻮِﻳﻢٍ ٭ ﺛُﻢَّ ﺭَﺩَﺩْﻧَﺎﻩُ ﺍَﺳْﻔَﻞَ ﺳَﺎﻓِﻠِﻴﻦَ ٭ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻭَ ﻋَﻤِﻠُﻮﺍ ﺍﻟﺼَّﺎﻟِﺤَﺎﺕِ
40
BEHSA PÊŞÎ
Em dê ji wan bi hezaran mehasîn û xweşikahiyên îmanê, tenê pênc heban jê, di nav "Pênc Nuqteyan" de beyan bikin.
Nuqteya Yekê:
Meriv, bi nûra îmanê derdikeve/ hildikişe alayê îllîyîn; qîmeteke ku layiqî Cennetê ye digre. Lê belê ji ber zulûmat û tarî tiya kufrê, dadikeve esfelê safilîn; dikeve rewş û weziyeteke wisan ku dibe ehlê Cehenemê. Lewre îman, têkiliya merivan, bi Sani'ê Zulcelal re datîne. Îman, întîsabek û pevgirêdanek e. Nexwe, ji ber xatirê wê îtîbara ku sen'etên Îlahî û neqşên îsmên Rebbanî ku bi xêra îmanê di merivan de zahir dibin, meriv bi qîmet dibe. Kufur, wê nîsbet û têkiliyê, ji binî dibire. Ji ber wê birrînê, ew sen'etên Rebbanî nepenî dibin, tên veşartin; qîmeta meriv jî, tenê ji hêla maddî ve dimîne. Îca madde ku heye, ji ber ku hem fanî, hem zaîl, hem jî, jiyaneke heywanî ya demborî ye, qîmeta wê jî, di hukmê hîçî û tunetiyê de ye.
Em dê vî sirrî/razî, bi temsîlekê beyan bikin:
Mesela, di nav hunerên merivan de, çawa ku qîmeta madde û qîmeta hunerê/sen'etê, cihê cihê ye; yekcaran wek hev in, carcaran madde bêhtir bi qîmet e, carinan jî, di maddeyeke hesinî ya bi pênc qurûşî de, hunereke bi qasî pênc lîreyî heye. Belkî ew car heye, digel ku sen'etekî entîke, hêjayî milyonekê ye, maddeya wî, ne hêjayî pênc qurûşî ye jî. Îca, sen'etekî wiha entîke, gava meriv biçe sûka entîkevanan û bi navê wî sen'etkarê wî yê kevn ê hunerawer ku pîşeya wî, tim û daîm çêkirina wan tiştên gelek nuwaze ye, bête danasîn û nave wî sen'etkarê mezin bête yadkirin û ew sen'etê entîke, bi navê hunermendê xwe bête pêşandan, bi bihayê milyonekê tê firotin. Lê belê heke meriv biçe sûka wan hesinkarên qebe, dibe ku bi bihayê hesinekî bi pênc qurûşî bête firotin.
Ha weke vê, însan, sen'etekî wiha yê entîke yê Cenabê Heq e û mûcîzeyeke herî nazik û nazenîn a qundreta Wî ye ku Wî ev meriv, di sûretekî wisan de xuluqandiye ku ji cîlweyên temamê îsmên Wî re mezher e û ji neqşên Wî re medar e û ji kaînatê re, weke mîsaleke biçûk e.
Heke nûra îmanê bikeve nava wî [merivî], temamê wan neqşên watedar ku li ser wî hene, bi wê roniya îmanê tên xwendin. Ew mumîn, bi şuûrê dixwîne û bi wê întîsabê dide xwendin. Ango, bi wateyên mîna "Ez mesnû'ê Sani'ê Zulcelal im, mexlûqê Wî me, ez mezherî rehmet û kerema Wî me." ew sen'etên Rebbanî, derdikevin ber çavan. Nexwe îman ku ji întîsabbûna bi Sani'ê xwe pêk tê, temamê wan eser û berhemên sen'etî ku di merivan de hene, derdixe holê. Îca qîmeta meriv, li gor wî sen'etê Rebbanî çê dibe û ji aliyê wê eynika Semedanî ve tê hesibandin. Wê gavê, ev merivê ku ne girîng e, ji ber wê eyniktiyê, derdikeve dereceya raserî hemû mexlûqan û dibe muxetebekî/e Îlahî û dibe mêvanekî [mêvaneke] Rebbanî yê [ya] ku layiqî Cennetê ye.
Ew kufra ku ji qet'a întîsabê pêk tê û têkiliyê dibire, gava bikeve nava meriv, wê gavê temamê wan neqşên watedar ên wan îsmên Rebbanî, dikevin tarîtiyê; nayin xwendin. Lewre gava Sanî' bête jibîrakirin, ew aliyên manewî ku berê çavê wan, li Sani'ê wan e jî, nayin famkirin; hema hema ber bi serserkî berejêr dikevin xwarê. Piraniya wan sen'etên qedirbilind ên watedar û ew neqşên 'alî yên manewî, xef û nepenî dibin; ew qismê ku li ber çavan dimînin û bi çavan tên dîtin jî, hewaleyî wan sebebên suflî û tebîetê tên kirin û weke tesaduf tên hesibandin û dawiya dawî, suqût dikin û berejêr dibin. Her yek ji wan ku elmaseke ronak bû, îca yek bi yek dibin şîşeyeke tefandî. Girîngiya wan, tenê li maddeya heywanî dinihêre. Îca xaye û meyweya maddeyê jî, çawa ku me got, di imrekî kin û kurt de, digel ku di nav heywanan de, dibe yekî herî aciz, neçar û herî muhtac û herî bi keder, tenê ew dimîne ku jiyaneke cuz-î ji xwe re derbas bike. Peyre dirize, xera dibe û diçe. Va ye kufur, mahiyeta merivan, wiha ji binî xera dike; ji elmasê werdigerîne komir û rijikê.
Nuqteya Duduyan:
Îman, çawa ku nûrek e, merivan ronî dike, temamê wan nameyên Semedanî ku li ser merivan hatine nivîsandin dide xwendin, wisa jî, kaînatê jî ronî dike; dike ku zemanê berê û ayende, ji zulûmat û tarîtiyê xelas bibin. Min ev sirr, di bûyerekê de, li ser sirrekî vê ayeta kerîm a ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻭَﻟِﻰُّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻳُﺨْﺮِﺟُﻬُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻈُّﻠُﻤَﺎﺕِ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ
41 dît û ez wê bi temsîlekê beyan dikim:
Min di bûyereke xeyalî de dît ku du çiyayên bilind hene, li hemberî hev in. Li ser wan, pireke bidehşet hatiye danîn. Di binê pirê de, newaleke gelek kûr heye; ez li ser wê pirê me. Bi ser dunya û her tiştî de, tarîtiyeke giran vegirtibû û her dever di nav tarîtiyê de mabû. Min li rastê xwe nihêrt, min dît ku goreke ekber, di nav tarîtiyeke bênîhayet de ye; ango min ew xeyal kir. Min li çepê xwe mêze kir, wisan li min çê bû, mîna ku di nav pêlên tarîtiyeke bidehşet de, bahoz, fîxan û felaket tên amadekirin. Min bala xwe da binê pirê, wisan ji min re zenn çê bû ku fir-ênekeke gelek kûr heye. Li hember vê tarîtî û zulûmata bidehşet, fanoseke min a melûl û zelûl hebû. Min ew bi kar anî. Min bi wê roniya wê ya kiz, li pêşiya xwe temaşe kir; rewşeke zaf zêde bi dehşet ji min re xuya bû. Hetta wisan bû ku, li serê wê pira ber min û li derdora wê, ejderha, şêr, cenewarên wisa bidehşet xuya bûn ku min got: "Xwezî ev fanûsa min a berîkê tunebûya û ez çav bi van dehşetan neketima." Min berê wê fanûsê da ser kê derê, ez ketim dehşetên wisan giran. Min got: "Hey wax, ev fanûs li serê min bela ye." Ez ji wê hêrs bûm; min ew fanûs li erdê da; şikand. Şikandina wê, ji min re wisan çê bû, mîna ku min tiliya xwe danîbe ser lembeyeke elektrîkê ku temamê dunyayê pê ronî bûbe, ji nişka ve ew tarîtî, ji hev belav bû. Her alî, bi nûra wê lembeyê tije bû; wê bi xwe, heqîqeta her tiştî nîşan da. Ez çi bibînim, min bala xwe dayê, ew pira ku min ew dîtibû, rêcaddeyek e û li ciyekî gelek muntezem, di nava deştê de ye. Û ew gora ekber ku min li rastê xwe dîtibû, ji min re wisan xuya bû ku meclisên îbadet, xîzmet, sohbet û zikir in ku ji serî heta binî xweşik in û tije baxçeyên hêşîn in û di bin îdareya merivên nûranî de ne. Ew firênek, terîş, kendal, zinar û lûtkeyên ku min li aliyê xwe yê çepê dît û min zenn dikir ku bi geremol û şemete ne û di nav bahoz û bagerê de ne, îca min bi awayekî ji awayan, wisa xeyal-meyal dît ku li pişt wan çiyayên ku cirxweş, cazîbedar û xemilandî ne, ziyafetgeheke 'ezîm, seyrangeheke xweşik, ciyekî xweş û bilind ê ger û seyranê heye. Îca ew mexlûqên ku min ew weke cenewar û ejderhayên bidehşet zenn dikirin, min dît ku ew heywanên malî/kedî yên mîna hêştir/ deve, ga, mî/mêşin û bizinên sernerm û hînbûyî ne. Min got : elhamdulillahi ala nuril iman...42 û min ayeta kerîm a
ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻭَﻟِﻰُّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻳُﺨْﺮِﺟُﻬُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻈُّﻠُﻤَﺎﺕِ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ
41 xwend û ez ji wê bûyerê hişyar bûm. Ha, ew her du çiya, destpêka jiyanê û dawiya heyatê ne, ango alema erdê û alema berzexê ne. Ew pir ku hebû, rêya jiyanê ye. Ew aliyê rastê, zemanê bihurî ye. Aliyê çepê, ayende/îstîqbal e. Ew fanûsa destan, ezeziya merivan e ku xwedbîn e û bi "zanetî"ya xwe îtîmad dike û li wehîya esmanî guhdarî nake. Ew tiştên ku weke cenewar dihatin zennkirin jî, bûyerên alemê û mexlûqên ecêb ên wê alemê ne. Îca, ew merivê ku îtîmad bi ezezî û enaniyeta xwe tîne, dikeve zulûmata xefletê û dibe mubtelayê wê tarîtiya dalaletê û dişibe rewşa min a di wê bûyera pêşî de ku bi wan malûmatên tije qusûr û tije dalalet ku di hukmê wê fanûsa destan de ye ku zemanê bihurî, di Sûretê goreke ekber de û di nav zulûmateke 'edem-alûd de dibîne. Ew fanûs, îstîqbalê/ayendeyê, weke tevlîtunetî, wehşetgeheke gelek bibahoz û bager ku bi tesadufê ve girêdayî ye nîşan dide. Hem, bûyer û mewcûdên ku her yek ji wan, memûrekî musexxer ê Hekîmekî Rehîm in, weke ku di hukmê cenewarekî zerarkir de ye dide zanîn. Û ji hukmê
ﻭَﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﻛَﻔَﺮُٓﻭﺍ ﺍَﻭْﻟِﻴَٓﺎﻭُٔﻫُﻢُ ﺍﻟﻄَّﺎﻏُﻮﺕُ ﻳُﺨْﺮِﺟُﻮﻧَﻬُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻨُّﻮﺭِ ﺍِﻟَﻰ ﺍﻟﻈُّﻠُﻤَﺎﺕِ
43 re mezher dike. Heke hîdayeta Îlahî bigihîjê, îman bikeve dilê wê/wî, fîrewûniya nefsê bête şikandin, li Kîtabûllahê guhdarî bike, di wê bûyerê de dê bikeve dirûvê rewşa min a duduyan. Wê gavê, tafilê, kaînat dikeve rengê taverojê, bi nûra Îlahî tije dibe û alem jî, wê ayeta
ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻧُﻮﺭُ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ
44 dixwîne. Wê demê, dê bi çavê dil bibîne ku zemanê rabirdû/bihurî, ne goreke ekber e; belkî her esrek, di bin reîstî û îdareya nebiyekî yan jî weliyekî de ye, ew cemaetên wan rûhên paqij, wezîfeya ebdîtiyê tînin cî û wezîfeya xwe ya jiyanê diqedînin, dibêjin Ellahu ekber, ber bi meqamên bilind ve difirin û derbasî wan aliyên musteqbelê/dahatuyê dibin. Li aliyê xwe yê çepê dinihêre, bi nûra îmanê, ji dûredûr ve lê diwarqile ku li pişt hin ji wan inqilabên berzexî û axretî yên ku mîna çiyayan in, ziyafeteke Rehmanî, di serayên seadetê yên wan rezên Cennetê de hatiye danîn. Îca her yek ji wan bûyerên mîna bahoz, bager, erdhej û taûnê/webayê jî, weke memûrekî musexxer dizane. Wan bûyerên mîna bagera beharê û bûyerên baranê, ji aliyê şeklî ve heşîn; lê belê ji aliyê manayî ve, medarê gelek hîkmetên letîf dibîne. Hetta mirinê bi xwe jî, weke muqeddîme û destpêka wê jiyana ebedî û gorê jî, weke deriyê wê seadeta ebedî dibîne. Êdî aliyê dî, tu qiyas bike; heqîqetê bi temsîlê tetbîq bike. Nuqteya Sisêyan:
Îman hem nûr e hem qewet e. Erê, yê ku îmana heqîqî bi dest bixe, dikare li hember kaînatê derkeve meydanê û li gor qeweta îmanê, dikare ji pêkutiya bûyeran xelas bibe û dibêje: ...tewekkeltu alallah..45 di keştiya jiyanê de, bi ewlehiyeke tam û temam, di nav wan pêlên çiyawarî yên bûyeran de, seyran dike. Temamê giraniyên xwe, emanetî wî destê qudreta Qedîrê Mutleq dike, bi dilekî rehet ji dunyayê derbas dibe, li berzexê îstrehet dike; peyre ji bo bikeve seadeta ebedî, dikare hilfire Cennetê. Na, heke tewekkul neke, ew giraniyên dunyayê, ciyê ku rê bide hilfirîna wî/wê, ew wî/wê ber bi esfelê safilîn ve dikşîne.
Nexwe îman, tewhîdê; tewhîd, teslîmê; teslîm, tewekkulê; tewekkul jî, seadeta dareyn divê.
Lê belê, bi xeletî fam meke! Tewekkul ne ew e ku sebeb, bi temamî bêtin reddkirin. Belkî divê ku sebeb, weke perdeya destê qudretê bêtin zanîn û rîayet li wan bête kirin -teşebbusa li ser sebeban, bi awayekî ji awayan, divê weke duayeke fîîlî bête famkirin- û musebbeb jî, divê tenê ji Cenabê Heq bên xwestin û encam jî tenê divê ji Wî bên hêvîkirin û minnetdarî jî, divê tenê ji Wî re bête nîşandan.
Mîsala wî yê ku tewekkul dike û yê ku nake, di dirûvê vê hîkayeyê de ye: Weqtakî, du meriv, barên giran hem didin ser pişta xwe, hem didin ser serê xwe, bilêtekê dikirin û li keştiyeke mezin siwar dibin. Yek jê, dikevê nakevê, barê xwe di keştiyê de datîne û li serê rûdine, ji xwe re disekine; yê dî, ji ber ku hem ehmeq, hem qure ye, barê xwe danayne.
Ji wî re hat gotin:
"Barê xwe yê giran dayne keştiyê û ji xwe re rehet bibe."
Wî got:
"Na, ez dê daneynim. Dibe ku wenda bibe. Ez bi qewet im. Ez dê malê xwe, li ser pişta xwe û li ser serê xwe biparêzim."
Dîsa ji wî re hat gotin:
"Ev keştiya/sefîneya sultanî ya biewle ku me jî te jî radigre, bêhtir bi qewet e; çêtir baş diparêze. Dibe ku tu gêj bibî, dunya li dora te bigere, dewxa te here û tu tevî barê xwe bikevî behrê. Bi ser de jî, her ku diçe, tu dê ji qewetê bikevî. Ev pişta te ya xulbûyî, ev serê te yê bêaqil, her ku zeman pê bikeve, dê xwe di bin vî barê ku bere bere giran dibe de, nikaribe taqet bike û dê nikaribe xwe ragre. Qaptan jî, gava te di vî halî de bibîne, yan dê bibêje ev dîn e û dê te berê bide; biqewêre, yan jî, dê ferman bike bibêje: "Xayîn e, keştiya me di bin tohmetê de dihêle, feskê xwe bi me dike, bila bête girtin." Hem tu dê ji her kesî re bibî mesqere. Çunkî li ber çavê ehlê dîqqetê, bi wê quretiya xwe ya ku qelsiyê nîşan dide û bi wê xurûra xwe ya ku ecz û neçariyê dide xuyakirin û bi wê sûn'îtiya xwe ya ku riya û zelîliyê nîşan dide, te xwe kir pêkenokê xelkê; her kes bi te dikene." Piştî ku ev jê re hatin gotin, hişê wî bêçareyî hat serê wî, barê xwe danî erdê, li serê rûnişt û got:
"Ox! Xwedê ji te razî be. Ez ji zehmetê, ji girtinê û ji mesqeretiyê xelas bûm."
Ha, hey merivê bêtewekkul! Hey meriva ku bê tewekkul e! Tu jî mîna vî merivê ha, aqilê xwe bide serê xwe, tewekkul bike; da ku tu, ji parsekiya hemû kaînatê û li hember her bûyerê, ji wê parsekî, rehilîn, xwefiroşî, mesqeretî, şeqawet û zehmetiyên axretê û ji hebsa wan tengasî û tengijînên dunyayê bifilitî.
Nuqteya Çaran:
Îman, merivan dike însan, belkî dike sultan. Nexwe wezîfeya eslî ya merivan, îman û dua ye. Kufur, merivan dike heywanekî cenewar ê gelek acîz.
Bi sedan delîlên vê meseleyê hene. Hema tenê ew ferqa di hatina meriv û heywanan a dunyayê de, ji wê meseleyê re delîlekî aşkera û zelal e. Û burhanekî qet'î ye.
Belê, ev meriv û heywan ku ne bi awayên mîna hev tên dunyayê, nîşan dide ku merivahî/însaniyet, bi îmanê dibe însaniyet. Çunkî heywan, gava tê dunyayê, tu dibêjî qey mîna ku li alemeke dî gihîştibe kemalê, li gor qabiliyeta xwe, bi awayekî mukemmel tê; ango tê şandin. An di nav du rojan de, yan du hefteyan an jî, di nav du mehan de hînî hemû şert û mercên jiyana xwe dibe û bi wan munasebet û têkiliyên navbera xwe û kaînatê di'elime, hînî wan qanûnên jiyanê dibe û pê re ew meleke/hutbûnî çê dibe. Ew îqtîdara jiyanî û melekeya li ser îş û kar ku meriv, ancax di nav bîst salî de dikare bi dest bixe, heywanekî mîna çivîka beytik û mêş, di nav bîst rojî de tehsîl dike; ango jê re tê îlhamkirin. Nexwe wezîfeya eslî ya heywanan ne ew e ku bi ilm û hewldanê bigihîjin kemilînê û ne ew e ku marîfetê bi dest bixin, tereqqî bikin, neçariya xwe nîşan bidin û bi vî awayî jî hawar bixwazin û dua bikin. Belkî, wezîfeya wan ew e ku li gor îstîdat û qabiliyeta xwe bixebitin û 'emel bikin. Jixwe wezîfeya wan ew e ku ubûdiyeta fîlîî bikin.
Meriv ku heye, gava tê dunyayê, muhtac e ku hînî her tiştî bibe, li hember qanûnên jiyanê nezan e, hetta ancax di bîstsaliyê de jî baş nikare bi temamî hînî wan şert û karûbarên jiyanê bibe. Belkî heta dawiya imrê xwe, muhtacî hînbûnê ye. Hem di şiklekî gelek taqetkêm û zeîf de tê şandin dunyayê û di salekê du salan de, ancax dikare rabe ser lingan. Di nav panzdeh salan de, ancax zerar û menfîetê ji hev derdixe û bi xêra alîkariya wê jiyana civakî ya merivahiyê, ancax dikare xwe li menfîetan bikşîne û xwe ji zeraran dûr bigre. Nexwe, wezîfeya eslî ya meriv ew e ku bi hînbûnê, bigihîje kemalê û ew ubûdiyeta bi duayê ye. Ango wezîfeya meriv ew e ku vê bizanibe: "Ka ez bi merhemeta kê wiha bi awayekî hekîmî têm îdarekirin? Gelo ez bi kerema kê wiha bi şefqetkarî têm terbiyekirin? Ez bi lutfên yekî çawa wiha bi nazenînî têm xwedîkirin û îdarekirin?" û dîsan wezîfeya meriv ew e ku ji bo pêdiviyên xwe yên ku ji hezarî destê wî/wê nagihîje yekî jî, bi zimanê ecz û feqra xwe, bi Qadîûl hacat re zarebarkirin e û xwestin e û duakirin e. Ango wezîfe ew e ku meriv, wan her du aliyên xwe yên ecz û feqrê, ji xwe re bike per û bask û bi wan hilfire wî meqamê bilind ê ubûdiyetê. Nexwe, xuya ye ku meriv, ji bo ku bi wesîteya ilim û duayê bigihîje kemalê hatiye vê alemê. Ji hêla îtîbara mahiyet û qabiliyetê ve her tişt, bi ilim ve girêdayî ye. Îca esas, kan, maden, nûr û ruhê hemû ilmên heqîqî, Marîfetullah e. Ussul esasê wê jî, îmana Bîllah e.
Hem meriv, tevî wê ecza xwe ya bênîhayet, marûzî belayên bêhed û mubtelayê êrîşên wan neyarên bêhed e û digel wê feqra xwe ya bêdawî, girîftarî îhtiyacên bênîhayet e û muhtacî daxwazên bêserûber e, ha ji ber van egeran, wezîfeya eslî ya fitrî ya meriv, di pey îmanê de, dua ye. Dua jî, esasê ubûdiyetê ye.
Çawa ku zarokek, gava meramek û daxwazake ku destê wî/wê negihîjê, bixwaze, yan digrî, yan jî dixwaze ango, bi zimanê fiîlî yan jî bi zimanê qewlî yê kêmtaqetî û neçariya xwe dua dike û bi vî awayî digihîje meqsedên xwe. Eynî wisan jî meriv, di nav temamê xwedîjiyanan de, di hukmê zarokekî/ zarokeke nazik, narîn, nazenîn û nazdar de ye. Li ber dergehê Rehmanurrehîmîn, an bi zeîfî yan jî bi ecza xwe, divê bigrî yan jî, bi feqir û îhtiyacên xwe, divê dua bike; da ku meqsedên wî jê re musexxer bibin an jî, karibe şukra tesxîriyê eda bike. Ku wisan neke, mîna zarokekî/zarokeke ehmeq û şûm û netebitî ku ji ber mêşekê waweyla dike û bibêje: "Ez, van tiştên ecêb ku tesxîrkirina wan ne îmkan e û wan tiştên ecêb ku hezar carî ji min bêhtir bi qewet in, bi qeweta xwe ji xwe re tesxîr dikim. Û ez wan, bi fikir û tedbîra xwe, ji xwe re didim îtaetkirin." Û bi vî awayî jî, ji rê derdikeve, bikeve kufrana nîmetê, hem jî, li dijî fitreta eslî ya merivahî dike, hem jî xwe tevdigere musteheqê ezabekî şedîd.
Nuqteya Pêncan:
Îman, çawa ku weke wesîleyeke qet'î, duayê îqtîza dike û fitreta însanî, bi awayekî şedîd duayê dixwaze, Cenabê Heq bi xwe jî, di vê ayeta ha de, bi wateya meala: "Heke ne ji duaya we be, ka çi ehemmiyeta we heye?" wiha ferman dike: ﻗُﻞْ ﻣَﺎ ﻳَﻌْﺒَﻮُٔ ﺍ ﺑِﻜُﻢْ ﺭَﺑِّﻰ ﻟَﻮْﻻ َ ﺩُﻋَٓﺎﻭُٔ ﻛُﻢْBi ser de jî, wiha emir dike: ﺍُﺩْﻋُﻮﻧِٓﻰ ﺍَﺳْﺘَﺠِﺐْ ﻟَﻜُﻢْ46
Heke tu bibêjî: Em gelek caran dua dikin, qebûl nabe. Îca ev ayet umûmî/giştî ye; îfade dike ku: "Ji her duayê re bersiv heye."
Bersiva wê: Bersivdayin tiştek e; qebûlkirin tiştekî dî ye. Ji bo her duayê bersiv heye; lê belê qebûlkirin û dayina heman xwestekê, tabi'ê hîkmeta Cenabê Heq e.
Mesela, zarokekî [yan jî zarokeke] nexweş, gazî dike: "Ya hekîm! Li min binihêre."
Hekîm, dibêje: "Lebbê" "Ka tu çi dixwazî?" û bi vî awayî bersiv dide.
Sebî, dibêje: "Ha vî dermanî bide min."
Hekîm ku heye, yan eynî wî dermanê ku ew dixwaze didê; yan jî, dermanekî ku ji wî [wê] re hîna çêtir baş e didê yan jî, dizane ku dayina derman, ji wê nexweşîna wî [wê] re ne baş e, qet nade.
Eve, ji ber ku Cenabê Heq, Hekîmê Mutleq e, hazir û nazir e, bersivê dide duaya [ebda]/ ebdê xwe. Ew wê dehşeta wehşet û bêkesîtiyê, bi huzûr û bersiva xwe, werdigerîne bêhnderxistinê. Çi heye ku ne bi wê zorpêdana meriv a hewaperestî û heweskarî; lê belkî bi pêdiviya wî hîkmetê Rebbanî, yan wî tiştê ku meriv dixwaze, bi xwe dide, yan jî, tiştekî ji wî çêtir û baştir dide yan jî hîç nade.
Hem dua, ubûdiyet[ebdîtî] e, ubûdiyet ku heye, fêkî, meywe û encamên wê, axretî ne. Îca ew meqsed û amancên dunyayî, weqt û demên wan cûre dua û îbadetan in; ew meqsed, ne amancên wan in. Mesela Nimêja Baranê û duaya wê, îbadetek e. Bêbaranî, weqtê wî îbadetî ye; amanc, ne ew e ku ew îbadet û ew dua, baranê bîne. Heke sirf bi wê niyetê bêne kirin, ew dua û ew îbadet, ji ber ku ne xalis in, ne layiqî qebûlê ne. Çawa ku avabûna rojê, weqtê nimêja mexreb e, hem girtina rojê û girtina heyvê, weqtê wan du îbadetên mexsûsî ye ku ji wan re Nimêja Kusûf û Nimêja Xusûfê tê gotin. Ango gava ew her du ayetên nûranî yên şev û rojê ku tav û heyv in, tên perdekirin, ji îlana ezemeta Îlahî re, dibin medar, lewre Cenabê Heq, di wan weqtan de, ji awayekî ve, îbadên xwe vedixwîne îbadetê. Yan na ew nimêj, ne ji bo vebûna Xusûfa heyvê û Kusûfa rojê ye. Jixwe bi hesabê muneccim, astrolog û stêrnasan, girtina heyv û rojê çiqas dê dewam bike û kengê dê vebe, belî ye. Eynî mîna wê, bêbaranî jî, weqtê Nimêja Baranê ye. Îca dema ku hin bela dest bi îstîlayê dikin û hin tiştên muzir dest bi nerehetkirin û acizkirina mewcûdan dikin, dîsa demên hin weqtên xusûsî yên hin duayan in ku di wan weqtan de meriv, bi neçarî û kêmqewetiya xwe dihese, ji xwe fam dike; bi duayê, bi niyazê radibe xwe dipenêhe dergayê Qadirê Mutleq. Heke dua zaf bên kirin; lê belê dîsa jî bela defi' nebin, divê neye gotin ku "Dua qebûl nebû." Belkî divê bête gotin ku "Weqtê duayê, nehat qezakirin." Heke Cenabê Heq, bi fezl û kerema xwe, belayê ji holê rake, "nûrun 'ela nûr"; wê gavê, weqtê duayê diqede, qezaya wê tê cî.
Nexwe dua, sirrekî ubûdiyetê ye. Ubûdiyet ku heye, divê bi awayekî xalis lîwechîllah be. Divê ku meriv bêçaretiya xwe îzhar bike û bi duayê, xwe bipenêhe Wî; divê ku meriv têkilî Rubûbiyeta Wî nebe. Divê tedbîr, li hêviya Wî bête hiştin, îtîmad bi hîkmetê Wî were kirin û divê ku Rehmeta Wî neye îttîhamkirin.
Belê, bi beyana wan ayetên beyyînî sabit e çawa ku hemû mewcûdat, her yek ji wan, bi tesbîheke xwe ya mexsûsî û bi îbadetekî xusûsî û bi secdeyeke xas diçin secdeyê û wisa jî, di rastî û heqîqeta halê xwe de, ev ji hemû kaînatê, ber bi dergayê Îlahî ve duayek e ku diçe. Yan bi zimanê îstîdatê ye, mîna temamê wan duayên nebatat û heywanan e ku her yek ji wan, bi zimanê îstîdat û behreya xwe, ji Feyyazê Mutleq, Sûretekî/teşeyekî dixwaze û eyînedariyekê dixwaze ku bibe mezherê navên Wî. Yan jî, bi zimanê wan îhtiyacên fitrî ye hemû xwedîjiyan, ji bo wan îhtiyacên xwe yên zerûrî ku qeweta wan nagihîjê, dua dikin û her yek ji wan, bi zimanê wan îhtiyacên xwe yên fitrî, hin daxwazên ku di hukmê riziq de ne, ji bo berdewamiya jiyana xwe, ji Cewwadê Mutleq dixwazin. Yan jî, duayeke bi zimanê izdirarî/neçarî û mecbûrî ye, ew jî: Her xwedîruhê ku bêçare maye, bi îltîcayeke qet'î dua dike, xwe dipenêhe Hamiyekî xwe yê mechul, belkî berê xwe dide aliyê Rebbê xwe yê Rehîm. Ev her sê cûre dua, gava bendek/kelemek li pêşiya wan tune be, daîma meqbûl in. Cureyê çaran ê duayê ye ku ew jî, -ya herî navdar e û- duaya me ye. Ev jî du cûre ne: Yek jê, fîîlî û halî ye; Ya dî jî, qelbî û qalî ye.
Mesela: Teşebbuskirina li sebeban, duayeke fîîlî ye. Îca lihevkomkirina sebeban, ne ji bo îcadkirina musebbeb e; belkî, meriv dikeve wê weziyeta ku Xwedê pê razî bibe; da ku meriv, bi zimanê halê xwe, musebbeb, ji Cenabê Heq bixwaze. Hetta cotkirina erdan, ew e ku meriv, li deriyê wê xezîneya rehmetê dide. Ev cûre duayên fîîlî, ji ber ku berê [çavê] wan, li nav û unwanên wî Cewwadê Mutleq dinihêrin, piraniya caran, dibin mezherê qebûlê.
Qismê duduyan, duakirina bi ziman e, duakirina bi dil e û ew cûre xwestina wan daxwazan e ku destê merivan nagihîje wan. Aliyê herî girîng ê vê û amanca wê ya herî xweşik û meyweya wê ya herî şîrîn ev e: Merivê ku dua dike, fam dike ku Yek heye, xatireyên dilê wî, diçin digihîjin Wî, destê Wî digihîje her tiştî û dikare her daxwaza ber dilê wî bîne cî, Ew bi xwe, li wê kêmqewetiya wî merhemet dike, hawar û mededê ji feqîriya wî re dişîne.
Ha, hey merivê kêmqewet ê bêtaqet û hey beşerê feqîr! Wesîleyeke mîna duayê ku mifteha xezîneya rehmetê ye û medarê qeweteke naqede ye, ji destê xwe bermede, bi her du destan, xwe hişk pê ve bigre, derkeve alayê îllîyîn ê însaniyetê. Mîna sultanekî, rabe, temamê wan duayên kaînatê bigre; bixe nava duaya xwe; mîna ebdekî kullî û wekîlekî giştî û mîna nûnerekî giştî/umûmî, bibêje ﺍِﻳَّﺎﻙَ ﻧَﺴْﺘَﻌِﻴﻦُ47 û bikeve teşe û awayekî xweşik û ehsenê teqwîm ê kaînatê.
* * *
BEŞA DUDUYAN
"Ji Pênc Nukte"yên ku behsa sebebên seadet û şeqaweta merivan dikin pêk tê.
Meriv, di ehsenê teqwîm de hatiye xuluqandin û ji ber ku îstîdateke gelek cami' jê re hatiye dayin, li meydaneke îmtîhanê ya wisa hatiye avêtin ku dikare derkeve wan meqamat, meratîb û dereceyên bilind an jî, dikare berejêr dakeve binê wan derekatên ku ji esfelê safilîn heta bi elayê îllîyîn; ji ferşê heta bi erşê; ji zerreyê heta bi şemsê hatine rêzkirin. Meriv, weke mûcîzeyeke qudretê û netîceyeke xulqiyetê û ecûbiyeke sen'etê hatiye şandin vê dunyayê û du rê, li ber merivan hatine vekirin ku ev rêyên ha, diçin suqût an jî suûdeke bêdawî. Va ye, em dê sirrê vê tereqqî û tedenniya bidehşet a merivan, di "Pênc Nukte"yan de beyan bikin.]
Nukteya Pêşî:
Meriv, muhtacê piraniya wan cûreyên kaînatê ye û bi wan re eleqedar e. Pêdivî û îhtiyacên meriv, li her aliyê alemê belav bûne; daxwazên meriv, gihîştine heta ebedê. Çawa ku meriv kulîlkekê dixwaze, beharekê jî bi tevî temamê heybeta wê, dixwaze. Çawa ku dilê meriv diçe baxçeyekî, wisan, daxwaza wê Cenneta ebedî jî dike. Çawa ku dilxwazê dîtina dostekî xwe ye, dilxwazê dîtina wî Cemîlê Zulcelal e jî. Çawa ku ji bo ziyaretkirina dostekî xwe yê ku li menzîleke dî dimîne, dilê wî dixwaze û muhtac e ku deriyê wê menzîlê veke wisan jî, ji bo ziyaretkirina wan ehbabên xwe yên ku ji sedî not û nehê wan, koçî berzexê kirine û ji bo ku ji veqetîna ebedî xelas bibe, muhtac e ku xwe bipenêhe dergayê Qedîrekî Mutleq ê ku Ew bi xwe, dê deriyê vê dunyaya qerase bigre û dê wî deriyê axretê ku mehşera tiştên ecêb e veke û dê dunyayê rake û li şûna wê, dê axretê damezrîne û dayne. Ha di vê rewşê de, tenê ew Qedîrekî Zulcelal, Rehîmekî Zulcemal, Hekîmekî Zulkemal ji merivan re bibe Mabûdê heqîqî ku dezgîna her tiştî di destê wî de ye, xezîneya her tiştî li cem wî ye, li ba her tiştî nazir e, li her mekanî hazir e, ji cî û mekanan munezzeh e, ji kêmqewetî û neçariyê jî pak û berî ye, ji qusûran muqeddes e û dûrî kêmasî û noqsanan e. Çunkî, yê ku dikare wan hacetên bêdawî yên merivan îfa bike, ancax Ew e ku xwedî qudreteke bênîhayet û ilmekî muhît e. Nexwe, yê ku layiqî mabûdiyê ye, tenê Ew e.
Ha hey însan! Heke tu tenê ji Wî re bibî ebd, tu dê mewqiyekî wisan bi dest bixî ku raserî temamê mexlûqan e. Gava ku tu, berê xwe ji ubûdiyetê badî, îca tu dê ji wan mexlûqên neçar û bêqewet re bibî ebdekî/e zelîl. Îca heke tu pişta xwe bispêrî enaniyet û îqtîdara xwe û heke tu, bi wan ewle bibî û dest ji tewekkul û duayê berdî û [bi ser de jî] bikevî quretîyê û ji dozê aveger bibî, wê weqtê, di hêla qencî û îcadê de, tu dê dakevî dereceya rabinîya moz û morîyan û tu dê wisa bibî ku ji pîrepind û mêşê jî, zeîftir bikevî. Îca ji hêla şer û texrîbê ve, tu dê ji çiyayan girantir; ji webayê bizerartir bibî.
Ha, lo merivo! Lê merivê! Bi te re, du alî hene. Yek jê, aliyê îcad, wucûd, xêr, musbet û fîîlê ye. Aliyê dî jî, aliyê texrîb, hedimîn, 'edem, şer, neyînî û înfîalê ye.
Di hêla wî aliyê pêşî de tu, ji mozê û ji çivîka nava malan berjêrtir; ji mêş û pîrepîrê qelstir î. Di hêla wî aliyê duduyan de tu, ji çiya, erd û esmanan derbas dibî. Wî barê ku çiya, erd û esmanan newêribûn xwe bidaya ber hilgirtina wî û li hember wî barî vekişiyan û wan, kêmqewetiya xwe diyar kir, tu wî barî radikî û hildigrî. Tu, daîreyeke wisan didî ber xwe ku ji ya wan berfirehtir û mezintir e. Çunkî dema ku tu qencî û îcadê bikî, tenê li gor nîsbeta xwe, li gor wê dereceya ku destê te digihîjê û li gor wê mertebeya ku qeweta te têr dike, tu qencî û îcadê dikî. Lê belê gava tu nebaşî û texrîbê bikî, ew nebaşiya te, dikeve rewşa êrîşkariyê; texrîba te jî, întîşar dike û ciyekî gelek zêde digre ber xwe.
Mesela, kufur, nebaşîyek e, texrîbek e, ne-tesdîqkirinek e. Feqet ew tek guneh, heqaretkirina li hemû kaînatê û piçûkxistina temamê wan Esmayê Îlahî û rezîlkirina merivahiyê gişt, di xwe de dihewîne. Çunkî, meqamekî bilind û wezîfeyeke girîng a van mewcûdan heye. Lewre ew ku hene, nameyên Rebbanî, merayayê Subhanî û memûrên Îlahî ne. Îca kufur, gava ku wan ji wî meqamê eynedarî, wezîfedarî û watedariyê dadixîne xwarê û dike ku ew dakevin wê derekeya beredayîtî û pêlîstokiya tesadufê û wan dadixîne wê mertebeya bêehem230 miyet, bêqîmet û hîçiyê û wan dadixîne maddeyên fanî û beredayî ku bi texrîba zewal û fîraqê, zû xera dibin, diguherin û wisan jî, wan neqiş, cîlwe û cemalên Esmayê Îlahî ku li ser temamê kaînatê û di eynikên mewcûdan de dixuyên, înkar û tezyîf dike. Bi ser de jî, [bi vê jî nasekine] îca wî xwediyê wê mertebeya xîlafeta erdê ku jê re merivahî tê gotin û temamê cîlweyên wan Esmayê Qudsî yên Îlahî, bi awayekî xweşik îlan dike û qesîdeyeke manzûm a hîkmetê ye.. û mûcîzeyeke qudretê ya bahîrî ku mîna ye dendikeke cami' û wan cîhazên dara baqî, di xwe de digre.. û gava ku wê merivahiyê, ew emanetê kubra da ser milê xwe, ji erd, esman û çiya rasertir/bilindtir bû û li hember milyaketan jî, bi ser ket; lê belê, îca kufur, radibe ha vê mezinahiyê, davêje derekeyeke wisan ku ji heywanekî herî zelîl ê fanîyê zaîl, zelîltir, zeîftir, neçartir û feqîrtir dibe û wê, dadixîne derekeya lewheyeke adî û beredayî ku bê wate ye, di nav geremolê de ye, zû xera dibe û dirize.
Elhasil: Nefsa emmare, ji hêla texrîb û şer ve, dikare bêhed û bêhesab cînayetan bike. Lê belê, qewet û îqtîdara wê, di îcad û xêrê de, gelek hindik û cuz-î ye. Belê, di yek rojekê de xaniyekî xera dike; di sed rojî de nikare ava bike. Îca gava dest ji enaniyetê berde, xêr û wucûdê, ji tewfîqa Îlahî bixwaze, ji şer û texrîbê biqere û êdî îtîmada xwe nede ser nefsê û bi ser de jî îstîxfar bike û bibe ebdekî/e baş, wê weqtê, dibe mezherê wî sirrê ﻳُﺒَﺪِّﻝُ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﺳَﻴِّﺌَﺎﺗِﻬِﻢْ ﺣَﺴَﻨَﺎﺕٍ48 Ew qabiliyeta bênîhayet a şer ku bi wî [yan jî ku bi wê] re heye, werdigere qabiliyeta bêdawî ya xêrê; qîmeta "Ehsenê Teqwîm" ji xwe re digre, derdikeve 'elayê îllîyîn.
Eve, hey merivê xafil, [hey meriva xafil] binihêre, li fezl û kerema Cenabê Heq! Digel ku edalet e gava ku guneh yek be, hezar bête nivîsandin, xêr jî yek bête nivîsandin an jî, qet neye nivîsandin, dîsa jî Cenabê Heq, yek guneyekî yek dinivisîne; yek xêrekê jî, deh, carcaran heftê, yekcaran jî heft sed; hetta carinan heft hezarî dinivisîne.
Îca ji vê nukteyê fam bike ku ketina wê Cehennemê, cezayê 'emel e; edalet bi xwe ye; lê belê ketina Cennetê, fezl bi xwe ye.
Nukteya Duduyan:
Di merivan de, du alî hene: Yek jê, ji aliyê enaniyet û ez-ezîtiyê ve, li jiyana vê dunyayê dinihêre. Aliyê dî, ji hêla ubûdiyetê ve, li heyata ebedî dinihêre.
Ji aliyê xwe yê pêşî ve, meriv mexlûqekî wisan bêçare ye ku sermiyanê/sermayeya wî, ji vîn û îradeyê, tenê bi qasî yek tayekî mû, cuz-eke ji cuz-ê îradeyê ye; îca ji îqtîdarê, kesb û kirineke qels e û ji jiyanê, şû'leyek e ku zû ditefe û ji imir, muddetokek e ku zû dibihure, ji mewcûdiyetê, cismekî pîçûk e ku zû dipete. Tevî wê rewşa xwe, weke ferdekî nazik û zeîf, di nav wan ferdên bêhesab ên celebên bêhed ên ku li kaînatê hatine raxistin de, cî girtiye.
Ji aliyê duduyan ve, nemaze ji hêla wê neçarî û feqîriya ku berê wan li ubûdiyetê ye ve, xwedî ber û firehiyeke gelek mezin e, girîngiyeke wî ya gelek mezin heye. Çunkî, Fatirê Hekîm, neçariyeke mezin a bêdawî, feqîriyeke cesîm a bêhed, di mahiyeta manewî ya meriv de bi cî kiriye. Da ku ji tecelliyên bêhed ên zatekî ku Qedîrekî Rehîm e û qudreta Wî bê dawî ye re û ji Xeniyyekî Kerîm ê ku xinaya Wî bê nîhayet e re bibe eynikeke berfireh û cami'.
Erê, meriv, dişibe dendikekê. Çawa ku ji qudretê, cîhazên manewî û girîng; ji qederê jî, bernameya narîn û hêja jê re hatiye dayin; da ku di bin axê de bixebite, ji wê alema teng derkeve, bigihîje wê alema fireh a hewayê û bi zimanê îstîdata xwe, ji Xaliqê xwe bixwaze ku bibe dareke mezin û bigihîje kemaleke layiqî xwe.. Îca heke ew dendik, ji ber mîzaca xwe ya xerab, rabe wan cîhazên manewî ku jê re hatine dayin, di bin axê de, ji bo cezbkirina hin maddeyên muzir serf bike, helbet di wî ciyê teng de, di demeke kurt de, dê beredayî birize û xera bibe, biqete here. Lê belê gava ew dendik, wan cîhazên xwe yên manewî, bi sirrê ﻓَﺎﻟِﻖُ ﺍﻟْﺤَﺐِّ ﻭَﺍﻟﻨَّﻮَﻯ49 li fermana tekwînî guhdarî bike, bi awayekî baş bi kar bîne, dê ji wê alema teng derkeve û dê bibe dareke meywedar û bi vî awayî, ew heqîqeta wê ya cuz-î ya piçûçok û ew ruhê wê yê manewî, dê sûretê heqîqeteke kullî ya mezin bigre. Ha eynî mîna wê, ji qudretê, cîhazên girîng; ji qederê jî bernameyên biqîmet, emanetî mahiyeta meriv hatine kirin. Heke meriv, li vê alema erdê, di bin axa jiyana dunyayî de rabe; wan cîhazên xwe yên manewî, ji hewesên nefsê re serf bike, mîna wê dendika ku dirize, ji bo lezzeteke cuz-î, di imrekî kurt de, li ciyekî teng û di rewşeke diltengî de, dê birize û ji hev belav bibe; îca bi ser de jî, ew mesûliyet û berpirsiyariya manewî, dê li ruhê wî/wê yê bextreş bête barkirin û dê ji vê dunyayê koç bike biçe. Lê gava ku wê dendika îstîdatê, bi ava Îslamiyetê, bi tîrêjên îmanê, di bin axa ubûdiyetê de terbiye bike û li gor fermanên Quranî tevbigere û berê wan cîhazên xwe yên manewî bide aliyê amancên wan ên heqîqî, helbet dê bibe dendikeke cami' a dareka baqî ku cîhazên heqîqeteke daîmî di xwe de dihewîne û wisan dibe ku li alema mîsal û berzexê, dê şax û gulî bide û li alema axret û li Cennetê, dê bibe medarê kemilîn û nîmetên bêhed û dê bibe medarê makîneyeke rewnekdar û ronîdar û dê bibe meyweyeke mubarek û munewwer a dara vê kaînatê.
Erê, pêşveçûn û tereqqiya heqîqî ew e ku meriv, berê rûyê wan quwweyên dil, raz, ruh, aqil hetta xeyal û quwweyên dî ku ji merivan re hatine dayin, bide aliyê heyata ebedî û her yekî ji wan quwweyan, bi wezîfeyeke xusûsî ya ubûdiyetê ku layiqî wan e, bide meşxulkirin. Îca li gor zenna ehlê dalaletê, tereqqî ew e ku meriv, ji bo ku bikeve hemû kitekiteyên vê jiyana dunyayî û ji her cûre zewqî tehm bike û hetta ji bo ku li wan zewqên herî suflî-sefîl bitamije, rabe hemû letîfeyên xwe, hetta dil û aqilê xwe, ji nefsa emmare re bike kole û bende û bixe bin alîkariya wê. Çi heye ku ev, ne tereqqî ye; belkî berejêr daketin bi xwe ye. Min di bûyereke xeyalî de, bi temsîlekê, ev heqîqet wiha dît:
Ez dikevim bajarekî mezin. Dinihêrim ku li wî bajarî, serayên mezin hene. Ez bala xwe didim ser deriyê hin serayan, cazîbedarî û balkêşiyeke wisan şên a kêfxweşiyê heye ku mîna şanoyeke ronîgeş, bala merivan dikşîne ser xwe û dilê her kesî xweş dike. Ez baş bala xwe didimê ku efendiyê wê serayê, daketiye ber derî, bi segê ber derî re dilîze û bi kuçikê re alîkarî dike ku bilîze. Xanimên wê derê, bi ciwanên biyanî re sohbetên şîrîn dikin. Keçên xama/gihayî jî, lîstikên zarokan, bi keys dikin. Îca dergevan bi xwe jî, xwe li helwesta aktorekî wisan daniye ku ji wan re fermandariyê dike. Wê gavê min fam kir ku hundirê wê seraya qerase, veng û vala ye; wezîfeyên nazik jî, hatine berdan. Ser û sincê wan, exlaqê wan, diyar e ku berejêr bi serserkî hêla bûye ku li ber derî, wiha ketine vê rewşê.
Peyre ez derbas bûm; rastî serayeke dî ya mezin hatim. Min dît ku segekî wefadar, li ber derî xwe dirêj kiriye û dergevanekî qebe, sert û sakin heye û rewşeke sipîsar û çilmisokî dixuye. Min mereq kir: Çima ew wisa ye û ev wiha ye? Ketim hundir û min bala xwe dayê ku hundirê wê, xweş e tije kêf û şahî ye. Daîre bi ser daîreyan re hene û ehlê serayê, bi wezîfe û peywirên cihê cihê yên nazik re, meşxûl in. Ew merivên li daîreya yekê, li îdare û tedbîra serayê mêze dikin. Li daîreya raserî wê, qîz û zarok, dersê dixwînin. Li daîreya ser wê jî, xanim in, bi hunerên gelek letîf û henûn re, bi neqşên xweşik re bilî dibin. Li ciyê herî jor, efendî, bi padîşahî re muxebere dike, hevagahdariyê dike û ji bo temînkirina îstreheta gel û ji bo tereqqî û kemilîna xwe, bi wan wezîfeyên bala ku xasî bi wî ne, têkildar e. Ji ber ku ez ji wan ve nedihatim xuyakirin, wan negot "Qedexe ye!" û ji min hat ku ez ji xwe re tê de bigerim. Peyre derketim, min bala xwe dayê, li her aliyê wî bajarî, du qisim ji van serayan hene. Min pirs kir; wan got:
"Ew serayên ku kêf û şahî li ber deriyê wan heye û hundirê wan veng û vala bûn, yên wan giregir û xuyaniyên kafiran û ehlê dalaletê ne. Yên dî, serayên wan mezinên binamûs ên Muslumanan in." Îca ez li quncikekî, rastî serayekê hatim. Min li ser wê, navê "Seîd" dît. Min mereq kir, min hêj zêdetir bala xwe dayê, ji min re wisan hat, mîna ku sûretê min li serê be. Ji ber ecêbjêgirtineke mezin, ez qêriyam û bi ser hiş û hemdê xwe ve hatim.
Eve ez dê wê bûyera xeyalî, ji te re şîrove bikim. Xwedê teala xêr bike. Ha ew bajar, jiyana civakî ya merivahiyê û bajarê şaristanî yê merivahiyê ye. Her yek ji wan serayan, merivek e. Ehlê wê serayê, letîfeyên mîna çav, guh, dil, raz, ruh û aqil û tiştên mîna nefs, hewa, quwweya şehwetê û quwweya xezebê ne ku di merivan de hene. Di her yek merivekî/ê de, ji her yek letîfeyekî re, wezîfeyên cihê cihê yên ubûdiyetê hene; elem û lezzetên wan ên cihê cihê hene. Nefs û hewa, quwweya şehwetê û quwweya xezebê, di hukmê dergevanek û segekî de ne.
Eve gava meriv wan letîfeyên mezin û bala, bixe bin emrê nefs û hewayê û wezîfeyên wan ên eslî, bi wan bide jibîrakirin, helbet ev, berejêrdaketin bi xwe ye; ne pêşveçûn e. Îca wan aliyên dî, tu dikarî tabîr bikî.
Nukteya Sisêyan:
Meriv, ji hêla fîîl û 'emelan ve û bi aliyê îtîbara xebata fîîlî, heywanekî zeîf û mexlûqekî neçar e. Daîreya îdarekirinên meriv û malikiyeta wî ya ji wê hêlê ve wisan teng e, heke destê xwe dirêj bike, dikare bigihîjê. Hetta her yek ji wan heywanên kedî û ehlî ku wan, dezgînên xwe dane destê merivan, ji wê qelsî, neçarî û zexeliya wî, hinek pay û hîsse girtiye ku dema ew bi emsalên xwe yên kovî re tên qiyaskirin, ferqeke mezin di navbera wan de dixuyê, mîna bizina kedî û pezkûvî; gayê ehlî û gakûvî...
Îca ew meriv, ji aliyê înfîal, qebûl, dua û xwestinê ve, li vê xana dunyayê, rêwiyekî/e ezîz e. Îca bûye mêvanê Kerîmekî wisan ku Wî, xezîneyên bêserî û bêbinî yên rehmetê jê re vekirine û Wî ew mesnû û xîzmetkarên bedî' ên bêhed jê re musexxer kirine. Bi ser de jî, ji bo ger û geşt, temaşe û îstîfadeya wî, daîreyeke wisan mezin vekiriye û amade kiriye ku nîveçapê wê daîreyê, ango ji navendê heta xetta tixûbê, bi qasî ku çav dibîne û dibire, hetta belkî bi qasî wî ciyê ku xeyal diçê, fireh e û dirêj e.
Ha, heke meriv bi enaniyeta xwe ewle bibe û jiyana dunyayê, ji xwe re bike amanca xeyalê û di nav derdê debarê de, ji bo hin lezzetên demborî bixebite, meriv, di hundirê daîreyeke gelek teng de difetise, diçe. Ew cîhaz, alet û letîfeyên ku jê re hatine dayin, hemû gilî, gazin û şikayet ji wî dikin û li meydana heşrê jî, li dijî wê/wî, dê şahidiyê bikin û li hember wî/wê, dê bibin dawedar. Lê belê gava [meriv] xwe mêvan bizanibe, sermayeya imrê xwe, di daîreya îzna wî Zatê Kerîm ê ku ew mêvanê Wî ne de serf bike, wê çaxê dê di nav daîreyeke wisan fireh de, ji bo jiyaneke dirêj a ebedî û xweşik, bixebite û teneffus bike û îstrehet bike; bi ser de jî dikare derkeve hetta alayê îllîyîn.
Îca temamê wan cîhaz û aletên ku ji merivan re hatine dayin jî, bi awayekî ku jê memnûn bin, li axretê, bi dilekî xweş, ji bo xêra wî/wê, dê şahidî bikin. Belê, ew hemû cîhazên ecêb ku ji merivan re hatine dayin, ne ji bo vê jiyana bêqîmet a dunyayê ne; belkî ji bo heyateke gelek girîng a baqî hatine dayin. Çunkî dema em merivan [ji van aliyan ve] bidin ber heywanan, em dibînin ku meriv, ji aliyê cîhazat û aletan ve gelek zêde zengîn e, bi qasî sed dereceyî ji heywanan zêdetir û hêjatir e. Lê belê di hêla wan lezzetên dunyayî û jiyana xwe ya heywanî de, sed dereceyî berejêr dadikeve. Çunkî di her lezzeta ku tehm dike de, rêç û şopa hezar elemî heye. Elemên zemanê berê, ew tirs û fikarên zemanê bê û elema zewala her yek lezzetekê jî, xêr di zewqên wî/ wê de nahêle, xera dike û dike ku şop û şûna eleman di wan lezzetan de çê bibe. Îca heywan ku heye, ne wisan e; lezzeteke bêelem tehm dike, zewqeke bêkeder ji wan digre. Ne ew elemên zemanê berê wî tehl dikin, ne jî ew tirs û fikarên zemanê bê, wî hildiveciniqînin; bi rehetî dijî, vedikeve, ji Xaliqê xwe re şukur dike. Nexwe, ev merivê/a ku di sûretê ehsenê teqwîm de hatiye xuluqandin, gava ku hemû giraniya xwe bide ser jiyana dunyayî, tevî ku sed derece ji aliyê sermiyanê xwe ve ji heywanan zêde ye jî, sed derece ji heywaneke mîna çivîka beytik, rabintir û rajêrtir dikeve. Di ciyekî dî de, min ev heqîqet, bi temsîlekê beyan kiribû. Munasebet hat, dîsa ez wê temsîlê dubare/carî dikim:
Zilamek, deh zêran dide xulamekî xwe û lê ferman dike: "Ji qumaşekî xusûsî, qatek/bedlekî cil ji xwe re bide dirûtin/girêdan." Îca [tam] hezar zêrî jî dide xulamekî xwe yê dî û pûsûlayekê -ku hin tişt li serê nivîsadî ne-, dixe berîka wî û dişîne ciyekî bazarê. Xulamê pêşî, bi deh zêran, ji qumaşekî herî baş, kincekî gelek xweş dikire. Lê belê xulamê duduyan, dînîtî dike, li xulamê pêşî dinihêre, bala xwe nade ser wê "pûsûlaya hesab"ê ku wî merivî kiribû berîka wî û rasterast diçe, hezar zêrî dide dikandarekî û qatek kinc jê dixwaze. Ew dikandarê bêînsaf jî, ji qumaşê herî qelp û sexte, qatekî kinc dide wî. Ev xulamê beredayî, tê huzûra mîrê xwe û tedîbeke şedîd dibîne û ezabekî bidehşet dikşîne.
Eve çi kesê ku şuûreke wî ya besît jî hebe, fam dike, ew hezar zêrê ku ji wî xulamê duduyan re hatibû dayin, ne ji bo kirîna yek qatekî cil e; belkî ji bo bazirganiyeke girîng e. Eynî mîna wê, ew cîhazên manewî û letîfeyên însanî ku ji merivan re hatine dayin û jixwe her yek ji wan, li ber heywanan, sed derece berfireh û bergehdarî bûne. Mesela, ev çavê meriv ku hay û bala wî ji hemû mertebeyên xweşikiyê heye, ev seheka li ser ziman ku tehmên teaman û hemû cûre zewq û tehmên xusûsî yên teaman ji hev derdixe û ev aqilê meriv ku dikare nufûzî temamê wan narîniyên heqîqetan bike û ew dilê meriv ku muştaqê hemû cûre kemilînan e û ew cîhazên din ên meriv ên mîna van li kû; ew haletên heywanan ku gelek zêde besît in û tenê du dereceyan/mertebeyan înkîşaf kirine li kû? Tiştê ku heye, tenê evqas ferq heye: Heywan, di karekî xwe yê, xasî bi xwe de, -cîhazekî xusûsî bi heywanan re heye ku xasê bi wan bi xwe ye- zêde xurt û zexm e. Çi heye ku ew pêşveçûn û xurtbûn jî, xusûsî ye.
Dewlemendiya meriv a ji aliyê cîhazan ve, ji ber vê razê ye: Ji ber sedemê ku aqil û fikrê, ew hasse, sehek û hestên merivan, gelek bi pêş ve çûne û berfireh bûne. Îca ji ber xatirê zafbûna îhtiyacan, di merivan de, hest û sehekên gelek cûre bi cûre peyde bûne. Hem hessasiyeta meriv, bûye gelek cûre bi cûre û ji ber sedemê wê cami'iyeta meriv a fitrî, bûye medarê wan daxwazên ku berê wan, li gelek amancan e û ji ber xatirê ku gelek zêde wezîfeyên meriv ên fitrî hene, ew alet û cîhazat jî, zêde zêde gur û geş û berfireh bûne. Bi ser de jî, bela ku di wê fitreta qabiliyeta meriv de, bi awayekî ku ji hemû cûreyên îbadetan re îstîdat û qabiliyet hebe hatiye xuluqandin, îstîdat, behre û qabiliyeteke wisan ji merivan re hatiye dayin ku tovên temamê kemilînan di xwe de dihewîne.
Ha, ev çend dewlemendiya ji aliyê cîhazan ve û evqas zêdehiya ji aliyê sermayeyê ve, helbet ji bo bidestxistina vê jiyana negirîng û demborî ya vê dunyayê nehatiye dayin. Belkî wezîfeya eslî ya merivekî [meriveke] wiha ew e ku wan wezîfeyên xwe yên ku berê wan li meqsed û amancên bêdawî ne bîne cî; wê neçarî, feqîrî û wan qusûrên xwe, di Sûretê ubûdiyetê de îlan bike û bi nezer û çavê xwe yê kullî, li wan tesbîhên mewcûdan muşahede bike, wan bibîne û ji wan re şahidî bike û di nav nîmetan de, bibîne ku mededa Rehmanî, bi çi awayî tê hawar û gaziyê û şukur bike û bal û dêhna xwe bide wan mûcîzeyên qudreta Rebbanî ku li ser mesnû'an in, lê temaşe bike û bi çavê îbretê li ser wan tefekkur bike.
Hey merivê [yan jî meriva] dunyaperest ê ku evîndarê jiyana dunyayê ye û ji sirrê Ehsenê Teqwîm xafil e! Seîdê Berê, heqîqet û rastiya vê jiyana dunyayî, di bûyereke xeyalî de dîtiye. Li vê bûyera xeyalî ya ku wê, Seîdê Berê wergerandiye Seîdê Nû, guhdarî bike:
Min dît ku ez rêwîyek im, dikevim rêyeke dirêj; ango ez têm şandin. Wî zatê ku mezinê min e, ji wan şêst zêrên ku ji min re veqetandibû, hino hino miqdarek pere dida min. Min jî ew xerc kir û ez hatim xaneke gelek bikêf û şahî. Li wê xanê, di yek şevekê de, min deh zêr, da qumar-mumar û kêfxweşiyê û min di rêya şohretperestiyê de serf kir. Serê sibehê, di destê min de pere hîç nema; ji min nehat ku ez bazirganiyekê bikim û ji bo ciyê ku ez diçimê, min nekarî ku ez tu malekî jî bikirim. Ji wî pereyê çûyî, di destê min de, tenê elem, guneh û tenê ew kul û birîn û kederên ku ji rûyê wan kêfxweşiyan dihatin serê min mabûn. Dema ez di wê rewşa hezîn de bûm, ji nişka ve merivek li wê derê derket hafa min. Ji min re got: "Te bi temamî, hemû sermiyanê xwe wenda kir. Te xwe kir musteheqê şîmaqê. Tu dê destvala, bi awayekî îflaskirî biçî wî ciyê ku tu diçêy. Lê belê heke aqilê te hebe, deriyê tewbeyê vekirî ye. Ji niha bi şûn de, panzdeh tene ji wan zêrên mayî ku ji te re dê bêtin dayin, her ku ketin destê te, nîvê wan, bi hendazeyî û îhtiyatî muhefeze bike. Ango hin tişt, li wî ciyê ku tu diçêy, dê ji te re lazim bibin, bi wan zêran, wan tiştan ji xwe re bikire." Min bala xwe dayê ku nefsa min qîma xwe pê naêne. Wî merivî got: "Ji sisêyan yekê." Çi heye ku nefsa min, îtaet bi wê jî nekir. Peyre got: "Ji çaran yekê." Min nihêrt ku nefsa min, nikare terka wî edetê xwe yê ku bûye mubtelayê wê bike. Wî merivî, bi awayekî gelek hêrsbûyî berê xwe bada û çû. Ji nişka ve ew rewş guherî. Min mêze kir ku ez di trêneke wisan de me, mîna ku di tunelekê de be û bi awayekî zû, berejêr dadikeve. Ez ketim fikaran. Çi heye ku tu çare tuneye ku meriv bi aliyekî ve bireve. Ez qilqilîm. Li her du aliyên wê trênê, gelek kulîlkên balkêş û meyweyên bilezzet ên xerîb xuya dikirin. Min jî, mîna wan xişîm û ecemiyên bêaqil, li wan nihêrt û min destê xwe ber bi wan ve dirêj kir. Min hewl da ku ez wan kulîlkan biqurêfim û wan meyweyan jê bikim bigirim. Îca ji ber ku ew kulîlk û meywe, bi jehrî bûn û drî û striyên wan hebûn, gava min destê xwe bi wan dikir, di destê min de diçûn xwarê, destê min xwîn dibû. Bi çûna trênê re, destê min ji wan vediqetiya û pê re jî parçe wesle dibû. Wan, zerarekî gelek zêde giran dida min. Ji nişka ve xedemeyekî ku di trênê de bû, got:
"Pênc qurûşan bide, ji wan kulîlk û meyweyan tu çiqas bixwazî, ez bidim te. Ji ber ku destê te xwîn dibe, li şûna pênc qurûşan, tu sed qurûşî zerar dikî. Jixwe ceza jî heye; tu nikarî bê îzîn biqurêfî."
Di vê rewşa diltengî de demildest min serê xwe derxist û li aliyê pêş nihêrt û min got ka gelo êdî ev tunel dê kengê biqede. Min dît ku di ciyê deriyê wê tunelê de, gelek qul û bexş dixuyên. Ji wê trêna dirêj, hinekan meriv diavêtin wan qulikan. Min qulikek li hemberî xwe dît. Li du aliyên wê, du kêlikên gorê hatibûn danîn. Min bi çavên tije mereq baş bala xwe dayê. Ez çi bibînim, min dît ku bi herfên mezin, li ser kêlikên wê gorê, navê SEÎD hatiye nivîsandin. Ji ber teessuf û heyreta xwe, min got "Heywax!". Wê gavê, ha ku min dît, dengê wî zatê ku li ber deriyê xanê şîret li min kiribû, hat min. Wî got:
"Hişê te hat serê te gelo?"
Min got: "Erê, hat. Çi feyde taqet û mecal bi min re nema; çare tune..."
Wî got: "Tewbe bike, tewekkul bike."
Min got: "Min kir!"
Bi ser hişê xwe ve hatim. Seîdê Berê wenda bûbû. Min dît ku ez bûme Seîdê Nû.
Eve beşek du beşan, ji wê bûyera xeyalî, -Xwedê xêr bike- ez dê şîrove bikim; aliyên wê yên dî, tu tabîr bike. Ew rêwîtî, rêwîtiyeke wisan e ku ji alema rûhan, ji rehma maderê, ji ciwanîyê, ji pîrûkalîyê, ji gorê, ji berzexê, ji heşrê û ji pirê derbas dibe; ber bi aliyê ebedul abadê ve diçe. Ew şêst zêrên ku hebûn, ew şêst salên imir/temen in ku dema min ev bûyer dît, bi texmîna min ez çil û pênc salî bûm. Di destê min de senedek tuneye; lê belê, ji bo ku ez ji wî panzdeh salên mayî, nîvî jê, ji axretê re serf bikim, tilmiz û telebeyekî xas ê Qurana Hekîm, ez îrşad kirim. Îca ew xan ku hebû, ji bo min Stenbol bûye. Ew trên, dem e. Her salek, wagonek e. Ew tunel jî, jiyana dunyayê ye. Îca ew kulîlkên bistrî û meywe ku hebûn, ew lezzetên ne-meşrû û lewhiyatên ne-mehrem in ku di wê gava mulaqatê de, wextê ku min dawîhatina wan dianî bîra xwe, elema wan wisan zêde dibû û wan eleman dilê min xwînî dikir. Ji ber veqetîna ji wan, dil diqelişe. Ceza jî pê dide kişandin.
Wî xedemeyê trênê gotibû:"Pênc qurûşan bide min, tu çiqasî ji wan bixwazî, ez dê bidim te." Şîroveya wê ev e:
Ew zewq û lezzetên ku meriv, bi keda xwe ya helal, di daîreya meşrû de tehm dike û dibîne, têra kêfa meriv dike. Pêdivî bi daketina nava heramiyan nahêle. Îca tu bi xwe dikarî wan beşên dî şîrove bikî...
Nukteya Çaran:
Dirûvê meriv, di nav vê kaînatê de dide zarokekî gelek nazik û nazenîn. Di zeîfiya wî de hêzeke mezin; di neçariya wî de qudreteke mezin û muezzem heye. Çunkî bi xêra hêza wê zeîfiyê û bi saya serê wê qudreta bêçaretiyê ye ku ev mewcûdat, jê re misexxer bûne.
Heke meriv, ji zeîfiya xwe fam bike, bi awayê qalî, halî û bi helwestî dua bike û hay ji neçariya xwe hebe û îstîmdad bike, hem dê şukra wê musexxerbûnê eda bike hem jî, dê bi awayekî wisan xweş bigihîje wan daxwazên xwe û tiştên ku ew li pey bidestxistina wan e û di amancên xwe de, dê wisan bi rehetî muweffeq bibe; lê gava ku bi hêza xwe ya şexsî hewl bide, nikare bigihîje ji dehan yekê wan meqsedan. Îca çi heye ku di hin deman de, daxwazeke wî ya bi duaya wî ya zimanê halî hasil dibe, bi xeletî, radibe dike malê qewet û îqtîdara xwe.
Mesela, ew qeweta ku di zeîfiya wê çîçika mirîşkê de ye, dike ku mirîşk, êrîşê bibe ser şêr. Ew têjikê şêr ku nû tê dunyayê, wî şêrê cinawir ê birçî, ji xwe re musexxer dike û wê şêra [qirase], birçî dihêle; lê xwe têr dike. Ha, ev, qeweteke hêjayî baldariyê ye ku di zeîfiyê de û cilweyeke rehmetê ya şayanê temaşekirinê ye...
Çawa zarokekî/e nazdar, bi giriyê xwe, yan bi xwestina xwe, yan bi rewşa xwe ya hezîn, digihîje daxwazên xwe û ew qewîyên hêzdar ên wisa jê re musexxer dibin ku ew, hezar qatî bi wê qewetoka xwe, nikare bigihîje yekê ji hezarî. Wisan dixuyê ku ew zeîfî û bêçariya wan zarokan, dike ku şefqet û hîmayet, ji bo wan hişyar bibe û bikeve hereketê û bi vî awayî, ew bi wê tiliya xwe ya biçûçok, qehremanan ji xwe re musexxer dikin. A niha zarokekî/e wiha, gava ku wê şefqetê mandel û înkar bike û bi awayekî ku wê hîmayetê îttîham bike, rabe bi xurûreke ehmeqî bibêje: "Ez bi hêz û qeweta xwe, van ji xwe re musexxer dikim." Helbet dê şîmaqekê bixwe. Eve gava ku meriv bi xwe jî, bi awayekî ku rehmeta Xaliq înkar bike û hîkmetê Wî îttîham bike, rabe wisan kufranê nîmet bike û mîna Qarûn bibêje ﺍِﻧَّﻤَٓﺎ ﺍُ ﻭﺗِﻴﺘُﻪُ ﻋَﻠَﻰ ﻋِﻠْﻢٍango "Min bi ilmê xwe, bi qeweta xwe ev qezenc kir." helbet xwe dike musteheqê wê şîmaqa ezabê. Nexwe ev selteneta însanî, ew pêşveçûnên beşerî û ew kemilînên medeniyetê ku li ber çavan in û tên dîtin, ne bi celbê çê bûne, ne bi xelebe û serketinê ne û ne bi têkoşînê pêk hatine; belkî ji wî re, ji ber xatirê wê zeîfiya wî hatine tesxîrkirin; ji bo xatirê naçariya wî, alîkarî pê re hatiye kirin; bi sebeb wê feqîriya wî, jê re hatine îhsankirin, ji ber wê nezaniya wî, jê re hatine îlhamkirin û ji bo îhtiyacê wî/wê, jê re hatiye îkramkirin. Îca sedemê wê selteneta wî jî, ne bi hêz, qewet û îqtîdara ilmî ye; belkî ew şefqet û reifeta Rebbanî; ew rehmet û hîkmetê Îlahî ye ku wan ew eşya jê re tesxîr kirine.
Belê, merivên ku li hember heşeretên mîna dûpişkeke bêçav û marekî bêling mexlûb dibin, ew hêza ku ji kurmikekî biçûk, pê hevrîşim dide lixwekirin û ji mêşeke bijehr hingiv pê dide xwarin, ne îqtîdara meriv e; belkî ew tesxîra Rebbanî û îkrama Rehmanî ye ku meyweya wê zeîfiya merivan e. Hey însan! Madem heqîqet ev e, dest ji xurûr û enaniyetê berde. Li ber dergayê Ulûhiyetê, neçarî û kêmtaqetiya xwe, bi zimanê hawarxwestinê; feqîrî û pêdiviyên xwe jî, bi zarebarê, bi tezerrû û bi duayê îlan bike û nîşan bide ku tu, ebd î. Bi ser de jî, bibêje ﺣَﺴْﺒُﻨَﺎ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﻭَﻧِﻌْﻢَ ﺍﻟْﻮَﻛِﻴﻞُ50 û bilind bibe. Jixwe qet mebêje ku: "Ez ne tu tişt im û ka çi girîngiya min heye ku ev kaînata ha, ji aliyê Hakimekî Mutleq ve, bi awayekî qesdî ji min re bête tesxîrkirin û [peyre jî] şukreke kullî ji min bête xwestin?" Çunkî tu, her çendî ji aliyê nefs û Sûretê xwe ve, di hukmê hîçiyê de yî; lê di hêla wezîfe û mertebeyê de, tu bi xwe, mîna yî temaşevanekî/e haydar û baldar, ê vê kaînata biheşmet.. û tu, weke zimanekî belîx û natiq ê van mexlûqên bihîkmet î.. û tu ku heyî, mîna mutaleevanekî cirxweş û xwînşîrîn ê vê kitêba alemê yî.. û tu, li ser van mexlûqên ku tesbîh dikin nazir û çavdêrekî/e biheyret î.. û tu bi xwe, ji bo van mesnû'ên ku îbadet dikin, di hukmê serhosteyekî/e hurmetkar de yî.
Erê merivo, belê merivê! Ji aliyê cismaniyeta xwe ya nebatî ve û ji hêla nefsa xwe ya heywanî ve tu, cuz-eke sexîr, cuz-îyeke heqîr, mexlûqekî feqîr û heywanekî zeîf î ku tu, di nav wan pêlên hemû mewcûdên seyyal ên bidehşet de diçerqilî û diçî. Lê belê ji aliyê wê însanîbûna xwe ya ku bi terbiyeyê Îslamiyeta û nûra îmana ku roniya muhebbeta Îlahî di xwe de dihewîne, munewwer dibe û dikemile û di hêla ebdbûna xwe de, tu sultanek î û di nav cuzîtiya xwe de, tu kullî yî; di nav piçûkiya xwe de, tu alemek î û di nav heqareta xwe de, tu nazir û çavdêrekî wisan î ku meqamê te gelek zêde mezin e û daîreya te ya çavdêriyê jî, zaf berfireh e. Lewre tu dikarî bibêjî ku: "Rebbê min ê Rehîm, dunya ji bo min kiriye xane. Wî ev Heyv û Roj jî, di wê xaneya min de kiriye weke lembeyekê; behar jî kiriye mîna destegulekê û havîn jî, kiriye sofreyeke nîmetan û wî ew heywan, ji min re kiriye xîzmetkar. Îca wî ev nebat jî, kirine weke lazimatiyên xweşik xemilandî, yên wê xaneya min."
Encama vî kelamî: Heke tu li nefs û şeytanê xwe guhdarî bikî, tu dê berejêr serserkî gêndir bibî; bikevî esfelê safîlîn. Îca heke tu li Heq û Quranê guhdarî bikî, tu dê berejor derkevî alayê îllîyîn; tu dê bibî teqwîmeke xweşik a kaînatê.
Nukteya Pêncan:
Meriv, weke mêvanek û memûrekî hatiye şandin vê dunyayê û behreyên gelek girîng ji merivan re hatine dayin. Îca li gor wan îstîdatan, wezîfe û peywirên girîng lê hatine barkirin. Bi ser de jî, ji bo ku meriv, qabiliyetên xwe, di rêya wan amancan de û li ser wan wezîfeyan bide xebitandin, bi tundî teşwîq hatine kirin û gefên bidehşet li merivan hatine xwarin. Wan esasên ubûdiyet û wezîfeya însaniyetê ku me li ciyên dî îzah û rave kirine, li vê derê em dê bi îcmalî kurt bikin; da ku sirr û raza "Ehsenê Teqwîm" bête fehmkirin.
Piştî ku meriv tê vê kaînatê, bi du aliyan ubûdiyeta wî/wê heye: Aliyek jê, ubûdiyetek û tefekkureke wî ya di Sûretê xaîbane de heye. Aliyê dî, ubûdiyetek û munacateke wî ya hazirane ya di Sûretê muxetebî de heye.
Aliyê pêşî:
Ew çavdêrî û nazirî ye ku wê selteneta rubûbiyetê ku di kaînatê de tê dîtin, bi awayekî îtaetkarî tesdîq dike û bi awayekî heyretkarî, li kemalat û mehasinên wê dinihêre.
Peyre, ew e ku [meriv] wan sen'etên bedî' ên ku ji neqşên wan îsmên qudsî yên Îlahî pêk tên, nîşanî nezera hev û dî didin û ji wan re dellalî û îlankarî dikin.
Peyre, ew e ku [meriv] wan cewherên Îsmên Rebbanî ku her yek ji wan, di hukmê xezîneyeke manewî ya nepenî de ye, bi mêzîna îdrakê bikşîne, biwezinîne û bi qîmetşînasiya dil, bi awayekî teqdîrkarî qîmetê bide wan.
Peyre ew e ku [meriv] bi tefekkura heyretkarî, li ser wan rûpelên wan mewcûdên ku di hukmê nameyên wê qelema qudretê de ne tefekkur bike û li ser wan pelên erd û esman mutalee bike.
Peyre ew e ku [meriv] li van zînetên ku di mewcûdan de ne û li wan sen'etên letîf, bi awayekî îstîhsankarî temaşe bike û ji wê marîfeta Fatirê wan ê Zulcelal hez bike û hewl û îştiyaq nîşan bide; da ku bikaribe bibe mezher û derkeve huzûra Sani'ê wan ê Zulkemal û bibe mezherê îltîfata wî.
Aliyê Duduyan:
Meqamê huzûr û xîtabê ye ku ji eserê ber bi muessir ve derbas dibe, dibîne ku: Sani'ekî Zulcelal, bi mucîzeyên sen'etên xwe, dixwaze xwe bide naskirin, ragihandin û daxuyandin. Îca ew jî, bi îmanê, bi marîfetê, muqabele dike.
Peyre dibîne ku: Rebbekî Rehîm, dixwaze bi meyweyên xweşik ên rehmeta xwe, xwe bide hezkirin. Ew jî, bi muhebbeteke tam û bi texsîskirina te'ebbudê, xwe bi Wî dide hezkirin.
Peyre dibîne ku: Mun'îmekî Kerîm, bi wan nîmetên lezîz ên maddî û manewî, wî perwerde dike. Ew jî, di miqabilê vê de, bi fiîl û kirinên xwe, bi rewşa xwe, bi gotina xwe, hetta ku ji destê wî/wê bêt, bi temamê hasseyên xwe, bi wan cîhazên xwe şukur, hemd û sena dike.
Peyre dibîne ku: Celîlekî Cemîl, di van eynikên mewcûdan de, kibriya, kemal, celal û cemala xwe îzhar dike û bal, dêhn û berê çavan dikşîne ser wan. Ew jî li ber wan, dibêje: "Ellahu Ekber, Subhanellah" û di nav rewşa mehwiyetê de, bi heyret û muhebbetê diçe secdeyê.
Peyre dibîne ku: Xeniyyekî Mutleq, di nav sexawet û camêriyeke mutleq de, serweta xwe ya bêdawî û xezîneyên xwe yên bêdawî nîşan dide. Ew jî, li ber wê rewşê, di nav te'zîm, hurmetkarî, hemd û senayê de, bi kemala îftîqarê, sual dike û dixwaze.
Peyre dibîne ku: Wî Fatirê Zulcelal, ser rûyê erdê, di hukmê pêşangehekê de çê kiriye û hemû sen'etên xwe yên entîke, li wê derê radixe û teşhîr dike. Ew jî, li ber wan disekine û dibêje: "Maşellah" û bi awayekî teqdîrkarî dibêje: "Barekellah" û bi tehereke tehsînî û xweşhalî dibêje: "Subhanellah" û tevî heyretê dibêje: "Ellahu Ekber" û bi îstîhsanê muqabele dike.
Peyre dibîne ku: Wahidekî Ehed, di vê seraya kaînatê de, bi wan sikkeyên xwe yên ku nayin teqlîdkirin û bi wan xatemên xwe yên ku mexsûsê bi Wî ne, bi wan turreyên ku munxesirê bi Wî ne, bi wan fermanên ku xasî bi Wî ne, demxeya wehdetê, li ser temamê mewcûdan dixe û wan ayetên tewhîdê, [li ser wan] neqş dike. Bi ser de jî, li eqtarê afaqa alemê, ala wehdaniyetê datîne, çik dike û rubûbiyeta xwe îlan dike. Ew jî li ber wê, bi tesdîqê, bi îmanê, bi tewhîdê, bi îz'anê, bi şehadetê/eşhedê, bi ubûdiyetê muqabele dike. Eve bi van cûre îbadet û tefekkuran, dibe merivekî/meriveke heqîqî. Nîşan dide ku di Ehsenê Teqwîm de ye. Bi yumna îmanê, bi awayekî ku layiqî emanetê be, dibe xelîfeyekî emîn û pêbawer ê erdê.
Hey merivê [meriva] xafil ê[a] ku di ehsenê teqwîm de hatiye xuluqandin; lê belê ji rûyê vîna xwe ya xerab, ber bi aliyê esfelê safîlîn ve digêndire! Li min guhdarî bike. Min jî mîna te, bi serxweşiya ciwantiyê di nav xefletê de, ev dunya, xweş û xweşik didît; lê belê gava wê deqîqeya ku ez, di sibeha pîrekaliyê de, ji wê serxweşiya ciwantiyê hişyar bûm, ew rûçikê dunyayê ku berê wê ne li axretê bû û min zenn dikir ku xweşik e, çawan min ew dît ku çirkîn û kirêt e; lê belê îca ew rûyê heqîqî yê dunyayê ku li axretê dinihêre, çiqas xweşik e, li du lewheyên heqîqetê ku di Meqamê Duduyan ê Kelîmeya Hivdehan de hene, binihêre; tu jî bibîne:
Lewheya Pêşî: Wê rastî û heqîqeta dunyaya wan ehlê xefletê ku zemanê berê, min jî, berî ku serxweş bibim, mîna ehlê dalaletê, bi perdeya xefletê dîtibû, teswîr dike.
Lewheya Duduyan: Îşaretî heqîqet û rastiya wê dunyaya ehlê hîdayet û huzûrê dike. Hema berê çawan hatibû nivîsandin, min ew wisan bi wî awayî hişt. Dirûvê helbestê dide wan; lê ne helbest in. ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻚَ ﻻ َ ﻋِﻠْﻢَ ﻟَﻨَٓﺎ ﺍِﻻ َّ ﻣَﺎ ﻋَﻠَّﻤْﺘَﻨَٓﺎ ﺍِﻧَّﻚَ ﺍَﻧْﺖَ ﺍﻟْﻌَﻠِﻴﻢُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ
10
ﺭَﺏِّ ﺍﺷْﺮَﺡْ ﻟِﻰ ﺻَﺪْﺭِﻯ ٭ ﻭَﻳَﺴِّﺮْ ﻟِٓﻰ ﺍَﻣْﺮِﻯ ٭ ﻭَﺍﺣْﻠُﻞْ ﻋُﻘْﺪَﺓً ﻣِﻦْ ﻟِﺴَﺎﻧِﻰ ٭ ﻳَﻔْﻘَﻬُﻮﺍ ﻗَﻮْﻟِﻰ
51
ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺻَﻞِّ ﻭَ ﺳَﻠِّﻢْ ﻋَﻠَﻰ ﺍﻟﺬَّﺍﺕِ ﺍﻟْﻤُﺤَﻤَّﺪِﻳَّﺔِ ﺍﻟﻠَّﻄِﻴﻔَﺔِ ﺍْﻻ َﺣَﺪِﻳَّﺔِ ﺷَﻤْﺲِ ﺳَﻤَٓﺎﺀِ ﺍْﻻ َﺳْﺮَﺍﺭِ ﻭَ ﻣَﻈْﻬَﺮِ ﺍْﻻ َﻧْﻮَﺍﺭِ ﻭَ ﻣَﺮْﻛَﺰِ ﻣَﺪَﺍﺭِ ﺍﻟْﺠَﻼ َﻝِ ﻭَ ﻗُﻄْﺐِ ﻓَﻠَﻚِ ﺍﻟْﺠَﻤَﺎﻝِ ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺑِﺴِﺮِّﻩِ ﻟَﺪَﻳْﻚَ ﻭَ ﺑِﺴَﻴْﺮِﻩِٓ ﺍِﻟَﻴْﻚَ ﺍَﻣِﻦْ ﺧَﻮْﻓِﻰ ﻭَ ﺍَﻗِﻞْ ﻋُﺜْﺮَﺗِﻰ ﻭَ ﺍَﺫْﻫِﺐْ ﺣُﺰْﻧِﻰ ﻭَ ﺣِﺮْﺻِﻰ ﻭَ ﻛُﻦْ ﻟِﻰ ﻭَ ﺧُﺬْﻧِٓﻰ ﺍِﻟَﻴْﻚَ ﻣِﻨِّﻰ ﻭَ ﺍﺭْﺯُﻗْﻨِﻰ ﺍﻟْﻔَﻨَٓﺎﺀَ ﻋَﻨِّﻰ ﻭَ ﻻ َ ﺗَﺠْﻌَﻠْﻨِﻰ ﻣَﻔْﺘُﻮﻧًﺎ ﺑِﻨَﻔْﺴِﻰ ﻣَﺤْﺠُﻮﺑًﺎ ﺑِﺤِﺴِّﻰ ﻭَﺍﻛْﺸِﻒْ ﻟِﻰ ﻋَﻦْ ﻛُﻞِّ ﺳِﺮٍّ ﻣَﻜْﺘُﻮﻡٍ ﻳَﺎ ﺣَﻰُّ ﻳَﺎ ﻗَﻴُّﻮﻡُ ﻳَﺎ ﺣَﻰُّ ﻳَﺎ ﻗَﻴُّﻮﻡُ ﻳَﺎ ﺣَﻰُّ ﻳَﺎ ﻗَﻴُّﻮﻡُ ﻭَﺍﺭْﺣَﻤْﻨِﻰ ﻭَﺍﺭْﺣَﻢْ ﺭُﻓَﻘَٓﺎﺋِﻰ ﻭَ ﺍﺭْﺣَﻢْ ﺍَﻫْﻞِ ﺍْﻻ ِﻳﻤَﺎﻥِ ﻭَ ﺍﻟْﻘُﺮْﺍَﻥِ ﺍَﻣِﻴﻦَ ﻳَٓﺎ ﺍَﺭْﺣَﻢَ ﺍﻟﺮَّﺍﺣِﻤِﻴﻦَ ﻭَ ﻳَٓﺎ ﺍَﻛْﺮَﻡَ ﺍْﻻ َﻛْﺮَﻣِﻴﻦَ ٭ ﻭَ ﺍَﺧِﺮُ ﺩَﻋْﻮَﻳﻬُﻢْ ﺍَﻥِ ﺍﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﺭَﺏِّ ﺍﻟْﻌَﺎﻟَﻤِﻴﻦَ
52 53
* * * Konferansek e ku Li Zanîngeha Ankarayê Hatiye Xwendin
Ev konferansa ku bi saya dersa Rîsaleyên Nûr û bi xêra serê wê hîmmeta Seydayê min ê 'ezîz û hêja hatiye amadekirin, li ser Rîsaleyên Nûr, sohbeteke şîrîn û bizewq e. Mebest pê, ne ew e ku qîmet û girîngiya Rîsaleyên Nûr îfade bikim; jixwe cesareta min têra vê yekê nake. Çunkî ez ku heme, telebeyekî herî nû, herî neçar ê Rîsaleyên Nûr im. Çanda min, têr nake ku ez rabim, qîmeta şahesereke ku di qada navneteweyî de nav û deng daye karibim vebêjim. Îca ev şerefa mezin, xasî bi wan xwendevanên ronakbîr, xwedîîdrak û teqdîrkar ên Rîsaleyên Nûr e.
Heta ez negihîştibûm Rîsaleyên Nûr, min di metbûat, çapemenî û kitêbên me de, tenê yek nivîseke ku qîmeta Qurana Kerîm bîne ziman, nexwendibû. Peyre min fam kir ku: Ji wan edîbên ku zêdetirî serê nîv sedsalekê ye di nav me de gihîştine bêhtir, wan mezinên biyanî/ecnebî, Qurana Kerîm teqdîr kiribûne. Li Emerîkayê, li Seraya Spî, Qurana Hekîma ku roja/tava temamê dunya û kaînatê ye, di nav wan hevrîşimên kesk de, li mewqiyekî bilind ê ku layiqî wê ye, tê hilanîn û parastin. Mucîd, feylesof, derûnînas, civaknas û pedagog, îro wan berhemên ku li ser bingeha Qurana Kerîm hatine nivîsandin dixwînin. Ew kesayetiyên navdar, bi van malûmatên ku ji wê kitêba pîroz digrin, berheman dinivisînin û li çar aliyê dunyayê nav û deng didin û tê gotin ku ew, bi vî awayî ji merivahî û gelê xwe re xîzmet dikin. Li Siwêd, Norweç û Fînlandiyayê, wan, ji xwe re hey-eteke ku ji alimên herî mezin pêk hatiye, civandiye û bi salan, wan daye pey zanîn û agahiyan û wan, hewl daye ku kitêbekê bibînin; da ku ciwanên xwe, pê xelas bikin. Dawiya dawî, gihîştine wê qenaet û baweriyê ku, tekane çareya ji bo ku ciwanên wan bibin alimên rêya rast û bi exlaqekî herî mezin rabin û bibin xwedî exlaq û fikreke baş, ew e ku Qurana Kerîm bi wan bidin xwendin.
Biyaniyên ku Îslamiyet û Quranê teqdîr dikin, gelek in; em dikarin hîna gelek mînakên dî jî bidin.
Eve, digel ku ew kesên ne Musluman, bi qîmeta kitêba Îslamê dizanin û wê teqdîr dikin û jê îstîfade dikin, gelo îca ev ciwanên Musluman ên Turk[iyeyê], dê karibin bisekinin? Bi tu awayî, qet'î ew nikarin rawestin û nikarin rakevin.
Mabûdê me yê xwedîşan ku Cenabê Heq e, xizneyeke ilmê heqîqetê ku bi awayekî tam têra wan îhtiyacên herî ulwî û herî qudsî yên ciwantiya me bike, di sedsala bîstî de jî, derxistiye meydanê. Ha ev defîneya dewlemend a ilmî, ev Rîsaleya Nûr e ku tefsîreke heqîqî û ronak a Qurana Kerîm e. Îca ev berhemên ha, ji Qurana Hekîm tereşşuh bûne û di nav daîreya esasên wê de hatine nivîsandin. Ê ku berheman telîf dike, Bedîuzzeman e. Temamê wan alimên heqîqî, bi muttefîqî tesdîq kiriye, layiq e ku ji vî kesê muellif ê muhteşem ê Rîsaleyên Nûr re, "Bedîuzzeman" bête gotin. Wan, bi teqdîr û tehsînan, ew teqdîr kiriye ku ev berhemên Rîsaleyên Nûr, tefsîreke Quranê ya wisa ye ku dikare gel û ciwanan, ji wan dalalet û girdavên jirêderketî, xelas bike. Digel ku wiha ye jî, meriv dikare bibêje ku muellifê şahesereke ewqas mezin, îro jî ji aliyê herkesî ve baş naye naskirin.
Belê hevalino, ev bû panzdeh-bîst sal in ku komunist û ew cereyanên ku neyarên dîn in, di nav me de, gelek xebitîne. Dest ji danaskirina van dahiyên me berdin, îca bi wan buhtanên cûr bi cûr rabûne û wan ew lekedar kirine û ji bo ku bi ser bikevin, wan hewl daye ku ji temamê derfetan mifa bigrin. Ji bo ku wan alimên me yên heqîqî û mucahîd, li ber çavê gel reş bikin, çi ji destê wan hatiye, wan teqsîr nekiriye. Îca bi xêra saya demokrasiya ku van salan, li welatê me bi pêş ve diçe, em pê dihesin ku ew, rewşeke cangizok bûye. Tu nabêjî em xapiyane û hatine xapandin. Ew telqînên derewîn û propagandayên nerast ku heta niha li ser alimên me dihatin kirin, bi xêra van heqîqetên ha ku em pê hesiyan, me karibû ji serê xwe derxista. Me ew întîbayên xwe yên berê yên neyînî paqij kirin; îca bi wê Qurana ku kitêba me ya qudsî ku ew ronakbîrên heqîqî jê îstîfade dikin, me bi her du destan, xwe hişk pê ve girt û bi vî awayî, em bi wan heqîqetên mezin ên Quran û îmanê ku ji vê Rîsaleya Nûr ku tefsîreke bilind a Qurana Hekîm a vê sedsalê ye derketine, êdî bere bere em munewwer dibin.
Belê, ji wan berhemên wan mezinên me yên mîna Ebdulqadirê Geylanî, Îmamê Xezalî û Mewlana Celaledînê Rûmî ku her yek ji wan, rojeke Îslamê ne û dahî ne, çawa ku haya ciwanên îro tuneye û ciwan bi qîmeta heqîqî ya wan berheman nizanin, ev ciwanên me, mufessirekî bêhevta yê mîna Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî jî, bi awayekî baş nas nakin. Bi rastî, ew kesên nepenî û eşkere yên dijminên dîn jî, ji ber hin qesd û kotekiyên xwe yên xusûsî, nehiştiye ku ev mufessir bête naskirin. Lê belê, ew kesên ku bi hewldana xwe ya şexsî pê hesiyan ku di vê sedsalê de, mufessirekî wiha mezin û dahiyekî wiha yê Îslamê heye, tafilê bi qîmeta dîrokî û cîhanşumûlî ya Bedîuzzeman serwext dibin û ji bo ku ji berhemên wî mifa û sûd bigrin, nikarin li ciyê xwe bisekinin.
Erê hevalino! Em dikarin bi qenaeteke qet'î û kamil bibêjin ku: Di vî esrî de berhema ku dê merivan bigihîjîne seadetê û wan ji aliyê eqlî û dilî ve îqna bike, Rîsaleyên Nûr e. Ev hukum, ji aliyê wan roşinbîrên ku Rîsaleyên Nûr dixwînin ve, hukmekî qet'î ye. Jixwe ew qudreta ilmî û orijînal 259 tiya di Rîsaleyên Nûr de, îsabeta vê qenaetê bi awayekî zelal û eyan nîşan dide.
Hevalino!
Yên ku xwe hişk bi Qurana Kerîm ve digrin, çawa ku dunya û axreta wan mamûr û avadan dibe, îca yên ku wê Rîsaleya Nûr a ku tefsîreke wê ya ronak e, dixwînin jî, dê bigihîjin seadetê. Ciwanên ku van berhemên îmanî dixwînin, dê îmana wan bi qewet bibe, ayendeya wan dê xweş bibe; dê bibin xwedî ilim û marîfet. Hem dê bibin ciwanên xwedî exlaqbilind ên wisa ku feydeya wan hem bigihîje welat, hem gel, hem jî, bigihîje dê û bavên wan û ew dê bibin ciwanên bijare. Dê bigihîjin bextewariyeke wisa ku êdî naîl in ku ebdekî/e xalis ê/a Xwedê ne û ummeteke heqîqî ya Pêxember in.
Îca heke em bên ser pirsên wan hevalên ku agahî derbarê Rîsaleyên Nûr de dixwazin: Ji bo ku meriv di vê hêlê de bigihîje hin fikran, pêdivî tuneye ku meriv, ji tu ciyî îzahan bigre. Hûn bi xwe jî, van berhemên zêde feyîzdar bixwînin, eynî hûn bi cehd û hewldana xwe ya şexsî, bi xwe xîret bikin ku hûn ji wan fam bikin û wan nas bikin. Hûn bi şexsê xwe bi xwe, bikevin wê xezîneya ilim û îrfanê; ha wê hingê ancax bi awayekî têrbaş wan agahiyên ku pêdiviya we bi wan heye, hûn dê bi dest bixin.
Belê her ku hûn Rîsaleyên Nûr bixwînin, nûra Quranê dê bikeve dilê we û bere bere, dê ew nûr, tê de zêde bibe û ew heqîqetên Quranê, dê aqil û dilê we ronî bikin û bi vî awayî îmana we, dê înkîşaf bike û bi qewet bibe. Her ku hûn wan Rîsaleyên Nûr bixwînin, feyzeke Îlahî, dê alema we ya ruh û manewiyatê bigre ber xwe. Di jiyanê de, dê wan deriyên huzûreke mezin û refaha seadetê li we veke. Hûn dê ji van berheman hîn bibin ku dunya, mezraya axretê ye û ji bo ku hûn, heyateke ebedî qezenc bikin, hûn hatine vê derê û hûn, dê pê bihesin ku dunya, ji aliyê vê îmanê ve, ji Cennetê xweştir û bi zewqtir e. Ha wê gavê, hûn dê ji vê dunyayê, ne ji bo vê jiyana demborî; îca hûn dê bi awayê şewq û eşqeke bêdawî û manewî jê hez bikin; belkî ji bo ku hûn heyateke ebedî û seadeteke baqî bi dest bixin, hûn dê ji dunyayê hez bikin.
Hem hûn dê qat bi qatî jî fam bikin ku edakirina nimêjê û îbadet, zewqeke mezin û qûdsî ye. Gava hûn derkevin huzûra Rebbê me yê Rehîm, huzûra Xwedayê me, hûn dê êdî bigihîjin tehma zewqeke wisa kûr a Îlahî ku rojeke we, gava bê nimêj derbas bibe, hûn dê bikevin nava tengasî û kederên gelek mezin. Îca demên herî xweş, herî bi kêf û herî mesûd, hûn dê di wî îbadetê ji bo Xwedê de û di taetê de bibînin.
Gelî hevalan!
Rîsaleyên Nûr, ne bi vîna muellifê wê; belkî weke îhsaneke îlahî, berhemeke îlhamî ya wisa ye, ji bo ku musulmanên esra bîst û yekê û ji bo ku hemû merivahiyê ji wan fikrên reşetarî û ji wan rêyên dalaletê xelas bike, hatiye nivîsandin. Ha, heke hûn, berhemeke wiha ku bandora wê li ser merivan gelek zêde ye, bi berdewamî û teennî bixwînin û hûn hewl bidin ku hînî wateya bêje û peyvikên wê bibin; pê re jî, hûn baş bal û dêhna xwe bidin ser wê, mîna gelek telebeyên Nûrê yên ku bi şev û rojê dixebitin, hûn jî dê bigihîjin huzûr û seadeteke mezin. Bi ser de jî, hûn dê bikevin rewşeke gelek cewwal û çalak. Hûn dê bi rojan, bi tehma wê hezza Îlahî ya xwendina wan berhemên qudsî, biqilqilin. Ji bo xatirê ku hûn, li ser van berhemên wiha hêja ku qîmeta wan naye hesabê, bixebitin û meşxûl bibin, hûn dê pênc deqîqeyên xwe jî, nikaribin beredayî xerc bikin. Hem ji bo ku hûn bixwînin û daîma bixwînin, hûn dê daîma di berîka xwe de, di çenteyê xwe de, cî bidin Nûran û hûn dê bi awayekî gelek hişyar, qîmetê bidin dem û weqtê xwe. Hûn dê bi hezkirina/evîna xwendina Nûran û bi kelecana xwendina Nûran û hewcedariya xwendina Nûran bişewitin/nikaribin bisekinin.
Belê hevalino, Rîsaleyên Nûr, berhemeke wisa cazîbedar e û wisa merivan ber bi xwe ve dikşîne ku gava hûn bi wê qudsîtî û mezinatiya wê xizmet ku meriv, bi Rîsaleyên Nûrê, ji Quran û îmanê re dike bihesin û fehm bikin, hîna li vê dunyayê, heke we vexwînin Cennetê, hûn dê nexwazin ku dest ji wezîfeyeke wiha muqeddes û seadeteke wiha ulwî berdin. Hûn dê têbigihîjin ku ji hêla îmanê ve û ji aliyê amanca wê xizmet doza xelaskirina îmanê ve dunya, di hukmê Cenneteke manewî de ye. Yên ku li Rîsaleyên Nûr dixebitin, di ber xizmeta îman û Îslamê de, bûne xwedî feraxet û fedakariyeke wisa ku li nik wan, wan meqsedên biçûk ku navê wan menfîeta şexsî ye, cî ji xwe re nedîtine û lingê wan erd negirtiye. Lewre li cem telebeyên Rîsaleyên Nûr, amanca pêşî û xayeya herî mezin, rizaya Îlahî ye. Ji Xwedê re bê hed şukur be, hejmara wan hevalên me yên hişyar, hêja û fedakar ên mîlyonan derbas kiriye fêr bûne ku, ew xebata li ser Rîsaleyên Nûr, rasterast, ew xîzmet e ku ji Qurana Ezîmûşşan -ku kitêba me ya pîroz e- re tê kirin. Tu ferd, nikare vê heqîqeta ku ji wan kesên ku aqilê wan li serê wan e re, bi awayekî aşkera xuya dike, vê rastiyê, înkar û mandel bike. Di wan çalakiyên Rîsaleyên Nûr ku ji bo Xwedê xebat in de, ew kes hene ku bi eşq û şewqeke îlahî û bi hezkirineke dilî û ruhî, xewnên şevan jî li xwe heram dikin.
Binihêrin! Wisa telebeyên heqîqî yên ku ji Rîsaleyên Nûr re xizmetê dikin hene ku gava ji yekê/yekî re bête gotin: "Li şûna Rîsaleyên Nûr, van pirtûkan îstînsah bike, em wê serweta Ford ê milyarderê Emerîkî bidin te." Ew telebeyê bextewar, bêyî ku qelema xwe ji ser wan rêzikên Rîsaleyên Nûr hilde, dê wiha bersiv bide: "Heke hûn vê dunyayê, tevî serwet û selteneta wê bidin min, qebûl nakim. Çunkî Cenabê Heq, bi vê mutalee û xizmet Rîsaleyên Nûr, dê xezîneyeke baqî bide me. Îca de ka ew serweta we ya dunyayî, dikare min mesûd bike gelo? Jixwe ev jî di şik û gumanê de ye. Lê belê, şik û guman tuneye, bi wê serweta baqî ku dê Rebbê me, ji me re îhsan bike, em dê bigihîjin seadeteke heqîqî."
Hevalên min ên hêja!
Hin ciwan hene ku hîna bi qîmeta Rîsaleyên Nûr nehesiyane û ji bihîstin û naskirina wê, bi derengî ketine. Ev ciwanên ku wiha bi derengî ketine, agir bi dilê wan dikeve û wiha dibêjin: "Ez dê wê ciwantiya xwe ya hêja ku dereng hişyar bûye, bi wan tiştên fanî û demdemî wenda nekim. Ancax û ancax, ez dê di rêya xizmet Quran û îmanê de; di rêya guhdarîkirin û îtaetkirina wan kar û barên wî Xwedayê xwe yê şîrîn û Pêxemberê xwe yê 'ezîz de weqif bikim. Ancax bi vî awayî, di vê ciwantiya xwe ya demborî de, ez dê karibim ciwantiyeke baqî bi dest bixim.
Gava ku we dît ku em ewqas bi Rîsaleyên Nûr re hatine girêdan, nebî hûn bikevin wê zennê ku me eleqeya xwe ji dunyayê biriye. Berevajiyê wê, ev alî, di vê xetta hereketa me de tebaruz dike: Gava em di îşê xwe de bi tena serê xwe bin, em kar û barên xwe dikin û gava em telebe bin, em dersên xwe çê dikin û heke em karmend bin, em wezîfeya xwe dikin û gava em bazirgan bin, em bazirganî û tîcareta xwe dikin. Ew kar û barên me yên dunyayî çiqas jî zêde bin, ders û ezmûnên me çendîn ketibin ser hev û dî jî, em weqt dibînin ku li ser Rîsaleyên Nûr bixebitin û ji wê re xîzmet bikin û em dikarin demê bibînin. Ji xebata Rîsaleyên Nûr re em dema xwe vediqetînin û em dikarin dema xwe bidin wê. Çunkî çawa ku her roj pêdivî bi nan, av û hewayê heye, eynî wisa jî, hîna ji van zêdetir em muhtac in ku ji wan heqîqetên Quran û îmanê, her roj qûtê xwe yê manewî bigrin.
Belê, ew xebata me ya bi Rîsaleyên Nûr re, dike ku em hîna zaftir di kar û dersên xwe de bi ser bikevin her wiha/bi vî avayî hêz û hewesê dide me. Di hişê me de vê fikrê hişyar dike: "Ji bo dîn, li dunyayê bixebitin." Qîmeta weqt, bi me dide fêrkirin; bi awayekî karîger dixe bîra me û dixe dilê me ku ew pelên salnameyê careke dî berepaş nayin û şewq û ezmê dide me; da ku em qîmetê bidin dema xwe ya ku sermiyanê imir û temenê me ye. Ew me ji wî edetê nebaş ê ku em di weqtên xebatê de, vir de wê de diçin, li vî aliyî û li wî aliyî, bi awayekî beredayî, di wan tiştên beredayî de ku qaşo li ber çavê me pêdivî bi wan heye; lê belê di eslê xwe de bê feyde ne û em dema xwe dikujin, xelas dike. Hetta di wan demên îstrehetê de jî, dike ku hezkirina xebatê bi me re çê bibe ku em, li heqîqetên îmanê bixebitin û bi vî awayî, wê tehma fealiyetê ya ku rehmeta Îlahî ew xistiye nava tevger û hereketê, bi me dide tamijandin. Bi vî awayî, me di wê rêya ku meriv di 'imrekî fanî de, heyateke baqî qezenc dike de, dide meşandin.
Birayên min ên hêja!
Ne mimkun e ku ew qîmeta mezin a Rîsaleyên Nûr bête beyankirin. Ew, ruhê wan kesên ku bi awayekî daîmî û bi sedeqetî wê dixwînin, wisa dorpêç dike û ewqas bi xwe ve girê dide û ram dike ku wan, di mertebeyên îmana tehqîqî de dide bipêşxistin. Îca temamê wan neyarên dîn, li ser serê yekî/yeke ji wan fedakaran bicivin ser hev û dî û hewl bidin ku destê wî/wê, ji Rîsaleyên Nûr bidin qetandin, nikarin bi ser bikevin û bi ser neketin jî.
Ez bi xwe, wê xîzmetkariya ji bo Seydayê xwe ku ew, bi telîfa Rîsaleyên Nûr hatiye wezîfedarkirin û îstîxdamkirin, ji xwe re weke nîmetekî herî mezin dibînim. Hetta ez dixwazim ku xîzmetkariya xîzmetkarê wî bikim û ez vê jî, weke şerefekê qebûl dikim. Dibe ku hin kes hebin, vê pêgirêdana dilî û semîmî, wisa zêde bibînin; lê belê heq tuneye ku tu kes vê zêde bibîne.
Mesela, em berhemeke hêja dixwînin; di dilê me de, kêm-zêde, pêjna teqdîrekê li hember nivîskarê wê çê dibe. Em li hember berhemên Molyer, Hugo, Goethe, hejmetkar dimînin û ji wan re, di dilê me de hezkirinek peyde dibe. Îca, ew dereceya girêdana bi şexsê dahiyekî Îslamê ku wê Qurana Hekîm a ku rêberê dînê Îslamê ye tefsîr kiriye, ka gelo divê çawa be? Heke berhema yekî ji wan navdaran, li ser kaxitan bê nivîsandin, ev Rîsaleyên Nûr ên Bedîuzzeman ku tefsîra Quranê ne, divê li ser rûpelên zêrîn werin neqişandin. Heke ji bo vekolîn û lêhurbûnê, meriv, li ser berhema fîlozofekî ku ne li ser rêya rast e û li dijberê dîn e, rabe bi saetan bixebite, ji bo xwendina wan berhemên Bedîuzzeman ku dersa seadeta du cîhanan didin, divê meriv xewê şevan jî li xwe heram bike. Erê, heke em pênc lîrayî bidin pirtûkeke dunyayî, em sed lîreyî didin tefsîreke Quranê ya mîna Rîsaleyên Nûr ku li dunya û axretê merivan bextewar dike û xwedî mewqî û şerefeke herî mezin e û em didin jî. Gava îcab bike, di ber neşra wê de, em ciwanên neviyên wan cengawerên Îslamê ne, divê ku em serweta xwe jî feda bikin hevalino!
Nexwe werin gelî xwişk û birayên min! Li ser dersa Nûran, em çok bidin ber hev, di xizmet wan de em dest bidin hev û dî, di cîhada dînî de em mil bidin hev. Em ku bi awayekî şedîd muhtac in ku nûrê ji wan Nûran bigrin û em ji wan, dersên îmanî bigrin û em bi hev û dî re li ser Rîsaleyên Nûr bixebitin, em hev û dî bibînin û li ser wan bipeyivin. Em di rêya Xwedê de, di rêya dîn de bibezin. Em li hember bêdînan, ala têkoşînê hildin û li wan meydanên cîhada dînî, di wan muhîtên xizmeta îmanê de, wî canê xwe yê şîrîn feda bikin.
[Xwişk û] birayên min ên hêja!
Di Rîsaleyên Nûr de gelek meziyet û taybetiyên mezin hene. Ew xasiyetên bijarte û mustesna, heta niha di tu berhemeke ku hatiye nivîsandin de nehatine dîtin. Ew alimên heqîqî ku imrê xwe bi xwendinê derbas dikin, gava Rîsaleyên Nûr dixwînin, vê rastiyê tînin zimên. Ew şexsiyetên qedirşînas û qedirbilind digihîjin vê qenaetê ku merivên vî zemanî, ilmê wan çiqas pir be jî, muhtac in ku Rîsaleyên Nûr bixwînin. Ew ronakbîr û alimên bifezîlet ku ji nexweşînên mîna enaniyet û dexesiya ilmî ditirsin, tafilê bi her du destan hişk bi Rîsaleyên Nûr digrin. Hin kes ji wan, digel ku şêst-heftê salî ne jî, dîsan hewl didin xwe; da ku ji Rîsaleyên Nûr re bibin telebe û pir zêde dixwazin ku wê şeref û wî nîmetê ku di telebetiya Rîsaleyên Nûr de heye, qezenc bikin.
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî yê hezret dibêje ku: "Rîsaleyên Nûr, mîna wan kitêbên dî, tenê ilim nade; dersa wê ya manewî jî heye." Ha ji ber bandora vê dersa manewî ye ku ruh û dil; wijdan û letîfeyên wan kesên ku Rîsaleyên Nûr dixwînin, ji wê dersa bifeyz û bereket, paya xwe û qûtê xwe digrin. Ka qey ne bi xêra nifûza vê dersa manewî ye ku alemên manewî yên wan kesên ku Rîsaleyên Nûr dixwînin, bi nûran tên şûştin û bi bandoreke Îlahî û bi cazîbeyeke Îlahî, dikevin rewşeke musexxer, meftun û meclûbê wan heqîqetên îmanê û di rêya Xwedê û Resûlellah de bilind dibin. Ew aşiqên ilmê îmanê, Rîsaleyên Nûr dixwînin. Ew mereqawerên wan malûmatên dînî, Rîsaleyên Nûr dixwînin. Ew kesên ku li heqîqetê digerin, Rîsaleyên Nûr dixwînin. Ew fitretên mucahîd ên têkoşer, Rîsaleyên Nûr dixwînin. Ew qabiliyetên ku dixwazin bigihîjin lûtkeya xemaset, behadirî û qehremaniyê/xweşmêriyê, Rîsaleyên Nûr dixwînin. Neteweperwer, Rîsaleyên Nûr dixwînin. Erbabên fen û hunerê, Rîsaleyên Nûr dixwînin. Ew kesên ku heyranê wan ilmên musbet in, Rîsaleyên Nûr dixwînin. Ehlê tesewwufê, Rîsaleyên Nûr dixwîne. Ew kesên ku mereqa wan li ser edebiyatê ye, Rîsaleyên Nûr dixwînin. Nexwe her tebeqeyeke merivahiyê, di ruhê xwe de, pêjna pêdivî û îhtiyacekî mezin a Rîsaleyên Nûr dike û ji wê îstîfade dike.
Hevalino!
Qabiliyeta îqnakirinê, bi wan kesên ku Rîsaleyên Nûr dixwînin re, zêde dibe û aqil û mantiqa wan dikeve liv û tevgerê û bi qewet dibe. Derbarê mijarekê de, li gor asta xwe, dibin xwedî meziyeteke wisa ku bi awayekî îqnakir, dîtinên xwe derdibirin. Lewre ew nûrperwer, ji serî heta binî, bi dersên şahane yên şahesereke eqlî, mantiqî û îqnakir, xweş ronîdar û feyizdar dibe.
Kan û esasê wê medeniyeta heqîqî û îctîmaiyên bilind û wan qanûnên merivahiyê, Quran e. Quran, xatibeke giştî ye ku xîtabî hemû merivahiyê dike. Îca hûn dê bibînin ku gelek pêdiviyên me yên îman û Îslamî; eqlî û fikrî; dilî û ruhî ku em li wan digerin, di Rîsaleya Nûr a ku tefsîreke heqîqî, zelal û ronak a Qurana Hekîm e de, bi awayekî têr û tije hene û ew we têr û tetmîn dike. Hûn dê bi çavê serê xwe bibînin ku hinek ji wan îstîfhamên ku di hişê we de hene, dê bi awayekî îqnakir bên bersivandin û li hember wan bersivan, hûn dê gelek zêde hejmetkar bimînin û hûn dê şikrîma xwe bînin. Hûn dê bi zelalî bibînin û îqna bibin ku Rîsaleyên Nûr, mecmûeyeke wan heqîqetên Îlahî ya wisa ye ku xîtabî we dike û hûn, dê dest bi jiyaneke wisa bikin ku di nav huzûr û aramiyeke bêdawî de ye û mesûd e. Êdî dê wisa bibe ku hûn, dê nikaribin destê xwe ji wê zewq û hezkirina xwendina wan nûran vekşînin û heta ku hûn sax bin, hûn dê bi her du destan xwe hişk pê ve bigrin.
Gelî [xwişk û] birayên min ên hişyar ku bi eleqedariyeke mezin bal û dêhna xwe didin ser mijara Rîsaleyên Nûr!
Heke manaya/wateya Qurana Kerîm neye zanîn jî, gava ku meriv bixwîne û lê guhdarî bike, çawa ku di ruhê merivan de tesîreke manewî û derûnî çê dibe. Çunkî kelam, kelamê Xwedê ye. Ha ji ber vê qudsîtiya wê wateyê ku di kelamullah û Îslamê de heye, gelê Turk, bi Îslamê bûn cîhangir; wan qit'e û beldeyan fetih kirin. Ev serê hezar salî ye ku beyreqdariya Îslamê dikin. Eynî wisa jî, dibe ku di serê pêşî de hûn bi temamî, ji hin behsên Rîsaleyên Nûr a ku di vê esrê de tefsîreke mezin a Quranê ye fêm nekin; lê belê ew bandora/tesîra wê ya manewî, feyza wê ya manewî, nifûzî ruh û dilê we dike; bi ser alema we ya manayê ve digre û qet'iyen, hûn bêmifa namînin û em namînin. Hem meriv tenê, ne ji aqil pêk tê; meriv, xwedî wan cîhaz û letîfeyên manewî yên mîna dil, ruh, sir û wijdan e jî. Heke aqilê we, her meseleyeke îmanî, di xwendina cara pêşî de baş fam neke jî, dil û ruh, paya xwe jê digrin. Ha ji ber vê tesîra manewî ya Rîsaleyên Nûr e ku di dema destpêka telîfa pêşî ya Rîsaleyê Nûr de, heşt deh telebeyên Nûrê hebûn; lê a niha hejmara wan gihîştiye milyonan; di nav wan cereyanên fikrî yên cîhanê de, bûye cereyaneke herî bihêz a îmanê û Anatoliyê îstîla kiriye, dagirtiye û gihîştiye heta qiteyên Ewrûpa, Emerîka û Asyayê û hêzdariya xwe bi wan daye qebûlkirin û wisa kiriye ku neyarên dîn, ketine dehşetê û dûçarî têkçûnê bûne; jiyan û tevgerê/bizavê daye îman û Îslamê; wê ev nifşa nû, xweş kiriye liv û tevgerê û kiriye ku ew fitretên qehreman û cengawer, înkîşaf bibin û wisa hêz daye wan ku li meydanên cîhada Îslamê, her tiştê xwe, di ber îmanê de feda dikin û di vê rêyê de beziyane û dibezin. Dawiya dawî, bûye mezherê teqdîreke nuwaze ya cîhan û alema Îslamê û her kes jê re hejmetkar maye û dimîne.
Ji ber vê yekê, her roj hewl bidin ku hûn timî bixwînin. Her ku hûn vê berhema şaheser a ku bi zewq û şewqê, dubare dubare, xwe dide xwendin bixwînin, ew têgihîştina we, dê zêde bibe. Îca çareya tekane ya têgihîştina ji wê ev e ku hûn bi nûran re rû bi rû bimînin û divê hûn, cehdeke zihnî serf bikin û gelek caran carî bikin û bi hezkirina wê payîdar bibin.
Hevalên min ên muhterem!
Şêwaza Rîsaleyên Nûr, şêwazeke wisa bê mînak e û gelek balkêş e ku bi tu şêwazî re naye qiyaskirin. Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, tevî ku mufessîrekî Quranê ye, îca edîbê herî mezin û belîxekî biqewet ê esrê me ye. Çi heye ku ne ji wan edîban e ku qîmetê didin tentene û xweşgotina peyvan. Berevajiyê vê, ew muellîfek e ku herî zêde qîmet û girîngiyê dide manayê/wateyê û ji bo xatirê peyvikan, fedakariyê di wateyê de nake; ji bo xatirê kincê, ji wicûdê parçe nabire. Ew, xwedî şêwaza beyaneke wisa ye ku tenê xasî bi zatê wî ye û gelek karîger û balkêş e.
Bi xêra vî awayî, di Rîsaleyên Nûr de, ew heqîqetên Quran û îmanê, bi awayekî herî zelal, herî mukemmel, herî balkêş û herî karîger hatine ravekirin û peyitandin.
Rîsaleyên Nûr, xizneya wan heqîqetên cami' û peyvên wecîz e; di yek hevokekê de bi qasî rûpelekî; di rûpelekî de bi qasî deh rûpelan; di rîsaleyekê de bi qasî kitêbekê wateyan îfade dike. Îca berhemeke wisa şaheser e ku xwedî wê taybetmendiya ku camî'ulkelîm e. Ji ber vê yekê ye ku dersên wê, gelek bi tesîr in û têra xwe nafîz in. Ji aliyê wan zatên ku pispor in ve tê zanîn; gava di meseleyên îmanî de kitekitiya zêde hebe, karîgerî û fehmkirina ji dersê kêm dibe. Ev kitekitiya zêde, dike ku îqnakirin û tetmînkirina ji dersê, bê encam bimîne. Ji ber vê rastiyê, bi taybetî di dersên îmanî de, ew heqîqetên îmanî, bi awayekî kurtebêjî bên dayin, çêtir e; bandora wê zêdetir e. Li ser vê dustûrê, Rîsaleyên Nûr, neketiye tefsîlat û teferruatê. Metod û rêbazeke wisa bi kar aniye û esas girtiye ku zihnê, bi vegotinên zêde gêj nake.
Gelî hevalên min ên ku dilxwazê ilmê îmanê ne!
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di dawiya Rîsaleya Îxlasê de, mizgîneke mezin dide me. Em di wê qenaetê de ne ku heta vî esrê me, di tu muellifî de nehatiye dîtin ku rehetiyeke wisa nuwaze ji merivahiyê re pêşkêş kiribe. Dibêje ku: "Yê [ya] ku van Rîsaleyan, salekê salewext bi awayekî ku jê fehm bike û qebûl bike bixwîne, dikare bibe alimekî [alimeke] biheqîqet ê vî zemanî." Belê, fen bi temamê lezgîniya xwe berepêş diçe. Îca bilindbûna di manewiyatê de, bi vê re muwazî ye. Em di dewreke wisa de dijîn, rêyeke maddî ya bi qasî saetekê, di yek saniyeyekê de tê qedandin. Çi heye ku sehaya/qada manewî, bêhtir bi sur'et e û firehtir e. Zemanê berê, ilmekî heqîqetê ku ancax di nîv-sedsalekê de dihat bidestxistin, îro derfet hene ku di demeke kurt-tir de bête qezenckirin. Hetta di zemanekî hîna hindiktir de, eynî fêkî û encam tên bidestxistin. Marîfetên Îslamî yên wiha ku bi rehetî û selametî dikare bête bidestxistin, ji Musluman û merivên vê esrê re, Cenabê Heq, bi rehmet û kerema xwe lutuf kiriye. Îca çi merivên ku bi hebûna vê encama îmanî dihesin û aqilê wan li serê wan e, nemaze her Musulman, ji bo ku bibe xwediyê vê serweta mezin, ka gelo çawa dikare xwe li paş bigre û bi sedeqet û hezkirineke mezin, li ser Rîsaleyên Nûr nexebite?
Hevalên min ên bixîret!
Ez baş bi we ewle me ku hûn dê rojek berî rojekê, kulliyata vê berhema ku ewqas bi qîmet û hêja ye bixwînin û her roj ji wan, qûtên xwe yên îmanî û Îslamî bistînin û ji bo vê jî, hûn dê bi temamê hîmmet û hebûna xwe, bixebitin. Ez temennî dikim ku hûn wiha bin. Lewre ciwantî diçe... Imir dihere... Zemanên ku diçin, êdî careke dî venagerin.
Erê, em ne ji mamosteyên xwe mededekê dixwazin; ne jî ji dê û bavên xwe teşwîq û halanekê divên. Em, ancax bi alîkariya Xwedê teala, di wê berxwedêrî û zerûretê de ne; ku em xwe bi xwe bigihînin. Înşellah em, dê bi berdewamî û sedeqetê bixebitin û bi awayekî mutleq, em dê bilind bibin û bi pêş bikevin. Ta em dê bigihîjin lûtkeya mertebeyên îman û Îslamiyetê. Em dê qelbê xwe bi nûra Quranê, serê xwe bi ilmê îmanê ronî bikin. Em dê qelb û eqlê xwe bixebitînin. Em dê bi Rîsaleyên Nûr di vê rêya ku em bibin ebdekî xas û xalis lê têkoşer û bibin kesên xwedîîxlas, fidakar û cengawerên yekî ji ummeta Resulullah de bimeşin û bi pêş ve biçin.
Îca ku em bên ser wê mijara ku em bi Rîsaleyên Nûr hînî "nivîsa kevin-nabe" dibin:
kar û qezenca me ya bi nivîsandina Rîsaleyên Nûr ên ku bi xetta Quranê ne gelek mezin e. Em di demeke kurt de hînî xettên Quranê dibin. Hem dema ku em dinivisînin, em hînî zanînên nû dibin. Hem dema ku em wan cuz-ên Rîsaleyên Nûr zêde dikin, em ji îman û Quranê re xizmet dikin û bi vî awayî, em qezenceke mezin a manewî bi dest dixin. Îca zanînên ku bi rêya nivîsandinê tên hînkirin, bi awayekî gelek xweş di bîra meriv de dimînin. Ji ber vê yekê, heta niha, bi hezaran ciwan, bi rêya nivîsandina Rîsaleyên Nûr, hînî nivîsa Quranê bûne û hîna jî hîn dibin.
[Xwişk û] birayên min ên hêja!
Ez dê hîna çend ji wan meziyet û taybetmendiyên zêde yên Rîsaleyên Nûr jî, ji we re neqil bikim: Ew qeweta ilmî ya nuwaze ya di Rîsaleyên Nûr de; îmana teqlîdî, werdigerîne îmana tehqîqî û merivan, ber bi mumînekî [mumîneke] wisa kamil ve dibe ku meriv dike Musulmanekî [Musulmaneke] berxwedêr û hêzdar ku bi ilmê xwe 'emel dike. Wisa dike ku meriv, ji wan zewqên menxûs û pîs, nefret bike û dest ji wan berde. Îca peyre jî sewqî rewşeke wisa dike ku wan zewq û hezkirinên herî ulwî, herî paqij; ebedî û sermedî dide merivan û merivan, ber bi wan tevger û bizavên baş ve dikşîne. Jiyanê, bi merivan dide hezkirin. Merivan, ji bedbîniyê xelas dike û nikbîniyeke biîman dide merivan. Wan merivên ku xewar, sisto-pisto û zexel in, jêhatî dike; cewelaneke ruhî, di alema hundirîn a merivan de tije dibe. Hewesa merivekî [meriveke] normal na; şewq û heweseke wisa dide ku, meriv bibe yekî herî pêşketî û herî giranqedir. Wan exlaqên mîna quretî û kibirê, ji binî radike. Merivan, bi fezîletên mîna nefsbiçûkî, mehwiyet û weqerê, dike xwedî qîmet û hêja. Wan kesên ku ji hev re bûne xasim û neyar, li hev tîne. Derseke wisa dide merivan ku gava nebaşiyek li merivekî/ê bête kirin, meriv ne bi nebaşiyê muqabele dike; meriv bi başiyê muqabele dike. Ciwanên mîna we paqij û biterbiye, wisa diparêze, nahêle ku li welatekî fena yê neçê, bi erf û edetên bêexlaq bikevin felaketan.
Ha ji ber vê ye ku telebeyekî [telebeyeke] heqîqî yê [ya] Nûrê ku Rîsaleyên Nûr bi sedeqetî û berdewamî dixwîne, gava li nav wan ferdên kêmexlaq jî bimîne, dikare exlaqê xwe biparêze û xwe ji wan dûr bigre her wiha xwe xelas dike.
Hem ji bo ku exlaq û terbiyeyê xwe bilind/ baş bike, dest bi têkoşînê dike. Bi xêra wan zanîn, malûmat û hêza îmanê ku ji Rîsaleyên Nûr digre, muweffeq dibe. Bi ser de jî, xwe bi destê wan kesên neçê û wê cemiyeta xerabûyî ve bernade; berevajiyê wê, îca radibe Rîsaleyên Nûr neşir dike û hewl dide ku wê cemiyeta ku ji ber qelsiya esasên îmanê xera bûye, bi îqnakirin û îslahê qenc û baş bike. Mîna îslehetvanekî ku bi wan esasên bala û mezin ên civakî, xwe baş girê daye û techîzkirî ye, di wan amanc û prensîbên xwe de bi pêş dikeve. Ji bo bilindkirin û bicîkirina doza xwe, tu dibêjî qey eynî zaferekê bi dest dixe; îca peyre bazdide zafereke dî.
Belê hevalino! Îro, çavkaniyeke heqîqetê heye ku di xwe de faktor û nîzam ê herî zexm û herî karîger ku dikare wan derd û birînên me yên civakî hell û tedawî bike dihewîne. Ew jî, Rîsaleya Nûr bi xwe ye. Ji ber xatirê vê ye ku ew roşinbîrên heqîqî û ew însanên hişyar ên xwende yên ku dikarin heqîqetê îdrak bikin, bi hejmareke gelek zêde, bi her du destan hişk bi Rîsaleyên Nûr girtine û digrin.
Belê, tim dê di hişê me de be ku em qesda pêşveçûnê bikin. Rîsaleyên Nûr, ders dide ku ev dunyaya muweqqet û demborî, ciyê bazirganiyê ye ku meriv pê, seadeta ebedî qezenc bike. Em jî, wî ilmê îmanê ku kan û maden, esas, nûr û ruhê temamê ilmên heqîqî ye, ji bo ku tehsîl û îktîsab bikin û ji bo ku em, di vê doza xwe ya muqeddes de bi ser bikevin û ji bo ku em, di têkoşîna xwe ya qudsî de muzaffer bibin, em dê qîma xwe bi hindikiyê neynin. Ji bo ku em daîma bilind bibin, daîma bi pêş ve biçin û daîma tereqqî bikin, em dê li Rîsaleyên Nûr bixebitin û li serê bidin xebitandin.
1947
Li ser navê Telebeyên Nûrê yên Konyayê
Zübeyir Gündüzalp
* * * ﺑِﺎﺳْﻤِﻪِ ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻪُ
ﺍَﻟﺴَّﻼ َﻡُ ﻋَﻠَﻴْﻜُﻢْ ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔُ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻭَ ﺑَﺮَﻛَﺎﺗُﻪُ ﺍَﺑَﺪًﺍ ﺩَٓﺍﺋِﻤًﺎ
Qurana Kerîm ku roja manewî ya esmanê vê kaînatê ye û qet naçe ava, ji bo ku wan ayetên tekwînî yên vê kitêba kebîr a van mewcûdan bide xwendin û mahiyeta wê bide nîşandan, wan nûrên ku di hukmê şûayên wê de ne, neşir dike. Aqilê merivahiyê ronî dike û bi vî awayî, rêya rast nîşan dide. Di alema merivahiyê de her ferd, wan meqsedên di xilqeta xwe de û wan daxwazên ber dilê xwe yên fitreta xwe û xayeya nav îstîqameta xwe, bi nûra wê roja hîdayetê dibîne û dizane. Yên ku dibin mezherê tecelliya wê nûra hidayetê, li gor qabiliyeta dil, jê re eynedarî dikin û nêzîkatî bi dest dixin. Mahiyeta eşya û jiyanê, bi wê nûrê tezahur dike û tenê bi wê nûrê xuya dike, tê famkirin û zanîn. Qurana Kerîm ku nûnertî ji wan nûrên manewî yên hîdayeta wê roja ezelî re dike, bi çavê aqil û dil, dîtina heq û heqîqetê temîn dike. Yên ku ji Nûra wê dûr dimînin, di tarîtiyê de dimînin. Lewre her tişt, bi nûrê xuya dibe, tê famkirin û zanîn. Ha, di vê sedsala me de, şexsê manewî yê Rîsaleya Nûrê ku bi navê Nûr hatiye binavkirin, bûye mezherê tecelliya wê nûra 279
Qurana Kerîm a ku roja manewî û sermedî ya vê heqîqetê ye. Ji bo wan kesên ku naxwazin ji tarîtiyê veqetin û xwedî tebîeta şevşevokî ne û ji ber xewa xefletê, wan roj li xwe kirine şev, sefahetperest in û aqilê wan daketiye çavê wan û di nava tarîtiyê/ zulmetê de mane û êdî çavê wan nabîne û wan, rê li ber xwe şaş kiriye, ew nûra wê, mîna projeksiyonê, berê nûrên xwe dide ser wan heqîqetên îmanê û siratê mûsteqîm nîşanî wan însanên ku bi temamî kor nebûne dide. Topûzê nûrê, li seriyê ehlê kufur û înkarkiran dide û wiha dibêje:
- Yan aqilê xwe ji serê xwe derxe bavêje, bibe heywan, an jî hişê xwe bide serê xwe, bibe însan.
Îca li gor ku ilim, nûrek e, em dê îşaretî delîlekî du delîlan bikin ku ka Rîsaleyên Nûr çendîn li ser ilim [di hêla ilim de] kûr e:
Serê Pêşî: Divê em vê bînin bîra xwe ku Rîsaleyên Nûr, ne kitêbên din, tenê Qurana Kerîm ji xwe re dike seyda û ûstad û tenê ji wê re xizmet dike. Ji ber vê yekê, li ser meqbûltiya wê, tu gotinekê ji me re nahêle ku em, di vê derbarê de bibêjin. Tenê ji bo ku li ber çavê wan erbabên ilim, em behsa qîmeta Rîsaleyên Nûr bikin, em dibêjin ku: Heta niha wan meseleyên giran ku tu alimekî nikaribûye bi awayekî baş û zelal îsbat bike, Rîsaleyên Nûr, bi awayekî gelek rehet û hêsa, li gor tebeqeya awam a herî besît û tebaqeya xewas a herî bilind ku herkes, li gorî qabiliyeta xwe jê fam bike û bi awayekî bêguman û tam îqna bibe, îzah û îsbat kiriye. Ev taybetmendiya ha, hema hema di berhema tu alimî de tuneye.
Delîlê duduyan: Temamê berhemên Nûrê, ji hin ayetên Qurana Kerîm re tefsîrek e û nîşan dide ku di her mijar û her xusûsî de, jê re zeraqên manewî ne.
Delîlê sisêyan: Ew e ku ji îhtiyacên herî kûr ên merivan re, bi delîl û burhanên qet'î, bi awayekî ilmî bersivan dide. Mesela, yek ji wan delîlan ew e ku hebûna Xwedê, riknê axretê û riknên dî yên îmanê, bi tercumaniya zimanê hal û qal ê zerreyekê, îsbat dike. Ji feylesofên herî navdar ên Îslamê ku Îbn-î Sîna, Farabî û Îbn-î Ruşd in, di van meseleyan de, digel ku wan, hemû mewcûd weke delîl nîşan dane jî, Rîsaleyên Nûr, wan heqîqetan, bi zimanê zerreyekê yan jî, bi zimanê dendikekê îsbat dike û dipeyitîne. Heke îro derfet hebûna ku qudreta ilmî ya Rîsaleyên Nûr ji wan re bihata nîşandan, tafilê wan dê li ber Rîsaleyên Nûr çok bida erdê û jê ders bigirta.
Delîlê çaran: Ew e ku Rîsaleyên Nûr, wan zanînên ku meriv bi salan jî lê bixebite, dîsan nikare bi dest bixe, ew wan bi awayê xulaseyên komprîme, dike ku meriv di demeke kurt de hîn bibe. Delîlê pêncan: Ew e ku Rîsaleyên Nûr dibe wesîle ku meriv, wê rizaya Îlahî ku amanca eslî ya ilim e, bi dest bixe û ji bo menfîetên/berjewendiyên dunyayî, bi tu awayî ilim nake alet û bi awayekî rêkûpêkî, ilmê dixe xizmeta merivahiyê û bi vî awayî, wezîfeyeke gelek mezin tîne cî.
Delîlê şeşan: Rîsaleyên Nûr, fêkiya tefekkureke biqewet, qudsî û îmanî ye û ji wî zimanê hal û qal ê hemû mewcûdan re, tercumaniyê dike. Bi ser de jî ew, wan heqîqetên îmanê, di dereceyên îlmelyeqîn, eynelyeqîn û heqqelyeqîn de, dide înkîşafkirin.
Ê heftan: Ew e ku Rîsaleyên Nûr, ji hêla esasî ve, temamê zanistan/ilman di xwe de dihewîne. Tu dibêjî qey cawekî/qumaşekî xemilandî yê wisa ye ku bi ben û tayên ilim, hatiye tevinkirin/hûnandin. Û ew, mecmûeyeke ilman/zanistan û wecîzeyan e û tiştên wisa tê de hene ku heta niha, tu erbabekî ilim, ew nehanîne zimên û diyar e ku Rîsaleya Nûrê, di her şaxê ilim de mahir e. Weke numûne, em dê çend ji wan, va ye li jêrê diyar bikin. Yên dixwazin ku derbarê tevahiya wê de bibin xwedî fikrekê, em li wan tewsiye dikin, bila serî li wê behra Rîsaleyên Nûr bidin. Ji wan wecîzeyên wê:
1- Yê ku çavê kelmêşê/pêşûyê xuluqandiye, wî bi xwe, roj jî xuluqandiye. 2- Yê ku mîdeyê spiyê tenzîm dike, ew e yê ku menzûmeya şemsê tenzîm kiriye.
3- Ji bo îcadkirina yek zerreyekê, qudreteke wisa bêdawî lazim e ku temamê kaînatê, bi wê qudretê bête îcadkirin. Lewre ji bo her herfeke vê kitêba kebîr a kaînatê, baxusûs ji bo her herfeke wê ya xwedîjiyan, rûyekî wê heye ku pê, li her cumleyeke wê dinihêre û bala wî li ser wan e.
4- Siruşt/tebîet, metbe'eyeke mîsalî ye; ne tabî ye. Neqiş e; ne neqqaş e. Qabil e, ne faîl e. Mîstar e; ne mesder e. Nîzam e; ne nazim e. Qanûn e; ne qudret e. Şerîeta îradî ye; ne heqîqeta xaricî ye.
5- Mîna wan qanûnên sabit, daîm û fitrî, ruh bi xwe jî, ji alema emir, ji sifeta îradeyê hatiye û qudretê jî, wucûda hissî lê kiriye. Îca seyyaleyeke letîf ji wî cewherî re kiriye sedef.
Û mîna van, bi hezaran wecîze hene.
ﺍَﻟْﺒَﺎﻗِﻰ ﻫُﻮَ ﺍﻟْﺒَﺎﻗِﻰ
Dr. Mustafa Hilmî Ramazanoğlu
* * * Wateyên Metnên Erebî
1. Me jê re got "Bi asayê xwe li kevir bide." (Beqere: 60)
2. Hey agiro, hênik û bi selamet be. (Enbiya: 69)
3. Bi navê Xwedayê ku ji her cûre kêmahiyî berî ye / Tu tişt tune ye ku tevî pesindana Wî, ne di tesbîhkirina Wî de be. (Îsra: 44) / Selam, rehmet û bereketa Xwedê, bi awayekî ebedî û daîmî li ser we be..
4. Li wan kesên ku bi qîma dilê xwe dikevin zerarê, bi çavê şefqetê naye nihêrtin.
5. Her nefs, dê mirinê tehm bike. (Alî Imran: 185)
6. Mizgînê bide mumînan (Beqere: 25)
7. Hezkirina ji dunyayê, serê her xetayî ye. (Eclûnî, Keşful Xefa: 1/308)
8. Rebbê esmanan û erdê.
9. Xwedê esmanan û erd xuluqandin.
10. Em te ji hemû sifetên noqsan tenzîh dikin. Ji xeynî tiştê ku te hînî me kiriye, tu ilmekî me tuneye. Bê guman tu baş bi her tiştî dizanî û xwedî hîkmetê yî. (Sûreyê Beqere: 32)
11. Gava hûn gihîştin êvarê, dema ku hûn ketin weqtê sibehê, di dawiya weqtê rojê de û gava roj gihîşt nîvro, Xwedê tesbîh bikin; jixwe hemd û senayên ku li esmanan û erdê [tên kirin], ji Wî re ne. / Ji miriyan sax; ji saxan jî mirî, ew derdixe. Di pey mirina erdê de, ew ser rûyê erdê îhya dike. Ha hûn jî, [ji gorên xwe] bi vî awayî dê bên derxistin. / Ji ayetên Wî ne ku Wî hûn ji axê xuluqandine. Peyre hûn, bi beşerî [weke merivan] li ser rûyê erdê tên belavkirin. / Wî ku, ji bo ku bêhna we bi hev derkeve û hûn li hev germ bibin, ji heman nefsê, ji we re zewce xulq kirine û hezkirin û merhemet kiriye navbera we, ha ev bi xwe jî, ji ayetên Wî ne. Bi rastî di vê de, ji bo qewmekî ku difikire, ayet hene. / [Îca] xuluqandina esmanan û erdê û cihêrengiya ziman û rengên we jî, ji wan delîlên (hebûna) Wî ne. A rast, di vê de, ji bo aliman, ayet/delîl hene. / Û ji ayetên wî ne hûn bi şevê radikevin, bi rojê, hûn ji fezla wî [li riziqê xwe] digerin. Bê guman di vê yekê de, ji wan qewmên ku dibihîsin re ayet hene. / Û ji ayetên Wî ne ku ji bo tirs û hêvîdariyê bide we, birûskê nîşanî we dide, ji esmanan, avê nazil dike û pê, erdê îhya dike di pey mirina wê de. Bê guman di vê yekê de, ayet hene ji bo qewmekî ku aqil dike. / Ji ayetên Wî ne ku bi fermana Wî, esman û erd, teqûm dikin, wisa qaîm disekinin; peyre çawa gava ji erdê gazî we kir, hûn dê ji erdê tafilê derkevin. / Ji Wî re ye çi tiştên ku li esmanan û erdê ne û hemûyan ji Wî re serê xwe xwar kiriye. / Ê ku serê pêşî mexlûqan xuluqand û peyre jî, ji nû ve vê xulqê pêk tîne, Ew e, ev ji bo Wî, gelek rehet û hêsa ye. Sifetên herî mezin ên li esmanan û erdê, yên Wî ne, Ew Ezîz û Hekîm e. (Sûreyê Rûm: 17-27)
12. Hele/çika li berhemên rehmeta Xwedê, binihêre! Piştî ku erd dimire, ka çawa ji nû ve, ew, wê vedijîne. Bê guman ew bi vî awayî, miriyan dide zindîkirin. Ew Qadirê kullê eşya ye. (Rûm: 50)
13. 1-Gava ku roj li hev hat pêçandin û .. (Sûreyê Tekwîr: 1) 2-Gelî merivan, ji Rebbê xwe bitirsin. Bê guman erdheja roja Qiyametê, tiştekî gelek erjeng e. (Sûreyê Hec: 1) 3-Kureya erdê, gava bi wê hejîna xwe ya ku xasî bi xwe ye hejiya. (Sûreyê Zîlzal: 1) 4-Gava ku esman ji hev qelişî (Sûreyê Înfîtar: 1) 5-Gava ku esman ji hev qelişî û ji hev veqetiya [ji hev şeq bû]. (Sûreyê Înşîqaq: 1) 6-Ka gelo ew, pirsa çi tiştî ji hev û din dikin û disekinin (Sûreyê Nebe: 1) 7-Ew xebera/nûçeya qiyametê ku bi dehşeta xwe, bi ser her tiştî re vedigre, ji te re nehat gelo? (Sûreyê 'Xaşiye: 1)
14. Îmananîna bi melek, qederê û îmananîna bi wê yekê ye ku xêr û şer, ji Xwedê tê.
15. Bê guman me, fetheke mubîn da te. Û (Xwedê) bi zafereke ezîz bi te re alîkarî dike (Sûreyê Fetih: 1-3)
16. Xwedê teala, ji xeynî wî barê ku taqeta meriv digihîjê, nade ser milê tu kesî. (Sûreyê Beqere: 286)
17. Yê/ya ku hewa û hewesa xwe dike îlah... (Casiye: 23)
18. Ya Rebbî, tu me ji şerrê nefs û şeytan, ji şerrê cin û merivan muhefeze bikî.
19. Bê guman me meriv, di awayê herî xweşik de xuluqand. Peyre me ew avêt ciyê ku jêrtirînê herî jêr e. Tenê yên ku îman tînin û 'emelê salih dikin, ne tê de. (Sûreyê Tîn: 4-6)
20. Esman û erd, li ser wan negiriyan. (Sûreyê Duxan: 29)
21. Ji wan (dê û bavan) gava yek an jî her du, li cem te pîr û kal bibin re, qendera mebêje "of" jî. (Sûreyê Îsra:23)
22. Hezkirin, ji bo Xwedê ye. (Hedîs, Bnr. Buxarî, Îman: 1)
23. Ya Rebbî, tu me bi hezkirina xwe biriziqînî û hezkirina tiştên wisa bidî me ku em, bi wan nêzî Te bibin.
24. Ji ber ku Xwedê, Rehman û Rehîm e, hemd, ji Wî re be.
25. Gotina herî rast, nîzama herî belîx, xwediyê herî rast ê milk, ew kelamê wî Xwedayî ye ku hêza Wî, têra her tiştî dike; ilmê Wî her tiştî di nava xwe de dihewîne.
26. Ew zarokên ku gihîştine heyateke ebedî. (Sûreyê Waqîe: 17) 27. Ew li ser textan, li hember hev rûniştî ne. (Sûreyê Hicr: 47)
28. Meriv, bi wan ên ku ji wan hez dike re ye. (Hedîs. Buxarî, Edeb:96; Muslîm, Bîrr: 165)
29. Ya Rebbî, li dunyayê, tu me bi hezkirina xwe û bi wan tiştên ku dê me nêzî te bike, bide riziqandin û îstîqameta bi awayê ku te ew ferman kiriye, bide me û li axretê, me bi rehmeta xwe û bi ruyeta xwe bide riziqandin. * Em te ji temamê wan sifetên noqsan tenzîh dikin. Ji xeynî wî ilmê ku te bi me daye hînkirin, tu ilmekî me yê din tuneye. Bê guman Tu, bi awayekî têr û tekûz, bi her tiştî dizanî û Tu xwedî hîkmet î. (Sûreyê Beqere: 32) * Ya Rebbî, bila selat û selam li ser wî Pêxemberî be ku Te, ew ji bo alemê, bi rehmetê şandiye û li ser hemû al û sehabiyên wî be.
30. Wî got: "Gelî civaka hêja, nameyeke gelek hêja ji min re hat ragihandin. Bê guman ew nameya biqîmet, ji Suleyman hatiye û ew, bi Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm (dest pê dik)e." (Sûreyê Neml: 29-30)
31. Tenê em ji te re îbadet dikin. (Sûreyê Fatîhe: 5)
32. Em tenê ji Te re îbadet dikin û tenê em ji te alîkariyê dixwazin. (Sûreyê Fatîhe: 5)
33. Xuluqandina esmanan û erdê, cihêrengiya wan ziman û rengên we, ji ayetên Wî ne. (Sûreyê Rûm: 22)
34. Muheqqeq, Xwedê teala, meriv li ser Sûretê Rehman xuluqand. (Bnr. Buxarî, Îstî'zan; 1; Muslîm, Bîrr, 115; Cennet; 28, Musned, 2/244, 251, 315)
35. Tu tiştekî ku di dirûvê wî de be tuneye û ew, her tiştî dibihîse, dibîne. (Sûreyê Şûra: 11)
36. Li esmanan û erdê, mîsalên herî mezin, ên Wî ne. Ew, 'Ezîz e, Hekîm e. (Sûreyê Rûm: 27) 37. Ji bilî Wî, tu mewcûdek tuneye.
38. Ya Rebbê min, ya Rehman û ya Rehîm, tu bidî heq û xatirê bîsmîllahîrrehmanîrrehîm, bi awayekî ku layiqî rehîmiyeta te be, tu li me merhemet bikî. Û bi awayekî ku layiqî rehmaniyeta te be, tu wan razên bîsmîllahîrrehmanîrrehîm hînî me bikî. Amîn
39. Ya Rebbî, tu bidî xatirê wî Pêxemberê xwe yê ku te ew, ji aleman re weke rehmetê şandiye û Tu bi qedrê wan razên Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm kî, bi awayekî ku li rehmeta te were, tu bidî hurmeta wê rehmetê, tu selat û selam li wî û li al û sehabiyên wî bikî. Amîn.
40. Sond be ku, Me meriv, di Sûretê herî xweşik de xuluqand. Peyre, me ew avêt ciyê herî jêr/xwar. Tenê yên ku îman tînin û 'emelên salih dikin, ne tê de ne. (Tîn: 4-6)
41. Xwedê, dostê mumînan e. Ew, wan ji tarîtiyên kufrê derdixe û digihîne ronahiya hîdayetê. (Sûreyê Beqere: 257)
42. Hemd ji wî Xwedayî re be ku nûra îmanê daye.
43. Dostên kafiran, taxût in, ew wan ji nav roniyê derdixin û dibin dixin nava tarîtiyê ( Sûreyê Beqere: 257)
44. Ellah, nûra esmanan û erdê ye. ( Sûreyê Nûr: 35)
45. Min tewekkuliya xwe da ser Xwedê. (Sûreyê Hûd: 56)
46. Ji min re dua bikin; ez bersivê bidim we. (Sûreyê Mumîn: 60)
47. Em ancax ji Te alîkariyê dixwazin. (Sûreyê Fatîhe: 5)
48. Xwedê, wan guneyên wan, werdigerîne qenciyan. (Sûreyê Furqan: 70)
49. Xwedayê ku tene û dendikê difeliqîne. (Sûreyê En'em: 95) 50. Xwedê besî me ye. Ew çi xweşwekîlek e. (Sûreyê Alî Imran: 173 )
51. Ya Rebbî, tu dilrehetî bidî min. Tu îş û karê min ji min re rehet û hêsa bikî. Tu wê lalimteyiyê ji ser zimanê min rakî. Da ku gotinên min xweş bên famkirin. (Sûreyê Taha: 25-28)
52. Ya Rebbî, tu selatê li wî zatê letîf ê tekane Muhemmed bikî ku ew, roja esmanê wan razên ku mensûbê ehediyeta te ne û mezherê wan nûrên te ye û ji daîreya tecelliya wê sifeta te ya Celal re navendî dike û qutbê wê daîreya tecelliya wê birca sifeta te ya Cemal e. / Ya Rebbî, tu bidî xatirê wê raza wî ya ku li cem te ye û tu bidî qedrê wê seyra wî ya manewî ku ber bi te ve tê, tu tirs û fikarên min, wergerînî bixwebawerî û emniyetê. Tu xetayên min kêm bikî, xem û huzn û hirsa min (ji ser min) bibî. Tu ji min re bibî alîkar, tu min ji min bigrî û bibî sewqî rêya xwe bikî, min bigrîy ba xwe. Tu fanîtiyê ji ser min rakî û bi vî awayî min bidî riziqandin. / Tu min nekî ji wan kesan ku bi ber bayê nefsa xwe dikevin û li gor daxwaza dilê xwe tevdigerin û ji te dûr dikevin. Tu her razên xwe yên mektûm ji min re vekî. Ya Heyyu ya Qeyyûm, Ya Heyyu ya Qeyyûm, Ya Heyyu ya Qeyyûm. Li min merhemet bike, li heval û hogirên min merhemet bike, li wan ehlê îman û Quranê merhemet bike... Amîn, ya Rebbê min ê ku bi dereceya merhemeteke herî mezin li her tiştî merhemet dike û bi awayekî herî layiq merhemet dike, di dereceya herî bilind a lutfê de, bi awayekî tam layiq, lutf û kerem dike!
53. Duayên wan, bi van peyvan diqede: "Ji ezelê heta ebedê, her cûre hemd û sena; şukur û spas û minnet, xasî bi wî Xwedayî ne ku Rebbê aleman e. (Sûreyê Yûnus: 10)
Rêbera Ciwanan - 3
Kommentare
Kommentar veröffentlichen