Kelîmeya 23 yan
Ji Kulliyata Rîsaleyên Nûr Kelîmeya Bîst û Sisêyan Muellif: Bedîuzzeman SEÎD NÛRSÎ Kelîmeya/Peyva Bîst û Sisêyan (Du Beşên vê Kelîmeyê hene) ﺑِﺴْﻢِ ﺍﻟﻠَّﻪِ ﺍﻟﺮَّﺣْﻤَﻦِ ﺍﻟﺮَّﺣِﻴﻢِ {Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm} ﻟَﻘَﺪْ ﺧَﻠَﻘْﻨَﺎ ﺍْﻻ ِﻧْﺴَﺎﻥَ ﻓِﻰ ﺍَﺣْﺴَﻦِ ﺗَﻘْﻮِﻳﻢٍ ٭ ﺛُﻢَّ ﺭَﺩَﺩْﻧَﺎﻩُ ﺍَﺳْﻔَﻞَ ﺳَﺎﻓِﻠِﻴﻦَ ﺍِﻻ َّ ﺍﻟَّﺬِﻳﻦَ ﺍَﻣَﻨُﻮﺍ ﻭَ ﻋَﻤِﻠُﻮﺍ ﺍﻟﺼَّﺎﻟِﺤَﺎﺕِ ٭ {Sond be ku, Me mirov, di sûretê herî xweşik de xuluqand. Peyre, Me ew avêt ciyê herî jêr/xwar. Tenê yên ku îman tînin û 'emelên salih dikin, ne tê de ne. (Tîn: 4-6)} BEHSA PÊŞÎ Ji wan bi hezaran mehasîn û xweşikahiyên îmanê, em dê tenê pênc heban jê, di nav "Pênc Nuqteyan" de beyan bikin. NUQTEYA YEKÊ: Mirov, bi nûra îmanê derdikeve/hildikişe alayê îllîyîn; qîmeteke ku layiqî Cennetê ye digre. Lê belê ji ber zulûmat û tarîtiya kufrê, da...