Rîsaleya Siruştê



  Ji Kulliyata Rîsaleyên Nûr 
  Rîsaleya Siruştê 

  Lem'aya Bîst û Sisêyan 
  Bedîuzzeman 
  Seîdê Nûrsî 

  Malavayî 
   Ez spasiyên xwe pêşkeşî hevalên hêja yên wekî Ayhan Yildiz, Burhan Tek û Umran Altinkiliç dikim ji ber ku wan, bi rexne û dîtinên xwe yên girîng alikariya min kirin. Xwedê ji wan razî be.
  R.Ç.    Rîsaleya Siruştê 
   [Berê Noteya Şanzdehan a Lem'aya Hivdehan bû, lê ji ber girîngiya xwe bûye Lem'aya Bîst û Sisêyan. Fikra kufrê ya ku ji siruştperestiyê tê, bi awayekî ku êdî qet venaje dikuje; hîmê bingehîn ê kufrê serûbin dike.]
  Bibîrxistin 
   Di wê noteyê de rûyê eslê riya ku qismê înkarker ên siruştperest tê de diçin, bi neh muhalên ku herî kêm not muhalan dihundirîne hatiye beyankirin ku çiqas ji aqil dûr e, çiqas kirêt e, çi derece xurafe ye. Ji ber ku ew muhal, di hin rîsaleyên din de qismen hatine îzahkirin, li vê derê ji ber kurtbûna vê Rîsaleyê, hinek pêling hatine qevastin. Ji bo vê yekê, ji nişka ve tê bîrê ku ev feylesofên aqilmend ên navdar, çawa dibe ku xurafeyeke evqas zahir û aşkere qebûl kirine û di wê rêyê de diçin.
   Belê wan, rûyê eslê riya xwe nikarîbûne bidîtina.
   Hem, heqîqeta riya wan û lazimî û pêwîstiya riya wan a ku kirêt û mekrih û derî aqil e
   {Têbinî: Ji ber ku bi teherekî gelek mutecawiz û kirêt; 'heqîqetên îmanê' tên tezyîfkirin û 'ev xurafe ye' tê gotin bo tiştê ku eqlê wan ê pûçbûyî nagihêje û bêolî ji siruştê re tê spartin û bi van awayan bi ser Qur'anê de êrîş tê kirin ev Rîsale hat nivîsîn. Îca ew êrîş, hîddeteke bişîddet da (qelbê) qelemê ku bi wan mulhîd û bi wan xwedîmezhebên batil ên ku ji heq rû badane, sîleyên xelîz û bişîddet da xwarin. Yan na rêbaza Rîsaleya Nûrê; bi nezîhî, bi nazîkî ye û gotinnerm e.}
di serikê her muhaleke nivîsî de hatiye beyankirin. Ez amade me ku wê xulaseya mezhebên wan a ku lazimî û muqtezaya zarûrî ya riya wan e, ji kesên ku gumanên wan hene re bi gelek aşîkarî û bi delîlên gelek qat'î û bi awayekî berfireh beyan û îsbat bikim.  ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ
 ﻗَﺎﻟَﺖْ ﺭُﺳُﻠُﻬُﻢْ ﺍَﻓِﻰ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺷَﻚٌّ ﻓَﺎﻃِﺮِ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ
   Ev Ayeta Kerîm, bi îstîfhama înkarî dibêje: "Der heqê Cenabê Heq de guman nabe û divê nebe." û bi vê gotinê nîşan dide ku wucûd û wehdaniyeta Xwedê di dereceya bedahetê de ye.
   Berî ravekirina vê razê bîranînek:
   Ez di sala hezar û sê sed û sî û heştan (1922) de çûm Enqereyê. Min dît ku fikra zindiqiyeke gelek erjeng, di nav rewşenbîrên ehlê îmanê yên ku dilşa ne û ji hişê xwe çûne ji ber serkeftina Artêşa Îslamê ya li dijî Yewnanan de, bi fêlbazî dixebite ku bikeve navê, xera bike û bi jehrê bixe. Min got: Hey wax! Ev ejderha, dê dest bavêje erkanê îmanê. Wê çaxê, ji ber ku ev Ayeta Kerîm, wucûd û wehdaniyetê di dereceya bedahetê de îfham dike, min jê hawar xwest; min burhaneke xurt a di dereceya ku dikare serê wê zindiqiyê biperçiqîne û belav bike ku ji Qur'ana Hekîm hatiye stendin, di Rîsaleya Erebî de nivîsî. Min li Enqereyê li Çapxaneya Yenî Gunê, dabû çapkirin. Lê mixabin, ji ber hindikbûna kesên ku bi Erebî dizanin û kêmbûna kesên ku bi girîngî lê dinihêrin, ew burhana xurt a ku bi awayekî kurt û gelek muxteser hatibû nivîsîn, tesîra xwe nîşan neda. Mixabin, ew fikra bêdînîtiyê, hem bi pêş de çû hem qewet stend. Ji mecbûrî, ez ê wê burhanê bi Tirkî hinekî rave bikim. Ji ber ku hin parçeyên wê burhanê, di hin rîsaleyan de tam hatine ravekirin, li vê derê dê bi kurtayî bê nivîsîn. Ew burhanên ku di hin rîsaleyên din de dabeş bûne, di vê burhanê de qismen dibin yek; her yek dibe wek parçeyekî vê burhanê.  
  PÊŞGOTIN 
   Hey însan! Bizanibe ku peyvên bidehşet ên ku ji devê mirovan der dikevin û bêhna bêoliyê didin hene. Ehlê îmanê, wan bi nezanî bi kar tînin. Em ê ji wan peyvên muhîm, sê heban beyan bikin.
   A yekê: 
   "Ewcedethul Esbâb" yanî, sebeb, vî tiştî îcad dikin.
   A duduyan: 
   "Teşekkele Bînefsîhî" yanî, xwe bi xwe teşekkul dibe, çê dibe û diqewime û şîn dibe.
   A sisêyan: 
   "Îqtezathut Tebîet" ango, siruştî ye, siruşt îqtîza dike (hewce dibîne) û îcad dike.
   Belê, madem mewcûd hene û nayên înkarkirin. Hem her bûnewer bi sen'et û bi hîkmet tên wucûdê. Hem madem ne qedîm in, ji nû ve çê dibin. Her hal, hey mulhîd! Vê mewcûdê, mesela vî heywanî, yan tê bibêjî ku esbabê alemê, wî îcad dike yanî bi kombûna sebeban ew mewcûd çê dibe... An jî ew xwe bi xwe teşekkul dibe... An jî ji ber pêdiviya siruşt(a wî)ê, bi bandora siruştê, tê wucûdê... An jî bi qudreta Qedîrekî Xwedîcelal tê îcadkirin.
   Madem li gorî aqil, ji xeynî van çar riyan tu riyên din tune ne. Heger muhalî, batilî, nemimkunî û derî qabûliya her sê riyên pêşî bi qethî bên îsbatkirin, bi zarûret û bi aşkerayî, riya çaran a ku riya wehdaniyetê ye bê şik û bê guman sabit dibe.
 
   ÎCA RIYA YEKÊ KU: 
   Bi kombûna sebebên alemê teşkîla tiştan û çêbûna mexlûqan e. Em, ji gelek muhalên wê, tenê sê heban tînin zimên.
   A YEKÊ: 
   Di dermanxaneyekê de bi maddeyên gelek cihêreng tije, bi sed sed şûşeyên qewanozî hene. Ji wan dermanan macûneke xwedîjîn hate xwestin. Hem -ji wan- çêkirina tîryaqeke newaze ya jîndar îcab kir. Em hatin, me di wê dermanxaneyê de gelek macûnên xwedîjîn û tîryaqên jîndar dîtin. Me, ji wan macûnan li her yekî tetqîq kir. Em dibînin ku ji her yek ji wan şûşeyên qewanozî bi pîvanên taybet, dîrhemek du dîrhem ji vê, sê-çar dîrhem ji ya din, şeş-heft dîrhem ji yeka din hwd. di mîqdarên cihê de derman hatine stendin. Heger ji yekê dîrhemek kêm an zêde bê stendin, ew macûn, xwedîjîn nabe yan nikare xasiyeta xwe nîşan bide. Hem, me ew tîryaqa jîndar jî vekola. Ji her qewanozekê, bi pîvaneke taybet maddeyek hatiye stendin ku heke bi qasî misqalê zerreyê kêm an zêde be ew tîryaq, taybetmendiya xwe wenda dike. Ji wan qewanozên ku ji pêncî hebî zêdetir in, ji her yekê, bi pîvaneke cihê, di mîqdara cihê cihê de derman hatine stendin. Gelo, ma ji tu hêlê îmkan û îhtimal heye ku -mîqdarên cihêreng ên ku ji wan şûşeyan hatine stendin- ji ber tesadufeke sosret an jî ji ber lêxistina hewayeke bibahoz ew şûşe biqulibin û mîqdarên ku bi pîvanên taybet hatibûn stendin bila tenê ew mîqdar biherikin, bi hev re biçin, kom bibin û wê macûnê teşkîl bikin? Gelo tiştekî ji vê xurafetir, muhaltir, batiltir heye? Ker zehf zehf têkeve kerîtiyekê, piştre heke bibe însan, dê bibêje: "Ez vê fikrê qebûl nakim" û dê bireve.
   Ha, mîna vê mîsalê, her xwedîjîn (însan û heywan) helbet macûneke xwedîjîn e û her nebat (dar û ber) mîna tîryaqeke jîndar e ku ji maddeyên ku bi pîvaneke zehf taybet ji gelek dermanên cur bi cur û ji gelek maddeyên cihêreng hatine stendin, hatine terkîbkirin. Heger ji sebeb û unsûran re bê îsnadkirin û bê gotin ku "sebeban ew îcad kir" eynî mîna bi qelibîna şûşeyan çêbûna wê macûna di dermanxaneyê de, bi sed dereceyî ji aqil dûr e, muhal û batil e.
   Welhasil: 
   Di vê dermanxaneya mezin a alemê de, maddeyên heyatî yên ku bi pîvana qeza û qederê ya Hekîmê Ezelî hatine stendin, ancax bi hîkmeteke bêhed û bi ilmekî bêdawî û bi îradeyeke şamîlê her tiştî, dikarin bên wucûdê... Îca ew bextxerabê ku dibêje: "Ev îcad, karê unsûrên giştî û tebîetan û sebebên kullî ne ku kor, kerr, bêhidûd in û wek lehiyê diherikin." û hezeyankarekî dîn ê ku dibêje: "Ew tîryaqa ecêb, xwe bi xwe ji qelibîna şûşeyan der ketiye û çê bûye." ji ehmeqekî serxweş ketiye, zêdetir ehmeq in. Belê ew kufur; hezeyaneke ehmeqane, serxweşane û dînane ye.
   MUHALA DUDUYAN: 
   Heger her tişt, ji Qedîrê Zulcelal ê ku Wahîdê Ehed e neyê zanîn, belkî li sebeban bê îsnadkirin, wê çaxê lazim e ku mudaxeleya gelek hêman û sebebên alemê di wucûda her xwedîjînekî de, hebe. Halbûkî di wucûda mexlûqekî biçûk -wekî mêş- de bi întizama kamil, bi pîvaneke gelek hessas û bi tifaqiyeke temam kombûna sebebên cihêreng û dijî hev û dijber, ewqas muhaleke aşkera ye ku ew kesê ku bi qasî perê mêşê hişê wî heye [jî], dê bibêje: "Ev muhal e, nabe ku çê bibe!" Erê, cismê mêşeke biçûçik, bi piraniya unsûr û sebebên gerdûnê re têkildar e, belkî puxteyeke wê ye. Heger ji [destê] Qedîrê Ezelî neyê zanîn, divê ew sebebên maddî bi xwe, li ba wucûda wê amade bin, belkî pêwîst e ku bikevin cismê wê yê biçûçik. Belkî îcab dike ku bikevin hucrekeke çavê wê ya ku nimûneyeke biçûk a cismê wê ye. Çimkî, ger sebeb maddî be; lazim e ku li hinda musebbebê û di hundirê wî de be. Heger wisa be, divê bê qebûlkirin ku erkanê alemê û enasir û tebayî', ji hêla maddî ve di hundirê wê hucrekikê ku tiliyên mîna serê derziyê yên du mêşan tê de hilnayên de ne û mîna hoste tê de dixebitin.
   Ha, ew kesên herî xirexav ên ji sofîstan jî, ji rêyeke wisa fedî dikin.
   MUHALA SISÊYAN: 
   Bi vê qaîdeya rûniştî ya
 ﺍَﻟْﻮَﺍﺣِﺪُ ﻻ َ ﻳَﺼْﺪُﺭُ ﺍِﻻ َّ ﻋَﻦِ ﺍﻟْﻮَﺍﺣِﺪِ
yê: "Heger wehdeta mewcûdekê hebe, helbet [ancax] ji wahîdekî, ji destekî dikare der keve holê." Xusûsen ew bûnewer, heger di nav întizameke gelek têkûz û pîvaneke hessas de be û mezherê heyateke cami' be, bi aşkerayî xuya dibe ku ji çend destên cihê cihê yên ku sebebê ixtîlaf û tefrîqa û tevlihevbûnê ne der neketiye, bel(ê)kî ji tek destekî ku gelek Qedîr û Hekîm e, der ketiye. Îca tevî ku wisa ye, ji destên tevlihevbûyî yên wan sebebên siruştî yên ku bêhed, bêcan, nezan, mutecawiz û bêhiş in û di nav tevlihevbûnê de ne û kwîr û kerr in -tevî ku di nav rêyên îhtimalî yên bêhejmar de û bi kombûn û bi bihevrebûnê ku kwîrbûn, kerrbûniyên wan sebeban zêde dibe- zanîna wê mewcûda ku muntezem û bi wezin û wahîd e, mîna qebûlkirina tevahiya sed muhalî ji aqil dûr e. Haydê em li vê muhaliyê nenihêrin, helbet tesîrên sebebên maddî, bi temasê û bi mubaşeretê/destpêkirinê dibe. Hal şan ev e ku, destlêdana wan sebebên siruştî, bi zahiriya bûnewerên giyanewer re ye. Halbûkî em dibînin ku batinê wê giyanewerê ku destên wan sebebên maddî nagihîje û nikare temas bike, bi deh carî ji zahirê wan muntezemtir, letîftir û ji aliyê hunerê têkûztir e. Giyanewerên biçûçik û heywanokên biçûçik ên ku sebebên maddî ku bi dest û alavên xwe, bi tu awayî nikarin tê de bi cih bibin, belkî nikarin tam temasê zahirê wan jî bikin, ji mexlûqên herî mezin bi hunerî ecêbtir e, ji aliyê xuliqandinê ve di awayekî bedî' de ye. Ji wan sebebên kor, ker ên ku bêcan, nezan, qeba, dûrî hev, mezin û dijberî hev in re îsnadkirina vê yekê, ancax bi korbûna bi sed dereceyî û bi kerrbûna bi hezar dereceyî dikare bibe.  
   ÎCA MESELEYA DUDUYAN: 
   "Teşekkele Bînefsîhî" ye. Ango, xwe bi xwe teşekkul dibe. Ha, gelek muhalên vê hevokê jî hene. Ji gelek hêlan ve batil e, muhal e. Bo nimûne, ji muhaliyên wê, em ê sê heban beyan bikin.
   A YEKÊ: 
   Hey înkarkerê rikdar! Ez-eziya te, tu ewqas ehmeq kiriye ku tu dikarî sed muhalî tev(di carekê) de qebûl bikî. Lewra tu, mewcûd î. Û tu ne maddeyeke basîd î û ne bêcan û bêguhertin î. Belkî tu weke makîneyekê yî ku gelek muntezem e û her tim di nuhbûnê de ye û mîna qesreke têkûz e ku tim û daîm di tehewwulê de ye. Zerre, di wucûda te de her dem dixebitin. Wucûda te bi gerdûnê re bi taybetî bi munasebeta rizqê, xusûsen ji aliyê dewama celebê ve têkildar e û danûstandina wê heye. Zerreyên ku di wucûda te de dişixulin, ji bo wê têkildariyê xera nekin û wê eleqedariyê neşkênin û nebirin, dîqqet dikin û ew, gavên xwe wisa bi îhtiyad davêjin. Tu dibêjî qey ew, li hemû gerdûnê dinihêrin; ew, têkiliyên te di gerdûnê de dibînin û wisa tev digerin. Tu bi hîssên xwe yên zahîrî û batinî, li gorî wê helwesta newaze ya wan zerreyan îstifade dikî. Heger tu qebûl nekî ku zerreyên ku di wucûda te de ne, memûrên biçûçik ên ku bi qanûna Qedîrê Ezelî hareket dikin an artêşeke Wî ye yan serê pozikên qelema Qederê ne; her zerreyek serê pozê qelemekê ye yan xalên qelema Qudretê ne, her zerreyek xalek e, wê çaxê ji her zerreyekî ku di çavê te de dixebite re, çavekî wisa pêwîst e ku digel dîtina her aliyê tevahiya cesedê te, hemû gerdûnê jî ku tu, pê têkildar î, bibîne... Û divê jê re aqilek bê dayîn ku bi qasî sed aqilmendên ku dê hemû dema borî û dema bê ya te û nesl û eslê te û çavkaniyên unsûrên te û madenên rizqê te bizanibin, nas bikin. Ji zerreyeke wî kesê ku di van mijaran de mîna te bi qasî zerreyê eqlê wî tune ye re, dayîna ilm û hişekî bi qandî hezar Eflatûnî, xurafeperestiyeke bi hezar dereceyî dîhnane ye.
   MUHALA DUDUYAN: 
   Wucûda te, dişibe qesreke têkûz û hezarqubbeyî ku kevir, di her qubbeya wê de, bêstûn serî dane ser hev û di valayiyê de hatine sekinandin. Belkî wucûda te, bi hezar carî ji vê qesrê ecêbtir e. Lewra, ew qesra wucûda te, her tim bi întizameke kemilî, tê tezekirin. Berê çav ji qelb, ruh û letîfeyên manewî yên ku gelek newaze ne, bade; her yek azayekî ku di bedena te de ye bi tenê mîna menzîla yekqubbeyî ye. Zerre, mîna kevirên ku di wê qubbeyê de ne bi întizam û bi mêzîna mukemmel, serî didin ser hev û avahiyeke newaze, hunereke derî adetê, yekoyek mucîzeyên ecêb -mîna çav, ziman- ên qudretê nîşan didin. Heger ev zerre, yekoyek memûrên ku ne di bin emrê Hostayê vê alemê de bin, wê çaxê divê her zerreyek, ji zerreyên ku di tevahiya wê bedenê de ne re; hem bibe hakimê mutleq hem jî ji her yekê re bibe mehkûmê mutleq hem ji her yekê re bibe hevta hem di nuqteya hakimiyetê de bibe dijber hem bibe mesder û çavkaniya gelek sifetên ku tenê taybetmendiyên Wacibûl Wucûd in hem gelekî girêdayî be hem di awayekî gelekî serbest de be. Hem, ew kesê ku bi qasî zerreyê hişê wî heye jî dê fêm bike ku ji wan zerreyên bêhed re îsnadkirina sen'etekî wahîd ê gelek muntezem ê ku bi sirra wehdetê, ancax dikare bibe esera Wahîdekî Ehed, muhaleke gelek aşîkar e, belkî sed muhalbûna vê yekê heye.
   MUHALA SISÊYAN: 
   Heger, wucûda te bi qelema Qedîrê Ezelî ku Wahîdê Ehed e, destnivîs nebe û çapbariya ku pêgirê esbabê, siruştê be, wê çaxê ji hucrekeke bedenê ku di wucûda te de ye bigre -weke daîreyên di nav hev de ne- [heya tevahiya wucûda te] divê jê pêkhatiyên bedenê yên bi hezaran, qalibên siruştê peyde be. Lewra, mesela ev kitêba ku di destê me de ye, heke bi destnivîsê be, tek pênûsek, bi palpiştiya ilmê nivîsevanê wî, wan tev de dinivîse. Heger ew, destnivîskî nebe û ji pênûsa wî neyê zanîn û bê gotin ku "xwe bi xwe hat nivîsîn" yan ji siruştê bê zanîn; wê çaxê mîna pirtûka çapxaneyê, ji bo her herfeke wê pênûseke hesînî ya cihê lazim e ku bila bê çapkirin. Çawa ku di çapxaneyê de bi qasî hejmarên herfan, herfên hesinî hene, dû re ew herf tên nivîsîn, îca ji ber vê yekê ji bedêla yek pênûsekê, divê bi qasî hejmara wan herfan, pênûs bên peydekirin. Belkî di nav wan herfan de, weke carinan dibe, heke bi pênûsa biçûk, di herfeke mezin de rûpelek -bi xeta zirav- hatibe nivîsandin, wê çaxê bi hezaran pênûs ji bo yek herfekê lazim dibin. Belkî [carinan jî wekî daîreyên di nav hev de] daxilê hevdû bibe û bi weziyeteke muntezem, şeklekî -mîna cesedê te- bistîne, wê çaxê di her daîreyekê de, ji bo her beşekê, bi qasî hejmara wan murekkeban, qalib lazim in. Haydê heger tu, ji bo vê terza ku sed muhal tê de heye bibêjî ku 'mimkun e' û vê qebûl bikî jî, ji bo çêkirina van herfên hesinî yên hunera rêkûpêkiyê ne û van qalibên têkûz û van pênûsan -heke ji tek pênûsekê re neyên spartin, ji bo ku ew herfên hesinî, ew qalib, ew pênûs bên çêkirin- dîsa bi qasî hejmara wan, pênûs, qalib û herf lazim in. Lewra ew jî hatine çêkirin û ew jî hunera rêkûpêkiyê ne. Û wekî vê li pey hev bi qasî dikare biçe dê biçe...
   Haa, de tu jî fêm bike ev, fikreke wisa ye ku bi qasî hejmara zerreyên te, muhal û xurafe tê de hene. Hey mûettilê riko! De tu jî şerm bike, dev ji vê dalaletê berde!  
   PEYVA SISÊYAN: 
   "Îqtezathut Tebîet" Ango, Siruşt pêdivî dibîne; siruşt çê dike. Ha, gelek muhalên vê darazê [jî] hene. Bo nimûne, em sê hebên wê tînin zimên.
   A YEKÊ: 
   Sen'et û îcadkirinê ku bi dîtinî û hekîmane ye yên ku di bûneweran de, bi taybetî di giyaneweran de xuya ne, heger ji qelema qeder û qudretê ya Şemsê Ezelî neyê zanîn, belkî ji siruşt û qewetê ku kerr, kwîr û bêfikr e re bê îsnadkirin, wê çaxê lazim e ku siruşt, di her tiştî de ji bo îcadê, makîne û çapxaneyên manewî yên bêhejmar bihundirîne yan jî di her tiştî de qudret û hîkmeteke ku dikare Kaînatê biafirîne û îdare bike, bi cî bike. Lewra; çawa ku şewq û şemal û cîlweyên tavê, di parçeyên camê yên biçûk û dilopên li ser rûyê erdê ne de, xuya dibe. Heger ew tavikên mîsalî û eqsî, ji wê tava yekta ya li esman re neyên îsnadkirin wê çaxê lazim e ku di parçeya biçûk a camê ya ku serikê niftikekî jî tê de bi cih nabe de, wucûda xaricî ya taveke siruştî, fitrî, xwedî taybetmendiya Tavê, li gorî ku dixuye biçûk û ji hêla manewî ve gelek kûr (tê de) hebe û bi ser de divê tavên siruştî yên bi qasî hejmarên zerreyên zucaciyeyê bên qebûlkirin. Eynî mîna vê mîsalê, heger bûnewer û giyanewer, rasterast ji cîlweyên wan navên Tava Ezelî re neyên dayîn, lazim e bê qebûlkirin ku di her bûnewerekê de, bi taybetî di her giyanewerekê de siruştek, qeweteke -wekî ku îlahek- ku xwediyê qudret û îradeyeke bêhed û ilm û hîkmeteke bêdawî ye, heye. Ku fikreke wisa, ji muhalên di gerdûnê de, fikra herî batil û herî xurafe ye. Mirovê ku sen'etê Xaliqê Kaînatê, dispêre siruşteke mewhûm, bêehemiyet û bêhiş; bi vê yekê helbet, ji heywên bi sed carî bêtir heywantî û bêhiştiya xwe nîşan dide.
   MUHALA DUDUYAN: 
   Heger ev bûnewerên ku gelek bi întizam, bi mîzan, bi sen'et, bi hîkmet in, ji Zatekî bêhed Qedîr û Hekîm neyên zanîn, belkî ji siruştê re bên spartin, lazim e ku siruşt, di her parçeyekî axê de, bi qasî hejmara hemû çapxane û fabrîkayên Ewrûpayê makîne û çapxaneyan bihundirîne da ku ew parçeya axê ku ji kulîlk û meyweyên bêhed re bingeh û dezgeh e, bibe sebeba şînbûn û teşkîla wan. Çimkî, bi rastî jî tê dîtin ku qabiliyeteke wê ya ku dikare rewş û şeklên ku gelek ji hev cuda yên hemû kulîlkan teşkîl û teswîr bike, heye. Ligel ev kulîlk ên ku toximên wan jî bi dorê têne avêtin kasikek axê ku ji bo kulîlkan wezîfeya guldanktiyê dike. Heger ev kar, ji Qedîrê Zulcelal neyê zanîn, wê çaxê heke di axa wê kasikê de, ji bo her kulîlkekê makîneyeke wê ya manewî, cihê, siruştî nebe, ev hal nikare pêk bê. Lewra toxim jî, weke nutfe û hêkan in, maddeyên wan yek in. Yanî, digel ji halîteya hîdrojen, oksîjen, qarbon, azotê ku bê întizam, bê şekil e -mîna hevîr- pêk tên; hewa, av, germî, ronahî jî, ji ber ku her yekê wan xwerû û bê hiş e û li dijî her tiştî bi awayekî lehiyê diherike, ji wê axê derketina wan kulîlkên bêhed ên ku teşkîlbûna wan cihê cihê ye û gelek muntezem û bi sen'et in, bi aşkerayî û bi zarûretî îqtîza dike ku di wê axa kasikê de, di pîvana biçûk de çapxane û fabrîkayên manewî yên ku ji hêla manewî ve bi qasî Ewrûpayê mezin in hebin. Ta ku evqas qûmaşên jîndar û bi hezaran pertalên bineqş ên cihê cihê karibe bihûne.
   Va ye, tu qiyas bike ku fikrên kufrî yên siruştperestan, çi derece ji daîreya aqil der ketine. Û bibîne ku serxweşên ehmeq ên di sûreta însên de ne yên ku siruştê mûcîd zen dikin tevî îddiayên xwe yên "em ehlê ilm û fennê ne û em biaqil in" çiqas ji eql û fennê dûr ketine û xurafeyeke mimtenî' û bi tu awayî ne mimkun e, ji xwe re kirine kar. Û vêya bibîne, bi wan bikene û tif li wan bike.
   Heger tu bibêjî: 
   Mewcûdat, heke ji siruştê re bên spartin, wûha muhalên ecêb dibin, di dereceya imtîna'e de dijwarî çê dibin. Gelo, dema ku ji Zatê Ehed û Semed re tên dayîn, ew dijwarî çawa radibe û ew imtîna'a bisuûbet, çawa vediguhere wê wacibiya bihêsanî.
   Cewab: 
   Wekî di Muhala Yekê de çawa ku cîlweya şewq û şemala tavê, feyz û tesîra xwe bi tavikên mîsalî -ji zerreyên herî biçûk ên bêcan bigre, heya rûyê deryayeke herî mezin- bi suhûleta kemilî, bê dijwarî, bi gelek hêsanî nîşan dide. Heger nîsbeta wê ji tavê bête birîn, wê çaxê lazim e bê qebûlkirin ku wucûda xaricî ya taveke siruştî û bixwe, di her zerreyekê de bi suûbeteke di dereceya imtîna'e de hebe. Wisa jî, heger her mewcûd, rasterast ji Zatê Ehed û Semed re bê dayîn, her tiştekî ku ji her mewcûdekê re lazim e, bi suhûletek û bi hêsaniyeke di dereceya wacibiyê de û bi întisab û bi cîlweyekê, dikare jê re bê gihîjandin. Heger ew pêwendî bê birîn û ew memûrtî veguhere bê serîtiyê û her yek mewcûdek, bi tena serê xwe bê hiştin û ji siruştê re bê berdan, wê çaxê divê bê hesibandin ku -bi sed hezaran muşkîl û dijwariyên di dereceya îmtîna'ê de- siruşta kor a di hundirê xwedîjîneke weke mêşê de ji bo ku karibe makîneya wucûda wê ya gelek têkûz ku fîhristeke biçûk a gerdûnê ye îcad bike, xwediyê qudret û hîkmeteke ku dê karibe gerdûnê biafirîne û îdare bike ye. Ku ev, ne muhalek e, belkî bi hezaran muhal in.    Welhasil: 
   Çawa ku şirîk û manendê Zatê Wacîbûl Wucûd, ne mimkun e û muhal e. Wisa jî di Rubûbiyeta Wî de û di îcadkirina tiştan de mudaxeleya dîtiran, weke şirîkê Zatî, mimtenî' e û muhal e.
   Îca ku muşkîlên di Muhala Duduyan de: Weke di gelek rîsaleyan de hatiye îsbatkirin, heger hemû tişt, ji Wahîdê Ehed re bên dayîn, hemû tişt mîna tek tiştekî bi suhûlet dibe û hêsan çê dibe. Bi delîlên cûr bi cûr û vebirî hatiye îsbatkirin ku heger ji esbab û siruştê re bên hiştin, tek tiştek bi qasî hemû tiştî bi dijwarî çê dibe. Xulaseya delîlekê ev e ku: Çawa ku zilamek, bi hêla memûrtiyê yan leşkeriyê, heke têkilî padîşahekî bibe, ew memûr û ew esker, bi qeweta wê têkiliyê, dikare bibe wesîleya karên ku ji qeweta wî ya şexsî bi sed hezar carî zedetir in. Û ew, bi saya navê padîşahê xwe carinan şahekî dike hêsîr. Lewra cîhaz û qewetên wan kar û eserên ku wî dikir, bi xwe hilnagre û nabe mecbûrê hilgirtinê. Bi têkiliya wê têkiliyê, xezîneyên padîşêh û artêşa wî ya ku jê re nuqteya destekê ye, wê qewetê û wan cîhazan hildigre. Nexwe, karên ku wî kirine, bi şahaneyî weke karê padîşahekî û eserên ku wî, ew nîşan dane, mîna esera artêşekê dikare bibe nwaze. Çawa ku gêrîk bi hêla wê memûrtiyê, qesra Fîr'ewn xerab dike; mêş, bi wê têkiliyê, Nemrûd dicehimîne û bi wê têkiliyê, dendikeke çamê ya ku weke heba genim e, hemû cîhazên dara çamê ya girs xwedî dike.
{Têbinî: Belê, heger întisab hebe, ew dendik, ji qedera Îlahî emrekî distîne, mezherê wan karên xarîqe dibe. Heger ew întisab bê birîn; afirandina wê dendikê, ji afirandina dara çama mezin zêdetir cîhaz, îqtîdar û sen'et divê. Lewra lazim e ku dara çamê ya mucessem a li çiyê -ku esera qudretê ye- bi hemû aza û cîhazên xwe, di dara manewî ya -ku esera qederê ye- ku di wê dendikê de ye, bihewe. Çimkî fabrîkaya wê dara mezin, ew dendik e. Dara qederî ya ku tê [di dendikê] de ye, bi qudretê, li xaricê xuya dibe, dibe dara çamê ya cismanî.}
Heger ew pêwendî bê birîn, ew, ji wê memûrtiyê bê terxîskirin, mecbur e ku cîhaz û qewetên karên ku dê bike, li pişt û zenda xwe hilgire. Wê çaxê dikare (tenê) bi qasî qeweta ku di zenda wî ya biçûçik de heye û adedê cebilxaneyê ku li pişta wî ye, kar bike. Karên ku di weziyeta pêşîn de bi gelek hêsanî pê dibû, di vê weziyetê de jê bêne xwestin, helbet lazim e ku di bazenda xwe de qeweta artêşekê û di pişta xwe de fabrîkaya cîhazên cengê ya padîşahekî, hilgire. Qeşmerên ku ji bo kenandinê, xurafe û çîrçîrokên ecêb vedibêjin jî, ji vê xeyalê şerm dikin.
   Welhasil, ji Wacîbûl Wucûd re dayîna her bûnewerê, hêsaniyeke di dereceya wacibiyê de ye. Ji siruştê re di hêla îcadkirinê de dayîn[a her bûnewerê] di dereceya îmtina'ê de dijwar e û li derveyî daîreya eql e.
   MUHALA SISÊYAN: 
   Du mîsalên ku dê vê muhalê îzah bikin û di hin rîsaleyan de hatine beyankirin:
   Mîsala Yekê: 
   Zilamekî gelek wehşî ketiye qesrekê ku bi hemû berhemên şaristaniyê hatiye kemilandin û xemilandin û li deşteke xalî hatiye damezirandin û çêkirin. Li hundir nihêrtiye. Bi hezaran tiştên bisen'et ên muntezem dîtiye... Ji wehşîtiya xwe, ji ehmeqiya xwe dibêje: "Ji derve tu kesî mudaxele nekiriye û yek ji wan tiştên ku di hundirê wê qesrê de ne, wê qesrê digel tiştên ku tê de ne çê kiriye." û dest bi lêgerînê dike. Li kîjan tiştî dinihêre; ew eqlê wî yê wehşî jî mimkun nabîne ku ew tişt, ev çê kiribin. Dû re, deftereke ku tê de bernameya teşkîlata wê qesrê û fîhrista heyînên wê û zagonên îdareyê nivîsiye, dibîne. Bi rastî, ew deftera ku bê dest û bê çav û bê çakût e jî, mîna tiştên din ên ku di qesrê de ne, tu qabiliyeta wê tune ye ku wê qesrê pêk bîne û bixemilîne. Lê belê, ji tengahiyê û ji mecbûriyetê, ji ber ku vê defterê li gorî tiştên din -ji ber ku inwaneke qanûnên ilmî ye- bi tevahiya qesrê re têkildar dibîne û dibêje: "Ha, ev defter e ku wê qesra ha teşkîl, tenzîm kiriye û xemilandiye û ev tişt çêkirine, pê ve kiriye û bi cî kiriye." Bi vê vegotinê, wehşîtiya xwe veguhertiye hezeyana ehmeq û serxweşan.
   Ha, eynî weke vê mîsalê, mirovekî wehşî ku pê re ramana siruştperestî ku ber bi înkara Ûlûhiyetê diçe heye, dikeve hundirê vê qesra alemê ku heta tu bibêjî bes ji qesra di mîsalê de derbas bû, bi rêk û pêktir, têkûztir e û her aliyê wê bi hîkmeta mu'cîzeyî tije ye. Ew mirov nafikire ku ev, berhema sen'etê ya Zatê Wacîbûl Wucûd ê ku xaricê daîreya mumkînan e û rû Jê ba dide, di daîreya mumkînan de mecmuayeke qanûnên adetên Îlahî û fîhristeke sen'etê Rabbanî ku di hukmê lewheyeke ku lê tê nivîsîn û jêbirin a qedera Îlahî ye û ji qanûnên îcraetên qudreta Xwedê re deftereke ku bi guherîn e û xwedîtebeddul e lê bi zehf xeletî û xetayî bi navê"siruşt"ê hatiye binavkirinê dibîne. Û dibêje ku: "Madem ev tişt sebebekî dixwazin. Û têkiliya tu tiştî mîna vê defterê naxuye. Bi rastî, aqil bi tu awayî qebûl nake ku ev deftera ku bê çav, bê hiş, bê qudret e, îcada ku karê Rubûbiyeta Mutleq e û qudreteke bêhed divê, bike. Lê belê, madem ku ez, Sani'ê Qedîm qebûl nakim, qene herî munasib, ez ê bibêjim: Vê defterê, ev çê kiriye û çê dike." Em jî dibêjin ku:    Hey ehmeqê serxweş ê ku ji ehmequl humaqayê tehammuq kiriye! (Hey ehmeqê serxweş ê ku ji ehmeqên herî ehmeq, ehmeqtir bûye!) Serê xwe ji çirava siruştê der xîne, li paş xwe binihêre. Sani'ekî Xwedîcelal ê ku ji zerreyan heya stêrkan hemû bûnewerên ku bi zimanên cihê cihê Jê re şahidiyê dikin û bi tiliyên xwe Lê îşaret dikin, bibîne. Û cîlweya Neqqaşê Ezel ê ku ew qesir çê kiriye û di wê defterê de bernameya wê qesrê nivîsandiye bibîne, li fermana Wî binihêre, guh bide Qur'ana Wî, ji wan bêhişbêjiyan bifilite.
   Mîsala Duduyan: 
   Mirovekî gelek hov û kovî dikeve daîreya leşkergeheke muhteşem. Talîmên umûmî yên bi hev re û hereketên muntezem ên arteşeke gelek muntezem, dibîne. Muşahede dike ku bi hereketekî yek leşkerekî, tabûrek, hêzek, firqayek radibe, rûdinê, diçe, bi emrekî "agir dade" agir da dide. Ji ber ku eqlê wî yê qeba û wehşî, ji fermandariya bi nîzamên dewletê û qanûnên padîşahî yên fermandarekî fêm nake û ew, van înkar dike; texeyyul dike ku ew leşker, bi benan bi hev ve girêdayî ne. Difikire ku ew benê xeyalî, benekî çiqas newaze ye, diheyîre. Dû re diçe... Di roja înê de daxilê mizgefteke gelek mezin a wekî Ayasofyayê dibe. Dibîne ku ew civata musulmanan, bi dengê zilamekî radibe, ditewe, secde dike û rûdinê. Ji ber ku, ji şerîeta ku ji tevahiya qanûnên asîmanî û manewiyan pêk hatiye û ji dustûrên manewî yên ku ji emrên Xwediyê Şerîetê tên, fêm nake; xeyal dike ku ew cemaet, bi benên maddî bi hev ve girêdayî ne û wan benên eceb, ew nimêjkar dîl girtine û wan dide lîstin. Û dû re bi fikreke wisa qeşmerî der dikeve, diçe ku wan heywanên wehşî yên cinawir ku di sûretê însanê herî hov û kovî de ne jî dikenîne.
   Ha, eynî mîna vê mînakê, înkarkerekî ku xwedîfikra siruştê ya biînkar ku wehşet bi xwe ye, dikeve vê alema ku leşkergeheke muhteşem a leşkerên bêhed ên Sultanê Ezel û Ebedê ye û dikeve vê kaînata ku mizgefteke muntezem a wî Me'bûdê Ezelî ye. Ew înkarker, wan qanûnên manewiyên nîzamên kaînatê ku ji hîkmeta wî Sultanê Ezelî tên, yekoyek maddeyeke maddî tesewwûr dike û hukm û dustûrên ku manewî ne û tenê wucûda wan a ilmî hene yên ku qanûnên îtibariyên seltenata Rubûbiyeta Wî ne û şerîeta fitriya mezin a wî Me'bûdê Ezelî ye, yekoyek mewcûdê xaricî û yekoyek maddeyên maddî texeyyul dike. Loma ji dêvila Qudreta Îlahî, ew qanûnên ku ji wî ilm û kelamê tên û tenê wucûda wan a ilmî hene dike şûnê û îcadê ji destên wan dizane û dû re jî, wan bi navê "siruşt"ê bi nav dike û qewetê ku tenê cîlweyeke qudreta Rabbanî ye, yek xwedîqudret û qedîrekî serbixwe qebûl dike. Bi vî awayî hovîtiyeke wisa dike ku ji wê hovî(ti)ya ku di mîsalê de hebû, hezar carî xerabtir e.
   Welhasil: Ev tiştê ku mewhûm e û bê heqîqet e û ya ku siruştperest jê re "siruşt" dibêjin, hebe hebe û heke heqîqeta wê ya xaricî hebe, ancax dikare bibe sen'etek, lê nikare bibe Sanî'. Neqşek e, nikare bibe Neqqaş. Ehkam e, nikare bibe Hakim. Şerîeteke fitrî ye, nikare bibe Şarî'. Perdeyeke îzzetê ya xuliqandî ye, nikare bibe Xaliq. Fitreteke munfaîl e, nikare bibe Faîleke Fatir. Qanûn e, ne qudret e, nikare bibe Qedîr. Mîstar e, nikare bibe mesder.
   Welhasil: 
   Madem bûnewer hene. Madem mîna ku di serê Noteya Şanzdehan de hatibû gotin; ji bo wucûda mewcûdan (çêbûna bûneweran) li gorî nîşandana aqil, ji xeynî çar riyan tu rêyên din nayên texeyyulkirin. Betalbûna sêyên ji çar hêlan -bi sê muhalên aşkerayî yên her yekî- bi awayekî qethî hat îsbatkirin. Helbet bi zarûret û bi aşîkarî riya Wehdetê ku riya çaran e, bi awayekî qet'î tê îsbatkirin. Îca ew riya çaran ku ayeta
 ﺍَﻓِﻰ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺷَﻚٌّ ﻓَﺎﻃِﺮِ ﺍﻟﺴَّﻤَﻮَﺍﺕِ ﻭَﺍْﻻ َﺭْﺽِ
ya di serî de bihurî, bê şik û bê guman, di dereceya bedahetê de Ûlûhiyeta Zatê Wacibûl Wucûd nîşan dide. Hem bi eynî awayî nîşan dide ku her tişt, rasterast ji destê qudreta Wî der dikeve û Asîman û Erd, di hukmê teserrûfa Wî de ne.
   Hey mirovê bêçare yê esbabperest û siruştperest! Madem siruşta her tiştî [jî], mîna her tiştî, xuliqandî ye; lewra bi sen'et e û nû çê dibe. Hem mîna çêbûna her musebbebê, sebeba xuyayî ya wî jî çê dibe. Û madem wucûda her tiştî, hewcedarî gelek cîhaz û alavan e. Ku wisa ye, helbet Qedîrekî Mutleq ê ku wê siruştê îcad dike û wê sebebê dixuliqîne, heye... Û çi îhtiyaca wî Qedîrê Mutleq heye ku wan sebebên neçar, bike şirîkê Rubûbiyet û îcadkariya xwe. Heşa... Belkî Ew rasterast, musebbebê, bi sebeban re diafirîne û ji bo nîşandana cîlweyên Navên xwe û hîkmeta xwe, bi tertîb û tenzimekê -di navbera sebeb û encamê de- sebebiyeteke zahîrî û nêzîhevbûnekê dide. Bi vê yekê Wî, ew esbab û siruşt, ji destê Qudreta xwe re kirine perde ku bila bibin merciyên ew qusûr û bêmerhemetî û kêmaniyên xuyayî yên di tiştan de. Îzzeta xwe bi wî awayî muhafeze kiriye. Gelo saetçêkerek, berê çerxên saetê, çê bike dû re wê saetê bi çerxan tertîp bike û tenzîm bike hêsantir e? Yan na makîneyeke newaze di hundirê wan çerxan de çê bike; dû re çêkirina saetê bide destên bêcan ên wê makîneyê, da ew saet bê çêkirin, hêsantir e? Gelo ma ne li derveyî îmkanê ye? Haydê bi wî eqlê xwe yê bêînsaf, tu bibêje... tu bibe hakim. Yaxûd nivîsevanek, hibir, pênûs, kaxez anî. Heger ew [katib] bixwe, bi wan, wê kitêbê binivîse hêsantir e...? Yan jî di hundirê wan kaxez, hibir, pênûsan de, makîneyekê nivîsê ya ku ji wê kitêbê bi sen'ettir û bi zehmettir e û tenê xasî wê kitêbê ye, îcad bike, dû re, ji wê makîneya bêhiş re bibêje: "Haydê tu binivîse." û bi xwe têkil nebe hêsantir e? Gelo bi sed carî ji destnivîsê ne dijwartir e?
   Heger tu bibêjî: 
   Belê, îcada makîneya ku yek pirtûkekê dinivîse, ji wê pirtûk(a destnivîsiy)ê bi sed carî dijwartir e. Lê belê ew makîne, ji bo ku dibe sebeba nivîsîna gelek nusxeyên heman kitêbê, belkî hêsaniyek heye.
   Bersiv: 
   Neqqaşê Ezelî, bi qudreta xwe ya bêhed, ji bo ku cîlweyên bêdawî yên Navên xwe, her dem teze bike û di şeklên cihê cihê de nîşan bide, teşexxus û sîmayên xususî yên hemû tiştan, di awayekî wisa de xuliqandiye ku tu nameyeke Samedanî û tu pirtûkeke Rabbanî, bi kitêbên din re nikare rasterast eynî bibe wek hev. Bivê nevê ji bo me'nayên cihe îfade bike dê sîmayên cihê hebe. Heger çavê te hebe, li rûyê însên binihêre, bibîne ku teqez sabît e ku ji zemanê Adem heya niha belkî heta ebedê, di vî rûyê biçûk de, digel tifaqiya azayên asasî, her rûyek li gorî hemû rûyan, li hember her yekî, elametekî cihêbûnê heye. Ji vê yekê her rûyek, pirtûkeke cihê ye. Tenê ji bo tenzîma sen'etê, taximekî nivîsê yê cihê û tertîb û telîfeke cihê divê. Û hem ji bo anîn û bicihkirina maddeyên wan û hem jî, bo daxilkirina her tiştê ku ji wucûdê re lazim e, dezgeheke din a ku bi temamî cihê ye dixwaze. Haydê, em wekî muhal ferz bikin ku me bi çavê çapxaneyê li siruştê nihêrt. Lê belê -ji xeynî tenzîm û çapkirinê ku aîdê çapxaneyekê ye 'ango çapxane, întizama wê ya mûayyen, dixe qalib'- ji bo ji her aliyê alemê bi mîzana xusûsî û bi întizama xas, îcadkirin û anîna maddeyên ku di cismê giyanewerekê de hene ku bi sed derece ji îcadkirina wê tenzîmê dijwartir e û ji bo hiştina destê çapxaneyê, dîsa muhtacê qudret û îradeya Qedîrê Mutleq ê ku ew çapxane îcad kirî ye. Nexwe ev îhtimal û ferzkirina ku siruşt, çapxane ye, bi temamî xurafeyeke bêwate ye.
   Ha, mîna van mînakên saet û pirtûkê, Sanî'ê Xwedîcelal, Qedîrê Kullî Şey', sebeb xuliqandine, Ew, musebbeban jî dixuliqîne. Bi hîkmeta xwe, encaman bi sebaban ve girê dide. Wî, bi Îradeya xwe, [siruşta bûneweran ku ji] cîlweyeke şerîeta fitriya mezin a Îlahî ku ji qanunên Adetullahê ku der barê tenzîma hereketên kaînatê ye, îbaret e û siruşta her tiştî ku ji wê cîlweya di her tiştî de ye re, tenê eyneyek e û ma'kesek e, tayîn kiriye. Û bi Qudreta xwe, wechê siruştê ku mezherê wucûda xariciyê ye îcad kiriye û bûnewer li gorî wê siruştê xuliqandine, tevî hev kirine. Aya, qebûlkirina vê heqîqeta ku gelek maqûl e û encama delîlên bêhed e, hêsantir e? -Gelo ev, di dereceya wacibiyê de lazim nîn e?- Yan na, ew cîhaz û alavên bêhed ên ku ji wucûda her tiştî re lazim in, ji wan maddeyên ku hûn wekî 'sebeb û siruşt' bi nav dikin ên ku bêcan, bêhiş, afirandî, çêkirî, asayî ne, bên zanîn û ji wan bên hêvîkirin ku wan karên ku besîrane û hekîmane ne, ew xwe bi xwe dikin, hêsantir e? Gelo ev, di dereceya imtîna'e de ne li derveyî îhtimalê ye? Em, hewaleyî însafa wî eqlê te yê bêînsaf dikin.
   Înkarker û siruştperest dibêje ku: "Madem tu, min vedixwînî însafê. Ez jî dibêjim ku: "Ez îtiraf dikim ku riya [çewt a] ku em heya niha tê de xelet çûne, rêyeke hem sed derece muhal, hem gelek bi xisar û hem heta tu bibêjî bes kirêt e. Ew kesê ku bi qasî zerreyê hişê wî heye, dê ji lêkolînên bihurî fêm bike ku qebûlkirina îcadkariya sebeban û siruştê, mimtenî' ye û muhal e. Û rasterast ji Wacibul Wucûd re dayîna her tiştî, wacib e, zarûrî ye."    Ez "ELHEMDULÎLLAHÎ ELEL ÎMAN" dibêjim û îmanê pê tînim.
   [Lê] tenê gumaneke min heye; ez qebûl dikim ku Cenabê Heq, Xaliq e. Lê belê, hin sebebên cuz'î di tiştên negirîng de mudaxeleya îcadê bike û piçek medh û sena (pesn) bi dest bixe, dê çi zerar bide Seltenata Rubûbiyeta Wî? Ma dê tu kêmanî bigihêje Seltenata Wî?
   Bersiv: 
   Wekî ku me di hin rîsaleyan de gelek qet'î îsbat kiriye; pêdiviya hakimiyetê, redkirina mudaxeleyê ye. Heta, hakimek, memûrekî herî jêrtirîn, di daîreya hakimiyeta xwe de mudaxeleya kurê xwe qebûl nake. Hetta, hin padîşahên dîndar -tevî ku Xelîfe bûn jî- zariyên xwe yên bêguneh, ji ber dilxuşûşiya mudaxeleya hakimiyeta xwe, qetil kirine. Ev hal nîşan dide ku ev "qanûna redda mudaxeleyê" di hakimiyetê de bi awayekî çiqas zexmane hukum dike. "Qanûna men'a şirîkayî" ya ku pêwîstiya serxwebûnê ya di hakimiyetê de ye -ji du mudûrên ku di nehiyekê de ne bigre heya di welatekî de du padîşahan- di dîroka mirovahiyê de bi tevlihevbûyînên gelek ecêbmayî, qeweta xwe nîşan daye. Gelo, siyeke amiriyet û hakimiyetê ya di însanên ku aciz in û hewcedarên alîkariyê ne de, gava di vê dereceyê de, mudaxeleyê red bike û mudaxeleya yekî din men' bike û di hakimiyeta xwe de şirîkatiyê qebûl neke û ji bo parastina serxwebûna xwe ya di meqamê xwe de bi alîgiriyeke bênîhayet bixebite, êdî tu dikaribî qiyas bikî, bike ku ev redda mudaxeleyê û men'a şirîkayiyê û qewirandina şirîkan ji bo hakimiyeta Zatekî Zulcelal ê ku hakimiyeta mutleq, di dereceya Rubûbiyetê de ye û amiriyeta mutleq di dereceya Ûlûhiyetê de ye û serxwebûna mutleq di dereceya Ehediyetê de ye û istîxnaya mutleq di dereceya Qedîriyeta mutleqê de ye, çiqas lazimiyeke zarûrî û muqtezayeke wacib e.
   Îca şiqa duduyan a gumana te: 
   Heger hin sebeb bibin mercî'ê hin ûbûdiyetên (ebdîtî) hin tiştên cuz'î, dê çi kêmayî bê ser ebdîtiyên wan mexlûqên ji zerreyan heya stêrkan ku berê xwe dane wî Zatê Wacibul Wucûdê ku Me'bûdê Mutleq e.
   Bersiv: 
   Xaliqê Hekîmê vê kaînatê, kaînat di hukmê darekê de xuliqandiye ku meyweya wê ya herî mukemmel, xwedîşiûr û di nav hişmendan de jî însan kiriye meyweya wê ya herî cami'. Ew Hakimê Mutleq û Amirê Musteqîl -ew Wahîdê Ehed ê ku ji bo ku Xwe bide naskirin û Xwe bide hezkirin, gerdûn xuliqandiye- şukr û îbadetên ku herî girîng in bel(ê)kî encama xulqiyet û amanca fitret û meyweya jiyana însên in; însanê ku meyweya hemû gerdûnê ye û şukr û îbadet(a wî y)ên ku meyweya herî qedirbilind ên însên in, ka qet dide destên din? Ma Ew, bi temamî li dijberî hîkmeta xwe, encama xîlqetê û meyweya kaînatê hîç tewş dike? Heşa û kella...
   Hem ka Ew, tew razî dibe, hîç musade dike ku îbadetên mexlûqan bi awayekî ku Hîkmet û Rubûbiyeta xwe bide înkarkirin, bide yên din? Û hem gelo Ew -tevî ku, bi kirinên xwe di dereceyeke bêhed de nîşan dide ku Xwe dide hezkirin û dide naskirin- şukur, minnetdarî, nîşandana hezkirin û îbadetên mexlûqên Xwe yên herî mukemmel, ka dide sebebên din û bi vî awayî ma Xwe dide jibîrkirin? Bi vê yekê, meqsedên Xwe yên qedirbilind ên ku di kaînatê de ne, ma dide înkarkirin? Hey hevalê ku dev ji siruştperestiyê berdaye! Haydê tu bibêje!
   Ew dibêje: Elhemdulîllah, hem ev herdu gumanên min safî bûn hem jî, te der barê Wehdaniyeta Îlahî de du delîlên ewqas biriqok û xurt nîşan dan û îsbat kir ku Me'bûdê Mutleq her Ew e û ji xeynî Wî tu kes ne layiq e ku îbadet jê re bê kirin. Tevî vê, înkarkirina wan, mukabereyeke mîna înkarkirina roj û royê ye.  
  GOTINA DAWΠ
   Ew kesê ku fikra kufrê ya siruştê terikand û hat îmanê dibêje ku: "Elhemdulîllah, gumanên min neman; lê tenê çend pirsên ku ez mereq dikim hene."
   Pirsa Yekê: 
   Em ji gelek kesên tiral û terkîselatan dibihîsin, ku ew dibêjin: "Çi îhtiyacê Cenabê Heq bi îbadeta me heye ku di Qur'anê de, bi israr û gelekî bi şîddet, zorê li wan kesên ku îbadet terikandine dike û wan bi cezayekî erjeng -mîna Cehennemê/Dojehê- tehdît dike. Çawa li îfadeya Qur'ana ku bi îtîdal û bi îstîqamet û bi edalet e tê ku li hemberî xetayekî cuz'î ya negirîng, şîddeteke bêdawî nîşan dide.
   Bersiv: 
   Belê Cenabê Heq, ne muhtacî îbadeta te ye, bi rastî ne muhtacî tu tiştî ye. Lê belê, tu muhtacê îbadetê yî, ji hêla manewî ve nexweş î. Îca îbadet, çawa ku me di gelek rîsaleyan de îsbat kiriye ku ji birînên te yên manewî re di hukmê tîryaqan de ye. Gelo nexweşek -der barê wê nexweşiyê de- li gel hekîmekî bişefqet ku ji bo vexwarina wan dermanên ku jê re sûdewer e israr dike, ji hekîm re bibêje: Çi pêdiviya te heye ku wiha ber min digerî? Tu dê fêm bikî ku gotineke çi qas bêwate ye.
   Îca pirsa tehdîdên bişîddet û cezayên bidehşet ên Qur'anê ku der heqê terka îbadetê de ne: Çawa ku padîşahek, ji bo parastina hiqûqa gelê xwe, cezayên bişîddet lê dibire li gorî xetayeke mirovekî jirêzê yê ku zerar dide hiqûqa rayeta xwe. Wisa jî, mirovê ku îbadetê û nimejê terk dike, li mafên mewcûdên ku wekî rayeta Sultanê Ezel û Ebedê ne, binpêkirineke giran û zulmeke manewî dike. Lewra kemilînên bûneweran, di wechê wan ên ku ber bi Sani'ê de ne, bi tesbîh û bi îbadetê xuya dibe. Yê ku îbadetê terk dike, îbadeta bûneweran nabîne û nikare bibîne, belkî jî înkar dike. Wê wextê [ew kes], mewcûdên ku di aliyê îbadet û tesbîhê de, di meqamê bilind de ne û her yek jê, yekoyek nameya Samedanî û yekoyek eyneya Esmayê/Navên Rabbanî ne, ji ber ku ji meqamên bilind dadixîne û wan di awayekî perîşan, bêcan, bêwezîfe û bêqîmet de difikire, wan tehqîr dike, kemilînên wan înkar dike û êrîşî wan dike.
   Belê, her kes, kaînatê bi eyneya xwe, dibîne. Cenabê Heq, însan ji bo kaînatê di awayeke mêzîn û mîqyas(bûn)ê de xuliqandiyê. Ji vê alemê alemeke xusûsî daye ji bo her însên. Rengê wê alemê, li gorî eqîdeya qelbê wî însanî nîşan dide. Mesela, mirovekî ku gelek bê hêvî ye û bi matemî digrî, bûneweran di awayê girî û bêhêviyê de dibîne. Digel vê, mirovekî bi kêf e, dilşa ye, bi mizgîn e, ji dilşahiya kemilî dikene; kaînatê dilşa û rûbiken dibîne. Mîna van mînakan, mirovê ku bi zanebûn û bi ciddiyetî û ji dil îbadet û tesbîh dike; îbadet û tesbîhên ku heqîqeten hene û muheqeq e, hinekî kifş dike û dibîne. Mirovê ku ji xefletê yan ji înkarê, îbadetê terk dike; mewcûdatê di awayekî ku ji heqîqeta kamilbûna wan re bi tevahiyê zid û muxalif û xetayê de ye wehm dike û ji hêla manevî ve destdirêjî hiqûqa wan dike.
   Hem ew terkîselat, ji ber ku ne xwediyê xwe bi xwe ye, li nefsa xwe ya ku ebdekî Xwediyê xwe ye zulum dike. Xwediyê wî ji bo ku heqqê wê evdê xwe ji nefsa wî ya emmareyê bistînê, bi awayekî bidehşet tehdît dike.
   Hem wî, ji ber ku îbadeta ku amanca fitret û encama xulqiyeta xwe ye terikandiye, wekî ku tecawizî hîkmeta Îlahî û meşîeta Rabbanî dike. Loma ceza lê tê birîn.
   Welhasil: Yê ku îbadetê terk dike, hem zulmê li nefsa xwe dike -ku nefs (ew bi xwe), ebd û bendeyê Cenabê Heq e- hem ev terk, li dijî hiqûqa kemilînên kaînatê, tecawiz û zulmek e. Erê, çawa ku kufur, ji mewcûdan re tehqîr e; terka îbadetê jî, înkarkirina kemilînên kaînatê ye. Hem ji ber ku li dijî Hîkmeta Îlahî binpêkirinek e, dibe musteheqê gefa bidehşet û cezaya giran.
   Ha, Qur'ana Mu'cizul Beyan, ji bo îfadekirina vê musteheqiyê û vê heqîqeta navborî, bi awayekî mu'cîzeyî, ew şêwaza bişîddet bijartiye û bi vê yekê mutabiqiyê, ji muqtezaya halê re mutabiqî ku bi temamî heqîqeta belaxatê ye, dike.
   Pirsa Duduyan: 
   Mirovê ku dev ji siruştê berdaye û hatiye îmanê, dibêje ku:
   "Heqîqeteke gelek mezin e ku her mewcûd, di her hêlê de, di her karê xwe de û di her tiştê xwe de û di her şe'na xwe de, tabi'ê meşîeta Îlahî û qudreta Rabbanî ye. Ev heqîqet ji ber mezinahiya xwe, di zîhna me ya teng de bi cih nabe. Hal ev e ku, ev mebzûliyeta di dereceya nîhayetê de ku em bi çavê xwe dibînin, hem di xuliqandin û îcada mewcûdan de heyîna hêsaniya bêhed, hem hêsanî û suhûleta heta tu bibêjî bes a îcadkirina hemû tiştan a di riya Wehdetê de ku bi delîlên we yên berê, tehaqquq kiriye hem bi nessa van ayetên mîna
 ﻣَﺎ ﺧَﻠْﻘُﻜُﻢْ ﻭَﻻ َ ﺑَﻌْﺜُﻜُﻢْ ﺍِﻻ َّ ﻛَﻨَﻔْﺲٍ ﻭَﺍﺣِﺪَﺓٍ ٭ ﻭَﻣَﺎ ﺍَﻣْﺮُ ﺍﻟﺴَّﺎﻋَﺔِ ﺍِﻻ َّ ﻛَﻠَﻤْﺢِ ﺍﻟْﺒَﺼَﺮِ ﺍَﻭْ ﻫُﻮَ ﺍَﻗْﺮَﺏُ
ên Qur'anê ku bi awayekî aşkera ev hêsaniya bêhed hatiye beyankirin; nîşan didin ku ew heqîqeta mezin meseleyeke herî meqbûl û herî maqûl e. Raz û hîkmeta vê hêsaniyê çi ye?"
   Bersiv: 
   Ew raz, di daxuyana
 ﻭَﻫُﻮَ ﻋَﻠَﻰ ﻛُﻞِّ ﺷَﻲْﺀٍ ﻗَﺪِﻳﺮٌ
a ku Kelîmeya Dehan a Nameya Bîstan e de bi awayekî gelek vekirî, vebirî û îqnakar hatiye beyankirin. Bi taybetî di Zeyla wê Nameyê de bêhtir vekirî hatiye îsbatkirin ku, hemû mewcûd, dema ji Sanî'e Wahîd re tên îsnadkirin, mîna tek mewcûdekê hêsan dibe. Heger ji Wahîdê Ehed neyên zanîn, îcada tek mexlûqekî bi qasî hemû bûneweran dijwartir dibe û dendikek bi qandî darekê zortir dibe. Heger ji Sanî'ê wan ê Heqîqî re bên hiştin; kaînat weke darekê û dar, weke dendikekê û cennet, weke biharekê û bihar, weke kulîlkekê hêsan dibe, asanî peyde dibe. Em ê îşareteke kurt bikin li delîlek du delîlên ku ji sedan delîlan e û di rîsaleyên din de bi berfirehî hatine beyankirin û dibin wesîleya vebûna sirr û nîşandana hîkmetên "bi çavnêrî xuya ye ku zêdehî û erzaniya bêhed heye û ferdên her celebî, bi hêsanî zêde zêde çê dibin û mewcûdên muntezem, bisen'et, biqîmet ên ku bi gelek hêsanî û lezginî, bi asanî îcad dibin". Mesela: Çawa ku sed nefer ji îdareya zabitekî re bên hiştin, ji dayîna îdarekirina sed zabitan bi sed dereceyî hêsantir dibe. Û alavên leşkeriyê yên artêşekê, dema ku ji navendekê, ji qanûnekê, ji fabrîkayekê û ji emrê padîşahekî re bên hiştin; bi çendahî, mîna cîhazên neferekî hêsan dibin. Wisa jî, ji gelek navendan, ji gelek fabrîkayan, ji gelek fermandaran re hewalekirina teçhîzên leşkeriyê ya neferekî jî, bi çendahî mîna alavên artêşekê muşkîl dibe. Çimkî ji bo alavên neferekî, divê fabrîkayên ku ji tevahiya artêşekê re lazim in, bên peydekirin.
   Hem maddeyên heyatî yên darekê, ji ber ku bi sirra wehdetê di kokekê de, di navendekê de, bi qanûnekê tên dayîn; bi çavdêrî tên dîtin ku ew dara ku bi hezaran fêkiyan dide, bi qasî yek fêkiyekî bi hêsanî çê dibe. Heger ji destê wehdetê bên berdan û ji kesretê re bên hiştin, ew maddeyên jiyanî yên ku ji her fêkiyekî re lazim in ji ciyên din bên dayîn; wê çaxê her fêkiyek bi qandî darekê dijwar çê dibe. Belkî tek dendikek jî ku nimûne û fîhristeke darê ye, bi qasî wê darê zor û zehmet dibe. Lewra, hemû maddeyên jiyanî yên ku ji heyata darekê re pêwîst in, ji bo tek dendikekê jî lazim (dib)in.
   Ha, mîna van mînakan bi sedî mîsal hene. Nîşan didin ku, bi hezaran bûnewerên ku di riya wehdetê de, bi hêsaniya dereceya nîhayetê tên wucûdê, ji tek mewcûdek a di riya şîrk û kesretê de hêsantir dibe. Ji ber ku ev heqîqet di hin rîsaleyên din de di dereceya ku du caran du dike çar de hatiye îsbatkirin, em hewaleyî wan dikin û li vê derê em ê tenê, sirreke gelek girîng a vê hêsanî û suhûletê, [tenê] ji aliyê Ilm û Qedera Îlahî û Qudreta Rabbanî beyan bikin. Wiha ku:
   Tu mewcûdek î. Heger tu xwe bidî Qedîrê Ezelî, Ew bi Qudreta xwe ya bêhed, mîna vêxistina niftikekê, ji hîçiyê, ji tunetiyê bi yek fermanekî, di derbekê de te dixuliqîne. Heger tu xuliqîna xwe nedî Wî, belkî îsnadî sebebên maddî û siruştê bikî, wê çaxê -ji ber ku tu xulase û meyweyeke muntezem î û tu fîhrist û lîsteyeke biçûk a kaînatê yî- ji bo çêkirina te lazim e ku kaînat û hemû hêman, bi seradên zirav bên seridîn û maddeyên ku di wucûda te de ne, bi pîvanên hessas ji her aliyê alemê bên komkirin. Lewra sebebên maddî tenê terkîb dikin, kom dikin. Li ba hemû ehlê eqlê, tesdîqkirî ye ku (ew,) tiştên ku ne xwedî ne, ji tunetiye, ji hîçiyê nikarin çê bikin. Ku wisa ye, mecbur in ku cismê giyanewereke biçûk, ji her aliyê alemê kom bikin.
   Ha, fêm bike ku di wehdet û tewhîdê de çiqas hêsanî û di şîrk û dalaletê de çiqas dijwarî hene.
   A duduyan: Di hêla ilim de hêsaniyeke bêhed heye. Wiha ku, qeder, cureyek ji ilm e ku mîqdarekî wisa diyar dike ku ew mîqdar, bo her tiştî di hukmê qalibê manewî û xusûsî de ye. Û ew mîqdara qederî, ji wucûda wî tiştî re dibe mîna pîlan û modelekê. Gava ku Qudret îcad dike, bi hêsanî, di ser wê mîqdara qederî de îcad dike. Heger ew tişt, ji Qedîrê Zulcelal ê ku xwediyê ilmekî muhît û bêhed û ezelî ye neyê zanîn -çawa ku berê jî behsa wê hatibû kirin- ne tenê bi hezaran muşkîl belkî bi sedan muhal der dikevin holê. Lewra heke ew mîqdara qederî û mîqdara ilmî tunebe lazim e ku bi hezaran qalibên xaricî û maddî, di cesedê heywanekî biçûçik de bên bikaranîn.
   Ha, tu, sirrekî ji hêsaniyên bêdawî yên di wehdetê de û yê ji dijwariyên bêhed ên di şîrk û dalaletê de fêm bike û bizanibe ku ayeta
 ﻭَﻣَﺎ ﺍَﻣْﺮُ ﺍﻟﺴَّﺎﻋَﺔِ ﺍِﻻ َّ ﻛَﻠَﻤْﺢِ ﺍﻟْﺒَﺼَﺮِ ﺍَﻭْ ﻫُﻮَ ﺍَﻗْﺮَﺏُ
heqîqeteke çiqas heqîqetdar û rast û bala, îfade dike.    Pirsa Sisêyan: 
   Muhtediyê ku berê dijmin bû niha bûye dost, dibêje ku: "Di vî zemanî de feylesofên ku hedê xwe nizanin dibêjin ku ji tunebûnê tu tişt nayên îcadkirin û tu tişt nayên tunekirin; tenê tehlîl û terkîbek e ku fabrîkaya kaînatê dide xebitandin."
   Bersiv: 
   Feylesofên herî bi pêş de çûne yên ku bi nûra Qur'anê li mewcûdan nanihêrin, nihêrtine ku, ji ber ku wucûd û çêbûna van bûneweran bi navgîniya siruşt û sebeban -mîna ku me berê îsbat kiribû- di dereceya îmtina'ê de dijwar dîtine, bûne du beş.
   Qismek ji wan, bûne Sofîst û ji ber ku ji wî eqlê ku taybetmendiya însên e îstîfa kirine û ji heywanên ehmeq berjêrtir ketine; bi vî awayî înkarkirina wucûda kaînatê, hetta înkarkirina wucûdên xwe -li gorî riya dalaletê- ji îcadkariya siruşt û sebeban bêhtir hêsan dîtine; wan, hem xwe hem jî kaînat înkar kirine û ketine cahiliya mutleq.
   Gurûha duduyan lê nihêrtiye û dîtiye ku di riya dalaletê de, sebeb û siruşt heke mûcîd bên qebûlkirin, îcada yek mêşekê û yek dendikekê heta tu bibêjî bes, muşkîl û dijwar dibe û îqtîdareke wisa dixwaze ku dûr û derî eql e. Ji ber vê yekê ji mecburî îcadê înkar dikin, dibêjin "ji tunebûnê heyîn nabe" û îdamê jî muhal dibînin, hukum didin û bawer dikin ku "heyîn tune nabe''. Tenê, bi tevgerên zerreyan û bi bayên tesadufê, weziyeteke îtibarî ya ku di awaya terkîb û tehlîl û belavbûn û berhevbûnê de ye, texeyyul dikin. Ha tu were, di dereceya jêrtirîn a nezanî û ehmeqiyê de mirovên ku xwe aqilmendên herî bala zenn dikin, bibîne. Bizanibe û îbret jê bigre ku dalalet, însên çiqas qeşmer û kêm û herî cahil dike. Tê dîtin ku Qudreteke Ezelî ku her sal, çar sed hezar celeban tev(di carekê)de li ser rûyê erdê îcad dike û esmanan û erdê di şeş rojan de dixuliqîne û di şeş hefteyan de, di her biharê de, kaînateke xwedîjîn a wisa înşa dike ku ji vê kaînetê bêhtir bisen'et û bêhtir bihîkmet e, heye. Tevî vê, înkarkirina îcadê û ji mewcûdên ilmî yên ku di daîreya Ilmê Ezelî de pîlan û mîqdarên wan diyarkirî ne û madûmên xaricî ne re bi awayekî gelek hêsan dayîna wucûda xaricî -wekî ku amûrek bê kişandin bo nîşandana nivîseke ku bi pênûseke ku wê nîşanî çavan nade hatiye nivîsîn û naxuye- ji wê Qudreta Ezelî dûr dîtin, ehmeqî û cahiliyeke wisa ye ku ji gurûha pêşî ku Sofîst in, berjêrtir in? Ev bextreşên ku nefsên wan ên fîr'ewnbûyî ku neçarê mutleq in û di destên wan de ji xeynî îradeyeke cuz'î tu tişt nîne; ji ber ku ew, tu tiştî nikarin îdam û tune bikin û tu zerreyekê, tu maddeyekê ji hîçiyê, ji tunetiyê nikarin îcad bikin û ji destên siruşt û sebebên ku ew pê piştrast û bawer in, ji hîçiyê îcadkirin nayê, ji ehmeqiyên xwe dibêjin: "Ji tunebûnê heyîn nabe, heyîn jî tune nabe." û vê dustûra batil û şaş, dixwazin teşmîlê Qedîrê Mutleq bikin.
   Erê, îcadkariya Qedîrê Zulcelal bi du şiklî ne:
   A yekê, bi îxtira û bi îbda'ê ye. Yanî; ji hîçiyê, ji tunetiyê wucûd dide û her tiştê ku jê re lazim e jî, ji hîçiyê îcad dike û dide destê wî.
   A din: Bi înşayê, bi sen'etê ye. Ango ji bo gelek hîkmetên deqîq/rêkûpêk -weke nîşandana kemilîna hîkmeta Xwe û cîlweyên gelek navên Xwe- qismeke mewcûd, ji unsûrên kaînatê dixuliqîne. Hemû zerre û maddeyên ku tabî'e her emrê Wî ne, bi qanûna Rezzaqtiyê dişîne ba wan û di wan de dide şixulandin. Belê, bi du teheran, hem bi awayê îbdayê hem bi awayê înşayê îcadkariya Qedîrê Mutleq heye. 'Heyînê bitunekirin' û 'tuneyê biheyînkirin', qanûneke Wî ya herî hêsan, herî bisuhûlet e, belkî daîmî û giştî ye. Mirovê ku li hember Qudreteke ku di biharekê de şekl û sifetên -belkî ji xeynî zerreyan hemû keyfiyet û rewşên- wan sê sed hezar cureyên mexlûqên giyaneweran, ji tunetiyê tîne rewşa heyînê, dibêje: "Nebûnê nikare bike hebûn'' divê tune bibe.    Mirovê ku dev ji siruştê berdaye û derbasî heqîqetê bûye, dibêje ku: "Ji Cenabê Heq re bi qasî hejmarên zerreyan şukur û hemd û sena dikim ku min îmana kamil qezenc kir, ez ji waswasî û dalaletan xelas bûm û tu gumanên min jî neman."
 ﺍَﻟْﺤَﻤْﺪُ ﻟِﻠَّﻪِ ﻋَﻠَﻰ ﺩِﻳﻦِ ﺍْﻻ ِﺳْﻼ َﻡِ ﻭَ ﻛَﻤَﺎﻝِ ﺍْﻻ ِﻳﻤَﺎﻥِ
 ﺳُﺒْﺤَﺎﻧَﻚَ ﻻ َ ﻋِﻠْﻢَ ﻟَﻨَﺎ ﺍِﻻ َّ ﻣَﺎ ﻋَﻠَّﻤْﺘَﻨَﺎ ﺍِﻧَّﻚَ ﺍَﻧْﺖَ ﺍﻟْﻌَﻠِﻴﻢُ ﺍﻟْﺤَﻜِﻴﻢُ
  * * *   
  FERHENGOK 

  B 
   batin(î): 1- daxil, hundirê bedenê an tiştekî din
2- taybetiyên nexuya û nediyar
   bedahet: vekirîbûn, delîlê zêde aşîkar
   bedî': tiştê ecêb û nehatiye dîtin, bedew, bêhevta
   belaxat: rewanbêjî, axaftina bi cî û guncan û heqîqetdar
   burhan: delîlê ku zêdetir xurt û zexm e
  C 
   cami': civyar, yê gelek tiştan (wekî hîs/qabiliyet/letîfe/taybetmendî) dicivîne
   cismanî: dijraberê ruhanî, maddî bûn, yê aîdê bedenê
   cuz'î: 1- piçûk, hindik, hinek 2- bêqîmet
  D 
   daîreya mumkînan: alema ku hatî afirîn, ê ku hebûn an tunebûna wî bi îradeya Xwedê ye
   dîrhem: pîvaneke giraniyê ya berê, sê gramê niha   E 
   ehkam: pirjimariya hukmê/darazê
   erkanê alemê: tiştên ku di çêkirina alemê de wekî asas û bingeh in
   enasir: pirjimariya unsûr, hêmanên alemê weke hewa, av, ax, ar
   esbab: pirjimariya "sebeb", "sedem" ê
  F 
   fitret: afirîş, tiştên têkildarî xuliqandinê ye
   fitrî: afirîşî
  H 
   halita: (kîm) pêhatî, amêjen, tiştê ku ji çend tiştan hatiye pê
   heqîqeta xaricî: yê ku hatiye vê alema xuyayî, bûye xwedîheyat
   hezeyan: peyvên tewş, tewşikî, bêhişbêjî
  Π
   îfham: ragihandin, îqna kirin
   îhtiyad: tedbîr, bitedbîrî, wuryayî
   îmtîna': nemimkuniya ku di radeya mezin de
   înşa: 1- kirin, terkîb/peyde kirin, anîn wucûdê 2- ava kirin    îstîfhama înkarî: pirsên wekî "çawa şubhe dikin, ma hîç guman tê kirin?"
   istîxna: xenîtî, têrbûn, diltêrî, mezinahî, Xwedê ne muhtacê tu tiştî ye
   îtibarî: tiştê ku hebûna wî bi ferz(farazî û îzafî) e û bi nîspetkirina tiştên din tê zanîn
  K 
   kesret: piranî, zêdehî, di tişt an karekî de mudaxeleya gelek destan
  L 
   lem'a: çirûsk, çirûskek ji tava Qur'anê
   letîf: 1- xweşik, spehî 2- ê ku ne têkildarî cism e, ê naxuye
   letîfe: hîs/hestekî mirovan a gelek narîn, zirav, yê bi qelb ve girêdayî ye
  M 
   madûmên xaricî: tiştên ku di ilmê Îlahî de hene lê wucûda wan a maddî tune ne, Xwedê hîn çê nekiriye.
   Me'bûd: yê ku îbadet Jê re tê kirin, Ellah
   mebzûliyet: 1- xenîtî, zêdehî, piranî 2- erzanî
   mesder: kiryar, ciyê/çavkaniya ku tişt jê sidûr dikin, der dikevin, jêderk
   meşîet: îrade, vîn, mûrad, xwesteka Xwedê    mewcûdên ilmî: yê ku hebûna wê di hiş û ilm de (he)ye, hîn nehatî wucûdê, çê nebûye
   mewhûm: yê tasewasî, yê ku eslê wî tune ye lê di zîhnan de bi xuşûşî tê fikirîn
   mezher: eyne, ciyê xuyabûn an derketina tiştekî
   mimtenî': yê nemimkun, yê tu îhtimal tê de tune ye
   mîsalî: yê ku ne heqîqî ye, yê sûretê wî dixuye
   mîstar: amûrek e, ji bo ku nivîs, spehî û têkûz bên nivîsîn, tê bikaranîn
   mucessem: tiştê ku xuya ye, cismê wî heye, xwedîcism e
   muhtedî: kesê ku hatî hîdayetê, riya rast dîtiye
   mukabere: bi înadî û rikdarî înkarkirina heqîqetan
   mulhîd: bêdîn, bêîman, xwedênenas
   munfaîl: tebatî, yê bi tesîra tiştekî din hereket dike, infîal dike
   muntezem: bi rêkûpêk, bi întizam
   murekkeb: yê jê pêkhatî, jê hevketî, terkîb bûyî
   musebbeb: yê ku sebebê wî heye, encam
   mutabiq: guncan, lihevkirî
   mutecawiz: êrîşok, êrîşkar, yê ji hed der dikeve,
   mûettil: yê ku betal hiştî, terikandî, berda ye, xwedênenas
   muhal: peyvê batil û vala, yê qet nemimkun   N 
   nefsa emmare: nefsa ku nebaşî û gunehan emir dike, ya tabiê şeytên dibe
   ness: aşkera, zelal, vebirî, darazên eseh ên Qur'an û pexember
  Q 
   qedîm: berîn, yê ku ji berê de heye û destpêka wî tune ye
   qederî: yê bi qederê eleqedar, yê nehênî, bernameyî, potansiyel
  R 
   Rubûbiyet: perwerdekarî, Xweda pêdiviyên her tiştî digihîjîne wan û her tiştî ji zeraran diparêze
  S 
   Sanî': afirîner, yê hunerê pêk tîne
   suhûlet: hêsanî
   sofîst/sofestayî: gumanker, şikber, tuneperest
   suûbet: zehf dijwarî, nemimkunî, zora giran
  T 
   tebayî': hêmanên bingehîn ên siruştê wekî ax, av, agir an oksîjen, hidrojen, qarbon, azot    tebeddul: guherandin
   tehaqquq: çêbûn, pêkanîn
   tehewwul: hal guherandin, veguherîn
   tehqîr: heqaret kirin, heqîr/biçûk dîtin
   tehlîl: dahûran, rave kirin
   telîf: (kîtêb) nivîsîn, sazkirina nivîsan
   terkîb: anîn cem hev, pêkvedan, li hev kom kirin
   teserrûf: îdare (hukm) kirin, xwedî bûn, mudaxele kirin
   tesewwûr: di zîhîn de sêwirîna tiştekî, fikirîn
   teşekkul: dirûvpêketin, xuya bûn, çê bûn,
   teşmîl: girtin nav xwe, dorpêç kirin, daxil kirin
   texeyyul: xiyal kirin, fikirîn, di xiyalan de sêwirîn
   tezyîf: biçûk xistin, rizandin, pê henek kirin
  W 
   Wacibul Wucûd: Xwedayê ku hebûna Wî mutleq e, wacib e, tunebûna Wî ne mumkun e
   wehdaniyet: yekitî, yekîtiya Xwedê
   wucûda xaricî: hebûna maddî, yê ji hebûna pîlanî û zanistî (ji tunebûnê) hatiye derxistin, hebûna xuyayî
  X 
   xaricî: yê têkildarî derve, ji ilm û pîlan der ketiye bûye xwedîhebûneke xuyayî
   xasiyet: çawahî, feyde û bandora xusûsî   Z 
   zahir(î): xuya, tiştê li holê, xuyayî
   zucaciye: tiştê ku têkildarî cam û çîniyan, ferfûran
  
Siruşt - 4

Kommentare

Beliebte Posts aus diesem Blog

FSP Vorbereitung