Rîsaleya Heşrê
Ji Kulliyata Rîsaleyên Nûr
Rîsaleya Heşrê
Bedîuzzeman
Seîdê Nûrsî KELÎMEYA DEHAN
Behsa Heşrê
Bibîrxistin
Ev teşbîh û temsîlên ku di vê rîsaleyê de hene, min bi awayê hîkayeyî nivîsandin. Sedemê wê: Hem ji bo rehetiya fêmkirinê ye, hem jî min xwest nîşan bidim bê ka heqîqetên Îslamî çiqas maqûl, mutenasib, muhkem, mutesanîd, zexm û saxlem in.
Wateyên hîkayeyan, ew heqîqet in ku tên dawiya wan. Ji aliyê kînayeyan ve tenê ji wan re delîlî dikin. Nexwe ne hîkayeyên xeyalî ne; heqîqetên rast bixwe ne. ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ
ﻓَﺎﻧْﻈُﺮْ ﺍِﻟَٓﻰ ﺍَﺛَﺎﺭِ ﺭَﺣْﻤَﺖِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻛَﻴْﻒَ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﺍِﻥَّ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﻤُﺤْﻴِﻰ ﺍﻟْﻤَﻮْﺗَﻰ ﻭَﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ
Biradero, heke tu bixwazî ku heşr û axret, bi awayekî hêsa û bi zimanê awam û bi tarz û teherekî vekirî bête beyankirin, va ye bi nefsa min re li vê hîkayekoka temsîlî binihêre, guhdarî bike:
Zemanekî du mirov, diçin memleketekî xweşik ku mîna ye Cennetê (îşareta li vê dunyayê ye). Bala xwe didinê ku her kes, deriyên mal, xanî û dikanan vekirî dihêlin û dêhna xwe nadin muhefezekirina wan. Mal û pere, li meydanê bê xwedî dimînin. Yek ji wan her du mirovan, çi bixwaze, destê xwe dirêjî wî dike, yan didize yan xesb dike. Ketiye pey hewesa xwe û her celeb zulm û sefîhiyê dike. Ehalî jî wisa zêde têkilî wî nabe.
Hevalê wî yê din jê re got:
"Tu çi dikî? Tu dê ceza bikşînî; min jî bixî belayê. Ev malên ha, malê mîrî/giştî ne. Ev ehalî, tevî zar û zêçên xwe bûne esker, an jî bûne memûr û karmend û di van karûbaran de, bi sivîlî tên îstîxdamkirin. Ji ber wê, wisa zêde têkilî te nabin. Lê belê întîzam şedîd e. Li her derî telefon û memûrên padîşahî hene. Zû here dexalet bike." Lê belê wî gêjî, xwe li rikê danî, înad kir û got:
"Na, ne malên mîrî ne, belkî malê weqfê ne, bê xwedî ne. Her kes çawan bixwaze, dikare wisan teserruf bike. Ez tu sedemekî nabînim ku nehêle mirov, ji van tiştên xweşik îstîfade bike. Heke ez bi çavê serê xwe nebînim, ez dê bawer nekim." Hem wî gelek sefseteyên feylesofî gotin.
Di navbera her duyan de, munazereyeke rastîn dest pê kir. Pêşî wî sersemê gêj got:
"Padîşah kî ye? Ez nas nakim."
Peyre hevalê wî jê re di bersivê de got: "Gundek, bê muxtar nabe. Derziyek, bê hoste nabe û nabe ku bê xwedî be. Nabe ku herfek bê katib be, tu dizanî. Ka çawan çê dibe ku ev memleketê ku heya tu bêjî muntezem e, bê hakim be?" û evqas serwet ku serê her saetê, mîna ku ji xeybê bêt, şîmendîferek/tirênek
{Haşiye: Li salê îşaret dike. Belê her bihar, wagoneke mexzena erzaq e, ji xeybê tê.}
tê ku bi malên hêja û xemilandî tije ye. Li vê derê tê rijandin, diçe. Ka çawan bê xwedî dibe? Û daxuyanîname û beyan-nameyên ku li her derî dixuyên, turre, sikke û demxeyên ku li ser her malî xuya dibin û alên ku li koşeyên wê li ba ne, ka dê çawan bê malik bin? Wer dixuye ku te hinek frengî xwendiye lewre tu nikarî van nivîsên Îslamî bixwînî. Bi ser de jî, tu ji yê ku dizane, napirsî. Ha were, ez dê fermana herî mezin ji te re bixwînim."
Ew gêj zivirî û wî got:
"Haydê, temam, padîşah heye; lê belê ka îstîfadeya min a cuz-î, dê çi zerarê bide wî? Ka ji xizneya wî çi kêm dike? Hem li vê derê hebs û girtîxane tune ye, ceza naxuye."
Hevalê wî jê re di cewabê de got:
"Yahû, ev memleketê ku dixuyê, meydaneke manewrayê ye. Hem pêşangeha nîşandana huner û sanayiyên nedîtî û nebînayî yên sultanî ye. Hem mêvanxaneyên demborî yên bêtemel in. Ka qey tu nabînî ku her roj qifleyek tê; yek diçe, wenda dibe. Daîma tije dibe û vala dibe. Piştî zemanekî, ev memleket dê bête guhertin û tebdîlkirin; ev ehalî, dê neqlî memleketekî din ê daîmî bibe. Li wê derê, her kes li gor xizmeta xwe, dê yan ceza yan jî, mukafatê bibîne."
Dîsan wî gêjê xaîn xwe li rik û înadê danî û got: "Bawer nakim. Ka hîç mimkun e ku ev memleket bête xerabkirin û koçî memleketekî din bike?" Li ser vê yekê, hevalê wî yê emîn got:
"Madem tu ev qas dikevî înad û rikê, were di nav wan delîlan de ku ji wan re hed û hesab tune ye, ez dê bi Duwazdeh Sûretan nîşanî te bidim ku: Mehkemeyeke mezin heye, cî û dareke mukafat û îhsanê, warek û dareke mucazat û zindanê heye û ev memleket, çawan ku her roj hinekî vala dibe, dê rojek bêt ku bi temamî were valakirin û xerabkirin."
SÛRETÊ YEKÊ:
Ka qet mimkun e ku seltenetek, nemaze selteneteke wiha muhteşem, ji wan mutî' û îtaetkaran re ku xizmeta baş dikin mukafata wê û ji wan ên îsyan dikin re mucazata wê tunebe? Li vê derê, wisan ji me re tê, mîna ku tune be.
Nexwe li ciyê dî, "mezintirîn mehkemeyek" heye.
SÛRETÊ DUDUYAN:
Li vê reftar û boçûnê, li vê îcraetê binihêre! Bê ka çawa ji yên herî feqîr û herî qels bigre, heta ji her kesî re bi awayekî mukemmel, mekellef erzaq tê dayin; li nexweşên bêkes, pir baş tê nihêrtin. Hem gelek team û qabên hêja û şahane, nîşanên neqişandî û hunerî, kincên xemilandî û ziyafetên muhteşem hene. Binihêre, ji xeynî gêjên mîna te, her kes, gelek dêhn û haya xwe dide wezîfeyên xwe. Tu kes bi qasî zerreyê, ji heddê xwe dernakeve. Kesê herî mezin, bi îtaeteke herî mezin, di bin xof, tirs û heybeteke mutewaziyane de xizmet dike. Nexwe keremeke gelek mezin û merhemeteke pir fireh a xwediyê vê seltenetê heye. Hem wî îzzeteke pir mezin, heysiyet, namûs û rûmeteke pir bicelal heye. Hal ku hal e, îca kerem ku heye, în'am û nîmetdayînê dixwaze. Merhemet ku heye, nabe ku bêyî îhsanê be. Îzzet ku heye, xîret û parastina rûmetê dixwaze. Îca heysiyet û namûs/rûmet ku heye, biedebkirina bêedeban dixwaze. Hal ku hal e, li vî memleketî yekê ji hezarî, layiqî wê merhemetê û wê rûmetê naye bicîanîn û nayête kirin. Zalim di 'îzzeta xwe de; mezlûm di zelîliya xwe de dimîne û ji vê derê koç dikin diçin.
Nexwe li hêviya "dadgeheke herî mezin" tên hiştin.
SÛRETÊ SISÊYAN:
Binihêre, ev karûbar, bi hîkmeteke çi qas bilind û bi întîzameke çawan dibin. Hem bi edalet û mîzaneke çi qas heqîqî muamele tên kirin. Hal ku hal e hîkmeta hukûmatê jî, dixwaze ku ji wan penahendeyên ku xwe penahtine aliyê hîmayeya seltenetê re, îlhez lutf û kerem bête kirin. Îca herçî edalet e, dixwaze ku mafên raiyetê bête parastin; da ku heysiyet û hisyeta hukûmatê û heşmeta seltenetê bête parastin. Hal ku hal e li van deran, yekê ji hezarî ku layiqî wê hîkmet û wê edaletê be, nayê îcrakirin. Piraniya gêjên mîna te, bêyî ku ceza bibînin, ji vê derê koç dikin diçin. Nexwe li benda "mehkemeyeke kubra" tên hiştin
SÛRETÊ ÇARAN:
Binihêre, ev mucewherên bêmisil ên li van pêşangehan û ev mat'ûmatên bêemsal ên li ser sofreyan ku nayên hed û hesabê nîşan didin ku sexawet û camêriyeke bêhed a padîşahê van deran heye û wî xezîneyên tije yên bêhesab hene. Hal ku hal e sexawet û camêriyeke wiha û ev xezîneyên bêpayan ên wiha, dixwaze ku ciyekî ziyafetê hebe ku daîmî be û her tiştên ku tên xwestin tê de hebin. Hem dixwaze ku, yên ku ji vê ziyafetê tehm ditamijin, li wê derê dewam bikin. Da ku bi dawîlêhatin û veqetînê, elem nekşînin. Çunkî, bidawîbûna elemê, çawan ku lezzet e, bidawîbûna lezzetê bixwe jî elem e.
Ha li van pêşangehan binihêre û bala xwe bide van daxuyaniyan! Û guhê xwe bide van delêliyan ku huner û sin'etên entîke yên padîşahekî -ku mucîzeyan nîşan dide- teşkîl û teşhîr dikin. Kemilînên wî nîşan didin, cemala wî ya bêmisil a manewî beyan dikin û behsa letîfiyên wê xweşiya wî ya xef û nepenî dikin. Nexwe kemalat û cemala wî ya manewî ya gelek girîng heye ku mirov ji xwe re dike hejmetkar. Îca ew kemala nepenî ya bêqusûr ku heye, dixwaze ku li ser serê wan kesan bête teşhîrkirin, yên ku wê teqdîr dikin, xweş dibînin, diecibînin, jê re dibêjin "maşellah!" û li wê kemalê dinêrin, temaşe dikin. Ew cemala nepenî û bêmînak jî, dixwaze ku bête dîtin û divê ku ew bi xwe bibîne. Ango, dixwaze ku bi du awayan, cemala xwe bibîne: Awayê pêşî ew e ku ew bi xwe, di eynikên cihê cihê de li xwe temaşe bike. Awayê dî jî ew e ku, dixwaze ku bi çavê wan temaşevanên dilxwaz û muştaq û yên ku bi çavekî xweş lê dinihêrin û ketine heyretê temaşe bike. Ew cemal, hem dîtin û xwenîşandan, hem temaşekirina daîmî, hem şahidbûna ebedî dixwaze.
Hem ew cemala daîmî, dewama hebûna wan temaşevanên muştaq û wan îstîhsankaran dixwaze. Lewre cemaleke daîmî, bi wan temaşevanên dilxwaz lê belê dûçarê tunebûnê, nabe ku qaîl bibe. Çunkî temaşevanekî [yan jî temaşevaneke] ku bibe mehkûmê tunebûnê û êdî careke dî venegere, çi qas gava ku ev tunebûn were bîra wî/wê, dê ew hezkirin, li ber dilê wî/wê, wergere neyartî û dijminahiyê; ew heyret, hejmetkarî û hurmeta wan temaşevanan, dê meylî ser heqaretê bibe. Çunkî mirov, li hember wan tiştên ku bi wan nizane û destê mirov nagihîje wan, neyar û dijmin e. Hal ku hal e, her kes ji vê mêvanxaneyê zû diçe û wenda dibe. Tîrêjeke wê kemal û wê cemalê hetta belkî siyeke wê ya zeîf jî têr û tijî nabîne û kêliyek dinihêre û bêyî ku jê têr bibe diçe. Nexwe ev çûyin, çûyina ber bi seyrangeheke daîmî ve ye.
SÛRETÊ PÊNCAN:
Binihêre, di nav van karûbaran de, dixuye ku şefqeteke gelek mezin a wî zatê bêhevta heye. Lewre zû digihîjîne hawar û gaziya her musîbetzedeyî; cewabê dide her sual û daxwazê. Hetta binihêre, gava hacetekî herî edna, ji raiyeteke herî edna bibîne ku dixwaze, bi awayekî şefqetkarî tafilê dide. Gava yek lingekî miyeke şivanekî biêşe, jê re yan melhem, an jî beytar dişîne.
Ha, were em biçin, li vê girava ha, îctîmayeke mezin heye. Hemû eşrefên memleket, li wê derê kom bûne. Binihêre, yawerekî ekrem ku xwedî nîşaneke gelek mezin e, nutûqekê dixwîne. Ji wî padîşahê xwe yê şefqetkar, hin tiştan dixwaze. Hemû ehalî, "Belê, belê, em jî dixwazin." dibêjin; wî tesdîq û teyîd dikin. A niha guhdarî bike, xweşdiviyê vî padîşahî dibêje ku:
"Ey sultanê me yê ku bi nîmetên xwe, me perwerde dike! Tu esil û çavkaniyên van nimûne û van siyên ku tu wan rayî me didî, nîşanî me bidî. Û tu me celbî navenda selteneta xwe bikî. Li van çolan tu me nedî mehwkirin. Tu me bigrî huzûra xwe. Tu li me merhemet bikî. Nîmetên lezîz ku tu li vê derê bi me didî tehmkirin, li wê derê jî, xwarina wan bikî nesîbê me. Tu me bi zewal û dûrkirinê nedî ezabdan. Tu vê raiyeta xwe ya îtaetkar ku muşteq û muteşekkirê te ye, serberdayî nehêlî û îdam nekî." dibêje û gelek zarebar dike. Tu jî dibihîsî..
Gelo, padîşahekî ev qas bişefqet û biqudret ku meremeke herî biçûk a mirovekî/miroveke herî edna, bi awayekî gelek girîngîpêdayî bîne cî; ka qet mimkun e ku îca meqsedeke herî xweşik a yawerê xwe yê ekrem ê herî hezkirî pêk neyne? Hal ku hal e, meqsûda wî hezkiriyî, meqsûda giştan e jî. Hem ew e ku padîşah pê razî dibe, hem pêdiviya merhemet û edaleta wî bi xwe ye. Hem jî ji wî re rehet û hêsa ye; ne giran e. Bi qasî wan nuzhetgehên demborî yên li van mêvanxaneyan jê re giran naye. Madem ji bo ku numûneyên wan nîşan bide, li wan seyrangehên pênc-şeş rojî ev qas mesref dike; û wî ev memleket ava kir. Helbet, li meqerra selteneta xwe, wan xezîneyên xwe yên heqîqî û kemalat û hunerên xwe, dê bi awayekî wisan nîşan bide û dê seyrangehên wisan veke ku ew dê aqilan di nav heyretê de bihêle.
Nexwe yên ku li vê meydana îmtîhanê ne, ew ne serîberdayî û ne li haşê ne. Serayên seadetê û zindan li benda wan in. SÛRETÊ ŞEŞAN:
Ha were, binihêre! Ev trên, teyyare, techîzat, depo, pêşangeh, îcraetên muhteşem nîşan didin ku di pişt perdeyê de selteneteke gelek muhteşem heye
{Haşiye: Mesela, çawan ku vî zemanî, li meydana manewrayê, di usûla herbê de, artêşeke qerase bi emr û fermana "Çek hilgire, sungu lê de!" ji serî heta binî, dikeve dirûvê meşegeheke bistrî, her roja îdê jî, ji bo rê û resm (a fermî), gava fermana "Formeyên xwe li xwe bikin, nîşanên xwe bi xwe ve daynin!" tê dayîn, artêş, seraser dibe mîna baxçeyekî xemilandî yê ku tê de kulîlkên rengo rengo vebûne. Eynî wisan jî, li ser meydana rûyê erdê, ji wan cureyên bêhed ên eskerên Sultanê Ezelî yên wek melek û îns û cin û heywanan ev taîfeya bêşuûr a nebatan jî, gava ji bo cîhada hifza heyatê, fermana Îlahî ya ê digirin, ku dibêje "Ji bo xweparastinê, çekên xwe hilgirin û rextên xwe girê bidin!" û dema ku -ji serî heta binî- ser rûyê erdê tevî hemû dar û berên bisitrî, sungukokên xwe datînin ser milê xwe, zemîn, eynî dirûvê artêşgeheke muhteşem dide, ku sunguyên xwe danîne ser milên xwe.
Hem her rojeke beharê, her heftiyeke wê, di hukmê îdeke her yek taîfeteke nebatan de ye. Ji ber vê yekê, her taîfeyeke wê bi xwe jî -ku Sultanê wê, wan diyarî û xelatên xweşik jê re îhsan kirine û ji bo pêşandina wan xelatan, nîşanên hunerî pê ve danîne- ji bo şuhûd û îşhada wî Sultanê Ezelî, wan xelat û nîşanan, di awayê rewresma fermî de erz dike û rewşeke wisan nîşan dide. Lewre hemû dar û ber, tu dibê qey li vê fermana Rebbanî ku "Wan muresseatên sen'etê Rebbanî û wan nîşanên fitreta Îlahî ku ji wan re kulîlk û meywe tê gotin, li xwe bikin û kulîlk vekin." guhdarî dikin ku di rojeke gelek muhteşem a îdê de di rê û resma fermî ya şahane de, rûyê erdê jî temsîla artêşgehekê dike, ku formayên wê yên kilkirî û nîşanên wê yên murese dibiriqin.
Ha, ev techîzat û tezyînata ku ev çend bi hîkmet û bi întîzam e, helbet nîşanî wan ên ku ne kor in dide ku bi emr û fermana Sultanekî gelek Qedîr û Hakimekî zêde Hekîm pêk tê.} hukum dike. Selteneteke wiha, raiyeteke ku layiqî wê be dixwaze. Hal ku hal e, tu dibînî, temamê raiyetê li vê mêvanxaneyê civiyaye. Îca mêvanxane ku heye, her roj tije dibe; vala dibe. Hem hemû raiyet, ji bo manewrayê li vê meydana îmtîhanê sekiniye. Meydan jî, her saet tê tebdîlkirin. Hem temamê raiyetan, ji bo ku di pêşangehan de li numûneyên wan îhsanên hêja yên wî padîşahî û li wan hunerên wî yên entîke yên nuwaze temaşe bikin, li vê teşhîrgehê bi qasî çend kêliyan disekinin, dimeşin û diçin. Îca pêşangeh jî, her deqîqe diguhere. Yê/ya ku diçe naye; yê/ya ku tê diçe. Ha ev rewş û ev weziyet, bi awayekî qet'î nîşan dide ku li pişt van mêvanxane, meydan û meşheran, serayên daîmî, meskenên mayinde hene; û rez û xezîneyên wisan hene ku bi wan eslên xalis û bala yên van numûne û sûretan tije ne.
Nexwe hewl û xebat û keda ku li vê derê tê dayin, ji bo wan e. Li vê derê dide xebitandin; li wê derê ucretê dide. Ji her kesî re, li gor îstîdat û qabiliyeta wan, li wê derê seadetek heye. SÛRETÊ HEFTAN: Were, em hinekî bigerin. Li nav vî ehaliyê medenî çi heye çi tuneye, ka em bibînin. Va ye, bala xwe bidê! Li her derî, li her quncikî, gelek fotograf hatine danîtin sûretan digirin. Binihêre, li her ciyî, gelek katib rûniştine hin tiştan dinivîsînin; û her tiştî qeyd dikin. Xizmeteke çi qas ne girîng be jî, bûyereke çi qas biçûk be jî, dixin bin zebtê. Va ye li wî çiyayê bilind, fotografekî ku xasî padîşah e, hatiye damezrandin ku;
{Haşiye: Qismek ji wan wateyên ku ev sûret, îşaretî wan dike, di "Heqîqeta Heftan" de hatiye beyankirin. Li vê derê, tenê ew îşaret û heqîqeta "Fotografekî mezin ê xasî bi Padîşah" ew e ku "Lewheya Mehfûz" e. Teheqquq û pêkhatina Lewheya Mehfûz di Kelîmeya Bîst û Şeşan de bi vî awayî hatiye îsbatkirin: Çawan ku hebûna gelek nasnameyên piçûk bi mirovan dide hisandin ku kutukeke mezin heye û hebûna gelek senedên piçûk, radigihîne ku deftereke mezin heye û tereşşuhên biçûk û zêde, dide hisandin ku çaviyeke mezin a avê heye.
'Eynî wisa jî, ew quwweyên hifzê yên new'ê mirovan û ew meyweyên daran, ew dendik û toxumên wan meyweyan ku her yek ji wan, di hukmê cuzdanên biçûk de ne û mîna ne Lewheyeke biçûk a Mehfûzê û di sûretê niqûtên biçûk ên ku ji wê qelemê tereşşuh kirine, ku wê Lewheya mezin a Mehfûz nivîsandiye, helbet hafizeyeke mezintirîn, deftereke herî mezin, Lewheyeke ezam a hifzê bi mirovan dide hisandin, serwext û îsbat dike. Hetta belkî nîşanî pêtaqilan dide.}
li temamê van deran, çi dibe çi diqewime, sûretê wê digrin. Nexwe, wî zatî ferman kiriye ku çi îş û muameleyên ku di milkê wî de cereyan dikin, bila werin zebitkirin. Nexwe wisan dixuyê ku ew zatê muezzem, temamê wan bûyeran dide qeydkirin û sûretê wan dide girtin. Ha ev hifz û qeyda bibaldarî, helbet ji bo muhasebeyekê ye.
Îca a niha, Hakimekî Hefîz ê ku muameleyên herî biçûk ên raiyeteke herî biçûk îhmal nake, ka gelo bi tu awayî qet îmkan heye ku wan emelên herî mezin ên wan kesên herî "mezin" ên ji raiyeta xwe muhefeze neke û muhasebe neke; mukafat û mucazatê nede? Hal ku hal e, muameleyên ku li tellê îzzet û xeyret/rûmeta wî zatî dikevin û şana merhemeta wî qet wan qebûl nake, ji wan "mezinan" derdikevin. Li vê derê wan nade ber cezayê.
Nexwe, li hêviya mahkemeyeke kubra tê hiştin.
SÛRETÊ HEŞTAN:
Were, wan fermanên ku ji wî hatine, ez dê ji te re bixwînim. Binihêre, bi dubareyî/mukerrerî wad dike û bi awayekî şîddet-awer tehdîd dike û gef dixwe ku "Ez dê we ji wê derê bigirim û bînim meqerra selteneta xwe û ez dê mutiyan/îtaetkaran mesûd, asiyan jî mehbûs bikim û wan bixim zindanê. Ez dê wî ciyê muweqqet/demborî xera bikim û ez dê memleketekî dî yê ku tê de seray û zindanên muebbed hene ava bikim." Hem ew tiştên ku wad dike, ji wî re gelek rehet û hêsa ne û ji bo raiyeta wî jî, ew gelek girîng in. Îca bi tu awayî li îzzeta îqtîdara wî naye ku li ser soz û wada xwe nemîne.
Va ye binihêre, hey lo gêjo! Tu, wê wehma xwe ya derewîn, wî aqilê xwe yê hezeyankar û wê nefsa xwe ya xapînok tesdîq dikî; û lê tu tekzîba zatekî wisa dikî ku bi tu awayî, mecbûriyeta wî bi xulf û xîlafê tune ye û bi tu awayî xîlaf li heysiyeta wî naye û temamê van îş û karên ku dixuyên, ji rastî û sidqa wî re şahidî dikin. Helbet, tu dê bibî musteheqê cezayekî mezin. Mîsala te, dişibe vê ku: Rêwiyek, ji ber roniya rojê, çavê xwe digre, li xeyalê xwe dinihêre; wehma wî, mîna gûstêrkekê, dixwaze ku bi fenera serê xwe, wê rêya xwe ya bidehşet ronî bike.. Madem wad kiriye, dê bike. Hal ku hal e, îfakirina wê, ji wî re gelek rehet e û ji me re û ji her tiştî re û ji wî re û ji selteneta wî re, gelek zêde lazim e.
Nexwe mehkemeyeke kubra, seadeteke uzma heye.
SÛRETÊ NEHAN:
A nika were! Bi her yek hin serok û reîsên
{Haşiye: Maneyên ku ev "Sûret" wan îsbat dike, dê di "Heqîqeta Heştan" de bên dîtin. Mesela, reîsên daîreyan, di vê temsîlê de, îşaretî enbiya û weliyan dike. Ew telefon jî, pevgirêdaneke Rebbanî ye ji qelb derdikeve -yê ku makesa wehiya Îlahî û mezhera îlhamê ye- dirêj dibe heta jor ku dil, serê wê telefonê ye û di hukmê guhê wê de ye.}
van daîre û cemaetan re telefonên xusûsî hene ku her yek ji wan, dikare rasterast bi padîşêh re dipeyive; hem, hin ji wan, derketine huzûra wî. Çi dibêjin, binihêre! Ev bi îttîfaqî dibêjin ku wî zatî, ji bo mukafat û cezakirinê, ciyekî gelek muhteşem û bidehşet amade kiriye. Bi awayekî gelek qewî wad dike û bi teherekî şîddetawer, gef dixwe. Hem îzzet û celaleta wî, bi tu awayî, tenezzulî xalifbûna wadê nake û zelîltiyê jî qet qebûl nake.
Hal ku hal e, ew peyamhinêr, hem di dereceya tewaturê de, hem di qeweta îcmayê de, gelek zexm, bi îttîfaqî agahdar dikin ku: Medar û meqerrê vê selteneta ezîm ku hin eserên wê dixuyên, li welatekî dî ye ku ji vê derê dûr e; û ev avahiyên li vê meydana îmtîhanê, demborî ne. Peyre, dê bi wan serayên daîmî re werin guhertin. Ev ciyên ha, dê biguherin. Lewre, ev selteneta muhteşem û bêzewal ku bi eserên wê, ezameta wê tê famkirin, nabe ku wiha li ser wan umûrên/tiştên demborî, bêdewam, bêqerar, negirîng, mutexeyyir, nebaqî, naqis û bêtekemmul bê damezirandin û li ser wan nasekine. Nexwe, li ser wan umûrên ku layiqî wê ne, daîmî ne, musteqar in, bê zewal in, mustemîr in, mukemmel û muhteşem in, disekine. Nexwe diyarekî axer heye; helbet dê her tişt biçe wê meqerrê.
SÛRETÊ DEHAN:
Were, îro, newroza sultanî ye.
{Haşiye: Remza vî "Sûretî" tu dê di "Heqîqeta Nehan" de bibînî. Mesela, roja Newrozê, îşaretî demsala beharê dike. Îca çola bikulîlk a hêşîn jî, ew rûyê erdê yê di demsala beharê de ye. Ew perde û dîmenên ku diguherin, îşaretî wan tebeqeyên wan mewcûdên beharkî û wan taîfeyên mesnû'ên seyfî û wan xwarinên ku dibin wesîleya erzaqên heywanî û însanî dike ku Sani'ê Qedîr ê Zulcelal, Fatirê Hekîm ê Zulcemal, ji destpêka beharê heta dawiya havînê, bi kemalê întîzamê wan diguhêre û bi kemala rehmetê wan nû dike û li pey hev, wan dişîne.}
Dê tebdîlatek çê bibe û dê karûbarên ecêb biqewimin. Di vê roja xweş a vê beharê de, em biçin vê sehraya xweşik û bikulîlk a hêşîn û ji xwe re seyeran bikin. Va ye binihêre! Ehalî jî ber bi vî aliyî ve tê. Binihêre, sêhrek heye: Ew avahî, bi yek carekê hilweşiyan û veguhezîn şiklekî din. Binihêre, mucîzeyek heye. Ew avahiyên xerabûyî, ji nişka ve li vê derê hatin avakirin. Tu dibê qey ev çola xalî, bû bajarekî medenî. Binihêre, mîna perdeyên sînemayê, her saet, alemeke dî nîşan dide; şiklekî dî digre. Baş bala xwe bide vê ku di nav ew qas perdeyên tevlîhev, bisur'et, bikesret û heqîqî de, çi qas întîzameke mukemmel heye ku her tişt, wisa bi pîr û pergalî, li ciyê xwe tê danîn. Ew perdeyên xeyalî yên sînemayê jî, nikarin ev qas muntezem bibin. Bi milyonan sihîrbazên mahir jî, nikarin van sen'etan çê bikin. Nexwe, mucîzeyên gelek mezin ên wî padîşahê ku ji me ve naxuye hene. Hey gêjo/ê! Tu dibêjî: "Ka ev memleketê qerase, çawan dê bête xerakirin û li ciyekî dî bête avakirin?"
Va ye tu dibînî ku her saet, gelek înqilab û pevguherînên mîna wê cîguhertina ku aqilê te wê qebûl nake, çêdibin. Ji van kombûn, belavbûn û ji van rewşên ha tê famkirin ku di nav van îctîma, belavbûn, teşkîlbûn û xerabûnên bilezûbez de yên ku dixuyên, meqsedeke dî heye. Ji bo îctîmayeke yeksaetî, bi qasî deh salan, mesref tê kirin. Nexwe ev weziyetên ha, ne meqsed bi xwe ne; her yek jê temsîlek e, teqlîdek e. Ew zat, bi mucîzeyî dike. Da ku sûretê wan bên girtin û bên terkîbkirin û encamên wan bêtin parastin û nivîsandin. -Çawa ku her tiştê manewraya meydana îmtîhanê, dihat qeydkirin û nivîsandin.- Nexwe, li meydaneke herî mezin a ciyê kombûnê, dê muamele, li ser bingeha van bête berdewamkirin û birêvebirin. Hem, li meşhereke herî mezin, dê bi awayekî daîmî bête nîşandan. Nexwe ev weziyetên demborî û bêqerar; sûretên sabit, encamên baqî didin.
Nexwe ev rê û rismên ha, ji bo seadeteke uzma, mehkemeyeke kubra û ji bo wan amancên ulwî ne, ku em bi wan nizanin. SÛRETÊ YAZDEHAN:
Were hey hevalê [hey hevala] rikoyî! Em li teyyareyekê yan jî li trênekê siwar bibin ku yan diçe rojhilat an jî diçe rojava ango dihere rabirdû û dahatuyê. Em bibinîn ka ev zatê mucîzekar li wan ciyên dî çi celeb mucîze nîşan dide. Ha, binihêre, ew tiştên ecêb ên mîna menzîl, meydan û meşherê ku em dibînin, li her aliyî hene. Çi heye ku ji aliyê sen'et û sûretî ve, ji hev û dî cihê ne. Lê belê, baş bal û dêhna xwe bidê, li wan menzîlên bêsebat û li wan meydanên bêdewamî, li wan meşherên ne-baqî, întîzamên hîkmeteke çi qas bahîr, îşaretên înayeteke çi qas zahir, elamet û nîşanên edaleteke çi derece 'alî, fêkî û meyweyên merhemeteke çi derece wasî' hene, dixuyên. Her çi kesê ku ne bêbesîret be, bi yeqînî fehm dike, ji hîkmeteke ku ji hîkmeta wî ekmeltir be, înayeteke ku ji înayeta wî ecmeltir be, merhemeteke ku ji merhemeta wî eşmeltir be, edaleteke ku ji edaleta wî ecelltir be, nabe ku hebe û nabe ku bê tesewwurkirin.
Heke -feraza- bi awayê ku tu tewehhum dikî, di daîreya memleketê wî de, menzîlên daîmî, mekanên 'alî, meqamên sabit, meskenên baqî tune bin û ehaliyê muqîm, raiyeta wî ya dilşad tune be, -jixwe tê zanîn ku ev memleketê nebaqî, ji wan heqîqetên vê hîkmet, înayet, merhemet û edaletê re nikare bibe mezher- îca li ciyekî dî jî, memleketekî ku bibe medarê van heqîqetan tune be, wê gavê, li nava royê digel ku em tîrêjên rojê dibînin jî, mîna ku em rojê înkar bikin, bi ehmeqiyeke wisa zêde divê em vê hîkmeta ber çavê xwe înkar bikin, vê înayeta ku em bi çavê serê xwe wê dibînin, mandel bikin û vê merhemeta ku li pêş çavê me ye, înkar bikin û vê edaleta ku nîşan û elametên wê pir pêt dixuyên mandel bikin. Hem wî çaxî, lazim dibe ku em, xwediyê van îcraatên hekîmane û van kar û kirinên kerîmane û van îhsanên rehîmane ku li ber çavê me ne, -haşa summe haşa!- wekî dekbaz/fêlbazekî sefîh, zalimekî xeddar qebûl bikin. Îca ev jî, rasterast, tiştekî wisa ye ku berevajîkirina heqîqetan bi xwe ye. Hal ku hal e, înqilab û berevajîkirina heqîqetan, bi îttîfaqa ehlê aqil, muhal e û ne îmkan e. Tenê ew sofestaiyên ebleh ku hebûna her tiştî înkar û mandel dikin ne di vê de ne.
Nexwe, ji xeynî vî diyarî, diyarekî dî heye. Li wê derê, mehkemeyeke kubra, ma'deleyeke ulya, mekremeyeke uzma heye; da ku ev merhemet, hîkmet, înayet û edalet, bi temamî karibin tezahur bikin.
SÛRETÊ DUWAZDEHAN:
Were, em dê a niha vegerin. Em dê bi reîs û zabitên van cemaetan re hevdîtin pêk bînin û em dê bala xwe bidin ser techîzên wan; ka gelo ew cîhazên wan, tenê ji bo ku ew di muddetekî hindik ê wê meydanê de pê debar bikin biborin û biçin, hatine dayin; an na ji bo ku ew, li ciyekî dî, heyata seadeteke dirêj bi dest bixin hatine dayin? Em bibînin. Em nikarin li her kesî û li her techîzatî binihêrin. Lê belê, ji bo numûneyê, em dê li cuzdan û deftera vî zabitî binihêrin:
Di vî cuzdanî de, rutbe/paye, meaş, wezîfe, metlûbat/daxwaz û dustûra tevgera zabit heye. Binihêre, ev rutbe, tenê ne ji bo çend rojan e; ancax ji bo demeke gelek dirêj dikare bê dayin. Tê de wiha hatiye nivîsandin: "Tu dê vî meaşê xwe, ji xizneya xusûsî, di filan tarîxê de bigrî." Hal ku hal e, ew tarîx, di pey demeke gelek dûr de tê û piştî ku ev meydan tê girtin roja wê tê. Îca ev wezîfe ku heye, ne li gor vê meydana demborî ye; belkî ji bo qezenckirina seadeteke daîmî ya nêzî padîşah, hatiye dayin. Jixwe ev metlûbat û daxwazên ha jî, qet nabe ku ji bo debara çend rojên vê mêvanxaneya ha bên dayin. Belkî, dibe ku ji bo heyateke dirêj û mesûdî be. Îca ev dustûr ku heye, bi temamî xwe diyar dike ku xwediyê cuzdan, namzedê ciyekî dî ye; ji bo alemeke dî dixebite.
Binihêre, di van defteran de, sûretê bikaranîna van halet û cîhazan û berpirsiyarî hene. Hal ku hal e, heke ji bilî vê meydanê, ciyekî 'alî, daîmî yê dî tune be, ev deftera muhkem, ew cuzdanê qet'î, bi temamî, bi yek carekê bê wate û bê qîmet dimîne. Hem, ev zabitê muhterem û fermandarê bikerem û serokê muezzez, dadikeve derekeya jêr a wisa ku ji temamê ehaliyê kêmtir/adîtir, ji her kesî bextreştir, bêçaretir, zelîltir, mûsîbetzedetir, feqîrtir, qelstir dibe. Ha li vê qiyas bike. Tu baş bal û dêhna xwe bidî ser çi tiştî, ew şahidî dike ku: Di pey vê faniyê de, baqiyek heye.
Hey heval! Nexwe, ev welatê demborî, di hukmê zeviyekê de ye, ciyekî talîmê ye, bazarek e. Helbet, li pişt wê, dadgeheke kubra, seadeteke uzma dê bêt. Heke tu vê mandel bikî, tu dê mecbûr bimînî ku temamê wan cuzdan, defter, techîzat û dustûrên ku bi zabitan re ye, heta belkî temamê wan întîzamên ku li vî memleketî hene, hetta divê ku tu hukûmetê jî înkar bikî; û lazim e ku tu, hebûna temamê van îcraetên ku bûne û qewimîne jî tekzîb bikî. Îca wê gavê jî, nabe ku ji te re mirov û xwedanşuûr bête gotin. Tu wî çaxî, ji sofestaiyan jî, bêaqiltir dibî.
Nebî ku tu zenn bikî ku ew delîlên li ser guherîna memleket, tenê bi van Duwazdeh Sûretan sînorkirî ne. Belkî emare, nîşan û delîlên ku nayin hed û hesabê hene ku: Ev memleketê bêqerar û mutexeyyir, dê veguhere memleketekî bêzewal û musteqerr. Hem îşaret û elametên bêhed û bêhesab hene ku: Ev ehalî, dê ji van mêvanxaneyên demborî bête girtin, dê bête şandin bi bal meqerra daîmî ya seltenetê. Nemaze, were, ez dê burhanekî dî jî nîşanî te bidim ku ji qeweta van "Duwazdeh Sûret"an bi qewet-tir e.
Ha, were binihêre; di nav vê cemaeta mezin de ya ku li wî aliyê dûr dixuyê, ew yawerê ekrem ê xwedî nîşana mezin ku me ew, li wê girava berê dîtibû, wa ye teblîxatekê dide. Em herin; li wî guhdarî bikin. Binihêre! Ew yawerê ekrem, wê fermana 'ezem ku li balayê hatiye daleqandin, ji ehalî re radigihîne û van teblîxên ha dike û dibêje ku:
"Xwe amade bikin; hûn dê biçine memleketekî dî û daîmî. Memleketekî wisa ku ev memleket, li ber wî, mîna ye zindanê. Hûn dê biçin meqerra selteneta padîşahê me û hûn dê bibin mezherê merhemet û îhsanên wî. Heke hûn baş li vê fermanê guhdarî bikin û îtaet bikin.. An na, heke hûn îsyan bikin û li wê guhdarî nekin, hûn dê li wan zindanên bidehşet bêtin avêtin."
Tu jî dibînî ku di vê fermana 'ezem de, turreyeke wisa î'cazkar heye ku bi tu awayî, ne îmkan e ku bête teqlîdkirin. Ji xeynî wan sersem û gêjên mîna te, her kes, bi awayekî qet'î dizane ku ew ferman, fermana padîşêh e. Îca bi wî yawerê ekrem re, nîşanên wisa hene ku ji xeynî wan korên mîna te, her kes bi awayekî yeqînî fehm dike ku ew zat, tercumanekî gelek rast ê wan emrên padîşahî ye. Ew yawerê ekrem, tevî wê fermana 'ezem, bi temamê hêz û qeweta xwe, doz, daw û teblîx dike ku meseleya guherîna memleketî heye. Îca de ka, bi tu awayî tu îmkan heye ku li hember vê daw û dozê, îtîraz bê kirin? Belê, bi tu awayî ne îmkan e bes gava tu temamê van tiştên ku em bi çavê serê xwe dibînin, mandel bikî...
A niha lo hevalo, [lê hevalê], gotin/peyv, gotina te ye, kerem bike bibêje. Çi dibêjî bibêje!
-Ka ez dê çi bibêjim, jixwe li hember vê, ka tiştekî ku bête gotin heye qey? Ka di naverojê de, li ber rojê, tu gotin tê gotin qey? Tenê dibêjim ku: Elhemdulîllâh, sed hezar carî hemd û sena dikim ku ez ji zordestiya wehm û hewayê; ji hêsîrtiya nefs û hewesê rizgar bûm û bi vî awayî ez ji wê hebs û zindana daîmî xelas bûm. Û min bawerî anî ku ji xeynî van mêvanxaneyên têrgeremolî û bêqerar pê ve, li nêzîkiya şahane, diyarekî seadetê heye; em jî, namzedî wê ne.
Va ye, ev hîkayeya temsîlî ku ji heşr û axretê bi kînaye û îbaret e, li vê derê qediya. Vê gavê, bi tewfîqa Îlahî, em dê derbasî heqîqeta ulya bibin. Di bergîdana wan Duwazdeh Sûretên bihurî de, em dê digel Duwazdeh Heqîqetên mutesanîd, Muqeddîmeyekê, beyan bikin.
*** MUQEDDÎME
Em dê îşaretî çend meseleyan bikin ku li çend ciyên dî, ango di Kelîmeya Bîst û Duduyan, Kelîmeya Nozdehan û di Kelîmeya Bîst û Şeşan de, bi çend îşaretan hatine ravekirin.
ÎŞARETA PÊŞÎ:
Sê heqîqetên wî mirovê keregêj ê di wê hîkayeyê de, bi wî hevalê emîn/ewledar re hene.
A pêşî:
Nefsa min a emmare û dilê min e.
A duduyan:
Şagirtên felsefeyê û xwendekarên Qurana Hekîm in.
A sisêyan:
Ummeta Îslamê û milletê kufrê ye.
Dalaleta herî bidehşet a şagirtên felsefeyê û ya milletê kufrê û ya nefsa emmare ew e ku Cenabê Heq nas nakin. Di hîkayeyê de, çawan ku wî mirovê biewle/emîn gotibû: "Herfek, bê katib nabe; qanûnek bê hakim nabe." Îca em jî dibêjin:
Çawa ku kitêbek, nemaze kitêbeke wisa ku di her kelîmeya wê de bi qelema biçûk, kitêbek hatiye nivîsandin, di nav her herfeke wê de bi qelemek zirav, qesîdeyeke muntezem hatiye nivîsandin. Gelek zêde dûrî aqilan e ku bê katib be. Eynî wisa jî, gelek zêde û zêde dûrî aqilan e ku ev kaînat, bê neqqaş be. Çunkî, ev kaînat, kitêbeke wisa ye ku her rûpeleke wê, gelek kitêban di xwe de dihewîne. Hetta di nav her kelîmeya wê de, kitêbek heye. Di nav her herfeke wê de, qesîdeyek heye. Ser rûyê erdê, rûpelek e; çi qas kitêb hene. Darek, kelîmeyek e; çi qas rûpelên wê hene. Meyweyek, herfek e; dendikek, nuqteyek e. Di wê nuqteyê de, bername û fîhrîsteya dareke qerase heye. Ha kitêbeke wiha, ancax ew e ku dikare bibe neqşê qelema qudreta Zatekî Zulcelal ê ku xwediyê wan wesfên celal û cemalê ye û qudret û hîkmeteke bêdawî ye. Nexwe, bi şuhûda alemê, pêdivî bi vê îmanê heye; îlla bi dalaletê serxweş nebûbe...
Hem çawan ku xaniyek, bê hoste nabe. Nemaze xaniyekî wisa ku bi hunerên nuwaze, bi neqşên ecêb, bi zînetên xerîb hatiye tezyînkirin, hetta di her kevirekî wî de, bi qasî serayekê, huner hatiye bicîkirin. Bi tu awayî tu aqilek qebûl nake ku ev bê hoste be; bi ser de jî hunerkarekî gelek mahir divê. Nemaze, di wê serayê de, mîna guherîna perdeyên sînemayê, di her saetê de, menzîlên heqîqî tên çêkirin û bi întîzameke tam, mîna ku kincan biguhêre, diguherîne. Hetta, di nav her perdeya heqîqî de, gelek menzîlên biçûk biçûk tên îcadkirin. 'Eynî wisa jî, ev kaînata ha, Sani'ekî ku bê nîhayet hakim, alim û qadir e, dixwaze. Çunkî ev kaînata biîhtîşam, serayeke wisa ye ku heyv û roj, lembeyên wê ne; stêrk, findên/mûmên wê ne; zeman, ben û şirîtek e ku ew Sani'ê Zulcelal, her sal, alemeke dî bi wan ve dike û nîşan dide. Di nav wan aleman de ku ew pê ve datîne, bi sê sed û şêst awayî, wan sûretên biîntîzam nû dike; bi întîzama kamil û bi hîkmetê, diguherîne. Wî, ser rûyê erdê, kiriye sofreyeke nîmetan ku di her demsala beharê de, bi sê sed hezar cûreyên mesnûên xwe, wê sofreyê dixemilîne. Bi wan celebên îhsanên xwe yên ku hed û hesabê wan tune ye, tije dike. Îca bi awayekî wisa tije dike, digel ku ew, gelek zêde di nav hev û dî de ne û têkilhev in jî, bi îmtiyaz û ferqeke gelek xweş, ji hev û dî tên veqetandin. Aliyên dî, tu li vê qiyas bike... De ka mirov, çawa dikare ji Sani'ê serayeke wiha bikeve xefletê?
Hem çawa, di nava royê de, di nav esmanekî bêewr de, cîlweya rojê, li ser wan bilqîkên behrê û li ser rûyê erdê, li bejayiyê li ser hemû tiştên birqok û li ser temamê parçeyên berfê, xuya dike; û gava bi çavan, ew biriqîna wê, bête dîtin, êdî înkarkirina tavê, çi qas dînîtiyeke hezeyanî ya ecêb e, hesab bike. Çunkî gava ew tava tek û tenê, bête înkarkirin û hebûna wê neye qebûlkirin, wisa lazim e ku bi qasî hejmara wan bilqîk û dilopan, bi qasî hejmara wan parçekokan, rojik/tavikên heqîqî, bîl'asale bêtin qebûlkirin. Di hundirê her zerrekokê de (jixwe ancax yek zerreyek dikare biheşire) çawan lazim e ku mirov, rastî û heqîqeta taveke muezzem qebûl bike, wisa jî, gava mirov, vê kaînata muntezem bibîne ku bi teherekî rêzkirî her dem, bi awayekî hîkmetawer diguhere û di nav rêkûpêkiyê de her weqt teze dibe; lê belê mirov, tevî wan wesfên wî yên kamil Xaliqê Zulcelal tesdîq neke, ji wê jî hîna zêdetir dîwanetiyeke dalaletî ye û hezeyaneke mecnûnî ye. Çunkî, [gava ne wisa be] di her tiştî de, hetta di her zerreyê de, lazim e ku ulûhiyeteke mutleq were qebûlkirin. Lewre, mesela, her yek zerreyeke hewayê, dikare bikeve nav her kulîlkekê, her meyweyekê û her pelekî û tê de kar bike. Ha ew zerre, heke ne memûr be, lazim e ku bi wan awayên çêkirina temamê wan berhem û mesnûan bizanibe, ku ew dikare bikeve nava wan û tê de bixebite; û bi wan sûret û hey-etên wan mesnûan bizanibe; da ku bikaribe di nava wan de bixebite, tevna xwe li dar bixe. Nexwe, divê xwedî ilim û qudretekî berfireh û dorpêç be ku wiha vî karî bike.
Mesela, di nav axê de, her zerreyeke wê, qabil e ku ji wan toxumên cûr bi cûr re û ji temamê dendikan re bibe kan, medar û menşe. Heke ne memûr be, lazim dike ku di wê zerreyê de, bi qasî hejmara çêre, giya û dar û beran, cîhaz û makîneyên manewî hebin. Yan jî, lazim dike ku pê re, huner û qudreteke wisa hebe ku bi temamê terzê teşkîlatên wan bizanibe, çêbike û libasên wan ên ku li wan tên kirin jî, nas bike û bidirû û bide wan.
De îca wan mewcûdên dî jî, li vê qiyas bike; wê gavê tu dê, fam bikî bê çawan di her tiştî de, bi awayekî aşkera, gelek delîlên wehdaniyetê hene. Belê, ji yek tiştekî çêkirina her tiştî û bi her tiştî çêkirina yek tiştekî, karê yekî wisan e ku Xaliqê her tiştî ye. Baş bala xwe bide vê fermana xwedîşan
ﻭَ ﺍِﻥْ ﻣِﻦْ ﺷَﻲْﺀٍ ﺍِﻻ َّ ﻳُﺴَﺒِّﺢُ ﺑِﺤَﻤْﺪِﻩِ
Nexwe, heke mirov, wî Wahidê Ehed qebûl neke, lazim e ku mirov, bi qasî hejmara mewcûdan, îlahan qebûl bike.
ÎŞARETA DUDUYAN:
Di hîkayeyê de, behsa yawerekî ekrem hatiye kirin û hatiye gotin ku: "Her çi kesê ku ne kor be, gava nîşanên wî bibîne, fam dike ku ew zat, bi fermana padîşêh tevdigere û bendeyekî wî yê xas e." Ha ew yawerê ekrem, Resûlê Ekrem e (eleyhîsselatu wesselam).
Belê, çawan ku ji ronahiyê re roj lazim e, wisa jî ji Sani'ekî wisa muqeddes ê kaînateke wiha bizînet re, Resûlekî Ekrem ê wiha, jê bêtir pêwîst e. Lewre, çawan ne îmkan e ku roj, roniyê nede, wisa jî, ne îmkan e ku ulûhiyet jî, ji bo nîşandana xwe.pêxemberan neşîne.
Hem ka qet mimkun e, cemaleke ku di kemaleke nîhayet de be; îca bi wesîteyeke tarîfkar û nîşandêr, nexwaze xwe nîşan bide?
Hem kemaleke sen'etê ku zêde bi cemal be, bi wesîteya dellalekî ku bal û dêhnan dikşîne ser wê, ka qet mimkun e ku nexwaze wê teşhîr bike?
Hem ka qet mimkun e, selteneta kullî ya rubûbiyeteke giştî, di nav wan tebeqeyên kesret û cuziyan de, bi wesîteya meb'ûsekî zulcenaheyn, îlana wehdaniyet û semedaniyeta xwe, nexwaze? Ango, ew zat, çawa ku ji aliyê ubûdiyeta kullî ve, li ber dergayê Îlahî qasidê tebeqeyên kesretê ye, wisa jî ji aliyê qurbiyet û rîsaletê ve, ji tebeqeyên kesretê re memûrê dergayê Îlahî ye.
Hem ka qet mimkun e, xwediyekî ku husneke zatî ya gelek zêde pê re hebe û nexwaze ku wan xweşi[ki]yên cemala xwe û wan tiştên letîf ên husna xwe, di eynikan de bibîne û nîşan bide? Ango, çawan ku bi wesîteya resûlekî hebîb ku hem hebîb bi xwe ye, bi ubûdiyeta xwe, xwe bi Wî dide hezkirin, eynikdarî dike; hem resûl e, Wî, bi mexlûqan dide hezkirin, cemala wan îsmên Wî nîşan dide... Hem ka qet mimkun e, ew xwediyê wan xezîneyên ku bi mucîzeyên ecêb, bi tiştên xerîb û hêja tije ne, bi wesîteya tarîfgêrekî serraf û teşhîrgêrekî wessaf, pêşkêşî seyra mirovan neke û li ser serê wan îzhar neke û bi vî awayî, îrade neke û nexwaze ku wan kemalên xwe yên nepenî, beyan bike?
Hem ka qet mimkun e, bila vê kaînatê, bi wan mesnû'ên ku kemalên temamê îsmên wî îfade dikin bixemilîne; û ji bo seyrê, bixe dirûvê serayeke ku bi wan huner û sen'etên xerîb û narîn rewişandî ye, îca jê re, muellîmekî rêber tayîn neke?
Hem ka qet mimkun dibe, xwediyê vê kaînatê, bi wesîteya qasidekî, diyar neke ku ka amanc û meqseda ku di van guherînên vê kaînatê de hene çi ne; û derbirîna wî tilismê muxleq û muemmayê wan sê pirsên zehmet ku "Ji ku? Bi ku ve? Tu çi yî?" ne, nede vekirin?
Hem ka qet mimkun e, ev Sani'ê Zulcelal ku bi van mesnû'ên xweşik, xwe bi xwedanşuûran dide naskirin û bi wan nîmetên hêja, xwe dide hezkirin, di muqabilê wê de, îca bi wesîteya qasidekî, ji xwedîşuûran re ranegihîne bê ka "Tiştên ku ew pê, ji wan razî dibe çi ne û daxwazên wî çi ne?"
Hem ka qet mimkun e ku ew, vî new'ê mirovan, ji aliyê şuûr ve bike mubtelayê kesretê û ji aliyê qabiliyetê ve jî, di sûretekî wisa de bixuliqîne ku ji ubûdiyeta kullî re amade ye; lê belê ji wan re, qasidekî neşîne û nexwaze ku bi wesîteya wî muellimê rêber, berê wan, ji kesretê bizivirîne wehdetê!
Hîna mîna van, gelek wezîfe û peywirên nubuwwetê hene ku her yek ji wan, delîlekî qet'î ye: Nabe ku ulûhiyet, bê rîsalet be.
A niha, li vê alemê, ka kî derketiye ku ji xeynî Muhemmedê 'Erebî eleyhîsselatu wessselam, bêhtir ehîl û bêhtir cami'ê wan wezîfe û wesfan e ku hatin beyankirin? Ka gelo, dem û dewranê, qet yek hebekî nîşan daye ku ji wî zêdetir layiqî rutbeya rîsalet û wezîfeya teblîxê be û ji wî munasibtir be? Naxêr, ji binî na! Belkî ew, seyyîdê temamê resûlan e, îmamê hemû nebiyan e, serwerê temamê esfiyayan ne, qerîbtirinê/nêzîktirînê temamê muqerrebînan e, kamiltirînê hemû mexlûqan e, sultanê temamê murşîdan e.
Belê, bi îttîfaqa ehlê tehqîqê, ji xeynî wan mucîzeyên wî yên bi qasî hezar hebî ne mîna şeqqa qemerê û herikîna avê ya ji tiliyên wî û ji bilî wan delîlên bêhed û bêhesab ên nubuwweta wî, ev Qurana Ezîmuşşan ku behra heqîqetan e û bi çil aliyên xwe mucîze ye û mucîzeya kubra bi xwe ye, ji bo mîna rojê nîşandana rîsaleta wî bes e. Ji ber ku me, di rîsaleyên dî de û nemaze di Kelîmeya Bîst û Pêncan de, behsa nêzî çil aliyên î'caza Quranê kiriye, em li vê derê kurt dibirin. ÎŞARETA SISÊYAN:
Bila neye bîra kesî bê ka gelo çi girîngiya vî mirovê [vê mirova] piçûçik heye ku ev dunyaya mezin, ji bo muhasebekirina 'emelên wî/wê bête girtin û daîreyeke dî bête vekirin? Çunkî, ev mirovê piçûçok, ji aliyê camîiyeta fitretê ve, di nav van mewcûdan de, ji ber ku mîna serhosteyekî ye û dellalekî selteneta Îlahî ye û mezherê ubûdiyeteke kullî ye, xwedî girîngiyeke mezin e.
Hem bila neye bîra kesî ku ew mirovê piçûçok, di imrekî wiha kin û kurt de, ka çawan dibe musteheqê ezabekî ebedî? Çunkî kufur, vê kaînata ku di derece û qîmeta wan nameyên semedanî de ye, dadixîne derekeyeke bêwate û bêamanc, ji ber vê yekê ev kufur, li hember temamê kaînatê, çawan ku heqaretek e, wisan jî înkarkirin û redkirin e li hember cîlwe û neqşên temamê îsmên qudsî yên Îlahî yên ku di mewcûdan de dixuyên. Dîsa, ji ber ku kufur, temamê wan delîlên bêdawî yên ku heqqaniyet û sidqa Cenabê Heq nîşan didin, tekzîb dike, cînayeteke bênîhayet e. Îca cînayeta bêhed jî, ezabê bênîhayet îcab dike
ÎŞARETA ÇARAN:
Çawan ku di hîkayeyê de, me bi "Duwazdeh Sûret"an dît ku bi tu awayî ne îmkan e ku: Bila memleketekî wisa mîna wê mêvanxaneya demborî ya padîşahekî wisan hebe; lê belê, îca bila memleketekî dî yê daîmî yê ku musteqerr be û mezherê heşmeta wî be û medarê selteneta wî ya uzma be, tune be.
Eynî wisa, bi tu awayî ne îmkan e ku: Xaliqê Baqî yê vê alema fanî, bila vê îcad bike; lê belê îca bila alemeke baqî îcad neke? Hem qet ne îmkan e: Sani'ê Sermedî yê vê kaînata bedî' û zaîl, bila vê xelq bike; lê belê îca bila kaînateke dî ya musteqerr û daîmî îcad neke? Hem îmkan tune ye: Fatirê Hekîm, Qedîr û Rehîm ê vê dunyaya ku di hukmê meşherê û meydana îmtîhanê û zeviyê de ye, bila dunyayê bixuliqîne; lê belê îca, bila wê dara axîretê ku ji temamê amancên wî re mezher e, nexuliqîne?
Bi Duwazdeh Derîyan mirov dikeve vê heqîqetê; îca bi DUWAZDEH HEQÎQETan, ew derî vedibin. Em jî, ji yê herî kurt û hêsa dest pê dikin: HEQÎQETA YEKÊ
Babê rubûbiyet û seltenetê ye ku cîlweya îsmê Rebb e.
Ka qet mimkun e ku şana rubûbiyetê û selteneta ulûhiyetê, baxusûs kaînateke wiha, ji bo nîşandana kemalata xwe, bila bi amancên gelek bilind û meqsedên bala îcad bike; lê belê îca ji bo wan mumînên ku li ber amanc û meqsedên wî, bi îman û ubûdiyetê muqabele dikin, bila mukafata wî tune be û ji wan ehlê dalaletê re ku ew, li hember wan meqsedên wî, bi redkirin û bi heqaretê muqabele dikin, mucazata wî tune be?
HEQÎQETA DUDUYAN
Deriyê kerem û rehmetê ye ku cîlweya navê Kerîm û Rehîm e.
Ka qet mimkun e ku: Ev Rebbê vê alemê ku bi van berhemên xwe nîşan dide ku ew, xwedî keremeke bêdawî û xwedî rehmeteke bêdawî û xwedî îzzeteke bêdawî û xwediyê xîreteke bêdawî ye; mukafatên layiqî kerem û rehmeta xwe nede û mucazatên şayesteyî îzzet û xîreta xwe nede?
Belê, gava li reftar û sêra vê dunyayê bête nihêrtin, tê dîtin ku ji yên herî neçar û herî zeîf/lawaz bigre
{Haşiye: Rizqê helal, ne bi qewet û îqtîdarê tê bidestxistin; belkî ji ber xatirê feqîrî û neçariyê tê dayin. Ha ji vê yekê re delîlê qet'î ew e ku ew têjikên bêqewet, bi awayekî gelek xweş debara xwe dikin lê belê ew cinawirên biqewet, xwedî rizqekî teng in; hem ew masiyên bêmêjî, gelek bezgirtî ne/qelew in lê belê ew rovî û meymûnên jîr, kone û hîlekar jî, ji ber derdê meîşetê, wisa tim qels û zeîf in.
Nexwe riziq, bi qewet û zîrekiyê re, makusen mutenasîb e, beravajiyê şiyan û viyanê ye. Çi hebe, gava dibe xwedî qewet û xwestek û bi xwe ewle bibe, dikeve nav derdê debarê.} heta wan ên herî qewî, ji her zindiyî re, rizqekî li gor wan, tê dayin. Rizqê herî baş, ji wan ên herî qels û neçar re tê dayin. Ji wan her xwedîderdan re, ji ciyên ku ew qet jê ne hêvî bûn, derman tê şandin. Bi keremeke wisan ulwî ziyafet û îkram tên dayîn ku bi awayekî zipîzelal dixuyê ku destê keremeke bênîhayet tê de heye û dixebite.
Mesela, di demsala beharê de ku libasên sundus-mîsal li temamê daran tên kirin ku bi terzê horiyên Cennetê tên rewişandin; û bi wan muresseayên kulîlk û meyweyan tên xemilandin; û ji me re tên xizmetkarkirin; û bi wan şax û guliyên ku destên wan ên letîf in, ew meyweyên cûr bi cûr ên herî şîrîn û herî hunerane tên pêşkêşkirin; hem bi destê mêşeke jehrîn, wî hingivê şîfadar û şîrîntirîn bi me dide xwarin; hem bi destê bihokeke/kêzikeke bêdest, libaseke herî xweşik û nermik li me tê kirin; hem di hundirê dendikeke piçûk de, xezîneyeke mezin a rehmetê ji bo me tê hilanîn û veşartin. Ha ev hemû bi awayekî eyan beyan bi me dide fahmkirin ku ev, berhemên keremeke çi qas cemîl e û rehmeteke çi qas letîf e.
Hem ji xeynî însan û hin cenawiran, ji roj û heyv û erdê bigre heta mexlûqê herî piçûk, her tişt, bi baldarî û dêhndariyeke kamil, li wezîfeya xwe dixebitin, bi qasî zerreyê jî, ji heddê xwe dernakevin û di bin heybeteke ezîm de, îtaeteke giştî dikin. Ev jî nîşan dide ku bi emr û fermana yekî ku xwedî celal û îzzeteke mezin e tevdigerin.
Hem bi wê şefqeta rehîm
{Haşiye: Belê, şêrekî birçî, têjikekî xwe yê zeîf, tercîhî nefsa xwe dike, gava piçek goşt bi dest dixe, wî goştî naxwe, dide têjikê xwe; hem mirîşkeke tirsonek, ji bo parastin û hîmayeya çîçikên xwe, êrîşî ser se/seg û şêran dike; hem dara hêjîrê, ew bi xwe, çamûrê dixwe lê belê şîrê safî dide wan meyweyên ku çêlîkên wê ne. Ha ev hemû, bi awayekî eyan beyan nîşanî wan ên nekor dide ku ev mexlûqên ha, li ser hesabê zatekî wisa tevdigerin ku ew zat, bi awayekî bêhed Rehîm, Kerîm û Şefîq e.
Erê, ew bêşuûrên mîna giya û heywanan ku bi awayekî gelek şuûrkarî û hekîmane, îş û karan dikin, bi awayekî zerûrî nîşan didin ku yekî gelek zêde Elîm û Hekîm heye ku ew bi xwe wan dide xebitandin. Ew, li ser navê wî dixebitin.}
a temamê wan dayikên çi nebatî çi heywanî û çi însanî, bi wî qûtê/xidayê şîr ku gelek letîf e, ew têjik û weledên neçar û zeîf tên terbiyekirin. Ev jî bi awayekî zipîzelal didin famkirin ku cîlweya rehmeteke çi qas fireh, dixebite. Madem keremeke wiha bêdawî ya Muteserrifê vê alemê heye û rehmeteke wî ya wiha bêdawî heye û celal û îzzeteke wî ya wisa bêdawî heye. Îca ew celal û îzzeta bêdawî, biedebkirina bêedeban divê. Kerema bêdawî, îkrama bêdawî divê. Rehmeta bêdawî, îhsaneke liyaqê xwe dixwaze. Hal ku hal e, li vê dunyaya fanî û di vî imrê kurt de, ancax tenê mîna yek dilopek ji behrê, cuz-ek bi tenê ji milyonan, bi cî dibe û tecellî dike. Nexwe, dê dareke seadetê hebe, ku layiqî wê keremê ye û şayesteyê wê rehmetê ye. Ku ne wisa be mîna înkarkirina hebûna tava ku bi ronahiya xwe rojê dadigre, lazim e ku hebûna vê rehmeta berçavan, bêt înkarkirin. Lewre, ew zewala ku êdî bêveger e, dike ku şefqet wergere mûsîbetê, muhebbet veguhere hîrqetê, nîmet biguhere niqmetê û aqil wergere aletekî bêyom û lezzet veguhere êş û elemê; îca ev rewş, pê divê ku heqîqeta rehmetê bête tefandin û tune bibe.
Hem dê dareke cezakirinê hebe ku li gor wê celal û îzzetê be. Çunkî, bi piranî, zalim di îzzeta xwe de; mezlûm jî di zelîliya xwe de dimînin û ji vê derê bar û koç dikin diçin. Nexwe li pawika dadgeheke mezin tên hiştin, tên texîrkirin. Ne ku li wan naye nihêrtin. Yekcaran, tew li dunyayê jî ceza dide. Di wan qernên berê de, ew ezabên ku bi ser wan qewmên asî û mutemerrîd/îsyankar de hatine, nîşan didin ku însan, ne serîberdayî ye û her weqt, heye ku marûzî/tûşî şîmaqeke celal û xîretê be.
Erê, ka gelo qet mumkun e ku mirov, di nav temamê mewcûdan de, bila xwedî wezîfeyeke girîng be û bila qabiliyeteke mirov a girîng hebe û Rebbê mirovan jî, bi ev qas mesnû'ên xwe yên muntezem, bila xwe bi mirovan bide naskirin ka lê belê însan, di miqabilê van de bi îmanê, wî nas neke; hem Ew, bi ev çend meyweyên xemilandî yên rehmetê, xwe bide hezkirin, îca li hember vê yekê jî mirov, ranebe, bi riya îbadetê, xwe pê nede hezkirin; hem ew, bi ev qas nîmetên xwe yên cûr bi cûr, muhebbet û rehmeta xwe nîşanî mirov bide lê belê di muqabilê vê de mirov, bi şukur û hemdê, ji wî re hurmet neke... Îca ka dibe ku mirov, bê ceza bimîne û serîberdayî bête hiştin û ew Zatê Zulcelal ê xwedan îzzet û xîret, bila ciyekî cezakirinê, amade neke?
Hem ka qet mimkun e ku ew Rehmanê Rehîm, dareke mukafatê û seadeteke ebedî nede wan mumînên ku li ber danaskirina wî, ew jî bi îmanê wî nas dikin; û li ber wî ku dixwaze xwe bi wan bide hezkirin, ew jî, bi îbadetê jê hez dikin û xwe pê didin hezkirin; û li ber rehmeta wî, ew jî bi şukur û hurmetê muqabele didinê? HEQÎQETA SISÊYAN
Babê hîkmet û edaletê ye û cîlweya navê Hekîm û 'Adil e.
Hem ka qet mimkun e ku
{Haşiye: Belê, "Ka qet mimkun e ku..." ev hevok/cumle, zaf tê carîkirin/dubarekirin. Lewre sirrekî girîng îfade dike: Piraniya kufur û dalaletê, ji ber îstîb'adê tê. Ango dûrî aqilan dibîne û wekî ku tiştekî nebûnê be ji xwe re dihesibîne û mandel dike. Va ye di Kelîmeya Heşrê de, bi awayekî qet'î hatiye nîşandan ku îstîb'ada rasteqîn, muhaliyeta heqîqî, dîtina dûrî aqilan û suûbeta rastîn, hetta ew muşkîleyên di dereceya îmtîna'ê de, rasterast di rêya kufrê de ne û di pîşeya dalaletê de ne. Îca îmkana heqîqî, maqûliyeta heqîqî, hetta suhûleta di dereceya wucûbê de, di rêya îmanê de ye û di caddeya Îslamiyetê de ye.
Elhasil: Ehlê felsefeyê, ji ber îstîb'adê diçe înkarê. Kelîmeya Dehan, bi wê hevokê nîşan dide, bê ka îstîb'ad li kîjan aliyî ye. Şîmaqekê li devê wan dide.}
ew Zatê Zulcelal ku bi wan hîkmet, întîzam, edalet û mîzanên ku ji zerreyan heta rojan cereyan dikin, selteneta rubûbiyeta xwe nîşan dide, îca wan mumînên ku xwe dipenêhin bin per û baskên hîmayeya wî û bi îman û ubûdiyetê, li gor hîkmet û edaletê tevdigerin teltîf neke û wan perû neke; îca wan bêedebên ku li dijî hîkmet û edaletê, bi kufur û tuxyanê îsyan dikin, tedîb neke? Hal ku hal e, li vê dunyaya muweqqet/demborî, yekê ji hezarî jî ku layiqî wê hîkmet û wê edaletê be, li ser mirovan, naye îcrakirin, tê texîrkirin. Piraniya ehlê dalaletê, bêyî ku ceza bibînin û piraniya ehlê hîdayetê jî, bêyî ku mukafat bibînin, ji vê derê koç dikin diçin. Nexwe, li hêviya dadgeheke mezin û li benda seadeteke uzma tên hiştin.
Belê, wisa xuya ye, ew zatê ku li vê alemê teserruf dike, bi hîkmeteke bênîhayet îş û kar dike. Îca tu ji vê re delîl dixwazî gelo? Ha ev e ku di her tiştî de, li gor meslehet û feydeyan, rîayetê dike. Ka qey tu nabînî ku di mirovan de, di temamê aza/organ, hestî û rehan/demaran de, hetta di wan hucreyên/şaneyên bedenê de, di her ciyê wê de, di her cuz-ê wê de, faîde û hîkmet, li ber çavan hatine girtin, hetta di hin azayên bedenê de, di darekê de çi qas meywe hebin, ew qas hîkmet û feyde, bi wî uzwî ve hatine kirin. Ev jî nîşan didin ku bi destê hîkmeteke bêserî û bêdawî karûbar tên kirin.
Hem ew întîzama bênîhayet a ew qas baş ku di hunera/sen'etê her tiştî de heye, nîşan dide ku bi hîkmeteke bênîhayet karûbar tên kirin. Belê, bernameya deqîq a kulîlkeke xweşik ku di wê dendika wê ya piçûçok de tê bicîkirin; û rûpelê wan 'emelên dareke qerase û tarîxçeya jiyana wê û fîhrîsteya wan cîhazên wê ku di dendikeke piçûçok de, bi destê qelema qederê tê nivîsandin. Ev yek nîşan dide ku qelema hîkmeteke bênîhayet dixebite. Hem di xulqiyeta her tiştî de ku sin'etekî gelek xweş ê zêde heye, nîşan dide ku neqşê Sani'ekî gelek zêde Hekîm e. Erê, di vê bedena piçûçok a mirovan de ku fîhrîsteya temamê kaînatê û enexdarên temamê xezîneyên rehmetê û eynikên temamê navên wî hatine bicîkirin, hîkmeteke ku di nav husna hunereke gelek zêde de ye nîşan dide.
A niha, ka qet mimkun e gelo, hîkmeteke ku di îcraeta rubûbiyeteke wiha de hakim be, îca wan kesên ku xwe dipenêhin bin per û baskên wê rubûbiyetê û bi îmanê ji wê rubûbiyetê re îtaet dikin, îca ew jî, teltîfkirina wan nexwaze û ebedî li wan lutfan neke?
Hem, heke tu delîl bixwazî bê ka çawan îş û kar, bi edalet û mîzanê pêk tên, bala xwe bidê, ji her tiştî re bi mêzînên xessas û pîvanên taybet, wucûd tên dayîn, sûret li wan tên kirin û ew tam di ciyê xwe de tên danîtin. Îca ev ku heye, nîşan dide ku bi edalet û mîzaneke bênîhayet karûbar tên kirin.
Hem, heqqê her xwedanheqqî, li gor îstîdat û qabiliyeta wî/wê tê dayin, ango hemû lazimatiyên wucûdê û temamê wan cîhazên ku ji bo berdewamiya wan lazim in, bi awayekî herî munasib tên dayin. Ev ku heye, destê edaleteke bênîhayet nîşan dide.
Hem, her çi tiştê ku bi zimanê qabiliyetê tê xwestin û her çi tiştê ku bi zimanê ihtiyaca fitrî tê daxwazkirin û çi tiştê ku bi zimanê iztirarî/neçariyê tê xwestin, bi awayekî daîmî bersiv tê dayin. Ev jî, edl û hîkmeteke bêdawî nîşan dide. A niha, ka qet mimkun e gelo, edalet û hîkmeteke ku digihîje hewara pêdiviyeke/îhtiyaceke herî piçûk a mexlûqekî herî piçûk; lê belê, pêdiviyeke herî mezin a wekî baqîtiyê ku ji dilê mexlûqekî herî mezin ê mîna mirovan tê, îhmal bike! Û hawarxwestina mirov a herî mezin û daxwaza mirov a herî mezin wisa bê bersiv bihêle? Û ranebe, heşmeta rubûbiyetê, bi parastina mafên îbadên xwe neparêze?
Hal ku hal e, mirovekî/miroveke ku li vê dunyaya fanî, jiyaneke kurt derbas dike, qet nabe mezherê heqîqeta edaleteke wisa û nikare bibe jî. Belkî li benda dadgeheke mezin tê hiştin. Çunkî edaleta heqîqî dixwaze û divê ku ev mirovê piçûçok [ev mirova piçûçok], ne li gor nîsbet û qiyasa vê piçûkiya xwe; belkî li gor nîsbeta mezinahiya cînayeta xwe, li gor qiyasa girîngiya mahiyeta xwe û li gor ezameta wezîfeya xwe were mukafatkirin an jî cezakirin.
Madem ev dunyaya fanî û demborî, ji bo wî mirovê [wê mirova] ku ji bo ebedê hatiye xuliqandin, ji wê mezheriyeta edalet û hîkmeteke wiha, gelek dûr e. Helbet, Cenneteke ebedî û Cehennemeke daîmî ya wî Zatê Celîlê Zulcemal ku Adil e û wî Zatê Cemîlê Zulcelal ê ku Hekîm e dê hebe. HEQÎQETA ÇARAN
Beşa cûd û cemalê ye. Cîlweya navê Cewad û Cemîl e.
Ka qet mimkun e gelo ew cûd û sexaweta bênîhayet û ew serweta bêpayan û ew xezîneyên ku dawî li wan nayin, ew cemala sermedî ya bêmînak, ew kemala ebedî ya bêqusûr; dareke seadetê û ciyekî ziyafetê nexwazin ku tê de, ew şakirên muhtac û ew ayînedarên muştaq û ew temaşevanên heyirî li wê derê hebin û daîmî bimînin?
Belê Ew ku ser rûyê erdê, wiha bi ev qas mesnû'ên xwe yên zînetkirî dixemilîne; û heyv û rojê dike lembe; û ser rûyê erdê, dike weke sofreyeke nîmetan û bi wan cûreyên herî espehî yên xwarinan û xurekan tije dike; û her yek ji wan dar û berên meywedar, dike mîna teyfikekê û di her demsalê de, gelek caran nû dike, bi van, cûd û sexîtiyeke bêhed nîşan dide.
Îca cûd û camêriyeke wisa bênîhayet, wisa xezîneyên bêpayan û rehmeta bêhed, dareke ziyafetê û ciyekî seadetê dixwaze ku hem daîmî be hem jî, her çi tiştên ku dilê mirov dibije wan, divê tê de hebin. Hem qet'î dive; yên ku ji wan ziyafetan ditamijin, li wî ciyê seadetê, berdewam bin û ebedî bimînin; da ku ji ber zewal û veqetînê, nekevin bin barê êş û eleman. Çunkî, çawan ku zewala elemê lezzet e, zewala lezzetê jî, elem bi xwe ye. Sexaweta wisa naxwaze elemê bide kişandin. Nexwe, hem Cenneteke ebedî, hem jî di wê Cennetê de hewcedarên ebedî dixwaze. Çunkî, cûd û camêriya bênîhayet, dixwaze ku bi awayekî bênîhayet îhsan bike, bi nîmet bike. Îca ew îhsan û nîmetkirin jî, minetdarî û binîmetbûnê dixwaze. Ev ku heye, dewama wucûda wî şexsê ku dibe mezherê wê îhsanê dixwaze. Da ku yê mezher, binîmetbûna daîmî, ji wê nîmetdayîna daîmî re, şukur û minetdariya xwe nîşan bide. Ku ne wisa be, ew lezzeta cuz-î ya ku bi zewalê tehl û tûj dibe di demeke kin û kurt de qet nakeve û nelê ye bi pêdiviya cûd û camêriyeke wisa ku ewqas îhsan nîşan dide.
Hem jî, li wan pêşangehên eqtarê alemê ku ciyên meşhera sen'etên Îlahî ne binihêre. Bala xwe bide îlanên Rebbanî ku di destê wan nebat û heywanên li ser rûyê erdê ne
{Haşiye: Erê, kulîlkeke xayet neqişkirî, xemilandî û meyweyeke gelek zêde hunerawer û muresea ku di guliyekî ziravoçkî ya mîna têlê de ne ku li serê çiqilê dareke hişk a mîna hestiyê ne, bê guman îlan-nameyeke Sani'ekî gelek sen'etperwer, mucîzekar û hîkmetdar e ku wan xweşikiyên hunera xwe, bi wan kesên xwedîşuûr dide xwendin. Ha, tu heywanan jî bide ber nebatan û bi wan re qiyas bike.}
û guh bide wan enbiya û weliyan ku delêliyên mehasinên Rubûbiyetê dikin. Bibîne bê ka çawan bi muttefiqî, wan kemalên wî yên bêqusûr bi pêşandina hunerên wî yên nuwaze nîşan didin, beyan dikin û bal û dêhna çavan dikşînin ser wan. Nexwe kemalên gelek girîng, heyrethiş û nepenî yên Sani'ê vê alemê hene. Ew, bi van sen'et û hunerên nuwaze, dixwaze ku wan nîşan bide. Çunkî ew kemalên nepenî û bêqusûr, dixwazin ku li ser serê wan kesên ku teqdîr dikin, îstîhsan dikin û bi gotina "maşellah"ê temaşe dikin, bên pêşandin. Ew kemalata daîmî ku heye, tezahureke daîmî divê. Îca ew jî, dewama hebûna teqdîrkar û îstîhsankaran dixwaze. Gava dewama wan ên ku îstîhsan dikin tune be, temamê qîmeta wan kemalatan, ji çavê wan, bi yek carekê dadikeve.
{Haşiye: Ji gotineke pêşiyan e ku bedeweke/xweşikeke cîhanê, weqtakî, zilamekî ku bûye meftûnê wê, ji hafa xwe berê dide. Ew zilam, ji bo ku xwe aşt bike, dibêje: "Tû, wey ev çi çirkîn e." û xweşikahiya wê xweşikê, mandel dike.
Hem rojekê, hirçek, dikeve binê mêweke gelek şîrîn a tirî, dilê wê davêje tirî. Çi heye ku destê wî nagihîje gûşiyên tirî. Nikare ku derkeve ser mêwê jî. Ji bo ku xwe bi xwe aşt bike, bi zimanê xwe, dibêje "Tirş e." û lê dide diçe.}
Hem jî, ev mewcûdên gelek xweşik, hunerawer, rewneq û xemilî ku li ser rûyê kaînatê hatine raxistin, eynî mîna roniya ku rojê nîşan dide, ew jî, mehasin û xweşikahiyên cemaleke manewî ya bêmisil didin zanîn û letîfiyên husneke bêmînak û xefî radigînin.
{Haşiye: Cîlweya husn û cemalê heye li ser mewcûdên eyne-mîsal ên di pey hev re tên û diçin zewal û fenayê; heman cîlwe li ser wan û li ser rûyên wan ên ku di pey wan re tên jî heye. Ev jî nîşan dide ku ew husn û cemal, ne aîdê wan e. Belkî ew cemal, ayet û emareyên husneke munezzeh û cemaleke muqeddes in.}
Îşaret dikin ku ji cîlweya wê husna munezzeh û wê cemala muqeddes, di wan îsman de, belkî di her îsmî de, gelek defîneyên veşartî hene.
Ha cemaleke ku ev qas 'alî, bêmînak û nepenî ye, çawan dixwaze ku xweşikî û rindîtiyên xwe, di mirêkekê de bibîne û wan dereceyên husna xwe û wan miqyasên cemala xwe, di eynikeke xwedîşuûr û muştaq de bibîne û li wan temaşe bike, wisa jî, ji bo ku bi çavê wan ên ji xeynî xwe, li wê cemala xwe ya xweşik binihêre, dixwaze xuya jî bibe.
Nexwe, dixwaze bi du aliyan li cemala xwe binihêre: Yek jê, dixwaze ku di her yek ji wan eynikên ku di awa û rengên cihê cihê de ne, bîzzat bibîne. Ya dî jî, dixwaze ku bi muşahedeya temaşevanên ku muştaq in û îstîhsankarên ku heyirî ne, temaşe bike. Nexwe, husn û cemal, divê ku bibîne û xuya bibe. Dîtin û xuyabûn jî, hebûn û wucûda wan temaşevanên muştaq û îstîhsankarên heyirî dixwaze. Husn û cemal, ji ber ku ebedî û sermedî ne, dewama wucûda muştaq û dilxwazan divên. Lewre, cemaleke daîmî, bi wan muştaqên zaîl û fanî, nabe ku qaîl bibe. Çunkî, temaşevanek, gava bibe mehkûmê zewaleke ku êdî jê veger tune ye, ji ber wê tesewwura zewalê, muhebbeta wî temaşevanî [wê temaşevanê], vedigere neyartî û edûtiyê, heyreta wî/wê, meylî ser piçûkdîtinê dibe û ew hurmeta wî/wê, meyla xwe dide ser heqaretê. Lewre ew mirovê/mirova xwedxem, çawan ku neyarê wan tiştan e ku pê nizane wisa jî, dijberê wan tiştan e ku nagihîjê. Hal ku hal e, ji ber vê, êdî li hember wê cemala ku layiqî muhebbeteke bêdawî û şewq û îstîhsaneke bêhed e, îca ew radibe; bi dijminahî, kîn û înkareke veşarî muqabele dike. Va ye raza ku kafir, neyarê Xwedê ye, ji vê tê fehmkirin.
Himin ew sexaweta cûdê ya bênîhayet, ew cemala husnê ya bêmînak, ew kemilînên bêqusûr; muteşekkir, muştaq û mustehsînên ebedî divên. Hal ku hal e, li vê mêvanxaneya dunyayê em dibînin, her kes zû diçe û wenda dibe. Ji îhsana wê sexawetê, ancax parçeyekî tenê tehm dike. Madeyê/mehdeyê wan lê vedibe; lê belê naxwe, diçe. Hema hindikekî li ronahiya wê cemal û wê kemalê hetta belkî li siyeke qels a wê cemal û kemalê tenê yek kêliyekê dinihêre, bêyî ku têr bibe, diçe. Nexwe her kes diçe seyrangeheke daîmî.
Elhasil:
Çawan ku ev alem, tevî hemû mewcûdên xwe, ji Sani'ê xwe yê Zulcelal re delîlî dike. Wisa jî, ew sifat û îsmên qudsî yên wî Sani'ê Zulcelal jî, ji dara axretê re delîlî dikin û wê nîşan didin û dixwazin. HEQÎQETA PÊNCAN
Babê şefqet û ubûdiyeta Muhemmedî ye (eleyhîselatu wesselam). Cîlweya îsmê Mûcîb û Rehîm e.
Ka hîç mimkun e gelo, Rebbekî xwedî şefqetek û merhemeteke bêdawî ku ihtiyacekî herî edna, di mexlûqekî xwe yê herî edna de, gava bibîne, bi şefqeteke tam, ji ciyekî ku wî qet jê hêvî nedikir didê; û dengekî/sewteke herî xefî, gava ji mexlûqekî xwe yê herî xefî dibihîse, tafilê digihîje îmdada wî; û her çi tiştê ku bi zimanê hal û zimanê qal gava tê xwestin, îcabet dike; îca ew Reb, ji ebdekî xwe yê herî mezin,
{Haşiye: Belê, zatekî ku hezar û sê sed û pêncî sal selteneta xwe didomîne û selteneta wî dewam dike; û di piraniya deman de, zêdetirî sê sed û pêncî milyon raiyeta wî heye; û her roj, temamê raiyeta wî, bi wî zatî re bîata xwe nû dike; û ji kemalata wî re şahidî dike; û bi îtaeteke kamil ji fermanên wî re înqiyad dike; û nîvê Erdê û ji pêncan yekê mirovahiyê, bi sibxeya wî zatî bi sixbe bibe, ango bi rengê wî yê manewî bi reng bibe û ew zat, mehbûbê dilên wan û murebbiyê ruhên wan be, helbet ew zat, ebdê herî mezin ê wî Rebbî ye, ku li ser vê kaînatê teserruf dike.
Hem piraniya her yek ji wan new'ên kaînatê, xwedî meyweyeke mucîzeyî ya wî zatî ye û bi vî awayî, heke ji wezîfe û memûrtiya wî re li çepikan bide, helbet ew zat, mexlûqê herî xweşdivî yê Xaliqê vê kaînatê ye.
Hem hemû mirovahî, bi temamê qabiliyeta xwe, ihtiyacekî mîna baqîtiyê dixwaze ku ew îhtiyac, însên ji esfelê safîlîn derdixe alayê îlliyîn. Helbet ew ihtiyac, ihtiyacekî herî mezin e û ebdekî herî mezin, li ser navê her kesî, dê wî ji Qadiyyul Hacat bixwaze.}
ji mexlûqekî xwe yê herî xweşdivî, wê ihtiyaca wî ya herî mezin bibîne; lê neîne cî û pêk neîne û wê duaya herî bilind bibihîse; lê qebûl neke? Belê, mesela ew lutf û rehetiya ku di meseleya/mijara rizq û terbiyeyê wan têjik û zeîfên heywanan de dixuyê, nîşan dide ku Malikê vê kaînatê, bi rehmeteke bênîhayet rubûbiyet dike. Îca şefqeteke ku di rebbîtiya wî de ew qas rehîmane ye, ka gelo qet qabil e ku wê duaya herî xweş a wî yê herî bifezîlet ê mexlûqan qebûl neke?.. Vê heqîqetê, bi awayê ku min di Kelîmeya Nozdehan de îzah kiriye, li vê derê jî, em bi dubareyî wiha beyan bikin:
Hey hevalê min ê ku tevî nefsa min, li min guhdarî dike! Me di hîkayeya temsîlî de gotibû: "Li giravekê, îctîmayek heye. Yawerekî Ekrem, nutqekê dixwîne." Heqîqeta ku ew îşaret dike, wiha ye: Were! Em xwe ji vê demê bişûn û ji aliyê fikir ve, em herin Esra Seadetê; û em bi awayê xeyalî diçin Cezîretul Erebê. Da ku em Resûlê Ekrem eleyhîsselatu wesselam, li ser wezîfeyê, di nav ubûdiyetê de bibînin û ziyaret bikin. Binihêre! Ew zat, bi rîsaleta xwe, bi hîdayeta xwe, wisa ye ku seadeta ebedî, bi xêra wî çê bûye û ew zat, wesîleya wê çûyina nav wê seadeta ebedî ye. Eynî mîna wê, ew ku heye, bi wê ubûdiyeta xwe û bi wê duaya xwe, dibe navgîn ku ew seadet çê bibe û ew zat bi xwe, wesîleya îcada Cennetê ye.
Ha binihêre! Ew zat, wisa di nimêjeke kubra de, di îbadetekî ulya de, ji bo seadeta ebedî dua dike ku, mirov dibêje qey ev girav/cezîre, belkî temamê erdê, bi wê nimêja wî ya biezemet re nimêj dike û niyaz dike. Çunkî ew ubûdiyeta wî ku heye, çawan ku ubûdiyeta ummeta wî ya ku ji wî re îttîba dike di nav xwe de dihewîne wisa jî bi sirrê muwafeqetiyê, sirrê ubûdiyeta temamê nebiyan, di nav xwe de dihewîne.
Hem Ew, wê nimêja kubra, di cemaeteke wisa uzma de dike û niyaz dike ku tu dibêjî qey temamê wan mirovên nûranî û kamil ên benî Adem ên ji dewra Hezretî Adem heta esrê me, belkî heta roja qiyametê, dibin tabi'ê wî û li pey wî, ji wê duaya wî re dibêjin "Amîn!".
{Haşiye: Belê, temamê selat/nimêj û selewatên temamê ummeta wî yên ji zemanê munacata Ehmedî (a.s.m) heta niha, ji duaya wî re, amîneke daîmî û îştîrakeke/tevlîbûneke giştî ye. Hetta her selewateke ku li ser wî tê dayin bi xwe jî, ji duaya wî re yeko yeko amînek e û her ferdê ummeta wî ku di nav her nimêjê de, li ser wî selat û selam dide û Şafîî ku di pey qametê de, ji wî re dua dikin, dîsa ji bo wê duaya wî ya ku li ser seadeta ebedî ye, amîneke gelek biqewet û giştî ye.
Ha, wê daxwaza baqîtî û seadeta ebedî ku temamê mirovahiyê bi zimanê hal ê fitreta mirovahiyê, bi temamê hêza xwe dixwaze, Zatê Ehmedî (e.s.w.) li ser navê hemû new'ê mirovahiyê dixwaze û beşa nûranî ya new'ê beşer, li pey wî, dibêjin amîn. Gelo de ka qet mimkun e ku ev dua, nêzî qebûlê nebe?} Binihêre, hem ji bo hacetekî giştî yê wisa ku baqîtî ye dua dike ku, ne [tenê] ehlê erdê belkî ehlê esmanan belkî hemû mewcûdat, tevlî niyaza wî dibin û bi zimanê hal dibêjin: "Ox, belê ya Rebbena! Bide, duaya wî qebûl bike, em jî dixwazin." Hem binihêre! Bi awayekî wisa hezîn, wisa mehbûbane, wisa bi muştaqî, wisa bi tezerrûkarî û bi zarebarî seadeta baqî dixwaze ku temamê kaînatê bi girî dixe û wan tevlî duaya xwe dike.
Binihêre, hem ji bo meqsedeke wisa, ji bo xayeyeke wisa seadetê dixwaze û dua dike ku mirov û hemû mexlûqan, ji berjêrketina wê fenaya mutleq ku esfelê safîlîn e derdixe, ji bêqîmetbûnê, ji bêfaîdetiyê, ji beredayîtiyê derdixe û digihîne dereceya wê qîmet, baqîtî, wezîfeya ulwî û nameya semedanî ku alayê îlliyîn e.
Binihêre, hem bi fîzareke wisa bilind a hawarxwestane dixwaze û bi niyazeke wisa şîrîn a îstîrhamkarî zarebar û lavelav dike ku tu dibêjî qey dike ku dengê wî biçe temamê mewcûdan, esmanan û erş; û wan tîne wecdê û dike ku ew jî ji duaya wî re bibêjin "Amîn, Ellahumme amîn!"
{Haşiye: Belê, Muteserrifê vê alemê, digel ku bi temamê teserrufata xwe, eyan beyan şuûrane, 'elîmane û hekîmane ye, bi tu awayî ne mimkun e ku ew Muteserrif, ji hereketên ferdekî ku di nav mesnûên xwe de yê herî bijarte ye, ne haydar be û haya wî jê tune be.
Hem bi tu awayî ne îmkan e ku ew Muteserrifê 'Elîm, digel ku ji wan hereket û deawatên (doz û duayên) wî ferdê bijarte haydar e, li hember wî, laqeyd bimîne û girîngî nede wî.
Hem bi tu awayî ne mimkun e ku ew Muteserrifê Qedîr ê Rehîm, digel ku ji duayên wî re laqeyd namîne, îca wan duayên wî qebûl neke.
Belê, bi nûra Zatê Ehmedî (e.s.w.), şikl û şemala alemê guherî. Mahiyeta heqîqî ya mirov û temamê kaînatê, bi wê nûrê, bi wê ronahiyê derket meydanê û xuya bû ku mewcûdên vê kaînatê, nameyeke semedanî ye ku esmayê Îlahî dide xwendin û her yek jê, karmendekî wezîfedar e û her yek jê, mewcûdekî wisa hêja û watedar e ku mezherê baqîtiyê ye. Heke ne ji wê Nûrê bûya, mewcûdat hemû, dê bibûna mehkûmê fenaya mutleq û dê wisa bê qîmet, bê wate, bê mifa/faîde, beredayî, tevlîhev biketina û di nav tarîtiya wehm û tasewasan de bimana û bibûna pêlîstokên tesadufê.
Va ye ji ber vî sirrî ye, çawan ku mirov, ji duaya wî Zatê Ehmedî (e.s.w.) re dibêjin "amîn"; wisa jî erş û ferş û ji "sera"yê heta "sureyya"yê hemû mewcûd, bi nûra wî îftîxar dikin û eleqedariya xwe pê re nîşan didin. Jixwe ruhê ubûdiyeta Ehmedî (e.s.w.) dua ye. Belkî tevger û xizmetên kaînatê bi xwe jî, bi awayekî ji awayan, dua ye. Mesela, hereketên dendikekê, bi awayekî ji awayan duayek e ku ji Xaliqê xwe dixwaze ku bibe darek.} Binihêre, hem ji Qadirekî wisa Semî' û Kerîm, ji 'Alimekî wisa Besîr û Rehîm seadet û baqîtiyê dixwaze ku ew, bîlmuşahede, li ber çavan, daxwaza herî veşartî, niyaza herî xefî ya xwedîheyatekî herî nepenî dibîne, dibihîse, qebûl dike, merhemet dike û bi zimanê hal be jî, îcabet dike. Di sûretekî/awayekî wisa hekîmane, besîrane, rehîmane de didê û îcabet dike ku tu şik û guman nahêle ku ew terbiye û tedbîr, mexsûsê bi Semî' û Besîrê wisa ye, xasê bi Kerîm û Rehîmê wisa ye.
Gelo ev Fexrê kaînatê (e.s.w) ku şerefê new'ê însan û ferîdê kewn û zeman e û temamê benî Ademan daye pey xwe û li ser vê erda ha sekiniye û berê xwe daye erşê ezem û destê xwe bilind kiriye, vekiriye û di nav wê heqîqeta ubûdiyeta Ehmedî de (e.s.w.) -ku xulaseya ubûdiyeta new'ê beşer di xwe de dihewîne- dua dike, ka çi dixwaze, em lê guhdarî bikin. Berê xwe bidê, ji bo xwe û ummeta xwe, seadeta ebedî dixwaze, baqîtiyê dixwaze, Bihuştê dixwaze. Hem bi tevî temamê wan îsmên qudsî yên Îlahî dixwaze, ku cemalên xwe, di eynikên mewcûdan de nîşan didin. Ji wan îsman, şefaetê teleb dike û divê, tu dibînî. Heke ew sebebên bêhed ên mûcîbên axretê û ew delîlên hebûna wê tunebûna, hema tenê tek duaya vî zatî, dê bibûya sebeb ji bo avakirina vê Cenneta ku ji qudreta wî Xaliqê Rehîm re, bi qasî îcada behara me rehet û hêsa ye.
{Haşiye: Belê li ser rûyê erda ku li ber axretê, mîna ye rûpelekî gelek teng, numûneyên hunerî yên nuwaze û mîsalên heşr û neşrê yên ku hed û hesabê wan nîne tên nîşandan; û ew cûreyên mesnûên muntezem ku di hukmê bi qasî sê sed hezar kitêbî de ne, tenê di wî tek rûpelî de, bi întîzameke kamil tê nivîsandin û bicîkirin. Ha ev ku heye, helbet dijwartir û zehmet-tir e ji îcad û avakirina wê Cenneta letîf û muntezem a li wê alema axreta ku fireh e. Belê, Cennet ji beharê çi qas bilindtir û mezintir be, mirov dikare bibêje ku xuliqandina wan baxçeyên beharê jî ew qas ji wê Cennetê zortir û heyretfezatir e.}
Belê, ji wî Qadirê Mutleq re, ku di behara me de, ser rûyê erdê, dike mîna mehşerekê û bi qasî sed hezar numûneyên heşrê îcad dike, ka îcada Behiştê çawan giran tê?
Nexwe, çawan ku rîsaleta wî, bû wesîle ku ev dara îmtîhanê bête vekirin û ew bi xwe bû mezherê sirrê
ﻟَﻮْﻻ َﻙَ ﻟَﻮْﻻ َﻙَ ﻟَﻤَﺎ ﺧَﻠَﻘْﺖُ ﺍْﻻ َﻓْﻼ َﻙَ
ê. Eynî mîna wê, ubûdiyeta wî jî, bû wesîle ku dara dî ya seadetê vebe.
Gelo ka qet mimkun e ku ev întîzama alemê ku temamê aqilan di heyretê dihêle; û ev husna bêqusûr a sen'etê û ew cemala bêmisil a rubûbiyetê ku di nav rehmeteke fireh de ye; wê duayê qebûl neke her wiha kirêtiyeke wisa, bêmerhemetiyeke wisa, bêîntîzamiyeke wisa qebûl bike? Ango, wan daxwaz û dengên herî cuz-î û herî bêehemmiyet, bi girîngiyeke tam bibihîse, îfa bike û daxwazên wan bîne cî; lê belê, wan daxwazên herî girîng û lazim, wisa ne girîng bibîne û nebihîse/guh nede û ji wan fam neke û wan pêk neyne? Haşa û kella, sed hezar carî haşa! Cemaleke wiha, nikare kirêtiyeke wiha qebûl bike û nabe ku çirkîn bibe.
{Haşiye: Belê, berevajîbûn û terswergerîna heqîqetan, bi awayekî îttîfaqî ne îmkan e. Îca di nav terswergerîna heqîqetan de, herî zêde muhal ender muhal ew e ku ziddek, wergere ziddê xwe. Û di nav van terswergerîna ziddan de, tiştê ku eyan beyan hezar dereceyî ne îmkan e, ev e: Ew tiştê zid, digel ku di mahiyeta xwe de zid bimîne, nabe ku bibe eynî ziddê xwe. Mesela, cemaleke bêdawî, digel ku cemeleke heqîqî ye, di heman demê de bibe çirkîniyeke heqîqî. Ha, di vê mîsala me de cemaleke rubûbiyetê ya li ber çavan û qet'iyul wucûd e, digel ku di mahiyeta cemala rubûbiyetê de daîm e, bibe çirkînî bi xwe. Ha li dunyayê, ev, mîsala herî ecêb a ji mîsalên muhal û batil e.}
Nexwe Resûlê Ekrem eleyhîsselatu wesselam, çawan ku bi rîsaleta xwe, deriyê dunyayê vekiriye bi ubûdiyeta xwe jî, dê deriyê axretê veke. ﻋَﻠَﻴْﻪِ ﺻَﻠَﻮَﺍﺕُ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﻣِﻞْﺀَ ﺍﻟﺪُّﻧْﻴَﺎ ﻭَ ﺩَﺍﺭِ ﺍﻟْﺠِﻨَﺎﻥِ ٭ ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺻَﻞِّ ﻭَ ﺳَﻠِّﻢْ ﻋَﻠَﻰ ﻋَﺒْﺪِﻙَ ﻭَ ﺭَﺳُﻮﻟِﻚَ ﺫَﻟِﻚَ ﺍﻟْﺤَﺒِﻴﺐُ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﻫُﻮَ ﺳَﻴِّﺪُ ﺍﻟْﻜَﻮْﻧَﻴْﻦِ ﻭَ ﻓَﺨْﺮُ ﺍﻟْﻌَﺎﻟَﻤَﻴْﻦِ ﻭَ ﺣَﻴَﺎﺕُ ﺍﻟﺪَّﺍﺭَﻳْﻦِ ﻭَ ﻭَﺳِﻴﻠَﺔُ ﺍﻟﺴَّﻌَﺎﺩَﺗَﻴْﻦِ ﻭَ ﺫُﻭ ﺍﻟْﺠَﻨَﺎﺣَﻴْﻦِ ﻭَ ﺭَﺳُﻮﻝُ ﺍﻟﺜَّﻘَﻠَﻴْﻦِ ﻭَ ﻋَﻠَﻰ ﺍَﻟِﻪِ ﻭَ ﺻَﺤْﺒِﻪِ ﺍَﺟْﻤَﻌِﻴﻦَ ﻭَ ﻋَﻠَﻰ ﺍِﺧْﻮَﺍﻧِﻪِ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻨَّﺒِﻴِّﻴﻦَ ﻭَ ﺍﻟْﻤُﺮْﺳَﻠِﻴﻦَ ﺍَﻣِﻴﻦَ
HEQÎQETA ŞEŞAN
Babê heşmet û sermediyetê ye û cîlweya navê Celîl û Baqî ye.
Ka qet mimkun e gelo, heşmeteke rubûbiyetê ku temamê mewcûdan, ji rojan, ji darûberan hetta zerreyan, di hukmê neferekî fermanber de musexxer bike û wan îdare bike, li ser wan faniyên perîşan bisekine, ku li vê mêvanxaneya dinyayê, jiyaneke demborî derbas dikin; lê belê îca daîreyeke sermedî û baqî ya haşmetê û medareke ebedî û 'alî ya rubûbiyetê îcad neke? Belê, îcraetên biheşmet ên mîna guherîna demsalan; û tevgerên biezemet ên wekî tevgerên teyyare-mîsal ên gerstêrkan; û tesxîrên bidehşet ên mîna ku ji mirovan re wek dergûş çêkirina erda qerase û rojê jî, kirina wek lembeyekê ji xelkê re; û ev guherînên berfireh ên mîna vejandin û xemilandina kureya erdê ya mirî, ziwabûyî û hişkbûyî ku li vê kaînatê dixuyin nîşan didin ku di pişt perdeyê de, rubûbiyeteke wisa muezzem heye û bi selteneteke muhteşem hukum dike. Îca selteneteke wiha ya rubûbiyetê, raiyeteke ku layiqê wê be û mezherekî ku şayesteyî wê be ji xwe re dixwaze.
Hal ku hal e, tu bi xwe dibînî, ew raiyet, bende û koleyên wê yên ku ji aliyê mahiyetê ve, herî zêde hewîner e û girîng e li vê mêvanxaneya dunyayê, bi awayekî perîşan, wisa bi demborî civiyane. Mêvanxane ku heye, her roj tije dibe; vala dibe. Hem hemû raiyet, ji bo tecrubeya xizmetê, li vê meydana îmtîhanê, wisa bi demborî disekinin. Hem meydan ku heye, serê her saetê diguhere.
Hem temamê wê raiyetê, ji bo ku li numûneyên wan îhsanên hêja û wan hunerên entîke yên nuwaze yên Sani'ê Zulcelal li pêşangehên sûka alemê, bi çavê tîcaret û bazirganiyê temaşe bikin, çend deqîqeyekî li van pêşangehan radiwestin û seyr dikin; peyre diçin, wenda dibin. Îca ev pêşangeh ku heye, her deqîqe diguhere. Yên diçin, naêtin; yên tên, diçin. Ha ev rewş û ew weziyet bi awayekî qet'î nîşan dide ku di pey vê mêvanxane û van meydan û van pêşangehan de, serayên daîmî, meskenên mustemîrr hene, ku dê bibin medar û mezherê wê selteneta sermedî; û rez û xezîneyên wê yên wisa hene ku bi eslên herî xalis û herî bilind ên ji nimûne û sûretên ku li vê dunyayê em wan dibînin tije ne. Nexwe, hewildana li vê derê, ji bo wan e. Li vê derê dide xebitandin; li wê derê, ucretê dide. Li gor qabiliyeta her kesî -heke wenda neke- li wê derê, seadeteke wî/wê heye. Belê, ji selteneteke wisa ya sermedî re muhal e ku hema tenê li ser van fanî û zelîlên zaîl bisekine.
Bi dûrebîna vê temsîlê li vê heqîqetê binihêre ku: Mesela, tu di rê de diçî, dibînî ku li ser rê, xanek heye. Zatekî mezin, ew xan ji bo wan mêvanên xwe yên ku tên bal wî ava kiriye. Ji bo ger û seyran û îbreta yek şeveke wan mêvanan, wî ji xemilandina wê xanê re bi milyonan zêr lê serf kirine. Îca ji wan mêvanan, ancax pir kêm kes dikarin li wan xeml û xêzan binihêrin û ji wan nîmetan, di weqtekî hindik de, hema tenê tiştekî hindik jê tehm dikin û bêyî ku ji wan têr bibin, diçin. Lê belê her mêvan, bi wî fotografê xwe yê xasî bi xwe, sûretên wan tiştên li wê xanê digrin. Hem xizmetkarên wî zatê mezin jî, sûretên muameleyên mêvanan, bi awayekî gelek baldar digrin û qeyd dikin. Hem tu dibînî ku ew zat, her roj, piraniya wan xeml û tezyînên hêja, xera dike; ji bo wan mêvanên nû yên ku dê bên, tezyînên nû îcad dike. Piştî ku tu van bibînî, ka êdî qet şik û gumana te dimîne gelo ev zatê ku li ser vê rêyê, ev xan ava kiriye, ne xwediyê menzîlên daîmî yê gelek mezin be; xezîneyên bêpayan û hêja yên wî zatî nîn bin; camêriyeke wî ya gelek mezin a domdar tunebe? Bi vê îkrama ku li vê xanê nîşan dide, ji bo wan nîmetên cem xwe îşteh û madeyê mêvanan vedike û ji bo wan xelat û diyariyên ku ji wan re amade kirine rexbeta wan hişyar dike.
Îca eynî mîna wê, gava ku tu ne bi serxweşî bala xwe bidî weziyeta li vê mêvanxaneya dunyayê, tu dê van Heft Esasan fam bikî:
Esasê Pêşî:
Tu dê fam bikî ku mîna wê xanê, ev dunya bi xwe jî, ne ji bo xwe ye. Bi tu awayî ne îmkan e ku ew xwebixwe ketibe vî sûretî. Hebe tune be, mêvanxaneyeke wisan e ku bi hîkmetê hatiye avakirin û ji bo ku ew qifleyên mexlûqan bên, li wê derê konê xwe daynin dûre koç bikin biçin, misêwa tije dibe û vala dibe.
Esasê Duduyan:
Hem tu dê fehm bikî ku ev kesên ku li vê xanê rûdinin, mêvan in. Rebbê wan ê Kerîm, wan vedixwîne Darusselamê.
Esasê Sisêyan:
Hem tu dê fehm bikî ku ev bizînetkirinên li vê dunyayê, tenê ne ji bo telezzuz û tenezzuhê ne. Çunkî, demekê lezzet bide, îca ji ber veqetîna xwe, gelek deman elem dide. Bi te dide tehmkirin, madeyê te lê vedike; lê belê te pê têr nake. Çunkî, yan imrê wê kin e, yan imrê te kurt e. Qîma têrbûnê nake. Nexwe ev tezyînên ha ku qîmeta wan bala ye; lê belê muddetê wan kin û kurt e, ji bo îbretê ne,
{Haşiye: Belê, madem digel ku qîmeta her tiştî û narîniyên hûnerî yên wan gelek bala, mezin û xweşik in jî, muddetê wan kurt, imrê wan hindik e. Nexwe ew tişt ku hene, numûne ne, di hukmê sûretên tiştên dî de ne. Û madem rewşeke wisa heye ku berê çavê muşterî û kiroxan dizivirînin ser eslên wan. Nexwe dibe ku wisa bê gotin û tê gotin û wisa ye ku ew cûre tezyînên vê dunyayê, helbet numûneyên nîmetên Cennetê ne ku Rehmanekî Rehîm bi rehmeta xwe, ji bo îbadên xwe yên xweşdivî amade kirine.}
ji bo şukrê ne, ji bo teşwîqa eslên wan ên daîmî ne. Ji bo amancên gelek ûlwî yên dî ne.
Esasê Çaran:
Hem tu dê fehm bikî ku ev tiştên xemilandî yên li vê dunyayê
{Haşiye: Erê, gelek amancên hejmartî yên hebûna/wucûda her tiştî û encamên gelek zaf ên jiyana wan hene. Bi awayê ku ehlê dalaletê zenn dikin, hema tenê wisan bi wan xayeyên dunya û nefsa wan ve, ne sînorkirî ne ku wisan beredayîtî û bêhîkmetî bikeve nava wan. Belkî, xayeyên hebûn û encamên jiyana her tiştî, sê beş in:
A pêşî û herî ulwî, li Sani'ê wan dinihêre ku ew xal û xişrên nuwaze yên hunerî ku bi her tiştî ve danîne, ji wê nezera Şahidê Ezelî re di terz û teherê rê û resma fermî de tên erzkirin; û ji wê nezerê re jî, tenê yek "kêlî û bîsteke seyyal" têr dike. Belkî, berî ku bê bikeve rewşa hebûnê, hema bîlquwwe, ew qabiliyeta wan a ku di hukmê niyetê de ye jî, dîsan bes e. Ha, ew mesnû'ên letîf ên ku zû zû diçin zewalê; û ew toxim û dendikên ku her yek ji wan nuwazeyeke hunerê ne û yên ku hê nehatine wucûdê ango simbil nedane, vê amancê, bi awayekî temam didin. Bêmifatî û beredayîtî, li wan naye. Nexwe her tişt, bi jiyana xwe, bi wucûda xwe, wan mucîzeyên qudreta Sani'ê xwe û wan berhemên hunera wî teşhîr dikin, radixin û wan erzî nezera Sani'ê Zulcelal dikin. Ha ev ku heye amanca wan a yekem e.
Beşa duduyan a amanca wucûd û encama jiyanê, li xwedîşuûran dinihêre. Ango her tişt, di hukmê nameyeke heqaîqnuma, qesîdeyeke letafetnuma, kelîmeyeke hîkmet-eda ya Sani'ê Zulcelal de ye ku xwe erzî nezera melaîke, cin, heywan û însanan dike û wan vedixwîne mutaleeyê. Nexwe her tişt, ji bo her xwedanşuûrê ku li wî dinihêre, mutaleegeheke îbret-numa ye.
Beşa sisêyan a amanca wucûd û encama jiyanê, li nefsa wî tiştî dinihêre ku ew encamên cuz-î yên mîna telezzuz, tenezzuh, baqîtî û jiyana birehetî ye. Mesela, amanca xizmetkarekî ku di keştiyeke mezin a sultanî de dumenvaniyê dike, ji hêla keştiyê ve, ji sedî yek li xwe bi xwe, eydê ucreta xwe ya cuz-î ye; îca ji sedî not û nehê wê, li sultên dinihêre. Eynî mîna vê, amanca her tiştî ya ku eydê nefsa xwe bi xwe û dunyayê ye, ji sedî yek be, yê ku eydê Sani'ê wê ye, not û neh e.
Ha ji ber vê zêdehiya amancan e ku hîkmet û îqtîsad bi cûd û sexa, xasima bi sexaya bênîhayet ku ji hev û dî re dijber û munafî dixuyên bi vî awayî li hev tên û sirrê tewfîqa wan ev e:
Ji aliyê yek xayeyê ve, ew cûd û sexawet hukum dike; îsmê Cewad tecellî dike. Meywe, hubûbat, tenê di yek nuqteya nezera wê amancê de, bê hesab in û cûdeke bênîhayet nîşan didin. Îca di nuqteya nezera temamê amancan de, hîkmet hukum dike, îsmê Hekîm tecellî dike. Çi qas meyweyên darekê hene, belkî ew qas amancên her meyweyekê hene ku dabeşî sê qisman dibin, ku me ew beyan kirin.
Temamê van amancan, hîkmet û îqtîsadeke bênîhayet nîşan didin. Ew hîkmeta bênihayet bi wê cûd û sexaya bênîhayet re ku weke dijber tê dîtin, li hev tên û îctîma dikin. Mesela, amanceke artêşa esker, temînkirina asayîşê ye. Ji bo vê amancê, tu çi qas esker bixwazî hene û hem jî gelek zêde ne. Lê belê, ji bo hin wezîfeyên mîna parastina hudûd û têkoşîna li hember neyaran û wezîfeyên dî, ev mewcûd, ancax têr dike, bi kemala hîkmetê, di muwazeneyê de ye. Ha, hîkmeta hukûmetê, bi heşmetê re dikeve hevgirtinê. Nexwe meriv dikare bibêje ku di eskeriyê de zêdebarî tune ye.} di hukmê numûneyên wan nîmetan de ne ku bi rehmeta Rehman, ji bo ehlê îmanê, li Cennetê hatine depokirin û hilanîn.
Esasê Pêncan:
Hem tu dê fehm bikî ku ev mesnû'ên fanî, ne ji bo fenayê ne û ne ji bo wê yekê hatine xuliqandin ku hema hinekî xuya bibin û mehû bibin. Belkî ji bo wê yekê ne ku di wucûdê de ji bo demeke kin bicivin û bikevin rewşeke ku tê xwestin; da ku sûretên wan bêtin girtin, tîmsalên wan bêtin stendin û wateyên wan bêtin zanîn û encamên wan bêtin zebtkirin. Mesela, ji bo wê yekê ye ku dîmenên ebedî, ji bo ehlê ebedê bêtin hûnandin. Hem, li alema baqî, ji amancên dî re bibin medar.
Eşya ku ji bo baqîtiyê hatiye xuliqandin û ne ji bo fenatiyê ye, belkî ji aliyê sûret ve fena be jî, ya rast temamkirina wezîfeyê ye û terxîs e. Ev yek bi vê diête fêmkirin ku: Tiştekî fanî, ji aliyekî ve, diçe fenayê lê belê ji gelek aliyan ve, baqî dimîne.
Mesela li vê kulîlka ku ji kelîmeyên qudretê ye binihêre ku ew kulîlk, di demeke kurt de, vedibeşire û li me dinihêre, demildest xwe di bin perdeya fenayê de vedişêre. Lê belê mîna wê kelîmeya ku ji devê te derdikeve, ew diçe; îca bi hezaran mîsalên xwe dixe guh-an û dispêrê, bi qasî hejmara aqilên ku lê guhdarî dikin, wateyên xwe di aqilan de baqî dike. Çunkî piştî ku wezîfeya wê ya îfadekirina wateyê diqede, ew bi xwe diçe; îca di bîra wan de -her çi kesên ku bala xwe dabiyê- sûretê xwe yê zahirî û di her yek tovekî xwe de, mahiyeta xwe ya manewî dihêle û wisan diçe. Tu dibêjî qey her yek bîr û hafize; her tov û toxumek, ji bo parastina ziynetê, fotografek e û ji bo berdewamiya baqîtiyê, menzîlek e.
Gava mesnû'ekî ku di mertebeya herî besît a jiyanê de ye wiha be, îca ev mirovên ku di tebeqeya herî bilind a jiyanê de ne û xwedî ruhên baqî ne, çendîn derece bi baqîtiyê têkildar û eleqedar in, êdî tê fehmkirin. Qanûna teşkilatê û tîmsala sûretê ya her yek ji wan nebatên qerase yên bikulîlk û bifêkî, ku hinekî dişibe ruh, di wan tovên mînanî zerrekokan de, bi întîzameke tam, digel wan înqilab û tevgerên dexdexeyî jî, baqî tê hiştin û tê parastin. Ha ji vê yekê jî tê famkirin, ew ruhê beşer ku gelek bi cem'iyet e û xwedî mahiyeteke gelek bilind e û wucûdeke xaricî li wî ruhî hatiye kirin û xwedî qanûneke emrî ya xwedanşuûr û nûranî ye, çendîn derece bi baqîtiyê ve girêdayî ye û pê re têkildar e, xweş tê serwextkirin.
Esasê Şeşan:
Hem tu dê fam bikî ku însan, benê wî/wê, li dora stûyê wî/wê nehatiye girêdan û serberdayî nehatiye hiştin ku hema bixwaze biçe kê derê, bikaribe lê biçêre. Belkî, sûretê temamê kar û barên wî/wê tê girtin û nivîsandin; û encama hemû fîîlên wî/wê, ji bo muhasebeyê, tê zebtkirin.
Esasê Heftan:
Hem tu dê fam bikî ku di demsala payîzê de, texrîbata wan mexlûqên xweşik ên alema havîn û beharê, ne îdam e; belkî ew terxîsa tam e ku piştî temambûna wezîfeyên wan tê.
{Haşiye: Belê, ew meywe, kulîlk û pelên li serê şax û guliyên dareke ku ji xezîneyên erzaqê rehmetê ne, gava kevnar û extiyar dibin wezîfeya wan diqede, divê ku herin. Da ku li hember wan ên ku di pey wan de diherikin û tên, derî neye girtin. Ku wisan nebe, li hember berfirehiya rehmetê û li ber xizmeta wan îxwanên wan ên dî, sed û bend tê kişandin. Hem ew bixwe, ji ber zewala ciwaniyê, hem zelîl hem jî perîşan dibin.
Ha, behar bi xwe jî, dareke meywedar a mehşernuma ye. Alema însanan a di her esrî de, dareke îbretnuma ye. Erd bi xwe jî, dareke qudretê ye ku mehşera ecêban e. Hetta dunya bi xwe jî, dareke heyretnuma ye ku meyweyên wê, ji bazara axretê re tên şandin.} Hem cîdanek û cîfirehkirinek e ji bo wan mexlûqên ku di nûbiharê de tên û ji bo hatina wan mewcûdên wezîfedar ên nû, amadekariyek e cîhiştinek e. Hem ji ber wê serxweşî û wê xefleta ku şukurdarî û wezîfeya xwedanşuûran bi wan dide jibîrakirin hişyarkirineke subhanî ye.
Esasê Heştan:
Hem tu dê fam bikî ku alemeke dî ya baqî ya Sani'ê Sermedî yê vê alema fanî heye ku Ew, îbadên xwe sewqî wê derê dike û ber bi wê derê ve teşwîq dike.
Esasê Nehan:
Hem tu dê fam bikî ku Rehmanekî wisa, li alemeke wiha, bi wan îbadên xwe yên xas ên wisa re dê îkramên wisa bike ku ne çavan dîtiye, ne guhan bihîstiye ne jî niqûtiye dilê însanan. Amenna... HEQÎQETA HEFTAN
Babê hifz û hefîziyetê ye û cîlweya navê Hefîz û Reqîb e.
Ka hîç mimkun e gelo: Hefîziyeteke ku her çi tiştên li esmanê, li erdê, li bejahiyê, di behrê de çi hişk çi ziwa, çi piçûk çi mezin, çi besît çi qedirgiran be, bila hemûyan bi întîzam û mîzaneke kamil biparêze û qeyd bike, ji bo ku bi awayekî ji awayan, di nav muhasebeyekê de encamên wan li bêjingê bixe; lê belê, beşer ku di fitreteke mezin a mîna însan de ye û xwedî paye û rutbeyeke mîna xîlafeta kubra ye û wezîfeyeke wî ya mezin heye, ku emanetê kubra ye, îca ew 'emel û fîîlên wî yên ku temasî rubûbiyeta 'amme dikin, bila neyin qeydkirin, di bêjinga muhasebeyê de neyin derbaskirin, di mêzîna edaletê de neyin kişandin, li gor layiqê xwe, ceza nekşîne yan jî mukafatê nebîne! Na, ji binî û esla!.
Belê, Zatê ku vê kaînatê îdare dike, her tiştî di nav nîzam û mîzanê de diparêze. Îca nîzam û mîzan ku heye, tezahura ilim û hîkmetê û îrade û qudretê ye. Çunkî em dibînin, wucûda her mesnû'î, bi awayekî gelek muntezem û mewzûn, tê xuliqandin. Hem, her sûretekî ku ew di muddetê jiyana xwe de diguhêre bi întîzam e, hey-eta mecmûeya wê jî, di bin întîzamekê de ye. Lewre em dibînin, her tiştê ku gava wezîfeya wê diqede û dawî li temenê wê/wî tê û ha ji vê alema şehadetê bar dike diçe, îca Hefîzê Zulcelal, gelek sûretên wan, di wan bîr û hafizeyên ku di hukmê
{Haşiye: Li haşiyeya Sûretê Heftan binihêre.}
lewheyên mehfûz de ne hifz dike û di wan eynikan de, ku bi awayekî ji awayan mîsalî ne, hifz dike û piraniya tarîxçeya jiyana wan, di dendika wan de, di encama wan de neqiş dike û dinivîsîne; û di wan eyneyên zahir û batin de îbqa-baqî dike. Mesela, hafize û bîra beşer, meyweya darê, dendika meyweyê, tovê kulîlkê, ezameta îhateyê ya qanûna hefîziyetê nîşan didin.
Ka qey tu nabînî gelo, temamê mewcûdên vê behara muezzem, hemûyên bikulîlk û bimeywe, temamê wan rûpelên 'emelên wan, teşkîlên qanûnên wan, tîmsalên sûretên wan ku xasî bi wan in, di nav hinek toxumok û wan tovikên wan de tên nivîsandin û parastin. Di behareke peyre, di nav muhesebeyeke ku li gorî wan e, rûpelên 'emelên wan neşir dike û bi kemala întîzam û hîkmetê, alema behareke dî ya qerase, tîne meydanê û bi vî awayî nîşan dide; bê ka hefîziyet çi qas bi berfirehiya hêzdar pêk tê û diqewime.
De îca gava ku di tiştên wiha demborî, besît, bêbeqa, negirîng de hifz û qeydkirineke wiha hebe, ka ew 'emelên beşer ku li alema xeybê, li alema axretê, li alema ruhan û di rubûbiyeta 'emme de meyweyên girîng didin, ka qet qabil e gelo ku bi awayekî baldarî neyin parastin û bi awayekî girîng neyin tomarkirin? Naxêr û esla! Belê, ji vê tecelliya ewqasî ya vê hefîziyetê tê famkirin ku Malikê van mewcûdan, girîngiyeke mezin dide zebt û qeyda her tiştên ku di mulkê wî de cereyan dikin û diqewimin. Hem di wezîfeya xwe ya hakimiyetê de, gelek zêde bi baldarî tevdigere. Hem, baldariyeke gelek baş, di rubûbiyeta selteneta xwe de nîşan dide. Heta wê dereceyê ku bûyereke herî piçûk jî, xizmeteke gelek hindik be jî, dinivîse û dide nivîsandin. Sûretê wan her tiştên ku di milkê wî de diqewimin, di gelek tiştan de hifz dike.
Ev parastin û hefîziyet, îşaret dike ku dê deftereke girîng a muhasebeya 'emelan bê vekirin û bi taybetî mirov ku ji aliyê mahiyeta xwe ve, mexlûqê herî mezin, herî mukerrem, herî muşerref e, tevî wan 'emelên xwe yên mezin, tevî wan kirinên xwe yên girîng, dê bikeve hesab û mîzaneke girîng, rûpelên 'emelên wî/wê, dê bên neşirkirin.
Gelo ka hîç qabil e ku mirov, bila bi xîlafet û emanetê, mukerrem bibe û weke şahidê temamê kar û kiryarên rubûbiyetê, di daîreyên kesretê de, bila delêltiya wehdaniyeta Îlahî îlan bike û bi vî awayî bila mudaxeleyî tesbîhat û îbadetên piraniya mewcûdan bike û bila derkeve dereceya zabitî û muşahidiyê; lê belê peyre, îca bila biçe gorê, li wê derê bi rehetî rakeve û neye şiyarkirin û pirsa wan temamê 'emelên wî/wê yên piçûk-mezin jê neye kirin û bila neçe mehşerê û dadgeha mezin nebîne? Naxêr û ji binî na! Hem Qadirê Zulcelal ku temamê tiştên di dema bihurî de qewimîne mucîzeya qudreta wî ne û şahidî dikin ku ew ji mumkînatên dema bê re
{Haşiye: Belê, dema borî ku ji zemanê niha heta dema destpêka xuliqandina alemê, bi temamî, wuquat û qewam e. Her rojeke wê, her saleke wê, her esreke wê ya ku hatiye wucûdê, yeko yeko riste ne yekeyek rûpel in, yeko yeko kitêb in ku bi qelema qederê hatine risimandin û wênekirin; destê qudretê, ew mucîzeyên ayetên xwe, bi hîkmet û întîzama kamil di wan de nivîsandine.
Ew zemanê îstîqbalê ku ji zemanê nika, heta qiyametê heta Cennetê heta ebedê ye, bi temamî, îmkanat in. Ango, dema bihurî, wuqûat e; dema bê, îmkanat e. Ha, gava her du sîlsîleyên wan her du deman/zemanan, li ber hev bên muqabelekirin, dê bê dîtin, ew Zatê ku wî, roja do xuliqandiye û mewcûdên xasî wê rojê jî îcad kirine, tu şik û guman tune ye ku muqtedir û qadir e ku roja bê/sibehê jî, tevî mewcûdên wê, bixuliqîne. Ha eynî mîna vê, tu şik û guman tune ye ku ev mewcûdat û nuwazeyên zemanê berê ku meydana tiştên xerîb e, mucîzeyên Qadirekî Zulcelal in û bi awayekî qet'î şahidî dikin ku ew Qadir, muqtedir e ku temamê îstîqbalê, temamê mumkînatan îcad bike û temamê wan tiştên ecêb jî derxe holê û nîşan bide.
Belê, çawa yê ku dê yek sêvekê bixuliqîne, helbet divê muqtedir be ku hemû sêvên li dunyayê bixuliqîne û behara qerase îcad bike. Yê ku nikaribe beharê bixuliqîne, nikare yek sêvekê jî bixuliqîne. Çunkî ew sêv, di wê tevnê/dezgehê de tê hûnandin. Yê ku yek sêvekê îcad dike, dikare beharekê jî îcad bike. Sêvek, mîsaleke piçûk a darekê, belkî mîsaleke piçûk a baxçeyekî, belkî mîsaleke piçûk a kaînatekê ye. Hem temamê tarîxçeya jiyana wê dara qerase ku di wê dendika sêvê de hewandî ye, ji aliyê hunerî ve, nuwazeyeke wisan rewneqdar e, yê ku ew bi wî awayî îcad kiriye, li hember çu tiştî neçar namîne.
Îca zatê ku roja îro dixuliqîne, zatekî wisa muqtedir e ku dikare roja qiyametê jî bixuliqîne û yê ku dê beharê îcad bike qeweta wî digihîje îcadkirina heşrê jî. Yê ku hemû alemên zemanê bihurî, bi kemala hîkmet û întîzamê bi şirîta demê ve datîne û wan nîşan dide, helbet, dikare kaînata dî jî, bi şirîta îstîqbalê ve dayne û nîşan bide û dê nîşan bide.
Di çend Kelîmeyan de, bi taybetî di Kelîmeya Bîst û Duduyan de, me bi awayekî qet'î îsbat kiriye ku: "Yê ku nikare her tiştî bike, nikare tu tiştî bike û yê ku tek yek tiştekî dixuliqîne, dikare her tiştî çê bike. Hem gava îcada tiştan, ji yek zatekî re bê dayin, hemû tişt, mîna tek yek tiştekî rehet û hêsa dibe. Gava ji gelek sebeban re bê hiştin û ji kesretê re bê spartin, îcada tek yek tiştekî, bi qasî îcada temamê tiştan zehmet dibe û zêdezehmetiyeke di dereceya îmtina'ê de lê peyde dibe."}
Qadir e; û her weqt, li ber çavê me zivistan û beharê ku gelek zêde dişibihin qiyamet û heşrê, îcad dike ka mirov dê çawa biçe tunetiyê û Jê bireve, bikeve axê û xwe veşêre? Madem li vê dunyayê, muhasebeyeke layiqî mirov naye dîtin û hukum naye dayin. Helbet dê biçe mehkemeyeke kubra, seadeteke uzma.
HEQÎQETA HEŞTAN
Babê we'ad û we'îd e. Cîlweya navê Cemîl û Celîl e.
Ka qet mimkun e gelo, ev Sani'ê van mexlûqan ku 'Elîmê Mutleq û Qedîrê Mutleq e, rabe vê wead û weîda xwe ya Îlahî ya zaf carîkirî ku temamê enbiya, bi tewaturê, agahiya wê didin û temamê siddiqîn û ewliya, bi îcmayê jê re şahidî dikin neyne cî -haşa- neçarî, kêmqewetî û cehla xwe nîşan bide? Hal ku hal e, ew kar û kiryarên ku wî ew wead û weîd kirine, ji qudreta wî re hîç giran nayin; gelek xefîf, sivik û zêde zêde rehet û hêsa ne. Bi qasî îadeya wan mewcûdên bêhesab ên behara berê, ku di behara bê de, qismek jê eynî,
{Haşiye: Mîna reh û kokên dar û ber û giyayan}
beşek jê, bi mislê wan
{Haşiye: Mîna pel û meyweyan}
vedigerîne, rehet e.
Îca îfakirina weadê ku heye, hem ji me re, hem ji her tiştî re, hem ji wî re, hem ji selteneta rubûbiyeta wî re gelek zêde lazim e. Lê belê, xulfulwead, hem dijberê îzzeta îqtîdara wî ye, hem jî qet li wê berfirehiya ilmê wî naye. Çunkî, nesekinîna di sozê xwe de, yan ji cehlê tê, yan jî ji neçariyê. Ey înkarker! Ka dizanî gelo bi kufur û mandelkirina xwe, tu cînayeteke çi qas ehmeqane dikî ku tu wehma xwe ya derewkar, aqilê xwe yê tewşik, nefsa xwe ya xapînoker tesdîq dikî [bi vê yekê] Zatekî ku bi ti awayî ne mecbûrî xulf û xîlafê ye û bi çu awayî xîlaf li îzzet û heysiyeta wî naye û temamê ev tişt û îşên ku dixuyên, ji sidq û heqqaniyeta wî re şahidî dikin, îca tu radibî, wî tekzîb dikî! Di nav piçûkiyeke bêdawî de, tu cînayeteke ku bêdawî mezin e dikî. Helbet, tu dê bibî musteheqê cezayekî mezin ê ebedî. Ji ber mezinahiya cînayeta wan, weke mîqyasekê, xeber hatiye dayin ku "Diranekî hin kesên ji ehlê Cehennemê, bi qasî çiya ye." Dirûvê meseleya te, dide vî rêwiyê ku çavê xwe ji ronahiya rojê digre; li wî xeyalê nava hişê xwe dinihêre. Wehma wî, dixwaze, bi wê ronahiya fenera hişê xwe ya ku mîna gûstêrkê ye, [wê] rêya xwe ya bidehşet ronî bike.
Madem wî Cenabê Heqq ê ku ev mewcûd, kelîmeyên wî yên sadiq in û ev bûyerên kaînatê, ayetên wî yên natiq in, wead kiriye, helbet dê bike. Dê mehkemeyeke mezin veke; dê seadeteke uzma bide. HEQÎQETA NEHAN
Babê îhya û îmateyê ye. Cîlweya navê Heyy û Qeyyûm, Muhyî û Mumît e.
Ka hîç mimkun e gelo, Qedîrekî Rehîm, Elîmekî Hekîm ê ku vê erda mirî ya ku hişk û ziwa bûye, îhya dike; û di nav wê îhyayê de, her yekî ji wan, mîna heşra beşer, zêdetirî sê sed hezar cûreyên ecêb ên mexlûqan, heşir û neşir dike û pê, qudreta xwe nîşan dide; û di nav wê heşir û neşrê de, tevî wê geremolî û tevlîheviya bêserûber, bi îmtiyaz û tefrîqeke bêdawî, îhateya xwe ya ilmî nîşan dide; û bi temamê fermanên xwe yên Îlahî, heşra beşer wead dike û bi vî awayî, berê bala temamê îbadên xwe, dide ser seadeta ebedî; û serê temamê mewcûdan dide ser hev, milê wan dide hev; destê wan dide hev û bi vî awayî, wan di bin daîreya emr û îradeya xwe de dide gerandin û wan ji hev û dî re dike alîkar û musexxer û bi vî awayî ezemeta rubûbiyeta xwe nîşan dide; û wî, beşer, weke meyweyeke herî cami' û herî nazik û herî nazenîn, herî nazdar û herî niyazdar a dara kaînatê xuliqandiye û ji xwe re ew kiriye muxeteb û her tişt jê re musexxer kirine û ew, bi vî awayî, nîşan dide ku evqas girîngiyê dide merivan; de ka qet dibe ku qiyametê neyne, heşrê çê neke, yan jî nikaribe çê bike, beşerî îhya neke, yan jî nikaribe îhya bike û nikaribe Mehkemeya Kubra veke, nikaribe Cennet û Cehennemê bixuliqîne? Haşa we kella! Erê, Muteserrifê xwedîşan ê vê alemê, di her esrî de, di her salê de, her roj, li ser vî rûyê teng ê erdê, gelek emsal, numûne û îşaretên heşra ekber û meydana qiyametê îcad dike. Wekî misal:
Di heşra beharî de, em dibînin ku di nav pênc-şeş rojan de, zêdetirî sê sed hezar cûreyên çi piçûk û çi mezin ên heywanat û nebatan, heşr û neşir dike. Kokên hemû dar û giyayan û beşekî ji heywanan, bi eynî awayî îhya dike, îade dike; hinekan jî, bi sûretekî mislî yê di dereceya eynîbûnê de îcad dike. Îca ew tovikên ku ji aliyê maddî ve ferqa wan ji hev pir hindik e, digel ku ewqas zêde tevlihev û têkel in jî, bi imtiyaz û teşxîseke kamil, wisan di nav şeş roj, an jî di nav zerfê şeş heftiyan de, di nav ew qas lezûbezî, berfirehî û hêsanî de, bi kemala întîzam û nîzamê tên îhyakirin. Ka hîç qabil e gelo, tiştek, ji wî Zatî re -ku van îş û karan dike- giran bê û ew nikaribe esmanan û erdê, di nav şeş rojan de bixuliqîne, bi yek seyhe û weşekê, nikaribe mirovan heşir bike? Haşa!
Gelo katibekî mucîznuma hebe, sê sed hezar kitêbên ku herfên wan, an xera bûbin an jî mehû bûbin, di yek rûpelekê de, bêyî ku tevlîhev bike, bêxeletî, bêçewtî, bêkêmasî, hemû bi hev re, bi awayekî gelek xweşik, di yek saetekê de binivîsîne û îca yek ji te re bibêje, "Ev katibê ha, wê kitêba te ya ku wî nivîsandiye lê belê ew kitêb ketiye avê, ji nû ve, di nav yek deqîqeyekê de, ji hafizeya xwe binivîsîne." Îca ka gelo tu dikarî bibêjî ku: "Nikare û ez bawer nakim." An jî sultanekî mucîzekar, ji bo ku îqtîdara xwe nîşan bide, yan jî ji bo îbret û tenezzuhê, bi yek îşaretekê, çiyayan radike, welatan diguhêre, behrê werdigerîne bejahiyê û tu bi xwe jî, digel ku van dibînî, peyre tu bibînî ku zinarekî mezin hêla bûye newalê û rê li ber pêşiya wan mêvanên wî zatî girtiye û ew nikarin biçin wê ziyafeta ku wî ew vexwendine. Yek ji te re bibêje: "Ew zat, bi yek îşaretekê, wî kevirî, çiqas mezin be jî, dê rake û ji hev belav bike, dê mêvanên xwe di rê de nehêle." Tu bibêjî ku: "Ranake yan jî nikare rake."
Yan jî zatek, di rojekê de, digel ku ji nû ve artêşeke mezin dadimezrîne, yek bibêje, "Ew zat, bi dengê boriyekî, wan tabûrên ku ferdên wan, ji bo îstrehetê belav bûne, dicivîne û tabûr dikevin bin nîzama wî." Îca tu bibêjî ku "Bawer nakim." Tu çiqas dînîtî dikî, tu fam dikî.
Va ye, heke te ji van sê temsîlan fam kiribe, binihêre: Neqqaşê Ezelî, li ber çavê me, rûpela sipî ya zivistanê diqelêbe, pelê kesk û şîn ê behar û havînê vedike û li ser rûpela rûyê erdê, zêdetirî sê sed hezar cûreyî, bi qelema qudret û qederê, bi ehsenê sûret dinivisîne. Di nav hev de ne lê belê tevlîhev nabin û li hev nakevin. Bi hev re dinivisîne lê belê li pêşiya hev nabin kelem û asteng. Ji aliyê çêkirin û sûret ve, ji hev cihê ne, qet nade şaşkirin, bi xeletî nanivisîne. Erê, derheqê zatê Hekîmê Hefîz de, ku bernameya ruh a dareke herî mezin, di dendikeke herî piçûk a mîna nuqteyekê de bi cî dike û diparêze, ka dibe ku bê gotin, "Ka ruhên wan ên ku wefat dikin, dê çawa biparêze?"
Zatê Qedîr ku kureya erdê, mîna kevirê fîştoqê digerîne, ka dibe ku bê gotin: "Dê vê erda ku li ser devê rêya wan mêvanên wî yên ku diçin axretê, dê çawa rake, yan jî ka dê çawa ji hev belav bike?"
Hem ew Zatê Zulcelal ku ji hîçiyê, ji nû ve, temamê wan artêşên xwedîjiyan, di temamê tabûrên cesedên wan de, bi întîzameke kamil, zerreyan, bi fermana
ﻛُﻦْ ﻓَﻴَﻜُﻮﻥُ
ê qeyd dike û bi cî dike, artêşan îcad dike, îca ka dibe ku bê gotin, gelo ew, dê zerreyên esasî û eczayên eslî yên wan ku dikevin bin nîzama wî cesedê mîna tabûrê û hev nas dikin, ka dê bi yek seyheyekê, çawa bide hev û wan kom bike?
Hem di her dewrên dunyayê de, ku dirûvê wan dide heşra vê beharê, di her esrê dunyayê de, hetta di guherîna şev û rojê de, hetta li wê valahiya esmanan, di îcad û rakirina/hilanîna ewran de, gellek neqşan çê dike ji bo ku ji heşrê re bibin numûne, mîsal û nîşan; tu bi çavê serê xwe dibînî.. Hetta heke bi awayê xeyalî, tu xwe berî hezar salî ferz bikî, peyre tu, wê rabirdû û dahatûya ku du aliyên demê ne, bînî ber hev, tu dê bi qasî hejmara esran û rojan, mîsalên heşrê û numûneyên qiyametê bibînî. Îca peyre, digel ku tu, evqas numûne û mîsalan dibînî, dîsa tu rabî, wê heşra cismanî dûrî aqilan bibînî û wê înkar û mandel bikî, tu dê bi xwe jî pê derxî û fam bikî bê ka çi dînîtiyek e. Bala xwe bidê! Fermana Ezem, li ser vê heqîqeta ku em behsa wê dikin, çi dibêje:
ﻓَﺎﻧْﻈُﺮْ ﺍِﻟَٓﻰ ﺍَﺛَﺎﺭِ ﺭَﺣْﻤَﺖِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻛَﻴْﻒَ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﺍِﻥَّ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﻤُﺤْﻴِﻰ ﺍﻟْﻤَﻮْﺗَﻰ ﻭَﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ
ELHASIL:
Ji heşrê re, tu tiştekî ku bibe asteng tune ye. Îca sedemên ku divêtiya wê gerek dibînin, her tişt in. Belê, zatekî ku vê erda qerase ya ku mehşera tiştên ecêb e, mîna heywanekî besît dike mezherê mirinê û zindî dike; û ji beşer û heywanan re dike dergûşeke xweş û wê dike keştiyeke xweşik; û rojê jî, li vê mêvanxaneyê, dike lembeyeke ku kana ronahiyê û germkirinê; û gerstêrkan, ji milyaketan re dike teyyare, helbet ev rubûbiyeta wî ya ku evqas muhteşem û sermedî ye û hakimiyeta wî ya ku evqas muezzem û muhît e, tenê li ser karûbarên vê dunyaya ku wiha demborî, bê berdewam, bê qerar, ne girîng, guhertokî, ne baqî, kêm, bê tekemmul e, naye damezrandin û ranaweste. Nexwe, diyarekî axer û dî yê daîmî, berqerar, bêzewal, muhteşem û layiqî wê [rubûbiyet û hakimiyetê] heye û welatekî wî yê dî yê baqî heye. Me ji bo wê derê dide xebitandin; û me vedixwîne wê derê û dê me neqlî wê derê bike. Ji vê yekê re temamê wan eshabên erwahê neyyîre, temamê wan eqtabên dilên munewwer û wan erbabên wan aqilên nûranî ku ji zahirê derbasî heqîqetê bûne û bi qurba huzûrê muşerref bûne, şahidî dikin. Ev zatên ha, bi muttefîqî agahî didin ku Wî, mukafat û mucazatek amade kiriye; û neqil dikin ku Ew, bi awayekî gelek pêt û hêzdar dubare wead dide û bi şedîdî tehdîd dike.
Îca xulfulwead, hem zîllet hem tezellul e. Bi ti awayî nikare nêzî celala qudsiyeta wî bibe. Jixwe xulfulweîd jî, yan ji efûyê, yan jî ji ber neçariyê tê. Hal ku hal e, kufur, cînayeta mutleq bi xwe ye.
{Haşiye: Belê, kufur, ji ber ku qîmeta mewcûdan, ji hêjahiyê berejêr dadixîne û wan bi bêwatetiyê tawanbar dike, li hember temamê kaînatê, heqaretê dike û wan cîlweyên esma ku di eynikên mewcûdan de dixuyên, înkar dike û bi vî awayî, wisan dibe ku qîmeta temamê wan esmayê Îlahî piçûk dixîne; û ji ber ku şahidiya mewcûdan a ji wehdaniyetê re redd dike li hember temamê mexlûqan tekzîbek e, wan qabiliyetên însanî, wisan dibe fesadê ku êdî, tu layiqiyeke wî însanî/kafirî namîne ku xêr û qenciyê qebûl bike. Hem, zulmeke ezîm e ku li hember maf û huqûqê hemû mexlûq û hemû navên Îlahî, êrîşek e.
Ha ji bo parastina van mafan û ji ber ku nefsa kafir, di xêrê de her bê qabiliyet e, divêtî çê dibe ku kufr, naye efûkirin.
ﺍِﻥَّ ﺍﻟﺸِّﺮْﻙَ ﻟَﻈُﻠْﻢٌ ﻋَﻈِﻴﻢٌ
[Bê guman şirk, zulmeke mezin e.] vê wateyê îfade dike.} Ne qabilê efûkirinê ye. Qadirê mutleq ku heye, ji 'eczê, pak û muqeddes e.
Îca şahid û peyamhinêr ku hene, digel ku di meslek, meşreb û mezhebên xwe de cihêrengî ne jî, bi awayê kemala îttîfaqê, li ser bingeh û esasê vê meseleyê, yekdil in û hevgirtî ne. Ji aliyê piraniyê ve, di dereceya tewaturê de ne; ji hêla keyfiyetê ve, di hêza îcmayê de ne. Ji aliyê mewqî ve, her yek ji wan, stêrkeke new'ê beşer e û çavê taîfeyekê ye û ezîzê milletekî ye. Ji hêla girîngiyê ve, di vê meseleyê de, hem ehlê îxtîsasê ne, pispor in, hem jî ehlê îsbatkirinê ne. Îca di fennekê de, yan jî di hunerekê de, du ehlê îxtîsasê, li hember bi hezaran wan kesên din, tên tercîhkirin û di nûçegihandinê de, du musbît/îsbatkir, tercîhî bi hezaran kesên nafî tên kirin. Mesela, du merivên ku di subûtiya heyva nû ya meha Remezanê de agahî radigihînin, wê înkara bi hezaran kesên ku mandel dikin, li haşê davêjin. Elhasil, li dunyayê, nûçeyeke ji vê agahiyê rast-tir, dozeke saxlemtir, heqîqeteke hê bêhtir zahir, nabe ku hebe. Nexwe dunya, bê guman mezrayek e. Mehşer jî, bêderek e, gêreyek e; Cennet, Cehennem jî, her yek ji wan, mexzenek e.
HEQÎQETA DEHAN
Babê hîkmet, înayet, rehmet û edaletê ye. Cîlweya navê Hekîm, Kerîm, Adil û Rehîm e.
Ka qet mimkun e gelo, ew Malikul Mulkê Zulcelal ku li vê mêvanxaneya nebaqî ya dunyayê û li vê meydana bêdewam a îmtîhanê û li vê teşhîrgeha bêsebat a erdê, berhemên hîkmeteke ev qas zelal, înayeteke ev qas zahir, edaleteke ev qas qahir û merhemeteke ev qas berfireh nîşan dide, îca li wê daîreya memleketê wî û li alema wî ya mulk û melekûtê, meskenên daîmî û, sakin û niştecihên ebedî, meqamên baqî, mexlûqên mûqîm tunebin û her wisa heqîqetên hîkmet, înayet, edalet û merhemeta ku dixuyin, dakevin hîçiyê?
Hem ka qet qabil e gelo ku ew Zatê Hekîm, rabe di nav temamê mexlûqan de, vî mirovî ji xwe re bike muxetebê kullî û eynika cami'; û muştemîlên hemû xezîneyên rehmeta xwe pê bide çêjandin, hem pê bide wezinandin hem pê bide nasandin, bi temamê îsmên/navên xwe, xwe jê re bide ragihandin û jê hez bike û xwe pê bide hezkirin; peyre, îca wî mirovê bêçare, neşîne wî memleketê xwe yê ebedî; û wî venexwîne wê seadetgeha xwe ya daîmî û wî mesûd neke?
Hem ka qet maqûl e gelo ku, bila li her yek mewcûdeke bi qasî dendikê, barê wezîfeyê yê bi qasî darekê bar bike û bi qasî kulîlkên wê, hîkmetan lê siwar bike û bi qasî fêkiyên wê, meslehetan dayne serê; îca hema tenê yek amanceke bi qasî dendikekê -ku berê wê jî tenê li dunyayê dinihêre- bide temamê wan wezîfe, wan hîkmet û wan meslehetan? Û baqîtiya wê ya dunyayî ku bi qasî xerdelê jî girîngiya wê tune ye, jê re bike xaye û amanc? Û van, ji alema maneyê/wateyê re neke dendik û ji alema axretê re neke mezra'e? Da ku ew, wan xayeyên xwe yên heqîqî û layiq bidin. Û ev qas rewresmên girîng, bê amanc, beredayî, li haşê bihêle; îca berê wan, nezivirîne bi aliyê alema manayê, alema axretê ve. Da ku xayeyên xwe yên eslî û meyweyên xwe yên layiq nîşan bidin!
Belê, ka qet mimkun e gelo ku ew, van tiştan, wiha xîlafê heqîqetê çê bike û wisa tevbigere, û bi vî awayî -haşa summe haşa!- xwe, bi dijberî wan wesfên xwe yên heqîqî ku Hekîm, Kerîm, Adil û Rehîm in, wesifkirî nîşan bide û temamê wan heqîqetên kaînatê ku ji hîkmet û kerema wî; ji 'edil û rehmeta wî re delîlî dikin, derewkar derxîne. Şahidiya temamê mewcûdan, redd bike. Delîltiya temamê mesnûan, betal bike? Hem ka hîç aqil qebûl dike gelo ku bi qasî hejmara porê wî, wezîfeyan li serê mirov û li hest û sehekên nava serê mirov bar bike; lê belê tenê ucreteke dunyayî ku di hukmê yek tayekî por de ye bidê? Û îşekî beredayî bike, ku dijberî edaleta wî ya heqîqî ye û derî hîkmetê wî yê heqîqî ye?
Hem ka qet mimkun e gelo ew, bila bi qasî hejmara encam û meyweyên ku bi darekê ve datîne, ji her xwedîjiyanî re, belkî bi her organekî/uzwekî wî yê mîna ziman ve, belkî bi her mesnû'î ve, ew qas hîkmetan, meslehetan dayne û bi vî awayî jî, îsbat bike û nîşan bide ku ew, Hekîmekî Mutleq e; lê belê îca peyre, wê beqa, lîqa û seadeta ebedî nede, ku di nav temamê hîkmetan de hîkmeta herî mezin e û di nav hemû meslehetan de mesleheta herî girîng e û di nav encaman gişt de encama herî elzem e, û hîkmetê dike hîkmet, nîmetê dike nîmet û rehmetê dike rehmet, û hem kan û xayeya temamê hîkmet, nîmet, rehmet û meslehatan e; û wan terk bike û temamê karûbarên xwe, biavêje derekeyeke kûrejêr û xwe bixe dirûvê wî zatî ku bila serayeke wisan lê bike ku di her yek kevirekî wê serayê de, bi hezaran neqiş bi cî dike, li her aliyên wê, bi hezaran zînetan çê dike û di her menzeleke wê de, bi hezaran alet û amûr û lazimatiyên malê amade û peyde dike; lê belê peyre, ji wê re arîk û ban çê neke, ta her tiştê wê bipete/birize, beredayî xera bibe? Haşa û kella! Ji Xêra mutleq, xêr tê. Ji Cemîlê mutleq, rindî û xweşikî tê. Ji Hekîmê mutleq, tiştekî beredayî naye.
Belê, her kî ku ji aliyê fikrê ve, li dîrokê siwar bibe û biçe aliyê rabirdûyê, mîna vê "menzîla dunyayê, meydana bela û musîbetan û pêşangeha tiştan" ku di vî zemanî de dibînin dê bi qasî hejmara salan, wan menzîl, meydan, meşher û alemên wefatkirî bibîne. Digel ku ji aliyê sûret û keyfiyetê ve ji hev cihê ne jî, ji aliyê întîzam û ecaîbiyê ve û ji aliyê nîşandana qudret û hîkmeta Sani' ve, dirûvê wan dide hev.
Hem dê bibîne ku di wan menzîlên bêsebat de, li wan meydanên bêdewam, di wan pêşangehên bêbaqîtî de, dê întîzamên hîkmetekî ewqas bahir û îşaretên înayeteke ewçend zahir û nîşanên edaleteke ewqas qahir û meyweyên merhemeteke ewçend wasî' bibîne. Bi şertê ku ne bêbesîret be, bi awayekî yeqînî dê bizanibe, hîkmeteke ku ji wî hîkmetê kamiltir be, nabe ku hebe; û qet ne qabil e, înayetek hebe, ku ji wê înayetê xweşiktir be; û ji wê edaleta ku nîşanên wê dixuyên, hîna espehîtir edalet tune ye; û ji wê merhemeta ku meyweyên wê dixuyên, hîn şamiltir merhemet, naye tesewwûrkirin. Wekî ferzê muhal heke di nav daîreya welatê vî Sultanê Sermedî de, ku van karûbaran dike, van mêvan û mêvanxaneyan diguherîne, "menzîlên daîmî, mekanên cî-bilind, meqamên sabit, meskenên baqî, ehaliyê mûqîm û îbadên mesûd" tunebin, divê ku mirov, wan heqîqetên "hîkmet, edalet, înayet û merhemet"ê ku çar hêmanên manewî ne û mîna "ronahî, hewa, av û ax"ê hêzdar û bi şumûl in, nefi' bike û wucûdên wan ên ku mîna hêmanên zahirî dixuyên mandel bike. Çunkî tê zanîn ku ev dunyaya fanî tevî tiştên tê de, nikarin bi temamî bibin mezherê heqîqetên wan. Îca gava li ciyekî dî, mekanê ku bi awayekî tam ji wan re bibe mezher tunebe, wê gavê lazim e ku mirov, mîna kêmaqilan, hebûna vê roja ku ronahiya wê, her derê daye ber xwe û dagirtiye û dixuye, ji nedîtî ve bê, înkar bike; û vê hîkmeta li ber çavê xwe ku di her tiştî de dixuye, mandel bike û vê înayeta ku di nefs û şexsê me û piraniya tiştan de her weqt tê dîtin, înkar bike û vê edaleta ku nîşanên wê yên gelek bi qewet dixuyên, mandel bike
{Haşiye: Erê, edalet du cûre ye. Yek jê musbet; a din menfî ye. Musbet ew e ku heqqê xwediyê heq, bidî xwedanheq. Ev cûre heq, bi awayekî zipîzelal, li vê dunyayê îhateya wê heye. Çunkî çawa ku di Heqîqeta Sisêyan de hat selmandin û peyîtandin, Fatirê Zulcelal, temamê wan tiştên ku her çi tişt, bi zimanê qabiliyeta xwe û bi zimanê îhtiyacê xwe yê fitrî/xulqî û bi zimanê iztirarê, ji Fatirê xwe dixwaze û temamê maf û heqqên wan ên ji bo hebûn û jiyana wan lazim e, bi wan mîzanên xusûsî, bi pîvanên tayînkirî, li ber çavê me dide. Nexwe ev cûreyê edaletê, bi qasî hebûna hebûn û jiyanê qet'î ye.
Cûreyê duduyan, menfî ye û ew e ku biterbiyekirin û perwerdekirina neheqan e. Ango heqqê neheqan, bi ezabdayin û cezakirinê dide. Îca ev qisim, her çendî bi temamî, li vê dunyayê dernakeve, xwe nade der; lê belê bê hed îşaret û emare hene ku hebûna wê heqîqetê, bi awayekî pêjnî/îhsasî nîşan didin. Ji bo numûneyê, ji qewmê 'Ad û Semûd bigre heta qewmên îsyankar ên vî zemanî, ku şîmaqên edebkirinê û qemçiyên cezakirinê li wan dikevin, bi awayekî hedsê qet'î nîşan dide ku edaleteke gelek giranqedr desthilatdar e.} û vê merhemata ku em li her derî dibînin, înkar bike; û eynî mîna vê, wê gavê lazim e em, xwediyê van îcraetên hekîmane û van kar û kirinên kerîmane û van îhsanên hekîmane ku em wan di vê kaînatê de dibînin, -haşa, summe haşa!- wekî fêlbazekî sefîh, wekî zalimekî xedar qebûl bikin. Îca ev jî, berevajîkirina rasteqîniyan e ku muhaleke bêserûber e. Hetta ew Sofestaiyên ehmeq bi xwe jî ku hebûna her tiştî û hebûna nefsa xwe jî înkar dikin, zû bi zû nikarin nêzî vê tesewwurê bibin.
Elhasil:
Ev şanên ku dixuyin, ev kombûnên jiyanî yên berfireh, jihev-veqetînên mirin-î yên bilezûbez, ev berhevbûnên biheşmet û belavbûnên zûzûyî, ev îhtîfalên/rewresmên biezemet û tecelliyên mezin ên li dunyayê, li ber çavê me ne; û meyweyên wan ên cuz-î, xayeyên wan ên negirîng û demborî hene, ku aîdê vê alemê ne, li vê dunyaya fanî di demeke kurt bi me diyar dibin.. Lê ji ber ku di navbera wan de tu têkiliyek nîne, mîna ye bi kevirekî piçûk ve bi qasî mezinahiya çiyayekî mezin, hîkmet û xaye bên pêvekirin; û ji çiyayekî mezin re, bi qasî kevirekî piçûk xayeyeke cuz-î ya demborî, bê dayin. Îca ev jî, nabe ku li tu aqil û hîkmetê bê.
Nexwe, ev bênîsbetiya zêde ku di navbera van mewcûdat, şuûnat û xayeyên wan ên aîdê dunyayê de, bi awayekî qet'î şahidî dike ku berê çav û rûyê mewcûdan, li alema manayê ye; meyweyên munasib jî, li wê derê didin, bal û dêhna çavên wan jî li ser esmayê qudsî ye, xayeyên wan li wê alemê dinihêrin. Û kakil û havênên wan, di bin axa dunyayê de, simbilên wan jî li alema mîsalê şax û gulî didin. Mirov, li gor îstîdat û qabiliyeta xwe, li vê derê tov dike û tê çandin, li axretê ber digre û debra xwe hiltîne.
Belê, gava tu dêhna xwe bidî ser rûyên van tiştên ku berê wan li Esmayê Îlahî û li alema axretê ye, tu dê bibînî ku ji her dendikekê re, ku mu'cîzeyeke qudretê ye, bi qasî darekê, xaye û amanc heye. Ji her kulîlkekê
{Haşiye: Pirs: Heke bê gotin "Çima tu herî zêde mîsalan, ji kulîlk, dendik û meyweyan tînî?"
Elcewab: Çunkî di nav mu'cîzeyên qudretê de, ew ku hene, yên herî entîke ne û herî nuwaze ne û yên herî nazenîn ew in. Hem tebîetperest û ehlê dalaletê û ehlê felsefeyê, nikarin wan xettên tenik û narîn ên ku qelema qeder û qudretê li ser wan nivîsandine bixwînin. Ji ber vê jî, di wan de fetisîne, ketine ritama tebîetê.}
re, ku kelîmeya hîkmetê ye, bi qasî kulîlkên darê, wate hene û ji her wê meyweyê re, ku nuwazeya hunerê û manzûmeya rehmetê ye, bi qasî meyweyên darekê, hîkmet hene. Îca ku ji me re dibin riziq jî, ji wan bi hezaran hîkmetan, tenê yek hîkmetek e ku wezîfeya wê diqede, wateya xwe îfade dike, wefat dike û di mîdeyê de me de tê definkirin.
Madem ev tişt û eşyayên fanî, li ciyekî dî, meyweyên baqî didin û sûretên daîmî dihêlin û ji aliyekî dî ve, wateyên/manayên ebedî îfade dikin û tesbîhên sermedî dikin. Û mirov ku heye, gava li rûyên wan -ên ku li vî aliyê wan dinihêrin- mêze bike hê dibe insan, di faniyê de, ji baqiyê re rê dibîne.
Reng e ku di van mexlûqan de, ku di nav jiyan û mirinê de digêndirin, kom dibin û belav dibin, amanc û meqsedeke dî heye. Di temsîlê de qusûr û kêmahî tune ye; îca dirûvê van rewşên ha, dide wan rewşan ku ji bo teqlîd û temsîlê tên teşkîlkirin û tertîbkirin. Çawa bi mesrefên mezin, kombûn û belavbûnên demkurt tên çêkirin; da ku sûret bên girtin, bên terkîbkirin û di sînemayê de daîm bên nîşandan. Eynî mîna wê, meqsedek ji vê jiyana şexsî û jiyana civakî ya ku li vê dunyayê, di nav muddetekî kurt de tê derbaskirin ev e ku sûret, bila bên girtin û terkîbkirin, encama 'emelên wan bên girtin û hifzkirin; da ku li ciyekî kombûnê yê herî mezin, muhasebeya wan bê dîtin û di meşhereke ezem de bê nîşandan û îstîdata wan a ji bo seadeteke uzma bê nîşandan. Nexwe, di hedîsa şerîf de, "Dunya mezraya axretê ye." ku heye, vê heqîqetê îfade dike.
Madem dunya heye û li dunyayê, bi van berheman xuya ye ku "hîkmet, înayet, rehmet û edalet" heye. Helbet, eynî weke hebûna dunyayê, bi awayekî qet'î, axîret jî heye. Madem, li dunyayê, her tişt, bi awayekî ji awayan, li wê alemê dinihêre. Nexwe berê her tiştî li wê derê ye û ber bi wê derê ve diçin. Înkarkirina axîretê, ew e, mîna ku mirov dunyayê, tevî wan tiştên ku tê de hene, mandel û înkar bike. Reng e çawa ku ecel û gor/qebir, li benda mirov in û dipên, Cennet û Cehennem jî, li benda mirovan in û çavê wan li rê ye. HEQÎQETA YAZDEHAN
Babê însaniyetê ye. Cîlweya navê Heqq e.
Ka qet mimkun e ku Cenabê Heq û Mabûdê Bilheq, di nav kaînatê de mirovan, ji rubûbiyeta xwe ya mutleq re û li ber rubûbiyeta xwe ya giştî ya temamê aleman, bike ebdekî herî girîng; ji xîtabên xwe yên Subhanî re, bike muxetebekî herî mutefekkir û ji mezheriyeta navên xwe re, bike eynikeke herî cami'; û wî, mucîzeyeke herî xweşik a qudretê ya di ehsenê teqwîm ê wisan de ku mezherê tecelliya îsmê ezem û wê mertebeya îsmê ezem ku di her navî de heye, bixuliqîne; û ji bo ku wan muştemîlên xezîneyên rehmetê biwezinîne/bikşîne, binase, wî mirovî bike mudeqqîqekî xwediyê herî zêde mîzan û aletan; û yê ku herî zêde muhtacî wan nîmetên wî yên bêdawî ne, mirov in û yê ku ji fanîtiyê herî zêde elemdar e ew e, yê ku herî zêde dilxwaz û dildarê baqîtiyê ye ew e, û di nav heywanan de yê ku herî nazik û herî nazdar e ew e, û yê ku herî xizan û herî muhtac e ew e, û yê ku ji aliyê jiyana dunyayî ve herî zêde elemdar û bextreş e ew e, û ji aliyê qabiliyetê ve, yê ku di awayekî herî ulwî û herî bilind de hatiye xuliqandin, dîsa ew e; aha, de bila Xwedê teala, mirovan bi vî awayî bixuliqîne lê belê neşîne diyar û dareke ebedî ku mirov, musteîdê wê derê ye, dildar û dilxwazê wê derê ye û layiqî wê derê ye; û îca rabe, wê heqîqeta însanî, betal bike û neheqiyekê bike, ku li gorî heqîqetê çirkîn û kirêt e û bi temamî dijraberî heqqaniyeta wî ye. Hem ka qet qabil e ku Hakimê bîlheq, Rehîmê mutleq, qabiliyeteke wisa bide mirovan ku erd û esman û çiyayan, tiroş nekiriye ku xwe bidin ber barê wî emanetê kubra; lê belê mirovan ev bar tehemmul kiriye yanî bi hilgirtina wî emanetî mirov, bi wan pîvanên xwe yên piçûçok ên cuz-î, bi wan hunerokên xwe, wan sifetên muhît, wan şanên kullî û wan tecelliyên bêdawî yên Xaliqê xwe dipîve û bi wan dizane; hem [Xaliqê Rehîm], li erdê, ew wekî mexlûqokên herî nazik, nazenîn, nazdar, neçar û zeîf xuliqandine; hal ku ev e ji hemû mexlûqên nebatî û heywanî yên temamê erdê re kiriye wekî karmendê tenzîman û mudaxele li terzê tesbîhata wan dide kirin û ji îcraetên Îlahî yên li kaînatê re, kiriye temsîleke ku di mîqyaseke piçûçok de ye û bi wî, ji bo ku rubûbiyeta Subhanî, bi awayê qalî û fîîlî, di kaînatê de bide îlankirin, wî ew tercîhî milyaketên xwe kiriye û rutbeya xîlafetê dayê; îca digel van dayînan, ka dibe ku Ew, wê seadeta ebedî ku xaye, encam û meyweya temamê van wezîfeyan e, nede wî? Wî bavêje derekeya ku herî bê bext, herî bê çare, herî musîbetzede, herî derdmend, herî zelîl ê hemû mexlûqan e û Ew, wî aqilê ku haletê herî mubarek, herî nûranî yê kêfxweşiyê ye û hediyeyekî hîkmetê ye, îca ji wî bêçareyî re, bike aletekî ezabdanê ku herî zêde bê yom û zulmanî ye; û bi vî awayî bêmerhemetiyekê bike ku bi temamî li dijî hîkmeta wî ya mutleq e û bi tevayî dijberî merhemeta wî ya mutleq e? Haşa û kella! Elhasil:
Çawa ku di wê hîkayeya temsîlî de, me li cuzdan û deftera zabitekî nihêrtibû û me dîtibû ku: Hem rutbeya wî, hem wezîfeya wî, hem meaşê wî, hem dustûra tevgera wî, hem cîhazên wî, ji me re nîşan da ku ew zabit, ne ji bo vê meydana demborî; belkî ji bo ku dê biçe welatekî biîstîqrar, dixebite. Eynî wisan jî, berê wan letîfeyên mirov ên ku di cuzdanê dil de ne û berê wan sehekên ku di deftera aqil de ne û berê wan cîhazên ku di qabiliyeta mirov de ne, bi temamî û bi muttefiqî, li aliyê seadeta ebedî dinihêrin û li gorî wê hatine dayin û li wê goriyê hatine bicîhazkirin. Va ye ehlê tehqîq û keşfê, li ser vê muttefiq in. Li ser vê yekê:
Mesela heke ji hêza xeyalê re, ku xizmetkar û teswîrvaneke aqil e, bê gotin: "Imrekî bi qasî milyonek sal û selteneta dunyayê, dê ji te re bê dayin; lê belê dawiyê, tu dê bi awayekî mutleq, tune bibî." Bi şertê ku tewehhum/dilwasewasî, wî nexapîne û nefs, têkil nebe, li şûna "Ox!" dê bibêje "Ax!" û dê bikeve heyf û xebînetê. Nexwe faniyê herî mezin, nikare aletekî herî piçûk û wan cîhazên mirovan têr bike. Ha ji ber vê qabiliyetê ye ku ew emel û daxwazên mirov ên ku gihîştine ebedê û ew fikrên mirov ku wan kaînat daye ber xwe û xwestekên mirov ku li nav cûreyên seadetên ebedî belav bûne, nîşan didin ku ev mirov, ji bo ebedê hatiye xuliqandin û dê biçe ebedê. Ev dunya, jê re mêvanxaneyek e û ji axîreta wî re, saloneke libendêmayînê ye.
HEQÎQETA DUWAZDEHAN
Babê rîsalet û tenzîlê ye. Cîlweya "Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm" e.
Ka qet mumkun e gelo, Resûlê Ekrem sellellahu eleyhî wesellem ku temamê nebiyan bi palpiştiya mucîzeyên xwe gotina wî te'yîd dikin û temamê weliyan, bi spartina keşf û kerametên xwe, doza wî tesdîq dikin û temamê esfiya, bi piştevaniya lêkolînên xwe ji heqqaniyeta wî re şahidî dikin; pişta xwe dispêre hezar mucîzeyên xwe yên ku qewimîne û hatine rastandin, bi temamê qeweta xwe.. hem Qurana Hekîm ku bi çil aliyan mucîze ye bi piştgiriya bi hezaran ayetên xwe yên qet'î.. bi temamê qet'îtiyê, wê rêya axretê ku wan, vekiriye, wî deriyê Cennetê ku wan kuşandiye, çi heddê wan wehm û tasewasên beredayî heye -ku bi qasî perê mêşê jî hêza wan nîne- karibin wan bigrin? Ji wan heqîqetên berê hat famkirin ku meseleya heşrê, heqîqeteke wisan cîgirtî û rehûkokberdayî ye, hêzeke ku karibe kureya erdê ji ciyê wê rake û wê bişkêne û bavêje jî, nikare wê heqîqetê ji ciyê wê bileqîne. Çunkî Cenabê Heq, li ser pêdiviya temamê îsm û sifetên xwe, wê heqîqetê diselmîne, dipeyîtîne û îsbat dike û Resûlê wî yê Ekrem, bi hemû mucîze û delîlên xwe, wê tesdîq û erê dike û Qurana Hekîm, bi temamê heqîqet û ayetên xwe, wê îsbat dike û ev kaînata ha, bi temamê ayetên xwe yên tekwînî û bi wan şanên xwe yên hekîmaneyî, şahidî dike.
Aya/gelo, ka mimkun e ku di meseleya heşrê de, bila Wacîbul Wucûd, bi temamê mewcûdan re -kafir ne tê de- îttîfaq kiribe; lê belê îca ew şik, guman, wesweseyên şeytanî ku bi qasî mûyekî jî qeweta wan tune ye, rabin wê heqîqeta kokgirtî ya 'alî ya wek çiyê bihejînin, ji ciyê wê rakin? Haşa û kella!
Nebî tu zenn bikî ku delîlên heşrê, tenê xasî bi van Duwazdeh Heqîqetan in ku me behsa wan kir. Naxêr, belkî, tenê Qurana Hekîm çawa ku van Duwazdeh Heqîqetan bi derskî dide me, îca hîna îşaretî bi hezaran aliyan dike û her yek aliyekî wê, nîşaneke qewî ye ku Xaliqê me, ji vê dara fanî, dê me bibe dareke baqî. Hem nebî tu zenn bikî ku ew Esmayên Îlahî yên ku divêtiya heşrê diyar dikin, tenê xasî bi wan navên Hekîm, Kerîm, Rehîm, Adil, Hefîz e ku me behsa wan kir. Naxêr, belkî temamê wan Esmayên Îlahî ku di tedbîra kaînatê de tecellî dikin, axîretê divên, belkî pêwîstî dibînin.
Hem nebî tu zenn bikî ku ew ayetên tekwînî yên kaînatê ku delîltiya heşrê dikin, tenê bi van tiştên ku me behsa wan kir, sînorkirî ne. Nexêr, belkî wecih û keyfiyetên wan ên mîna perdeyên piraniya mewcûdan hene, ku bi aliyê rast û çepê ve vedibin, wisa jî, wechekî wan, çawa ku ji Sani'î re şahidî dike, wech û aliyê dî jî, îşaretî heşrê dike. Mesela, ew husna mesnû'î ya mirov ku di ehsenê teqwîm de ye, çawa ku Sani' nîşan dide, îca tevî vê qabiliyeta xwe ya cami' a di wê ehsena teqwîmê de, di demeke kurt de diçe zewalê jî, heşrê nîşan dide.
Yekcaran gava mirov, bi yek wechekî, bi du nezeran binihêre, hem Sani' hem jî heşrê nîşan dide. Mesela: Ew tenzîma hîkmetê, tezyîna înayetê, tewzîna edaletê û teltîfa rehmetê ku di piraniya tiştan de dixuyê, çawa gava mirov li mahiyeta wan binihêre, nîşan didin ku ji destê qudreta Sani'ekî Hekîm, Kerîm, Adil û Rehîm derdikevin, eynî wisa, gava mirov bala xwe bide wan digel qewînî û bêhediya van, mirov dibîne ku ev mewcûdên fanî ku mezherê wan e, bi awayekî bêehemmiyet û hindik dijîn. Ha di vê de, axîret dixuye. Nexwe her tişt bi zimanê hal,
ﺍَﻣَﻨْﺖُ ﺑِﺎﻟﻠَّﻪِ ﻭَ ﺑِﺎﻟْﻴَﻮْﻡِ ﺍﻟْﺎَﺧِﺮِ
ê dixwîne û dide xwendin.
*** XATÎME
Ew Duwazdeh Heqîqetên ku hatin, hev û dî teyîd dikin û hevdu temam dikin û qewetê didin hev. Ev hemû, bi carekê hev digrin û encamê nîşan didin. Ka heddê kîjan wehm û dilwasewasiyê heye ku karibe van duwazdeh sûrên muhkem ên ku mîna hesin, belkî mîna almasê ne qul bike û derbas bibe û heta ku karibe wê heşra îmanê ku di hisna hesîn [keleha asê] de ye, bihejîne?
Ev ayeta kerîm
ﻣَﺎ ﺧَﻠْﻘُﻜُﻢْ ﻭَﻻ َ ﺑَﻌْﺜُﻜُﻢْ ﺍِﻻ َّ ﻛَﻨَﻔْﺲٍ ﻭَﺍﺣِﺪَﺓٍ
îfade dike ku "Xuliqandina temamê mirovan û heşirkirina wan, li ber Qudreta Îlahî, bi qasî xuliqandin û heşra tek yek mirovekî/mirovekê rehet û hêsa ye." Belê, wisa ye. Di rîsaleyeke bi navê Nuqte de, di behsa heşrê de, heqîqeta ku ev ayet wê derdibire, min bi kitekitî nivîsandiye. Li vê derê, em dê tenê bi hin temsîlên wê, îşaretî kurtebêjiya wê bikin. Heke tu bixwazî, mureceetî wê "Nuqte"yê bike. Mesela,
ﻭَ ﻟِﻠَّﻪِ ﺍﻟْﻤَﺜَﻞُ ﺍْﻻ َﻋْﻠَﻰ
-di temsîlê de kêmahî tune ye- çawa ku bi sirrê nûraniyetê, roj, cîlweya xwe, bi daxwaza xwe be jî, bi rehetî dide zerreyekê, heman cîlweyê, bi heman rehetiyê, dide wan tiştên bêhed ên şeffaf.
Hem bi sirrê şeffafiyetê, gava bîvika biçûk a zerreyeke şeffaf, eksa rojê digre ser xwe, di vê teyisînê de, mîna ye rûyê fireh ê behrê.
Hem bi sirrê întîzamê, zarokek, çawa ku bi tiliya xwe, wê pêlîstoka xwe ya di şiklê keştiyê de dizivirîne û digerîne, wisa jî, dîrîtnoteke qerase jî dizivirîne.
Hem bi sirrê îmtîsalê, fermandarek, çawa ku yek neferekî, bi fermaneke "Bimeş!"ê dixe liv û tevgerê, artêşeke qerase jî, bi heman kelîmeyê dixe liv û tevgerê.
Hem bi sirrê muwazeneyê, di valahiya fezayê de, teraziyek/mêzînek heye ku -em ferz bikin ku wisa hessas e û heqîqî ye û wisa mezin e- gava ku du gûzan bixin du aliyên wê, pê dihese û ew, du rojan/tavan jî digre nava xwe û diwezinîne/dikşîne. Çawa bi heman qeweta ku ji wan her du gûzên ku di du aliyên wê de ne, yekê derdixe esmanan yekê dadixîne erdê, îca gava du roj tê de hebin, eynî qewet yekê radike, derdixe erş; ya dî dadixîne ferşê. Madem di van mumkînatên besît, kêm û fanî de, bi sirrên nûraniyet, şeffafiyet, întîzam, îmtîsal û muwazeneyê, tiştê herî mezin, bi tiştê herî piçûk re dibe wek hev, tiştên bêhed û bêhesab, weke tek yek tiştekî dibin. Helbet, bi sirrên mîna "tecelliyên nûranî yên qudreta zatî û bêdawî ya gelek kamil a Qedîrê Mutleq û ew şeffafiyeta melekûtiyeta eşya û întîzamên hîkmet û qederê û li ber fermanên tekwînî îmtîsala kemilî ya tiştan û muwazeneya îmkana ku mumkînat di hebûn û tunebûnê de wek hev in" çawa ku hindik-zaf; piçûk-mezin, ji wî re wek hev in wisa jî ew dikare temamê mirovan, bi yek seyheyekê, mîna yek mirovekî bîne heşrê.
Hem, ji aliyê qewet û zeîfiyê ve mertebeyên tiştekî, ji ber vê ye ku ziddê wî, mudaxeleya hundirê wî tiştî dike. Mesela, dereceyên heraretê, ji ber mudaxeleya sermayê ye; mertebeyên xweşikiyê, ji ber mudaxelekirina çirkîniyê ye; tebeqeyên ronikahiyê, ji ber mudaxelekirina tarîtiyê ye. Îca, gava ku tiştek zatî be, ne arizî be, ziddê wî tiştî, nikare li wî mudaxele bike. Çunkî, wê gavê, bihevrebûna du ziddan lazim dibe. Ev jî, jixwe nabe, muhal e. Reng e û xuya ye ku di tiştekî eslî û zatî de, mertebe tune ne. Îca madem qudreta Qedîrê Mutleq zatî ye, mîna mumkînatan ne arizî ye û di kemala mutleq de ye; ew ecza/neçariya ku dijberê wê ye, qet nabe ku bikeve nava wê qudreta wî û lê mudaxele bike. Nexwe, xuliqandina beharekê, ji Zatê wî yê Zulcelal re, bi qasî xuliqandina kulîlkekê rehet û hêsa ye. Heke ji sebeban re bê hiştin, îca kulîlkek, bi qasî beharekê zor û giran dibe. Hem, îhyakirin û heşirkirina hemû mirovan, ji wî re mîna îhyakirina yek nefsekê rehet e.
Ev beyanên me yên ji serê meseleya heşrê heta vê derê ku derbarê "Sûret" û "Heqîqet"ên temsîlê de ne, ji feyza Qurana Hekîm in; û ji bo wê yekê ne ku nefs, ji teslîmbûnê re û dil jî, ji qebûlkirinê re amade bibe. Gotin û peyva eslî, ya Quranê ye. Lewre peyv ew e û peyv, a wê ye. Em li wê guhdarî bikin:
ﻓَﻠِﻠَّﻪِ ﺍﻟْﺤُﺠَّﺔُ ﺍﻟْﺒَﺎﻟِﻐَﺔُ ٭ ﻓَﺎﻧْﻈُﺮْ ﺍِﻟَٓﻰ ﺍَﺛَﺎﺭِ ﺭَﺣْﻤَﺖِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻛَﻴْﻒَ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﺍِﻥَّ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﻤُﺤْﻴِﻰ ﺍﻟْﻤَﻮْﺗَﻰ ﻭَﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ ٭ ﻗَﺎﻝَ ﻣَﻦْ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍﻟْﻌِﻈَﺎﻡَ ﻭَﻫِﻰَ ﺭَﻣِﻴﻢٌ ٭ ﻗُﻞْ ﻳُﺤْﻴِﻴﻬَﺎ ﺍﻟَّﺬِٓﻯ ﺍَﻧْﺸَﺎَﻫَٓﺎ ﺍَﻭَّﻝَ ﻣَﺮَّﺓٍ ﻭَﻫُﻮَ ﺑِﻜُﻞِّ ﺧَﻠْﻖٍ ﻋَﻠِﻴﻢٌ ٭ ﻳَٓﺎ ﺍَﻳُّﻬَﺎ ﺍﻟﻨَّﺎﺱُ ﺍﺗَّﻘُﻮﺍ ﺭَﺑَّﻜُﻢْ ﺍِﻥَّ ﺯَﻟْﺰَﻟَﺔَ ﺍﻟﺴَّﺎﻋَﺔِ ﺷَﻲْﺀٌ ﻋَﻈِﻴﻢٌ ٭ ﻳَﻮْﻡَ ﺗَﺮَﻭْﻧَﻬَﺎ ﺗَﺬْﻫَﻞُ ﻛُﻞُّ ﻣُﺮْﺿِﻌَﺔٍ ﻋَﻤَّﺎ ﺍَﺭْﺿَﻌَﺖْ ﻭَﺗَﻀَﻊُ ﻛُﻞُّ ﺫَﺍﺕِ ﺣَﻤْﻞٍ ﺣَﻤْﻠَﻬَﺎ ﻭَﺗَﺮَﻯ ﺍﻟﻨَّﺎﺱَ ﺳُﻜَﺎﺭَﻯ ﻭَﻣَﺎ ﻫُﻢْ ﺑِﺴُﻜَﺎﺭَﻯ ﻭَﻟَﻜِﻦَّ ﻋَﺬَﺍﺏَ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺷَﺪِﻳﺪٌ ٭ ﺍَﻟﻠَّﻪُ ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﻫُﻮَ ﻟَﻴَﺠْﻤَﻌَﻨَّﻜُﻢْ ﺍِﻟَﻰ ﻳَﻮْﻡِ ﺍﻟْﻘِﻴَﺎﻣَﺔِ ﻻ َ ﺭَﻳْﺐَ ﻓِﻴﻪِ ﻭَﻣَﻦْ ﺍَﺻْﺪَﻕُ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺣَﺪِﻳﺜًﺎ ٭ ﺍِﻥَّ ﺍْﻻ َﺑْﺮَﺍﺭَ ﻟَﻔِﻰ ﻧَﻌِﻴﻢٍ ٭ ﻭَﺍِﻥَّ ﺍﻟْﻔُﺠَّﺎﺭَ ﻟَﻔِﻰ ﺟَﺤِﻴﻢٍ ٭ ﺍِﺫَﺍ ﺯُﻟْﺰِﻟَﺖِ ﺍْﻻ َﺭْﺽُ ﺯِﻟْﺰَﺍﻟَﻬَﺎ ٭ ﻭَﺍَﺧْﺮَﺟَﺖِ ﺍْﻻ َﺭْﺽُ ﺍَﺛْﻘَﺎﻟَﻬَﺎ ٭ ﻭَ ﻗَﺎﻝَ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥُ ﻣَﺎﻟَﻬَﺎ ٭ ﻳَﻮْﻣَﺌِﺬٍ ﺗُﺤَﺪِّﺙُ ﺍَﺧْﺒَﺎﺭَﻫَﺎ ٭ ﺑِﺎَﻥَّ ﺭَﺑَّﻚَ ﺍَﻭْﺣَﻰ ﻟَﻬَﺎ ٭ ﻳَﻮْﻣَﺌِﺬٍ ﻳَﺼْﺪُﺭُ ﺍﻟﻨَّﺎﺱُ ﺍَﺷْﺘَﺎﺗًﺎ ﻟِﻴُﺮَﻭْﺍ ﺍَﻋْﻤَﺎﻟَﻬُﻢْ ٭ ﻓَﻤَﻦْ ﻳَﻌْﻤَﻞْ ﻣِﺜْﻘَﺎﻝَ ﺫَﺭَّﺓٍ ﺧَﻴْﺮًﺍ ﻳَﺮَﻩُ ٭ ﻭَﻣَﻦْ ﻳَﻌْﻤَﻞْ ﻣِﺜْﻘَﺎﻝَ ﺫَﺭَّﺓٍ ﺷَﺮًّﺍ ﻳَﺮَﻩُ ٭ ﺍَﻟْﻘَﺎﺭِﻋَﺔُ ﻣَﺎ ﺍﻟْﻘَﺎﺭِﻋَﺔُ ٭ ﻭَﻣَﺎ ﺍَﺩْﺭَﻳﻚَ ﻣَﺎ ﺍﻟْﻘَﺎﺭِﻋَﺔُ ٭ ﻳَﻮْﻡَ ﻳَﻜُﻮﻥُ ﺍﻟﻨَّﺎﺱُ ﻛَﺎﻟْﻔَﺮَﺍﺵِ ﺍﻟْﻤَﺒْﺜُﻮﺙِ ٭ ﻭَ ﺗَﻜُﻮﻥُ ﺍﻟْﺠِﺒَﺎﻝُ ﻛَﺎﻟْﻌِﻬْﻦِ ﺍﻟْﻤَﻨْﻔُﻮﺵِ ٭ ﻓَﺎَﻣَّﺎ ﻣَﻦْ ﺛَﻘُﻠَﺖْ ﻣَﻮَﺍﺯِﻳﻨُﻪُ ﻓَﻬُﻮَ ﻓِﻰ ﻋِﻴﺸَﺔٍ ﺭَﺍﺿِﻴَﺔٍ ٭ ﻭَ ﺍَﻣَّﺎ ﻣَﻦْ ﺧَﻔَّﺖْ ﻣَﻮَﺍﺯِﻳﻨُﻪُ ﻓَﺎُﻣُّﻪُ ﻫَﺎﻭِﻳَﺔٌ ٭ ﻭَﻣَﺎ ﺍَﺩْﺭَﻳﻚَ ﻣَﺎﻫِﻴَﻪْ ٭ ﻧَﺎﺭٌ ﺣَﺎﻣِﻴَﺔٌ ٭ ﻭَ ﻟِﻠَّﻪِ ﻏَﻴْﺐُ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﻣَﺎ ﺍَﻣْﺮُ ﺍﻟﺴَّﺎﻋَﺔِ ﺍِﻻ َّ ﻛَﻠَﻤْﺢِ ﺍﻟْﺒَﺼَﺮِ ﺍَﻭْ ﻫُﻮَ ﺍَﻗْﺮَﺏُ ﺍِﻥَّ ﺍﻟﻠَّﻪَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ
Û hîna mîna van, em li ayetên beyyîn ên Quranê guhdarî bikin û em bibêjin "Amenna we seddeqna."
ﺍَﻣَﻨْﺖُ ﺑِﺎﻟﻠَّﻪِ ﻭَ ﻣَﻠَٓﺌِﻜَﺘِﻪِ ﻭَ ﻛُﺘُﺒِﻪِ ﻭَ ﺭُﺳُﻠِﻪِ ﻭَ ﺍﻟْﻴَﻮْﻡِ ﺍْﻻ َﺧِﺮِ ﻭَ ﺑِﺎﻟْﻘَﺪَﺭِ ﺧَﻴْﺮِﻩِ ﻭَ ﺷَﺮِّﻩِ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺗَﻌَﺎﻟَﻰ ﻭَ ﺍﻟْﺒَﻌْﺚُ ﺑَﻌْﺪَ ﺍﻟْﻤَﻮْﺕِ ﺣَﻖٌّ ﻭَ ﺍَﻥَّ ﺍﻟْﺠَﻨَّﺔَ ﺣَﻖٌّ ﻭَ ﺍﻟﻨَّﺎﺭَ ﺣَﻖٌّ ﻭَ ﺍَﻥَّ ﺍﻟﺸَّﻔَﺎﻋَﺔَ ﺣَﻖٌّ ﻭَ ﺍَﻥَّ ﻣُﻨْﻜَﺮًﺍ ﻭَ ﻧَﻜِﻴﺮًﺍ ﺣَﻖٌّ ﻭَ ﺍَﻥَّ ﺍﻟﻠَّﻪَ ﻳَﺒْﻌَﺚُ ﻣَﻦْ ﻓِﻰ ﺍﻟْﻘُﺒُﻮﺭِ ﺍَﺷْﻬَﺪُ ﺍَﻥْ ﻻ َٓ ﺍِﻟَﻪَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟﻠَّﻪُ ﻭَ ﺍَﺷْﻬَﺪُ ﺍَﻥَّ ﻣُﺤَﻤَّﺪًﺍ ﺭَﺳُﻮﻝُ ﺍﻟﻠَّﻪِ
ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺻَﻞِّ ﻋَﻠَﻰ ﺍَﻟْﻄَﻒِ ﻭَ ﺍَﺷْﺮَﻑِ ﻭَ ﺍَﻛْﻤَﻞِ ﻭَ ﺍَﺟْﻤَﻞِ ﺛَﻤَﺮَﺍﺕِ ﻃُﻮﺑَٓﺎﺀِ ﺭَﺣْﻤَﺘِﻚَ ﺍﻟَّﺬِٓﻯ ﺍَﺭْﺳَﻠْﺘَﻪُ ﺭَﺣْﻤَﺔً ﻟِﻠْﻌَﺎﻟَﻤِﻴﻦَ ﻭَ ﻭَﺳِﻴﻠَﺔً ﻟِﻮُﺻُﻮﻟِﻨَﺎ ﺍِﻟَﻰ ﺍَﺯْﻳَﻦِ ﻭَ ﺍَﺣْﺴَﻦِ ﻭَ ﺍَﺟْﻠَﻰ ﻭَ ﺍَﻋْﻠَﻰ ﺛَﻤَﺮَﺍﺕِ ﺗِﻠْﻚَ ﺍﻟﻄُّﻮﺑَٓﺎﺀِ ﺍﻟْﻤُﺘَﺪَﻟِّﻴَﺔِ ﻋَﻠَﻰ ﺩَﺍﺭِ ﺍْﻻ َﺧِﺮَﺓِ ﺍَﻯِ ﺍﻟْﺠَﻨَّﺔِ ٭ ﺍَﻟﻠَّﻬُﻢَّ ﺍَﺟِﺮْﻧَﺎ ﻭَ ﺍَﺟِﺮْ ﻭَﺍﻟِﺪَﻳْﻨَﺎ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻨَّﺎﺭِ ﻭَ ﺍَﺩْﺧِﻠْﻨَﺎ ﻭَ ﺍَﺩْﺧِﻞْ ﻭَﺍﻟِﺪَﻳْﻨَﺎ ﺍﻟْﺠَﻨَّﺔَ ﻣَﻊَ ﺍْﻻ َﺑْﺮَﺍﺭِ ﺑِﺠَﺎﻩِ ﻧَﺒِﻴِّﻚَ ﺍﻟْﻤُﺨْﺘَﺎﺭِ ﺍَﻣِﻴﻦَ Hey birayê [xwişka] ku vê rîsaleyê bi însafê mutalee dike!
Mebêje "Çima ez nikarim vê Peyva Dehan bi carekê demildest bi temamî fam bikim?" û ji ber ku bi temamî tu ji wê fam nakî, aciz nebe û netengije. Çunkî, dahiyekî hîkmetê yê mîna Îbna Sîna gotiye:
ﺍَﻟْﺤَﺸْﺮُ ﻟَﻴْﺲَ ﻋَﻠَﻰ ﻣَﻘَﺎﻳِﻴﺲَ ﻋَﻘْﻠِﻴَّﺔٍ
"Em îman dikin; lê belê aqil nikare di vê rêyê de biçe." û hukmê xwe daniye. Hem digel ku temamê wan alimên Îslamê, bi muttefîqî daraza xwe daniye gotiye "Heşir, meseleyeke neqlî ye, delîlê wê, neqil e; nabe ku mirov bi aqilî pê de biçe." û helbet, rêyeke ku ewqas kûr be û ji aliyê manewî ve gelek zêde bilind be, wisa zû bi zû nikare bikeve hukmê caddeyeke mezin a aqilan.
Bi feyza Qurana Hekîm û rehmeta Xaliqê Rehîm, di vî esrî de, ku teqlîda wî şikestiye û teslîma wî xera bûye, ew rêya kûr û bilind, bi vî awayî ji me re hat îhsankirin; lewma divê ku em hezar şukrî bikin. Çunkî têra xelasbûna îmana me dike. Divê ku em qîma xwe bi wî mîqdarê ku me jê fam kiriye bînin, jê memnûn bibin û dubare li serê mutalee bikin da ku fama me tê de zêde bibe.
Sirek ji wan sirrên ku mirov bi aqilî nikare bi heşrê de here ev e: Heşra ezem, ji ber ku bi tecelliya îsmê ezem e, divê ew fîîlên ezîm ku bi tecelliya îsmê ezem ê Cenabê Heq û bi tecelliya mertebeya ezemî ya her îsmî zahir dibin, bên dîtin û bên nîşandan; hingê heşra ezem, bi qasî beharekê rehet tê îsbatkirin/selmandin û bi awayekî qet'î, îz'an pê tê kirin û îmana tehqîqî pê tê anîn. Di vê Kelîmeya Dehan de, bi feyza Quranê, wisa tê dîtin û tê nîşandan. Ku ne wisa be, gava aqil, tevî wan dustûrên xwe yên teng û piçûk, bi tena serê xwe bimîne, neçar dimîne û mecbûrî teqlîdê dibe.
*** ZEYLEKE GIRÎNG A KELÎMEYA DEHAN Û PARÇEYÊ YEKÊ YÊ LEHÎQEYA WÊ
ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ
ﻓَﺴُﺒْﺤَﺎﻥَ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺣِﻴﻦَ ﺗُﻤْﺴُﻮﻥَ ﻭَﺣِﻴﻦَ ﺗُﺼْﺒِﺤُﻮﻥَ ٭ ﻭَﻟَﻪُ ﺍﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﻋَﺸِﻴًّﺎ ﻭَﺣِﻴﻦَ ﺗُﻈْﻬِﺮُﻭﻥَ ٭ ﻳُﺨْﺮِﺝُ ﺍﻟْﺤَﻰَّ ﻣِﻦَ ﺍﻟْﻤَﻴِّﺖِ ﻭَﻳُﺨْﺮِﺝُ ﺍﻟْﻤَﻴِّﺖَ ﻣِﻦَ ﺍﻟْﺤَﻰِّ ﻭَﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﻭَﻛَﺬَﻟِﻚَ ﺗُﺨْﺮَﺟُﻮﻥَ ٭ ﻭَﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِٓ ﺍَﻥْ ﺧَﻠَﻘَﻜُﻢْ ﻣِﻦْ ﺗُﺮَﺍﺏٍ ﺛُﻢَّ ﺍِﺫَﺍ ﺍَﻧْﺘُﻢْ ﺑَﺸَﺮٌ ﺗَﻨْﺘَﺸِﺮُﻭﻥَ ٭ ﻭَ ﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِٓ ﺍَﻥْ ﺧَﻠَﻖَ ﻟَﻜُﻢْ ﻣِﻦْ ﺍَﻧْﻔُﺴِﻜُﻢْ ﺍَﺯْﻭَﺍﺟًﺎ ﻟِﺘَﺴْﻜُﻨُﻮﺍ ﺍِﻟَﻴْﻬَﺎ ﻭَ ﺟَﻌَﻞَ ﺑَﻴْﻨَﻜُﻢْ ﻣَﻮَﺩَّﺓً ﻭَ ﺭَﺣْﻤَﺔً ﺍِﻥَّ ﻓِﻰ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﺎَﻳَﺎﺕٍ ﻟِﻘَﻮْﻡٍ ﻳَﺘَﻔَﻜَّﺮُﻭﻥَ ٭ ﻭَﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﺧَﻠْﻖُ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﺍﺧْﺘِﻼ َﻑُ ﺍَﻟْﺴِﻨَﺘِﻜُﻢْ ﻭَ ﺍَﻟْﻮَﺍﻧِﻜُﻢْ ﺍِﻥَّ ﻓِﻰ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﺎَﻳَﺎﺕٍ ﻟِﻠْﻌَﺎﻟِﻤِﻴﻦَ ٭ ﻭَ ﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﻣَﻨَﺎﻣُﻜُﻢْ ﺑِﺎﻟَّﻴْﻞِ ﻭَ ﺍﻟﻨَّﻬَﺎﺭِ ﻭَﺍﺑْﺘِﻐَٓﺎﺅُﻛُﻢْ ﻣِﻦْ ﻓَﻀْﻠِﻪِ ﺍِﻥَّ ﻓِﻰ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﺎَﻳَﺎﺕٍ ﻟِﻘَﻮْﻡٍ ﻳَﺴْﻤَﻌُﻮﻥَ ٭ ﻭَ ﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِ ﻳُﺮِﻳﻜُﻢُ ﺍﻟْﺒَﺮْﻕَ ﺧَﻮْﻓًﺎ ﻭَ ﻃَﻤَﻌًﺎ ﻭَ ﻳُﻨَﺰِّﻝُ ﻣِﻦَ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀِ ﻣَٓﺎﺀً ﻓَﻴُﺤْﻴِﻰ ﺑِﻪِ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﺍِﻥَّ ﻓِﻰ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﺎَﻳَﺎﺕٍ ﻟِﻘَﻮْﻡٍ ﻳَﻌْﻘِﻠُﻮﻥَ ٭ ﻭَﻣِﻦْ ﺍَﻳَﺎﺗِﻪِٓ ﺍَﻥْ ﺗَﻘُﻮﻡَ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽُ ﺑِﺎَﻣْﺮِﻩِ ﺛُﻢَّ ﺍِﺫَﺍ ﺩَﻋَﺎﻛُﻢْ ﺩَﻋْﻮَﺓً ﻣِﻦَ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﺍِﺫَٓﺍ ﺍَﻧْﺘُﻢْ ﺗَﺨْﺮُﺟُﻮﻥَ ٭ ﻭَ ﻟَﻪُ ﻣَﻦْ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻛُﻞٌّ ﻟَﻪُ ﻗَﺎﻧِﺘُﻮﻥَ ٭ ﻭَ ﻫُﻮَ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﻳَﺒْﺪَﺅُﺍ ﺍﻟْﺨَﻠْﻖَ ﺛُﻢَّ ﻳُﻌِﻴﺪُﻩُ ﻭَ ﻫُﻮَ ﺍَﻫْﻮَﻥُ ﻋَﻠَﻴْﻪِ ﻭَﻟَﻪُ ﺍﻟْﻤَﺜَﻞُ ﺍْﻻ َﻋْﻠَﻰ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﻫُﻮَ ﺍﻟْﻌَﺰِﻳﺰُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ Nukteyeke herî mezin û hucceteke herî gewre ya van burhanên uzma û qudsî yên ku Heşrê îspat dikin û ya van ayetên kubra yên semawî ku qutbekî îmanê nîşan didin di vê "Şû'aya Nehan" de dê bête beyankirin.
Înayeteke Rebbanî ya letîf e ku berî sî salî
{Ango sala 1911an e. (Wergêr)}
Seîdê Berê, di dawiya berhema bi navê Muhekematê de ku wek "destpêka tefsîrê" nivîsandiye, gotiye: "Meqseda Duduyan: Du ayetên ku di Quranê de îşaretî heşrê dikin, dê bên tefsîrkirin û beyankirin. Nexwu
ﻧَﺨُﻮ ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ
û sekiniye. Êdî nekariye binivîsîne. Bi qasî hejmara delîl û emareyên heşrê, şukur û hemd ji Xaliqê min ê Rehîm re be ku piştî sî salî, wî tewfîq ji min re îhsan kir.
Belê, berî neh-deh salan, Kelîmeya Dehan û Kelîmeya Bîst û Nehan ku tefsîr û huccetên gelek biqewet û ronak ên fermana Îlahî ya
ﻓَﺎﻧْﻈُﺮْ ﺍِﻟَٓﻰ ﺍَﺛَﺎﺭِ ﺭَﺣْﻤَﺖِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﻛَﻴْﻒَ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﺍِﻥَّ ﺫَﻟِﻚَ ﻟَﻤُﺤْﻴِﻰ ﺍﻟْﻤَﻮْﺗَﻰ ﻭَﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ ê ya ji wan du ayetan, ayeta pêşî ye în'am kir, ew înkarkir bi wan dan hişkirin.
Hem bi vê rîsaleyê, piştî neh, deh salan, tefsîra ayetên ekber ên di serî de hatibûn zikirkirin ku ayeta duduyan e ji du kelehên metîn û asê yên îmana bi heşrê ku qet tu êrîş nikarin bi ser wan de biçin, îkram kir.
Va ye ev Şû'aya Nehan, ji Neh Meqamên 'alî û Muqeddîmeyeke girîng ku bi wan ayetên xwe yên navborî hatine îşaretkirin, pêk tê.
MUQEDDÎME
Feydeyên ruhî/giyanî yên eqîdeya heşrê gelek in û encamên wê ku ji jiyanê re baş in hene. Em dê, bi kurtî, tenê yek encameke wê ya ku bergeha wê zaf fireh e, beyan bikin. Em dê derxin holê ku ji jiyana mirovan re, nexasim ji bo jiyana civakî ya mirovahiyê çendîn lazim û zerûrî ye. Ji ber vê yekê, em dê ji gelek delîlên îmana bi heşrê, tenê yek delîlekî wê yê kullî, bi îcmalî/hindikî nîşan bidin û em dê bi Du Nuqteyan îfade bikin; bê ka ew eqîdeya heşrê, çiqas bedîhî û bêgumanî ye.
NUQTEYA YEKÊ:
Bi sedan delîl hene ku eqîdeya axîretê, ji jiyana civakî re û ji kesayetiya mirovî re, temel û bingeh e û ji seadet û kemilînên mirovan re asas e. Ha em dê weke miqyasekê, ji van bi sedan delîlî, tenê îşaretî çar teneyan bikin: Ê Pêşî:
Zarok ku hema hema bi qasî nîvê nufûsa mirovahiyê ne, tenê bi fikra Cennetê, li hember wan mirin û wefatên ku ji wan re bi dehşet dixuyin û wan digrînin, dikarin li ber xwe bidin. Û tenê bi vê eqîdeyê, dikarin di wan wucûdên xwe de, ku gelek zeîf û nazik in, quweyeke manewî ji xwe re bibînin. Û ew, di wan mîzacên ruhên xwe de, ku ji ber her tiştî zû digrîn û zaf zêde bê tirûş û bê muqawemet in, ancax bi wê fikr û bendewariya Cennetê, dikarin hêvîdar bibin û bi awayekî dilxweş bijîn. Mesela bi fikra Cennetê dibêje: "Birayê min ê [yan xwişka min a] biçûk an jî hevalê min mir; bû teyrikekî/teyrikeke, ji xwe re li Cennetê digere, ji me xweştir dijî."
Ku ne wisa bûya, ew mirinên wan mirovên mezin û mirinên wan zarokên ku mîna wan in, gava her wext li ber wan çavên wan ên tijemetirsî yên wan bêçareyên zeîf dikevin, dê wisa bikira ku tirûş û taqeta wan û quwweya wan a manewî zêr û zeber bikira û dê bikira ku tevî çavên wan, temamê letîfeyên/hestên wan ên mîna ruh, dil û aqil, hemû bi hev re, wisa bi girî bixistina ku yan dê ew mehû bibûna yan jî, dê bibûna mîna heywanekî bextreş ê dîn û dîwane. Delîlê Duduyan:
Pîr û kalên ku ji awayekî ve nîvê mirovahiyê ne, tenê bi xêra heyata axretê dikarin li hember wê qebra ku nêzî wan sekiniye, li ber xwe bidin û tehemmul bikin; û li hember rewşa ku "jiyana wan a ku ew zaf pê re eleqedar in di demeke nêz de dê bitefe û ew dunyaya wan a xweşik ku dê were girtin û guhertin" ancax dikarin teselliyekê bibînin; îca ew ruh û mîzacên wan ên ku ketine delavê zarokan û hema zû bi zû xemgîn dibin û ji ber wê mirin û zewalê ketine bêhêvîtiyeke bidehşet û elîm, ancax bi bendewarî û baweriya wê heyata baqî, dikarin muqabele bikin.
Ku ne wisa be, ew muhteremên ku layiqî şefqetê ne û ew dê û bavên ku ketine fikar û endîşeyan û gelek zêde muhtacî sukûnet û îstreheta dilî ne û diqilqilin, wan dê bi pêjneke wisa ecêb, waweylaya ruhî û xem û kedera dilî bikira ku ev dunya, bi carekê dê ji wan re bibûya zindaneke tarî û jiyan bixwe jî, dê bibûya ezabekî gelek giran û xedar.
Delîlê Sisêyan:
Ew ciwan û sengeleyên ku çavkaniya jiyana civakî ya mirovan in, hestên wan ên ku bi awayekî gelek şedîd, gur û geş in û nefs û hewayên wan ên di kelekelê de ne û îfratkar in, tenê fikr û fikara Cehennemê, ji êrîşkirin, zulumkirin û xerabkirinan dide sekinandin û tenê ew fikr, dike ku jiyana civakî, bi awayekî xweş û delal bimeşe. Ku wisa tirs û fikara Cehennemê tunebûya, bi qaydeyê "Elhukmu lîlxalib"13 wan xort û sengeleyên serxweş, dê bidana pey hewesên xwe û li ser vê rêyê, wan dê dunya li wan kesên zeîf, kêmqewet ên bêçare bikira Cehennem; û wan, dê ew mirovahiya qedirbilind, wergeranda heywaniyeteke suflî.
Delîlê Çaran:
Di jiyana dunyayê de ji bo mirovahiyê, navenda herî xweşhevgirtî û zenbereka herî biasas, ew jiyana malbatî ye ku ji bo xweşî û seadeta dunyayê Cennetek e û ciyekî xwespartin û xwepenihandinê ye. Mala her kesî, ji bo wî/wê, dunyayeke wî/wê ya biçûk e. Û jiyan û xweşiya jiyana wê mal û malbatê jî, tenê bi wê hurmeta samîmî, jidil û têrwefadarî; û bi wê merhemeta heqîqî, bişefqet û fedakarane dikare pêk bê. Îca ev hurmeta heqîqî û merhemeta samîmî jî, bi xêra vê fikir û eqîdeya "hevaltiyeke ebedî û dostaniyeke daîmî û bihevrebûneke sermedî" dikare pêk bê. Hem dîsa bi fikir û eqîdeya "di demeke bêhed û jiyaneke bêhudûd de, hebûna têkiliyên bi awayê pederî, ferzendanî, biratî, xwişkîtî, hevaltî"yê dikare pêk bê.
Mesela, dibêje: "Ev hevsera min, li alemeke ebedî, di jiyaneke ebedî de, hevjiyaneke min a ebedî ye. A niha digel ku wiha pîr, kal û nexweşik bûye jî, zerarê wê tune ye, xem nake. Çunkî xweşikiyeke wê ya ku ebedî ye heye, dê bê. Û ji bo xatirê hevaltiyeke wiha daîmî, ez dikarim her fedakariyî û merhemetê bikim." Ha bi xêra vê baweriyê, dikare bi hezkirin, şefqet û merhemetê, mîna horiyeke xweşik li wê pîreka xwe ya pîr binihêre. Yan na, ku ne wisa be, ev hevaltiya kurt ku di pey saetek du saetên wê bihevrebûna sûretî de, rastî jihev-veqetîn û jihev-cihêbûneke ebedî tê, helbet tê wateya dilêşeke rîqqeta cinsî ya mîna heywanan ku gelek sûretî, demborî û bê asas e û tenê dikare hema wisa merhemeteke mecazî û hurmeteke zahirî nîşan bide. Û çawa ku bi heywanan re heye, menfîetên din û ew hestên din ên xalib, zora wê hurmet û merhemetê dibin û wê Cenneta dunyayê, li wan dikin mîna Cehennemê.
Ha ji wan, bi sedan encamên îmana bi heşrê, tenê yek encamek jê, bi jiyana civakî ya mirovahiyê re têkildar e. Tenê di vê encamê de jî, bi sedan hêl, feyde û mifa hene. Gava ku ev feyde, sûd û hêlên wê, bi van çar delîlên jor re bêtin qiyaskirin, dê bête famkirin ku: Eynî bi qasî wê heqîqeta giranqedir a mirovan û bi qasî wan hacetên kullî yên mirovan, qet'î ye ku ew heqîqeta heşrê, dê teheqquq bike û pêk bê. Belkî ew hebûna wan îhtiyacên ku ji ber mîdeyê/madeyê mirov tên, çawa ji hebûna teaman re delîlî û şahidî dike, ev heqîqeta heşrê, hîna ji wan zêdetir zahir e û ji wan zaftir diyar dike ku dê heşr teheqquq bike û dê rû bide. Û îsbat dike ku gava ev encamên vê heqîqeta heşrê, ji nav mirovahiyê derkevin biçin, ew mahiyeta mirovahiyê ku gelek girîng, bilind û zindî ye, dê dakeve rewşa laşekî/mirarekî ku hêlîna murdar û mîkroban e.
Bila zingînî û şingînî bê ji guhê wan civaknas, siyasetmedar û exlaqnasên ku bi îdare, exlaq û jiyana civakî ya mirovahiyê re gelek eleqedar in. Bila bên, ka vê veng û valahiyê, dikarin bi çi dagrin û vê birîna kûr, ka ew bi çi dikarin derman bikin?
NUQTEYA DUDUYAN:
Ji nav wan delîlên bêhed ên heqîqeta heşrê, tenê yek delîlekî ku ji xulaseya şahidiyên wan ruknên din ên îmanê derdikeve tê, bi awayekî gelek muxteser beyan dike:
Temamê wan mucîzeyên ku ji rîsaleta/resûlbûna Hezretî Muhemmed eleyhîsselatu wesselam re delîlî dikin û temamê wan delîlên nebîtiya wî û temamê wan delîlên heqqaniyeta wî, bi carekê, digel şahidiyê îsbat dikin ku heqîqeta heşrê, dê pêk bê. Çunkî temamê daw û dozên di hemî jiyana wî de, piştî wehdaniyetê, li ser heşrê temerkuz dikin, li ciyekî navendî tên cem hev û dî. Hem temamê wan mucîze û delîlên wan ên ku temamê pêxemberan tesdîq dikin û didin tesdîqkirin, ji eynî heqîqetê re şahidî dikin. Hem şahidiya
ﻭَ ﻛُﺘُﺒِﻪِ
jî ku, wê şahidiya kelîmeya
ﻭَ ﺑِﺮُﺳُﻠِﻪِ
derdixe dereceya zipîzelaliyê, ji heman heqîqetê re şahidî dike. Wiha ye:
Di serî de hemû mucîze, huccet û heqîqetên Quranê ku heqqaniyeta Qurana Mucîzul Beyan îsbat dikin, ji teheqquq û wuqûtiya/bûyîna vê heqîqeta heşrê re, tev bi carekê, şahidî dikin û wê îsbat dikin. Çunkî hema hema sêyeka Quranê, heşr e û tiştê ku di serê pêşî yê piraniya sûreyên kurt de tê, ew ayetên gelek bi qewet ên heşrê ne. Ji aliyê serîhî û îşarkî ve Quran, bi qasî bi hezaran ayetên xwe, eynî heqîqetê radigihîne, îsbat dike û nîşan dide. Mesela, di serê bi qasî sî-çil sûreyên mina
ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺸَّﻤْﺲُ ﻛُﻮِّﺭَﺕْ ٭ ﻳَٓﺎ ﺍَﻳُّﻬَﺎ ﺍﻟﻨَّﺎﺱُ ﺍﺗَّﻘُﻮﺍ ﺭَﺑَّﻜُﻢْ ﺍِﻥَّ ﺯَﻟْﺰَﻟَﺔَ ﺍﻟﺴَّﺎﻋَﺔِ ﺷَﻲْﺀٌ ﻋَﻈِﻴﻢٌ ٭ ﺍِﺫَﺍ ﺯُﻟْﺰِﻟَﺖِ ﺍْﻻ َﺭْﺽُ ﺯِﻟْﺰَﺍﻟَﻬَﺎ ٭ ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﺍﻧْﻔَﻄَﺮَﺕْ ٭ ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﺍﻧْﺸَﻘَّﺖْ ٭ ﻋَﻢَّ ﻳَﺘَﺴَٓﺎﺀَﻟُﻮﻥَ ٭ ﻫَﻞْ ﺍَﺗَﻴﻚَ ﺣَﺪِﻳﺚُ ﺍﻟْﻐَﺎﺷِﻴَﺔِ
de, bi temamê qet'iyetê, vê heqîqeta heşrê, weke heqîqeteke herî girîng û herî wacib a kaînatê, nîşan dide û ew ayetên wê yên dî bi xwe jî, delîlên cûr bi cûr ên wê heqîqetê beyan dikin û îqna dikin. Gelo ev kitêba ku yek îşareteke yek ayeteke wê, li ber çavê me, di nav ilmên Îslamî de, meyweya ilmên muteeddîd û kewnî/xulqî dide, îca rabe, wiha bi hezaran bi şahidiyên xwe û bi daw û dozên xwe, vê îmana bi heşrê, eynî mîna rojê/tavê nîşan bide; lê belê mirov rabe, wê, bê heqîqet bibîne, ma ne eynî mîna înkara rojê, belkî mîna tunehesibandina kaînatê ye ku bi tu awayî ne îmkan e? Û ev înkar sed derece muhal û batil nabe gelo?
Gelo, ji bo ku tenê yek îşareteke sultanekî, weke derew neye dîtin, carcaran artêşek dikeve tevgerê û herb dike, digel vê, ka gelo bi ti awayî îmkan heye ku bi hezaran soz, wad, gef û gurên wî sultanê ku zaf ciddî/jidil û bi îzzet e, weke derew derkevin? Û ka tu îmkan heye ku ev, bê heqîqet be?
Gelo, tenê yek îşareteke wî Sultanê xwedîşan ê manewî ku di sêzdeh esran de, bê navber, di daîreya heq û heqîqetê de, li ruh, aqil, dil û nefsên bêhed hukum dike, wan terbiye dike û îdare dike, ji bo îsbatkirina heqîqeteke wiha, digel ku bes e jî, piştî wan ravekirin û tesrîhên bi hezaran carî, wî ev heqîqeta heşrê nîşan da û îsbat kir, îca ji bo wî ehmeqê zêdecahil ê ku wê heqîqetê nas nake, ka ezabê Cehennemê lazim nake gelo û ev ezabê Cehennemê, ka ji bo wî ehmeqî, ne eynî edalet bi xwe ye gelo? Hem temamê wan Rûpelên/Sehîfeyên Semawî û temamê wan Kitêbên Muqeddes ku her yek ji wan, li ser demek û dewrekê hukum dike jî li gorî esr û zemanên xwe, vê heqîqeta heşrê ku Quran -ku hukumranê hemû ayendeyan û temamê zemanan e- bi awayekî berfireh û bi kitekitî, bi îzah û dubarekirinan beyan û îsbat dike, ew suhûf û kitêbên berê digel qebûlkirina bi awayekî berra û qet'î, bê tefsîlat û bi awayekî perdekirî û kurt beyan dikin lê belê bi awayekî gelek qewî îddîa û îsbat dikin. Ev jî nîşan û delîl e ku ew gişt bi xwe jî, tevî bi hezaran îmzeyên xwe, daw û doza Quranê tesdîq dikin.
Di dawiya Rîsaleya Munacatê de, delîlekî heşrê heye -ji ber munasebeta vê behsê hema rast ket vê derê- ku şahidiya wan ruknên dî yên îmanê, nemaze jî ruknê resûlan û kitêban ku ji ruknê
ﺍِﻳﻤَﺎﻥٌ ﺑِﺎﻟْﻴَﻮْﻡِ ﺍْﻻ َﺧِﺮِ
ê ye, bi awayê munacatî, hatiye zikirkirin û zaf zêde bi qewet e û gelek kurt e û dikare ku hemû dilwasewasî ji holê rake. Wiha di Munacatê de gotiye:
Ey Rebbê min ê Rehîm! Bi talîma Resûlê te yê Ekrem û bi dersa Qurana Hekîm min fam kir ku di serî de Quran û Resûlê te yê Ekrem, hemû kitêbên muqeddes û temamê pêxemberan, bi hev re, bi awayê îcmayî û bi îttîfaqî şahidî dikin û îşaret didin ku ew tecelliyên wan navên te yên bicelal û cemal ku li vê dunyayê, li her aliyî numûneyên wan tên dîtin, li ebedul abadê, bi awayekî hê bêhtir ronîgeş û zelal, dê dewam bike; û ew îhsanên te yên ku li vê alema fanî, cilwe û nimûneyên wan ên rehîmane tên muşahedekirin, dê li dara seadetê, bi awayekî hê bêhtir bi heybet berdewam bikin û dê baqî bimînin; û ew muştaqên ku li vê jiyana kurt a dunyayê, wan bi zewqî dibînin û bi hezkirineke têr, bi wan re hevaltî dikin, dê li ebedê jî hevrêtî bikin û bi wan re bin û bi wan re bimînin.
Hem tevî wan bi sedan mucîzeyên xwe yên aşkera û ayetên xwe yên qet'î, di serî de Resûlê Ekrem eleyhîsselatu wesselam û Qurana te ya Hekîm, ew hemû pêxemberên ku xwediyên ruhên nûranî ne û ew hemû weliyên ku qutbên dilên nûranî ne û ew temamê siddîqên ku kan û madena aqilên jîr û binûr in, di hemû suhûfên semawî û kitêbên muqeddes de, li ser bingeha ku Te, zaf bi dubareyî wad kiriye û gef xwarine.. hem bi îtîmada wan sifetên te yên qudsî yên mîna qudret, rehmet, înayet, hîkmet, celal û cemalê ku pêdivî bi axretê dibînin û bi îtîmada sifat û şanên te û îzzeta celala te û selteneta rubûbiyeta te.. hem ew ewliya, ji ber wan keşf û muşahedatên bêhed ên ku şop û çiziranên axîretê radigihînin û ji ber îtîqad û îmanên xwe yên ku di radeya îlmelyeqîn û eynelyeqînê de ye.. mizgîniya wê seadeta ebedî didin însanan; û xeberê radigihînin û diyar û îlan dikin ku ji ehlê dalaletê re Cehennem/Dojex û ji bo ehlê hîdayetê jî Cennet heye.. û ew bi xwe jî, bi awayekî qewî, îman bi vê tînin û şahidî dikin. Ey Qadirê Hekîm! Ey Rehmanê Rehîm! Ey Sadiqul We'dil Kerîm! Ey Qehharê Zulcelal ê ku xwedî îzzet, ezemet û celalê ye! Tu, sed hezar dereceyî muqeddes î, bêhed derece munezzeh û alî yî ku tu evqas dostên xwe yên sadiq, evqas wadên xwe û evqas sifat û şanên xwe derewîn derxî û tekzîb bikî; û wan divêtiyên/muqteziyatên qet'î yên selteneta rubûbiyeta xwe tekzîb bikî û wê pêdiviyê nekî; û wan doz û duayên bêhed ên ku li axretê dinihêrin red bikî, ku duayên îbadên te yên meqbûl in ku tu ji wan hez dikî û ew bi xwe jî, bi tesdîq û îtaetê, xwe bi te didin hezkirin, û tu li wan doz û daxwazan guhdarî nekî; û di înkara heşrê de, ehlê dalalet û ehlê kufrê ku bi kufur û îsyanê, te di wadên te de tekzîb dikin û ev kufur û îsyana wan, li zora ezemeta kibriyaya te diçe û îzzeta celala te tehl dike û kela heysiyeta ulûhiyeta te radike û şefqeta rubûbiyeta te muteessîr dike, tesdîq bikî; tu ji wan hemûyan sed hezar carî muqeddes î! Ji zulmeke wiha bênîhayet û ji kirêtiyeke wiha bênîhayet, em wê edaleta te ya bênîhayet û wê cemala te ya bênîhayet û wê rehmeta te ya bêhed, bi awayekî bêhed teqdîs dikin! Û em bi temamê qeweta xwe îman tînin ku ew enbiya, esfiya û ewliyayên ku qasid û navbendkarên te yên sadiq ên bi sed hezaran in û delêliyên/dellalên rast ên bêhed ên selteneta te ne, di sûretê heqqelyeqîn, eynelyeqîn û îlmelyeqîn de, ji xizneyên te yên axretî re û ji wan defîneyên te yên îhsanên li alema baqî re û ji wan cilweyên xweşik û nuwaze yên wan navên te yên spehî re, ku li dara seadetê, bi temamî aşkere/zahir dibin, şahidî dikin û ew şahidiya wan, heq û heqîqet e û îşaretên wan, rast û mutabiq in û mizgînên ku ew didin, sadiq û waqî ne.. û ew bi xwe jî, îman tînin ku ew heqîqeta heşrê, şûayeke herî mezin e ji bo wî navê te yê Heq ê ku ciyê mureceetê ye, roj û hamiyê hemû heqîqetan e.. û ew enbiya, esfiya û ewliya bi fermana te, di daîreya heq de, ders didin îbadên te û weke heqîqet bixwe, talîma îbadên te dikin.
Ya Reb! Tu bidî heq û xatirê ders û talîma van, îmana herî kamil û husna xatîmeyê bidî me û telebeyên Rîsaleyên Nûr; û tu me bikî mezherê şefaeta wan, amîn.
Hem çawa ew hemû delîl û huccetên ku heqqaniyeta Quranê, hetta belkî heqqaniyeta hemû kitêbên semawî îsbat dikin û ew hemû mucîze û burhanên nubuwweta Hebîbullah heta belkî nubuwweta hemû nebiyan îsbat dikin, bi awayekî ji awayan, ji teheqquqa wê axretê re, ku angaşta/muddeaya wan a herî mezin e, delîlî dikin. Eynî wisa jî, piraniya wan delîl û huccetên ku ji wucûda wî Wacîbul Wucûdî re û ji wehdeta wî re şahidî dikin, bi awayekî ji awayan ji hebûn û vebûna wê dara seadetê û alema baqî re, ku mezher û medarê herî mezin ê rubûbiyet û ulûhiyetê ne, şahidî dikin.
Çunkî çawa ku di meqamên bê de, dê bête beyankirin û îsbatkirin, hem mewcûdiyeta wî Zatê Wacîbul Wucûd, hem temamê sifetên wî, hem piraniya navên/îsmên wî, hem wesf û şanên wî yên mîna "rubûbiyet, ulûhiyet, rehmet, înayet, hîkmet û edaletê" di dereceya luzûmê de, axretê îqtîza dikin û di dereceya wucûbê de, alemeke baqî, weke pêdiviyeke ferz dibînin û di dereceya zerûretê de, ji bo mukafat û mucazatê, heşr û neşrê divên û dixwazin.
Belê, madem Xwedayekî ezelî, ebedî heye, helbet ew axreta ku cî û navendeke sermedî ya Selteneta Ulûhiyetê ye, heye. Û hemin di vê kaînatê de û di nava van xwedîjiyanan de, rubûbiyeteke mutleq a gelek biheşmet, bihîkmet û bişefqet heye û dixuyê. Helbet dê dareke ebedî ya seadetê hebe, dê çê bibe da ku wê heşmeta rubûbiyetê, ji qîmetxistinê û hîkmeta wê jî, ji bêwatetî û beredayîtiyê û şefqeta wê jî, ji xedrê xelas bike.. û her kes, dê biçe wê derê.
Hem madem ev în'am, îhsan, lutûf, kerem, înayet û ev rehmetên ha yên bêhed ku bi çavê seriyan tên dîtin, nîşanî wan aqilên ku netefiyane û nîşanî wan dilên ku nemirine didin ku di pişt perdeya xeybê de, Zatekî Rehman û Rehîm heye. Helbet, li wê alema baqî, heyateke baqî heye û dê çê bibe; da ku nîmetdayînê ji piçûkxistinê û îhsanê, ji xapandinê û înayetê, ji neyartiyê û rehmetê jî, ji ezabê û, lutf û keremê jî, ji îxanetê xelas dike; û îhsanê dike îhsan, nîmetê jî, dike nîmet.
Hem madem qelemeke qudretê, di demsala biharê de, li ser rûpela teng a zemînê, sed hezar kitêbî, bi awayekî bêxeta di nav hev de dinivisîne û li ber çavê me, bêyî ku biweste dixebite û dihûne. Îca Xwediyê wê qelemê, sed hezar carî ehd û wad kiriye ku "Ez dê ji vê kitêba biharê ku li vî ciyê teng, bi awayekî tevlîhev û di nav hev û dî de hatiye nivîsandin, kitêbeke xweşik û nemir hîna bêhtir bi hêsayî, li ciyekî fireh, binivisînim û bi we bidim xwendin." û di hemû fermanên xwe de behsa wê kitêbê dike. Helbet û bê guman, eslê wê kitêbê hatiye nivîsandin û bi heşr û neşrê, dê haşiyeyên wê bêtin nivîsandin. Û ew defterên 'emelê hemûyan, dê di wê de bêtin qeydkirin.
Hem madem ev erd, ji aliyê zafbûna mexlûqan ve û ji vî aliyî ve ku ji wan ruhbaber û xwedîjiyanên cûr bi cûr ên bi sed hezaran re mesken, çavkanî/menşe, fabrîqe, meşher/pêşangeh û mehşer e, girîngiyeke wiha zêde mezin a vê erdê heye. Çunkî dil, navend, xulase, encam û sebebê xuliqandina kaînatê, erd bi xwe ye. Îca digel ku ev erd gelek biçûk e jî, li ber wî esmanê gir û qerase, weke deng û hevseng hatiye girtin. Di wan fermanên semawî de, daîma
ﺭَﺏُّ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَ ﺍْﻻ َﺭْﺽِ
tê gotin.
Û madem li ser rûyê vê erda ku evqas xwedî van mahiyetan e, benî Adem heye û benî Adem, li her aliyê erdê hukum dike; û teserrufa wan, li ser piraniya mexlûqên erdê heye; û piraniya wan mewcûdên erdê yên xwedîjiyan, ji xwe re tesxîr dike û wan li dora xwe dide komkirin; û piraniya sen'etên Xwedê, li gor hendeseya wan hewesên xwe û li gor wan dustûrên îhtiyacên xwe, bi awayekî gelek zêde xweşik tenzîm, teşhîr û tezyîn dike; û gelek ji wan cûreyên hunerên xwe yên entîke, mîna lîsteyan, yek bi yek li cî û deveran wisa dide hev û dixemilîne ku ne bal û dêhna îns û cinan tenê, heta belkî bala ehlê esmanan û teqdîrkirinên wan û bala wî Xwediyê kaînatê jî, bi awayekî ku biecibîne dikşîne û bi vî awayî, girîngî û qîmeteke gelek mezin distîne û ji ber vê yekê jî, bi fen û sen'etên xwe, nîşan dide ku hîkmeta xuliqandina vê kaînatê û encama wê ya mezin û meyweya wê ya hêja û xelîfeyê erdê ew e û ji ber ku li dunyayê, ew benî Adem bi xwe, wan hunerên bimucîze yên Sani'ê alemê, bi awayekî xweşik radixe û tenzîm dike, bi keys dike, ev benî Adem, tevî îsyan û kufra wî, li dunyayê tê hiştin û ezabê wî, tê texîrkirin û ji bo vê xizmeta wî, muhlet jê re tête dayin û muweffeqiyetê dibîne. Û madem ev new'ê benî Adem ê ku di vê mahiyetê de ye, ji aliyê mîzac û xulqiyetê ve, digel ku gelek qels, kêmqewet e û gelek neçar û feqîr e û ihtiyac û elemên wî yên bêhed hene jî, Muteserrifekî gelek biqewet û bihîkmet û bişefqet, bi awayekî ku gelek raserî qeweta wî ademî û serdestî xwesteka wî mirovî be, ev kureya qerase û muezzem a erdê, ji her cûre kan û madenan re, ku pêdiviya new'ê mirovan pê heye, kiriye mexzen û ji her tewir/celeb teamî re kiriye inbar û wî Muteserrifî, ev kureya erdê, kiriye şiklê dikaneke wisa, her cûre malên ku li xweşa mirovan diçin, tê de hene; û ev Muteserrif, li new'ê mirovan dinihêre, wan xwedî dike û tiştên ku ew dixwazin, ew dide wan.
Û madem Rebbekî li gor vê heqîqetê, heye ku hem ji mirovan hez dike, hem xwe bi mirovan dide hezkirin; hem baqî ye, hem alemên wî yên baqî hene, hem bi edaletê, her îş û karî dike û her tiştî bi hîkmetê dike. Hem li vê jiyana kurt a dunyayê û di vî imrê hindik ê beşer de û li ser vê zemîna demborî û fanî, heşmeta selteneta Hakimê Ezelî û sermediyeta hakimiyeta wî, têr cî nabîne ku bi cî bibe. Û zulm û îsyanên gelek mezin ên di mirovan de, ku li hember întîzam û biserûberiya kaînatê û li dijberî edalet û muwazeneyên wê û li dijberî husna cemala wê munafî û muxalîf in diqewimin.. û îxanet, înkar û kufurên mirov ku li hember welînîmetê wî û li hember wî yê ku mirov, bi awayekî şefqetkarî xwedî dike, li vê dunyayê bê ceza dimînin.. û ew zalimên xedar, li ser dilê rehet û hêsa, jiyana xwe derbas dikin lê belê ew mezlûmên bêçare jî, di nav zorî û zehmetiyan de, imrê xwe derbas dikin.. û îca mahiyeta vê edaleta mutleq ku di temamê kaînatê de, berhemên wê tên dîtin, bi temamî li hember û dijber e ku ev zalimên xedar û ev mezlûmên bêhêvî, mîna hev bimrin û bi awayekî ku êdî careke dî neyin vejandin bimînin.. îca ev edaleta Îlahî, tiştekî wiha, qet û qet ranagre, ji vê re musade nake.
Û madem çawa ku xwediyê kaînatê, ji nav kaînatê, zemîn neqandiye û ji zemînê, new'ê însan bijartiye û meqamek û girîngiyeke gelek mezin daye mirovan. Eynî wisa jî, ji nav new'ê mirovan jî, wî ew enbiya, ewliya û esfiya bijartine, ku mirovên heqîqî ne û tewafuqê meqsedên rubûbiyetê dikin û li gorî wan tevdigerin û bi îman û teslîmê, xwe bi wî didin hezkirin; û wî, ew ji xwe re kirine dost û muxeteb û bi mucîze û tewfîqan îkram li wan dike û bi şeqamên esmanî jî, neyarên wan dide ezabdan. Û ji nav wan dostên xwe yên hêja û xwînşîrîn bi xwe jî, wî ew Muhemmed eleyhîsselatu wesselam eyişandiye, ku îmamê wan e û ew bi xwe jî, pê dipesinin.. û ew Xwediyê kaînatê, nîvê kureya erdê ya muhîm û yekê ji pêncan ê new'ê însan ê girîng, di esrên dûr û dirêj de, bi nûra wî dide ronîkirin. Eynî mirov dibêje, mîna ku ev kaînat ji bo xatirê wî hatibe xuliqandin, temamê amancên wê, bi wî, bi dînê wî û bi Qurana wî tezahur dike û diyar dibe.
Û ucretên wan xizmetên wî yên bêhed ên gelek zêde biqîmet ku hêjayî jiyaneke bi qasî milyonan salî ye û digel ku musteheq û layiqî standina ucreteke di dem û zemanekî bêhed de ye jî, imrekî kurt ê bi qasî şêst û sê salên ku di nav gelek zor û zehmetî û mucahedeyan de derbas bûye, jê re hatiye dayin. Gelo, bi tu awayî, çu îmkanek û çu îhtîmalek û ti qabiliyetek heye ku ew zat, tevî temamê emsal û dostên xwe, neye vejandin, ji nû ve sax nebe û a niha jî, ew zat, ji aliyê ruhî ve ne zindî û heyy be; ka qet dibe ku ew, tevî dostên xwe, bi îdama ebedî mehf bibe? Haşa, sed hezar carî haşa û kella! Erê, hemû kaînat û ev heqîqeta alemê, daw û dozê dike ku ew zat, ji nû ve dê sax bibe û jiyana wî zatî, ji Xwediyê kaînatê dixwaze.
Û madem di Ayetul Kubra de ku Şû'aya Heftan e, sî û sê heb îcmayên mezin ku her yek ji wan, di zexmî û mezinahiya çiyayekî de ye, îsbat kiriye ku: Ev kaînat, ji yek destekî derketiye û milkê tek yek zatekî ye; û wan, wehdet û ehediyeta wî ya ku medarê wê kemalata Îlahî ye, bi awayekî bedîhî/vekirî nîşan daye; û bi wehdet û ehediyetê, hemû kaînat, dikeve hukmê neferên fermanber û karmendên musexxer ên wî Zatê Wahid; û bi hatina axretê, ew kemalên wî, ji daketina berejêr xelas dibin û ew edaleta wî ya mutleq, ji wê xedra mutleq a bi tinazpêkarî difilite û ew hîkmeta wî ya 'amme, ji wê beredayîtiya sefahetkarî rizgar dibe û ew rehmeta wî ya berfireh, ji wê ezabdayîna pêlistokane xelas dibe û ew îzzeta qudreta wî, ji ecza zelîlane difilite û ev hemû teqeddus dikin.
Helbet û helbet û her hal, ji ber pêdiviya ferz a van "heqîqetên di van heşt mademan de" ku ji nukteyên bi sedan ên îmana billah in, diyar e ku dê qiyamet rabe, heşr û neşir dê bibe, dara ceza û mukafatê dê vebe. Da ku ew girîngiya erdê/dinyayê ku behsa wê hat kirin û navendîtiya wê; û girîngiya mirov û qîmeta însan karibe teheqquq bibe. Ew edaleta navbihurî ya wî Muteserrifê Hekîm ku Xaliqê erdê ye û Rebbê mirovan e û hîkmeta wî, rehmeta wî û selteneta wî karibe sabit bibe; û ew dostên heqîqî û muştaq û dilxwazên navbihurî yên wî Rebbê Baqî, ji îdama ebedî rizgar bibin; û ji wan dostan jî yê herî mezin û herî hêja, mukafata wan xizmetên xwe yên qudsî ku temamê kaînatê memnûn û minetdar dikin bibîne; û ew kemalên Sultanê Sermedî, ji kêmahî û qusûrê; û qudreta wî, ji neçariyê; û hîkmetê wî, ji sefîhiyê; û edaleta wî, ji zilmê pak û tenezzuh bibe, teqeddus bike û bêrî bibe. Elhasil, madem Xwedê heye, helbet axîret heye...
Hem çawa ku ew sê ruknên îmanî ku navê wan li jorê derbas bû, tevî wan hemû delîlên xwe yên ku wan îsbat dikin, ji heşrê re şahidî û delîlî dikin; wisa jî, ev du ruknên îmanî ku
ﻭَ ﺑِﻤَﻠَٓﺌِﻜَﺘِﻪِ ﻭَ ﺑِﺎﻟْﻘَﺪَﺭِ ﺧَﻴْﺮِﻩِ ﻭَ ﺷَﺮِّﻩِ ﻣِﻦَ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺗَﻌَﺎﻟَﻰ
ye jî, zêde zêde heşrê divên û bi awayekî gelek qewî, ji alema baqî re şahidî û delîlî dikin. Çawa:
Muşahede û mukalemeyên bêhed û temamê delîlên ku wucûda melekan û wezîfeyên wan ên ebdîtiyê îsbat dikin bi awayekî ji awayan, bivê nevê, ji hebûna alema ruhan, alema xeybê, alema baqî, alema axretê re û ji bo hebûna wê dara seadeta ku li pêş, dê bi cin û îns bête şênkirin, û ji hebûna Cennet û Cehennemê re delîlî dikin. Lewre melek ku hene, bi îzna Îlahî, dikarin van aleman bibînin; û dikevinê. Û mîna Hezretî Cebraîl, ew hemû melekên muqerrebîn ku wan û mirovan hev û din dîtine, bi awayekî muttefiqî, ji wan alemên ku behsa wan hat kirin, agahî didin ku ew alem hene û ew bi xwe, li wan aleman digerin.. Em bi agahdariya wan kesên ku ji wê derê tên, bi hebûna kîşwera Emerîka ku me nedîtiye, bawer dikin û bi awayekî zipîzelal pê dizanin; eynî mîna vê, em bi wan agahdarkirinên melekan ku agahiyên wan, bi qasî sed tewaturî bi qewet in, divê em bi hebûna alema baqî û dara axretê û bi hebûna Cennet/Bihuşt û Cehennemê/Dojexê, di wê qet'iyetê de îman bînin, bawer bikin û bi wî awayî jî, em îman tînin.
Hem di Rîsaleya Qederê de ku Kelîmeya Bîst û Şeşan e, temamê wan delîlên ku wî ruknê îmana bi qederê îsbat dikin, bi awayekî ji awayan, ji heşrê re û ji neşra sehîfeyan re û ji mêzîna xêr û guneyan a li ser mîzana ekber re delîlî dikin. Çunkî nivîsandina wan muqedderatên her tiştî ya li ser lewheyên nîzam û mîzanê ku li ber çavên me ne; û di quwweya hafize û dendikên wan de û di wan lewheyên dî yên mîsalî de, nivîsandina serguzeşta jiyana her xwedîjiyanî; li ser lewheya mehfûzê tesbîtkirin û nivîsandina wan defterên 'emelan ên her xwedanruhî, nemaze yên mirovan, helbet qedereke wisa muhît û teqdîreke wisa hekîmane û qeydeke wisa mudeqqîqane û kîtabeteke wisa hefîzane, ancax dikare li mehkemeya kubra, di encama dadgehkirineke giştî de ji bo mukafat û mucazateke daîmî çêbibe. Ku ne wisa be, ew qeyd û muhefezekirina ku narîn, hûr û kûr e, bi temamî bê wate, bê feyde dimîne û ne li gor hîkmet û heqîqetê ye. Hem heke heşr neye, temamê wan manayên/wateyên muheqqeq ên vê kitêba kaînata ku bi qelema qederê hatiye nivîsandin, xerab dibin ku ev jî, bi tu awayî ne îmkan e.. û ew îhtîmal, eynî mîna înkarkirina hebûna vê kaînatê, wisa muhal, belkî dibe hezeyanek.
Elhasil, pênc ruknên îmanê, bi temamê wan delîlên xwe, ji bûyina heşr û neşrê re û ji hebûna heşr û neşrê re û ji hebûn û vebûna dara axretê re delîlî dikin û wê dixwazin û jê re şahidî dikin û wê teleb dikin.
Ha ji ber ku sitûn û burhanên wiha biezemet, pêt û zexm, ên ku ji heqîqeta heşrê re tam muwafiq in hene ku hema hema, ji sisêyan yekê Qurana Mucîzul Beyan, li ser heşr û axîretê ye û wê, ji temamê heqîqetên xwe re, dike hîmê temelê û bingeha eslî û her tiştî li ser wê ava dike.
(Muqeddîme hat dawiyê.)
*** PARÇEYÊ DUDUYAN Ê ZEYLÊ
Ayeta pêşî, bi awayekî mucîzeyî, îşaretî neh tebeqeyên wan delîlên heşrê dike. Ev jî, Neh Meqam in. Meqamê Ewil ku di fiqreya:
ﻓَﺴُﺒْﺤَﺎﻥَ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺣِﻴﻦَ ﺗُﻤْﺴُﻮﻥَ ﻭَﺣِﻴﻦَ ﺗُﺼْﺒِﺤُﻮﻥَ ٭ ﻭَﻟَﻪُ ﺍﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻓِﻰ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ ﻭَﻋَﺸِﻴًّﺎ ﻭَﺣِﻴﻦَ ﺗُﻈْﻬِﺮُﻭﻥَ ٭ ﻳُﺨْﺮِﺝُ ﺍﻟْﺤَﻰَّ ﻣِﻦَ ﺍﻟْﻤَﻴِّﺖِ ﻭَﻳُﺨْﺮِﺝُ ﺍﻟْﻤَﻴِّﺖَ ﻣِﻦَ ﺍﻟْﺤَﻰِّ ﻭَﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍْﻻ َﺭْﺽَ ﺑَﻌْﺪَ ﻣَﻮْﺗِﻬَﺎ ﻭَﻛَﺬَﻟِﻚَ ﺗُﺨْﺮَﺟُﻮﻥَ
de ye, derbarê fermana heşrê de ye. Li vê derê, ew burhanên zelal û ew delîlên qet'î ku ayet wan nîşan dide, dê bêtin beyankirin û ravekirin înşaellah.
{Haşiye: Ew meqam, hîna nehatiye nivîsandin; îca meseleya heyatê [Remza Çaran a Nukteya Pêncan a Lem'eya Sîhî] ji ber ku têkiliya wê bi heşrê re heye, ketiye vê derê; lê belê di dawiya "heyat"ê de, îşareta wê ya li ser ruknê qederê, gelek narîn, hûr û kûr e.} Di xasseya bîst û heştan a "heyat"ê de hatiye beyankirin ku: Heyat, li şeş ruknên îmanê dinihêre û wan îsbat dike, îşaret dike ku ew, heqîqet in, rastandî ne.
Belê, madem encam û bingeha herî girîng a vê kaînatê û hîkmeta xuliqîna wê ya herî muhîm heyat e, helbet ew heqîqeta mezin, bi vê heyata fanî, kin, noqsan û elemdar a dunyayê, ne bisînorkirî ye. Belkî amanc û encama wê dara heyatê ku bi bîst û neh xasseyên wê, 'ezemeta mahiyeta wê hatiye fehmkirin û ew meyweya wê ya layiqî 'ezemeta wê darê; ew heyata ebedî bixwe ye û heyata axretê ye û ew heyata li dara seadetê ye ku tevî kevir, dar û axa xwe zindî ye.
Heke ne wisa be, ev dara heyatê ku bi van cîhazên bêhed ên girîng hatiye bicîhazkirin, ji bo xwedîşuûran, xusûsî ji bo mirovan, divê ku bê fêkî, bê feyde û bê heqîqet be; ev mirov ku ji aliyê sermiyan û cîhazan ve -wek mîsal- bîst dereceyî ji çivîka beytik zêdetir e û mexlûqekî herî muhîm, mezin, hêja yê vê kaînatê û xwedîjiyanan e; lê ji hêla seadeta jiyanê ve, dê bîst dereceyî ji çivîka beytik berjêrtir bikeve û bi vî awayî dê bibe yekî/ê bêçare yê herî bextreş û herî zelîl.
Hem aqil jî ku nîmetekî herî hêja ye, wan xem û huznên zemanê berê û wan tirs û fikarên zemanê bê, tîne bîra mirov û bi vî awayî, dilê mirov, bi awayekî daîmî, diêşîne û neh eleman dixe nava yek lezzetekê; ji ber vî awayî, aqil jê re dibe musîbeteke herî bibela. Îca ev jî, sed derece batil e. Nexwe ev jiyana dunyayê, ruknê îmana bi axretê, bi awayekî qet'î îsbat dike û di her biharê de, numûneyên zêdeyî sê sed hezar ên heşrê, nîşanî çavê me dide.
Gelo, Muteserrifekî Qedîr ku di cismê te de, di baxçeyê te de, li welatê te, temamê lazimatî û cîhazên wan tiştên ji jiyana te re lazim û munasib in, bi hîkmet, înayet û rehmetê dide amadekirin û tam di weqtê wan de digihîjîne ber destê te, hetta bi wê duaya xusûsî û cuz-î ya riziq dizane, ya ku mîdeyê te bi daxwaza baqîtî û jiyanê dike, û wê duayê dibihîse û bi wan teamên bêhed ên lezîz, qebûlbûna wê duayê nîşan dide û wî mîdeyî memnûn dike, ka qet mimkun e ku bi te nizanibe û te nebîne û ji bo wê heyata ebedî ya ku amanca herî mezin a new'ê mirovan e, sedeman nede amadekirin? Wê duaya baqîtiyê ku ji bo new'ê mirov, duayeke herî mezin, herî muhîm, herî layiq û umûmî/giştî ye, bi avakirina heyata uxrewî û bi îcada Cennetê qebûl neke? Û wê duaya umûmî ku şingînî ji erş û ferşê tîne û gelek biqewet a new'ê mirov e -ku mexlûqê herî muhîm ê kaînatê ye hetta belkî sultanê zemînê û encama wê ye- nebihîse û bi qasî mîdeyekî piçûk jî ehemmiyetê nede mirov û memnûn neke? Û rabe, wî hîkmetê xwe, wê rehmeta xwe ya bêdawî, bide înkarkirin û mandelkirin? Haşa, sed hezar carî haşa! Hem ka qet qabil e ku bila dengê herî nepenî yê tiştê herî cuz-î yê jiyanê bibihîse; lê guhdarî bike, derman bidê û naza wê bikşîne, bi îtînayeke tam û bi îhtîmameke kamil xwedî bike û bi baldariyeke baş, jê re xizmet bide kirin û wan mexlûqên xwe yên mezin, jê re bike xizmetkar; lê belê, îca peyre, wî dengê bi qasî dengê ewr û esmanan bilind ê jiyaneke herî mezin, hêja, baqî û nazdar, nebihîse? Û wê duaya wê ya baqîtiyê ku gelek girîng e û naz û niyaza wê, li ber çavan negre? Eynî mîna ku bila bi îtînayeke baş techîz û îdareya neferekî bike; lê belê, bila li artêşa îtaetkar û muhteşem, qet mêze neke? Û bila zerreyê bibîne; lê belê, rojê nebîne? Bila dengê kelmêşê bibihîse; lê belê dengê gurmegurma ewr û esmanan nebihîse? Haşa sed hezar carî haşa!
Hem bi tu awayî ka aqil qebûl dike gelo, zatekî Qedîr ê Hekîm ku bi awayekî bêhed xwedî rehmet û muhebbetê ye û dereceya şefqeta wî, bê dawî ye û ji sin'etê xwe zaf hez dike û xwe dide hezkirin û ji wan kesên ku ew ji Wî hez dikin, zêde hez dike; îca rabe, wan kesên ku jê hez dikin û ji aliyê fitreta xwe ve ji Sani'ê xwe re perestîş dikin û wê heyatê û wî ruhê ku zat û cewherê heyatê ye, bi mirina ebedî îdam bike û wî muhîbb û hebîbê xwe yê hezkirî, bi awayekî ebedî, ji xwe bide xeyidandin, heridandin û bi awayekî dehşetwarî, wî rencîde bike û sirrê/raza rehmeta xwe û nûra muhebbeta xwe, înkar bike û bide mandelkirin? Haşa, sed hezar carî haşa û kella!.. Cemaleke mutleq ku vê kaînatê bi cîlweyên xwe dide xemilandin û rehmeta mutleq ku kêfa temamê mexlûqan xweş dike, ji çirkîniyeke bêhed û qebîhiyeke mutleq a wiha û ji zulmeke wiha ya mutleq û ji bêmerhemetiyeke wiha, helbet, bê hed derece munezzeh e, pak e, muqeddes e.
Encam: Madem li dunyayê jiyan heye, ji nav mirovan, ew kesên ku ji sirrê heyatê fehm dikin û heyatê, di rêya nebaş de bi kar naynin, helbet li dara baqî û li Cenneta baqî, dê bibin mezherê heyata baqî. Amenna!
Û çawan ew tiştên hilû ku li ser rûyê erdê ne gava ronahiya rojê dide ser wan, ew dibiriqin; û ew birqoqên/bilqîqên li ser rûyê behrê, gava tîrêjên roniyê dide ser wan, ew jî dibiriqin û ditefin, û ew pilpîqên ku di pey wan de tên, mîna wan ên dî ku dîsa ji tavikên xeyalî re eynedarî dikin, ev yek bi awayekî zipîzelal nîşan dide ku ew tîrêj, zeraq û biriqoq, cîlweyên şewq û şemalên tek yek rojekê ne û hebûna rojê, bi zimanên cûr bi cûr, yad dikin û bi wan tiliyên ronahiyê, îşaretî wê dikin.
Eynî wisa jî, bi cîlweya ezem a navê Muhyî yê Zatê Heyyê Qeyyûm, xwedanjiyanên li ser rûyê berriyê û di nava behrê de, bi qudreta Îlahî dibiriqin û ji bo cî bidin wan ên ku di pey wan de tên, dibêjin "Ya Heyy!" û di perdeya xeybê de nepenî dibin û bi vî awayî ji heyata wî Zatê Heyy û Qeyyûm re ku xwediyê heyata sermedî ye û ji wucûba wucûda wî re îşaretan dikin û her wiha temamê wan delîlên ku ji wî ilmê Îlahî re şahidî dikin, yê ku di tenzîma temamê mewcûdan de eserê wî dixuyê, û temamê burhanên ku wê qudretê îsbat dikin, ya ku di kaînatê de teserruf dike, û temamê huccetên ku wê vîn û meşîetê îsbat dikin, ya ku di tenzîm û îdareya kaînatê de hukumferma ye, û temamê wan elametên ku rîsalet û kelamên wan Rebbanî ne û medarê wehiya Îlahî ne îsbat dikin, û hemû elamet, mucîze û mîna van, temamê wan delîlên ku ji heft sifetên Îlahî re şahidî dikin, bi îttîfaqî, ji heyata Zatê Heyy û Qeyyûm re delîlî, şahidî û îşaret dikin.
Çunkî çawan gava di tiştekî de dîtin hebe, jiyana wî jî heye; bihîstin hebe, ev, elametê heyatê ye, gotin hebe, ev, îşaretî hebûna heyatê dike, neqandin/hilbijartin, vîn/îrade hebe, heyatê nîşan dide.
Eynî wisa jî, ew sifetên mîna qudreta mutleq, îradeya şamil û ilmê muhît ku di vê kaînatê de bi eserên wan, hebûna wan muheqqeq û eyan beyan e, bi temamê delîlên xwe, ji heyat û wucûba wucûda Zatê Heyy û Qeyyûm re şahidî dikin û ji wê heyata wî ya sermedî re şahidî dikin, ya ku temamê kaînatê bi siyeke xwe ronî dike û bi cîlweyeke xwe, temamê dara axretê, tevî zerreyan zindî dike. Belê heyat, li ruknê "îmana bi melaîketan" jî dinihêre, bi awayê remzî îsbat dike. Çunkî, madem di kaînatê de encama herî girîng heyat e û yên ku herî zêde întîşar dikin û ji bo hêjatiya wan, nusxeyên wan tên zêdekirin û mêvanxaneya erdê -bi wan qafîleyên ku tên û diçin- şên dikin, xwedanheyat bi xwe ne; û madem kureya erdê, ev qas bi cûreyên xwedanheyatan tije bûye, misêwa, ji ber xatirê wê hîkmeta nûkirin û zêdekirina wan cûreyên xwedanheyatan, her weqt tije dibe û vala dibe û di wan maddeyên wê yên herî xesîs û riziyayî de jî, bi awayekî zêde, ew xwedanheyat tên xuliqandin û bi vî awayî dibin mehşera huweynatan. Û madem ew şuûr û aqil ku xulaseya herî safî ne ku ji jiyanê hatine palandin û ew cewherê wê [heyatê] yê letîf û sabit ku ruh e, di kureya erdê de, bi awayekî gelek zêde tê xuliqandin, tu dibêjî qey 'eynî mîna ku kureya erdê, bi heyat, aqil, şuûr û ruhan hatiye îhyakirin û wisa hatiye şênkirin. Helbet ew cirmên esmanî ku ji kureya erdê letîftir in, nûranîtir in, mezintir in û girîngtir in, ne îmkan e ku mirî, bê ruh, bê heyat û bê şuûr bimînin.
Nexwe, ew sakinên ku munasibê esmanan in û xwedanşuûr û xwedanheyat in û dê esmanan, rojan, stêrkan şên bikin û dê rewşeke heyatdar bidin wan û dê encama xulqiyeta esmanan nîşan bidin û dê bibin mezherê wan xîtabên subhanî, hebe tune be, bê guman ji ber xatirê sirrê heyatê li wan deran in û ew jî, melek bi xwe ne. Hem sirrê mahiyeta heyatê, li ruknê "îmana bi pêxemberan" dinihêre û bi awayê remzî îsbat dike. Erê, madem kaînat, ji bo heyatê hatiye xuliqandin û heyat bi xwe jî, cîlweyeke 'ezem a Heyyê Qeyyûm ê Ezelî ye, neqşekî wî yê ekmel e, sin'etekî wî yê ecmel e. Madem heyata sermedî, bi şandina resûlan û bi nazilkirina kitêban xwe nîşan dide. Belê, heke ne ji kitêb û pêxemberan be, ew heyata Ezelî naye zanîn. Çawan bi gotina mirovekî, tê famkirin ku zindî û heyatdar e; wisa jî, ew pêxember û ew kitêbên nazilkirî, kelîmat û xîtabên Zatekî wisa nîşan didin ku di pişt alema xeybê ya li paş perdeya vê kaînatê de dibêje û dipeyive û emr, ferman û nehiyan dike û xîtab dike.
Helbet, heyata di kaînatê de, çawan ku ji wucûba wucûda Heyyê Ezelî re, bi awayekî qet'î, şahidî dike, wisa jî, li ruknên îrsala Resûlan û înzala Kitêban dinihêre, ku şû'eyên wê heyata Ezelî ne, cîlweyên wê ne û bi wê re têkildar in, û bi awayê remzî îsbat dike. Û nemaze, ji ber ku rîsaleta Muhemmedî (e.s.w.) û wehiya Quranî, di hukmê ruh û aqilê heyatê de ye, dibe bê gotin ku mîna wucûda vê heyatê, heqqaniyeta wan jî qet'î ye. Belê, çawan ku heyat, xulaseyek e ku ji vê kaînatê hatiye palandin û parzungkirin; û şuûr û hest jî, ji jiyanê hatiye dawerivandin û xulaseyeke heyatê ye; û aqil jî, ji şuûr û ji hîssê hatiye palîn û xulaseyeke şuûrê ye; û ruh bi xwe jî, cewherekî xalis û safî yê heyatê ye û zatekî wê yê sabit û bi serê xwe ye. 'Eynî wisa jî, ew heyata Muhemmedî (e.s.w.) ya maddî û manewî jî, xulasetul xulase ye ku ji heyatê û ji ruhê kaînatê daweriviye û rîsaleta Muhemmedî (e.s.w.) jî, xulaseyeke herî safî ye ku ji hîs/sehek, şuûr û aqilê kaînatê hatiye palandin. Belkî heyata Muhemmedî (e.s.w.) ya maddî û manewî, bi şahidiya berhemên wî, heyata heyata kaînatê ye û rîsaleta Muhemmedî (e.s.w.), şuûrê şuûrê kaînatê ye û nûra wê ye û wehiya Quranê jî, bi şahidiya wan heqîqetên wê yên heyatdar, ruhê heyata kaînatê ye û aqilê şuûrê kaînatê ye.
Belê, belê, belê! Heke ji kaînatê, nûra rîsaleta Muhemmedî (e.s.w) derkeve here, kaînat dê wefat bike. Heke Quran biçe, kaînat dê bibe dîwane û kureya erdê, dê serê xwe, aqilê xwe wenda bike; belkî wî seriyê xwe yê ku bê şuûr maye, dê li gerstêrkekê bide û qiyametekê rake.
Hem heyat, li ruknê "îmana bi qederê" dinihêre; bi awayê remzî, wî ruknî îsbat dike. Çunkî madem heyat, ronahiya alema şehadetê ye û wê îstîla dike û, encam û amanca wucûdê ye û eyneya herî cami' a Xaliqê kaînatê ye û, numûne û fîhrîsteya herî mukemmel a fealiyeta Rebbanî ye, (bila di mînakdayînê de xeta nebe) bi awayekî ji awayan, di hukmê bernameya wê de ye. Helbet, sirrê heyatê pêdivî dibîne ku mexluqên alema xeybê, ango rabirdû, dahatû, dema bihurî û dema bê, li gor wê întîzam, nîzam, malûmiyet, meşhûdiyet, teayyunê bin, ku heyata manewî ya wan mexluqan e, û li gorî wê rewşa bicihanîn û tabi'bûna emrên xîlqetê amade bin.
Çawa ku dendika eslî ya darekê û koka wê û ew dendikên di dawiya çiqalê wê de û dendikên di meyweyên wê de jî, 'eynî mîna darê, bi awayekî ji awayan, mezherî heyatê ne, heta belkî ji wan qanûnên heyatî yên darê, zêdetir, qanûnên narîn û zirav ên heyatê di xwe de dihewînin. Hem çawan ku ew tov û kokên ku payîza derbasbûyî, berî vê behara niha hiştibûn, piştî ku ev behar jî biçe, dê li pey xwe, ji beharên bê re, dendik û kokan bihêle; îca ev dendik û kokên ha jî, mîna vê beharê, cîlweyên heyatê, di xwe de dihewînin û tabi'ê wan qanûnên heyatê ne.
'Eynî wisa jî, ji temamê her yek şax û guliyên dara kaînatê re jî, rabirdûyek û ayendeyek heye û sîlsîleyeke wê ya wisa heye ku ji wan helwest û rewşên xwe yên rabirdû û ayendeyê pêk hatiye. Di ilmê Îlahî de, ji bo her cûreyekî û her cuz'eke wan, helwestên cihêrengî û wucûdên wan ên jimartî hene ku sîlsîleyeke wucûda ilim teşkîl dikin û mîna wucûda xaricî, wucûda ilmî bi xwe jî, mezherê cîlweyekî manewî yê heyata giştî ye ku muqedderata heyatî, ji ber wan lewheyên qederî yên manedar û zindî tê girtin.
Belê, alema ruhan ku cûreyekî alema xeybê ye, bi ruhan tije ye ku ew ruh, heyat bi xwe ne û kana heyatê ne û maddeyên heyatê ne û cewher û zatê heyatê ne. Îca ev tijebûna ha, helbet wê alema xeybê ku jê re rabirdû û ayende tê gotin û cûreyekî wê yê dî û qismê duduyan jî, mezherbûna bi cîlweya heyatê dixwaze û vê îcab dike. Hem ew întîzama ekmel ku di wucûda ilmî ya tiştekî de heye û ew rewşên wî yên watedar û ew fêkî û encamên wî yên zindî û helwestên wî, ji awayekî ve, mezheriyeta wî ya ji heyata manewî re nîşan dide.
Belê, ev cîlweya li ber çavan a heyatê ku ronahiya roja wê heyata ezelî ye, helbet nabe ku tenê munxasirê bi vê alema şehadetê û bi vî zemanê hazir û bi vê wucûda xaricî be; belkî, her yek alemek, li gor qabiliyeta xwe, mezherê cîlweya wê ronahiyê ye û kaînat, bi temamê alemên xwe, bi wê cîlweyê heyatdar û ronîdar e. Ku ne wisa bûya, bi awayê ku çavê dalaletê dibîne, her yek alemek di bin jiyaneke muweqqet, demborî û zahirî de dê yek bi yek bibûya cenazeyekî mezin û bidehşet û yek bi yek bibûya alemeke tarî ya wêran. Ha, rûyekî fireh ê ruknê "îmana bi qeder û qezayê" jî, bi xêra sirrê heyatê tê famkirin û sabit dibe. Ango çawan ku alema şehadet û eşyayên mewcûd ên hazir, bi întîzam û encamên wan heyatdarîtiyên wan dixuyên; wisa jî, ew mexlûqên ku çûne û yên ku dê bên û ji alema xeybê tên hesibandin jî, ji aliyê manewî ve, wucûdeke wan a manewî heye û subûta wan a ilmî ya ruhbaber heye ku bi wesîteya lewha qeza û qederê, eserê wê heyata manewî, bi navê muqedderatê, tê dîtin û tezahur dike.
*** PARÇEYÊ SISÊYAN Ê ZEYLÊ
Pirseke li ser "Heşr"ê:
Di Quranê de bi fermanên dubareyî yên mîna
ﺍِﻥْ ﻛَﺎﻧَﺖْ ﺍِﻻ َّ ﺻَﻴْﺤَﺔً ﻭَﺍﺣِﺪَﺓً
û
ﻭَﻣَٓﺎ ﺍَﻣْﺮُ ﺍﻟﺴَّﺎﻋَﺔِ ﺍِﻻ َّ ﻛَﻠَﻤْﺢِ ﺍﻟْﺒَﺼَﺮِ
nîşan didin ku heşra 'ezem, di yek gavekê/kêliyekê de, bi awayekî bêdemî rû dide. Îca aqilê ku teng e, mîsaleke ku bi çavan tê dîtin dixwaze; da ku vê meseleya ku bê hed nuwaze ye û bê mînak e, bi îz'an û famberiyê qebûl bike.
Bersiva wê:
Di heşrê de, hem hatina ruhan a ber bi cesedan ve heye, hem zindîkirina cesedan heye, hem jî, înşakirina cesedan heye. Ev sê Mesele ye:
Meseleya Pêşî:
Mînak ji hatina ruhan a ber bi cesedan ve ev e: Li artêşeke muntezem bifikire ku ji bo îstrehetê, ferdên wê, li her aliyî belav bûne. Bi dengê bilind ê yek boriyekî, hemû komî hev dibin. Belê çawa ku boriyê Îsrafîl ku Sûr e, ji borîzana wê artêşê, ne kêmtir e; her wiha, dema ku li aliyê ebedan û li alema zerreyan bûn, wan ruhên ku xîtaba
ﺍَﻟَﺴْﺖُ ﺑِﺮَﺑِّﻜُﻢْ
ê bihîstibû, ku ji hêla ezelê ve hatî, û bi
ﻗَﺎﻟُﻮﺍ ﺑَﻠَﻰ
yê wan bersiv dabû, helbet ew ruh ji neferên wê artêşê, bi hezaran dereceyî zêdetir musexxer, muntezem û îtaetkar in. Îca Kelîmeya Siyî, bi delîlên qet'î îsbat kiriye ku ne tenê ew ruh, belkî hemû zerre jî, mîna artêşeke Subhanî ne û mîna neferên wê yên fermanber in.
Meseleya Duduyan:
Îca ji vejîna cesedan re jî mînak ku heye ev e: Çawan li bajarekî gelek mezin, di şeveke şênahî de, ji yek navendekê, sed hezar lembeyên elektrîkê, bêyî pêdiviya zeman û demê, di yek xulekekê de pê dikevin û ronî dibin, hema eynî wisa jî, li ser temamê rûyê erdê jî, mimkun e ku ji yek navendekê ji sed mîlyon lembeyî re nûr biête dayîn. Madem mexlûqekî Xwedê yê mîna elektrîkê û xizmetkarek û mumdarekî wî yê li mêvanxaneyeke wî ye, ji Xaliqê xwe, dersa terbiye û întîzamê digre û bi vê dersê, mezherî vê keyfiyetê dibe. Helbet mîna elektrîkê, bi hezaran xizmetkarên nûranî hene, ku temsîliya qanûnên muntezem ên hîkmeta Îlahî dikin, û di vê daîreya van qanûnên Îlahî de, heşra 'ezem, dikare di turfetul 'eynê [gaveke bi qasî niqandina çavan] de bê wucûdê.
Meseleya Sisêyan:
Cesed, ji nişka ve tên înşakirin. Ji vê re mînak: Di demsala beharê de, di nav çend rojan de, temamê pelên wan hemî darên ku hejmara wan, hezar qat ji hejmara temamê mirovahiyê zêdetir e, 'eynî mîna behara berî wê, bi yek carekê, bi awayekî mukemmel tên înşakirin; û dîsa hemû kulîlkên hemû daran û meyweyên/fêkiyên wan û pelên wan, mîna mehsûlên behara derbasbûyî, weke birq û birûskê, bi lez û bezî, îcad dibin; hem ew tov, dendik, reh û kokên bêhed ên ku destpêka wê beharê ne, tafilê bi hev re hişyar dibin/dibişkivin, tên înkîşafkirin û îhyakirin; hem cenazeyên wan hemû darên ku mîna miriyên li ser piyan in û ji hestiyan pêk tên, bi yek emrekî, bi carekê, dibin mezherê "Be'su be'del mewt" û neşir dibin; hem ew ferdên bêhed ên taîfeyên wan heywanên piçûçok, bi awayekî gelek hunerî tên îhyakirin; û hem baxusûs heşra wan qebîleyên mêşan û nemaze jî, ferdên vê qebîleya ber çavê me ku daîma rûyê xwe, çavê xwe, perê xwe paqij dikin û bi vî awayî, destnimêj û nezîfiyê tînin bîra me û rûyê me mist didin, di yek salekê de ku tên heşirkirin, digel ku nufûsa wan, ji temamê hejmara wan ferdên benî Adem ên ji zemanê Adem heta îro zêdetir e jî, di her beharê de, tevî wan qebîleyên dî, di nav çend rojan de tên înşakirin, îhyakirin û heşirkirin îca helbet ji înşaya cesedên mirovan a roja Qiyametê re, ev, ne mînakek e; belkî hezar mînak in.
Belê, ji ber ku dunya daru'l-hîkmet û axîret daru'l-qudret e, ji ber xatirê ku pêdiviya gelek îsmên mîna Hekîm, Murettîb, Mudebbîr, Murebbî heye, li dunyayê, îcada tiştan, heta dereceyekê tedrîcî ye, bi demê ye. Ev jî, bi divêtiya hîkmeta Rebbanî bûye. Îca li axretê, ji hîkmetê zêdetir, ji bo tezahurên qudret û rehmetê, pêdivî bi madde, muddet, zeman û lihêvîmayinê namîne; eşya, tafilê tê înşakirin. Li vê derê, ew kar û barên ku di rojekê de di salekê de tên kirin, li axretê, înşaya wan, di yek gavekê de, di yek lemheyekê de tê kirin. Qurana Mucîzul Beyan, wekî îşareta vê yekê ferman dike:
ﻭَﻣَٓﺎ ﺍَﻣْﺮُ ﺍﻟﺴَّﺎﻋَﺔِ ﺍِﻻ َّ ﻛَﻠَﻤْﺢِ ﺍﻟْﺒَﺼَﺮِ ﺍَﻭْ ﻫُﻮَ ﺍَﻗْﺮَﺏُ
Heke tu bixwazî fehm bikî ku hatina heşrê, mîna hatina behara lipêş, wisa bi awayekî qet'î ye, baş bal û dêhna xwe bide "Kelîmeya Dehan û Kelîmeya Bîst û Nehan" ku derbarê heşrê de ne, û bibîne. Heke bawer nekî ku mîna ye wekî hatina beharê, were tiliya xwe di çavê min re ke.
Meseleya Çaran ku mewta dunya û rabûna Qiyametê ye jî: Gava gerstêrkek an jî, qûrixek/dûvstêrkek di yek kêliyekê de, bi emrê Rebbanî, li kureya me, li mêvanxaneya me bikeve, dikare vê xaneya me, bihedimîne; xera bike. Mîna ye serayekê ku di deh salan de tê çêkirin; lê belê di deqîqeyekê de xerab dibe...
*** PARÇEYÊ ÇARAN Ê ZEYLÊ
ﻗَﺎﻝَ ﻣَﻦْ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍﻟْﻌِﻈَﺎﻡَ ﻭَﻫِﻰَ ﺭَﻣِﻴﻢٌ ٭ ﻗُﻞْ ﻳُﺤْﻴِﻴﻬَﺎ ﺍﻟَّﺬِٓﻯ ﺍَﻧْﺸَﺎَﻫَﺎ ﺍَﻭَّﻝَ ﻣَﺮَّﺓٍ ﻭَﻫُﻮَ ﺑِﻜُﻞِّ ﺧَﻠْﻖٍ ﻋَﻠِﻴﻢٌ
Ango, însan dibêje: "Kî dê van hestiyên riziyayî vejîne?" Tu bibêje: "Kê ew cara ewil înşa kiribin û kî heyat dabe wan, Ew bi xwe dê wan vejîne."
Çawa ku di temsîla sisêyan a Heqîqeta Nehan a Kelîmeya Dehan de hatiye şayesandin û teswîrkirin, zatek, li ber çavan, di rojekê de radibe artêşeke mezin dadimezrîne, tevî vê, gava yek rabe û bibêje: "Ev zatê ha, tabûreke ku ferdên wê, ji bo îstrehetê belav bûne, bi dengê yek boriyekî dikare bide hev û bixe bin nîzama tabûrê." Îca gava tu, hey mirovo [hey mirovê], bibêjî: "Ez bawer nakim." Ka tu dizanî ku înkareke/mandelkirineke çendîn dînîtî ye.
'Eynî wisa jî, zatekî Qedîr ê 'Elîm ku ji hîçiyê, ji nû ve, cesedên tabûr-mîsal ên wan hemû heywanan û xwedîheyatên dî yên artêş-mîsal bi întîzameke tam û bi mîzana hîkmetê, zerreyên wan bedenan û letîfeyên wan, bi fermana kun feyekunê qeyd dike û bi cî dike û di her qernî de, hetta di her beharê de, li ser rûyê erdê, bi sed hezaran cûre û taîfeyên xwedanheyatan ku mîna artêşê ne îcad dike, helbet dê wan zerreyên esasî û cuz-ên eslî yên ku ketine bin nîzama cesedekî tabûr-mîsal û wan hev nas kiriye bi yek seyheyekê, bi boriyê Sûra Îsrafîl, dê bicivîne. De ka dibe ku ev yek, dûrî aqilan bête dîtin û mirov rabe bibêje ka dê bi çi awayî wan bide hev? Heke mirov vê bibêje, ev ku heye, dînîtiyeke ehmeqane ye.
Hem Quran, carinan, ji bo ku fiîlên nuwaze yên Cenabê Heq ku li axretê dike, bi dilan bide qebûlkirin, di awayê amadekirinê de û ji bo ku zihnê, ji tesdîqê re hazir û muheyya bike, di sûretê amadehiyê de, behsa fiîlên xwe yên ecêb ên li dunyayê dike. Yan jî (yekcaran), wan ef'alê ecêb ên Îlahî ku îstîqbalî û axretî ne, bi awayekî wisa zikir dike ku bi gelek ji wan nazîreyên li ber çavên me, qenaet bi me re çê dibe.
Mesela,
ﺍَﻭَ ﻟَﻢْ ﻳَﺮَ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥُ ﺍَﻧَّﺎ ﺧَﻠَﻘْﻨَﺎﻩُ ﻣِﻦْ ﻧُﻄْﻔَﺔٍ ﻓَﺎِﺫَﺍ ﻫُﻮَ ﺧَﺼِﻴﻢٌ ﻣُﺒِﻴﻦٌ
heta dawiya sûreyî... Ha di vê behsê de, li ser meseleya heşrê, Qurana Hekîm, ji bo îsbata heşrê, bi heft-heşt awayan, bi teherekî cihêrengî, îsbat dike. Serê ewil, "Neş'eya Ûlayê", xuliqandina cara pêşî dide ber çavan û dibêje: "Hûn wê çêkirina xwe ya ji nutfeyê heta 'eleqê, ji 'eleqê heta mudxeyê, ji mudxeyê heta xulqiyeta mirovî, dibînin. Ka ev çawan çê dibe ku hûn, îca "Neş'eya Uxrayê", xuliqîna cara duduyan mandel dikin? Ew, [xuliqîne cara duduyan] eynî mîna wê ye; belkî ji wê hê hêsatir e."
Hem Cenabê Heq, bi peyva
ﺍَﻟَّﺬِﻯ ﺟَﻌَﻞَ ﻟَﻜُﻢْ ﻣِﻦَ ﺍﻟﺸَّﺠَﺮِ ﺍْﻻ َﺧْﻀَﺮِ ﻧَﺎﺭًﺍ
îşaretî wan îhsanên xwe yên 'ezîm dike, yên ku ji bo însanan kirine, û dibêje: "Zatekî ku wiha li we nîmetan dike, ka wisa we serîberdayî bernade ku hûn wisa bikevin qebrê û êdî qet ranebin û tim rakevin."
Hem ji aliyê remzî ve dibêje: "Hûn, dibînin ku ew darên mirî, çawan vedijin û hêşîn dibin. Dîsa jî ji we naye û ka çawan hûn nikarin qiyas bikin ku ew hestiyên mîna êzingan, bibin xwedî jiyan. Hûn vê yekê dûrî aqilan dibînin!"
Hem, Yê ku esmanan û erd xuliqandine, de ka qet dibe ku di heyat û memata wan mirovan de, ku meyweya esmanan û erdê ne, neçar bimîne? Yê ku dara mezin a qerase îdare dike, ka bi tu awayî dibe ku girîngî nede meyweya darê û ka ji xeynî xwe, ji hinên dî re qet dike mal? De ka îca hûn çawan zenn dikin ku ew Xaliq, encama temamê darê terk bike û bi vî awayî wê dara xulqiyetê ku bi temamê cuz-ên xwe, bi hîkmetê hatiye hevîrkirin, wisa beredayî li haşê bihêle? Dibêje: Zatê ku li heşrê, dê we îhya bike û we vejîne, zatekî wisa ye ku kaînat hemû, li ber wî, di hukmê neferê fermanber de ye û li ber fermana wî ya
ﻛُﻦْ ﻓَﻴَﻜُﻮﻥُ
ê bi mildaniyeke mukemmel, serfirû dibe û di îtaetê de ye. Xuliqandina beharekê, bi qasî kulîlkekê ji wî re rehet û hêsa tê. Ew, zatekî wisa ye ku îcadkirina temamê heywanan, bi qasî îcada mêşekê, ji qudreta wî re hêsa tê. Îca li hember zatekî wisa, nabe ku mirov rabe bibêje
ﻣَﻦْ ﻳُﺤْﻴِﻰ ﺍﻟْﻌِﻈَﺎﻡَ
û li dijî qudreta wî bi tohmeta neçariyê derkeve meydanê.
Peyre, bi tabîra
ﻓَﺴُﺒْﺤَﺎﻥَ ﺍﻟَّﺬِﻯ ﺑِﻴَﺪِﻩِ ﻣَﻠَﻜُﻮﺕُ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ
ê dibêje: "Qedîrekî Zulcelal ê wisa ye ku dezgîna her tiştî di destê wî de ye, mifteha her tiştî li cem wî ye, ew şev û rojê, havîn û zivistanê, mîna rûpelên kitêbekê, wisa bi rehetî bi ser hev de diqelêbe; dunya û axretê, mîna du menzelan, yekê digre, ya dî vedike. Madem û himin wiha ye, weke encama hemû delîlan,
ﻭَ ﺍِﻟَﻴْﻪِ ﺗُﺮْﺟَﻌُﻮﻥَ
ango piştî qebrê, ew dê we îhya bike, bîne heşrê û di huzûra xwe ya kibriya de, dê hesabê we bibîne."
Ha van ayetan, zihin, ji qebûla heşrê re amade kir; dil jî, hazir kir. Çunkî van, mînakên wan, bi fîîl û kirinên dunyewî nîşan da.
Hem yekcaran ew, wan fîîlên xwe yên axretî, bi awayekî wisa behs dike, radibe nazîreyên wan dide îhsaskirin; da ku cî ji îstîb'ad û înkarê re nemîne. Mesela:
ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺸَّﻤْﺲُ ﻛُﻮِّﺭَﺕْ
û
ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﺍﻧْﻔَﻄَﺮَﺕْ
û
ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺴَّﻤَٓﺎﺀُ ﺍﻧْﺸَﻘَّﺖْ
Ha, di van sûreyan de, bi awayekî wisa behsa wan guherînên mezin û wan teserrufên rubûbiyetê yên di qiyamet û heşrê de dike, ku mirovan, nazîreyên wan li dunyayê dîtine -mesela di dema payîz û beharkî de- lewma êdî mirov, wan guherîn û înqilabên ku di hiş û mêjiyan de naheşirin û dehşetê dixin dilan, wisa bi rehetî qebûl dike. Îca hema tenê îşareta meala îcmalî ya van sê sûreyan jî, gelek dirêj dikeve. Ji ber wê yekê, em dê tenê yek kelîmeyekê, weke numûne nîşan bidin. Mesela bi kelîmeya
ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺼُّﺤُﻒُ ﻧُﺸِﺮَﺕْ
îfade dike ku li heşrê, temamê 'emelên her kesî, di nava yek rûpelekê de, bi awayê nivîskî tê neşirkirin. Ev mesele, ji ber ku xwe bi xwe gelek ecêb e, aqil, ji wê re nikare rêyekê bibîne. Lê belê, çawan ku sûre jî îşaret dike, di heşra beharkî de, çawan ku nazîreyên nuqteyên dî hene, nazîreya vê neşra rûpelan jî, gelek zahir e.
Çunkî, 'emel û fîîlên her dara meywedar û giyayê kulîlkdar jî hene, wezîfeyên wan hene. Wan dar û giyayan, bi çi awayî ew îsmên Îlahî nîşan dabin û pê tesbîhat kiribin, ubûdiyeta wan heye. Ha, temamê 'emelên wan, tevî tarîxa jiyanên wan, hemû, di wan dendikên wan de, di tovên wan de, tên nivîsandin û di behareke dî de, li ser zemîneke dî, derdikevin. Çawa ku bi zimanê wan şikil û sûretên ku nîşan dide, bi awayekî gelek fesîh, behsa wan 'emelên dayik û eslên wan dike wisa jî bi wan şax, gulî, çiqlîk, pel, kulîlk û meyweyên xwe, rûpelê 'emelên xwe neşir dike. Ha, yê ku li ber çavê me, vî karê ha, bi awayekî hekîmane, hefîzane, mudebbîrane, murebbiyane û letîfane dike, ew e ku dibêje:
ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺼُّﺤُﻒُ ﻧُﺸِﺮَﺕْ
Aliyên dî, li vê qiyas bike. Heke te qewet hebe, jê wateyekê derxîne, firehtir bike. Ji bo alîkariya te, em dê vê jî bibêjin.
ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺸَّﻤْﺲُ ﻛُﻮِّﺭَﺕْ
ev kelam, çawan ku bi peyvika "tekwîr", ango bi wateya pêçan û qatkirinê, îşaretî temsîleke muhteşem û ronak dike, wisa nezîrê wê jî, îma dike.
Yekê:
Belê, Cenabê Heq, ji canibê xwe ve, ew perdeyên 'edem, esîr, û asîman vekirin û lembeyeke pirlanta-mîsal a mîna rojê ku dunyayê ronî dike [eynî mîna ye zêr], ji xezîneya rehmeta xwe derxist û şanî dunyayê kir. Îca gava ku dunya bête girtin, dê wê qat bike, perdeyên wê pirlenteyê/niqêmê, lê bipêçe û hilîne/rake.
Duduyan:
An jî; roj karmendeke wazîfedar e ku roniya hêja neşir dike û li serê zemînê ronahî û tarîtiyê bi dorê dipêçe; û Cenabê Heq her êvar, wan tişt û miştên wê karmendê [ku roj e], bi wê dide berhevkirin û wê dide veşartin û yekcaran jî, bi wê perdeya ewr, danûstendina wê kêm dike û carcaran jî heyv, li ber rûyê wê dibe perde, bi qasî dereceyekê, muameleyên wê, vedikşîne, hem wan kar û barên wê yên qîmetdar û deftera muameleyên wê, dide hev û digre. Ha eynî mîna van awayan, helbet ew karmend, weqtekê, dê ji karmendiyê bêhn vede, veqete. Hetta heke tu sedemeke ezilkirinê tune be jî, ew her du lekeyên li rûyên wê ku a niha piçûk in; lê belê her ku diçe mezin dibin ji ber vê ew roj, wê ronahiya ku bi îzna Îlahî li serê erdê dipêçe, îca dîsa dê bi îzna Rebbanî, bi paş ve bikşîne û li serê rojê bipeçêle û dê wiha bibêje: "Haydê, li ser erdê, îş û karê te nema, rabe here Cehennemê, wan kesên ku ji te re îbadet dikirin û digel ku tu karmendeke musexxer î jî, wan li te heqaretê dikir û wan digot ku tu ne sadiq î, bişewitîne." Wê fermana
ﺍِﺫَﺍ ﺍﻟﺸَّﻤْﺲُ ﻛُﻮِّﺭَﺕْ
ê bi rûyê xwe yê ku lekeya reş tê de heye, di rûyê wan de dixwîne.
*** PARÇEYÊ PÊNCAN Ê ZEYLÊ
Erê, bi hukmê hedîsê, ew şexsiyetên herî bijarte yên mirovahiyê ku sed û bîst û çar hezar nebî ne, bi îcma û tewaturê, qismekî jê, bi şuhûdê û qismekî ji wan jî, li ser wê heqqelyeqîna xwe, bi awayekî muttefîqî agahî ji hebûna axretê dane û wan peyamhinartî kiriye ku mirov, dê bi wî aliyî ve biêtin sewqkirin û wan nîşan daye ku Xaliqê kaînatê, bi awayekî qet'î wad kiriye ku dê axretê bîne;
her wiha sed û bîst û çar milyon weliyên ku wan, ew agahiyên li ser vê, ji wan girtine, bi keşf, keramet û şuhûdê, di sûretê îlmelyeqînê de, tesdîq kiriye û wan bi xwe jî, ji hebûna axretê re şahidî kiriye û tevî şahidiya wan, temamê wan navên Sani'ê Hekîm ê vê kaînatê, bi wan cîlweyên xwe yên ku li vê dunyayê nîşan didin, bi awayekî 'eyan beyan îqtîza dikin û pêwist dibînin ku alemeke baqî dê hebe;
û dîsa ew Qudreta ezelî ya bêhed û ew Hîkmeta ebedî ya bêhesab û bêîsraf ku wan cenazeyên dar û berên mirî yên bêhed û bêhesab ên li ser rûyê erdê li ser piyan dimînin, ku her sal weqtê beharkî, bi fermana
ﻛُﻦْ ﻓَﻴَﻜُﻮﻥُ
ji nû ve li heyatê vedigerîne û wan dike mezherê
ﺑَﻌْﺚُ ﺑَﻌْﺪَ ﺍﻟْﻤَﻮْﺕِ
û weke numûne û delîlên bi sed hezaran ên heşr û neşrê nîşan dide, ji wan taîfeyên nebat û ji wan miletên heywanan, tevî sê sed hezar cûreyên wan, heşir û neşir dike û Rehmeteke baqî û Înayeteke daîmî ku wan xwedîjiyanên ku muhtacê riziq in, bi şefqeteke kamil û bi awayekî gelek nuwaze, xwedî dike û serê her beharê, di demeke kurt de, cûreyên xeml û rewşê ku nayin hed û hesabê nîşan dide û wan xweşiyên nuwaze radixe, bi awayekî zipîzelal, diyar dikin ku hebûna axretê divêtiyeke jênager e;
û ew "evîna baqîtiyê" û ew "eşq û şewqa ebediyetê" û ew "daxwazên sermedîtiyê" ku daîmî ne û şedîd in û pir zexm û pêt in û di mirovan de hene û ew mirov jî, meyweya herî mukemmel a vê kaînatê ne û ew mirov, mesnû'ên wisa ne ku Xaliqê kaînatê, herî zêde ji wan hez dike û di nav wan mewcûdên kaînatê de, herî zêde jî bi wan re eleqedar e, bi awayekî vekirî îşaret û delîlî dikin û bi awayekî wisa zêde qet'î îsbat dikin ku di pey vê alema fanî de, alemeke baqî heye, dareke axretê û cîgeheke seadetê heye. Ev îsbat jî ku heye, bi qasî hebûn û wucûda dunyayê, hebûn û wucûda axretê, bi awayekî eyan beyan û bi zipîzelalî, dike ku lazimî bi qebûlkirina hebûna axretê bîne.
{Haşiye: Belê, agahdarkirina bi tiştekî subûtî û bi hebûnê, çi tiştekî rehet û hêsa ye; lê belê mandelkirin, înkarkirin û qebûlnekirin, çi qas tiştekî zor û zehmet e, ha bi vê temsîlê xuya û diyar dibe: Gava yek bibêje: "Li ser kureya erdê, baxçeyekî gelek nuwaze heye, ku meyweyên wî baxçeyî, ji konserveyên şîr in." Îca yekî dî jî bibêje: "Tune ye." Yê ku îsbat bike, hema tenê ciyê wî baxçeyî yan jî, ji meyweyên wî baxçeyî, çend heban nîşan bide, bi hêsayî dikare wê doza xwe îsbat bike. Îca ew mirovê ku mandel û înkar dike, ji bo îsbata qebûlnekirinê, lazim e ku ser temamê rûyê erdê bibîne û nîşan bide, hê nû ancax dikare wê tunehesibandinê bide îsbatkirin.
Eynî mîna vê, yên ku agahî ji Cennetê didin, bi sedhezaran diyarde û nîşaneyên wê, meyweyên wê û eserên wê nîşan didin -ku em li wan nenihêrin- bes gava du şahidên sadiq/rast, ji bo îsbata tiştekî hebin şahidiyên wan ji bo îsbatê bes in. Îca yê ku tiştekî înkar û mandel dike, divê ku li kaînateke bêhed û li zemanekî bêhed temaşe bike, bibîne û piştî ku baş li van deran geryan pêk anî, hîna nû dikare wê qebûlnekirinê îsbat bike û tunebûna wan nîşan bide.
De ha hey [xwişk] û birayên pîr û extiyar, fehm bikin bê ka îmana bi axretê, çendîn derece bi qewet e.
Seîdê Nûrsî}
Madem, derseke herî girîng ku Qurana Hekîm dide me, "îmana bi axretê" ye û ew îman jî, ev çend derece bi qewet e û di wê îmanpêanînê de, hêvî, bendewarî û teselliyeke wisa heye ku sed hezar pîrekalî û extiyarî bi serê yek şexsekî de jî biê, dikare bi saya teselliya ku ji vê îmanê tê, li ber xwe bide. Em kesên ku pîr û kal in, divê bibêjin
ﺍَﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﻋَﻠَﻰ ﻛَﻤَﺎﻝِ ﺍْﻻ ِﻳﻤَﺎﻥِ
û bi îxtiyarbûna xwe kêfxweş bibin. Wateyên Metnên Erebî
1. Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm.
2. Hele/çika li berhemên rehmeta Xwedê binihêre! Piştî ku erd dimire, ka çawa ji nû ve, ew, wê vedijîne. Bê guman ew bi vî awayî, miriyan dide zindîkirin. Ew Qadirê kullê eşya ye. (Rûm: 50)
3. Tu tiştek tune ye ku tevî pesindana wî, ne di tesbîhkirina wî de be. (Sûreyê Îsra: 44)
4. Ne ji bo te bûya, ne ji te bûya, min felek nedixuliqandin. Eclûnî, Keşful Xefa: 2/148, nû: 2121
5. Bi qasî tijehiya dunya û Cennetan, selat û selamên wî Rebbê Rehman û Rehîm, li ser wî [Resûlellahî] be. Ya Rebbî, li ser wî hebîbê te, ebdê te û wî resûlê te selat û selam be, yê ku seyyîdê her du dunyayan e û wesîleya îftîxara her du aleman e û wesîleya heyata her du dunyayan e û wesîleya seadeta dunya û axretê ye û zulcenaheyn e û pêxemberê îns û cinan e; û li ser hemû alê mala wî û li ser sehabiyên wî û li ser wan pêxemberên dî ku birayên wî ne û li ser wan resûlan jî selam be. Amîn.
6. Min îman anî bi Ellah û Roja Axretê.
7. Sureyê Loqman: 28
8. Mîsalên (sifetên) herî qedirbilind, eydê Xwedê teala ne. (Sureyê Nehl: 60) 9. Delîlê herî qedirbilind ên qet'î û zelal, ji bo Xwedê ne. (Sureyê En'em: 149) * A niha bal û dêhna xwe bide berhemên rehmeta Xwedê; bê ka çawa erdê, piştî mirina wê îhya dike. Bê guman bi vî awayî Ew, dê miriyan jî îhya bike. Ew ku heye, Qadirê ser her tiştî ye. (Sureyê Rûm: 50) * [Wî xuliqandina xwe jibîra kir û ji me re] got: "Kî dê îhya bike van hestiyên ku riziyane." Tu bibêje: "Ew wan îhya dike ku cara ewil jî, wî ew xuliqandine û ew, bi xuliqandina her tiştî dizane. (Sureyê Yasîn: 78-79) * Gelî mirovan, teqwa bikin ji Rebbê xwe. Bê guman zelzeleya/erdheja qiyametê tiştekî ezîm e. Gava hûn çav bi wê rojê bikevin, hûn dê bibînin ku wê rojê, ew dayika ku [bebikê xwe] dimêjîne, dê wî yê li ber pêsîra xwe jibîra bike û bireve û her çi jina ku bi hemle be, dê hemla xwe dêne û wê rojê tu dê bibînî ku mirov, serxweş in; çi heye ku ew ne serxweş in; lakin, bê şik, ezabê Xwedê şedîd e. (Sureyê Hec: 1-2) * Tu îlah tune ye ji xeynî Xwedê, ji bo roja qiyametê ku çu şik şubhe jê re tune ye, Ew, dê we bide hev û bîne cem hev. Ka ji Xwedê rast-tir kî heye ku gotina rast bibêje? (Sureyê Nîsa: 87) * Bê guman yên ebrar, di nav nîmetan de ne. Û bê guman yên fuccar, di cehîmê de ne. (Sureyê Înfîtar: 13-14) * Gava zelzele li erdê bikeve. Û gava (erd) wan giraniyên nava xwe derxe derve. Û gava ku mirov bibêje ev çi ye. Wê rojê, erdê, behsa exbarên wê dike. Lewre Xwedayê te, ji wê re wehiy kiriye. Wê rojê, ji bo 'emelên însanan ji wan re bê nîşandan, ew komo komo derdikevin. Îca kî ku bi qasî misqalê zerre xêr kiribe, dê bibîne. Û kî ku bi qasî misqalê zerre şerr kiribe, dê bibîne. (Sureyê Zîlzal: 1-8) * Qarîe. Çi ye Qarîe? Ka tu dizanî Qarîe çi ye? Wê rojê mirov, mîna perwaneyan in ku vir de wê de tên avêtin. Û çiya, mîna wan hiriyên rengîn in ku bi derdorê ve tên belavkirin. Lê îca mêzînên kê giran bên, êdî ew, di heyateke xweş de ye. Îca mêzînên kê sivik bên, diya wî (cî û warê wî) Hawiye ye. Ka tu dizanî gelo çi ye Hawiye? (Ew,) agirekî sor e. (Sureyê Qarîe:1-11) * Xeyba esmanan û erdê, eydê Xwedê ye û karûbarê qiyametê, bi qasî niqandina çavan e; yan jî hîn nêztir e. Bê guman Xwedê Qadirê her tiştî ye. (Sureyê Nehl: 77) 10. Ya Rebbê min, tu selam li wî zatî bike, yê ku meyweya herî letîf, herî şerîf, herî kamil, herî espehî ye û wî zatê ku te ew ji aleman re weke rehmet şandiye û ew zat e ku dibe wesîle ku em bigihîjin wê meyweya herî zêde xemilandî, herî xweşik, herî ronak/rewneqdar, herî qedirgiran a wê dara ku bi ser Cennetê re xwar bûye.
11. Ya Rebbê min, tu bidî qedr û xatirê wî Pêxemberê ku bijarte ye, tu me dê û bavê me, ji agirê Cehennemê biparêzî. Tu me, dê û bavê me, bi ebraran/qencan re daxilî Cennetê bikî.
12. Gava hûn gihîştin êvarê, dema ku hûn ketin weqtê sibehê, di dawiya weqtê rojê de û gava roj gihîşt nîvro, Xwedê tesbîh bikin; jixwe hemd û senayên ku li esmanan û erdê (tên kirin), ji wî re ne. * Ji miriyan sax; ji saxan jî mirî, ew derdixe. Di pey mirina erdê de, ew ser rûyê erdê îhya dike. Ha hûn jî, (ji gorên xwe) bi vî awayî dê bên derxistin. * Ji ayetên wî ne ku wî hûn ji axê xuliqandine. Peyre hûn, bi beşerî (weke mirovan) li ser rûyê erdê tên belavkirin.* Wî ku, ji bo ku bêhna we bi hev derkeve û hûn li hev germ bibin, ji nefsa we, ji we re zewce xulq kirine û, hezkirin û merhemet kiriye navbera we, ha ev bi xwe jî, ji ayetên wî ye. Bi rastî di vê de, ji bo qewmekî ku difikire, ayet hene. * (Îca) xuliqandina esmanan û erdê û cihêrengiya ziman û rengên we jî, ji wan delîlên (hebûna) wî ne. A rast, di vê de, ji bo aliman, ayet/delîl hene. * Û ji ayetên wî ne hûn bi şevê radikevin, bi rojê, hûn ji fezla wî (li rizqê xwe) digerin. Bê guman di vê yekê de, ji bo wan qewmên ku dibihîsin ayet hene. * Û ji ayetên wî ne ku ji bo tirs û hêvîdariyê bide we, birûskê nîşanî we dide, ji esmanan, avê nazil dike û pê, erdê îhya dike di pey mirina wê de. Bê guman di vê yekê de, ayet hene ji bo qewmekî ku aqil dike. * Ji ayetên wî ne ku bi fermana wî, esman û erd, teqûm dibin, wisa qaîm disekinin; peyre çawa gava ji erdê gazî we kir, hûn dê ji erdê tafilê derkevin. * Ji wî re ye çi tiştên ku li esmanan û erdê ne û hemûyan ji wî re serê xwe xwar kiriye. * Ê ku serê pêşî mexlûqan xuliqand û peyre jî, ji nû ve vê xulqê pêk tîne, Ew e, ev ji bo wî, gelek rehet û hêsa ye. Sifetên herî mezin ên li esmanan û erdê, yên wî ne, ew Ezîz û Hekîm e. (Sûreyê Rûm: 17-27)
13. Hukum, ê wan e ku xalib/serketî ne.
14. Û bi qasidên Wî.
15. Û bi kitêbên Wî.
16. 1-Gava ku roj li hev hat pêçandin û .. (Sûreyê Tekwîr: 1) * 2-Gelî mirovan, ji Rebbê xwe bitirsin. Bê guman erdheja roja Qiyametê, tiştekî gelek erjeng e. (Sûreyê Hec: 1) * 3-Kureya erdê, gava bi wê hejîna xwe ya ku xasî bi xwe ye hejiya. (Sûreyê Zîlzal: 1) * 4-Gava ku esman ji hev qelişî (Sûreyê Înfîtar: 1) * 5-Gava ku esman ji hev qelişî û ji hev şeq bû. (Sûreyê Înşîqaq: 1) * 6-Ka gelo ew, pirsa çi tiştî ji hev û din dikin û disekinin (Sûreyê Nebe: 1) * 7-Ew xebera/nûçeya qiyametê ku bi dehşeta xwe, bi ser her tiştî re vedigre, ji te re nehat gelo? (Sûreyê 'Xaşiye: 1) 17. Îmana bi Roja Axretê
18. Rebbê esmanan û erdê.
19. Îmananîna bi melek, qederê û îmananîna bi wê yekê ye ku xêr û şer, ji Xwedê tê.
20. Gava hûn gihîştin êvarê (êvarkî û eşakî), dema hûn gihîştin weqtê sibehê, di dawiya rojê de, gava hûn bigihîjin weqtê nîvro, Xwedê tesbîh bikin; jixwe li esmanan û erdê, hemd (û sena) ji bo wî ne. Ji miriyan zindî; ji zindiyan mirî, Ew derdixe. Ser rûyê erdê jî, di pey mirina wê de, Ew wê heyy/zindî dike. Ha, hûn jî, (ji gorên xwe) bi vî awayî dê bêne derxistin. (Sûreyê Rûm: 17-18)
21. Tiştê ku tê bihîstin, tenê yek seyheyek (qêrînek) e. (Yasîn: 29)
22. (Rabûna) Qiyametê, di zemanekî wisa de pêk tê ku bi qasî girtin û vekirina çavan (ango bi qasî muhleta niqandina çavan) e. (Sûreyê Nehl: 77)
23. Qey ez ne Rebbê we me? (Sûreyê 'Araf: 172)
24. Wan got: Belê, tu Rebbê me yî. (Sûreyê 'Araf: 172)
25. Rabûna Qiyametê, di demeke bi qasî niqandina çavan de yan jî, di demeke wisa hindik de ye ku hêna ji wê jî hindiktir e. (Nehl: 77)
26. Qey mirov nabîne ku me ew, ji nutfeyekê xuliqandiye; a niha jî, îca rabûye bûye dijminekî eyan beyan? (Sûreyê Yasîn: 77)
27. Wî ku ji bo we, ji dara ter û teze ya hêşîn, agir çê kiriye... (Sûreyê Yasîn: 80) 28. Şana wî Xwedayê ku melekûta her tiştî di destê wî de ye, çi qas mezin e! (Sûreyê Yasîn: 83)
29. Û hûn dê ber bi wî ve bêtin vegerandin. (Yasîn: 83)
30. Gava roj li hev bê qatkirin û pêçan. (Sûreyê Tekwîr: 1)
31. Gava terk li esmanan bikeve. (Sûreyê Înfîtar: 1)
32. Gava esman biterike û ji hev parçe bibe. (Sûreyê Înşîqaq: 1)
R.Heşrê - 4
Kommentare
Kommentar veröffentlichen